Şehnaz Omerzade
Ez bi devoka Şikakiyê diaxivim. Ev devok li navçeya Somabiradostê di gundê Gundîmela de ser bi bajarê Ûrmiyeyê heye. Navçeya Somabiradostê di sînorê bakur û rojhilatê de ye û bajarê sînorî yê Sêroyê dikeve li vê navçeyê.
Bajarê Ûrmiyeyê û navçe û bajarokên derdora wê di dîrokê de cihê jiyana gelên Ermenî û Kurdan bûne û bandora zimanê ermenî jî li ser kurdiya vê deverê hebûye. Aniha jî zimanên ecemî (azerî), farisî û soraniyê jî tesîr li ser vê devokê hene. Hinek peyivên azerî û farisiyê tevlî vê devokê bûne.
Mînak:
Zindeganî xweş e (jiyan xweş e).
Çem bûz girtiye (çem qeşa/ sehal girtiye).
Em eskan bikêşînin (em wêneyan bikêşînin).
Ez birsî me (ez birçî me).
Ez tênî me (ez tî me).
Hin taybetmendî:
- Teybetmendiyeke devoka Şikakiyê ev e ku tîpa”r” bi piranî di peyivan de bi awayê”y” tê bilêvkirinê.
Mînak:
Ez biyinc dixom (ez birinc dixwim).
Eyê ez ê biçim (erê ez ê biçim).
Feyman babê min e (Ferman bavê min e).
Giyayê bide min (girarê bide min).
Heviy tiyş bûye (hevîr tirş bûye).
- Taybetmendiyeke din jî ev e ku feriqa tîpa”w” û “v” tine ye.
Mînak:
Evê bide min (vê bide min).
Eva hanê bide min (wê bide min).
CÎNAV
Cînavên kesî yên xwerû:
Ez, ti, evê hanê/ eva hanê, em, ûn, evnê hanê
Mînak:
Ez hatim
Ti hatî
Evê hanê hat (ew hat, nêr)
Eva hanê hat (ew hat, mê)
Em hatin
Ûn hatin
Evnê hanê hatin (ew hatin, pirjimar)
Cînavên kesî yên tewandî:
Min, te, evê/ evî, me, we, evan
Mînak:
Min got
Te got
Evê got (wê got)
Evî got (wî got)
Me got
We got
Evan got
Cînavên veger:
Xa
Mînak:
Xa şay be (li xwe şiyar be/ li xwe miqate be).
Destê xa bişo (destên xwe bişo).
Cînavê hevber:
Hevdi
Mînak: em hevdi nas kin.
Taybetmendiyên din ên cînavan:
Hin caran di cînavên (evê/ eva hanê) de tîpa”w” bi awayê”y” tê gotinê û hin caran jî qet nayê gotinê.
Mînak:
Eyê/ eya hanê got (wê/î got)
Eê/ eî got (vê/î got).
Eyîne got (vî got).
Eyênê got (vê got).
RENGDAR
Berhevdana rengdêran:
Mînak:
Ev mestiy e (ev mezintir e).
Ev hemiyan mestiy e (ev ji hemiyan mezintir e).
Ev here mezin e (ev herî mezin e).
HOKER
Çan, kengê, çiqiyas, çend
Mînak:
Ti çan î? (tu çawan î?)
Ti kengê hatî? (tu kengî hatî?)
Te çiqiyas nok kirîne! (te çiqas nok kirîne)
Te çend zarû hene (te çend zarok hene?)
Wisa/ bi vî teherî:
Te wisa got.
Te bi vî teherî got (te bi vî awayî got).
Dihûnê, îro, sibê, disbe, sêsbe, çasbe, pênsibe, şesbe, hefsbe.
Sibêzû, îşev, pêy (pêr/ du roj berê), betiypêy (betirpêr), îsal, pay (par), pêyay (pêrar), betiypêyay (betirpêrar).
Viya (vir/ vira), vêdera hanê (wir)
Eyê (erê)/ belê, ne (na), belke (belku)
DAÇEK
Pêşdaçek di vê devokê de bi pirranî nayên gotinê.
Mînak:
Ez mal derketim (ez ji malê derketim).
Paşdaçek bi pirranî hene
Mînak:
Ez mal de me (ez di malê de me).
Evî gul min re kirî (wî gul ji min re kirî).
Ez Ûrmiyê de me (ez li Ûrmiyeyê me).
Ti cudahî di navbera”li” û “di…. de” tine ye.
Komdaçek tine ne.
Ez gel çûm (ez li gel çûm).
Em tev hev çûn (em bi hev re çûn).
GIRÊDEK
Li cihê “lê” peyva “ema” bi kar tê.
Mînak:
Tu çêbike ema ez naxom.
Çunko/ ber hindê (li cihê “loma”)
Mînak:
Çunko te negot we ye, ber hindê ez nehatim (çunkî te negot were ji ber vê ez nehatim).
“Loma/ lewma/ lewra/ lewre”… tine ne.
HEJMAR
Yêk, dudu, sisê, çay (çar), pênc, şeş, ‘heft, ‘heşt, neh.
Deh, bîst, sî, çil, pêncî, şêst, ‘heftê, ‘heştê, nehvêd.
1000: hezar
Hivde/ hijde (h’ya wan wekî heval tê gotinê).
Heft, heşt, heftê, heştê, hezar (h’ya wan wekî Hesen tê bilêvkirinê).
Hejmarên rêzî ne zêde ne.
Mînak:
Ev bû ya çayê (ev bû ya çarê).
Ya ewlilî ez im (ya yekem ez im)
Tu yê dudê yî (tu yê duyem î).
Taybetmendiyên din ên hejmaran
Yanzde, danzde, sêzde, çayde, panzde, şanzde, hivde, hijde, nozde (19-11).
12: deh û dudu
35: bîst û panzde
ÇEMANDINA NAVDÊRAN
Navên kesan biçûk anku mixefef dibin.
Mînak:
Kuroş: Koşo
Şehnaz: Şano
Bilal: Bilo
Liqman: Liqo
Şehîn: Şeho
Navên mê ditewin lê navên nêr na.
Mînak:
Bibêje Şehnazê weye (bi Şehnazê re bibêje were).
Mala Gulbihayê xaş e (mala Gulbiharê xaş e).
Paşgira nediyariyê”ek” lê bi ravekê re dibe “-k”:
Gul > gulek
Gulkê bide min (gulekê bide min).
Tişkê bikire (tiştekî bikire).
Paşgira “-ik” bo biçûkkirinê gellek bi kar tê.
Solik (sol), Dêlik (dêl), Mêrik (mêr), Jinik (jin), Kurik (kur), Kiçik (keç).
Mînak: min sê kurik û kiçik hene.
Paşgira pirhejmariya çemandî “-a” ye:
Sêva bide min (sêvan bide min).
Raveka pirhejmariyê “-ê”
Ez risqê xaş çêdikim (ez xwarinên xweş çêdikim).
Raveka yekhejmariya nediyar ya nêr û mê:
Birakikî min heye (birayekî min heye).
Xûşkike min heye (xwîşkeke min heye).
Ka singikî bide min (ka singekî bide min).
ÇEMANDINA LÊKERA
Dema niha: dêjim, dêjî, dêje, dêjin, dêjin, dêjin.
Dema bê: ez ê bêjim, ti ê bêjî, ev ê bêje, em ê bêjin, ûn ê bêjin, evnê hanê ê bêjin.
Mînak: ez ê tişkê bêjim.
Pêgirên lêkersaz li dû daçek”di” tên.
Mînak: dirazêm, dirazêy, dirazê, dirazên. Forma neyînî: narazêm
Formên raweya şertanî
Ez bixom
Bila min bixara, min ê xariba, min xaribû (ev sê rawe bi kar tên).
Neyînîkirina raweya fermanî
Neke, nebêje.
Dijwateyî
Mînak: min met çinin in (min met tine ne).
Ew kurd nine.
Lêkerên”birin, dan/ dayîn, kirin”
Mînak: Ez dibim, didim, dikim.
Lêkera arîkariye
Mînak: ez dikayim, ti dikayî, ew dikaye, em/ ûn, evnê hanê dikayin
Lêkera”çûn”
Mînak: ez diçim, ti diçî û …/ neyînî: ez naçim, ti naçî.
Lêkera”hatin”
Mînak: ez têm, ti têy, ew tê, em/ ûn/ evnê hanê tên.
Neyînî: nayêm, nayî, nayê, nayên.
Dengnasî
Komdenga”xw” di peyivan de tine ye.
Mînak:
Ev risq xaş e (ev xwarin xweş e).
Ez hej xa dikim (ez hez ji xwe dikim).
Xudê mezin e (Xwedê mezin e).
Xê nexo (xwê nexwe).
Ez dersê dixûnim (ez dersê dixwînim).
Ez pêxas digerim (ez pêxwas digerim).
H’ya di nav peyivên”hemû/ heşt” de wekî h’ya “Hesen” tê bilêvkirin.
A di peyivên”çav, mar, kanî” de wekî A tê gotin.
H’ya dawiya hejmarên 19-11 dikeve.
Mînak: Yanzde, danzde, sêzde û …
Komdenga”iw” dikeve: ciwan dibe can.
Dengdara”l” hincaran wekî l’ya soraniyê ye.
‘lam: hinarok
‘lepik: lepik
Dengdara”ç, z, t” jî hincaran di kûrahiya devî de tê gotin.
PEYVNASÎ
Peyivên ku di vê devokê de zêde bi kar tên lê di kurmanciya giştî ne nîn in:
‘lam: hinarok
Tefeş: teşeya rû. Mînak: tefeşxir, tefeşdirêj, tefeşpan
Qisekirin: axavtin
Tûz/ qudûm: tîp/ qiyafe
Hind û çî din ne: her ev û bes.
Nêk/ paşel: qalç
Poz: qûn
Navmil: şane
Zegerek: kuncî
Destava zirav: mîz
Destava stûr: g…
Bedena biçûk: endamê cinsî yê pêşiyê
Bedena mezin: endamê cinsî yê paşiyê
Hilpindirîn/ werimîn: perçivtin
Destrû vedan: destnimêj girtin
Çend cure nan: teptepe/ girde/ kadeyên navikê/ kade/ kadeyên navsêlkê/ laşe/ totik
Simbêlgivir: simbêlstûr
Dênîk: kumê zêr ê jinan
Kulfet: zarok
Ji sîbera xwe disilike: teniştokek e ji bo wan kesên ku pêwendiyê bi kesên derdora xwe re çênakin.
Nivîşk: rûnê neqijilandî
Şorbeya goştî: avgoşt
Xwarinên bi dewî tên çêkirin: merî/ keledoş/ qurût
Xwarinên bi ardî tên çêkirin: mirtoxe/ kincirok/ tava hêkan/ xebîse
Hedam: hewsele
Dibe gellek peyivên din jî hebin lê niha hemî nayên bîra min.
Rewşa niha ya vê devokê di asteke baş de ye ji ber ku axiverên wê pê diaxivin û bi taybetî di malan de dayik bi zarokên xwe re bi wê diaxivin. Lê min berhemên nivîskî bi vê devokê nedîtine.
Binêrin herwiha:
– Zinarê Melê: Kurmanciya Dihokê
– Rêwan Mihemed: Devoka xerbî (Qamişlo)
– Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor)
– Mihemed Hemkodî: Kurmanciya Celikan (Semsûr)
– Battal Battaloğlu: Devokeke Dîlokê/Entabê
– Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)
– Îkram Baban: Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha Şahîn: Devokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein Muhammed: Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
– Qasimê Xelîlî: Taybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi Jafarzadeh: Kurmanciya Deregezê
[…] herwiha: – Şehnaz Omerzade: Devoka şikakiyan (Ûrmiye) – Zinarê Melê: Kurmanciya Dihokê – Rêwan Mihemed: Devoka xerbî (Qamişlo) – Kamîz […]
LikeLike
[…] herwiha: – Şafî Muhammed: Devoka Osmanbegiyan (Wan) – Şehnaz Omerzade: Devoka şikakiyan (Ûrmiye) – Zinarê Melê: Kurmanciya Dihokê – Rêwan Mihemed: Devoka xerbî (Qamişlo) – Kamîz […]
LikeLike
[…] herwiha: – Şafî Muhammed: Devoka Osmanbegiyan (Wan) – Şehnaz Omerzade: Devoka şikakiyan (Ûrmiye) – Zinarê Melê: Kurmanciya Dihokê – Rêwan Mihemed: Devoka xerbî (Qamişlo) – Kamîz […]
LikeLike