DEVOKA XOÇVANÊ (ERDEXAN)

OrucSural

Oruç Sural

Xoçvana ser bi Erdexanê navê wan deşt û newalan e ku Çiyayê Qisir wan dorpêç dike. Tê de bîstûdu gund û hijmarek zozan li kêleka hev rêz dibin. Li aliyê bakur gundên tirkîaxêv ên Çildirê hene. Li rojava bajarê Erdexanê û li herdu aliyên din gundên ser bi Qersê yên kurd û tirk hene. Warekî qedîm, mala çendîn miletan, şahidê pir şer û pevçûnan e Xoçvan. Lewma jî ruh û şopa pir çand û zimanan xwe di nava jiyan û zimanê kurdan de dimêrîne.

Piştî zivistaneke têrzehmet û dirêj Xoçvan kiras diguherîne, bi zozanên xemilî, bi çem û kaniyên avsar dibe havîngeheke bi dilê xwe. Xelkê li deşta Îdirê û li deşta Qaqizmanê bi hejmekarî lê dinêre, dixwaze celebên xwe bişîne çêregehên bilindcî yên Xoçvanê.

Şêniyên her bîstûdu gundên Xoçvanê jî kurd in û bi zaravayê kurmanciya jorîn xeber didin. Cihê gotinê ye ku piraniya nişteciyên devera me li van sedûpêncî-dused salên dawî ji bajarên wek Qerehîs, Qers, Mûş, Amed û Erîvanê ji ber sebebên cihê hatine. Guman tê de nîn e gava her malbat an bavikek hatiye bi xwe re devoka xwe jî aniye.

Ji navên hin gundan û ji bermayên perestgehan diyar dibe ku li vê deverê demekê ermenî jî jiyane. Her wisa di zemanê desthilatiya ûrisan a çil salî de malekanên bi eslê xwe ûris jî li Xoçvanê û di nava bajarên Qersê û Erdexanê de mane. Hin peyvên ûriskî û ermenîkî yên hê îro jî di devoka Xoçvanê de karîger in wiha ne:

  • kanfêt (ûriskî): şekir
  • pîşke (Spîçka – ûriskî): neft, kibrît, heste
  • kaçke/kaşke (taçka – ûriskî): erebeya hespan, Firxûn.
  • zabot – (ûriskî): mandire
  • îstikan, îskan (ûriskî): glas, piyale
  • kartol (ûriskî): pitat, petat
  • axçik (ermenîkî): keçik
  • tixa (ermenîkî): kurik
  • çilbaxe (ermenîkî): tazî, pêxwas.

Li derdora Xoçvanê xêncî kurdan tat, terekeme û azeriyên tirkîaxêv dijîn û bicihbûna wan a li van deran jî li çend sedsalên vê paşiyê, wek encama şerê Ûrisya û Osmaniyan qewimiye.

Ji zimanê tirkî çendek peyv ji berê de derbas bûbûn nava devoka me:

  • Qanaxlî: Ji kadınakıllı- kadın başına
  • qarnaqisî (wek peyveke lome û gazincê): Ji karın ağrısı
  • qêmîş kirin: ji kıymak
  • dîrgan (alaveke çandiniyê): ji dirgen
  • qirpandin: Ji kırpmak: Ew çavên xwe li hev diqirpînin.
  • qerqaş (Ji bo gwînê/rengê rûyê mirovan û rengê heywanan): ji karakaş
  • qer: ji kara: Mîha qer
  • Sewkî: Ji seki, Yal(xureka kûçikan): Ji yal. Heya bîst – sîh sal berî niha li Xoçvanê bi tenê bi kurdî dihat xeberdan. Piştî bikaranîna alavên ragîhandinê (tv, telefon, înternet) û zêdebûna hatin û çûyîna bajarên tirkîaxêv tirkî bûye zimanê diduyan a şêniyê gundên Xoçvanê.

CÎNAV   

Li Xoçvanê cînavên kesî yên xwerû/netewiyayî bi van awayan bi kar tên:

  • yekjimarî: ez, tu, ew
  • pirjimarî: em, wûn/hûn ew/ewana.

Di bilêvkirina dengdara pêşîn a kesê duduyan a pirjimar de dengekî sivik ji qirikê derdikeve lê dawiya dengî bi livandina herdu lêvan tê. Deng bi “h”yê dest pê dike lê bi “w”yê diqede. Wek “hwûn”.

“Ewana” bêtir wek cînavê kesê sêyem ê pirjimar ê tewandî tê şixulandin. Lê hindik caran di dewsa cînavê xwerû/sade (ew) de jî tê şixulandin.

Cînavên kesî yên tewandî:

  • yekjimarî: Min/mi, te, wî/wê
  • pirjimarî: me, we, wan/wana/ewana.

Ji van hersê cînavên kesê sisêyan ên pirjimar zêdetir awayê “wana” tê gotin. “Wana bêdera xu lêxistiye.”

Cînavê vegerê bi awayê “xu” ye:

  • “Ez zeviya xu av didim.”

Min li devera Îdirê forma “xin” jî bihîstiye:

  • Zarê xin hilde bibe.

Du awayên cînavê hevber bi kar tên:

  • hev, hevdu.

Forma serdest “hevdu” ye:

  • Ewana hevdu ra çûn cota. (Ew bi hev re çûn cotî.)

Li Xoçvanê cînavên nîşandanê wiha ne:

Xwerû:

  • seba kes an tiştên nêzîk ên yekjimar: ev
  • seba ya/yê dûr: ew

Tewandî:

  • seba kes an tiştên nêzîk ên yekjimar: vî (nêr), vê (mê)

Seba yên pirjimar:

  • nêzîk: van/vana/evana
  • yên dûr: wan/wana/ewana

RENGDÊR

Ji bo berhevdana/hevrûkirina rengdêran him paşgira “tir”, him hokera “bêtir”, him jî “daha”ya ji tirkî bi kar tên.

Seba forma superlatîv zêdetir hokera “lap” tê bikaranîn:

  • Loda mala meta min lap bilind e.

Hindik caran formên “tewrî” û “ji gişkan …tir” jî karîger in.

HOKER

Li Xoçvanê hokerên pirsiyar ev in:

  • Çito/çawa
  • çi
  • kîçax/çi wext (kengî)
  • nika/naha
  • çiqas/çiqasî
  • çend
  • ku/kîder/kîderê/kuderê
  • kîjan.

Hokerên raveker:

  • viqas/wiqas/ewqas
  • wiha/ewha, usa/wisa. L

Li çend gundên dora Xoçvanê (Çataxa Mezin, Çataxa Biçûk) li şûna “çito/çawa” “çer”, li şûna “usa/wisa” jî “wer” bi kar tê.

Seba diyarkirina hêl an aliyan:

  • jor, jêr
  • rast, çep
  • qame/berjor, berjêr, alî.

Di devoka me de hokereke pirsiyar heye ku ez hê di devokeke din de lê rast nehatime: “êk”:

  • Tu êk nayê mal? (Tu ji ber çi/çira nayê malê?)

Di devoka Xoçvanê de herdu hokerên kesî yên pirsiyar (kî û kê) hema wekî cînavên xwerû û tewandî kar dikin. Çawa di demên borî yên bi lêkerên gerguhêz de cînavên tewandî bi kar tên her wisa di hevokên pirsiyar ên di demên borî yên bi lêkerên gerguhêz de forma “kê” bi kar tê:

  • Kê hevrînga me sûtandiye (tûj kiriye)?
  • Kê hirî şe kir?
  • Kê kî biriye? (Li vir “kê” kirde ye û tewandî ye, “kî” jî bireser e û xwerû/netewandî ye.)

Ger lêker negerguhêz be:

  • Kî raketiye?
  • Kî çûne?

Her wisa di demên niha û bê de jî “kî” bi kar tê:

  • Kî pêz av dide?
  • Kî yê here/herin Erdexanê?

Hokerên demê ev in:

  • Do, pêr, betirpêr, îro, sibe/sibê,dusibe/dusibê, sêsibê
  • îsal, par, pêrar, betirpêrar.

Heq e ez qalê bikim ku “sibe” di devoka me de bi maneya “spêde/şefaqê” bi kar tê. “Sibê” jî seba roja dîtir a îro tê gotin.

Ji bo bervekirina/nîşandana cihekî em dibêjin “vê derê” (cihên nêzîk) û “wê derê” (cihên dûr). Ji bo gazîkirinê “vira”, “wira” bi kar tên. (Wûn werin vira, em herin wira.) Seba bersîvdayînê ji “belê” zêdetir “erê” tê gotin.

DAÇEK

Wekî piraniya devokên serhedî, di devoka me de jî pêşdaçek pir caran nayên bilêvkirin an jî – ger peyv bi dengdêrekî ve biqede – bi nav an cînavan ve dikelijin:

  • Tu’b kê ra hatî? Gulê’j kuderê tê?
  • Lezgî’j Xarziyanê tê.

Lê forma giştî bê pêşdaçek e:

  • Qîzê, rêya yeylê ra here!
  • Wî gundî da şîn heye.

Lê belê “li” him – wek “in”a îngîlîzî – di şûna “di” de, him wek erka xwe ya di devokên din ên kurmancî de, wek “on”a îngîlîzî ji bo rewşa mekan û tiştên ne girtî, him ji bo nîşandana ber an aliyekî (Li wê malê, li harosê) tê şixulandin:

  • Li meregê da (tê de)
  • Mirîşk li ser tarê ye. (Li, li ser)
  • Li wê malê, li harosê (ber bi malê ve)

Gava “li” bi cînavê (wî/wê) ve dikelije û forma “lê” li xwe digire, her wisa dikeve dewsa “jê” ya komdaçeka “jê…re”:

  • Lê ra bêje! (jê re bibêje, bibêje wê/wî)

Daçeka “bi” xêncî forma “pê” bi kar nayê:

  • Heqî wî ra çû. (Heqî bi wî re çû. Heqî li gel wî çû.)

Ger cînav neyê gotin:

  • Heqî pê ra çû.

Li dewsa komdaçekên “li gel”/di gel” di devoka me de “tev/teva” hene:

  • Em teva hev derketin zozanan.

Paşdaçekên devoka me wiha ne: “da, ra, va”:

  • Şîr ser ra çû.
  • Zînê hespê da bigire.

GIRÊDEK

Girêdekên devoka me:

  • çunkî
  • loma/lewma
  • seba (Li Xoçvanê dewsa “ji bo” “seba” tê bikaranîn(.

HIJMAR

Hijmarên 1 heta 9 wiha ne:

  • yek, dudu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, ne/neh

Ji 10 heta 90:

  • de/deh, bîst, sî, çel, pênce, şêst, heftê, heyştê, nod

Hijmara 1000 “hezar” e.

Ji aliyê dengnasî ve dengê “h”ya di hijmaran de (heftê, heyştê, hezar) wek “h”ya “Hesen” e û deng ji xirtanokê derdikeve.

Di kurmaciya Xoçvanê de hijmarên rêzî ji bilî  1ê bi paşgira “an” çêdibin: Xaniyê duduyan, golika çaran, qûça hijdeyan. Her çi 1 e ew jî bi “î”yê çêdibe: Cahniya min beziya, bû ya yekî.

TEWANDINA NAVDÊRAN

Tewandina navdêrên nêr bi cihguherandina dengên “a/e”yê bi “ê”yê ve çêdibe:

  • Şemirxên naxir ajotiye nav zeviya me. (Şemirxên < Şemirxan)
  • Bizin derketiye ser xênî. (xênî < xanî)

Paşgira nediyariyê “ek” e:

  • kulmek ava sar
  • cotek nogin.

Di ravekên navdêrên pirhijmar de em veqetandeka “ên” bi kar tînin:

  • guharên zîv
  • lêçekên dorbimorî.

Di ravekên navdêrên nebinavkirî be em ji bo yekhijmariya raveberan veqetandekên “ekî” (ji bo navdêrên nêrza) û “eke” (ji bo navdêrên mêza) bi kar tînin:

  • xwarziyekî Mala Cino. (xwarzî = nêr)
  • hîveke ronî (hîv = mê)
  • şiveke ter (şiv = mê)

Ji bo yekhijmariya raveker jî “ekî” (navdêrên nêrza) û “ekê” tên gotin:

  • malên gundekî (gund = nêr)
  • kaniyên newalekê (newal = mê)

TEWANDINA LÊKERAN

Li devera me seba lêkeran pêşgira berdewamiyê “di” ye:

  • Ez diherim. Ew dixwaze

Di lêkerên bipêşlêker re ew pêşgir dibe navgir:

  • Meta Dilşa ra-di-be.
  • Em ra-di-kevin.

Paşgirên kesî di lêkeran de wiha ne:

  • (ez) …im, (tu) …î, (ew …e (yekhijmar), em/hûn/ew … in (pirhijmar):
    • Ez dixw-im, tu dixw-î, ew dixw-e.
    • Em dixw-in, wûn/hûn dixw-in, ew dixw-in.

Di demên bê de “bi”ya pêşgir tê pêşiya lêkerê.

  • Ew ê we bibin.
  • Zarok ê bilîzin.

Di devoka me de raweya bilanî bi alîkariya “bira”(bila), raweya daxwazî bi alîkariya “xaziya/xwaziya” (xwezî) çêdibe:

  • Lê re bêje bira bê.
  • Xaziya/xazila ez neçûbûma.
  • Xazî me nelîstibûya.

Raweya şertanî/hekanî bi “eger”ê çêdibe:

  • Eger dikî biçî, xeberê bide min.

Di raweya fermanî ya neyînî de herdu pêşpirtikên “ne” û “me” li kar in:

  • Usa neke/Usa meke!
  • Bi wê re neleyîze/meleyîze!

Em seba dijwateya “heye”, “hene”, peyvên “tune”, “tune ne” bi kar tînin.

Du formên neyîniya danasînê hene:

  • Ew ne rêncber e.
  • Ew rêncber nîn e.

Tewandina lêkerên “bûn”, “dayîn” û “kirin”ê di dema niha de wiha ne:

  • Ez dibim siwar.
  • Ez nîn didim golikvanan.
  • Ez kar dikim.

Lêkera alîkariyê “karîn” e:

  • Ew dikarin bixwînin.

Lêkera “çûn” di devoka me de bi tenê demên borî de heye:

  • Ew çûbûn bajêr.
  • Ew ê biçûna zabotê.

Di demên niha û bê de “herîn” tê bikaranîn:

  • Ew diherin mektebê.
  • Ez ê herim cem apê xwe.
  • Ez narim.

Lêkera “hatin” wiha ditewe:

  • Ez têm.
  • Ew ê bên.
  • Xortên wî gundî nayên.
  • Ez nayêm.

HERDU FORMÊN DEMA BÊ DI DEVOKA XOÇVANÊ DE

Di kurmaciya Xoçvanê û gelek devokên serhedî de ji bo diyarkirina demên bê du form hene û ev herdu form ne bi eynî maneyê bi kar tên. Yek jê bi “ê/yê/wê”, ya din jî bi bikaranîna lêkera alîkar “kirin”ê tê himatê.

Ji bo têgihîştineke rast hevrûkirina bi herdu formên îngîlîzî (siberoja bi amraza “will”, û bi kompeyva “be going to”) ve ji me re dibe alîkar.

Di forma pêşîn de “ê/yê/wê” tê pêşiya lêkerê:

  • Ez ê herim Çildirê.

Di vê formê de kirde (ez) niyeta xwe, daxwaza xwe derdibe, lê bicihatina wê niyetê ne diyar e. Eynî mîna hevoka îngîlîzî:

  • I will go to Çildir.

Lê di forma bi “kirin”ê de bibiryarî, daxwazeke mitleq, planeke bicihatina wê misoger heye:

  • Ez dikim vî darî jêkim.
  • Ew dike lûsên xwe bar ke.

Wek bibiryariya di hevoka îngîlîza de: She is going to buy a newspaper.

DENGNASÎ

Devoka Xoçvanê di hin peyvan de nimûneyên cihê nîşan dide.

  • “A”ya di “jan”, panî” “dan” de di devoka Xoçvanê de qulibiye bûye “eh”:
    • Jan (jehn), panî (pehnî), dan (dehn):
      Jehnek ketiye serê mi/min.
      Pê li pehniya mi neke.
  • Dengdêra “a” ya di”çav” û “mar”, de mîna “e/eh” tê bilêvkirin:
    • Çevê/çehvê min. Mehrekî dirêj.
  • Dikare were gotin devoka Xoçvanê ji dengê “w” “hez nake”. Pir nav hene ev deng jê hatiye avêtin: Kew bûye “karîtk”, kwarik bûye “karî”, kîwroşk bûye “kîvroşk/kergu”, xwarin bûye “xarin”, ciwanmêr bûye “camêr”.
  • Komdengê “xw” betal bûye. Dewsa xwe “xu”, ji bo xwezî “xazil”, xwê “xoy”, xweş “xaş”, xwîşk “xûşk” tên gotin.
  • Dengê “h”ya tê dawiya navdêran pir caran dikeve:
    • sîh-sî, mîh-mî, rîh-rî, şeh-şe, meh-me, deh-de, neh-ne.
    • Hijmarên 11 heta 19an ji hin devokên din cudatir tên bilêvkirin: Yanzde, donzde, sêzde, çarde, panzde, şanzde, hivde, hijde, nozde. (Bala xwe bidin hebûna dengê N di van hejmaran de.)
  • Hin deng an jî piraniya dengên hin lêkeran guherîne:
    • Hurşandin-hilweşandin, rijandin/rijîn-weşandin/weşîn.

PEYVNASÎ

Hin peyvên bi wateyên xwe ji devokên din ên kurmancî cuda hene.

Cara pêşîn bi vê mecalê dixwazim qala lêkera “mêrandin”ê bikim. “Mêrandin” bi cihguhartina dengê “n” bo “m”yê ji lêkera “nêrandin”ê tê. Rayeka vê lêkerê “nêr-în” e. Ev lêker rasterast di dewsa “nîşandan/şanîdan” û “xuya kirin”ê de tê bikaranîn. Ev hevok îro jî di xeberdanên rojane yên Xoçvaniyan de tên bihîstin:

  • Televîzyon Erdexanê dimêrîne.
  • Televîzyon maçê dimêrîne.
  • Rebî, tu wê êşê li me nemêrînî!
  • Lêkera “qefilîn” li Xoçvanê bi maneya sermagirtinê ye. Bi mantiqekî rast ew ji cemidînê/cemidandinê hatiye cihê kirin. Cemidîn ji cemedê tê û asta lap bilind a qefilînê îfade dike. Gava yek bibêje, “ez cemidîme”, tê fêm kirin ew kes pir zêde qefiliye.
  • Lêkera “kutandin” dewsa “lêdan”ê bi kar tê. Cîbicî bi maneya pêwendiya cinsî jî wek xeber/dijûn jî bi kar tê. Li hin devokên din ev lêker bi tenê bi maneya dijûnê tê gotin.
  • “Heşirî bûn” lêkereke xweserî Xoçvanê ye:
    • Ez heşirî bûm. (Ez ji hiş ketim. Ez gêj bûm.)
  • Lêkera “tel dan” bi maneya “daf dan, dehf dan, pal lê dan, han dan”ê ye:
    • Firxûnê telde.
  • Lêkera “tewişîn” ji bo hulkimîna ajalan bi kar tê:
    • Kûçik ditewişe.
  • “Kaw” bi maneya bedew, ciwan, xweşik tê gotin:
    • Çi berxekî kaw e.
  • “Hijmekarî” bi maneya “bi heyranî” tê gotin.
    • Usa bi hijmekarî lê mêze kirin.

Çend peyvên din ên di devokên din de nahên bihîstin:

  • “Lend” ji bo bistanên çêlekan.
  • “Haros” ji bo eraziyên berê zevî bûn lê êdî nayên çandin.
  • “Pirtî” di dewsa “caw” de,
  • “sanke” (dibe ji ûriskî ketibe devoka me) seba “xizang”ê tê gotin.
  • “Mêreg” (kadîn)
  • “aşxane” (midbex)
  • “quşxane” (beroş)
  • “çaynîg” (çaydank)
  • “bardan” (telîsê mezin).

Dikarim bibêjim devoka Xoçvanê li ser sêla devokên serhedî pijiyaye, bi hevnasîna gelek devokên din tamxweş bûye û jê xweşawazek peyda bûye. Usa lê hatiye ku bikarhênerên vê devokê peyvên xwe bê ku tu dengên wan daqurtînin an biqetînin hema wek halê xwe yê temam û lib lib bi lêv dikin. Xeberdaneke zelal heye, axaftvan pir ji xwe bawer e ku wê merema wî/wê were fêmkirin. Têgihîştineke temam heye, guhdar tevahiya peyvan tene tene dibihîse. Çawa ku mirov bi çavê roya li asîmanê çîk sayî hevûdu dibîne, usa jî ji xeberdana hevûdu fêm dike.

Min di zarokatiya xwe de piraniya çîrok û destaneyên kurdan bi varyantên cuda guhdar kirine. Zargotin, zûgotin, metelok, dengbêjî hebû. Kilamên şîn û şahiyan reng dida jiyana Xoçvaniyan. Çi heyf e ku asîmîlasyon îro li Xoçvanê, li deverên din ên Erdexanê û li warên kurmancîaxêv ên Qersê bi bayê re dibeze.

Binêrin herwiha:
– Amed Çeko Jiyan:
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Miradxan ŞemzînîDevoka Şemzînî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

14 thoughts on “DEVOKA XOÇVANÊ (ERDEXAN)

  1. […] Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê – Sadiq Der Goyî: Devoka Goyan – Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan) – Amed Çeko Jiyan: Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt) – Fatih Aydin: Devoka Semsûrê – […]

    Like

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s