Mihemed Hemkodî
NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ
- Celika di navberê Meletî û Semsûrê de ye û girêdayî bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ye. Navî welêt (Celik/Celika) ji navê eşîrê têye ku Celik jî komek ji eşîra Reşî ye. Niştecihên navenda welêt her çiqas bi tevahî bi navê eşîra reşî bê gotin jî her kes bi navê bavî tê zanîn ku ev jî her yek eşîrek ji kurdan e. Mînak ez bi xwe Hemkodî me, yanî li bavî hemkoda me. Û kes nabêje ez li filan eşîretê me. Li şuna wê dibêjin `ez ji filan bav î me`. Navên wan bavan bibînin woha ne: Hemkoda, Perta, Elûşa, Sîsa, Bişara, Şêxa, Quliya, Memhupa, Haca, Husbeka, Kufa, Elçîra, Xidira, Mamika, Qelindera…Qertafa pirjimariyê –an de tenê –a tê gotin). Û gund û gundiyên girêdayê Celika jî hemû bi kurdî ne û gundî jî ji eşîr û malbatên kurd in. Bi firehî tevahî bajarên meletî û semsûrê bi gotinên bav û kalên me 12 eşîr ji eşîrên kurd in û ewan jî woha bi nav dikirin: Kav-Reşî, Qot-Qertol, Allik-Teşik, Şemik-Bûk, Şêxbizinî,….
- Welatî giştî kurmanc in û kurmancî diaxivin. Tenê gundekî tirk û çend malbatên koçer ku ji gundên semsûrê tên van deran şêxbizinî ne. Kurmanciya vir heman heta çend salên dawî pir sade bû û tesîra tirkî û erebî pir kêmbû li ser zimên. Seranser bi kurmanciyek sivik û xweşik deng dikin/şora dikin.
- Heta bîst salên berî vê tenê bi kurmancî gel bi hev re diaxifîn. Nifşên niha ji ber dibistan û telewîzyonan zêdetir bi tirkî deng dikin lê hîn jî axafina kurdî-kurmancî di jiyana rojane de serdest e.
- Devokê Celika bi kurmanciyek nermik û gelek sivik e. Tîpa b li herêmê guheriye yan jî bi lêvkirinê de sivik dibe û dibe w. Mînak: Gotin; Ez dibêm/Ez diwêm
CÎNAV
- Cînavên kesî yên xwerû:
- Ez, tu, ew, em, hûn/ûn, ew
- Cînavên kesî yên çemandî/tewandî:
- Mi/min, te, wî, wê, me, we, wan
- Cînavê veger wek xwe ”xwe” tê gotin.
BERHEVDANA RENGDÊRAN
- Paşgira –tir gelek bikar e û di axaftinê de gelek pêşketî ye.
- Bitir, zêtir/zêdetir, girtir, bilindtir, dirêjtir.
- Di kurmanciya herême de paşgira –tir bi eslê xwe peyvek serbixwe `ter` e û ku ev wekî paşgir bikar hat dibe –tir:
- Mînak: Dara ter dirêj ew e. Îro roja terî sar bû ji vê rojê sartir me serma nedî. Peyva ter carînan wateyê qet-hîç jî bikar tê.
- Mînak: Ter qalê xwe meke/ Ter wê nebêje
- Bo forma sûperlatîv paşgira –tirîn heye û bi kar jî tê le forma wê zêdetir bikar ”terî gir, terî dirêj, terî bilind” berbelav e
HOKER
- Hokerên giştî:
- Çing-Çitil (çawa) – oha/woha/weng (wiha, wisa)
- Kînge (kengî) – Hînge (hingê, wê demê)
- Çiqas – viqas
- Çend – viqas/ewqas
- Oha/woha bi vî avayî,
- Hokerên demî:
- Pêr (du roj berî îro), duhî (roja berî îro), uro/îro, so/siwê (roja piştî îro), duso (du roj piştî îro)
- siwê-sibê (spêde, beyanî, seher, sihar), îşev, pêr (du rojberî îro), bitirpêr (sê roj berî îro), îsal, sala çûnî (sala berî îsal), sala par (du sal berî niha)
- erê/belê, na/ne, belkî
DAÇEK
- Pêşdaçekên kurmancî ”bi, di, ji, li” gih (gişt) bi karin lê bikaranîna wan ya bi tenê gelek kêm e û şuna wan paşdaçek an dordaç bi kar tên
- Bikaranîna paşçekên ”da, ra, va” berbelav e:
- Min (ew) bi xwe ra bir
- wî (ew) bi xwe ra anî
- tu û kê va çûn? (Tu bi kê re çû? Tu li gel kê çûyî? Tu û kî çûn?)
- Di vê derê de/ li vê derê de/ li malê de (li mal da)
- Daçekên serbixwe: pêra, vêra, lêra, têra:
- Min têra nedî ez gilî gazincên xwe pê bikim
GIRÊDEK
- Ev girêdek di wê devokê tên bikaranîn:
- Loma, lema,
- Bakê, vê bakê, çimaku, heger, ger
HEJMAR
- Hejmarên sade
- 1-9: ek, dudu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, nehe, dehe
- 11-19: Deh û yek, deh û dudu, deh û sisê, deh û çar….
- 10-90: Deh-dehe, bîst, si, çel, pence, şeşt, heftê, heştê, nod, sed
- 100-1000: Sed, dusid, sêsid, çarsid, pêncsid, şeşsid, hevsid, heşsid, nehsid, hezar
- H ya “heft hêşt hezar” wekî h ya heval e
- Hejmarên rêzî
- Saziya hejmarên rêziyê de bi paşgira “-a” çêdibe:
- Cara dudiya, cara sisa, sê caran
- Saziya hejmarên rêziyê de bi paşgira “-a” çêdibe:
ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN
- Çemandina navdêrên nêr bi guherandina A/E bi Ê çêdibe:
- Mînak: mala Serdêr (mala Serdar, mala Serdarî)
- Paşgirêdana nediyariyê bi `ik` tên gotin:
- Mînak: berx > berxik (berxek), kar > karik (karek), mêr > mêrik (mêrek), sêv > sêvik (sêvek), kur > kurik > kurikik (kurikek), dar > darik (darek) > bîr > bîrik (bîrek)
- Raveka pirhejmariyê ”ê” û ”- ên” bi kar tê:
- Keçikê min (keçên min)
- lawên wî (lawên min)
- mezinê me (mezinên me)
- Raveka yekhejmariya nêr û mê hinek qut (kurt) tê gotin:
- Bivrikî min, kevirkî min, destkî min
ÇEMANDINA LÊKERAN
- Pêşgira berdewamiyê ”di-” ye:
- Ez diwêm, ez dibêm (ez dibêjim)
- Pêşgira dema bê ”-ê, dê, wê” ye:
- Ez ê bibêm
- ez ê biwêm
- dê here
- wê bike
- Paşgirên kesî yên lêkeran di dema niha (nimûne bi lêkera ”gotin”):
- Ez diwêm, tu diwêyî, ew diwêye, em diwên, hûn diwên, ew diwên
- Dema bêt bi pêşgira ”bi-“ tê bikaranîn:
- Ez ê sêvkê bixwim
- tu ê nên bixwî
- Formên raweya subjunktîv (şertanî, bilanî û hwd. hene), temsîlen:
- ez bixwim
- min ê bixwara
- min xwariwa
- min xwaribûya
- tu bihatîwa
- Neyînîkirina raweya fermanî bi “ne-” û “me-” ye:
- Neke/meke
- newê/mewê (nebêje)
DENGNASÎ
- Bi aliyî dengnasî ve komdengê ”xwe, xweş, Xwedê” wekî tê xwendin bikar e.
- Komdengê ”xwa-” her bi heman awayî tê gotin:
- xwarin, vexwarin
- Peyvên ”çav, mar, kanî” wiha tên gotin: ”çav, mihar, kanî”.
- Komdengên ”-ih-” yan ”-iw- dikevin:
- Niha/naha (aniha, niha)
- can (ciwan)
- camêr (ciwan mêr)
- Dengê H di peyvan de bilêvkirina peyvê diguherîne:
- bihî (bî)
- cihî/cî (cih)
- dihî (dih)
- gî/gê (gih)
- gihan/gan (paşil, pêsîr)
- mihar (mar)
- dîhar/diyar (diyar)
- Em ji Alî (nav) re wek bi eyn a erebî nabêjin Elî. Alî navê apekî min e jî û ez jê re dibêjim Ap Alî.
- Komdengê ”xwa-” her bi heman awayî tê gotin:
PEYVNASÎ
- Kurmanciya Celikan devokek pir xweş e ku deng kirinê de bi lêv kirinê de pir rihet e. Di Hevok saziyê de bi aliyê fonetîk de pir li hevhatî ye. Axaftin ewqas bi biwêj û gotinên navdar e ku li guhdar kirine wekî mûzikek wek helbestek bê xwendin tê guhê mirov. Xelkê vê derê berê de rencber (cotyar) û şivan û gavan in. Di karê rencberiyê de navê heman her tiştî heye û navekî serbixwe ye. Mînak: Ez îro çûm nav zeviye û ber û balgî welgerandin û qûç qûşax lê girêdan, co û bend lê vekirin. Zevî da cot û du qat gîsin lê xist axa erd li hev re bû xwelî. Ba kew tê de axê keve:)
- Li vir titûn dikin. Her kar û tiştekî titûn bi nav e. Sêdir (sadir) pêşî diçînin û ew dide der û bi qasî çar pêçiyan girbû ê wî sadirî helkin û berin nav zeviyê danin. Tu bê kolanê wî, xesandin, binî vekirin, pînc lê kirin, çinîn, pêve kirin û dar xistin… hezar îşê wê heye
- Şivanî û gavanî serpêhatiya heman her kesî ye.
- Kurmanciya Celikan bi aliyê peyvan de gotinek li cem me heye dibêjin `binê behre ye`.
Hewnî/dîşlix (hevandina xwe di hundirê xwe de)
Mesqere (tewz)
Nêrcekî (Titûnê zû de çîçek vekirî, ber negirtî)
Xhudayî (mişmişê bê aşî)
Fere fol (firaq)
Şof (pêşketî, navdar, serdest)
Xînt (yên ku bi zanîn nezanî xwe her tiştî re dikin wekî pispor dibînin)
Çeplezî (heman dest re, cih lê de tiştek bê kirin)
REWŞA DEVOKÊ
- Rewşa devokê li herêmê parastî ye le nifşên niha bo sedemên berbiçav ji zimanê xwe dûr dikevin.
- Ez devok û axaftina zimên, çand, çîrok, biwêj û gotûbêjên herêmê li ser Facebookê rûpela Kurmanciya Celikan
Binêrin herwiha:
– Battal Battaloğlu: Devokeke Dîlokê/Entabê
– Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)
– Îkram Baban: Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha Şahîn: Devokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein Muhammed: Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
– Qasimê Xelîlî: Taybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi Jafarzadeh: Kurmanciya Deregezê
[…] herwiha: – Mihemed Hemkodî: Kurmanciya Celikan (Semsûr) – Battal Battaloğlu: Devokeke Dîlokê/Entabê – Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê […]
LikeLike
[…] herwiha: – Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor) – Mihemed Hemkodî: Kurmanciya Celikan (Semsûr) – Battal Battaloğlu: Devokeke Dîlokê/Entabê – Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê […]
LikeLike
[…] (Qamişlo) – Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor) – Mihemed Hemkodî: Kurmanciya Celikan (Semsûr) – Battal Battaloğlu: Devokeke Dîlokê/Entabê – Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê […]
LikeLike
[…] (Qamişlo) – Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor) – Mihemed Hemkodî: Kurmanciya Celikan (Semsûr) – Battal Battaloğlu: Devokeke Dîlokê/Entabê – Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê […]
LikeLike
[…] (Qamişlo) – Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor) – Mihemed Hemkodî: Kurmanciya Celikan (Semsûr) – Battal Battaloğlu: Devokeke Dîlokê/Entabê – Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê […]
LikeLike
[…] (Qamişlo) – Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor) – Mihemed Hemkodî: Kurmanciya Celikan (Semsûr) – Battal Battaloğlu: Devokeke Dîlokê/Entabê – Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê […]
LikeLike
[…] (Qamişlo) – Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor) – Mihemed Hemkodî: Kurmanciya Celikan (Semsûr) – Battal Battaloğlu: Devokeke Dîlokê/Entabê – Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê […]
LikeLike