Îsmaîl Taha Şahîn
NASANDINA DEVOK Û DEVERÊ BI KURTÎ
- Gundê Seyzara Jorî / Sêmêl / parêzgeha Dihokê / Başûrê Kurdistanê
CÎNAV
- Cînavên kesî yên xwerû: ez, tu, ew, em, hûn, ew = nimûne: ez çom, tu çoy, ew ço, em çon, hûn çon, ew çon
- Cînavên kesî yên çemandî/tewandî: mi/min, te, ewê/wê, ewi/wi, me, hewe, wa/ewa/ ewan= nimûne: mi/min got, te got, ewi/wi got, me got, hewe got, ewan/ewa/ewan got
- Cînavê veger: Xwe = nimûne: xwe avêt, da xwe û rabû, ew bi xwe diêt.
- Taybetmendiyên din yên cînavan: Şûna ”ez û tu”, ”ez û te” diête gotin… Dîsa di rewşa îşaretkirinê de jî cînavên îşaretê cuda ne: vi mirovi, wi dewari, wê kiçkê, evê he, ewê he, evêt he…
BERHEVDANA RENGDÊRAN
- Bo berhevdana forma komparatîv paşgira ”-tir” diête gotin: mezintir/mastir,
- Bo forma sûperlatîv paşgira ”-tirîn” nîne, ”yê mezintir/mastir” yan ”yê ji hemya mezintir” heye.
HOKER
- Hokerên giştî di wê devokê de:
- ku (çawa), kengê, çend
- we (bi wî awayî), hind (ewqas)
- duhi (roja berî îro), evro, subehî (roja piştî îro), dusiba (du roj piştî îro), spêde/subehî/siharê, evşeve, pêr (du roj berî îro), petrapêr (sê roj berî îro), evsale, par (sala berî îsal), pêrar (du sal berî niha
- erê/belê, ne, belkû
- şûna “vê derê, wê derê” eve diêne gotin: êre, verd, werd
DAÇEK
- Pêşdaçekên bingehîn: ”bi, bo, di, ji, li” hene wekî devoka Hekarê diêne gotin, çiku di binyat de em ji wêrê hatine
- Paşdaçekên bingehîn: de, re, ve.
- Cudahiyeke diyar di navbera ”li” û ”di … de” de heye û belî ye: ”li malê, di jor ve, di kitêbê de, li ser rêkê, di rêkê de”
- Komdaçeka komîtatîv ”di gel” e (”li gel” û ”pê re/pê ra” nayên bikaranîn)
GIRÊDEK
- Ev girêdekên bingehînnyên wê devokê:
- belê, feqet (li cihê ”lê, ema, feqet”)
- çikû (li cihê ”çunkî, ji ber ku”)
- lew, lewma
HEJMAR
- Hejmarên sade
- 1-9: êk, du, sê, çar, pênc, şeş, heft حهفت, heşt, neh
- Hejmarên 10-90: deh, bîst, sih, çil, pêncî, şêst, heftê حهفتێ, heştê, not
- 1000: hizar
- H-ya navên 7 û 70 de wek ya di navê “Hesen” de ye lê di navên hejmarên 8, 17, 18 û 80 de wek di peyva “heval” de ye.
- Hejmarên rêzî
- çêkirina hejmarên rêzî bi paşgira “-ê” ye: ew bû yê çarê
ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN
Eger çemandina navdêrên nêr de bi taybetî gava tîpa dawîyê konsonant bit, wek devokên dî nabêjin “Mihemedî, Ehmedî, Zinarî”, lê “Mihemed, Ehmed, Zinar” diêne gotin. bo nimûne “mala Serdar”. Eger dawîya navî vawil (vokal) bit, wek navê Awa, dibêjin “mala Awayî”
- Paşgira nediyariyê ”-ek” e: “tiştek, sêvek” û şûna “her yek/êk” peyva “herek” diête gotin.
- Raveka pirhejmariyê”-êt” e: “sêvêt min, hevalêt wî, malêt wan”
- Raveka yekhejmariya nêr “-ekî” û ya mê jî “-eka” ye: bivrekî min, kitêbeka min”
Di vê rewşê de yek hisêb di gel nêr û mêyan diête kirin: zelamekê got, jinekê got. Bo zelamî wek deverên dî yên behdînan em nabêjin zelamekî got, tinê di rewşa bivrekî min, qelemekî sor de em û behdînanî ji hev cuda ne.
ÇEMANDINA LÊKERAN
- Gelo pêşgira berdewamiyê”-it, -t, -t” e: “ez-it-bêjim”
- Pêşgira dema bêt (dema were, future) “dê” ye lê gelek caran dibit “ê”: “ez dê bêjim”, “ez ê bêjim”… bi pirranî d naête gotin, dibit “ez ê”.
- Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) de wiha ne: ez itbêjim, tu tbêjî, ew itbêjit, em itbêjin, hûn itbêjin, ew itbêjin
- Dema bêt bêyî pêşgira ”bi-“ têt bikaranîn? Bo nimûne “ez ê sêvekê xum”
- Ev formên raweya subjunktîv (şertanî, bilanî û hwd.) hene: ez bixum, eza xum, min xwariba, min xwarbaye
- Neyînîkirina raweya fermanî bi “ne-” ye: Bo nimûne “neke, nebêje, nexwe, neyne = neîne, newe = neê”
- Lêkera “bûn” her wek kurmanciya giştî ye, ne wek hin devokên din yên Behdînan ku bi awayê “bîn” yan “bün/bwîn” e. Bo nimûne,
- “l ni me bûn” (li nik/ba/cem me bûn)
- “e l werdi bûm” (ez li wê derê bûm.)
- “e dbêjim tu ji l werdi bûy” (ez dibêjim ku tu jî li wê derê bûyî)
- “ew j kerdi hatibûn” (ew ji kî derê hatibûn.)
- Pêşgira berdewamiyê ”di-” û alavên neyînîkirinê ”na-” û ”ne-” dikevin navbera pêşlêkerên ”ber-, da-, hil-, ra-, ve-, wer-” û lêkera bingehîn, bo nimûne:
- ra-di-bim
- ra-na-bim
- ra-ne-bin!
- Lê ”rû-” ya lêkera ”rûniştin”ê wek pêşlêker nayê qebûlkirin û wiha tên gotin ”dirûnim, narûnim, nerûnin!” (ne: ”rûdinim, rûnanim, rûnenin!”).
- – Lêkera ”kirrîn” jî li ba me ”kerrîn” e.
- mi filan tişt ib parê xwe kerrî.
- wekî (madem ku) tu çu nakerrî, tu li ber derê dikanê bo çi radwestî.
DENGNASÎ
- Komdengê ”xwe-” her wek ”xwe-” tê gotin (wek hinek deverên din yên Behdînan nabe ”xo-” ya ”xe-”). Bo nimûne, ”xwe, xweş”.
- Komdengê ”xwa-” jî wek xwe dimîne (wek hinek deverên din yên Behdînan nabe xa-): xwarin, pêxwas, vexwarin.
- H-ya peyvên ”hemû, hirç, heşt/heyşt, hizar” bi piranî wek H-ya peyva ”heval” e. Tinê hindek bi kêmî şûna ”hemi”, ku li nik li cihê ”hemî, hemû” diête gotin, bi H-ya wek di navê Hesen de dibêjin.
- Dengê A di peyvên ”çav, mar, kanî” de wek A tê gotin (wek di hin devokên dî de nabit E’ yan EH). Bo nimûne, çav, mar, kanî, tatî = tehtî, panî, pan = pehin, bar = behir. Tinê şûna ku em bêjin ”dawet, cade”, em ”dehwet, cehde” dibêjin.
- Dengê H-ya dawiyê tê gotin yan zêdetir dikeve, bo nimûne: bo nimûne ”neh, deh”. Lê li dawiya hejmarên 11-19 ew naête gotin. Bo nimûne,”yazde, duwazde, sêzde, çarde… nozde” ne.
- Komdengên ”-ih-” yan ”-iw-” carinan tên avêtin? Bo nimûne ”aniha > ana”, ”ciwan > can, ciwa(n)mêr > camêr”? Nexêr em naavêjin, ”aniha, ciwan, ciwamêr”… htd.
- Kurtkirin di devoka hacan de mişe heye:
- gele, cana, hineca (gelek, carinan, hindek caran)
- herro (her roj)
PEYVNASÎ
- Vê devokê gelek peyvên taybet hene. Ya ji hemîyan berçavtir ”terêf” e ku şûna ”kirêt” diête gotin. Di vê devokê de formên cuda jî gelek in wek: ”ba, benê, ew çek e, çek, ku” li şûna ”pa, pane, ew çi tişt e, çi tişt, çawa”.
- Di vê devokê de herwiha wateya hinek peyvan ji wateya wan di devokên dî de cuda ye. Bo nimûne, ”tolaz” bi wateya ”xort, genc” diête gotin û deverên dî bo kesê ”felîte” dibêjin.
REWŞA NIHA YA DEVOKÊ
Ew devok gelek bi ser ya devera Nêrwe, Rêkan û Barzan û Nihêlê ve diçit. Niha di bin karlêkirina derdorên xwe de, berber taybetmendîyên xwe ji dest didit. Ew jî niha û bi taybetî yên xort, di nav xeyrî xwe de bi vê devokê naaxivin. Bo nimûne, ”panbû, pûz, hûrde, sûr, dûr, kûr, xûn, dixûnim” di bin karlêkirina Behdînan de berber dibine ”pembî, pîz, hwîrde, swîr, dwîr, kwîr, xwîn, dixwînim…”
Heta niha çu bi vê devokê nehatine nivîsîn û zehmet e bi tîpên erebî tişt pê bête nivîsîn. Formên vê devokê yên ”î” tê de gelek dibine ”i” wek ”wî, vî, hemî, mirovî, nanî, kerî” dibine ”wi, vi, hemi, mirovi, nani, keri”. Wan pendek heye ku tenê ew dişên bêjin, ew pend dibêjit: ”Ker dibêjit, ez di wi ve, yê dil bi mi ve.”
Binêrin herwiha:
– Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan: Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein Muhammed: Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
– Qasimê Xelîlî: Taybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi Jafarzadeh: Kurmanciya Deregezê
[…] herwiha: – Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînî – Îsmaîl Taha Şahîn: Devokan hacan ji ertoşiyan – Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî – Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên […]
LikeLike
[…] Kurmanciya herêma Agirî – Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînî – Îsmaîl Taha Şahîn: Devokan hacan ji ertoşiyan – Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî – Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên […]

[…] herêma Agirî – Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînî – Îsmaîl Taha Şahîn: Devokan hacan ji ertoşiyan – Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî – Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên […]

[…] herêma Agirî – Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînî – Îsmaîl Taha Şahîn: Devokan hacan ji eşîra ertoşiyan – Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî – Youness Sheikh […]
LikeLike
[…] Şemzînan – Orhan Agirî: Kurmanciya herêma Agirî – Îsmaîl Taha Şahîn: Devokan hacan ji eşîra ertoşiyan – Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî – Youness Sheikh […]