KURMANCIYA DIHOKÊ

Zinar (2)

Zinarê Melê

NASANDINA DEVOKÊ BI KURTÎ

  • Li nav qezaya Dihokê û eşîretên derdora wê heye, xasma li nav Doskî û Mizûriyan.
  • Rewşa devoka Dihokê baş e, lê vê dawiyê zêdetir keftiye bin bandora Soraniyê. Çi devok û zimanên dî li nav Dihokê naên bikaranîn, lê Soraniyê bi rêya ragehandinê û dam û dezgehan bandor lê kiriye.
  • Niha Soranî zêdetir tesîrê li Behdîniya Dihokê dike ji ber ku Soranî li Herêma Kurdistanê zimanê fermî yê hikûmetê ye. Berê jî Erebiyê tesîr li Behdîniya Dihokê kiriye, lê ne hind zêde.
  • Taybetmendiya herî berçav a dengnasiyê di Behdîniya Dihokê da meseleya şkandina Û-yê ye. Em li şûna Û-yê dibêjin: WÎ û Î wekî “hwîn” û “hîn” li şûna hûnê.

CÎNAV

  • Cînavên kesî yên xwerû wesa diên gotin:
    • ez/e, tu/ti, ew, em, hwîn/hîn/hin, ew
  • Cînavên kesî yên çemandî/tewandî wesa diên gotin:
    • min/mi, te, wê/ewê, wî/ewî, me, we/hewe, wan/ewan.
  • Cînavê vegerê wekî ”xo” û “xwe” diêt gotin.
  • Her wisa “van” jî hindek caran wekî “evan” diêt gotin.

BERHEVDANA RENGDÊRAN

  • Bo berhevdana forma komparatîvê paşgira ”-tir”ê diêt bikaranîn, bo nimûne:
    • mezin > mezintir.
  • Bo forma sûperlatîvê paşgira ”-tirîn” û formê ”ji hemiyan -tir”ê diên bikaranîn, bo nimûne:
    • mezin > mezintirîn, ji hemiya(n) mezintir
  • Her wisa em berî rengdêran ”yê/ya û di”yan bi kar diînin. Bo nimûne:
    • Ev dare ya dirêj e (kithijmar û mê)
    • ev bere yê mezin e (kithijmar û nêr)
    • ev dare di dirêj in (pirrjimar û mê)
    • ev bere di mezin in (pirrhijmar û nêr).

HOKER

Ev hokerên giştî di wê devokê çawa tên gotin:

  • ”çawa, kengî, çiqas/çend” – wesa diên gotin:
    • çawa/çewa, kengî, çend
    • peyva ”çiqas” û bersivên wê ”ewqas, evqas” nayên bikaranîn
    • li cihê ”çiqas” jî peyva ”çend” li kar e û bersivên wê jî ”hinde” (evqas) û ”hind” (ewqas) in
    • hindî, temetî (bi qasî)
    • hîngê (wê demê)
  • wesa, we, wetov (bi vî awayî)
  • hosa, hotov, ho (bi wî awayî)

Hokerên demî:

  • duhî, dihî (roja berî îro)
  • evro/evroke (îro)
  • sibe/sibahî (roja piştî îro)
  • dusibe û duzbe (du roj piştî îro)
  • spêde/sihar
  • ev şeve (îşev)
  • pêr (du roj berî îro)
  • betrapêr (sê roj berî îro)
  • ev sale (îsal)
  • par (sala berî îsal)
  • pêrar (du sal berî niha)

Hokerên bersivdanê

  • êrê, e, belê
    • peyva “erê” niha bi piranî bo avakirina hevokên pirsiyarî tê bikaranîn li cihê “gelo, aya, ma”
  • ne/nexêr/no
  • belkî

DAÇEK

  • Pêşdaçekên bingehîn:
    • ib/ip (bi)
    • bo (bo, ji bo id/it, ij/iş, il)
  • Paşdaçekên bingehîn bi awayê ”da, ra, ve” ne.
  • Cudahiyeke diyar di navbera “li” û ”di … de” de heye? Bo nimûne ”li malê” lê ”di kitêbê da”.”di … da” tekez dike ku di hindirê filan tiştî da ye. Dema em dibêjin ”li malê”, mimkin e ku di nav xanî bi xwe da nebe. Dikare li ser banî yan di nav baxê malê jî da be. Em her wisa dibêjin ”di xanî ve” jî; her wekî ”di … da”yê tekez dike ku hema di hindirê xanî ve ye.
  • Komdaçeka komîtatîv ”li gel / di gel” e (”pê ra/re” bi wateya ”li gel” nayê bikaranîn).
  • Dordaçeka ”jê re, ji … re” nayê bikaranîn, li cihê wê jî ”bo” tê gotin.

GIRÊDEK

Ev girêdek di wê devokê çawa tên gotin:

  • daçeka ”lê” (ema, feqet, lakin) nayê bikaranîn. Li cihê wê ev peyv hene:
    • bes, bes pa, belê, belê pa, ema
    • çunkî, çinkî, çikî, ji ber ku
    • lewma, lewmanekê, lewa, lewanekê

HEJMAR

Hejmarên sade

  • Hejmarên 1-10:
    • êk,du, sê, çar, pênc, şeş, heft (حەفت), heşt, neh, deh
  • Hejmarên 11-19:
    • yazde, diwazde, sêzde, çarde, pazde, şazde, hevde, hejde, nozde
  • Hejmarên 10 – 90:
    • deh, bîst, sîh/sih, çil, pêncî, şêst, heftê (حةفتێ), heştê (ھەشتێ/حەشتێ), not.
  • Hejmarên 100 – 900:
    • sed, dused, sêsed, çarsed, pênsed, şesed, hefsed, heşsed, nehsed
  • 1000: hizar
  • H-ya hejmarên 7 û 70 wek ya Hesenî ye lê ya hejmarên 8, 17, 18 û 1000 wek ya peyva “heval” tê gotin û 80 hem bi H-ya heval û hem jî ya Hesen tê gotin.

Hejmarên rêzî:

  • Di çêkirina hemû hejmarên rêzî de paşgira “-ê”yê diêt bikaranîn. Bo nimûne:
    • “ew bû yê çarê”.

ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN

  • Gelo çemandina navdêrên nêr bi paşgira ”-î” ye. Bo nimûne:
    • ”mala Serdarî”
    • Guherandina A/E bi Ê (wek ”mala Serdêr”) di vê devokê de qet nayê bikaranîn.
  • Paşgira nediyariyê ”-ek” e. Bo nimûne:
    • tiştek, sêvek …
  • Gelo raveka pirhejmariyê ”-êt” e, bo nimûne:
    • sêvêt min
  • Gelo raveka yekhejmariya nediyar ya nêr ya ”-ekê” û ya mê jî ”-eka” ye. Bo nimûne:
    • bivrekê min (nêr)
    • kitêbeka min (mê)
  • Taybetmendiyên dî yên navdêran:
    • Dema nav li dû cînavê ”ev” diên, em -e-yekê li ser navdêran zêde dikin, wekî:
      • ev dîware yê mezin e.
      • Ev diyarde di soranî de jî heye.

ÇEMANDINA LÊKERAN

  • Gelo pêşgira berdewamiyê ’d/’t e:
    • ez ‘d bêjim (ez dibêjim)
    • e(z) ’t kem (ez dikim)
  • Pêşgira dema bêt (dema were, future) “dê” ye
    • ez dê bêjim
  • Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) de ev in:
    • ez …im
    • tu …î
    • ew …it/ît/îtin
    • em …în
    • hwîn/hîn …in
    • ew …in”
    • Bo nimûne:
      • ez dibêjim, tu dibêjî, ew dibêjit/dibêjît/dibêjîtin, em dibêjîn, hwîn/hîn dibêjin, ew dibêjin
    • Di dema bêt de pêşgira ”bi-“ nayê destpêka lêkerê:
      • ez dê sêvekê xwem/xom (ne: ez dê sêvekê bixwim)
    • Formên raweya subjunktîv (şertanî, bilanî û hwd.) hene (nimûne bi lêkera “xwarin”, bi dihokî “xarin”)
      • ez bixwem/bixom, min x(w)ariba, ez da xwem/xom (= min ê bixwara)
    • Neyînîkirina raweya fermanî bi “ne-” ye (û pêşgira “me-” nayê bikaranîn). Bo nimûne:
      • neke, nêbêje!
    • Di vê devokê de ji bilî dema niha ya sade, herwiha dema niha ya berdest jî heye. Ew bi zêdekirina “(y)ê” (nêr), “(y)a” (mê) yan “(y)êt” (pirhejmar) tê avakirin: Bo nimûne:
      • ez ‘dbêjim (bi awayekî giştî) – ez ê ‘dbêjim (ez aniha dibêjim, ez vê gave dibêjim, ez mijûlî gotinê me)

Ergatîvî

  • Ergatîv bi forma xwe ya klasîk di demên borî de di vê devokê de parastî ye û tê bikaranîn. Di demên borî de li gel lêkerên transitîv (gerguhêz, têper) biker (fail) çemandî ye û berkar (mef’ûl) xwerû ye û lêker jî paşgira xwe ya kesî li gor berkarê digire: Bo nimûne:
Dema niha (nomînatîv-akuzatîv) Dema borî ya sade (ergatîviya klasîk)
ez te dibînim min tu dîtî
tu min dibînî te ez dîtim
em te dibînîn me tu dîtî
h(w)în min dibînin (he)we ez dîtim
ez wê/wî dibînim min ew dît
ez wa(n) dibînim min ew dîtin

 

DENGNASÎ

  • Wekî ku min bertir got, taybetmendiya herî berçav a dengnasiyê di Behdîniyê da meseleya şkandina Û-yê ye. Em li şûna Û-yê dibêjin: Ü/WÎ û Î wekî ”hwîn” û ”hîn” anku ”hûn”.
  • Komdengê ”xwe-” carinan dibe ”xo-”, carinan jî ”xu-”. Bo nimûne:
    • xo, xoş (xwe, xweş)
    • Xudê, xudan (Xwedê, xwedî)
  • Komdengê ”xwa-” gelek caran dibe ”xa-”. Bo nimûne:
    • xarin, pêxas (xwarin, pêxwas)
  • Komdengê ”xwî-” carinan dibe ”xî-”. Bo nimûne:
    • xîşk (xwîşk)
  • H-ya peyvên ”hemû, hirç, heşt/heyşt, hezar” wek H-ya peyva ”heval” e (new ek H-ya navê ”Hesen” e). Wek din jî di peyvên xwemalî de H-ya wek navê Hesen pir kêm tê bikaranîn, tenê di hinek peyvên wek ”heft, heftê, tehl” de heye.
  • Dengê A di peyvên ”çav, mar” de her wek A dimîne lê di hinek peyvan de wek EH ye:
    • kehnî, kehrik, kehreb (kanî, karik, kareba/elektrîk/ceyran)
  • H li dawiya navê hejmarên 11-19 nîne lê li dawiya hejmarên 9 û 10 heye.
  • Komdengên ”-ih-” yan ”-iw-” li nava peyvê dikevin, bo nimûne:
    • ciwan > can
    • ciwamêr > camêr

PEYVNASÎ

Hinek peyvên vê devokê ku li gelek deverên din yên kurmancî nînin:

  • berze: winda, hinda
  • difin: poz, bêvil, kepî
  • li nik, li def: li ba, li cem
  • li gel: pê re, bi … re
  • şiyan: karîn, kanîn, taqet hebûn:
    • ez ’dşêm, tu ’dşêy, ew ’dşêt, em ’dşêyn, hûn ’dşêt, ew ’dşên
    • min şiya, te şiya…
  • hefîşo: zikîn, pirxwer, ûc, kesê ku her dixwe û têr nabe

Hinek peyv jî henek ku wateya wan ji ya hindek deverên dî cuda ye. Bo nimûne:

  • ”poz” li wateya ”qûn, paşiya mirovan” lê ”poz” li hinek deverên din bi wateya ”difin, bêvil, kepî” ye.
  • ”pêsîr” bi wateya ”navran, şermgeha mirovan e” lê li hinek deverên din yên kurmancîaxiv bi wateya pişkojkên memikan anku sermemk in.

 

DIXWAZÎ ÇI TIŞTEKÎ DIN DERBARÊ VÊ DEVOKÊ BIBÊJÎ?

  • Bo nimûne
    • Rewşa niha ya wê devokê – rewşa devoka me hêşta baş e, lê mixabin êdî di gel mirina mezinên me kaniya devoka me jî şêlî dibe û nifşên nû ji nezaniya xwe zimanî têk didin û keftine bin bandora Soraniyê.
    • Gelek berhemên wisa hatine nivîsandin ku çîrok û stiranên dîwanan in û em dikarin gelek mifayê ji wan wergirin.
    • Her çend e ku min bertir jî bi rengekî ji rengan got, taybetmendiyeka dî ya devoka me heye: Em hêşta paşgirên ”-it/ît/îtin” ji bo kesê sêyê yê kithijmar li ser lêkeran dibêjin, wekî ”ew dibêjit/dibêjît/dibêjîtin” li şûna ew dibêje. Klasîkên me jî herî zêde IT bi kar aniye û ev jî resenîtî anku esalet e.

Binêrin herwiha:
– Rêwan Mihemed:
Devoka xerbî (Qamişlo)
– Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor)
– Mihemed Hemkodî: 
Kurmanciya Celikan (Semsûr)
– Battal Battaloğlu: 
Devokeke Dîlokê/Entabê
– Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)
– Îkram Baban: 
Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: 
Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: 
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

4 thoughts on “KURMANCIYA DIHOKÊ

  1. […] herwiha: – Şehnaz Omerzade: Devoka şikakiyan (Ûrmiye) – Zinarê Melê: Kurmanciya Dihokê – Rêwan Mihemed: Devoka xerbî (Qamişlo) – Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê […]

    Like

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s