DENGÊ DUBARE (GEMÎNASYON) DI KURDΠDE

deryace

Dengê dubare anku gemînasyon

Di dengnasiyê de mebest ji gemînasyonê (inglîzî: gemination) anku cêwîbûnê peydabûna du konsonantên wek hev li pey hev e. Bo nimûne:

  • gellek
  • xurttir
  • serokkomar
  • millet
  • pîzza

Di hinek zimanan de gemînasyon maneya peyvê diguherîne yan jî peyva cêwîherfî (du herfên wek hev li pey hev) ti têkilî bi peyva kitherfî (tenê herfeke wisa) ve nîne. Çend nimûne ji zimanê fînlandî/fînî:

  • kuka (kî) – kukka (gul)
  • tuli (agir) – tulli (gumrik)
  • vesa (şitil) – vessa (avdestxane, tuwalet)

Dengê dubare di peyvên xwemalî de

Berovajî bo nimûne zimanê fînlandî, di zimanê kurdî de gemînasyon anku du konsonantên wek hev li pey hev kêm caran peyda dibin.

Di peyvên xwerû yên xwemalî de di rewşa normal de hema bêje gemînasyon qet di kurdî de peyda nabe.

Di hinek peyvan carinan bi taybetî bi devkî – lê caran bi nivîskî jî – konsonantek tê şidandin bi mebesta xurtkirina wê peyvê yan maneya wê. Bo nimûne:

  • gellek (gelek gelek, pir gelek, zêde gelek, yekcar gelek, bêqam gelek)
  • tijjî / tijje (pir tijî, bi temamî tijî, gelek tijî, zêde tijî)
  • rreş (gelek reş, tam reş)

Di peyvên wiha de konsonant dikare ne tenê dubare lê çendbare jî bibe, bo nimûne:

  • gelllek, tijjjjî, rrrreş, spppî….

Lê ji peyvên wiha tenê ”gellek” bi awayekî berfireh di nivîsînê de tê bikaranîn.

Di kurdî de di nivîsînê de carinan du R di hinek peyvan de tên nivîsîn, bo nimûne:

  • pirr (”gelek, zehf” – bo cudakirinê ji ”pir = rêya di ser avê re”)
  • birrîn (”jê kirin” – bo cudakirinê ji ”birîn = birîndarî”)
  • kerr (”nebihîz, guhgiran” – bo cudakirinê ji ”ker = dewarek; parçeyek”)
  • şerr (şer)
  • bajarr (bajar)

Lê di dengnasiyê de ev ne gemînasyon e anku ne hebûna du R-yên nerm yên bo nimûne wek di peyvên ”çar, ser, mêr” de ye lê hewldana diyarkirina R-yeke ji R-ya nerm cuda ye.

Di peyvên pêkhatî (hevedudanî) yan bipaşgir de gemînasyon di kurdî mimkin e. Ew adeten hem di axiftinê de tê parastin û hem jî di nivîsînê de tê diyarkirin. Bo nimûne:

  • serreş (peyveke pêkhatî ji ”ser + reş”)
  • serokkomar (navdêrek ji peyvên ”serok + komar”)
  • xurttir (rengdêreke pilekirî ji ”xurt + -tir”)
  • zimannasî (navdêrek ji peyva ”ziman + -nasî”)

Pêştir ev peyv carinan kitherfekê dihatin nivîsîn, wek: sereş, serokomar, xurtir, zimanasî. Lê vê dawiyê bi piraniyeke diyar dest ji kitkirina cotherfê hatiye berdan ku bi rastî jî tiştekî baş e. Bi gemînasyonê hem ew nêzîktirî dengê xwe yê rast in û hem jî zelaltir diyar dibe ka ew çi peyvan peyda bûne. Wek din tirs heye ku çewtî peyda bibe, bo nimûne:

  • xurttir (ji ”xurt”) – xurtir (ji ”xur, xurr”)
  • giyanasî (zanista giyayan, riweknasî, botanîk) – giyannasî (zanista giyanê, derûnnasî, psîkolojî)

Dengê dubare di peyvên wergirtî de

Di peyvên xwerû yên ji zimanên din wergirtî de kêm caran gemînasyon tê parastin. Bo nimûne:

  • pîzza (ji îtalî ”pizza”)
  • millet (ji erebî ”mille[t]”)
  • gulle (li ber tesîra tirkî ”gülle”, wek din adeten ”gule”)
  • wellah (li gelek gelek awayên din jî: welah, welleh, wele, wela…)
  • cellad (ji erebî ”cellad” – lê di kurdî de bi piranî forma ”celad” tê bikaranîn)
  • hetta (ji erebî ”ḥetta” – lê bi piranî di kurdî de wek ”heta” tê gotin û nivîsîn ji bilî rewşa xurtkirinê wek ”gellek, tijjî”)

Kitkirina dengê dubare anku degemînasyon

Heta di peyvên ji zimanên din wergirtî de jî di kurdî de yek ji herdu konsonantên gemînasyonê dikeve. Bo nimûne:

  • erebî ”ḥecc” > kurdî ”hec” (bixwîne: ḧec)
  • erebî ”ḥeqq” > kurdî ”heq”
  • erebî ”xeṭṭ” > kurdî ”xet”
  • erebî ”miqqeṣ” > kurdî ”miqes, meqes”
  • erebî ”seyyid” > kurdî ”seyid”
  • inglîzî ”football” > kurdî ”futbol”
  • piraniya zimanên ewropî ”illegal” > kurdî ”îlegal” (neqanûnî, qedexe, qaçax)

Diyardeya kitkirina anku yekkirina dengê dubare (bo nimûne ”hecc > hec”) bi navê degemînasyon tê nasîn. Kurdî bi berfirehî degemînasyonê dixebitîne.

Gemînasyon di zimanên cîran de

Di nav zimanên cîranên kurdî de erebî û siryanî gemînasyonê bi berfirehî bi kar tînin. Di erebî gemînasyon wateguhêr e anku hebûn an nebûna wê dikare maneya peyvê biguherîne. Bo nimûne:

  • ”derese” (wî xwand, wî ders xwand)
  • “derrese” (wî ders da, wî kesekî din hîn kir)

Di nivîsîna erebî de gemînasyon ne bi dubarenivîsîna heman herfê lê bi zêdekirina ”şede”yê (nîşaneke wek “w”) li ser herfa dubare tê diyarkirin.

Di zimanên din yên cîranên kurdî de (azerî, ermenî, farisî û tirkî) gemînasyon di peyvên xwerû de kêm tê bikaranîn.

Lê cudahiya azerî, farisî û tirkî li gel kurdî ew e ku ew bi piranî gemînasyona di peyvên ji erebî de diparêzin. Bo nimûne:

  • erebî: ḥetta, neqqaş, xeṭṭaṭ
  • tirkî: hatta, nakkaş, hattat
  • kurdî: heta, neqaş, xetat

Tirkî jî wek kurdî gemînasyona peyvên ji erebî li dawiya peyvên radike. Bo nimûne:

  • erebî: ḥecc, ḥeqq, xett
  • kurdî: hec, heq, xet
  • tirkî: hac, hak, hat

Lê di tirkî de gava ku vokalek dikeve dûv van peyvan, gemînasyon dîsa lê vedigere. Di kurdî de gemînasyon êdî li van peyvan venagere. Bo nimûne:

  • hakkımız (heqê me)
  • hacca gitti (çû hecê)