TAYBETMENDIYÊN KURMANCIYA KOBANKÎ

Raman Ehmed (2)

Raman Ehmed

Devoka Kobaniyî/Kobankî an jî bi gotineke din devoka Sirûcî.

Wek tê zanîn, Deşta Sirûcê niha bi du parçeyan bûye. Sirûca binxetê -li aliyê Rojava – û Sirûca serxetê – li aliyê Bakur.

Lê wek her herêmeke din a kurdî ku bi bandora parçekirina kurdistanê bi du parçeyan bûye, Sirûca binxetê û ya serxetê jî her bi heman devokê mane- bê guman divê neyê jibîrkirin, ku bandora erebî û tirkî di vê dema dawiyê de, roleke nîgatîv li ser her du devokan lîstiye.

Di vê gotarê de, ez ê hewl bidim ku bi tenê li ser devoka Deşta Sirûcê ya Binxetê ango ya Kobaniyan, rawestim.

Dibe ku her kesî bala xwe dabe wê yekê, ku xelkê Kobaniyê nabêjin ” Kobanî “, lê dibêjin ” Kobanê “.

Ev yek jî tê wê wateyê ku Kobaniyî(xelkê Kobaniyê) ji kurtkirina peyvan hez dikin û pir caran jî ti giraniyê nadin dirêjkirina peyvên ku li dawiya wan tîpeke dengdêr hebe, nemaze di tewandina wan de.

Wek mînak:

Li şûna:
• Min maseyek kirî.
• Ev mamosteyê min e.
Dibêjin:
• Min masak kirî.
• Va (ev) mamostê min e.

Tewanga navdêran di kurmanciya Kobaniyî de.

Tiştê balkêş li ba Kobaniyan ew e, her peyva ku dive were tewandin, ew ditewînin.

• Azêd derî vekir.
• Ew sêvekê dixwe.
• Em kê herne(biçin) bajêr.
• Ti(tu) li hindir xênî may(î).
• Me ji kurdan ra(re) got.
• Ma ti kê(yê) herê qerêc(e)?
• Ramên qapî (derî) vekir.

Cînavên kesane

Yên xwerû:
Ez, Ti, Ew/Ew, Em, Win/Hûn, Ew.

Yên tewandî:
Min/Mi, Te (bêhilm), Wî/Wê, Me, We, Wan.

Cînavka Vegerok

▪︎Xwe (piraniya Kobaniyan vê bi kar tînin).
▪︎Xe (bi piranî li gundan, lê li nav bajarê Kobaniyê bi xwe jî carine tê bikaranîn).

Cînavên Şanîdanê
Yên xwerû:
Va/Vay han, Ew/ewî han.
• Vay han li min dinêrê.

Yên tewandî:
▪︎Ji bo kesên dûr:
Wî, Wê, Wanay han/Wan.
• Wanay han ji me re gotin.
▪︎Ji bo kesên nêzik:
Vê, Vî, Vana/Van.
• Vana mêvanê(n) min e.

Daçek

▪︎Pêşdaçek:
– bi, ji, li, di.

▪︎Paşdaçek:
– da, ra, va
▪︎Dordaçek:
– bi … ra, ji … ra, ji … va, di …. ra.

Di axaftina rojane de, êdî ti rola perçeyê pêşîn ê dordaçekan nemaye.

• Kesek vi-ra(di vir re) çû.
• Ew wi-ra(di wir re) derbas bûn.

Vokatîv

Vokatîv di devoka Kobaniyî de pir li kar e.
▪︎Ji bo navdêrên nêr:
– Lo!, -o!
• Were malan Saliho!

▪︎ Ji bo navdêrên mê:
– Lê!, -ê!
• Te çi bi wan kir Bêrîvanê!
Raweya Fermanî

Di raweya fermanî ya erênî de piraniya lêkeran pêşgira ”bi-” werdigire. Bo nimûne:

  • bike, bide, bixwe

Lê hinek awarte jî hene, bo nimûne:

  • here, were!

Di raweya fermanî de paşgira kesê duyem yê yekhejmar ”-e” ye û paşgira kesê duyem yê pirhejmar jî “-(i)n” e:

  • yekhejmar: bidoşe, bifiroşe, bistîne
  • pirhejmar: bidoşin, bifiroşin, bistînin

Neyînîkirina raweya fermanî bi pêşgira “me-“ ye:

  • mebêje, medizin

 

Raweya Şertanî

Di devoka Kobaniyî de raweya fermanî bi ” eger/heger/eke/ger ” nayê çêkirin, lê belê bi “ku” yê.

• Ku tu werî, ez e (ez ê) li te xim!
• Ku win (hûn) nên nexwin, em e (em ê) ji hev aciz bibin!
• Ku win (hûn) dereng bimînin, kesek ji we re derî venake!

Dema Niha

Devoka Kobaniyî di dema niha de, bi dema niha ya fereh/berdewam navdar e.

  • “ez nên dixwime” (aniha mijûlî xwarina nanî me)
  • ”ez nên dixwim” (bi awayekî giştî/adetî nan dixwim lê ne illeh aniha.)
  • Ew stranekê dibêjine. (ev kar niha berdewam e)
  • Em tû (bê tewandin) dixwine.

Li hinek gundên Kobaniyê li şûna tîpa ” e ” tîpa dengdêr ” î ” tê bikaranîn.
• Baran dibarî. (kar berdewam e).
• Şîv dikelî.

Amraza Dema Bê/lêkera alîkar a dema bê

Li Kobaniyê pirê caran raweya kurtkirî “kê” ya ji lêkera “dikim”ê ya ku di dema bê ya nêzik de tê bikaranîn, li şûna amûraza dema bê ” dê/ê ” tê bikaranîn.
Mînak:
• Ez kê herm(e) Kobanê.
• Ti kê nerê! (Tu dê neçê!).

Ji xwe li ba kesên temenmezin, awayê amraza dema bê ya nêzik nehatiye guhertin û dîsa jî pirê caran, li şûna amûraza dema bê, tê bikaranîn.
Mînak:
• Ez dikim herim.
• Ti dikî min bixapînî ha!

Bi giştî li Kobaniyê pênc şêw ji qertafa dema bê re hene.
Ev in:
•  (piraniya Kobaniyan bi kar tînin).
• E (bi tenê ji bo cînava EZ tê bikaranîn. ” Ez e vegerim.”).

•  (bi piranî li gundên Kobaniyê).
• Ê (pir kêm li kar e).
• Kira (Ji bo dema bê ya nêzik. Bi piranî li gundan tê gotin).

▪︎Di hin cihan de ji bo ” ew dê/ê ” awayekî keljandî derdive holê.
• (ew dê/ê) werê.
Hejmar

Yek, didi, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, neh, deh, yanzde, danzde, sêzde, çarde, panzde, şanzde, hefde, heyjde, nozde, bîst.

– Di hejmara ” heft ” û ya ” hefde ” de, tîpa “h” wek “h”a erebî tê bilêvkirin.

Hin taybetiyên din

  • Çira: ji bo pirsa hokar û sebebê (li şûna Çima): Çira we karê xwe bi serî nekir?
  • Çito: ji bo pirsa awayê bûyîna tiştekî (li şûna çawa): Wan çito xwe ji te xelas kir?”
  • Kîcax: ” (kîjan çaxê) ji bo pirsa demê (li şûna kengî): Wê kîcax mala xwe bar kir

 

Xurtkirina rengdêran

Ev diyarde taybetmendiyekê dide devoka Kobaniyî, ku ji her kesî ve cudahiya devokê dide xuyakirin.

Ji bo girankirin û mezinkirina rengdêrekê, hokerek dikeve pêşiya rengdêrê û li dawiya hokerê tîpa “î” tê danîn.

• Va (ev) maleke reşî be’en e(maleke pir mezin e).
• Min cawekî sorî henarî kiriye(pir sor e).

Li vir hin xurtkerên din ên rengdêran:
Reşî qûl, sorî piz, gewerî spî, hêşinî ezmanî, zikî zer, şikî şebab.

 

Binêrin herwiha:
Youness Sheikh Nassan: Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

22 thoughts on “TAYBETMENDIYÊN KURMANCIYA KOBANKÎ

  1. Raman Ehmed camêrkî ji berê de ji zimanê kurdî hez dike. cara pêşîn min ew li zanîngehê nas kir. ew mamosteyê min bû. silavan ji wî re dikim rê.

    Like

  2. […] herêma Agirî – Îsmaîl Taha Şahîn: Devokan hacan ji eşîra ertoşiyan – Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî – Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê – Husein […]

    Like

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s