Hiyatus û rêgirtina li ber wê di dengnasiya kurdî de

husein

Husein Muhammed

Di zimannasiyê de mebest ji hiyatus yan hîatus (bi inglîzî hiatus ji latînî hiatus bi wateya “kelişte, derz, şeq, kend”) tê maneya peydabûna du vokalan li pey hev yek jê li dawiya û ya din jî li destpêka du kîteyên (heceyên, syllable) li pey hev. Bo nimûne:

  • bêav
  • bş
  • neavêjin, biavêjin, na-avêjin
  • xn, idia, saet
  • îdea, teo

Gelek caran tê idiakirin ku di kurdî de du vokal nakevin pey hev. Eger bikevin pey hev jî, konsonanta Y dikeve navbera wan û rê li peydabûna du vokalan li pey hev digire.

Lê wek ku nimûneyên me yên li jor diyar dikin, hiyatus bi rastî jî di kurdî de peyda dibe anku du vokal dikarin li pey hev peyda bibin. Lê dîsa jî idiaya ku dibêje du vokal di kurdî de nakevin pey hev jî ne bi temamî bêbingeh e.

Gelo sebebê vê dijhevî û paradoksê çi ye?

Ev vekolîn dê hewl bide hem peydabûna vokalên li pey hev bide nasîn û hem jî diyar bike ka çawa di kurdî de – wek di gelek zimanên din de jî – hewl tê dan ku rê li ber peydabûna hiyatusê were girtin?

Gelo çi vokal bi hev re peyda dibin û çi rê û rêbazên rêgirtina li ber wan hene? Gelo vokalên pey hev yan jî rêgirtina li wan zêdetir biserketî ye? Gelo ji bilî Y-ya navdar, çi dengên din di rêgirtina li ber hiyatusê de li kar in?

Peydabûna hiyatusê di kurdî de

Wek prensîp hiyatus di peyvên xwemalî yên xwerû (bê pêşgir û paşgir û ne pêkhatî anku hevdanî) peyda nabe. Di peyvên xwerû yên ji erebî yan ji zimanên ewropî wergirtî de hiyatus peyda dibe tevî ku di hin peyvan de rê li ber hatiye girtin jî:

  • ji erebî: xaîn, qaîl, iade/îade, idia/îdîa…
  • ji zimanên ewropî: îdea, jeopolîtîk, euro…

Di peyvên xwemalî de peydabûna hiyatusê bi rêya zêdekirina pêşgir û paşgiran peyda dibe:

  • bêav, biêş, neaxivîn, naêşe…

Her çar nimûneyên me dayî bi pêşgiran hatine çêkirin. Sebebê ku me nimûneyên bi paşgiran nedane ew e ku kurmanciya nivîskî û herwiha piraniya devokên kurmancî rê li ber hiyatusa navbera rehê peyvan û paşgirên wê digire. Lê em ê li paşî bibînin ku hemû devok herdem di wê rewşê de jî rê li ber peydabûna vokalan li pey hev nagirin.

Lê berî behskirina rêbazên rêgirtina li ber peydabûna vokalan li pey hev, em ê pêşî bi vê tabloya li jêr peydabûna du vokalan yek bi yek li gel nimûneyên wan di peyvên xwemalî, peyvên ji erebî û peyvên ji zimanên ewropî de pêşkêş bikin. Xetikên (-) di malikan de diyar dikin ku ti nimûneyeke ku tê de ew herdu vokal li pey hev hebin peyda nabe.

Nimûneyên ku em bidin hemû jî di nivîs û axivînên kurdî de hene lê ne illeh tek awa yan jî heta ne illeh awayê serdest jî yê nivîsîna yan gotina wê peyvê ye. Di têbîniyan de em ê behsa wê jî bikin ka hin ji van hiyatusan bi piranî çawa peyda dibin yan awayên wan yên serdest çi ne.

 

hiyatus di peyvên bi pêşgir de di peyvên ji erebî wergirtî de di peyvên ji zimanên ewropî wergirtî de
aa na-axivin
(ae)[1] naelimînin saet, itaet
naêşe
naînim xaîn Haîtî
ao naorin[2] aort
(au) naumêd[3] automat, autonom[4]
ea neavêt meaş, seat[5] îdea
ee ne-ecibandin seet[6]
neêşînin
neînin meîde
eo neolî neon
(eu) euro[7]
ia biavêjin iade, idia[8] [9]
ie dielimînin
diêşînin
ii di-inirin[10]
io diore[11]
iu
îa îade, îane[12]
îe şîe[13]
îê
îo îon
îu
oa
oe
oi
oo
ou
ua
ue
oi
oo
ou

 

Sebebê peydabûna hiyatusên ji A/E/Ê/I + vokaleke din û peydanebûna hitayusên bi şiklê Î/O/U di peyvên bi pêşgir de ew e ku pêşgirên bingehîn yên kurdî (bi-, bê-, di-, na-, ne-) bi yek ji A/E/Ê/I dest pê dikin.

 

Rêbazên rêgirtina li ber hiyatusê

Tevî imkana peydabûna du vokalan li pey hev jî, kurdî hem bi nivîskî û hem jî bi devkî bi çend awayan hewl dide rê li ber hiyatusê bigire. Herdu rêbazên serekî yên rêgirtina li ber peydabûna du vokalan li pey hev ev in: 1) avêtina/xistina yek ji herdu vokalan û 2) zêdekirina konsonantekê di navbera herdu vokalan de.

Em ê li jê binêrin ya di avêtina vokalan de çi vokal dikevin û çi xwe radigirin. Di beşa zêdebûna konsonantan de em ê lê binêrin ka çi konsonant dikarin bikevin navbera vokalan. Berevajî ku di gelek rêzimannameyan de tê gotin, Y (ku gelek caran wek ”tîpa kelijandinê” tê binavkirin) bi ti awayî ne tek konsonant e ku rê li ber hiyatusê digire. Ji bilî wî, bi kêmî H, T, N, W jî du kurmancî de wek rêgirên li ber hiyatusê tên bikaranîn. Di soranî û kurdiya başûrî de heta R jî carinan bi vî erkî radike.

Lê ev konsonant tenê kêm caran dikarin li cihê hev bibin rêgirên hiyatusê. Di vê vekolînê de em ê hewl bidin hem nimûneyan ji bikaranîna wan bidin û hem jî diyar ka sinorên bikaranîna her yekê ji wan çi ye.

 

Avêtina yek ji herdu vokalan

Di kurmanciya devkî de di piraniya devokan de avêtina yek ji herdu vokalan awayê serekî yê rêgirtina li ber hiyatusê ye. Avêtina yek ji herdu vokalan hem di navbera pêşgir û rehê peyvan de û hem jî di navbera rehê peyvan û paşgiran de li kar e. Nimûne:

pêşgir + reh

  • di + avêtin > davêtin (li cihê ”diavêtin”)
  • bi + aqil > baqil (li cihê ”biaqil”)
  • na + avêtin > navêjin (li şûna ”na-avêtin”)
  • ne + axift > naxift (ji dêlva ”neaxift”)

reh + paşgir

  • rojname + ê > rojnamê (li cihê “*rojnameê”)
  • bira + ê min > birê min (li şûna “*biraê min”)
  • najî + e > najî (li cihê “*najîe”, bidin ber “nabêj + e” > “nabêje”)
  • Zaxo + ê > [li] Zaxo (li cihê “[li] Zaxoyê”, bidin ber “Dihok + ê” > Dihokê)
  • Elî + î > [mala] Elî (li cihê ”[mala] *Elîyî”, bidin ber ”Ehmed + î” > [mala] Ehmedî)

Di zimanê devkî de, eger herdu vokal eynî bin, yek jê dimîne:

  • na + avêjin > navêjin
  • Elî + î > Elî

Eger dubarebûna vokalê di navbera reh û paşgirê de be, zimanê nivîskî jî wê dubare nake:

  • Elî (ne *Elîyî/Eliyî ku mirov kêm caran di nivîsên çend kesan de dibîne)

Lê eger dubarekirin di navbera pêşgir û rehî de be, zimanê nivîskî bi piranî (lê ne li ba her nivîskarî) vê dubarebûnê diparêze:

  • na-axivin yan naaxivin (kêmtir: naxivin)

Hem ji peyvên bi şiklê pêşgir + reh û hem jî yên bi awayê reh + paşgir diyar dibe ku ji du vokalan yên dikevin I û E ne:

  • di + avêjin > davêjin (ne *divêjin)
  • ne + axift > naxift (ne *nexift)

Eger rehê peyvê bi xwe bi vokalekê bi dawî were, zimanê devkî di çemandinê de paşgira çemandinê bi kar naîne û wisa rê li ber hiyatusê digire:

  • Almanya + ê > li Almanya (li cihê “*li Almanyaê”, bidin ber “Kurdistan + ê > li Kurdistanê”)

Hin devok berevajî vê rêbazê, ji koma AÊ ne Ê lê A dixin:

  • Almanya + ê > li Almanyê

Forma berbelav ya li gor vê rêbazê ev e:

  • dinya > li dinyê (> li dinê)

Lê di girêdana peyvekê bi ya peyvê ve de, ravek, izafe zerûrî ye. Hingê eger vokalên pey hev A û Ê bin, A dikare bikeve:

  • bira + ê min > birê min (li cihê “biraê min”)

Ev awa di hemû devokan de ne mimkin e loma di hin devokan de forma gotinê ya “biraê min” hene anku hiyatus peyda dibe. Herwiha bikaranîna konsonanta Y di navbera wan de jî di hin devokan de (û bi taybetî jî di zimanê nivîskî de) mimkin e yan zerûrî ye (li jêrtir binêrin).

 

Zêdekirina Y

Di kurmanciya nivîskî de konsonanta Y bi rola sereke di rêgirtina li ber hiyatusê de radibe. Gelek caran ew wek tek “tîpa kelijandinê” ya nivîsîna kurdî tê nasîn. Di rastiyê de ew ne “tîpa kelijandinê” ye ji ber ku hiyatus bi xwe “kelijandin, keliştin” e lê ”herfa/tîpa rêgirtina li ber kelijandinê/keliştinê” ye.

Herfa Y di rêgirtina li ber hiyatusê de xwedî roleke giring e lê bi ti awayî ew jî nikare bi temamî rê li ber hemû peydabûna hiyatusê bigire. Li vê derê em ê hewl bidin bikaranîna wê û sinorên bikaranîna wê di navbera du vokalan de diyar bikin.

Di zimanê nivîskî de Y konsonanta serekî ya navbera du vokalan e eger koma vokalî di peyvên ji reh + paşgir de peyda dibe. Bo nimûne:

  • rojname + ê > rojname-y-ê (bidin ber “kitêb + ê > kitêbê”)
  • perde + a > perde-y-a sor (bidin ber “mal + a > mala mezin”)
  • bira + ên > bira-y-ên hêja (bidin ber “heval + an > hevalên hêja”)

Lê bikaranîna Y di navbera du konsonantan de bi piranî tenê li gel navdêran li kar e. Li gel çemandina lêkeran bi piranî Y nayê bikaranîn lê yek ji herdu vokalan tê avêtin yan dikeve. Bo nimûne:

  • dijî + e[14] > ew dijî (di zimanê nivîskî de ne “dijiye”, bidin ber “dibêj + e > dibêje”)
  • dişê + in > em/hûn/ew dişên (ne “*dişêyin”, bidin ber “dibêj + in > dibêjin”)

Li gel kesê duyem yê yekhejmar carinan herdu vokal tên parastin û Y dikeve navbera wan:

  • tu dişê-y-î, tu di-jî-yî (> dijiyî)

Lê bikaranîn bi vî awayî ne di zimanê nivîskî û ne jî yê devkî de berbelav e. Formên serdest wiha ne:

  • tu dişê, tu dijî

Li aliyekî din, herfa Y bo rêgirtina hiyatusê di navbera peyvên bi şiklê pêşgir + reh de hema-hema qet nayê bikaranîn:

  • ne + anîn > neanîn (ne *ne-y-anîn)
  • na + avêjim > na-avêjim / naavêjim / navêjim (lê ne *na-y-avêjim)
  • di + êşînin > diêşînin / dêşînin / têşînin (lê ne *di-y-êşînin)
  • bi + ecibîne > biecibîne (ne *bi-y-ecibîne)

Yek ji kêm carên ku Y dikeve navbera pêşgir û rehê peyvê, pêşgirên neyînîkirinê “na-/ne-“ + rehê dema niha ji lêkera “anîn” in:

  • na + îne -> nayîne
  • ne + înin > neyînîn

Lê heta ev awayên nivîsîna van peyvan jî nadir in. Formên serdesttir yan bi hiyatusê ne (naîne, neînin), yan bi veguhastina Î bi Y ne (nayne, neyne) yan jî bi dagirtina kelişteyê bi H ne (nahîne, nehîne). Hem bo zêdekirina H û hem jî bo veguhastina vokalekê bi konsonantekê (Î > Y û U/Û > W) li jêrtir binêrin.

Zêdekirina Y di rewşa peyvên ji reh + paşgir de nayê wê maneyê ku Y bi rastî herdem di zimanê devkî de were gotin. Hin devok di vê rewşê de jî herdu vokalan diparêzin lê Y naxin navbera wan jî. Bo nimûne, berevajî kurmanciya navendî û rojavayî, di kurmanciya rojhilatî de kurtkirina gotina “birayê min” ya zimanê nivîskî bi awayê “birê min” ne mimkin e. Lê dîsa jî mirov nabêje “birayê min” anku Y bi lêv nake lê “biraê min” yan “biraê mi” anku rê dide peydabûna hiyatusê.

 

Zêdekirina H

Bikaranîna herfa H bo rêgirtina li ber hiyatusê di zimanê nivîskî de hene lê ew bi taybetî di hin devokan de giring e. Ew bi taybetî di haletên pêşgir + reh de di hin devokan de yan jî di tercîhên hin nivîskaran de tê bikaranîn:

  • ne + anîn > ne-h-anîn
  • di + avêt > di-h-avêt
  • na + avêjî > na-h-avêj-î

Di rastiyê de ev H ji rola xwe ya rêgiriya li ber hiyatusê di hin devokan de derbazî formên din jî yên peyvê bûye. Loma li cihê “anîn, avêtin” mirov gelek caran awayên “hanîn, havêtin” hingê jî dibîne gava ku H ne bo rêgirtina li ber hiyatusê hatiye bikaranîn. Lê berevajî ku hin kes texmîn dikin, formên “havêtin, hanîn” ji aliyê etîmolojî ve ne ji “avêtin, anîn” kevntir in lê jê nûtir in.

Tarîxiyen H li destpêka peyva “hatin” jî tine bû lê niha di kurmancî û soranî de awayê *atin nemaye yan jî pir kêm maye.[15] Lê rehê dema niha yê wê lêkerê hê jî di soranî de bi giştî û di kurmancî de bi piranî forma bê H (-ê-) parastiye lê di kurmancî de kêmaniya qisekeran forma bi H (-hê-) bi kar tînin:

  • di + ê-n > diên/dên/tên (lê herwiha “di-h-ên”)

Lê hê jî bi ti awayî heta tenê di haletên pêşgir + reh de jî di ti devokan de bi temamî û herdem rê li ber hiyatusê nagire. Bo nimûne:

  • bi + aqil > biaqil/baqil (ne *bi-h-aqil)
  • bê + av > bêav (ne *bê-h-av)
  • di + axivin > biaxivin/baxivin (ne *bi-h-axivin)

Di kurmanciya nivîskî de H zêdetir bo rêgirtina li ber hiyatusê di haletên reh + paşgir de tê bikaranîn. Lê bikaranîna wê bi peyvên dariştî ve bisinor e, ew di çemandin û girêdana peyvan de nayê bikaranîn – li cihê wê Y yan avêtina vokalekê li kar e (li jortir binêrin).

Çend nimûne ji bikaranîna H bo rêgirtina li ber hiyatusê di haletên reh + paşgir de:

  • amade + î > amade-h-î (bidin ber ”hazir + î > hazirî”)
  • du + em > du-h-em (bidin ber “yek + em > yekem”)

Heta di rewşên wiha de jî gelek caran formên serdest ne bi H lê bi Y yan herfeke din ya rêgirtina li ber hiyatusê ne:

  • du-y-em, du-w-em
  • amade-y-î, amade-t-î

 

Zêdekirina W

Herfa W di çend peyvan de di rewşên reh + paşgir de rê li ber hiyatusê digire. Bo nimûne:

  • ba + î > ba-w-î (bidin ber “av + î > avî”, “ax + î > axî”)
  • du + em > du-w-em (bidin ber “yek + em > yekem”)

 

Zêdekirina T

Herfa T di hejmareke peyvan de di rewşên reh + paşgir de rê li ber hiyatusê digire. Ew tenê di dariştinê de tê bikaranîn, ne di çemandin û girêdanê de. Bo nimûne:

  • bira + î > bira-t-î (bidin ber “rast + î > rastî”)
  • pêşmerge + î > pêşmerge-t-î (bidin ber “esker + î > eskerî”)
  • hevrê + î > hevrê-t-î (bidin ber “dost + î > dostî”)

Bikaranîna T bi Î re berbelav bûye û gelek caran hingê jî tê bikaranîn ku hiyatus nîne ku rê lê bigire:

  • heval + î > hevaltî (li cihê “hevalî”, bi formeke din “hevalînî”)

 

Zêdekirina N

Di kurdî de hejmareke peyvan heye ku xwedî du varyantan in ku di yekê de li dawiyê N heye û guhartoya din bê N ye. Bo nimûne:

  • çawa, çawan
  • wisa, wisan
  • dîsa, dîsan

Tarîxiyen N-ya dawiya van peyvan bo rêgirtina li ber hiyatusê bûye. Anku adeten forma bêyî N dihat bikaranîn lê gava ku peyva li pey wê bi vokalekê dest pê bikira, hingê forma bi N dihat bikaranîn û wisa rê li ber hiyatusê dihat girtin. Bo nimûne:

  • Tu çawa hatî? (forma bêyî N ji ber ku peyva li pey wê ”hatî” bi konsonantekê dest pê dike)
  • Tu çawan î? (forma bi N ji ber ku peyva li pey wê bi vokalekê dest pê dike – li vê derê tenê vokalek e)

Di zimanê devkî de ev sîstem hê jî di pirhejmariya çemandî de di gelek devokan de li kar e. Adeten di zimanê devkî de N li dawiya peyvê ne li kar e û li şûna paşgira pirhejmariyê ya zimanê nivîskî ”-an” di zimanê devkî de tenê ”-a” heye:

  • nivîskî: kurdan, kitêban, bajaran
  • piraniya devokan: kurda, kitêba, baraja

Lê hin devok bo rêgirtina li ber hiyatusê N jî lê zêde dikin gava ku peyva li pey wê bi vokalekê dest pê bike:

  • devkî bêyî hiyatusê: ”ez du kurda dibînim” (forma ”kurda” hatiye bikaranîn ji ber ku peyva li pey wê konsonant e)
  • devkî bi armanca rêgirtina li ber hiyatusê: ”ew dostê kurdan e” (forma ”kurdan” hatiye xebitandin daku rê li ber hiyatusê were girtin)

Hemû devok di vê rewşê de ne N lê hin jê Y bo rêgirtina li ber hiyatusê dixebitînin:

  • nivîskî: ”ew dostê kurda ye”

Bikaranîna N wek rêgira hiyatusê ne tenê di kurdî de lê hin zimanên din de jî heye. Di zimannasiyê de ew herî zêde ji yûnaniya kevn navdar e û bi navê N-ya livbar yan jî N-ya efelkîstîk tê nasîn.[16] Tarîxiyen belkî ev diyarde di tirkî de jî hebû. Bo nimûne:

  • o (ew) > o-n-a (bo wê/wî, ji wê/wî re)

bidin ber:

  • at (hesp) > at-a (bo hespî, ji hespî re)

 

Ev sîstema hiyatusê ya bikaranîna herdu formên pirhejmar li gor dengê yekem yê peyva li pey wê di hin devokên kurmancî de hatiye parastin lê ji hin devokan ketiye. Herwiha sîstema bikaranîna cotformên ”çawa/çawan, dîsa/dîsan, wisa/wisan” û hwd. jî li gor şertên hiyatusê hilweşiyaye û êdî bikaranîna formeke yan wan jî forma wan ya din di zimanê nivîskî û piraniya devokan de li gor tercîha bikarîneran maye.

 

Zêdekirina R

Ne di kurmancî de, lê di soranî û kurdiya başûrî de herwiha R jî di hin haletan de bo rêgirtina li ber hiyatusê tê bikaranîn. Bikaranîna wê bi lêkeran ve sinordar e:

  • bîde (bide) + ê (wê/wî, -ê) > bîde-r-ê (bidiyê, bide wê/wî)

 

Zêdekirina V?

Hevrehên peyva kurmancî ”pîvaz” di piraniya ziman û zaravayên din yên îranî de ”piyaz” e. Bo nimûne, bi soranî, zazakî û farisî wisa ye. Hatiye texmînkirin ku V-ya peyva kurmancî li vê derê dikare konsonanteke rêgir li ber hiyatusê be.[17]

Eger ev texmîn rast be jî, niha êdî V di vî karî de ne çalak e û di ti peyvên din de vê bi vê rolê ranabe.

 

RÊGIRTIN DI SER PEYVAN RE

Hin ziman ne tenê di yek peyvê de lê li sinorê navbera du peyvên serbixwe de jî rê li ber hiyatusê digirin. Fransî belkî navdartirîn zimanê vê diyardeyê ye. Bo nimûne:

  • je (ez, min) + ai (heye) > j’ai (min heye)

Wek ku di vê nimûneyê de tê dîtin, di fransî de rêgirtina li ber hiyatusê bi rêya xistina yan avêtina vokalekê (û zêdekirina apostrofê anku ’ ye).

Di kurmanciya nivîskî de bi piranî rêgirtina li ber hiyatusê tenê di peyvan de li kar e û di navbera du peyvên serbixwe de hiyatus dikare peyda bibe. Bo nimûne:

  • bi avê
  • ji agirî

Bi devkî (xaseten di kurmanciya rojhilatî de) di haletên wiha de bi rastî jî rê li hiyatusê tê girtin:

  • bi + avê > b’avê / p’avê
  • ji + agirî > j’agirî / ş’agirî

Ev awa herwiha di helbestan de jî gelek caran tê bikaranîn.

Heta kurmanciya nivîskî jî rê li ber çend haletên hiyatusê di navbera du peyvan de jî digire. Eger berî kopulayê (formên lêkera “bûn” ya statîv di dema niha de) peyvek bi vokalekê bi dawî were, hingê formên kopulayê ji wan cuda ne yên ku li pey peyvên bi konsonantan bi dawî tên.

kopula li pey konsonantan kopula li pey vokalan
ez kurd im ez kî me
tu kurd î tu kî yî
ew kurd e ew kî ye
em kurd in em kî ne
hûn kurd in hûn kî ne
ew kurd in ew kî ne

 

Herwiha di hin haletên din de jî rê li ber hiyatusê tê girtin. Bo nimûne:

  • birayê min ê mezin
  • birayê te mezin

Lê di nivîsîna gelek kesan de forma bo rêgirtina hiyatusê bûye forma giştî û loma awayê wiha jî tê dîtin:

  • birayê min mezin

 

Veguhastina vokalekê bi konsonantekê

Yek ji awayên rêgirtina hiyatusê bi rêya veguhastina vokalekê bi konsonantekî ye. Ev diyarde di zimanê nivîskî de bi taybetî di soranî de heye. Bi piranî Î dibe Y:

  • rojname + î > rojname-y Kurdistan (rojname-ya “Kurdistan”)

bidin ber:

  • govar + î > govarî Kurdistan (kovara “Kurdistan”)

Di kurmancî de jî di hin devokan de Î dikare bibe Y:

  • bira + î > bira-y got (li şûna “bira-y-î got”)

Di hin nivîsên kurmancî de mirov carinan formên wek “xan-y-ê me” li şûna forma standard “xaniyê me” (li ba hin nivîskaran “xanîyê me”) jî dibîne. Ev awayê “xan-y-ê me” jî veguhastina Î bi Y e bi armanca rêgirtina li ber hiyatusê (“*xanîê me”).

Di kurmancî de, ji bilî veguhastina Î bi Y, herwiha U/Û jî dikare bibe W. Ev awa di hin devokan de û heta carinan di nivîsan de jî tê dîtin:

  • xesû + a > xeswa wê

Û carinan jî dibe IW:

  • rû + ê > riwê wî

Lê forma serdest ya nivîskî ya van peyvan jî bi alîkariya Y ye:

  • xesû +a > xesûya wê
  • rû + ê > rûyê wî

________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Di nivîsînê de hiyatus heye lê bi deng konsonanta “eyn” di navbera A û E de heye.

[2] Anku dengê “orre-orrê nakin”.

[3] Forma ”naumêd” farismancî ye û forma wê ya kurdîtir “bêumêd” yan hê jî kurdîtir “bêhêvî” ye.

[4] Formên serdest ”otomat, otonom” in. Bo guherîna “au” bi “o” li jêrtir binêrin.

[5] Di erebî de ev peyv bi awayê “sa’e(t)” ye û di kurdî de jî formên ji “seat” serdesttir “saet” û “seet” in

[6] Li têbîniya berî vê binêrin.

[7] Hiyatusa “eu” di peyvên ewropî de bi piranî di kurdî de dibe “ew”: Ewropa, ewro.

[8] Di peyvên ji erebî wergirtî de hin caran li cihê “ia” forma “îa” tê nivîsîn, wek “îade, îdîa”.

[9] Di gelek zimanên ewropî de hiyatusa ”ia” berbelav e û hin peyvên wisa ketine kurdî jî lê ew bi piranî di kurdî de wek “ya” yan “iya” tên nivîsîn, bo nimûne: Romanya, kîmya, hiyatus (bidin ber gelek zimanên ewropî “Romania, kemia, hiatus”).

[10] Forma berbelavtir ”dienirin”, herdu jî bi dengê “eyn” di navbera I û E de.

[11] Anku dengê ”orre-orrê dike”.

[12] Awayê din yê nivîsîna wan ”iade, iane” ye.

[13] Bi deng ”eyn” di navbera Î û E de heye anku hitayusî tenê bi nivîsînê ye lê ne bi dengî.

[14] Paşgira kesê sêyem yê yekhejmar.

[15] Di kurdiya başûrî de (feylî, kelhurî, kirmaşanî) jî forma serdest “hatin” e lê herwiha awayê “yatin” jî peyda dibe.

[16] Binêrin bo nimûne: https://en.wikipedia.org/wiki/Movable_nu

[17] Ev texmîn li ser peyva “pîvaz” ya kurmancî bo nimûne ji aliyê zimannasê israîlî Yaron Matras ve hatiye pêşkêşkirin. Bo dîtina vekolînên Matrasî li ser zimanê kurdî, binêrin: http://kurdish.humanities.manchester.ac.uk/

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s