DEVOKA XERBÎ (QAMIŞLO)

Rewan (2)

Rêwan Mihemed

Qamişlo ji sala 1926an ve li ser destên endezyarên fransî ava bûye, lewre car heye jê re tê gotin “Parîsa biçûk”. Navê “Qamişlo bajarê evînê” jî ji aliyê hozanê kurd Seîd Yûsiv lê hatiye kirin. Carinan jî heye jê re dibêjin “Beriya Mêrdînê”.

Devoka Qamişlo du devokên cuda hene: xerbî û aşîtî. Ji nîvê Qamişlo heta taaa Hilêliyê xerbî ne. Ji aliyê din heta Enteriyê û Qenasiwês aşîtî ne.

Ev nivîs devoka xerbî dide nasîn.

CÎNAV

Cînavên kesî yên xwerû:

  • ez, ti, ew, em, win, ew
    • Li şûna “hûn”, forma “win” tê bikaranîn:
      • Win ê werin? (Hûn ê werin/bên?)

Cînavên kesî yên çemandî/tewandî:

  • min/mi, te, wê/wî, me, we, wan/wa

Cînavê veger ”xwe” her wekî “xwe” tê gotin.

Cînavê beramber “hev” (hevdû, hevûdû) ye:

Em hev/hevdû nas dikin

BERHEVDANA RENGDÊRAN

Berhevdana forma komparatîv bi paşgira ”-tir” e:

  • mezin > mezintir/mestir

HOKER

Hokerên giştî:

  • çawa, kengî, çiqas/çiqa/çend
  • wilo (bi vî awayî=bi wî awayê), ewqas/ewqa

Hokerên demê:

  • doh, îro, sibe, disibe, şev, îşev, pêr/doh-na-pêr, pitirpêr
  • îsal, par, pêrar/par-na-pêrar, pitirpêrar

Hinek hokerên din:

  • erê/e/belê, na, belkî
  • vê gavê/niha/ana
    • Vê gavê: Ti bêj, û ez ê vê gavê çêkim.
    • Niha: Ez ê niha çêkim

DAÇEK

Pêşdaçek:

  • bi
  • ji bo (“bo” bêyî “ji” nayê bikaranîn)
  • di
  • ji
  • li

Nimûne:

  • Li malê, li derve, li ser xanî
  • di birîka min de/di, di destê min de/di, di xaniyê me de/di

Paşdaçek:

  • di/de (de), ri (re), vi/ve (ve)

Daçeka komîtatîv ”pê re, bi … re” ye (”li gel” û ”di gel” nayên bikaranîn):

  • bi wî re ye
  • pê re ye

GIRÊDEK

  • go (ku)
  • ji ber go (ji ber ku, çunkî)
  • loma, ji loma

HEJMAR

Hejmarên sade:

  • Hejmarên 1 – 10:
    • yek, dido/do, sisê/sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh, deh
    • “Dido” û “sisê” tenê di dema hejmartinê de wisa ne, di nav hevokê de dibin “do/di” û “sê”:
    • Em di kes bûn, ew sê kes bûn.
  • Hejmarên 11-19:
    • yazde, diwazde, sêzde, çarde, pazde, şazde, hivde, hijde nozde
  • Hejmarên 10 – 90:
    • Deh, bîst, sîh/sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, not, sed
  • 100 – 900: sed (صەض), dusid, sêsid, çarsid, pênsid (پێنج صد), şesid (شەصد), hefsid (حەفصد), heysid (حەیصد), nehsid (نەهصد)
  • 1000: hezar
  • H-ya di peyvên 7, 8, 70 û 80 û1000 wekî “Hesen”

Hejmarên rêzî:

  • Di çêkirina hejmarên rêzî de li gel hejmara “yek” paşgira “-ê” û bi hejmarên din re paşgira “-a” tên bikaranîn:
    • Ew di nav hevalê(n) xwe de bû ê yekê.
    • Ew di nav teva de bû yê çara.
    • Ew ê here sefa (pola/sinifa) pênca.

NAVDÊR

Paşgira nediyariyê ”-ik” e: Wekî:

  • tiştik, sêvik

Raveka yekhejmariya nediyar:

  • Hevalkî/hevalekî min hat. (Ew heval mêr e.)
  • Hevalke/hevaleke min hat. (Ew heval jin e.)

Raveka yekhejmariya diyar:

  • Hevalê mi hat. (Ew heval mêr e.)
  • Hevala mi got. (Ew heval jin e.)

Ravekar pirhejmariya diyar:

  • Hevalê(n) mi hatin.

ÇEMANDINA LÊKERAN

Pêşgira berdewamiyê ”di-” ye:

  • Ez dibêjim.

Peyva alîkar ya dema bê ”ê” ye:

  • Ez ê bêjim. Tê bêji. Ew ê bêji. Em ê bêjin. Win ê bêjin.

Bala xwe bidinê ku ”ti ê” (tu dê) bi hev ve dihele û dibe ”tê”:

  • tê bêji. (tu ê bibêjî, tu dê bibêjî.)

Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bê) de:

  • ez dibêjim, ti dibêji, ew dibêji, em dibêjin, win dibêjin, ew dibêjin

Anku hem paşgira kesê duyem yê yekhejmar (tu/ti) û hem jî kesê sêyem yê yekhejmar (ew) dîsa ”-i” ye:

  • ti dibêji (standard: tu dibêjî)
  • ew dibêji (standard: ew dibêje)

Di dema were de pêşgira ”bi-” tê pêşiya lêkeran:

  • Ez ê sêvkê bixwim.

Lê di ev “bi-“ ji ”bibêjim” û formên din yên kesî ketiye û tenê wiha maye:

  • “ez ê bêjim, tê bêji” û hwd. maye.

Formên subjunktîv yên devokê:

  • Ez bixwim.
  • Min ê xwariba.
  • Mi xwariba.

Raweya fermanî bo kesê duyem yê yekhejmar bêyî paşgira ”-e” yan bi paşgira ”-i” ye:

  • bik, biki! (bike!)
  • bêj, bêji! (bibêje!)

Neyînîkirina raweya fermanî bi pêşgira “ne-” ye:

  • nek, nebêj!
    • Wilo nek! (Wisa neke/meke!)
    • Ti jê ri nebêji!

Dijwateya ”heyi, heni” (heye, hene) wiha ne

  • ”tine, tine yi, tine ni”

Dijwateya ”ew kurd i, ew kurd in” bi awayê ”ew ne kurd i, ew ne kurd in”

Lêkerên ”birin, dan/dayîn, kirin” di dema niha de wiha diçemin:

  • ez dibim, didim, dikim

Lêkera alîkariyê ”karîn” e:

  • Ez karim, ti kari, ew kari, em/win/ew karin

Lêkera ”çûn” di dema niha de wiha diçeme:

  • Ez dirim.
  • Ez narim.

Lêkera “hatin” di dema niha de wiha diçeme:

  • Ez têm.
  • Ez nayêm.

ERGATÎV

Ergatîv bi forma xwe ya klasîk êdî nayê bikaranîn an kêm tê bikaranîn. Ergatîva klasîk di devokê de li ber hilweşînê ye loma du formên cuda carinan tên bihîstin:

Dema niha (nomînatîv-akuzatîv Dema borî (ergatîv li gor devoka xerbî) Ergatîva klasîk
Ez te dibînim Mi te dît Min tu dîtî
Ti mi dibîni Te ez dîtim/te mi dît Te ez dîtim
Ez we dibînim Mi we dît Min hûn dîtin
Ti me dibîni Te me dît Te em dîtin
Win mi dibînin We ez dîtim/we mi dît We ez dîtim

 

DENGNASÎ

Komdengê ”xwe-” her wekî ”xwe” tê gotin:

  • xwe, xweş, Xwedê

Komdengê ”xwa-” jî dîsa wek ”xwa-” dimîne:

  • xwarin, xwas:
    • Ti bixwas i. (Tu pêxwas î.)

“A” di peyva “kanî” de wek xwe dimîne lê di peyvên “çav” û “mar” de wek “e+eyn” tê gotin:

  • çav: çe’v, چعڤ/چەعڤ
  • mar: me’r, معر/مەعر

Komdengên ”-iw-” di peyva ”ciwan” de tê parastin lê di peyva ”ciwa(n)mêr” de dibe ”camêr” û carinan jî ”ciwamêr”.

Binêrin herwiha:
– Kamîz Şeddadî:
Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor)
– Mihemed Hemkodî: 
Kurmanciya Celikan (Semsûr)
– Battal Battaloğlu: 
Devokeke Dîlokê/Entabê
– Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)
– Îkram Baban: 
Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: 
Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: 
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

5 thoughts on “DEVOKA XERBÎ (QAMIŞLO)

  1. […] Omerzade: Devoka şikakiyan (Ûrmiye) – Zinarê Melê: Kurmanciya Dihokê – Rêwan Mihemed: Devoka xerbî (Qamişlo) – Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor) – Mihemed Hemkodî: Kurmanciya […]

    Like

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s