Kêşeyên soraniya nivîskî

 

Husein Muhammed

husein muhammed

Klîşeyek derbarê zimanê kurdî heye ku hem ji aliyê kurdên nezimannas ve û heta hem ji hêla zimannasên kurd û biyanî ve jî tê dubarekirin: “Soranî standard bûye lê kurmancî hê standard nebûye yan jî hê li ser rêya standardbûnê ye.”

Di zimannasiyê de gotina ”zimanê standard” dikare bi gelek awayan were fehmkirin. Mebesta van idiakerên ”soraniya standard” awayekî nivîsîna zimanî ya lihevkirî ye. Anku ”soraniya standard” li gor wan tê wê maneyê ku soranînivîs dizanin ka nivîsîna peyv, gotin û hevokan çawa rast e û ew hemû hema-hema wek hev dinivîsin tevî ku li gor devokên soranî gelek awayên cuda yên heman peyv û gotinan hebin jî.

Heman idiaker yekser idia dikin an jî di nav rêzikan de didin fehmkirin ku lehceyên din yên kurdî (kurmancî, hewramî, zazakî, devokên kurdiya başûrî anku feylî, kelhurî û kirmaşanî) nebûne standard anku lihevkirinek li ser rastnivîsîna wan peyda nabe.

Tevî ku ez pir dixwazim jî, mixabin nikarim bawer bikim ku ti lihevkirineke giştî di warê rastnivîsîna soranî de peyda bûbe. Di vê kurtevekolînê de em ê hewl bidin hin ji pirsgirêk û lihevnekirinên di nivîsîna soranî de berçav bikin.

Armanca vê nivîsarê bi ti awayî ne dijîtîkirina soranî yan ti zarekî din yê kurdî ye. Soranî jî parek ji zimanê kurdî ye ku zaroktiya xwe ve aşiq û şeydayê hemû lehceyên vî zimanî me. Rêzkirina van lihevnekirin, pirsgirêk û gengeşiyên nivîsîna soranî bi merema fehmkirina rewşa heyî û herwiha bi mexseda peydakirina çareyan bo wan tên destnîşankirin.

 

Çavkaniyên rastnivîsînê û otorîte kêm in

Li destpêka sedsala 20an hem kurmancî û hem jî soranî xwedî hin pêşengên daneriya zimanê nivîskî bû. Di kurmancî de ew ritbe û stêrk bêyî ti dudiliyê li ser milên Celadet Bedirxan e. Wî hem alfabeyeke nû ya li ser bingehê alfabeya latînî bo kurdî çêkir û hem jî berhemên wî yên rêzimanî û rojnamevanî bo kurmanciya nivîskî heta niha jî nimûne û otorîte ne.

Mirov dikare di soranî de jî bi taybetî navê Tewfîq Wehbî bide ber navê Celadet Bedirxan di kurmancî de. Lê tevî ku Wehbî gelek xebatên hêja pêk anîn jî, karê wî ne wek yê Celadet Bedirxanî sîstematîk bû û herwiha ti caran jî otorîteya ku Celadet di kurmancî de wergirtiye, ti caran nebûye para Wehbî.

Li nîveka duyem ya sedsala 20an hejmara berhemên bi soranî nivîsandî û çapkirî ji ya berhemên heman demê bi kurmancî belavkirî gelek zêdetir e. Lê dîsa jî di kurmancî hewlên bi zanetî yên danîna bingehên rastnivîsînê hatine dan û berê wan jî ji yên soranî biberekettir bûye.

Di soranî de ne berê û ne jî niha ti hewlên cidî yên çareserkirina gelek kêşeyên bingehîn yên rastnivîsînê nehatine dayîn yan jî ew hewl bi ser neketine. Yan çendîn mijarên serekî qet nehatine behskirin yan jî ti encameke lihevkirinê ji wan derneketiye ji ber ku piraniya soranînivîsan di wan meseleyan de her kes li gor dilê xwe yan devoka xwe dike.

Mirov dikare van pirsgirêkan wiha parve bike:

  • standardnebûna nivîsînê
  • standardnebûna çemandinê (tewandinê)
  • standardnebûna pêkve- yan cudanivîsînê
  • standardnebûna peyvan
  • standardnebûna hejmaran
  • standardnebûna xalbendiyê

 

Standardnebûna nivîsînê

Di warê lihev(ne)kirina nivîsîna soranî ya bi alfabeya kurdî-erebî[1] de çendîn kêşe û arîşeyên bingehîn û cidî hene.

 

U / Û

Wek prensîp, dengê ”u” bi kurdî-erebî bi و û dengê ”û” jî wek  وو anku bi du و-an tê nivîsîn. Lê di pratîkê de gelek caran tenê و-yek li cihê ”û” jî tê nivîsîn. Sebebên van şaşiyan ew in ku adeten ti herfên din yên alfabeya kurdî-erebî li pey xwe dubare nabe û ti dengek jî bi dubarekirina heman herfê nayê nivîsîn (berevajî alfabeya kurdî-latînî ku hin caran dengê R-ya şidandî bi du R-yan dinivîse, wek ”pirr, şerr”). Sebebê din yê serekî ew e ku و-yek (gava ku vokal be) di kurdî de dengê ”u” dide lê di farisî û erebî de dengê ”û” dide.

Mesele ne tenê di nivîsîna peyvên nadir û kêmnas de heye lê heta di peyvên herî sade de jî peyda dibe. Bo nimûne, heta lihevkirineke giştî di nivîsîna peyvên  anku ”bûn, mirdû, kirduwe بوون، هاتوو، کردووه‌” (”bûn, hatî, kiriye” anku ”tiştê ku hatiye kirin”) de jî nîne ji ber ku gelek caran ew wek ”bun, kirdu, kirdwe بون، هاتو، کردوه‌” tên dîtin.

Herwiha lihevkirin li ser wê jî nîne ka du و dikarin li destpêkê hebin yan na. Loma hin kes dinivîsin ”wutin, wurç, wurd ووتن، وورچ، وورد” (gotin, hirç, hûr) û hin jî wan wek ”witin, wirç, wird وتن، ورچ، ورد” dinivîsin.

 

ڕ / ر

Wek prensîp R-ya nerm / sist herdem di alfabeya kurdî-erebî de bi ر tê nivîsîn û R-ya şidandî / req jî bi herfa ڕ tê diyarkirin.

Wek teorî, ev ji tekane R-ya alfabeya kurdî-latînî çêtir e. Lê di pratîkê de ev herdu R tevliheviyeke mezin peyda dikin.

Di hin nivîsan de tenê ر tê bikaranîn ji ber sebebên teknîkî anku ji ber ku ڕ di gelek kîbord û klavyeyan de peyda nabe ji ber ku di erebî û farisî de ne li kar e.

Gelek caran jî ji ber ”jibîrkirinê” yan ”bêsexbêriyê” ر li cihê ڕ tê nivîsîn.

Lê herwiha lihevnekirineke bi zanetî jî li ser bikaranîna van herdu R-yan heye: hin kes li ser wê qenaetê ne ku madem ku R di kurdî de ji xwe li destpêkê herdem şidandî ye, ne hewce ye ku ”şidandîtiya” wê bi ”nizmeka” bin ر anku wek ڕ were diyarkirin. Ew kes dixwazin ku ڕ tenê bo şidandina ne-destpêkî were bikaranîn.

Piranî li ser wê baweriyê ye ku R-ya şidandî herdem bi ڕ were nivîsîn. Lê bo nimûne mezintirîn medyaya kurdî, tora medyayî ya Rûdawê berevajî wê dike.

 

Vokal li destpêka beşa duyem ya peyvên pêkhatî

Eger peyvek ji du peyvan pêk hatibe û li destpêka peyva duyem vokalek hebe, lihevkirinek li ser hindê nîne ku ew vokal bi yan bê ”hemze” (ئ) were nivîsîn:

  • bêhemze: سه‌ره‌نجام، گوله‌ندام، بێاو
  • bihemze: سه‌رئه‌نجام، گولئه‌ندام، بێئاو

anku ”serencam, gulendam, bêaw” (bêav).

 

Herfa li cihê kesreya erebî

Li cihê dengê ”i” yê peyvên erebî û ewropî carinan wek ”i” dimîne (ku di alfabeya kurdî-erebî de nayê nivîsîn) û carinan jî bi ”î” tê diyarkirin:

  • şahid / şahîd, Tahir/ Tahîr, hizb / hîzb (partî, rêkxistina siyasî)
  • televizyon, televîzyon

 

Nivîsîna ”-iy-”

Di alfabeya kurdî-erebî de herfa dengê ”i” nayê nivîsîn. Li cihê komherfên ”-iye”, lihevnekirineke cidî heye ka ew wek ”-y- -ی- yan jî -یی- be. Bo nimûne:

  • wek –y-: nye, çye, dyariyek نیه‌، چیه،‌ دیاریه‌ک (nîne, çi ye, diyariyek)
  • wek –îy-: dyarîyek, nîye, çîye دیارییه‌ک ، نییه‌، چییه‌

Herwiha lihevnekirin li ser wê jî heye ka gelo sê ی dikarin li pey hev peyda bibin yan bi zerûrî divê tenê du bên nivîsîn:

  • şayîyek شایییه‌ک yan şayiyek شاییه‌ک bi maneya ”şahiyek, cejnek”

Heta carinan mirov wê wek شایه‌ک (şayek) anku tenê bi ş-yekê jî di nivîsan de dibîne.

 

Raveka ”y” li pey ”î”

Li cihê ravekên kurmancî ”-ya” (mê) û ”-yê” (nêr) di soranî de raveka ”-y” ya bêcins yan ducins li kar e:

  • rojname-y kurdî (rojname-ya kurdî)
  • xanû-y kon (xani-yê kevn)

Lê gava ku peyva raveber bi Î bi dawî tê, lihevnekirineke berçav heye ka Y ya ravekê jî were zêdekirin yan na. Ev heta di navê lehceyê bi xwe de jî berçav e. Anku lihevkirinek li ser wê nîne ka kîjan ji van herdu forman bi wateya ”kurdiya soranî” rast e:

  • kurdî-y soranî کوردیی سۆرانی
  • kurdî soranî کوردی سۆرانی

Gelek rêzimannivîs dê sond bixwin ku forma jortir rast e lê di rastiyê de forma jêrtir serdest e û zêdetir tê dîtin li gel ku ti ji herdu forman ne yek awayên nivîsîna rast in.

 

Standardnebûna çemandinê

Di warê pêşgir û paşgirên herî bingehîn yênb çemandinê anku tewandinê de standardnebûn û lihevnekirineke berçav di soraniya nivîskî de serdest e ku kurmanciya nivîskî y abi alfabeya latînî ji zû ve xwe jê safî kiriye.

Bo nimûne, li cihê pêşgira herî berbelav ya lêkeran ya kurmancî ”di-” (wek di-bêjin, di-got, di-kin, di-kir”) de di soranî de lihevkirin nîne. Gelek kes wê wek ”de-” dinivîsin (de-łên, de-gut, de-ken, de-kird) lê gelek kes jî wek ”e-” (e-łên, e-gut, e-ken, e-kird).

Li cihê paşgira nediyariyê ya kurmancî ”-ek” di soranî de hin kes dinivîsin ”-êk” û hin jî ”-ek” û hin kes jî tenê ”-ê”:

  • rojêk, rojek, rojê

Di warê paşgira kesî ya kesê sêyem yê yekhejmar de lihevkirinek di soranî de nîne ka T li dawiya wê heye yan na:

  • ew deka, dełê (ew dike, dibêje)
  • ew dekat, dełêt

Anku li ser awayê standard yê peyvên herî sade yên zimanî jî lihevkirinek tine ye. Loma li cihê peyvên kurmanciya nivîskî ”ew dike” û ”ew dibêje” mirov dikare van çar varyantan bibîne ku her kes li gor dilê xwe yekê ji wan dinivîse:

  • ew deka, dekat, eka, ekat (ew dike)
  • ew dełê, dełêt, ełê, ełêt (ew dibêje)

Helbet ji bilî van çend formên devokî jî hene. Bo nimûne bi hewlêrî: ”ew derê, ew derêt, ew derêtin” (ew dibêje) yan ”ew dekatin” (ew dike).

Formên devokî helbet di kurmancî de jî hene, wek ”ew dibêjit, ew dibêjê, ew dibêjît, ew dibêjitin, ew dibêjîtin, ew dibê, ew dibêt, ew dibêtin”. Lê cudahiya kurmancî û soranî ew e ku bi kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî hema-hema her kes dinivîse ”ew dibêje”. Ti standardiyeke wisa di soranî de ne diyar e.

 

 

Nivîsîna bi hev re yan ji hev cuda?

Belkî mezintirîn kêşeya standardnebûna nivîsîna soranî ew e ku ti lihevkirinek derbarê nivîsîna peyvan ji hev cuda yan jî bi hev re nîne. Em ê li vê derê tenê çend mijarên jêrî vê meseleyê berçav bikin û hewl jî nedin behsa hemû pirsgirêkê bikin.

Nivîsîna lêkerên sivik: Di nivîsîna lêkerên sivik û lêkerên biwêjî de lihevnekirinek zîq û beloq li meydanê ye. Bo nimûne, heman gotin dikarin wiha bi du awayên ji hev cuda yan jî bi hev re nivîsandî bên dîtin:

  • kurt kird, kurtkird کورت کرد، کورتکرد (kurt kir)
  • gewre bû, gewrebû گه‌وره‌ بوو، گه‌وره‌بوو (mezin bû)
  • kotayî hat, kotayîhat کۆتایی هات، کۆتاییهات (bi dawî bû, bi dawî hat)
  • be kar hêna, bekar hêna, bekarhêna  به‌ کار هێنا، به‌کار هێنا، به‌کارهێنا  (bi kar anî)

 

Nivîsîna daçekan: Di meseleya nivîsîna pêşdaçekan bi peyva pey xwe ve yan jî jê cuda de standardiyek peyda nebûye. Di meseleya paşdaçekan de jî eynî kêşe berçav e. Loma mirov dikare li cihê ”li mal, li malê” ya kurmancî van her sê awayan di berhemên soranî de bibîne:

  • le mał da, le małda, lemałda له‌ ماڵ دا، له‌ ماڵدا، له‌ماڵدا

 

Nivîsîna biwêjan: Bi taybetî jî gava ku çend peyv bi hev re maneyeke taybet didin, lihevnekirina li ser nivîsîna wan bi hev re yan ji hev cuda zelal e. Loma gotina beramberî ”di van nêzîkan de, piştî demeke kurt” di soranî de dikare bi çendîn awayên nivîsînê were dîtin:

  • له‌ ئه‌م زوویانه‌ دا، له‌م زوویانه‌ دا، له‌م زوویانه‌دا، له‌مزوویانه‌دا
  • le em zûyane da, lem zûyane da, lem zûyaneda, lemzûyaneda

Yan li cihê ”wan dest pê kir” ya kurmancî:

  • destyan pê kird, destyan pêkird, destyanpêkird ده‌ستیان پێ کرد، ده‌ستیان پێکرد، ده‌ستیانپێکرد

 

Heta lihevkirineke kafî derbarê nivîsîna pêve yan cuda ya girêdeka ”û” jî peyda nabe. Loma mirov dikare li cihê ”ez û tu” van hemû varyantan di nivîsên bi soranî de bibîne:

  • min w to, minw to, min wto من و تۆ، منو تۆ، من وتۆ

 

 

Standardnebûna gelek peyvên bingehîn

Li ser awayê standard yê hin peyvên herî sade jî lihevkirinek peyda nebûye. Bo nimûne, li cihê peyvên kurmancî ”gotin” û ”li gel, bi … re” di soranî de hin kes dinivîsin ”wutin/witin” û ”legeł, le geł” û hin kes jî ”gutin” û ”degel”.

 

 

Standardnebûna nivîsîna hejmaran

Heta li ser awayê standard yê hejmaran jî lihevkirinek peyda nebûye. Ev her sê cûreyên hejmarên 0-9 tên bikaranîn:

Hejmarên rojavayî Hejmarên erebî Hejmarên farisî
1 ۱ ۱
2 ۲ ۲
3 ۳ ۳
4 ٤ ۴
5 ٥ ۵
6 ٦ ۶
7 ۷ ۷
8 ۸ ۸
9 ۹ ۹
0 ۰ ۰

Wek ku tê dîtin, hejmarên erebî (stûna navîn) di hejmarên 4, 5 û 6 de ne wek hejmarên farisî ne (stûna aliyê rastê).

Kitêbên ku li Rojhilatê Kurdistanê tên weşandin bi piranî hejmarên farisî bi kar tînin û pirtûkên li Başûrê Kurdistanê belav dibin bi piranî hejmarên erebî dinivîsin.

Heta carinan di heman berhemê de li derekê bi hejmarên rojavayî (stûna aliyê çepê) tê nivîsîn û li dereke din bi hejmarên erebî yan farisî.

 

 

Standardnebûna xalbendiyê

Di bikaranîna xalbendiyê (nuqte, bêhnok, nîvnuqte, dunuqte, dunik, kevanok û hwd.) de çendîn kêşe û lihevnekirin di nivîsên soranî de berçav in.

Yek ji diyardeyên serekî bikaranîna hevokên dirêj bêyî ti xalbendiyê yan jî tenê bi alîkariya nuqteyekê li dawiya teksteke dirêj e. Herwiha bikaranîna zêde ya du nuqteyên li pey hev (..) beloq e.

Ji ber ku di alfabeya kurdî-erebî de herfên gir (A B C…) ji herfên hûr (a b c…) nayên cudakirin, lihevnekirinek li ser awayê nivîsîna navên taybet (xaseten navên mirovan) heye. Hin kes wan bêyî ti nîşanên taybet dinivîsin, hin kes wan di kevanokan de dinivîsin û hin jî di dunikan de. Loma mirov dikare bo nimûne navê Ehmed Hesen wiha di tekstên cuda de bibîne:

  • ئه‌حمه‌د حه‌سه‌ن
  • (ئه‌حمه‌د حه‌سه‌ن)
  • “ئه‌حمه‌د حه‌سه‌ن”

 

 

Encam

Armanca vê nivîsarê ne ew e bibêje ku soranî rast nayê nivîsîn yan bi kêrî zimanê nivîskî nayê. Di her zimanî de hin standardnebûn yan dustandardî hene.

Armanca vê nivîsarê ew e ku bersiva wan idiayan bide ku dibêjin ”soraniya standard bûye lê zarên din yên kurdî ti awayên standard yên nivîskî nînin”.

Di meseleya nivîsînê de di sedsala 20an de bi soranî ji bi kurmancî zêdetir berhem hatine nivîsîn û çapkirin. Di sedsala 21 de herdu bi hev re gavan diavêjin. Lê idiaya ku dibêje soranî standard bûye û kurmancî na, idiayeke bêbingeh e.

Di herdu zarên kurdî yên serekî de hem pêşveçûneke berçav diyar e û hem jî hê kêmasiyên mezin hene. Kêmasiyên soraniya nivîskî – eger ne ji yên kurmancî pir zêdetir bin jî – bi ti awayî ne kêmtir in.

_________________________

 

TÊBÎNÎ

[1] Heman pirsgirêk di ”behdînî” anku kurmanciya bi alfabeya kurdî-erebî de jî serdest in.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s