DEVOKA ŞEMZÎNAN

Miradxan

MIRADXAN ŞEMZÎNÎ

Di nav xelkê Şemzînan da, dibêjine Şemzînan “Nawşar” û “Şemzîna”. Geverî, colemêrgî û wanî jî dibêjinê Şemzdîna.

Şemzînan, li Bakurê Kurdistanê, qezayeka bi ser bajarê Colemêrgê (Hekarî) ve ye. Tixûbên sê dewletan (Îran, Îraq û Tirkîye) li vê derê xwe lêk didin. Ji layê Rojhilatê Kurdistanê ve cîranê deşta Mirgewer û Şino, ji Başûr cîranê deşta Berazgirt (ku ew jî bi ser qezaya Soran/Dîyana ve ye), qezaya Rûbarok (ev der wekî Navgerdîyan jî tê nasîn û berê bi ser Şemzînan ve bû, 2018ê bû qeza) û devera Mêrgesor (Şêrvan, Ergoş, gundên Çemcû, Stûnê, Basyan), li Bakur jî cîranê qezaya Geverê ye.

Devoka Şemzînan, li dewruberê Şemzînan tête axivtin. Di nav kurmancî da wekî devoka bahdînî tê qebûlkirin, feqet, ji ber cîrantî, hatûçûn û bazirganîya li ser tixuban tesîra soranîyê jî lê heye. Tam nebe jî em dişên bibêjin “sormancî”yek (senteza soranî-kurmancî) heye li Şemzînan.

Ji ber tixÛban her çend peywendîya Gewerê ji ya Mirgewer pitirtir be jî, devoka Şemzînan texer diçe ser devoka Mirgewer. Ferq û cudahîyên devokê yên digel Geverê hene, digel Mirgewer nînin.

Meselen li Geverê ji bo cînavka kesîn a çemandî dibêjin “we/hewe”, li Şemzînan û Mirgewer dibêjin “hingo”. Li Şemzînan û Mirgewer “mang/heyw” li Geverê “meh” e. Ferqên li pêş çavan ew in, ku li Mirgewer hindek peyvên farisî, li Şemzînan jî hindek peyvên tirkî (di 20-30 salên dawîyê) xwe di nav devokan da nîşan didin.

Şemzînan ji çar mentîqeyan pêk tê û tesîra soranîyê li mentîqeyên Herkîyan û Xumaro kêmtir e goreyî mentîqeyên Zerza û Gerdîyan. Ev yek jî ji ber tixuban e dîsa.

Ji bilî kurdî heta 20-30 sal berê, çi zimanên dî nedihatine axivtin. Bi tenê li navenda Şemzînan ji ber sazî û karmendên dewletê, zimanê tirkî li gorî kurdîyê serdest bû. Piştî ku hindek gund hatine betalkirin û gundî hatine Şemzînan, nifûsa gundîyên mihacir ji yên şemzînîyan pitirtir bû, vê carê kurdî li navendê jî bû serdest. Lê ji ber egerên siyasî (şer û pevçûn, valakirina gundan), zêdebûna xwendegehên tirkî, teknolojî (birq û TV) û înternetê, rêjeya axivtina kurdî goreyî 15-20 sal berê, kêm bûye.

Li gorî bajarên Bakurê Kurdistanê dîsa em dişên bibêjin ku li Şemzînan, ji bilî nifşên nû, ew jî kêm qismek, her kesek dikare bi kurdî biaxive. Li gorî zilaman jin, pitir bi tirkî diaxivin. Di nav jin û zilaman da ciwan û biçûk pitir bi tirkî diaxivin. Ji bo statîstîkên objektîv, rapirsîyên giştî pêwîst in, ku mirov li vê derê esehîyên rast bide.

Niha tesîra tirkîyê lê zêde bûye, bi taybetî piştî ku xwendegehên sawayan (3-5 salî) li navend û gundan vebûn, di nav nifşên nû da kurdî gelekî lawaz bûye. Heta salên 1970 û 1980yan li her gundekî ancax 3-4 kesan bi tirkî dizanî.

Ji ber ku hem cîranê soranan e û hem jî yê kurmancan (bahdînî) e, tesîra herduk devokan heye. Gelek peyv, biwêj û qalibên soranî di nav bahdînîya Şemzînan da hene.

Di devoka Şemzînan da tîpa  “ü” heye, ku di elifbêya kurdî da nîne. Ev tîp şûna tîpa “û”ya standard tê gotin. Wekî “ü”ya tirkî lê hinekî dirêjtir tê gotin. Meselen; li hin deveran dibêjin “dûr, kûr, bûk, xesû”, an jî “dîr, kwîr/kîr, bîk, xesî”, li Şemzînan dibêjin “dür, kür, bük, xesü”.

Di devoka Şemzînan da tîpa “v” tune. Qemî ji ber tesîra soranîyê be. Şûna tîpa “v” û “w”yê her “w” tê gotin. Bo nimûne; nabêjin “heval, evîn, dev”, dibêjin “hewal, ewîn, dew”.

Pevdeng (xw) jî nîne di devoka Şemzînan da. Bes, tîpa “x” yan komdengê “xwe-” wek “xo-” tê bilêvkirin. Bo nimûne; di devoka standard da “xwastin/xwestin” wekî “xastin”, “Xweda” wekî “Xuda”, “xwezî” wekî “xozi/xozî”, “xwarin” wekî “xarin” tê gotin. 

CÎNAV

Cînavên kesîn yên xwerû:

  • ez, tu/ti, ew/ewe, em, hing*, ew/ewe.

Bo nimûne:

  • Hing xo fêre kurdîyê diken?

Cînavên kesî yên çemandî/tewandî hote (bi vî awayî) têne gotin:

  • ez min/mi, te, ewê/wê/wihê, wi/ewi/wihi (li gundên nêzîkî devera Dihokê “wî, ewî”,) me, hingo, ewa/ewan/wa/wan

*Li Navgerdîyan cînava kesîn a pirhejmar hem ya xwerû (hûn) û hem ya çemandî (we), “engo/hingo/go” ye. Bo nimûne:

Bo nimûne:

  • Engo/hingo/go kengî hatin?
  • Engo/hingo/go qencîyek/ekê/eka baş kir.

Cînava veger wekî “xo” tê gotin. Bo nimûne:

  • Xezal xo fêre xundina erebîyê diket.

Taybetmendiyên din yên cînavan?

  • Cînavên nîşadanê yên çemandî, bo dûratîyê, bi vî şiklî têne gotin:
  • “wê/ewê, wi/ewi, wan/ewan” hem jî bi vî şiklî: “wahe/wahenê-yahe/yahenê (mêza), wêhe/wêhenê-yêhe/yêhenê (nêrza), wêthe/wêthenê-yêthe/yêthenê (pirhejmar)

Bo nêzîkatîyê jî bi şiklî ne:

  • ewhê/wihê/wihnê (mêza), ewhi/wihi/wihni (nêrza), ewane/wane/wantene (pirhejmar).
  • Şûna cînava “li vir”, “lêre, li wê derê”, şûna “li wir”, “lêrê/li wêrê/li wê derê/werdi” tê gotin.
  • Di zimanê kurdî yê standard û gelek devokan da, di ravekên navdêr da heke raveber cînavên nîşandanê (çi xwerû bin, çi jî çemandî) bin, gava raveber xwerû be, raveker jî xwerû dibe; heke raveber çemandî (tewandî) be, raveker jî her çemandî ye.

Bo nimûne;

  • Ev sêv xweş in. (di raveka “ev sêv”ê da raveber (ev) xwerû ye, lewra raveker (sêv) jî xwerû ye.
  • Ew piçûk dileyîze/dilîze. (ev piçûk> herduk xwerû ne.)
  • Wan sêvan bifiroşe. (Di vê derê da jî raveber (wan) çemandî ye, lewra raveker (sêvan) jî hatiye çemandin.)
  • Di devoka Şemzînan da gava raveber xwerû be; bo dûratîyê heman rêbaz heye:
  • ew sêw, ew piçûk…

Lê belê ji bo nêzîkatîyê raveber wekî xwe dimîne (ew) raveker jî, qertafên “-e (yekhejmar) û -ane (pirhejmar)”yê werdigirin

  • ew* sêwe (yekhejmar)
  • ew* sêwane (pirhejmar)
  • Gava raveker çemandî be, raveker hem xwerû û hem jî çemandî tê gotin. Bo nimûne;
  • Ew sêwê bixo/wê sêwê bixo.
  • Ew sêwa(n) bifiroşin/wan sêwa(n) bifiroşin. (ji bo dûratîyê)
  • Ew sêwane bifiroşin/wan sêwane bifiroşin. (ji bo nêzîkatîyê)

*Me li jorî jî amaje pê kiribû ku di devoka Şemzînan da tîpa “v” tune, hem şûna “v”yê û hem jî şûna “w”yê, her “w” tê gotin, lewra ji bo herduk cînavan (ev, ew) me “ew” nivîsî.

Cînavên nîşandanê yên xwerû:

Ev > ewe/ewhe (yekhejmar),

Ew > ew/ewahe/wahe/yahe (mê-yekhejm.), ew/ewêhe/wêhe/yêhe (nêr-yekhejm.), wêt he/yêt he/ew (pirhejmar).

  • Cînavên nîşandanê yên çemandî:

Vê > wihê/wihinê, wê > wahenê/yahe/yahenê,

Vî > wihi/wihini, wî > wêhenê /yêhenê/yê’enê,

Van >  ewane/ewante/wante/wane/wantenê, wan > ewan/ wêt he/wêt henê/ewêt henê/yêt henê/yêt he.

BERHEVDANA RENGDÊRAN

  • Bo berhevdana forma komparatîv her paşgira “-tir” tê gotin. Wekî; giran-tir> girantir, sar-tir> sartir…
  • Bo forma sûperlatîv jî “ji hemiya(n) …tir, yê/ya/yêt hemiya …tir” tê gotin. Hindek gundên nêzîkî tixûbê Rojhilatî jî paşgira “-tirîn”ê jî dibêjin bes gelek nahê gotin di nav xelkî da.
  • Wekî; Ji hemiya(n) dirêjtir, ya (bo mêza) hemiya bilindtir, yê (nêrza) hemiya kurttir, yêt (pirhejmar) hemiya zîrektir…

HOKER

Ev hokerên giştî di devoka Şemzînan da bi vî awayî (ji renge sor) tên gotin:

  • Çito, kuto (Çawa)
  • Kengî
  • Çend (Çend, Çiqas)
  • Kê derê, kerdi, kêrê (kû derê)
  • Kîj, Kîjk, kêjk (kîjan
  • ho, hote (wiha, bi vî awayî)
  • hoto, we (wisa, bi wî awayî)
  • hind, hinde (ewqas, hind)

Hokerên demî:

  • duhi, dünê, dûnê (duh, duhî, roja berî îro)
  • ewro, ewroke (îro)
  • sibe, sibey, sibehî (sibê, roja piştî îro)
  • duzbe, duzbehî, duzbey (dusibê, du roj piştî îro)
  • spêde (spêde/sibe/sihar)
  • ewşew (îşev)
  • pêr (pêr, du roj berî îro)
  • betirpêr, betrapêr (betrapêr, sê roj berî îro)
  • ewsal, ewsale (îsal, vê salê)
  • par (par, sala berî îsal)
  • pêrar (pêrar, d sal berî niha)
  • nûke (niha)
  • hêj, hêşta (hê, hê jî, hîna, hîna jî)
  • erê, belê, a (erê, belê)
  • nexêr, neherê, ne (na, ne, nexêr)
  • qemî, belku, belkî (belkî, dibe ku)

DAÇEK

  • Pêşdaçekên bingehîn ”bi, bo, di, ji, li” di devokê hene û hote têne gotin:

Daçeka “bi” exlebe wekî daçeka lêkxistî (pê) tê gotin. Wisa jî tên bilêvkirin: ib, bi.

“Bo” her wekî “bo” ye.

“Di” bi tene serê xwe nahê gotin, digel peyva dû xwe (wekî ‘t) û paşdaçek “da, ra”yan tê gotin. Gelek caran lihevxistî ye (tê) û digel paşdaçekan e (tê da, tê ra), Gava ku, lihevxistî nebe, bi tenê paşdaçekên wê têne gotin.

“Ji” û “li” digel peyva dû xwe tên gotin û tîpa “-i” hindek caran tê pêşîyê (ij, il) û hindek caran jî namîne (l’, j’). Gelek caran şûna “ji”yê “li” jî tê gotin. Herwiha daçeka “li” digel paşdaçek “da”yê tê gotin.

Çend nimûne:

Bi: Pê, ib, bi: Elî bi hespî çû. > Elî hespi çû.

Wî ez bi darê zorê anîm. >Wi ez bi/ib darê zorê înam.

Bo: Tu bo çi naçî?

Tiştekî hûr di çavê te da ye. > Tiştekê hûr yê çavê ‘tte da.

Ez ji Geverê têm. > Ez ij Geverê têm- Ez il Geverê têm.

Tu li malê çi dikî? > Tu l’malê çi t’key/dikey?

Tu wazê ji wî bîne. > Tu wazê ‘l/’j wi bîne.

  • Paşdaçekên bingehîn bi awayê “da, ra, we” ne û exlebe digel pêşdaçekan nahêne gotin. Gava digel pêşdaçekan têne gotin jî, eger pêşdaçek di nîveka hevokê da an jî li dûmahîka hevokê be, tîpa pêşdaçekan a dengdêr (i) hindek caran dibe “ê” û dikeve pêşahîka dengdarê (ib/êb, id-it/êd-êt, ij/êj, il/êl). Bo mînak:

Av ib serê min da hatim. (Av bi serê min da hat.)

Ez êl mal da me. (Ez li/di mal da me.)

Di zaravayê Kurmancî yê standard da awayê dema niha û dema fireh wekî hev têne dîtin. Di dema niha da qertafa “di-“ tê pêşîya rayeka lêkera dema niha, bi vî şeklî kêşana dema niha ya lêkeran çêdibe. Wekî; rayeka lêkera “kirin”ê “k” ye, “di-“ tê pêşîyê, dibe “di-k>dik”. Piştra qertafa kesane tê: (ez) dik-im,  (tu) dik-î, (ew) dik-e, (em, hûn, ew) dik-in. Ji bo dema fireh jî kêşan bi heman awayî ye, bes hokerên di nav hevokê da (wekî; her dem, hîç, qet, tu car…) nîşa didin, ku ew hevok goreyî dema fireh hatiye gotin: Ez her dem bi kurdî diaxivim. Ez tu car naçim… Di devoka Şemzînan da risteya dema fireh û dema niha jêk cuda ne. Ji bo dema niha, wekî devoka standard, “ ’t (di)” li pêşîya lêkerê tê gotin, bes qertafa “ê”yê di pêşîya lêkerê da wekî serbixwe tê gotin û hindek caran jî di navbera lêker û qertafa “ê”yê da gelek peyv jî (wekî bireser, hoker) cî digirin di nav hevokê da: (bo lêkera “xwarin”ê) Ez ê nani‘t(di) xom, tu yê nani‘t xoy, ew ê nani’t xot, em ê nani’t xoyn… Di dema fireh da, tenê qertafa “ê”yê nahê gotin: Ez nani’t xom, tu nani’t xoy, ew nani’t xot, em nani’t xoyn. 

Rêya gundî di nav daristanê ra derbaz dibe. > Rêka gund’it naw rêli ra derbas dibît/Rêka gundi naw rêli ra derbas dibît.

Evîn bi şev û roj di mal da rûdine. > Evîn şev u roj’il mal da t’rûnêt.

Dermanî bi birînê da bike. > Derman’ib birînê da bike.

  • Devoka Şemzînan, cudahîyeke dîyar di navbera “li” û ”di … da” da dike. Eger tixubê cî fireh be, exlebe “li” tê gotin. Feqet cî hindî biçûk û teng be goreyî hatina gotinê “di…da/li…da” tê gotin, belê exlebe “di” bezir dibe an diqurmiçe nav peyva dû xwe û paşdaçek “da” tenê tê gotin .
  • Komdaçeka komîtatîv “li gel / di gel/ gel e.

GIRÊDEK

  • Girêdeka “lê” di devokê da wekî “ema, feqet, bes, belê” tê gotin.
  • Çunkî: Çunkî/çunkû
  • Loma, lewma, lewra, lewre: “Ji ber hindê, ji ber wê, be(r) hindê”

Taybetmendîyên din yên navdêran:

Çer ku: Gel ku

HEJMAR

Hejmarên bingehîn

  • Êk/yêk, du [gava paşgirê werdigire dibe “dû” (dûyê şewê)], sê çar, pênc, şeş, hawt, heşt, neh/nehe
  • Deh/dehe, bîst, sih/sihi, çil, pênce, şêst/şêşt, hawtê, heştê, nehwêrt/nehwêt/nowed, sed
  • Navê hejmara “1000” hizar e.
  • H-ya peyvên di navên 7, 8, 70 û 80yê da wek ya “Hesen”î ye, ya 1000 wek “h”ya “heval”î ye.

Hejmarên rêzî

Di çêkirina hejmarên rêzî da paşgira “-ê”, “-a” û “-emîn” tê bikaranîn. Bo nimûne;

  • “Ez bûme yê çarê, ez ketime nav çara da, ez bûme çaremîn”

Hejmarên tarîxan hemû bi “ê” ne. Wekî devoka standard “an”a pirhejmar û bo hejmarên dehkî yên ku dûmahîkê “0” sifir lê “î” nahê gotin. Bo nimûne: 2

  • 020ê da (ne 2020î)
  • sala 1925ê (ne 1925an).

Raveka hejmarên seetê/demjimêrê hem ravekirî û hem jî bi tenê “-ê” ye: Wekî:

  • se’et êkê şewê
  • Tu se’et 4ê were.

ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN

Çemandina navdêrên nêr, ji bilî du (2) gundên li ser tixubê bajarê Dihokê, şûna paşgira ”-î”yê “-i”yê werdigirin. Wekî;

  • ”mala Serdari” (ne “mala Serdarî”)

Paşgira nedîyarîyê ”-ek” e. Bo nimûne:

  • malek, kitêbek

Raveka pirhejmarîyê ”-êd/-êt” e. Wek:

  • darêd/darêt stûr

Raveka yekhejmarîya nêr “-êkê / -ek” e. Bo nimûne:

  • ”biwirekê min/ biwirek min…

Ya mê jî “-ekê / -eka / -ek” e. Bo nimûne:

  • kitêbekê/kitêbeka/kitêbek min.

Qertafa çemandî ya pirhejmarîyê “-a” ye (ne “-an”):  Wek:

  • Malêt cîrana,

ÇEMANDINA LÊKERAN

Pêşgira berdewamîyê “-it” e. Bo nimûne:

  • “Ez-it-bêjim.”

Pêşgira dema bêt (dema were, future) “dê/ê” ye. Bo nimûne:

  • “ez ê hêm (bêm/bihêm), tu dê kê we çi? (biçî), ez ê parîyekê nani xom (bixwim).

Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) da hote ne:

Dema niha (aniha, berdest);

  • Ez-êt-bêjim, tu-yêt-bêji, ew-êt-bêjît, em-êt-bêjîn, hing-êt-bêjin, ew-êt-bêjin.

Dema fireh;

  • Ez-it-bejim, tu-‘d-bêji, ew-it bêjît, em-it-bêjîn, hing-it-bêjin, ew-it-bêjin.

Bo dema bêt:

  • Ez dê bêjim, tu dê bêji, ew dê bêjît, em dê bêjîn, hing dê bêjin, ew dê bêjin.

Dema bêt bêyî pêşgira ”bi-“ tê bikaranîn. Bo nimûne “ez ê sêwekê xom (ne bixom/bixwim”.)

Hindek formên raweya subjunktîv (şertanî, bilanî û hwd. hene) ev in: Bo nimûne:

  • “ez bixom, min dê xariba, min xariba, ez da xom…”

Neyînîkirina raweya fermanî bi “ne-”yê pêk tê. Bo nimûne:

  • ”neke, nebêje!”

Kêşana lêkerên “çûn” û “avêtin”ê li gorî deman (raweya ragihandinê):

Dema borî:

  • Ez çûm, tu çûy, ew çû, em çûn/çûyn, hing çûn, ew çûn.
  • Min howêt, te howêt, (e)wê/(e)wi howêt, me howêt, hingo howêt, ewan/wan howêt.

Dema niha (aniha, berdest):

  • Ez-êt-çim, tu-yêt çi, ew-êt-çît, em-êt-çîn, hing-(y)êt-çin, ew-êt-çin.
  • Ez-êt-howêjim, tu-yêt-howêji, ew-êt-howêjît, em-êt-howêjîn, hinge-(y)êt-howêjin, ew- êt-howêjin.

Dema fireh:

  • Ez-it-çim, tu-‘t-çi, ew-it-çît, em-it-çîn, hing-it-çin, ew-it-çin.
  • Ez it howêjim, tu ‘t howêji, ew it howêjît, em it howêjin, hing it howêjin, ew it howêjin.

Dema bêt:

  • Ez dê çim, tu dê çi, ew dê çît, em dê çîn, hing dê çin, ew dê çin.

Raweya fermanî:

  • Tu here, ew biçît, hing herin, ew biçin
  • Tu powêje/pawêje, hing powêjin, ew powêjît, ew powêjin.

Di lêpirsîna cî û waran da, şûna daçeka “ji”yê “yê (zilam), ya (jin), yêt” tê gotin û di bersivê da jî heman şêwe tê gotin. Bo nimûne;

  • Tu ji kû/kû derê yî? > Tu yê kêrê(y)/kêrê/kerdi yê? (bo zilaman)
  • Tu ji kû derê yî? > Tu ya kêrê(y)/kêrê/kerdi yê? (bo jinan)
  • Hûn ji kû dere ne? > Hing yêt kêrê/kerdi ne? (pirhejmar)
  • Ez ji Colemêrgê me/ ez colemêrgî me. > Ez yê Colemêrgê me/ez colemêrgî me. (zelam).
  • Ez ya Colemêrgê me/ez colemêrgî me. (jin)
  • Em ji Colemêrgê ne/em colemêrgî ne. > Em yêt Colemêrgê ne.

Şûna “tune/tine/nîne” bo yekhejmarîyê “nîye” bo pirhejmarîyê “nîne” tê gotin. Ji bo neyînîkirina (ne) gotinê “nîye/nîne” û hindek caran jî “ne” tê gotin. Bo nimûne;

  • Li vê malê av tune > Li wê malê aw nîye. (yekhejmar)
  • Li dukanê sêv tune> Li dukanê sêv nîne. (pirhejmar)
  • Dilşad ne li vir e. > Dilşad lêre nîye/ne lêre ye.
  • Mêvan ne li wir in. > Mêwan lêrê nîne/ne lêre ne.

DENGNASÎ

  • Komdengê ”xwe-” wek ”xo-, xu-” tê gotin. Bo nimûne; xwe: xo, xweş: xoş, Xwedê: Xudê.
  • Komdengê ”xwa-” wek “xa-“ tê gotin. Bo nimûne; xwarin: xarin, pêxwas; pêxas, xwazgînî: xazgînî.
  • H-ya peyvên ”hemû, hirç,” wek H-ya peyva ”heval” e, H-ya “heşt/heyşt” wek H-ya navê ”Hesen”î ye.
  • A di peyvên ”çav, mar, kanî” de wek A tê gotin.
  • H-ya dawîyê hindek caran tê gotin hindek caran jî dikeve. Bo nimûne: neh, deh, yazde, çarde…
  • Komdengên ”-ih-” yan ”-iw-” tên avêtin. Bo nimûne ciwa(n)mêr; camêr”
  • Di lêkerên dariştî yên bi pêşgira “ve-”yê dest pê dikin, li Şemzînan berovajî tête gotin, ev qertaf wekî soranîyê “-we” tê gotin û dikeve dûmahîka lêkerê (Mînak: Lêkerên “vekirin”, “vebûn”, veguhestin” wekî “kir(i)newe”, “bûnewe” û “guhêst(i)newe”yê tê telafuzkirin.

PEYVNASÎ

Ev peyv di devoka Şemzînan da hene ku pir tên bikaranîn lê li deverên dî yên kurmancî nayên bikaranîn an kêm tên bikaranîn:

  • Axiwtin: Peyivîn, qisekirin, axiftin
  • Biskurînewe: Şekirina hirîyê
  • Bilindgo: Hoparlor
  • Arpîyok: Bêjinga arî
  • Baçore: kesê bêçineyî diaxive, lewçe, geveze
  • Xeberreq: Kesê dilê mirov dihêle/têle,
  • Hing: Hûn
  • Hingo: Cînava kesîn “we”.
  • Pêro: Gareş, navê çêl û gayan ê giştî.
  • Bindok: Hûrdeyê binê rûnê pezî yê qijirandî.
  • Bingelte: Kesê tiraneyan dike, henekker,
  • Tîz: Henek, tirane, tinaz.

Û bi sedan peyvên hote hene. 15-16 sal e ku em bo ferhengê berhev dikin.

Rewşa devoka Şemzînan ya vê gavê me li jor behs lê kiriye

Mamosta Çeto Özel û mamosta Ergin Öpengin, lêkolerên zimanî yên devera Şemzînan in, ku gelek berhemên van (wek kitêb û gotarên kovar û rojnameyan) hene. Berhemên van exlebe bi zimanê standard in. Bes, gelek caran peyv û gotinên devoka Şemzînan jî di berhemên xwe da bi kar înane. Weku dî, ya ku ez pê dizanim bi taybetî berhem li ser devokê nehatine nivîsin. Eger li derve jî hebin, çi agahîya me pê nîne.

Kêmasî hebin yên min in, tiştên dî hemû yên me ne.

Rêz û silav.

Miradxan Şemzînî

7ê Adarê 2020, Şemzînan

Binêrin herwiha:
– Orhan Agirî: Kurmanciya herêma Agirî
Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînî
Îsmaîl Taha Şahîn: Devokan hacan ji ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
–  Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

 

19 thoughts on “DEVOKA ŞEMZÎNAN

  1. […] Gurdilan (Xerzan, Sêrt) – Fatih Aydin: Devoka Semsûrê – Miradxan Şemzînî: Devoka Şemzînan – Orhan Agirî: Kurmanciya herêma Agirî – Îsmaîl Taha Şahîn: Devokan hacan ji eşîra […]

    Like

Leave a comment