Amed Çeko Jiyan
amedcj@gmail.com
www.amedcekojiyan.com
NAVÊ DEVOKÊ YAN DEVERÊ
- Gurdilan / Xerzan (Sêrt, Bakurê Kurdistanê)
NASANDINA DEVERÊ Û DEVOKÊ BI KURTÎ
Devera Gurdilan ji gundên li ser çiyayê Gurdilan pêk tê û dikeve nav herêma Xerzan. Em dikarin bêjin ku devoka devera Gurdilan devoka Xerzan e. Gundê Misircê yê li biniya çiyayê Gurdilan di sala 1938an de bûye navçe û navê wê danîne Kurtalan ku ev nav ji “Gurdilan” tê. Îhtîmal e ku navê Gurdilan ji “Corduene”yê tê. Li aliyê din yê çiyayê Gurdilan, li ciyê ku çemê Dîcleyê û çemê Botan lê digihîjin hev, bajarekî kevn ku tê de şopên Romayê hene heye ku birc û sûrên wê wekî yên Amedê hê jî li ser piyan in. Mixabin ev bajarê kevn wekî bajarê Heskîfê di bin ava bendana Ilisuyê de maye.
Demekê li deverê gundên filehan (ermenî û suryanî) hebûne, lê niha fileh hîç nemane. Li derdorê xirbeyên dêran hene.
Devera Gurdilan di navbera Botan, Xerzan, Torê û Sêrtê de ye ku li van deveran devokên botî, torî, xerzî û zimanê erebî (li Sêrtê) tên axaftin. Li gel ku niştecihên navçeya Misircê bi piranî ji gundên Gurdilan û Xerzan in, koçer û gelek kesên ji gundên Botan û Torê û bajarê Sêrtê li vî navçeyî bicî bûne. Heta salên 1980î li deverê gelek kurdên êzdî jî hebûn lê niha tenê li gundê Hemdûna û li çend gundên bi fermî di nav sînorê Bişêriyê de ne çend kes mane. Her wisa li vî navçeyî kurdên dimilî/zaza jî hene ku piştî şerê Sasonê sirgûnî Enedolê, derdora Kutahya û Balikesîrê bûne û paşê dewleta tirk li Misircê ji wan re taxek ava kiriye û ew li wirê bi cî kirine. Hêjayî gotinê ye ku wan malbatên dimilîaxêv zarokên xwe bi dimilî û tirkiya Enedola Navîn mezin kirine.
Li Misircê devokên botî, torî, xerzî û zaravayê dimilî (zazakî) û gelekî kêm zimanê erebî tê axaftin.
Devera Gurdilan ku di navbera herêma Torê û bajarê Sêrtê de dimîne, ji bo bazirganên dims û pîvazan her bûye ciyekî bîhnvedanê.
Devokên Botan û Torê gelekî kêm tesîr li devokê kirine. Li deverê her malbatek bi devok/zarava/zimanê xwe dipeyive/dipeyivî. Wekî mînak, li taxa me ku piranî gurdilî bûn, xerzî jî, torî jî, dimilî jî û ereb jî hebûn lê ji ber ku niştecihên niha ne ji zû ve ye li Misircê dijîn (ji ber ku Misirc bi xwe bajarekî nû ye), tesîra wan li hev pir nebûye. Lê di salên dawiyê de tesîra tirkî gelekî berbiçav e.
CÎNAV
- Cînavên kesî yên xwerû:
- Ez/E, Tû, Ew, Em, Ûn, Ew
- “E” jî wekî cînavka “Ez”ê tê bikaranîn: E nayêm= Ez nayêm.
- Li şûna “Hûn”ê, “Ûn” tê bikaranîn: Ûn ê werin?
- “u”ya “tu”yê wekî “û” tê gotin.
- Cînavên kesî yên çemandî/tewandî:
- Min/Mi, Te, Wê/WÎ, Wî, Me, We, Wan/Wa
- “Mi” jî wekî cînavka “Min”ê û “Wa” jî wekî cînavka “Wan”ê tê bikaranîn.
- Cînavê veger ”xwe” her wekî “xwe” tê gotin.
- Cînavê beramber “hev” (hevdû, hevûdû) ye:
- Em hev/hevdû/hevûdû nas dikin
- Taybetmendiyên din yên cînavan:
- Li herêmê cînav li gorî herêmên din cuda tên tewandin/bikaranîn.
- Her wekî:
Min ya te dît. = Min tu dîtî.
Ez ya wî dibînim. = Ez wî dibînim.
Te do ya min dît? = Te duhî ez dîtim?
Min ya wan anî malê. = Min ew anîn malê.
Ya wî dibînî? = Wî dibînî?
Ya wî bîne hundir. = Wî bîne hundir.
BERHEVDANA RENGDÊRAN
- Gelo bo berhevdana forma komparatîv paşgira ”-tir” e:
- mezintir
- Li gel “mezintir” “êdî mezin” jî tê bikaranîn.
- Gelo bo forma sûperlatîv bi gotina ”ji tevî” tê gotin:
-
- ji tevî mestir
- ji ber tesîra tirkî herwiha peyva ”en” jî tê bikaranîn:
- en mezin
-
- (li ciyê mezintir, mestir tê bikaranîn lê li ciyê “mezin” “mes” nayê bikaranîn.)
HOKER
- Hokerên giştî:
- çawa, kengê, çiqas/çiqa/çend
- wisa (bi vî awayî=bi wî awayê), ewqas/ewqa
- Hokerên demê:
- do, îro, sibê, dusiba, şeveqê, îşev, pêr/do na pêr, betirpêr, îsal, par, pêrar/par na pêrar, betirpêrar
- Hinek hokerên din
- erê/e/belê/libê, na, belkî
- vêga, wêga (Vê gavê, wê gavê)
Vêga: Tu bêje, ez ê vêga çêkim.
Wêga: Wî got, min wêga çêkir.
DAÇEK
- Gelo pêşdaçekên bingehîn:
- bi, ji bo (“bo” bêyî “ji” nayê bikaranîn), di, ji, li
- Gelo paşdaçekên bingehîn:
- de, re, ve
- Gelo devok cudahiyeke diyar di navbera “li” û ”di … de” de heye:
- Li malê, li derve, li ser xênî
- di berîka min de, di destê min de, di xaniyê me de
- Komdaçeka komîtatîv “pê re” ye (”li gel” û ”di gel” nayên bikaranîn)
GIRÊDEK
- Ev girêdekên bingehîn yên vê devokê:
- lê
- çimkî, ji ber ku
- loma
HEJMAR
- Hejmarên sade
- Yek, dido, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh
- “Dido” û “sisê” tenê di dema hejmartinê de wisa ne, di nav hevokê de dibin “dû” û “sê”:
- Em dû kes bûn, ew sê kes bûn.
- Hejmarên 11-19:
- Yazde, duwazde, sêzde, çarde, pazde, şazde, hivde (wekî Hesen), hijde (wekî “Hesen”) nozde
- Hejmarên 10, 20, 30 – 90:
- Deh, bîst, sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, not
- 1000: hezar
- H-ya di peyvên 7, 8, 70 û 80 wekî “Hesen” lê 1000 wekî “heval” e.
- Hejmarên rêzî
- Di çêkirina hejmarên rêzî de li gel hejmara “yek” paşgira “-ê” û bi hejmarên din re paşgira “-a” tên bikaranîn:
Ew di nav hevalê(n) xwe de bû ê yekê.
Ew di nav teva de bû yê çara.
Ew diçe sinifa pênca.
- Di çêkirina hejmarên rêzî de li gel hejmara “yek” paşgira “-ê” û bi hejmarên din re paşgira “-a” tên bikaranîn:
ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN
- Navdêrên nêr nayên tewandin. Bo nimûne:
- mala Serdar (ne ”mala Serdêr” yan ”mala Serdarî”)
- Tenê hin kesên temenê wan di ser 70 salî re “xanî” wekî “xênî” ditewînin.
- Nifşên nû navdêrên mê jî natewînin, bi taybetî eger navên kesan bin:
- mala Emîne (mala Emîneyê)
- Paşgira nediyariyê ”-ek” e: Wekî:
- tiştek, sêvek
- “-n” ji raveka pirhejmariyê “-ên” bi temamî ketiye:
- sêvê min: Sê sêvê min hene.
- Her wisa li şûna “Wan sêvan bîne” dibêjin “Wa sêva bîne.”
- Raveka yekhejmariya nediyar ya nêr ”-ekê” û ya mê jî jî ”-eka” ye:
- Hevalekê min hat. (Ew heval mêr e.)
- Hevaleka min got. (Ew heval jin e.)
ÇEMANDINA LÊKERAN
- Pêşgira berdewamiyê ”di-” ye:
- Ez dibêjim.
- Pêşgira dema bêt (dema were, future) piştî konsonantan “ê” û lî dûv vokalan ”yê” ye. Nadiren ”tê” jî tê bikaranîn:
- Ez ê bêjim. Tu yê bêjî. Ew ê bêje. Em ê bêjin. Ûn ê bêjin.
- Ez tê bêjim.
- Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) de:
- ez dibêjim, tu dibêjî, ew dibêje, em dibêjin, hûn dibêjin, ew dibêjin
- Dema bêt bi pêşgira ”bi-“ tê bikaranîn:
- Ez ê sêvekê bixwim
- Lê di ev “bi-“ ji ”bibêjim” û formên din yên kesî ketiye û tenê wek “ez ê bêjim, tu yê bêjî” û hwd. maye.
- Ev formên raweya subjunktîv (şertanî, bilanî û hwd.):
- Ez bixwim.
- Min ê xwariba.
- Min xwariba.
- Min ê xwaribûya.
- Min xwaribûya.
- Gelo neyînîkirina raweya fermanî bi pêşgira “ne-” ye:
- neke, nebêje!
- Lêkera ”bûn” wek forma standard tê gotin (wekî hin deverên din ne bi awayê ”bîn” yan ”bün/bwîn” e.)
- Dijwateya ”heye, hene” gelo ”tine, tine ne/tine ye”
- Dijwateya ”ew kurd e, ew kurd in” bi awayê ”ew ne kurd e, ew ne kurd in” e (ne bi awayê”ew kurd nîne/nine/niye, ew kurd nînin/ninin” e)
- Lêkerên ”birin, dan/dayîn, kirin” di dema niha de wiha diçemin:
- ez dibim, didim, dikim” diçemin (ne wek hin devokên din bi awayê ”dibem, didem, dikem”)
- Gelo lêkera alîkariyê ”karîn” e (ne wek hin deverên din ”şiyan” yan jî ”şi kirin” e):
- Ez dikarim, tu dikarî, ew dikare, em/ûn/ew dikarin
- Lêkera ”çûn” di dema niha de wiha diçeme:
- Ez diçim. (ne ”ez derim/terim”)
- Ez naçim. (ne “ez narim”)
- Lêkera “hatin” di dema niha de wiha diçeme:
Ez têm.
Ez nayêm.
ERGATÎVÎ:
- Ergatîvî bi forma xwe ya klasîk di vê devokê de nemaye. Di demên borî de hem biker (subje) û hem jî berkar (obje) ditewe. Lêker jî bêyî paşgira kesî ye. Bo nimûne:
Dema niha | dema borî ya sade |
Ez ya te dibînim. (Ez te dibînim.) | Min ya te dît. (Min tu ditî.) |
Tu ya min dibînî. (Tu min dibînî.) | Te ya min dît. (Te ez dîtim.) |
Ez ya we dibînim. (Ez we dibînim.) | Min ya we dît. (Min hûn dîtin.) |
Tu ya me dibînî. (Tu me dibînî.) | Te ya me dît. (Te ez dîtim.) |
Hûn ya min dibînin. (Hûn min dibînin.) | We ya min dît. (We ez dîtim.) |
DENGNASÎ
- Komdengê ”xwe-” her wekî ”xwe” tê gotin (nabe “xe-, xa-, xo-“ û hwd.):
- xwe, xweş, Xwedê
- Komdengê ”xwa-” jî dîsa wek ”xwa-” dimîne (nabe bo nimûne ”xa-”):
- xwarin, pêxwas
- H-ya peyvên ”heft, heşt, hivde, hijde” wek ya di peyva H-ya di navê ”Hesen” de ye lê H-ya ”hirç, hezar” wek peyva di peyva ”heval” de ye
- Dengê A di peyvên wek ”çav, mar, kanî” de carinan dibe E’ yan EH:
- çe’v me’r, k’enî
- çehv, mehr, kehnî
- H-ya dawiya navên hejmarên 11-19 nayê gotin:
- yazde, duwazde, sêzde… (ne ”yazdeh, duwazdeh, sêzdeh…)
- Komdengên ”-iw-” di peyva ”ciwan” de tê parastin lê di peyva ”ciwa(n)mêr” de dibe ”camêr” û carinan jî ”cuhamêr”.
PEYVNASÎ
- “Bacî” li şûna peyva “stran”ê tê bikaranîn:
- Di CDya (sîdî-ya) Şivan Perwer de pênc bacî hene.
REWŞA NIHA YA DEVOKÊ
- Rewşa niha ya devokê gelekî kambax e. Kesên temenê wan ji 20 salî biçûktir kurdî ew çend kêm dizanin ku nikarin derdê xwe -bi alîkariya peyvên tirkî be jî- bi kurdî bêjin. Kesên temenê wan ji 30 salî biçûktir hem zayenda navdêran hem jî cînavkên “ez/min”, “tu/te” “ew/wî”, “em/me”, “ûn/we”, “ew/wan” tevlihev dikin. Her wisa êdî kesên temenê wan li dora 50-60 salî jî di nav de, di axaftinên jiyana rojane de gelek peyvên tirkî (ji %40î ne kêmtir) bi kar tînin. Her wisa biwêj û gotinên pêşiyan jî yên ku di axaftinan de tên gotin, bi piranî bi tirkî ne.
- Berhemên zargotinê yan berhemên din yên bi wê devokî nivîsandî:
Di helbestên Abdullah Celan de ku hewl dide bi “kurdiya standard” binivîse, bandora devoka deverê diyar dibe. (https://www.youtube.com/watch?v=Z76b_K-9g_I )
Her wisa, di gelek stranên li ser şer û qewimînên herêmê tên gotin de (yên wekî Filîtê Quto) bandora devoka deverê heye.
Malpera Zimannas li ser belavkirina rêzenivîsên derbarê devokên kurmancî berdewam e.
Binêrin herwiha:
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: Kurmanciya herêma Agirî
– Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînî
– Îsmaîl Taha Şahîn: Devokan hacan ji ertoşiyan
– Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein Muhammed: Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
– Qasimê Xelîlî: Taybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi Jafarzadeh: Kurmanciya Deregezê
[…] herwiha: – Amed Çeko Jiyan: Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt) – Fatih Aydin: Devoka Semsûrê – Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînan – Orhan […]
LikeLike
[…] herwiha: – Amed Çeko Jiyan: Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt) – Fatih Aydin: Devoka Semsûrê – Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînan – Orhan […]
LikeLike
[…] herwiha: – Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan) – Amed Çeko Jiyan: Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt) – Fatih Aydin: Devoka Semsûrê – Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînan – Orhan […]
LikeLike
[…] Sadiq Der Goyî: Devoka Goyan – Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan) – Amed Çeko Jiyan: Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt) – Fatih Aydin: Devoka Semsûrê – Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînan – Orhan […]