Devokeke Dîlokê (Entabê)

Dilok

Battal Battaloğlu

Devoka ku ez li ser çend tiştan bêjim ji  heft gundan pêk tên ku sê ji wan wan bajarok in. Bi temamî hejmara wan li ser 15 hezaran e. Navê wan Xolto, Kerkuto, Tulon, Dêrsimo, Tenûro, Tizbîko û Serê Banê ye. Ev gund girêdayî navçeya Dîlokê a Îslahiye ne û nêzîkî sînora Rojava (Efrîn) ne.

Pişta wan (rojava) çiyayên Amanos in, pêşiya wan jî deşta Hamqe/Hamke (bi tirkî Amik ovası) ye. Debara xwe jî bi piranî cotkariyê dikin. [Ekserî jî tirî, loma bi tirkî dibêjin “Altinüzüm”(Tiriyê zêrîn).

Li Îslahiye xeynî van gundan gelek gundên kurd (zimanê wan jî kurmancî) hene lê bi rastî jî devoka wan gelek ji ya me cudatir e. Devoka wan jî divê mijarê nivîsek din be.

Zimanê wan hemûyan bi kurmancî ye, devoka wan jî pir dişibe devoka Efrînî loma min nexwest navekî taybet lê bidim.

Niha teqrîben ji sedî 80 bi kurmancî zanin lê her ku diçe bi awayekî gelek lezok ev rêje dadikeve.

Asîmîlasyona vê deverê ji gelek deverên din a Kurdistanê kevintir û xurttir e. Beriya 1950 ‘an li wir dibistana tirkî vebûye loma bav û dayîkên me bi tirkî baş dizanin. Xeynî vê rewşê der dora deverê gund û bajorokên tirkan zêde ne, ev jî tesîrek neyînî kiriye û dike jî.

Di amadekirina vê nivîsê de hêja Mustafa Çalışkan pir alîkariya min kiriye loma ji dil spasiya wî dikim.

CÎNAV

Cînavên kesî yên xwerû

  • az, ti/tu, aw/haw, am, hün, hawno.

Cînavên kesî yên tewandî

  • Min/mi, ta, wî/wê, ma, hawo/wa, won.

Cînavê veger

  • Ev li cem me carna dibe “xa”:
    • Xabixa ango xwebixwe.

Cînavê hevber

  • Havdi.

BERHEVDANA RENGDÊRAN

Komparatîv

  • Bi paşgira “-tir” û bi peyva “hîn” çê dibe.
    • “Kintir” an jî “hîn kin”.

SûperlatÎv

  • Bi peyva “herî” çê dibe.
    • “Herî kin”.

HOKER

Hokerên Giştî

  • Çitil, çû (çawa):
    • tu çû ya? (Tu çawa yî,?)
    • “Az rind ima” ( Peyva “baş” li cem me nîn e.)
  • Çiqo, çiqos (çiqas)
  • Kî (kî)
  • Çend (çend)
  • Kîjon, kîjono, kîjonko (Kîjan)
  • Li ku, li ku derê (li kû)
  • Wa, watînko (şûna “wisa, wiha”)
    • Wa maka, watînko maka. Wa ya. (Wisa neke, wiha neke. Wisa ye.)

Hokerên Demê

  • Kî çoxê, kîçok (kengî)
  • Hirû (îro), düh (duh), sibado (sibê), pêr (par), hisol (îsal), șev (șev).
  • Donê îvorê (danê êvarê), waxt (dem), bar sibê (ber sibê), solî çüyî (sala çûyî).
  • Noko (niha),gofkî din (gava din) berî vê, damik berî vê (demek berî vê),

Nimûne ji hin hokerên din:

  • wara
  • wara jêr /jor
  • Hara hundir, hara dar/darvo (der, derve)
  • Vir (nêzîk), wur (dûr)
  • Zêde, kêm, pir.

DAÇEK

Pêşdaçek

  • “Ji” nîn e, şûna wê “li” bi kar tînin.
  • “manî” li cihê “bo, ji bo” tê bikaranîn:
    • “Manî te” (bo te, ji bo te)
  • Xincir vê, xêr vê (xeynî vê, ji bilî vê
  • “Di” û “li” jî wek kurmanciya nivîskî tên bikaranîn.
    • Li molê (li malê)
  • Bilî van daçeka “lê” pir bi kar tê:
    • Lêkirin, lêxistin, lêdan û hwd.
    • Min kincê wê lêkir.
    • Min navê lawê xwe “Zinar” lêda.

Paşdaçek

  • Bi ta ro (re),
  • Vê şûn do (vê şûn de)

GIRÊDEK

  • Lê (carna “amo”)
  • çunkî
  • ber vê /manî vê (loma, lewra)

HEJMAR

Hejmarên Sade:

  • 1-9: yak, di/dudi, sê/sisê, çor, pênç, șaș, haft, hêșt/hayșt, nah/naha, dah/daha
  • 11-19: dawyak, dawdidi, dawsisê, dawçar, dawpênc, dawșaș, dawhaft, dawhêșt, dawnah…
  • 20-90: bîst, sihi, çêl, pencî, șêst, haftî, heștî, nut, sad.
  • 1000: hazor (tîpa “h” weke “Hesen” e).

Hejmarên Rêzî:

  • ê yakê, ê didiyo, ê sisiyo…

NAVDÊR

Li kurmanciya me de zayendî hatiye bîrkirin. Ango tu yekser dibêjî “Havolî min”. Ne diyar e ku hevala /hevalê te jin a an mêr e.

Çemandina navdêrên nêr bi guherandina A/E bi Ê dibe:

  • molî Kemêl (mala Kemalî/Kemêl)
  • li welêt (li welat, li welatî, li welêt)

Paşgira nediyariyê “-ik” e:

  • sêvik, malik.

Dema ku av ji yekê tê xwestin wê demê jî dibêjin:

  • Ka ovikê bide. (Ka avekê bide [min].)

Raveka pirhejmariyê wisa dibe:

  • Sêvin mi hana. (Sêvên min hene. Min sêv hene.)

Di raveka yekhejmariyê cudahiya nêr û mê nîne:

  • bivirik min haya (bivirekî min heye)
  • havolik min haya (hevaleke/hevalekî min heye)

ÇEMANDINA LÊKERAN

Dema Niha (nimûne bi lêkera “çûn”)

  • az diharim (ez diçim/derim)
  • tu dahare
  • haw dahare
  • am diharin
  • hün diharin
  • haw/hawno daharin.

Dema niha ya sade

  • Az ê harim
  • tu ye hare
  • hawe hare,
  • amê harin,
  • hünê harin,
  • hawê harin.

Dema Bê

  • Azkî harim a           Azkî sêvikê bixwi ma
  • Tukî hare ya.           Tukî sêvikê bixwe ya
  • Ewkê hare ya.          Hawkê sêvikê bixwe ya
  • Amkî harina.            Amkî sêvikê bixwi na
  • Hünkî harina            Hünkî sêvikê bixwi na
  • Hawnoke harina.     Hawnoke sêvikê bixwi na

Formên Raweya  Subjunktîv

  • Az bixwim, tu bixwa
  • Min ê bixworo, ta yê bixworo
  • Min xworîbo, ta xworîbo
  • Min xworîbüyo, ta xworîbüyo

Neyînîkirina Raweya Fermanî û Bikaranîna Na

  • No!
  • Maka! (meke, neke!)
  • Maxwa! (nexwe, nexwe!)
  • Matê! (newe, neyê!)
  • Megirî! (negirî!)

Lê di nav hevokê de “no” bo raweya subjunktîv û ragihandina (indikatîv) dema niha û “na” (bo fermanê û demên borî) jî bi kar tê.

  • Az noxwim.
  • Tu noxwe (Tu naxwa!)
  • Haw noxwe (Milo haw navxwe!)
  • Am noxwin.
  • Hün noxwin (Hün maxwin)
  • Haw /Hawno noxwin. (Milo haw /hawno naxwin!)
    • Anku “na-” beramberî “ne-” û “no-” jî hevberî “na-” yên kurmanciya nivîskî ne.

Kopula

  • Az kurd im a, tu na kurd e.
  • Az nixwaș im a (nexweş im)

Hebûn û tinebûn

  • “Heye” di vê devokê de dibe “haya” û “hene” jî dibe “hana”.
  • Dijwateya van jî peyva “tune” ye. Peyva “nîn” li cem me tune.
    • Molik mi haya. (Maleke min heye. Min malek heye.)
    • Molik mi tune ya. (Maleke min tine ye. Min ti mal nînin.)
    • Molin mi hana. (Malên me hene. Me mal hene.)
    • Molin mi tune na. (Malên me tine ne. Me mal nînin.)

Lêkera Karîn /Kanîn

  • Her tim “kanîn” kar tê gotin.
  • Ger ji te were pirsîn û tu jî ji xwe bawer be lê berê te tu caran ev kar nekirîbe tu yê bêje
    • Az konim.
    • Az nikonim.

Ger ji te were pirsîn û tu jî ji xwe bawer be û berê de jî te ev kar dikanî bikiriba tu yê bêje:

  • Az konima.
  • Az nikonima.

Lêkera “Çûn”

  • Az çüm (az neçüm) , tu çü (Dema çûyî)
  • Az diharim (az norima). tu dahare (Dema niha)

Lêkera “Hatin”

  • Az hotim (ez hatim)
  • Az nahotim (ez nehatim)
  • Az têm
  • Az notêm (ez nayêm.)

Kauzatîv

Qasî ku ez zanim li her derê ev wisa tê gotin “dan kirin”.

Lê li cem me berovajî dibe. Ez ê çend mînakan bidim.

Bi gelemperî:                                 Li cem me

  • Min nan da çê kirin.           Min nan çêkiri da /do
  • Min nan da xwardin.          Min nan xwordi da/do
  • Min da kirin.                       Min kirin da /do.

DENGNASÎ

  • *Tîpa “a” dibe “o”:
    • ov (av), havol (heval), sor (sar), mor (mar)
  • Tîpa “e” dibe “a”:
    • Camol (Cemal), kar (ker)
  • Tîpa “ü” li ba me heye û li șûna tîpa “û” li hin peyvan de digire:
    • Mînak : Bük, çük, çü, gü, dü, mü.
  • Komdengê “xwe” wek xwe carna jî wek” xa, xwo ” tê gotin.
    • Mînak : Xwedê, Xwoș,
  • Komdengê “xwa” wek “xwo” tê gotin.
    • Mînak : Pêxwos, xworin (pêxwas, xwarin)
  • H-ya peyvên ” hirç, hemû heyșt” wek H-ya heval tê gotin
  • A di peyvên çav, mar û hwd de wek A tê gotin.
  • Carna jî tipa “p” dibe “b”:
    • bal/bel (pel, pelg)

PEYVNASÎ

Welatê ku ez lê dijîm parçeyek Kurdistanê ye lê bi rastî jî di nava xwe de asê maye. Têkiliyek me (Ez behsa îro nakim) bi cihên din re em bêjin pir nîn e şaş nabe. Tenê têkiliyek qels bi Afrînê re heye lê ew jî ne xurt e. Loma gelek peyv ya hatina bîr kirin yan jî tenê di nav biwêjan de maye. Ber vê yekê dema ku mirovên deverên min li deverek din bi kurmancî dipeyivin pir kêm tên fêmkirin û pir kêm jî fêm dikin.

  • Harîșîn /hayîrîn: hewl dan
  • Hilkiștin: siwarbûn, hilkeftin
  • Lêniștin: siwarbûn
  • Nêtûk: çilek
  • Nav xistin (mecazî): dîn bûn
  • Li hev șalî: perçe hevdu negirtin û belav bûN
  • Qurtîv: gûșiya hûr
  • Milo: bila
  • Kamlok: dara Cedrus
  • Mazdaka: dara Picea, ladin)
  • Merx: Pinus
  • Şevreș: tarî
  • Pit: Lezok, lezgîn
  • inkür: baxçeya biçûk
  • Kosk /kask: beroş, qazan
  • Hof /haf: dora serî, ber serî, hindav, raser:
    • Tu çi li hofî min sekiniye, ango ber serê min sekiniye..

Çend Biwêj û Gotina Pêşiyan

  • Guhê gê da mayîn (dinya alem bihîst lê te nebihîst)
  • Ga hatiye tewandin û bûye gê
  • Kuna tirek nanî cê (ceh) mihane (bihane) ye
  • Nav hev ketin (tevlîhevî çê bû)

 

Binêrin herwiha:
– Peyam Aghdaşî:
Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)
– Îkram Baban: 
Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: 
Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: 
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

8 thoughts on “Devokeke Dîlokê (Entabê)

  1. […] (Kurdistana Sor) – Mihemed Hemkodî: Kurmanciya Celikan (Semsûr) – Battal Battaloğlu: Devokeke Dîlokê/Entabê – Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû) – Îkram Baban: Devoka Panosê – […]

    Like

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s