DEVOKA GOYAN (ŞIRNEX)

 

Qilaban

Hemû lêkolînê vekin û bixwînin!

Sadiq Der Goyî

Devoka Goyan, devokekî zaraveya kurmancî a ji aliyê kurdên Eşîra Goyî ve tê axaftin e. Şêniyên gundên vê eşîrê hemû bi devokekê diaxivin û ev devok di herêmê de wek ‘’Kurdiya Goyan’’ ‘’Goyîkî’’ an jî ‘’Kurdiya Goyanî’’ tê naskirin. Ji bo vê devokê tişta herî balkêş ewe ku di herêmê de mirovên endamê vê eşîrê tenê bi vê devokê diaxivin.

Ev jî nîşan dide ku di nava mirovên bi vê devokê diaxivin de ji aliyê biyolojîk ve pêwendiyeke eşkere heye. Ango mirovên vê devokê diaxivin bi gelemperî ji silalekê tên, pêşiyên wan bi giştî mirovên hev bûn. Lewre yekitiyeke teqez û tûj di nava zimanê wan de çêbûye û ji aliyê devoka axaftina xwe ve ji eşîrên din ên li herêmê cîranên wan, weke ertoşiyan, jîrkiyan, spêrtiyan, teyiyan û hwd. cuda diaxivin.

Ev cudahiyên vê devokê pêk tînin li gor taybetmendiyên rêzimanî dikarin bikevin nava çarçoveyeke zanistî û dikarin li ser hinek rêgezên fonetîk û etîmolojîk bên nirxandin. Armanca vê lêkolînê jî, ne kêm ne zêde, ewe ku destpêkekê ji bo vê nirxandinê ava bike.

Çend taybetmendiyên sereke yên devokê

Ji bo têgihiştineke hêja, em dixwazin derbarê rê û rêbazên rêziman û dengzaniya vê devokê de hinek agahiyan bidin dest. Berî her tiştî divê em bidin zanîn ku Devoka Goyan,
ji aliyê rêgezên rêzimanî, hevoksazî û etimolojîya xwe ve bêguman dikeve bin disiplîna zaraveya kurmancî. Ango, hemû cûre peyvên vê devokê, biwêjên vê devokê, çîrok, çîrçîrok, mamik, metelok, destan û hemû hêmanên vê devokê kurmancî ne û ji aliyê hemû kurdên kurmanc ve bi awayeke xurt û zindî jî tên bikaranîn. Lê wek devokekî axaftinê, cudahî bi gelemperî di dengzanî (fonetîk)’ya peyvan û bikaranîna çend qertafan de heye. Wekî din, cudahiyek di navbêna Devoka Goyan û kurmanciya giştî de tune ye. Ji bo têgihiştina taybetmendiyên devokê pêwîst e ku mirov devokeke din ji bo xwe wek zimanê standard bigire û devoka mijara lêkolînê bi wê devoka standard re hevber bike. Ji bo vê yekê; me jî di xebata xwe de Devoka Goyan bi ‘’kurdiya standart’’ re hevber kiriye û çend cudahiyên Devoka Goyan ên ku ber mijara me bikevin, bi kurtasî derxistiye holê.

Dengên peyvan di Devoka Goyan de cûda tên gotin. Bi gotineke din, peyvên
Devoka Goyan ne peyvinê ji kurdiya kurmancî cûda ne, lê belê awayê gotina van peyvan di devokê de cuda ye. Bo nimûne, peyva ‘’axaftin’’ê di devokê de wek ‘’oxoftin’’ tê gotin. Anku, dema mirov guh dide axaftina bi Devoka Goyan, mirov ne ziman an jî zaraveyeke
cûda lê dengeke cuda dibihîze. Ev dengê cûda, bi me, di şibe dengê zimanê Farisî. Lewra kurdên goyî ji xwe dibêjin pêşiyên me ji welatê Îranê hatîne. Dema mirov li dengê zimanê wan dinêre, rastiya vê gotina wan jî pêkan û mimkîn dibe. Em bawer in ku ji bo vê gotinê jî lêkolînekî xurt di warê linguîstîk û dîrokê de hewce ye.

Piştî van çend gotina em dixwazîn pevguherînên dengzanî, yên ku cudahIyên devokî di peyvan de an jî di dengên peyvan de pêktînin li vir bi awayekî kurt û xulese diyar bikIn. Mirov dikare taybetmendiyên vê devokê wiha rêz bike:

➢ Cînavên kesî
Cînavên xwerû:
a (ez), tûe (tu), ew, em, hy:n, ew
Cînavên oblîk:
min/mi, ta/te, wi/awi, ma, hawa, won

Wek ku tê dîtin, forma oblîk a kesê yekjimarê sêyem di devoka Goyan de
dibe ‘awi’ (wî) û , forma oblîk a kesê pirjimarê dûyem jî di Devoka Goyan de dibe
‘hawa’(we). forma oblîk a kesê yekjimarê yekem jî di Devoka Goyan de carinan dibe ‘mi’.
cînavka ‘’tu’’ jî, di devokê de wek ‘’tûe’’ tê derxistin.

Hinek dengên ji kurdiya standard cuda di devokê de hene.
Ji bo van denga di
alfabeya kurdî de tîp jî tune ne. Ji ber vê yekê da ku naskirina wan dengan hêsan
bibe, divê em serî de hinêk tîpan ji xwe re wek referans bigirîn û van dengên
Devoka Goyan bi wan tîpan transkrîbîze bikîn. Dengên di devokê de taybet, ligor
alfabeya Fonetik a Navnetewî (IPA) dikarin wiha bên transkrîbe kirin:

ᴚ,ᴚ → wek غ‘a Erebî tê xwendin. Minak: dengên di peyvên Xezal, xeyb xerîb
wek ᴚezal, ᴚerîb, ᴚeyb tên gotin.

Œ,œ → ev tîp dişibe ö’ya tirkî lê ji wê stûrtir e. Wek tevlîhevbûna ‘’üö’’ tê bi deng
xistin. Dı peyvên Devoka Goyan de zaf tê bikaranîn; kœn (kon, çadir), tœg(tog,
qeymax), şœr (şor), qœr (qor)

y:, y: → ev tîp wek ü’ya Tirkî tê bidengxistin. Lêbelê ji wê stûrtir e. Mînakên wek
qy:r (qûr), by:k (buk), hy:r (hûr) sty:r (stûr), zy:, (zû), hily: (alû), ty:r (tûr) ky:r
(kûr) û hwd. Dikarin bên dayîn.

Pevguherîna dengan di hinek tîpên dengdêr de çêdibe. Bo nimûne:

tîpa ‘’e’’ya kurdiya standard di devokê de dibe ‘’a’’;
tîpa ‘’a’’ya kurdiya standard di devokê de dibe ‘’o’’;
tîpa ‘’o’’ya kurdiya standard di devokê de jî dibe ‘’œ’’
tîpa ‘’û’’ya kurdiya standard jî di devokê de jî dibe ‘y:’’

Em dikarin van guherînan wiha formulîze bikin:
[ e→a]
[a→o]
[o→œ ]
[û→ y:]

➢ Paşgirên kesî
Di dema niha, dema bê û raweyên xwestekî de wextê lêker li gor kesê yekjimarê
sêyemîn tê kişandin, qertafa ‘’it’ê li dawiya lêkerê zêde dibe. Ez bawerim ev form,
formeke kevn e di kurdî de. Lewra Elî Herîrî di helbesteke xwe de wiha dibêje:

“Dilê mehzûn kefaret bit,
be îm şeb taze mehman têt
Bi mizgînî beşaret bit
Kê mehman canê canan têt.”

Lêkera ‘’bûn’’ê di kişandina raweyên deman de dema dibe qertaf , tîpa li serê vê
peyvê diguhere û dibe ‘’v’’. Bi taybetî di kişandina demên wek Çîroka Dema
Boriya Nediyar û Çîroka Dema Bê de ev pevguherîn çêdibe. Mînak:

Çîroka Dema Boriya Nediyar:
Ew hotvy:(ew hatibû) → hati-bû=hot-vy:
Mi Xorvy:(min xwaribû) → xwari-bû=xorvy:
Elî pirsîvy:(Elî pirsîbû) → pirsî-bû=pirsî-vy:
A by:vy:m momœsta(Ez bûbûm mamoste) → by:-vy:m

➢ Çîroka Dema Bê:
Ew hotivoyo (ew hatibûya) → hoti-vo-yo
Mi xorvoyo(min xwaribûya) → xor-vo-yo
Elî pirsîvoyo (Elî pirsîbûya) → pirsî-vo-yo
A by:vomo momœsta(Ez bûbûma mamoste) → by:-vo-mo

Hemû lêkolînê vekin û bixwînin!

 

Binêrin herwiha:
– Oruç Sural:
Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan:
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

13 thoughts on “DEVOKA GOYAN (ŞIRNEX)

  1. […] reşiyan (Konya) – Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê – Sadiq Der Goyî: Devoka Goyan – Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan) – Amed Çeko Jiyan: Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt) […]

    Like

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s