TAYBETMENDIYÊN KURMANCIYA EFRÎNÎ

efrin.tel

Youness Sheikh Nassan

TAYBETMENDIYÊN KURMANCIYA EFRÎNÎ

Bê guman her mirovek di hundir welatekî de, her wiha, di hundir zimanekî de gava daxive di riya devoka xwe tê naskirin ku ew ji kîjan herêmê û ji kîjan xaknîgarê ye. Devoka Efrînî yek ji devokên kurmancî ye, ango ji kurmanciya jêrîn e.

Her kes ji Efrînê bi hêsanî dikare zanibe mirovekî din ji Efrînê ye yan na ji ber ku ew li Efrînê bûye û mezin bûye û bi devoka kurmanciya Efrînî deng kiriye û dayî û standiye.

Lê belê, heger mirovek ne ji Efrînê be û bi carekê bi xelkê Efrînê re ne dabe û ne jî standibe gelo wê çawa zanibe ku mirovekî din ji Efrînê ye yan na di riya axiftinê re?!

Bi rastî, devoka Efrînî bi gelek ged, şan, nîşan û taybetmendiyan tên naskirin, gelo ev taybetmendiyên giştî yên kurmanciya Efrînî di warê zimanzanî de çi ne?

TEWANGA NAVA PEYVAN

1- Diyardeya tewangê bi şêweyekî asayî di devoka Efrînî de ron û diyar e, wate, ew di jiyana rojane de ji berê paş da ji alî şênîyên Efrînê tê bikaranîn û bi taybetî tewanga zayenda nêr ya li Efrînê neçar e û li gelek herêmên din de nayê bikaranîn wek:

A- Dew birê mêst e. (mast )
B- Nezanî vehesiya cên e. (can)
C- Ka nanî bi min de. Kanî nên bi min de. (nan)
Ç- Ew ji welêt hatiye. (welat)
D- Mû li ser zimên hat. (ziman)
E- Bi kerê nikanê dibezê kurtên. (kurtan)

PEYVÊN HERÊMÎ

2- Hin peyv û şêweyên taybet bi devoka Efrînî hene çi resen dibin û çi jî herêmî dibin wek: hewal (xeber) , kanê (dikare), mila (bila), xêncî/ji te derbas bê (ji bilî) , qiçik (zarok), xwek, xûç, ûç (xwişk), birak (bira), dêk (dayîk), bavik (bav), çiwe/çoyî (çawa yî /çonî), çêl /çel (40), çêrê dike (qal /behs dike ), hukarî ( bandor), êjdil (rast), zebirand (desteser kir /zep kir /kontrol kir), şênî (xelk/milet), şû (heft e: ji şûyê heta şûyê), dehf, teht, peht, reht, pir, şehf, kîngo (kengî), xêli bû /qeherî (xeyidî), derdan (der da /da der / venexwar), ecer (nû /nuh), naka (noke /niha), diho (duh), mera/merî (mirov/ însan) , rind (xweş / baş), hişîn(şîn), deng kir/deyn kir, êjdil, qît (ling û pêtik) … hwd.
Bê guman hin peyvên di nav kevanekê de jî tên bikaranîn li hin deveran.

KETINA DENGÊ H

3- Ketin û xistina dengê/ h/ bi taybetî ji nav û dawiya peyvan di kurmanciya Efrînî ron û zelal e, helbet, ew diyarde ji bo sivikkirin û bilêvkirina peyvan rû dide wek: dêlê (dihêle), nêlê (nahêle), şe kir (şeh kir), se kir (seh kir), miri (mirih /mirî), zindi (zindih /zindî), ri (rih), tiri (tirih /tirî) … hwd.

NEYÎNIYA RAWEYA FERMANÎ: ”ME-”

4- Rewaya fermanî bi qertafa (me) despê dike ne (ne) wek: bixwe /mexwe, here /mere, rûne /rûmene, binire /menire, bike/meke, bibe /mebe, were /mere, here /mere, vexwe /vemexwe … hwd.

PAŞGIRA KESÊ SÊYEM YÊ YEKHEJMAR: -Ê

5- Di dema niha de lêker bi gelemperî qertafa kesane bi kesê sêyem re bi ( – ê) tê bilêvkirin tevî ku li hin deveran mîna deşta Cûmê û navçeya Şêrewa û li ba kurdên koçer û êzîdî şêweya resen mayî ye mîna (-e ) tê bilêvkirin wek: derê/dere, dikê /dike, dibê /dibe, dixwê /dixwe, dibînê /dibîne,… hwd.

KETINA HIN DENGÊN DAWIYA PEYVÊ

6- Hin tîpên dengdar ji nav û dawiya peyvan li Efrînê bi giştî hatine xistin wek:
Ço /çov, ben/ bend, şiket, şikeft, dû/dûv, desmal /destmal, ro /roj, go/got,

WATEGUHERÎNA HIN PEYVAN

7- Wateyên hin peyvan teng bûne û wateyên neyînî birine wek:
pirç (por), gidî (stuxawr û çavpehn). Li Efrînê peyva pirç bi giştî nayê bikaranîn, tenê bi wateya porê laşê mirov wek pirçê lingan yan pirçê sîng, her wiha, tenê di bi wêjeyekê de mayî mîna: Pirçê serê mera radibe. Dîsa, peyva gidî jî wateyek neyînî biriye.
Wek: Ew merîkî gidî ye. (çavpehn /stuxawr)

 

PAŞDAÇEKÊN EFRÎNÎ

8- Paşdaçek bi şêweyê resen wek xwe mane mîna (di / li / ji / bi) …… da /de, ra/re, va / ve, ra /re)
Mînak: A- Ew bi min ra çû.
B- Ew di mal da mir.
C- Ew ji duh va li vir e.
Ç- Min ji Hêvînê ra got.
D- Ez bi ser da çûm.
E- Ez di Efrînê ra derbas bûm.

BERHEVDANA RENGDÊRAN

9- Qertafa peyaya rajorîn li şûna – tirîn tevî yan tewrî tê bikaranîn wek:

A- Ew birakî tewrî /tevî mezin e.
B- Ew ê tevî çê ye!

 

PAŞGIRA PIRHEJMARIYÊ

10- Qertafa tewangê ya pirjimar “- an” sivik û kurt bûye ; tîpa/ n/ hatiye avêtin û tenê ” – a ” tê bikaranîn wek:
A- Ez ê zêra ji te ra bikirim. (zêran)
B- Ew î derê nav dara. (daran)
C- Ez ê kinca bişom.

RAVEKA ZAYENDÊN NÊR Û MÊ

11- Veqetandekên binavkirî yên yekjimar zayenda nêr û mê (-ê /- a) li Efrînê (-î / – ê) ne, her wiha, veqetandeka binavkirî ya pirjimar 

(- êd) şêweya kevn parastiye yan (-ê) ya sivik bûye li şûna (-ên) wek:
A- Bavkî min merîkî cotarî ye.
B- Dêkê (diya /dayîka) min ji min pir hez dikê.
C- çavêd te wek kêran e.
Ç- Çavê min dêşin.
D- Qelemêd qiçika nemane.
E- Kincêd birakî min kevn bûne.
F- Kincê min bişo.

 

PAŞGIRA NEDIYAR

12- Veqetandekên nebinavkirî ( – ek) bûye
(-ik) wek:
A- Min sêvik xwar.
B- Darik me hişk bû.

 

CÎNAVÊN NÎŞANDER

13- Cinavkên şanîdanê yên xwerû (ev/ew) li Efrînê şêweyên resen parastiye û tîpa / h/ hîn mayî, her wiha, cudahiya di navbera yekjimar û pirjimar de hîn heye wek hev /heva, hew/ hewa, hevna /hewna. Helbet, li Sêrewa û deşta Cûmê “evene” tê bikaranîn.
Mînak:
A- Hev/Heva çiye?! = Ev çi ye?
B- Hew/Hewa çiye? = Ew çi ye?
C- Hevna çine? = Ev çi ne?
D- Hewna çine?! = Ew çi ne?!
Wekî din civakên şanîdanê yên tewandî wek zimanê nivîskî ne (vî / vê, wî / wê, van /wan).

 

PAŞGIRA KESÊ DUYEM YÊ YEKHEJMAR

14- Qertafa kesane ya kesê duyem yekjimar
(-î) li ba piraniya Efrîniyan bûye (-e/- ê), her wiha, qertafa kesane ya kesê sêyem (- e ) bûye (-ê) li gel ku li hin gundan wek xwe mayî ye wek:
A- Tu çi dikê? = Tu çi dikî?
B- Tu dixwînê. = Tu dixwînî.
C- Tu rind e. = Tu rind î.
Ç- Tu merî ye? = Tu merî yî?
D- Ew nên dixwê = Ew nên dixwe.
E- Gulê dikê nakê ew narê.

 

DENGÊ /Ü/ LI CIHÊ /Û/

15- Dengê /û/ li ba piraniya xelkê Efrînê wek dengê /ü / yê tirkî yan fransî tê bilêvkirin her çend şêweyê resen li navçeya Şêrewa û deşta Cûmê hatiye parastin wek:
çû /dû /mû /rû /gû /bû / zû / tû / hûr /kûr /dûr /sûr /tûj /

 

GUHERÎNA /A/ BI /E/ + /EYN/

16- Gelek peyvên ên dengdêra /a/ di nav xwe de hildigire bi derbasbûna demê û di bin bandora sîstema dengsaziya erebî de hatiye guhartin û bûye tîpa /ع/ eyin tevî ku li hin gundan şêweya resen parastiye wek:
A- m’er /mar
B- Pe’n /pehn /pan
C- be’r be’r /bar bar
Ç- Ke’r /kar (biçûkê biznan)
D- Ke’ni /kanî kehnî
E- Te’t /tat /teht
Ê- ce’n /cehn /can
F- ce’nî /cehnî /canî (biçûkê mehînan)
G- me’în /mehîn
H- şe’ni /şehnî (sizi û nexweşî)
İ- re’t /reht /rat (westiyayî)
Î- pe’t /peht /pat (bihêz û mekin)
J- de’f /dehf (derbas bike)
K- re’st /rast
L- şe’f /şehf (kevirên biçûk dikevin ber kevirên dîwaran yan dibin bingeh ji avahî û malan re.
M- be’îf /behîf
N- te’l /tehl/ tal
O- se’rînc /sarînc
P- pe’le /pale
Q- ze’r /zehr / zar (zarxweş /zimanxweş)
R- qe’rî /qehrî/qexerî (xeyidî û dilgiran bû)
S- çe’v /çav
Ş- Be’dîna /Bahdînan (navê gundekî ye)
T- te’ji /tajî
U- ze’vî dike =zehvkirin/ zavkirin

 

DENGÊ /H/

17- Dengê / h / di destpêka gelek peyvan de wek tîpa / ح/ ya erebî (wek di navê Hesen de) tê bilêvkirin mîna:
A- Hez/ hezkirin ( Hezê min li gund natê).
B- herî (axa şil)
C- her (Her derê ew bi nav dike ve)
Ç- hişk/i’şk
D- harîkirin (harîkarî /alîkarî)
E- hukarî (bandor)
Ê- Hêlik/ hêlkirin (hêlan)
F- Hêr ( hêrî zeytûna /erdê zeytûnan)

 

CÎNAVÊN PIRSIYARKÎ

18- Hin cinavkên pirsîyariyê li Efrînê taybetin wek:
A- ço /çi tonî (çon / çawa):
Mînak:
Tu ço çû gund? / Tu çi tonî çû gund?
B- Kîçax/kîngo (kengî /çi wextî)
C-Çira (çima): Herdu tên bikaranîn wek:
Çima tu nehat? /Çira tu nehat?

 

LÊKERA ALÎKAR ”KIRIN” DI DEMA BÊ DE

19- Lêkera alîkar kirin (dike) di dema bê de bûye
(Kê) bi hemû cînavkên kesane wek:
A- Ez kê (dikim) herim gund.
B- Ew kê (dike) herê mal.
C- Em kê (dikin) herin dewatê.
Ç- Hûn kê herin serî çê.
D- Ew kê (dikin)herin mal.

 

GUHERÎNA DENGÊ /O/

20- Hin peyvên ên dengdêra /o/ di nav xwe de hildigire wek tîpa /ع/ eyna erebî (wek di navê Elî de) tê bilêvkirin wek:
A- ro’nî/ronî: Roniya çavên min kêm e.
B- ro’vî /rovî: Rovî mirîşkêd me tevda xwarin.
C- ro’vik /rovik: Rovikê wî kul bûye.
Ç- Ro’n /ron (ne tîr e): Dew ron e.
D- Şo’jî /şojî

 

HEJMAR

21- Hejmar li Efrînê bi şêweyekî cuda û taybet tên bilêvkirin, bikaranîn û jimartin wek hejmarên ji yek heya deh (1- 10): yek, didu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, nihe, dihe. Her wiha, hejmarên ji yanzde heya nozdeh bi sîstema( 10+1=11) tên bikaranîn mîna dew yek (deh û yek /yanzde), dew dudu (deh û didu/duzdeh) ,… hwd.

 

PEYVÊN JI TIRKÎ WERGIRTÎ

22- Di devoka Efrînî de çendîn peyvên tirkî hene bi taybetî di navçeyên çiyayî yên li bakurê Efrînê dikevin li ser sînorê Tirkiyê mîna Şera, Bilbilê, Raco, Şiyê, Cindirêsê û heta Mabeta jî. Bê guman bandora tirkî ji serdema Osmanîyan de mayî ye. Wekî din li hember gelek peyvên tirkî hin peyvên kurdî jî tên bikaranîn, lê bi şêweyekî teng ne berfereh di biwêjan de mane yan jî di pend û şîretan de mane.
Mînak:
1- qapi (kapı) = derî:, Meke bi deriya werê seriya. G.P
2- qulaq (kulak) = guh: Guh pê de /Guh lê ne.
3- ênişte ( enişte) =zave
4- dûşmûş (düşmüş) = ketiye
5- sax (sağ) =xweş
6- qanciq( kancık) = dêlik
10- alvêr (alver) = danûstandin
11- gûnlûk (günlük) = ro /roj
12- sankî (sanki) = tê bibe
13- gêndi (Kendi) = Ew /wî /wê /wan
14- siqinti (sıkıntı) = tengî
15- siqilmîş( sıkılmış) = tengijî /dilgiran /qeherî
16- alçaq = nizim û kêm
17- Orispi (oruspu) = kûnde
18- yawaş (yavaş) = nermi nermi /hêdî hêdî
19- kêskin (keskin) = pir /zehf
20- yarim (yavrum) = lawî min

 

CUDAHIYA ZAYENDA PEYVAN

23- Zayenda gelek peyvan li Efrînê nêr in û li devokên kurmancî yên din mê ne û berûvajî wê. Ew jî mijarek cihê goftûgoyê ye girêdayî civakê û nirxên wê yê, her wiha ew têkildar e bi nêrîn û bandora civakê li ser zimên.

Mînak:
1- Ez di bin darê zeytûnê rûniştim. (dara)
2- Qîzê apî min dergistî bûye. (qîza)
3- Dêkê min pir ji min razî ye . (dayîka)

Helbet ev sêmînar bi giştî li ser taybetmendiyên devoka Efrînî ye û yê bi xwe jî zaravaya kurmancî ye. Devoka Efrînî diyar e pir sivik bûye bi derbasbûna demê re ; gelek tîp hatine xistin û gelek şêwe hatine guhartin. Ew xalên navborî bi gelemperî li devera Efrînê û li nav xelk û şêniyên Efrînê tên dîtin û bi hev re ciyawaziya devoka herêmê dide nîşankirin tevî ku hin şêwe û dirûvên cuda jî li navçeyên cur bi cur tên dîtin wek ku çawa hatine destnîşankirin. Wekî din, kurmanciya Efrînî ji alî binesazî, peywir û rêziman wek her devokek kurmancî ye.

Pêwîstî û armanca vê nivîsarê gelo çi ye?!

Bê guman mirov dikare di riya devoka xwe re hin şêweyên resen, pêşketin û guhartina zimên bibîne gava dide ber zaravayên din. Her wiha, bandor û hukariya zimanên serdest jî mirov dikare balê bikşîne ser wek erebî û tirkî, lewma lêgerîna peyvên resen di devokekê de û bikaranîna wan li şûna bêjeyên biyan dewlemendiyê dide zimanê kurdî bi giştî.

Dîsa, mirov dikane bala xwe pêde hin diyardeyên zimanî de wek tewang, kurtkirin û xistina dengdaran û guhartina hin dengdêran.

Her wiha, mirov dikare balê bikşîne ser hin cudahiyên di dengsazî û watesaziyê di navbera zaravayên kurdî yên rengîn.

Li dawiyê xala herî girîng ew e ku mirov dikare di riya berhevkirinê re devok û zaravayên din baş nas bike. Ka gelo li dever û di devoka me de çawa ye û çi xalên hevbeş hene û çi taybet in bi herêma me?! Bi vî awayî gelek derî ji sêmînar û lêkolîn li ser zimanê kurdî vedibin, her wisa ziman bêtir nas dibe û pêş dikeve.

 

Binêrin herwiha:
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyî
– Qasimê Xelîlî: Taybetmendiyên kurmanciya Torê
Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

21 thoughts on “TAYBETMENDIYÊN KURMANCIYA EFRÎNÎ

  1. […] hacan ji ertoşiyan – Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî –  Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê – Husein Muhammed: Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê – Qasimê Xelîlî: Taybetmendiyên […]

    Like

  2. […] hacan ji ertoşiyan – Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî –  Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê – Husein Muhammed: Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê – Qasimê Xelîlî: Taybetmendiyên […]

    Like

  3. […] ji eşîra ertoşiyan – Raman Ehmed: Taybetmendiyên devoka Kobankî – Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê – Husein Muhammed: Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê – Qasimê Xelîlî: Taybetmendiyên […]

    Like

Leave a comment