Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê

husein

ZAXOYÎ

Zaxo di nav tixûbên îdarî yên Başûrê Kurdistanê û sinorên navneteweyî yên Iraqê de ye. Kurmanciya Zaxoyê bi pirranî wek beşek ji devoka behdînî ya zaravaya kurmancî tê hesibandin. Lê di rastiyê de zaxoyî (devoka Zaxoyê) devokeke sersinorî ya navbera Botan û Behdînan e. Ji aliyê rêzimanî ve zaxoyî ji dihokiyê (devoka navendî ya behdînî) zêdetir nêzîkî cizîrî, şirnexî û goyanî/goyî ye.

Lê di sedsala 20em de ji ber sinorên siyasî ji wan veqetiye û zêdetir nêzîkî dihokiyê û deverên din yên Behdînan bûye. Loma eger ji aliyê rêzimanî ve hê nêzîkî Botan be jî, ji aliyê bêje û biwêjan ve pirtir tesîr û danûstandin û nêzîkbûn di navbera zaxoyî û dihokiyê de peyda bûye.

Ji ber prestîj û qedir û qîmetê devoka dihokî li Behdînan, gelek ji qisekerên zaxoyî jî hewl didin ku awayên dihokî bi kar bînin. Herwiha li Başûrê Kurdistanê tesîra soranî hem li ser hemû devoka behdînî û hem jî li ser şêwezarê zaxoyî bûye. Di ser wê re jî, tesîra erebî li Iraqê li ser hemû devok û zaravayên kurdî hebûye.

Ev kurterêziman hewl dide ku taybetiyên giring yên devoka zaxoyî hem bide ber kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî û hem jî devoka dihokî ku li Başûrê Kurdistanê û di medyaya kurmancî ya wê derê de devoka serdest e. Di nimûneyan de mebest bi ”kurmancî” kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî ye.

* Diyar dike ku ev awa di zaxoyî de nîne yan xelet e. Ew nayê wê manayê ku di devok û zaravayên din de ew awa nîne yan xelet e.

DENGNASÎ

Di zaxoyî de ev deng hene:

  • A: av, nav, ba
  • B: bi forma xwe ya zirav e: bab, bilind, barrove (bahoz)
  • C: car, cîran, cêrr (cerr)
  • Ç: bi herdu awayên nerm (çav, çem, çirîsk) û req (çend, çar) heye
  • D: bi forma xwe ya zirav heye: didan (diran), deng, dav
  • E: em, ev, ez. Eger ”e” li dawiya peyvê be, hingê ew di rewşa çemandî de dikeve: “rojname > rojnama me” (ne “rojnameya me” wek kurmancî)
  • Ê: dirêj e. Di hin peyvên zaxoyî de cihê ”a” yan ”e” ya kurmancî digire: (bacêrr= bajarr, zêvî= zevî – ev formên neçemandî ne.)
  • F: filan, fîstan, fanos
  • G: genim, gund, gul
  • H: heval, hemî, hiş
  • Ḧ (ح): Ḧesen, ḧeft, ḧelandin, ḧeram, ḧekîm
  • I: iro (îro), illeh (îlleh), birin, mi (min)
  • Î: îşella (inşellah)
  • J: jehr, hijmar (hejmar)
  • K: bi herdu awayên nerm (kêm, kadîn,) û req (kengî, kafir)
  • L: bi pirranî zirav e (lal, lez, li malê) lê carinan qelew e (welat, sala borî)
  • M: zirav (mam, milet, mirov) û carinan qelew (mest, mist, mast)
  • N: zirav (nan, nerm, noke=niha)
  • O: ode, gotin, bo (ji bo)
  • P: bi her sê awayên nerm (“pênc, pîvok”) req (“perde”) û qelew (”pez, piling”)
  • R: bi her sê awayên nerm (“nerm”), req (“req”) û qelew (“reş=rengek, bide ber “reş” bi rêya req lê zirav = “temirandî”)
  • S: bi awayê zirav (”ser, sêv”) û hin caran jî yê qelew (”sed, sade”)
  • Ş: şeş, şehîd
  • T: bi çar awayan: 1. zirav û nerm (”te, tû) 2. zirav û req (”temam, tifek”) 3. qelew û nerm (”teng”) û 4. qelew û req (”tep”)
  • U: kurt (”tu, umêd, umet”)
  • Û: di zaxoyî de ”û” ya kurmancî bi giştî wek ”-ü-” ya tirkî lê dirêjtir yan jî wek ”-wî-” tê gotin (”bwîk=bûk, zwî=zû, dwîr=dûr) lê li destpêkê wek ”iwî” yan uwî” tê gotin (”iwîsiv=Ûsiv”). Awarte/istisna: ”çû=çû, bû=bî, ”û” wek peyveke serbixwe = ”û”. Di dihokî de ”û” ya kurmancî bi pirranî dibe ”î” (bîk=bûk, dîr=dûr, zî=zû). Di dihokî de jî awarte/istisna: ”çû=çû, bû=bû/bî û ”û” wek peyveke serbixwe = ”û”.)
  • V: van, ev
  • W: we, ew, dîwar
  • X: xwe, rex, text
  • Ẍ (Ğ, غ): aẍa, ẍerb, ẍerîb, ẍezal. Tenê di peyvên ji erebî yan ji tirkî wergirtî de peyda dibe, heman peyv dikarin bi X-ya ”normal” jî bên gotin: ”xezal, xem”.
  • Y: yazde, yêt me (yên me). ”Y” wek herfa kelijandinê di zaxoyî de nayê gotin: “da-y-ê” ya kurmancî wek ”da-ê” tê gotin.
  • Z: bi herdu awayên zirav (”zengîn”) û qelew (”zebeş”)
  • ’ (eyn, ع): ’ewr, ’esman, se’et, qan

 

CÎNAV

Cînavên zaxoyî hemû wek yên kurmancî û dihokî ne lê ev cudahî hene:

  • ”Hûn” di zaxoyî de wek ”hün / hwîn” tê gotin
  • ”Min” gelek caran dibe ”mi”
  • ”Ez” hin caran dibe ”e”, bi taybetî li gel ”jî” (”e-jî” yan ”e-jik” = ”ez jî”)
  • ”Vê, vî” û “wê, wî” hin caran wek ”evê, evî” û ”ewê, ewî” tên gotin
  • “Van” û ”wan” carinan wek “evan, eva, va” û ”ewan, ewa, wa” tê gotin
  • “We” di zaxoyî de jî “we” ye, ne wek dihokî ku tê de “hewe” ye.
  • Li gel cînavê “ev” paşpirtika “-e” li navdêra li dû wê tê zêdekirin: “ev kitêbE baş e.” Ew cihê “ev kitêba han” ya kurmancî jî digire lê forma bê “-e” di zaxoyî de nayê gotin.
  • “Xwe” di zaxoyî de “xwe” ye lê di bin tesîra dihokî de carinan wek “xo” jî tê gotin.

 

DAÇEK

  • Pêşdaçekên kurmancî “bi, di, ji, li” di zaxoyî de bêyî “i” ne.
  • Ew di axivînê de bi peyva pêştir yan jî paştir ve tên girêdan û “bi” dibe “p”, “ji” dibe “ş” û “di” dibe “t”: “Ez-il malê me”, “l’malê me”, “ş’malê were”, “ew-(i)p’- pênc dînaran e.” “ş’-nû ve” (ji nû ve).
  • Paşdaçekên zaxoyî ev in: “da, ra, ve” (kurmancî ”de, re, ve”)
  • Daçeka ”bo” hem li cihê ”ji bo” û hem jî li şûna ”ji … re / jê re” li kar e. Li hin cihan wek ”jo” tê gotin. Di dihokî de jî ”bo” ye, di soraniya hewlêrî de ”lo”.

 

NAVDÊR

Di zaxoyî de bi pirranî navdêr jî wek di kurmancî de ditewin. Cudahiyên serekî ev in

  • Navdêrên nêr yên çemandî herdem paşpirtika ”-î” digirin: ”HesenÎ got.” Di dihokî de jî wisa ye. Di kurmancî de bi giştî ”-î” tenê li gel cînavan tê bikaranîn ”Wî Hesenî got” lê ”Hesen_ got.”
  • Îzafeya navdêrên pirhejmar ”-êt” e (bi kurmancî ”-ên”, bi dihokî jî ”-êt”): ”kitêbÊT min, televizyonÊT rengîn”
  • Îzafeya navdêrên mê yên yekjimar û nediyar di zaxoyî de ”-a” ye (kitêbekA min/sor = bi kurmancî ”kitêbeke min/sor”) yan jî vala ye (”kitêbek_ min/sor”).
  • Îzafeya navdêrên nêr yên yekjimar û nediyar di zaxoyî de ”-ê” ye (bira’ekÊ min/mezin = bi kurmancî ”birayekÎ min/mezin”) yan jî vala ye (”bira’ek_ min/mezin”).
  • Paşpirtika pirhejmarên çemandî ”-a” ye, ne ”-an”: ”va deftera” yan ”van deftera” (ne ”van defteran”). Lê eger li dû navdêra çemandî ”e” (formeke lêkera ”bûn”ê) were, hingê ”n” ya pirhejmariyê ya avêtî lê vedigere: ”Mi ew-ip pênc dînara kirrî.” lê ”Ew-ip pênc dînaraN e.” (ne ”*Ew-ip pênc dînara ye.”)
  • Di zaxoyî de forma ”-in, -ine” ya pirhejmar û nediyar nîne. Di dihokî de jî peyda nabe.

 

 

RENGDÊR

Di zaxoyî de rengdêr wek kurmancî ditewin. Cudahî ev in:

  • Di zaxoyî de berhevdana rengdêran bi ”-tir” (komparatîv) û ”ji hemiya …-tir” (sûperlatîv) e: ”Babê wî-ş’ wî pîrtir e.” (Babê wî ji wî pîrtir e.) ”Bapîrê mi-ş hemiya pîrtir e”).
  • Li cihê ”ş’hemiya …-tir” carinan ”-tirîn” tê bikaranîn (Bapîrê mi [yê] pîrtirîn e.”
  • Lê di zaxoyî de forma ”herî …” (wek ”Bapîrê min yê herî pîr e.”) nîne.

 

 

HEJMAR

Cudahiyên hejmarên zaxoyî li gel yên kurmancî ev in:

  • êk = yek
  • sih = sî (30)
  • ”Du” û ”sê” herdem wisa ne, ”dudu, sisê” nayên bikaranîn.
  • Di hejmarên 11 – 19 de paşpirtik ”-de” ye, ne ”-deh” e: yazde, pazde, nozde (ne yazdeh, pazdeh, nozdeh)
  • hizar = hezar
  • Hejmarên rêzî (ordinal numbers) bi paşpirtika ”-ê” ji hejmarên sade tên çêkirin: ”Ew ya êkê ye.” (Ew yekem e.) ”Sedsala bîstê” (sedsala bîstem/bîstan)
  • Li gel hejmaran (ji bilî hejmara 1) navdêr bi pirhejmarî tên çemandin: ”Ez deh kesA nas dikim.” (Ne ”Ez deh kesÎ nas dikim.”) ”Ev se’et bi hizar dolaran e.” (Ne ”*bi hezar dolarî ye”)

 

LÊKER

Cudahiyên navbera çemandina lêkerên zaxoyî li gel kurmancî ev in:

 

DEMA BORÎ YA SADE

  • Dema borî ya sade bi temamî wek kurmancî ye: ”Ez hatim, em çûn, wan got, me ew nedîtin”

 

DEMA BORÎ YA DÛDAR

  • Di dema borî ya dûdar de li cihê ”-iye” ya kesê sêyem ya kurmancî di zaxoyî de ”-e” ye. : ”Min ew dîte.” (Min ew dîtiye.) ”Te ew nas kire?” (Te ew nas kiriye?).
  • Herwiha gelek caran zayenda bi ”a/wa” (mê), ”ê/wê/yê” (nêr) yan jî ”êt/wêt” (pirhejmar) tên diyarkirin: ”Min Azad ê dîte. Min Azad wê dîte. Min Azad dîte.” (Min Azad dîtiye.) ”Min Jiyan a dîte. Min Jiyan wa dîte. Min Jiyan dîte.” (Min Jiyan dîtiye.) ”Min Jiyan û Azad êt dîtine. Min Jiyan û Azad wêt dîtine.”
  • Di dihokiyê de di vê rewşê de li cihê ”wa” ya zaxoyî ”ya”, li cihê ”wê” ya ”yê” û li şûna ”wêt” jî forma ”yêt” hene û ”dîte” jî wek ”dîtî” û ”dîtine” jî wek ”dîtîn” e: ”Min Azad yê dîtî. Min Jiyan ya dîtî. Min Azad û Jiyan yêt dîtîn.” Ev forma dihokî van salên dawiyê derbazî zaxoyiyê jî bûye.
  • Ev diyarkirina zayendê yan pirhejmariyê tenê li gel hevokên erênî ye, li gel yên neyînî nayê bikaranîn: ”Min Jiyan a dîte” lê ”Min Jiyan nedîte.” (ne ”*Min Jiyan a nedîte.”)

 

DEMA BORÎ YA DÛR

  • Dema borî ya dûr wek kurmancî ye, tenê ”-bû” wek ”-bî” ye: ”Te ez nedîti-BÎ-m” (Te ez nedîti-BÛ-m)

 

DEMA NIHA

  • Cudahiya dema niha di navbera kurmancî û zaxoyî de ew e ku hin paşpirtikên kesî ji hev cuda ne: bi zaxoyî ”tu –ê” (tu dikê) û (hê jî giringtir) ”ew –it/-t” (ew di-k-it=ew dike, ew dizê-t= ew dizê_). Carinan jî di axivîna giran de ”-tin/-itin” (Ew di-k-itin/ ew na-zê-tin). ”Di-” ya dema niha bi giştî bi peyva pêş xwe ve tê girêdan û wek ”-t” yan ”-it” tê gotin: ”ez-it-kim” yan ”e-t-kim” (ez dikim).

 

DEMA NIHA YA BERDEWAM

  • Di zaxoyî de dema niha ya berdewam jî heye ku di kurmanciya nivîskî de nayê bikaranîn. Ew jî wek dema borî ya dûdar bi ”a/wa” (mê), ”ê/wê” (nêr) û ”êt/wêt” (pirhejmar) tê çêkirin: ”Ez [w]a sêvê dixwim.” (”Ez” jinek e û niha bi xwarina sêvê ve mijûl e). ”Ew [w]ê nanî dixwit” (”Ew” mêr e û tam wê gavê nanî dixwe.) ”Ez û ew [w]êt firavînê dixwin.”
  • Ji ber tesîra dihokiyê niha gelek kes li cihê [w] dengê [y] dibêjin.
  • Neyîniya dema niha ya berdewam wek dema niha ya sade ye: ”Ez ê nanî dixwim à ”Ez nanî naxwim” (ne ”*Ez ê nanî naxwim.”)

 

DEMA BÊ

  • Cudahiya serekî di dema bêt de di navbera kurmancî û zaxoyî de ew e ku di zaxoyî de pêşpirtika ”bi-” nayê bikaranîn: ”ez ê kim” (ez ê bikim),” tu ê çê” (tu ê biçî). Carinan di axivîna giran de li cihê ”ê” peyvika ”dê” tê tercihkirin: ”ez dê kim”.
  • Li gel cînavê ”ew” (yekjimar û pirhejmar) û li gel hemû navdêran ”dê” zerûrî ye, nabe ”ê”: ”ew dê kit/kin” (ew ê bike/bikin), ne ”*ew ê kit/kin”. ”Azad dê êt.” (Azad ê bê/were), ne ”*Azad ê êt.”
  • Li gel cînavên din ”ê” û ”dê” alternatîv in, di axivînê de ”ê” û di nivîsînê de ”dê” serdest e.
  • Neyîniya dema bêt wek ya dema niha ye: ”Ez ê çim” à ”ez naçim” (ne ”*ez ê neçim”)

 

 

ŞERTÎ

  • Şertî: Raweya şertî ya yekem wek kurmancî ye: “ez biçim = ez biçim”.
  • Raweya şertî ya duyem jê cuda ye: forma kurmancî ”ez biçûma, min bigota” di zaxoyî de nîne, li cihê wê forma ”ez çûbûma, min gotibûma” tê bikaranîn lê bi pirranî wek ”ez çûbam, min gotiba” tê kurtkirin.

 

HIN LÊKERÊN TAYBET

  • ”BÎN” (bûn): Lêkera ”bûn” di zaxoyî de wek ”bîn” e: ”Ez li Kurdistanê bîm. Em kurd nebîne dewlet. Wî çi gotibî?”. Neyîniya lêkera ”bûn”ê ”ne … + kopûla” ye: ”Ew kurd e à ew ne kurd e.” (ne ”*Ew kurd nîne.”)
  • ”HEBÎN” (hebûn): Lêkera ”hebûn” di zaxoyî de wek ”hebîn” yan ”heyîn” e. Ew hem maneya peydabûnê (inglîzî ”to exist”) û hem jî ya xwedîbûnê (”to have”) dide. Eger kirar (subject) çemandî be û lêker li gor objektê bitewe, ew maneya xwedîtiyê dide: ”Min çar bira hene.” (Di zaxoyî de awayê ”Çar birayên min hene” nayê bikaranîn.) Lê eger kirar neçemandî be û lêker li gor wê bitewe, hingê mebest jê peydabûn e: ”Ez heme. Hûn hene.”
  • Neyîniya lêkera ”hebûn”ê di dema niha de ”nîn- + paşpirtika kesî” ye: ”Ew nîne, em nînin, me sêvek nîne, me sêv nînin”… Di dema bêt de forma erênî ”heb- + paşpirtika kesî ye: ”Me dê sêv hebin”. Di demên borî de neyîniya lêkera ”hebûn”ê û ya ”bûn”ê ya dînamîk eynî ye: ”Ew nebî doktor.” (Ew nebû doktor.) ”Wî mişterî nebîn.” (Wî mişterî tine bûn. Mişteriyên wî tine bûn.)
  • Rehê dema niha yê van lêkeran tenê herfa yekem e ”bûn, birin, dan, kirin”, ne wek dihokî û soranî ku rehê wan tê de herfa yekem + ”e” ye. Zaxoyî: ”Ez B-im, tu na-B-î, ew di-D-in, em na-K-in” wek kurmancî. Lê dihokî ”ez di-BE-m, tu na-BE-y, ew di-DE-n, em na-KE-yn.
  • ”ŞIYAN”: Di zaxoyî de ”şiyan” bi maneya ”karîn/kanîn” ya kurmancî li kar e û ”karîn/kanîn” nayên bikaranîn. Rehê dema niha yê wê ”-şê-” ye: ”ez di-şê-m, ew di-şê-t, hûn di-şê-n.” Taybetmendiya wê ya serekî ew e ku neyîniya wê ya dema niha jî bi pêşpirtika ”ne-” ye, ne wek lêkerên din bi ”na-” ye: ”ez ne-şêm, tu neşê, ew neşêt, em/hûn/ew neşên”.

 

24 thoughts on “Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê

  1. Gelek spas bo wan agahiyan!
    Li gorî zanîna min bi kurmancî “Ez deh kesî nas dikim.” nayê gotin. Hejmar ji 2-20an bi pirhejmarî tên çemandin. Dîsa jî dibe ku li hindek deran ew jî hebe.
    Tiştekî din heye ku meraq dikim û di nivîsê da tune:
    (Ku) ez ketibim, (ku) min dîtibe hwd. Ev dem li Zaxoyê tê emilandin?
    Yek jî “dema dêbêya qedyayî”:
    Heta ku tu bêyî, ezê çûbim.

    Like

  2. […] Kobankî –  Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê – Husein Muhammed: Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê – Qasimê Xelîlî: Taybetmendiyên kurmanciya Torê – Mehdi Jafarzadeh: Kurmanciya […]

    Like

  3. […] Kobankî – Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê – Husein Muhammed: Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê – Qasimê Xelîlî: Taybetmendiyên kurmanciya Torê – Mehdi Jafarzadeh: Kurmanciya […]

    Like

Leave a reply to Arif Cancel reply