DEVOKA OSMANBEGIYAN (WAN)

Safi (2)

Şafî Muhammed

DEVOKA GUNDÊ GOSNÎ, EŞÎRA OSMANBEGIYAN

Gundê Gosnî (ku jê re Dêm Gosnî jî tê gotin) li ser navçeya Xawesorê (bi tirkî: Gürpınar) ya Wanê ye. Ev gund 8 km ji navçeya Xawesorê dûr e. Li gundên derdora Gosniyê exleb eşîrên Birûkî (bi devoka Serhedî diaxivin) û Ertoşî (bi devoka Hekarî diaxivin) niştecih in, eşîra Osmanbegiyan di navbera wan de bi awayekî îzole maye û kevneşopiya eşîrtiyê jî qels bûye. Li gundê bi kurdiya kurmancî tê axaftin, van salên dawî tesîra tirkî zêde ye. Ji mêj ve li gundê kurd niştecih bûne, lê belê li herêma Nordizê ku gundê Gosnî jî nêzî vê herême ye, sed sal berê niha hejmareke giring a ermenan hebûye.

DENGNASÎ

A: av, ax û di peyvên ”çav, mar, kanî” de wek xwe dimîne.

B: bager, bilind

C: can, cîran

Ç: bi herdu awayên nerm (çav, çem) û req (çend, çar) heye

D: dar, didan

E: ez, em

Ê: êdî

F: fehş, fîstan

G: gund, gul

H: heval

Ḧ (ح): Ḧesen, ḧeft, ḧeram

I: ”Δ gava tê dawiyê dibe ”i” (wî got > ewİ got, vî nanî > vİ nanİ)

Î: îşev, îro

J: jan

K: bi herdu awayên nerm (kêm, ka,) û req (kengê, kîşk)

L: lampe, lazim

M: mast, mange

N: nan, nehe

O: Ev deng di peyvinan de dibe ”u” (goşt > guşt, gotin > gutin)

P: bi her du awayên nerm (“pênc, par”) û req (“pir”)

R: reş, roj lê belê gava di navbera du dengdêran de nayê bilêvkirin an jî nayê sehkirin. (Gore > goe, erê > eê)

S: bi awayê zirav (”ser, sêv”) û hin caran jî yê qelew (”se, sed”)

Ş: şeş, şekir

T: bi her du awayên nerm (”te, tû) û req (têr)

U: tu

Û: bi giştî wek ”-ü-” ya tirkî lê dirêjtir tê gotin (hün, bük, zü, dür)

V: van, ev lê carinan ev deng gava di peyvinan de dibe ”f” (mirov > miruf)

W: we, ew

X: xêr

Xw: Xwedê

Ẍ (Ğ, غ): aẍa, ẍerîb

Y: yêk

Z: zebeş

’ (eyn, ع): ’ewr, ’esman, se’et

CÎNAV

Cînavên kesî yên xwerû:

  • Ez / E (Bo nimûne: E jî têm, E naxwem)
  • Tu / Ti
  • Ew
  • Em
  • Hün (hwîn)
  • Ew

Cînavên kesî yên çemandî/tewandî:

  • Mi
  • Te
  • Ewi
  • Ewê
  • Me
  • We
  • Ewan

Cînava veger wek ”xwe” tê bilêvkirin.

Cînava hevber jî wek ”êkdu” tê bikaranîn. Lê belê gelek caran dengê /k/ nêzî dengê /y/ tê bilêvkirin  an jî qet nayê bilêvkirin. Mînak:

  • Em êydu (êdu) nas dikin.

Hin taybetmendiyên dî yên cînavan wiha ye:

  • Ewi henê got
  • Ewê henê got
  • Ev kitabe baş e.
  • Ev pêlave taze ye.

Ferqa “ev” û “ew” tune ye.

BERHEVDANA RENGDÊRAN

Ji bo berhevdana forma komparatîv a rengdêran paşgira ”-tir” tê bikaranîn. Bo nimûne:

  • Baş > baştir
  • Mezin > mestir

Forma sûperlatîv jî bi wî şiklî tê çêkirin:

  • Ji hemiyan mestir

HOKER

Hokerên giştî wiha tên gotin:

  • Çan/çewan
  • Kengê
  • Çend
  • Kîşk (kîjan)
  • Wehe
  • Hinde (evqas)
  • Ku (çi)
    • Ku’t ke? (tu çi dikî?) 

Hokerên demê:

  • Hingav / Wi çaxi
  • Duhi
  • Şeweq
  • Îro
  • Sibê / Dusibe
  • Îşev
  • Pêr / Betrapêr, Par / Pêrar / Betrapêrar

Hokerên bersivdanê:

  • Erê / Belê
  • Ne / Nexêr
  • Belku

Li vir û li wir:

  • Liye (li vir)
  • Lê an jî li wê (li wir)

DAÇEK 

Di devokê de pêşdaçek pir lawaz in, gelekî kêm tên bikaranîn. Wek pêşdaçek em dikarin behsa ”bo” bikin û paşdaçeka ”da”yê jî aktîf e.

Formên daçekan ên wek ”ji..re, ji…de, ji…ve, di…de, di…re, bi..re, bi..ve” qet nayên bikaranîn.

Pêşdaçeka ”bi”yê di devokê de bi tenê wek ”pê” peyda dibe:

  • Ez pê hespi çûm.

Pêşdaçeka ”ji” wek ”ş” kêm caran tê bikaranîn: Bo nimûne:

  • Xwedê’ş te razî bitin.

Pêşdaçeka ”li” nayê bikaranîn. Mînak:

  • E Wanê me. Anku ”Ez li Wanê me.”

Lê belê gava biker li malê be:

  • E mal da me. Anku ”Ez di mal de me.”
  • Her wiha: Tê da çi heye?

Komdaçeka komîtatîv ”gel” e. Mînak:

  • E gel te me. E gel wi çûm. (Anku: Ez bi te re me. Ez bi wî re çûm.)

GIRÊDEK

Hin girêdek di devokê de wiha tên gotin:

  • Belê / Ema (anku “lê”
  • Çinku
  • Seba ku (anku: ji ber ku)
  • Lewma

Girêdeka /û/yê nayê bikaranîn. Mînak: Ne Ez û tu lê belê Ez tu. 

HEJMAR

Hejmarên sade:

  • 1-9: êk, du, sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh
  • 10-19: Deh, yanzade, danzde, sêzde, çarde, panzde, şanzde, hevde, hejde, nuzde
  • 20-90: Bîst, sih, çil, pênceh, şêst (carinan wek şöst), heftê, heştê, nehwêd 
  • Sed, hizar, milyun

H-ya 7, 8, 70, 70 wek Hesen, H-ya 1000 wek heval.

Hejmarên rêzî bi paşgira “-ê” tên çêkirin. Bo nimûne:

  • Ew bû yê çarê.

Di navbera hejmaran de girêdeka û-yê nayê bikaranîn. Ne “bîst û pênc” lê belê “bîst pênc”.

Hejmar bi vî awayî ditewin:

  • Sala 1996an da ez xwedê dam.
  • 2010an da ez çûm Mêrdînê.
  • Ez seet 5an geheştmê.

ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN

Çemandina navdêrên nêr bi paşgira ”-i” çêdibe, wek:

  • ”nanê Şivani”

Bi awayekî din qet peyda nabe. Bo nimûne bikaranîneke wiha tune ye: nanê Şivên.

Navên mê jî ditewin:

  • pirça Gulîzerê

Paşgira nediyariyê ”-ek” e. Bo nimûne:

  • ”tiştek, sêvek”

Raveka pirhejmariyê ”-ên” e. Bo nimûne ”sêvên min”

Raveka yekhejmariya nêr û mê wek hev e. Herdu jî bi /ek/ê tên çêkirin. Bo nimûne:

  • Mamek min (nêr) an jî
  • Xaletek min. (mê)

Lê belê /k/ya dawiya peyvan gelek caran wek /y/ tê xwendin. Anku Mamey min an jî Xaletey min.

ÇEMANDINA LÊKERAN

Di dema niha de pêşgira berdewamiyê ”t” ye. Bo nimûne:

  • E’t bêjim                             E’t xwem                             E’t çim
  • Tu’t bêji                              Tu’t xwe                              Tu’t çi
  • Ew’t bêjit                            Ew’t xwet                            Ew’t çit
  • Em’t bêjin                           Em’t xwen                          Em’t çin
  • Hün’t bêjin                         Hün’t xwen                         Hün’t çin
  • Ew’t bêjin                           Ew’t xwen                           Ew’t çin

Di dema bê de pêşgira ”bi-” nayê bikaranîn:

  • Ez ê bêjim
  • Tu ê bêji
  • Ew dê bêjit/bêjitin
  • Em ê bêjin
  • Hün ê bêjin
  • Ew dê bêjin

Di dema borî ya sade û dûdar de cudahiyek tune ye lê dema borî ya dûr wiha ye:

  • E çûbîm                              Mi gotibî
  • Tu çûbî                               Te gotibî
  • Ew çûbî                               Ewi gotibî / Ewê gotibî
  • Em çûbîn                            Me gotibî
  • Hün çûbîn                           We gotibî
  • Ew çûbîn                            Ewan gotibî

 Forma raweya şertî:

  • Ez çûbam
  • Tu çûbay
  • Mi xwariba
  • Te xwariba

Lêkera kirinê (rehê dema niha -ke-):

  • E’t kem         E nakem
  • Tu’t ke          Tu nake
  • Ew’t ket        Ew naketin
  • Em’t ken       Em naken
  • Hün’t ken      Hün naken
  • Ew’t ken        Ew naken

Lêkera bûnê:

  • E mal da bîm                      E mal da nebîm
  • Tu mal da bî                       Tu mal da nebî
  • Ew mal da bî                      Ew mal da nebî
  • Em mal da bîn                    Em mal da nebîn
  • Hün mal da bîn                   Hün mal da nebîn              
  • Ew mal da bîn                    Ew mal da nebîn

Her wiha:

  • E birsî me                           E birsî nîn im. 

Lêkera “karîn”ê nayê bikaranîn, şûna wê “şiyan” tê gotin:

  • E’t şêm          Ew’t şêt
  • Ez ê şêm        Ew dê neşêtin
  • Mi şiya          Ewi şiya

Neyînîkirina raweya fermanî bi “ne-” yê ye. Bo nimûne:

  • neke, nêbêje!

Heye û tuneye:

  • Pêlavê mi heye                   Pêlavê mi çunîne.
  • Min du bira hene.               Min xwişk çunîn in.

PEYVNASÎ

Gelek peyvên sereke ji kurmanciya standard cuda ne an jî wateya hin peyvên hevpar ji hev cuda ne. Em nikarin mînaka hemûyan bidin. Li jêr çend mînak hatine rêzkirin:

  • Nêhe / nêhenê: Gava tiştek tê nîşankirin tê bikaranîn. Bo nimûne: Qelema mi ka? Nêhe! an jî Nêhenê zilamê me têtin!
  • Pirç: Şûna peyva porê tê bikaranîn û ferqeke din jî ew e ku zayenda vê peyvê di devokê de mê ye. Bo nimûne: Pirça mi dirêj e.
  • Terr: Anku şil, bo nimûne: Erd terr e. Peyva şil di vê devokê de di wateya tevizînê de tê xebitandin. E hinde rüniştim pêê min şil bîye.
  • Lebê: Gava gazî yekî bikî bi vê peyvê bersiva te dide:
    • Ehmeeed!
    • Lebê!
    • Ka were liye. (vê derê)
  • Berze: Winda
  • Kep: Poz
  • Lalê min: Cem min, ba min
  • Anegürê min: Li gorî min
  • Şibî: Wekî, mîna
  • Taze: Nû

Binêrin herwiha:
– Şehnaz Omerzade:
Devoka şikakiyan (Ûrmiye)
– Zinarê Melê: Kurmanciya Dihokê
– Rêwan Mihemed: 
Devoka xerbî (Qamişlo)
– Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor)
– Mihemed Hemkodî: 
Kurmanciya Celikan (Semsûr)
– Battal Battaloğlu: 
Devokeke Dîlokê/Entabê
– Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)
– Îkram Baban: 
Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: 
Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: 
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

2 thoughts on “DEVOKA OSMANBEGIYAN (WAN)

Leave a comment