Amadekar: Husein Muhammed
Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammed ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî û li bin L î wateya L-ya qelew dide.
R, r
ra I ra, rey, helwest, nerîn, boçûn, dîtin, qenaet, bawerî
ra II rê, rêk, cihê diyarkirî û edilandî bo pê ve çûnê, tê re meşînê
ra III reh, demar, rih
raber rêber, rênîşander; peyamber, nameber, mesajber, namegihîn; balyoz, qasid, şandî, şande
raberî rêberî, rêberîtî, rêbertî, rênîşandan; peyamberî; qasidî
rabiwardin raborandin, borandin, derbas kirin, derbaz kirin
rabînîn payîn, pan, pêşbînî kirin, bendewar bûn, çavlirê kirin, çaverê kirin, texmîn kirin
raburdin borîn, raborîn, buhartin, derbas bûn, buhurîn, rabuhurîn, derbaz bûn
raburdû borî, çûyî, raborî: salî rabirdû sala borî, sala çûyî
race gulte, çelak, gilç, darê dirêj û stûr yê ku tiştek lê hatiye spartin/paldan
raçenandin, raçilekandin bizdandin, behecandin, veciniqandin, varqilandin, ceniqandin, ciniqandin
raçenîn, raçilekan, raçilekîn bizdîn, behecîn, veciniqîn, varqilîn
radan 1. vemalîn, ramalîn, vedan, dan aliyekî, dûr xistin 2. dirrandin, çirrandin, perritandin
radar I radar, çavdêrk, cihazê ku mirovan ji nêzîkbûna talûkeyan agadar dike
radar II zêrevan, çavdêr
radar III rader, forma netewandî/ferhengî ya lêkeran
radaştin vekêşan, rakêşan, jêk birin, ji hev dûr xistin, dirêj kirin
rade rade, pile, derece, qiyas, qas
radû nan dan pey, li pey çûn (bo girtina wê/wî)
radû kewtin / xistin pê re revîn (keç û kurrên ku dixwazin bi hev re birevin daku bibin jinûmêrên hev)
radyo radyo
raengawtin daliqandin, hilawîstin, bi darê/dîwar bûn (ji herdu seran ve)
rageş bêhnteng, esebî, hêrsok, bihêrs, siloke, xeyidok
rageş bêhntengî, esebîtî, hêrs, silî, xeyidokî
rageyandin ragihandin, îlan kirin, beyan kirin, diyar kirin; medya, çapemenî; ragihandin, gihandin, di dema pêwîst de gihandin derekê
rageyên, rageyêner ragihîner, diyarker, îlanker, beyanker, kesa/ê ku tiştekî radigihîne
rageyîştin ragihiştin, pê re gihiştin, di dema pêwîst de gihiştin derekê
ragir birêveber, berpirs, serdar, gerînende
ragirtin 1. paşve xistin, ragirtin, gîro kirin, tehemil kirin 2. xulamek/xizmetkarek girtin, kar pê dan kirin 2. (sewal) xwedî kirin
ragirte xizmetkar, xulam
ragîr 1. gîrokirî, derengxistî, taloqkirî 2. xurt, qayîm, sabit
raguwastinewe, ragiwêzan raguhastin, veguhastin, neqil kirin, ji derekê birin derek din
raguzar rê, derbasgeh, xeta tê re derbas bûnê
raguzarî borîn, derbasbûn, birêveçûn, meşîn, debarbûn, îdarebûn
raguzer bn raguzar
rahatin tamijîn, hîn bûn, edet girtin, fêrî tiştekî bûn û êdî nikarîn bêyî wî bijî
rahatû tamijî, edetgirtî, elimî, hînbûyî, fêrbûyî, elmgirtî, elma-xwe-girtî
rahêlan 1. vekêşan, dirêj kirin, ji hev kişandin 2. rê lê girtin, nehêlan tiştekî bike 3. rahêlan, li pey bezîn daku bigire
rahênan 1. rahênan, temrîn 2. rahênan kirin, temrîn kirin 3. aşna kirin, şareza kirin, beled kirin, fêr bûn, tamijandin
raje I xizmet, raje, alîkarî
raje II karîte, darê stûr û dirêj yê ku serbanên xaniyên ji axê xwe li ser digirin
rajendin, rajenîn hejandin, vehejandin, pêşve û paşve livandin
rakêşan rakêşan, rakişandin, bi erdê ve bi bal xwe ve kêşan/kişandin
rakirdin revîn, bazdan
rakirdû reviyayî, bazdayî, firar
rakişan xwe pal dan, xwe li erdê dirêj kirin
rakişandin pal dan, li erdê dirêj kirin, dirêj danîn ser erdê
rakişaw paldayî, li erdê dirêjkirî
rakoş rahênan, termîn, antreman
ram 1. kedî, kehî, ne kovî, ne kûvî, ne bizdok, ne tirsok 2. tamijî, şareza, fêrbûyî, hînbûyî
ramal ramal, gişt, tev, giştî, gelemper
ramalîn ramalîn, vemalîn, bi temamî paqij kirin
raman raman, fikir, hizir, texmîn; pûnijîn, ketin fikirîna/hizirîna kûr
ramaw pûnijî, kesa/ê di fikir û xeyalên kûr de
ramûde teşwîqker, hander, balkêş, cazib
ramyar, ramyarger ramyar, rêzan, siyasetvan, polîtîker, polîtîsyen, kesa/ê siyasî
ramyarî, ramyargerî, ramyare ramyarî, rêzanî, siyaset, polîtîka
ramyarînas, ramyarîzan ramyarînas, rêzanînas, siyasetnas, polîtolog, lêkolera/ê siyasetê
ramyarînasî, ramyarîzanî ramyarînasî, rêzanînasî, siyasetnasî, polîtolojî, vekolînên zanistî li ser siyasetê û siyasetvanan
ran I ran, rehn, rihn, beşa jorîn ya lingan, ji çokan ta navtengê
ran II birr, celeb, ref, revde, garran
–ran- rayê lêkera ranîn
ranîn ajotin
ranaw cînav, cînavk, pronav
ranima, ranuma rênima, rêber, rênas, şareza
raniwandin pêşkêş kirin, pêşan dan, berçav kirin, destnîşan kirin
raperandin 1. bi cih anîn, temam kirin, encam dan 2. rakirin serhildanê, rakirin îsyanê
raperîn 1. lezîn, xwe lezandin 2. serhildan, dijî hikûmetê rabûn / şerr kirin
rapermûn bi xwe bawer bûn
rapêçan, rapêç kirdin bi lez û sivik dan aliyekî
rapiskan vepiçîn, piçîn, qut bûn, qetîn, qetiyan, jê vebûn
rapiskandin piçandin, qetandin, qut kirin, jê kirin, jê vekirin, jê birrîn
rapîte hatinûçûn, heysûbeys, keftûleft
rapor, raport rapor, raport, ragihandin, roportaj
rapornûs rapornivîs, raporvan
rara dudil, bêbiryar
rarayî dudilî, bêbiryarî
rarew buhirk, dalan, korîdor, rêya teng
rarifandin revandin, talan kirin, şelandin; qewirandin, qewartin, dûr xistin
raspardin 1. şîret kirin, nesîhet kirin, tembî kirin 2. diyarî kirin, danê
rasparde şîret, nesîhet, tembî
raspêr şîretker, nesîhetker, tembîker, rêber
raspêrdiraw nûner, temsîlkar
raspêrî şîret, nesîhet, tembî
rast 1. rast, dirist, lirê, ne xelet, ne şaş, ne çewt 2. rast, dijwateya ”çep”ê 3. rast, rik, ne xwehr, ne xwar 4. yekser, dîrek, rast 5. rast, biheq, heq, mafdar 6. rastgo, pêbawer, dilsoz, rastbêj, ne derewker, ne derewîn
~ kirdin 1) rast kirin 2) rast gotin
rast û rewan rikûrast, rikerast, yekser; bi temamî rast, bêguman
rastal bn rastgo
rastbêj bn rastgo
rastdil dilsoz, pêbawer, sadiq, dilpak, dilsaf
raste, rastek 1. rastkêş, xetkêş, rastkêşk, xetkêşk, amûra ku mirov dikare pê xetên rast bikêşe 2. navê govendeke gelêrî ya kurdî ye
rastebazar rêya serekî ya di nav bazarekî re
rasterê rasterê, rêya rast, rêya ne xwehr, rêya bê çepûçûrr
rasteqîne rasteqîn, resen, eslî, heqîqî
rasterîxole kolon (anatomî)
rastewrast bn rastewxo
rastewrê yekser, dîrek, rasterast
rastewxo yekser, dîrek, rasterast; weşana zindî
rastgo rastgo, rastbêj, ne derewker, ne derewîn
rastgoyî rastgoyî, rastbêjî, ne derewkerî, ne derewînî
rastî rastî, diristî
rastîne rastînî, rastî, heqîqet, realîte
rastîperist rastîperist, rastîxwaz; fîlozof, feylezûf
rastîperistî rastîperistî, rastîxwazî; fîlozofî, felsefe
rastrew rastgir, rastrew, kevneperist, konservatîv, kapîtalîst, dijw. çepgir, sosyalîst
rastrewî rastgirî, rastrewî, kevneperistî, konservatîvîzm, kapîtalîzm, dijw. çepgirî, sosyalîzm
rastkar kar-rast, durist, biheq
rastrû serbilind, serfiraz
rastûçep kirdin gemirandin, perixandin, firkandin, mist dan, masaj kirin
rastwêj bn rastgo
ratekan pal pê ketin, defh pê ketin, hatin paldan, hatin dehfdan
ratekandin pal lê dan, dehf lê dan, dehf dan, han dan
ratileqandin jenîn, jenandin; hejandin
ratû xwarina ku xelk rojane weke xêr didin feqe û xizmetkarên mizgeftan
raûrês bn rawrês
rave rave, ronkirin, şirove, zelalkirin, şerh, îzah, tefsîr, koment
rave kirdin rave kirin, şirove kirin, îzah kirin, şerh kirin, tefsîr kirin
raveker 1. raveker, şiroveker, ronker, îzahker, şerhker, tefsîrker, zelalker 2. cotniqte, cotxal,
nîşana :
ravekiraw şirovekirî, ravekirî, îzahkirî, şerhdayî, tefsîrkirî, zelalkirî, ronkirî
raw nêçîr, rav, seyd, girtina yan kuştina heywanên kovî
raw nan çûn nêçîrê, nêçîr kirin
raw û rût biserdegirtin
segî rawî tajî, seyê nêçîrê, kûçikê ravê
–raw -î, hatî: nûsraw nivîsî, hatîn nivîsîn; kiraw kirî, hatî kirin
rawçî bn rawker
rawekanî kewgirî, kewgîr, nêçîra kewan (t biharêli ber derdorên kaniyan)
rawekerwêşk nêçîra kêroşkan, kêvrûşkgirî
rawemasî masîgirî, girtina masiyan
rawerêwî xwevedizîn, xwe jê xilas kirin, xwe nedan ber (berpisiyariyekê/barekî/karekî)
rawest rawestek, niqte, xal, nuqte, stop, nîşana sekinînê/ rawestînê
rawestek bêhnvedan, bêhnvekirin, îstirahet, pişû, wuçan, vehesîn
rawestan rawestîn, sekinîn, li bendê man, li hêviyê man
rawestaw xurt, xweragir, rawestiyayî, qayîm
raweşandin veweşandin, hejandin
rawêçke, rawêjke hatinûçûn, trafîk
rawêj texmîn, pêşbînî
rawgeh nêçîrgeh, ravgeh, seydgeh, meydana nêçîrê, qada rav û nêçîrê, cihê ku nêçîr lê tê kirin
rawker nêçîrvan, ravker, seydvan
rawrês caw, çît, qumaş, libas, cil; avanî, struktûr, pêkhate
rawûrût biserdegirtin
raxer rayex, raxistek, berrik û mehfûr û doşek û tiştên din yên ku hatine danîn û mirov li ser rûdine
raxiraw raxistî, raêxistî, berçavkirî, belavkirî
raxistin raxistin, raêxistin, berçav kirin, bertav kirin, belav kirin
raye 1. bistehî, wêrekî, cesaret 2. siltanet, desthilat, otorîte, hêz, destûdarî, karbidestî, fermanberî
raye bûn / hebûn / kewtin wêrîn, bisteh bûn, bistehî hebûn, cesaret hebûn
rayel 1. tevn 2. ben, dezî, gulolka dezî, bilolka benan 3. hîpotenûz 4. navbirrk (di nivîsînê de ev nîşan: – yan —) 5. hêl, xet 6. karîte, darê stûr û dirêj yê ku serbanên xaniyên ji axê xwe li ser digirin
rayel bûn dirêj bûn, vekişîn
rayel bûn dirêj kirin, vekişandin, vekêşan
rayex rayex, raxistek, berrik û mehfûr û doşek û tiştên din yên ku hatine danîn û mirov li ser rûdine
rayic rewac, kirryarî, bikirrî, bazarr
raz 1. raz, nehênî, surrî, sirr, sirrî, surr 2. çîrrok, çîvanok 3. suhbet, gotûbêj
raz û gileyî gazin, gilî, lome rexneyên nerm
raz û niyaz xwe li ber şirîn kirin, nazdarîkirin
razan xwe xemilandin, xwe lêk dan, xwe amade kirin
razandin xemilandin, xweşik kirin, cilên delal û xweşik lê kirin
razawe xemilandî, xemiliyayî
–razê- rayê lêkera razan
–razên- rayê lêkera razandin
razêner xemilîner, kesa/ê ku tiştekî yan kesekî dixemilîne
razî razî, qanih, qaîl, qayîl
razpoş, razragir razparêz, nehênîparêz, surrîparêz
razyane rizyane, rizyank, cehcehik (bot. Foeniculum vulgare)
reben 1. reben, zigord, zegord, kesa/ê ku bêjin û bêyar dijî; keşîş, feqiyên file 2. reben, jar, hejar, goyîn, milahîm, miskîn, bêçare
rebeq temam: Salêkî rebeq e ke yektirman nedîwe Saleke temam e ku me hev nedîtiye
rebet cihê ku nêçîrvan xwe lê vedişêre û xwe li ber nêçîra xwe vedine
Reb Reb, Xweda, Xwedê
rebî’ulaxir rebîulaxir, sêyem meha salnameya koçî/ hicrî/ îslamî ye
rebî’ulewel rebîulewil, duyem meha salnameya koçî/ hicrî/ îslamî ye
recal, recen jar, hejar, xizan, nedar, feqîr
Receb 1. Receb, heftem meha salnameya koçî / hicrî / îslamî 2. Receb, navekî zelaman e
recil, recl bn şayan
reçel reçel, fêkiyên anku mêweyên perçiqandî û di qutiyan de parastî
reçelek ûcav, bavûkal, ocax
redû bn radû
reftar tevger, akar, reftar, rabûn-û-rûniştin
refz red, qebûlnekirin, nepejirandin, refz
~ kirdin red kirin, qebûl nekirin, nepejirandin, refz kirin
rehet I rehet, aram, hêsa, hêmin, hêwir, tena, rihet
rehet II loqum, rehet, şirînahî
rehetî rehetî, aramî, hêsayî, hêminî, hêwirî, tenahî, rihetî
rehm dilovanî, dilnermî, mihrevanî, rehm
Rehman Dilovan, Rehman, nav û sîfetek Xwedê ye
rehmet rehmet, dilovanî, dilnermî, mihrevanî, rehm
rehmetî rehmetî, biheştî, cennetî (gotineke rêzgirtinê ye li kesa/ê mirî)
rejû rejî, rijî, komirr
reng reng
reng e belkî, dibe ku
rep rep, req (t kîr)
repandin dest danîn ser (t Qur’anê dema ku mirov sond dixwe)
repawrep, repawrast rasterast, yekser
repe, reperep teprep, reprep, dengê “rep-rep” yan dengekî nêzîkî wî
repel kom, ref, revde, revo, grûp, tîm, taxim
req req, ne nerm
reqan, reqanî erdê req
reqayî reqî, reqîtî, reqtî, reqbûn, rewşa tiştên req
reqele hestî: reqeley pişt hestiyê piştê
reqen, -î bn reqan, -î
resen resen, eslî, heqîqî, orijînal, biesl
resim bn resm
resîn baliqî, baliqbûn, ji zarroktiyê gihiştin temenê mêrîtiyê yan jinîtiyê
resm 1. wêne, nîgar, resim, resm, foto, fotograf 2. merasim, rêûresm, seremonî, form, formalîte, resmiyet 3. nirx, biha, heq
resmiyet, resmiyat resmiyet, formalîte, fermîtî, rêûresm, merasim, seremonî
reş 1. reş, rengê herî tarî 2. reş, bêsiûd, xirab: rojêkî reş rojeke reş, rojeke pirr xirab
reş bûnewe reş bûn, temirîn, vemirîn (agir, ronahî û hwd)
reş û rût jar û bêçare, feqîr û nedar
reşaş mîtralyoz, reşaş, tifenga otomatîk, tifeka makînedar
reşaw reşav, hibrê reş, ximava reş
reşayî reşî, reşahî, reşatî
reşbaw reşve, nêzîkî rengê reş lê ne bi temamî reş
reşbazû reşbelek, reşûspî
reşbelek 1. reşbelek, reşûspî 2. reşbelek, cûreyeke govenda kurdî ye
reşbîn reşbîn, bedbîn, pesîmîst, kesa/ê ku bawer dike ku bela dê biqewimin, kesa/ê ku bawerî bi biserketinê nîne
reşeba bahoz, barrove, bayê bakur, ziryan
reşedal cûreyek bazên reş e
reşedar bizî (bot. Ulmus)
reşekomel bn reşexelk
reşemê 1. reşemeh, reşemî, duyem meha salnameya kurdî / newrozî 2. cotbûna pisîkan / kitikan, telewiya pisîkan / kitikan
reşesal hişkesal, sala hişk dema ku baran qet yan têr nabare
reşewilax, reşewulax garran, ga û çêl(ek), ga û mange
reşexelk girse, xelk, mirovên sade (ne serdest yan elît)
reşexêzan malbata mezin, mala boş
reşexwêndewar kêmxwenda, kesa/ê ku kêm xwendiye yan kêmzana ye
reşêne reşika çavan
reşk hesûdî, çavnebarî
reşk pê birdin jê hesidîn, pê çavnebar bûn, hesûdî pê birin
reşkar 1. kesa/ê ku bi reşî (bi qaçaxî, ne bi fermî) karekî dike 2. bn reşbaw
reşkin hesûd, çavnebar, dexes
reşmal kon, kûn, xîvatên reş, reşmale
reşmîrî cûreyek tiriyê reş e
reşnûs reşnivîs, bernivîs, nivîsa ku hê ne bi temamî amade ye
reşpoş reşgirêdayî, bi cilên reş (ji ber mirina kesekî xwe)
reşûşîn reşûşîn (li laşê mirovan cihê ku derbe pê ketiye)
ret I derbas, derbaz:
ret bûn derbas bûn, derbaz bûn, borîn, buhurîn, tê re çûn, di ber re çûn
ret kirdin derbas kirin, derbaz kirin, borandin, buhurandin, di ber re birin, tê re birin
ret II dor, sira, sire
ret III red, redkirin, qebûlnekirin, nepejirandin
ret kirdinewe red kirin, qebûl nekirin, nepejirandin, refz kirin
retan xebitîn, kar kirin; betilîn, westîn
retandin xebitandin, kar pê kirin; betilandin, westandin
retaw xebitiyayî, karkirî; betiliyayî, westiyayî
retewe dûndeh, ziriyet, şecere
retûroyîn birêveçûn, meşîn
retîn bn retan
rewane kirdin şandin, hinartin, bi rê kirin, rewane kirin
rewt reft, azîne, metod
rexne rexne, krîtîk, gilî, gazin, lome
rexsan peyda bûn, hatin, qewimîn, çêbûn, bûn
rexsandin peyda kirin, dan hatin, qewimandin, çêkirin, kirin
rexsaw peyda(bûyî), çêbûyî, pêkhatî
rext, rexş 1. rext, kemera gule û fîşekan ku mirov li bejna xwe girê dide 2. zengil (t yên ku dewar û sewal pê tên xemilandin)
rexte xurt, qayim
rez rez, baxê ku tirî lê şên dibe, erdê ku tirî lê hatiye çandin
reza I riza, razîtî, reza
reza II dîmen, îmaj, xwiyang, sîma, dêm
rezane bihayê salane yê kirêkirina rezekî
rezamend razî, rizamend
rezamendî razîbûn, razîtî
rezaqî cûreyek tirî ye
rezewan rezvan, xwedî yan karkerê rezan
rezîl rezîl, riswa
rezm: bezm û rezm keftûleft, heysûbeys
rezmga meydana berxwedanê, meydana keftûleftê
rêga rê, rêk
~ dan rê dan, destûr dan, muhlet dan
rêkkewtinname rêkeftinname, peyman
rêwî rûvî
rêx rîx
ribe pîvanek dexlûdan e, hemberî 25kg e
ribenar, ribehenar şerbeta hinaran, ava hinaran
riç qerrise, cemed, qeşa, sehol, bûz
riçan qerrisîn, cemidîn, bûn qeşa / sehol / cemed / bûz
riçandin qerrisandin, cemidandin, tezandin, kirin qerrise / qeşa / cemed / sehol / bûz
riçaw 1. qerrisiyayî, cemidî, tezî, bûyî qeşa / sehol / cemed / bûz 2. sabit, qayîm
riçaw kirdin pûte pê kirin, bayex pê dan, guh danê, pê pabend bûn
riçe rêk, rêçik
riçe kirdinewe / kutan / şkandin rêk vekirin, rêç vekirin; serkêşî kirin
ridên bn rîş
ridênspî bn rîşspî
rifandin revandin, bi zorê birin
rifên- -revîn-, rayê dema niha ji lêkera revandin
rifênraw revandî
rifok destik, çembil, çengil
rijan rijîn, hatin rêtin, hatin rijandin; herrikîn
rijandin rijandin, rêtin, riştin, av yan tiştek din yê ruhn berdan xwarê
rijaw rijandî, rijiyayî, rêtî, riştî
rijd temah, nemerd, çill, çirûk, çikûd, çepel; serhişk, biînat; xweragir, tenezilneker, mukim, kesa/ê ku ji ser gotina xwe nayê xwarê, kesa/ê ku tenezilê nake
rijdî temahî, nemerdî, çillî, çirûkî, çikûdî, çepelî; serhişkî, înat; xweragirî, mukimî, tenezilnekirin
–rijê- -rij-, rayê dema niha ji lêkera rijan
rijêm rejîm, hikûmet, birêveberî (t ya diktator)
–rijên- -rijîn-, rayê dema niha ji lêkera rijandin
rijtin 1. rijandin, rêtin, riştin 2. çav kil dan 3. cil/caw reng dan
rikat rikaet, beşên nimêjê, her cara ku mirov li nivêjê radibe ser piyan
rike rizde, zinar, cihê ku çiya lê qinc e
rikêf 1. rikêb, cihê ku siwar piyê xwe datîne tê de dema ku li ser pişta hesp e 2. bandor, tesîr, nifûz
rikêşe hevîzar, giyadûpişk (bot. Plantago lanceolata)
rim rim, nêje, rum, çeka dirêj û seriktûj ya ku tê avêtin û serikê wê yê tûj mirov yan heywanê nêçîrê dikuje yan birîndar dike
riman herrifîn, hilweşîn, ruxîn, kavil bûn, xirab bûn, wêran bûn, xopan bûn
rimandin herrifandin, hilweşandin, ruxandin, kavil kirin, xirab kirin, wêran kirin, xopan kirin
rimaw herrifiyayî, hilweşiyayî, ruxiyayî, kavil(bûyî), xirabe(bûyî), wêran(bûyî), xopan(bûyî)
rimbaz, rimhawêj rimavêj, rimbaz, bikarînera/ê riman
rimbazî, rimhawêjî rimavêjî, rimbazî, şerrê bi riman, lîstika avêtina riman ku tê de yê herî dûr biavêje bi ser dikeve
–rimê- rayê dema niha ji lêkera riman
–rimên- rayê dema niha ji lêkera rimandin
rimûde bn ramûde
rinek firçeya ku pûrtê hespan pê tê şehkirin
ring, ringal doşav, dims
ringanewe nalîn, lorîn, kinkin kirin, hêdîka girîn
–ringê- rayê dema niha ji lêkera ringanewe
rinî bn rinû
rinîn 1. selixandin, nînok lê dan, bi nînokan sivik birîndar kirin 2. çinîn, mêwe yan sebze ji darên wan vekirin
rinînewe verûçandin, rûçikandin, verûçikandin, rût kirin
rinû aşît, herez, basû, berfende, şepe, şetele, şêfî, paravana, koma berfê ya ku ji çiyayekî diherrike xwarê û dikare mirovan di bin xwe de bikuje û avahiyan hilweşîne
rink kengir, kereng (t beşa ku tê xwarin)
rinok pencirk, nînokên dirêj û dirinde yên hin lawiran
riq rik, kerb, kîn, înat
riq lê bûn jê qehirîn
riq lê helgirtin rik jê kirin, li hemberî birik bûn
riq nîştinewe kerb lê qels bûn, êdî ewqas bikerb nebûn
riq xwardinewe qehra xwe daqurtandin, sebir kirin, tehemil kirin
riqawî birik, bikerb, bikîn, biînat, riko, qehirî
riqeberî hevrikî, rikeberî, dijberî, dijminatî
riqestûr serhişk, riko, înato, biînat
riqhelgir rikhilgir, riko, kîndar, bikerb
riqlesik birik, riko, înato
ris bn rist
riskan kelijîn, şeq bûn, hatin kelaştin
riskandin kelaştin, kelijandin, şeq kirin
riskaw keliştî, kelijiyayî, şeqbûyî
–riskê- rayê dema niha ji lêkera riskan
–riskên- rayê dema niha ji lêkera riskandin
rist rist, ben, dezî, bizîng, hebl, werîs, dav, davik; dirêjahî, dewam
ristî sal jî, temen, umr
ristin 1. [-rês-] ristin, hirî bi teşiyê kirin ben/dav/davik 2. zêde axivîn, bênavbirr peyivîn
rişanewe 1. verişîn, hilavêtin, xwarina di zikê xwe de (bi hemdî xwe) di devê xwe re avêtin 2. kolera, zikêşî, hinavêşî
rişênewe verişîner, dilraker, tişta/ê ku dikare bibe sedema verişînê / hilavêtinê
rişk spih, sirke, rişk, hêkên spihan
rişkêtî dan spih ketinê, sirke ketinê, rişk girtin
riştin bn riştin
rîş rî, rih, mûyên li gep û alekên zelaman
–riz- -riz-, rayê dema niha ji lêkera rizan (rizîn)
rizan rizîn, (mêwe/sebze) zêde gihiştin û loma xirab bûn
rizandin rizandin, (mêwe/sebze) zêde gihandin û loma xirab kirin
rizel bêçare, bêşiyan
rizelok xewixok, riziyayî, rizî; têkçûyî, xirabbûyî, pûçbûyî
–rizên- -rizîn-, rayê dema niha ji lêkera rizandin (rizandin)
rizgar rizgar, azad, serbest, serbixwe, xweser; xilasbûyî, filitî, azadbûyî, qurtal, qurtar
rizgarge rizgargeh, cihê azadiyê / rizgariyê; stargeh, penageh
rizgarî rizgarî, azadî, serbestî, serbixweyî, serxwebûn, xweserî
rizîw riziyayî, rizî, pûçbûyî
rizn rêz, rêzik; rêç, rêk, rêçik
rizok rizok, riziyayî
rizq I rizq, qût, erzaq, zad, xwirak, xurak
rizq II curd, koremişk
ro I berjêr, xwarê:
ro kirdin / nan serberjêr kirin, xwar kirin, rêtin, vala kirin
ro II wey, wax, ox: bawke ro! Wey babo, wey bavo!
ro ro, robar
–ro -ro, -roj: emro îro, nîwero nîvro
–ro- rayê dema niha ji lêkera royîştin (çûn)
roh ruh, can, giyan, nefs, rih
roh birdin bizdandin, behecandin, ruh jê birin
roh çûn bizdîn, behecîn, ruh jê çûn
rohdar biruh, ruhdar, candar, bican, sax, ne mirî
rohzil qurre, pozblind, metho, xwemezinker
roj 1. roj, tav, hetav 2. roj, ji sibê ta êvarê 3. roj, 24 seet
rojanî pêşû berê, rojên berê
roj awa bûn roj ava bûn, roj çûn ava (êvaran)
roj be ser birdin debara xwe ya rojane kirin
roj bûnewe bûn roj, roj hilatin, tav dan
roje na rojê rojekê e rojekê ne, her du rojan carekê
roj gîran roj xeyirîn, roj tarî bûn
roj kirdinewe bi şev qet ranezan / raneketin / nenivistin
rojane 1. rojane, her roj 2. rojane, meaşê rojê
rojawa rojava, xerb, cihê ku êvarê roj lê ava dibe; rojavabûn, avabûna rojê
rojawayî rojavayî, xerbî
rojbir rojane, her roj
rojbiwêr rojbihêrk, roja betaliya ji kar/xwendinê
rojelat bn rojhelat
rojerê rêya rojekê, qonaxa rojekê, dûrahiya ku mirov dikare bi rojekê bimeşe
rojgar 1. rewş, qeder 2. serdem, zeman 3. roj, ji rojhilatinê ta rojavabûnê
rojhelat rojhilat, şerq, cihê ku sibeyanê roj jê hiltê / radibe; rojhilatin, rojrabûn, hilatina / rabûna rojê
Rojhelatî Nawerast Rojhilata Navîn
rojhelatnas rojhilatnas, oryantalîst, pispora/ê siyaseta yan çandeya Rojhilata Navîn yan Asyayê
rojî 1. jiyar, abor, debar, îdare, nanê rojane 2. rojê, rojekê, her rojê: rojî dû car rojê du car
rojnamenûs rojnamevan, rojnameger, rojnamenivîs
rojnamenûsî rojnamevanî, rojnamegerî, rojnamenivîsî
rojnamewan bn rojnamenûs
rojnamewanî bn rojnamenûsî
rojperist 1. rojperist, zerdeştî 2. margîse, bûkelemûn, pîrika melekdas, têrtêre (zoo. Chameleo) 3. gulberroj
rojreş roja reş, bêsiûdî, bênesîbî, qederreşî
rojû rojî, nexwarin û venexwarin ji rojhilatinê ta rojavabûnê (t li meha remezanê)
rojû girtin rojî girtin, birojî bûn
rojû şkan rojiya kesekî ketin, rojî lê şkestin, bêrojî bûn
rojûgir, rojûwewan rojîgir, birojî
rokiraw berjêr, serberjêr, berjêrkirî, xwarkirî, rijandî, valakirî
rol rol, dewr, karakter, kar, erk
role, roleke 1. qurban, heyran, dilê min, berxa/ê min, ezgorî, ezheyran, ezqurban 2. law, kurr (tenê mecazî)
roman roman, çîrokên dirêj yên nûjen
romantîk romantîk, evînî
romannûs romannivîs, nivîskarê romanan
romannûsî romannivîsîn, nivîsîna romanan, karê romannivîsan
ron rûn, don, duhn, zeyt
ronî çeşt rûnê xwarinçêkirinê, rûnê ku di xwarinçêkirinê de tê bikaranîn
ronî kere nîvişk
ronî masî rûnê masiyan
ronî pemû rûnê pembû, rûnê ji kakilên pembû
ronî ruwek rûnê riwekan / giyayan
ronî zeytûn zeyt, rûnê zeytûnan
ronaw ava rûnî, ava têr-rûn
rondan rûndank, amana ku rûn tê de tê parastin
rondik rondik, hêsir, ava çavan (dema ku mirov digirî)
ronyas reng, ronas, ronyas, dara ku rengê sor jê tê peydakirin (bot. Rubia tinctorum)
ronyasî ronasî, ronyasî, rengî, sorê ji rengê dara rengê
roşin ron, geş, zelal, bironahî, ronahîdar
roşinayî ronahî, geşî
roşinbîr ronakbîr, rewşenbîr, têgihiştî, entelektuel
roşinbîrî ronakbîrî, rewşenbîrî, entelektuelî
roşinî ronahî, geşî
rox 1. rox, ava biherrî, ava herrî di nav de 2. berav, qerax, derav, perav, kinar, kevî, rexê avê
roz dirûn, kêlîkirin
roz kirdin bi hev ve dirûn, kêlî kirin
ruşte bizîng, werîs, ben (t yê dutayî yê ku tayên wan li hev hatine hûnandin)
ruwan şên bûn, hêşin hatin (gulûgiya)
ruwandin çandin, şên kirin (gulûgiya)
ruwanî riwek, şênkatî, gulûgiya
ruwanewe tîr bûn
ruwanîn nerîn, mêze kirin, berê xwe danê, lê nerîn, mêzandin, meyizandin, nêrîn, nihêrîn, seh kirin
ruwaw şênbûyî, hêşinbûyî
ruwawe tîr, tîrbûyî, tîrkirî
ruwek riwek, şênkatî, gulûgiya
ruwekzanî riweknasî, giyanasî, botanîk
–ruwê- rayê dema niha ji lêkera ruwan
ruwêl kûvî, kovî; beyar, dêm, bi-xwe-şênbûyî, neçandî
–ruwên- rayê dema niha ji lêkera ruwandin
ruxsar rû, serûçav, dêm, sîma
rû rû: beşa pêş yan bi ser ve ya tiştekî
rû dan 1. qewimîn, (bûyerek / belayek) çêbûn, peyda bûn 2. cesaret dan
rû girtin pejirandin, qebûl kirin, pê razî bûn
rû kiranewe êdî şerm nekirin
rû kirdinewe berê xwe danê, lê mêze kirin, lê nerîn, awir danê
rû lê bûn ber lê bûn, ber bi derekê ve çûn yan nerîn
rû poşan rû niximandin, rû nixamtin, rû veşartin
rû şkandin erz lê şkandin, dan şermê
rû lê wergêran rû jê vegerrandin, berê xwe jê girtin, mayê xwe tê nekirin, hefza xwe jê kirin
rûbar bn robar
rûbazarî hezkirî, dilhebîn
rûber rûber, bergeh, dirêjahî û firehiya derekê yan tiştekî
rûberû rûbirû, rû-bi-rû, li pêşberî hev, li miqabilî hev
rûberû bûnewe pêrgî hev hatin, li hev rast hatin, hatin pêşberî hev; pêşiya hev girtin
rûberû kirdinewe pêrgî hev anîn, li hev rast anîn, anîn pêşberî hev; dijî hev rakirin
rûdar (mirova/ê) vekirî, wêrek, ne şermîn, ne fedîker
rûdaw (nd) bûyer, qewimîn, rûdan; (rd) qewimî, rûdayî
rûge rûgeh, qîble, Ke’be, cihê ku misilman di nivêjkirinê de berê xwe didinê
rûgeş rûgeş, rûxweş, dilxweş, bikêf, bizewq
rûgirj bn rûtal
rûhelmalraw bêşerm, rûşûştî, rûqayîm
rûkeş rû, rûpoş, tişta/ê ku tiştek din di bin ve hatiye niximandin/veşartin
rûkirawe (mirova/ê) vekirî, wêrek, ne şermîn, ne fedîker
rûm rêv, mûyên ku bi ber organên zayendî yên jin û mêran ve şên dibin
rûmet gep, alek, hinarok, herdu rexên rûyê mirovan ku yên zelaman lê rî dertên û jê tên tiraşîn
rûn I zelal, xwiya, diyar, eşkere, belî, aşkira
rûn kirdinewe ron kirin, zelal kirin, ravekirin, şirove kirin, xwiya kirin, eşkere kirin
rûn II ruhn, şil, avî, şileyî
rûnak ron, geş, zelal, bironahî
rûnakbîr bn roşinbîr
rûnakî ronahî, ronî, ronayî, geşî, zelalî
rûnî ronî, zelalî, geşî, ronbûn, ronahî
rûnûs kopî, jêgirtin, nisxe, nusxe
rûnûsname defter, kopîname
rûpamanî nazdarî, cilwe, îşwe, nazûnûz, gotinên şirîn jê re gotin
rûpere bn rûlapere
rûpoş rûpoş, maske; perde (t ya li ser rûyê jinan)
rûqayîm rûqayim, bêşerm
rûreş rûreş, şermezar
rûreşî rûreşî, şermezarî, fihêt, eyb, şerm
rûsard rûsar, ne xweşmirov, mirova/ê ne xwîngerm û xweşheval
rûsext serhişk
rûspî rûspî, serfiraz, serbilind, (mirova/ê) qedirgirtî, biqîmet
rûşan selixîn, bi sivikî birîndar bûn
rûşandin selixandin, bi sivikî birîndar kirin
rûşkên kesa/ê yan tişta/ê ku mirovan dide şermê, erza mirovan dişkêne
rût rût, rûs, tazî, mirovên bêcil, darên bêçilû, erdê bêdar û hwd.; tursî, tusî, bêgoşt yan bêxwarin: nanî rût nanê tursî
rût û qût /rûtûqût rûsûtazî, şilfîtazî, bi temamî rût
rûtal rûtehl, bêmad, ne rûgeş, ne kêfxweş, ne rûken
rûtayî rûtî, rûtahî, rûtbûn
rûten rût (t erd/zevî)
rûtirş rûtehl, kesa/ê ku bi dilxweşî bi mirovên din re na-axive û nade û nastîne
rûtî rûtî, tazîtî, rûsî, rûtayî, rûtbûn
rûwalet durûtî, riyakarî, çîvokî, bêexlaqî, derewînî, melaqî, bincamîtî, dudevîtî
rûwaletbaz, rûwaletker durû, riyakar, çîvok, bêexlaq, derewîn, melaq, bincam, dudev
rûwe kopî, jêgirtin, nisxe, nusxe
rûwew ber bi, beramber, miqabil, berev
rûxan hilweşîn, ruxîn, herrifîn, kavil bûn, xirab bûn, xopan bûn, wêran bûn, kembax bûn
rûxandin hilweşandin, ruxandin, herrifandin, kavil kirin, xopan kirin, wêran kirin, xirab kirin, kembax kirin
rûxaw hilweşiyayî, ruxiyayî, herrifî, kavil(bûyî), xirab(bûyî), xopan(bûyî), wêran(bûyî), kembax(bûyî)
rûxoş rûgeş, rûxweş, dilxweş, bikêf, bizewq
rûxoş rûgeşî, rûxweşî, dilxweşî, kêf, zewq, keyf
rûzerd rûzer, spîçolkî, bêxulk, bêreng, rengavêtî