DEVOKA SEMSÛRÊ

 

Fatih

Fatih Aydin

NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ Û REWŞA WÊ

  • li Semsûrê, li sêgoşeya sînorên wilayetên Entab, Riha û Semsûrê
  • Rewşa devokê wek hemû deverên Bakurê Kurdistanê ber bi paşveçûnê ye. Nifşên nû bi Tirkî mezin dibin. Heta 20 salan berî niha di hemû civakan de Kurdî bû, lê ji ber ku nifşên nû ewil bi Tirkî hîn dibin ew li Tirkî serdest dibe. Li gundên me yên derdor tu gundên Tirkan nînin. Lê Tirkî û Kurdî tê peyivîn.
  • Devoka me devoka, devoka Meraşê ye. Danûstandina serdest bi Tirkî re bûye.
  • Hinek taybetmendiyên din yên dengnasî?
  • Ji ber ku bi koçberiyê re eşîrên cûr bi cûr li derdor belav in.

CÎNAV

  • Cînavên kesî yên xwerû ev in:
    • Ez, tu, hew, em, hûn, hewna
  • Cînavên kesî yên çemandî/tewandî jî ev in:
    • mi(n), te, wê, wî,me, we, wan(a)
  • Cînavê veger ”xwe” yye.
  • Cînavên nîşandanê yên bo nêr û mê wiha ne:
    • Va mêrika, va jinika, van çiyayan

BERHEVDANA RENGDÊRAN

  • Gelo bo berhevdana forma komparatîv paşgira ”-tir” e. Carina ne bi peyvika ”hîn” re tên xebitandin. Hin caran jî ”daha” ya ji tirkî tê bikaranîn:
    • ew li wî mezintir e / ew li wî hîn mezintir e (herdu jî tên bi kar anîn)
  • Forma sûperlatîv bi peyva ”terî/tewrî” tê pêkanîn:
    • zebeşa terî mezin va ye
    • dara terî dirêj ya han e

HOKER

  • Ev hokerên giştî di vê devokê wiha tên gotin:
    • çito, çutil, çing, (çawa)
    • kînga/kîçax (kengî)
    • çiqes/çend (çiqas/çend)
    • wiha (bi vî awayî), wisa (bi wî awayî), ewqas/hind
    • wihanî, hanî (wiha, bi vî awayî)
    • wirg/werg, wirga/werga (wisa, bi wî awayî)
    • wiqas (ewqas, hind)
    • viqas (evqas, hinde)
    • du, duh (duh, duhî, roja berî îro)
    • huro (îro, vê rojê)
    • so (sibê, roja piştî îro)
    • duso (dusibê)
    • siwê, suwê (sibeh, spêde, sihar)
    • huşev/hîşev (îşev, vê şevê)
    • pêr (pêr, du roj berî îro)
    • bitirpêr (betrapêr, roja berî pêr)
    • husal/îsal (îsal, vê salê)
    • sala çûyî (par)
    • du sal berê (pêrar, du sal berî îsal)
    • erê/belê, na/ne, belku
  • Bona piştrastkirina tiştekî ”ni/ne” tê bikaranîn
    • Te go ez ê werim, ne?
    • Te go min xwar, ni?

DAÇEK

  • Gelo pêşdaçekên bingehîn ”bi, bo, di, ji, li” di devokê hene û çawa tên gotin?
  • ”Bi”
  • ”bo” kêm tê bikaranîn. Li şûna wê ”sewa” tê bikaranî:
    • sewa te, sewa wê, di
  • ji (hin caran dibe li)
  • li
  • Gelo paşdaçekên bingehîn bi awayê “de, re, ve”, ”da, ra, va”, ”da, ra, ve” yan bi awayî din in?
  • ”De, re, ve” hemû dibin ”da, ra va”.
    • Ez bi wî ra çûm
    • di ser avê ra
    • di bin malê da
    • bi wî va
  • Gelo devok cudahiyeke diyar di navbera “li” û ”di … de” de dike? Bo nimûne ”li malê” lê ”di kitêbê de”
  • Cudatiya aşkere ye di navbera ”li” û ”di … de” heye. ”di … de” bi mehenya hundir tê bikaranîn, ”li” wek li dor.
    • Li mal
    • di mal de (di hindurî malê de)
  • Komdaçeka komîtatîv ”pê ra” ye. Formên ”li gel / di gel” nayên bikaranîn.

GIRÊDEK

  • Ev girêdek di wê devokê çawa tên gotin:
    • lê (ema, feqet, lakin)
    • çunkî, ji ber ku
    • çiku
    • loma, lewma, lewra, lewre…
    • loma
  • taybetmendiyên din yên navdêran?

HEJMAR

  • Hejmarên sade
    • Yek, didu, sisê, çar, pên, şeş, heft ,heyşt, nihe, dihe
    • Hejmarên 10, 20, 30 – 90 çawa tên gotin?
    • Diheûyek, diheûdidu, diheûsisê, diheûçar, diheûpênc, diheûşeş, diheûheft, diheûheyşt, diheûnihe
    • Navê hejmara “1000” hezar an hizar e?
    • hezar
    • Gelo H-ya peyvên di navên 7, 8, 70, 80 û 1000 wek “heval” yan “Hesen” e?
    • Wek “Hesen”
  • Bo hejmarên rêzî “yê/ya tê bikaranîn
    • yê yekê, yê diduya, yê çara

ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN

  • Çemandina navdêrên nêr bi guhertina ”a/e”yê bi ”ê”yê tê nîşandan:
    • mala Serdêr (mala Serdarî)
    • riya êş (riya aşî)
  • Paşgira nediyariyê ”-ek” e:
    • malek, darek, barek
    • jineka rindik
    • lawikekî paqil (biaqil)
    • jinekê got
    • mêrekî kir
  • Raveka pirhejmariyê ”-ên” yan ”ê” ye:
    • darê(n) mi(n)
    • berxên min
  • Gelo raveka yekhejmariya nêr ”-î” ye û raveka mê ”-a” ye:
    • mê: bizineka mi(n), dareka mi(n)
    • nêr: berxekî mi(n), beranekî reş, mêrekî
  • Taybetmendiyeka cuda ye navdêran heye. Bona nîşandayîna dem aniha, halê hazir bo navdêrên nêr ”-î”, bo mê’yan ”-ê” tê pêş navdêr an cînavî. Mînak:
    • Mînak, ezî nexweş im (yê dibêje nêr)
    • ezê nexweş im (mê)
    • Mihemedî li vir e, Eyşê li jor e
  • Di dema niha ya berdest de paşgira ”-e” tê pey lêkera dema niha ya gişî:
    • Ez tême => ez li rê me û tême, ezî tême=> ez aniha tême

ÇEMANDINA LÊKERAN

  • Gelo pêşgira berdewamiyê ”di-”:
    • ezi dibême, ez dikime
  • Pêşgira dema bêt (dema were, future) “ê”:
    • ez ê werim
    • ew ê here
    • ew ê bike
  • “Dikim” jî tê bikaranîn, lê carcaran hinekî deformebûyî
    • Ez dike (dikim) werim
    • tu dike (dikî) werî
    • ew dike (dike) were
    • em dike (dikin) werin
    • hûn dike (dikin) werin
  • Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) de:
  • dema niha ya giştî:
    • ez dikim, tu dikî, ew dike, em dikin, hûn dikin, ewna dikin
  • Dema aniha ya berdest:
    • ez dikime, tu dikî, ew dikê, em dikine, hûn dikine, ewna dikine
  • Gelo dema bêt bi pêşgira ”bi-“ tê bikaranîn
    • ez ê bixwim, ez ê bikim, ez bikujim
  • Formên raweya subjunktîv (şertanî, bilanî û hwd. hene), bo nimûne:
    • Ez bixwim
    • min bixwara
    • min ê bixwara
    • min bixwaribûya
    • min dikir bixwara
  • Gelo neyînîkirina raweya fermanî bi pêşgira “me-” ye:
    • meke
    • mere (mehere, neçe), mebê (mebêje)

DENGNASÎ

  • ”A” ya hinekî din gilovertir e. Ji ber wê, pirrcan yên bi devokê nenas wê bi şaşî wek ”O” destnîşan dikin. Lê di rastiyê de ew dîsa a, lê hinekî din dirêjtir tê bilêv kirin.
    • ”mal”=>”ma’l”, dar=>”da’r”
  • Guhertina b=> w, b=> v berbelav e:
    • Ez dibêjim=> ez dibêm=> ez diwêm
    • ez dibînim=> ez diwînim
    • bê=> vê: vêxwedî (bêxwedî, bêxudan, bêkes)
  • Komdengê ”xwe-” (wek ”xwe, xweş, Xwedê”) wek ”xwe-” tê gotin:
    • xweş, Xwedê
  • Komdengê ”xwa-” (bo nimûn ”xwarin, pêxwas”) wek ”xa” tê gotin:
    • xarin, xastin
  • Dengê H yê peyvên ”hemû, hirç, heşt/heyşt” wek H ya di Hesen de tên bi lêv kirin
  • A di peyvên ”çav, mar, kanî” de dibe EH:
    • çav=> çahv, pan=> pehn, mar=>mehr
  • Di hejmaran de ”-eh” ya dawiyê dibe ”-ihe”:
    • neh=>nihe
    • deh=> dihe
  • Komdengên ”-ih-” yan ”-iw-” carinan tên avêtin:
    • ciwanga=>canege(a), ciwanmêr=> camêr
  • Wek mînak di devoka hin gundan de (Wek Îzoliyan) “di-“ dibe “ti-“:
    • Ez dibim=> ez tibim, ez dibêm=> ez tibêm).
  • Di devoka Semsûrê de ”j” ya di nav an dawiya peyvê de pir caran dikeve.
    • Roj=> ro, dibêjim=> dibêm
  • ”J” ya di daçekan de pirrcan dibe ”l”:
    • min ji wî pirsî=> min li wî pirsî
    • min jê xwest=> min lê xwest.
  • ”A” yên di peyvên yek-kiteyî de hin caran dibin ”eh” an jî ”ah”’a qirrikî:
  • – mar=>mehr, çav=>çahv, pan=>”pehn”, tan=>”tehn”
  • Peyvên yek kite de hin caran bo sivikkrinê tên dirêjkirin ”ihi”:
    • bin=>bihin, dîn=>dîhîn, gir=>gihir, ba=>biha, dan=>dihan
  • ”-N” ya pirjimaran nayê gotin:
    • li serê çiya, li ber mala., li bin dara

PEYVNASÎ

  • Hinek peyvên taybet di vê devokê de wiha ne:
  • Et (dayik, dê)
  • xwang (xwişk, xweh)
  • çing (çawa, çito, çilo, bi çi awayî)

Gelek peyv ên wiha hene û min ew li ser Wîkîferhengê zêde kirine

  • Et: li şûna peyva ”dayik”ê tê bikaranîn, lê ne şaş bim di devokên din de li şûna ”xwîşka mezin” tê bikaranîn.

REWŞA DEVOKÊ Û BERHEMÊN WÊ YÊN NIVÎSKÎ

Rewşa niha ne baş e, zarokên di bin 10 salî re pir kêm Kurdî baş dizanin. Helbet kesên dixwazin zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin zêdetir dibin, lê şertûmerc wê çetin dikin.

Berhemên zargotinê yan berhemên din yên bi vê devokî nivîsandî ne şaş bim tune ne.

Binêrin herwiha:
–  Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî:
Kurmanciya herêma Agirî
– Miradxan ŞemzînîDevoka Şemzînî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
–  Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

18 thoughts on “DEVOKA SEMSÛRÊ

  1. […] Xoçvanê (Erdexan) – Amed Çeko Jiyan: Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt) – Fatih Aydin: Devoka Semsûrê – Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînan – Orhan Agirî: Kurmanciya herêma Agirî […]

    Like

Leave a comment