DIYARKIRINA DENGÊN CUDA YÊN Ç, K, P, T

Husein Muhammed

Gelek caran gazin ji alfabeya kurdî-latînî ya standard tê kirin ku ew hemû dengên kurdî di xwe de nahewîne. Bo nimûne, tê gilîkirin ku em tenê K-yekê yan T-yekê dinivîsin tevî ku me du K û heta çar T-yên cuda hene. Alfabeya kurdî-erebî jî van dengan bi herfên ji hev cuda nanivîse.

Lê daxwazkerên zêdekirina herfan li alfabeyê ji bîr dikin ku zêdekirina herfan heke xwandinê piçekê hêsantir bike jî, bi hêsanî rastnivîsînê dijwartir dike û xeletiyên nivîsînê zêde dike. Bo nimûne, yek ji daxwazkerên dengbilind yên zêdekirina herfan yan diyarkirina dengên Ç, K, P, T yên cuda bi alîkariya apostrofan, nivîskar Ezîzê Cewo ye. Ew dixwaze em wan dengên bipif (bihilm, hewadar, ”req”) û yên bêpif (bêhilm, bêhewa, ”nerm”) ji hev cuda bikin[1]. Di nivîsên xwe de ew vê cudakirinê li ser navê rastnivîsîn û rastgotina peyvên kurdî diparêze. Lê heke mirov nivîsên wî bixwîne, mirov dibîne ku ew bi xwe bi berdewamî wan xelet dinivîse tevî ku mirov dikare wî wek bikarînerekî pispor û ne-sade yê zimanê kurdî bihesibîne jî.

Bo nimûne, li hin cihan ew apostrofê (’) bo diyarkirina pifdariyê bi kar tîne lê carinan jî di heman sernavê nivîsara xwe de apostrofê wek nîşana bêpifiyê dixebitîne. Bo nimûne, sernavê nivîsareke wî ” LÊ K’A, ÊDÎ R’ASTÎ LI K’U MA?” ye.[2] Lê her kurmancîzan dizane ku ”ka” bi maneya ”de ka, hele, ca” bi K-ya bipif e, wek ”kurd, Kurdistan, kar” lê ”ku, kû” bi wateya ”li kîjan cihî” bi K-ya bêpif e, wek ”kirin, kêm, kevir”.

Lê ”parêzvanê nivîsîna rast ya kurdî” bi xwe vê xeletiyê dike. Helbet vê xeletiyê ne carekê û du caran dike. Sernavê nivîseke wî ya din jî ”AWIR’EK JI DERVA: PÊVAJOYÊN R’OJHILATA NAVÎN Û PIRSGIRÊKA K’URDÎ BI Ç’AVÊ ZANYARÊ R’ÛS”[3]. Anku di peyva ”k’urdî” de apostrofê wek nîşana pifdariyê bi kar tîne ji ber ku ”kurdî” bi K-ya bipif e. Lê di heman demê de di peyva ”ç’avê” de apostrofê wek nîşana bêpifiyê dinivîse ji ber ku ”çav” bi Ç-ya bêpif e. Vêca ku sernavên nivîsaran wiha bin, mirov biçe nav nivîsarên wî, mirov ji xeletiyên heyî nikare sereder bibe û derkeve.

Her kesê ku bi awireke hûr û zîq li van hewldanan binêre, dê bibîne ku ev ceribandin çendî çend sergêjî û xeletiyan peyda dikin. Wek ku me di nivîsara xwe ya bi sernavê ”Gelo bi rastî em hewceyî zêdetir herfan in?”[4] de diyar kiriye, zêdekirina herfan li alfabeya heyî dê tevlihevî ziyaneke mezin bigihîne nivîsîna bi zimanê kurdî û xeletiyên nivîsînê gelek zêde bike. Di ser re jî, feyde û menfeetê zêdekirina wan herfan bi rastî gelek kêm e. Di nivîsên normal de kurmancîzan bi hêsanî dikarin li gor tekst û kontekstê peyvê rast bixwînin û rast fehm bikin. Imkana xeletfehmkirina di kontekstê de di rastiyê yan qet nîne yan li gel tenê çend peyvan heye ku mirov dikare bo rêgirtina li xelettêgihiştinê bi hêsanî bibêje ka mebest çi ye. Tek nimûneya ku alîgirên zêdekirina herfan dikarin pêşkêş bikin ku bi rastî di hevokê de dikare xelet were fehmkirin, gotina ”Tu ker î” ku dikare bi maneya ”tu guhgiran/nebihîz î” yan jî ”Tu heywan î” bide. Girankirina barê zimanê kurdî bi çendîn herfên din jî tenê bo rêgirtina li ber xelettêgihiştina gotineke wiha ne di berjewendiya kurdî û kurdîaxivan de ye.

Anku di nivîsên normal de ji her tiştî baştir e ku mirov dest ji van hewl û ceribandinên bêwec û bêxêr berde. Lê di ferhengan û di kitêbên dengnasiya kurdî de mirov dikare – û heta dereceyekê divê jî – ku dengên deqîq yên peyvan bên diyarkirin. Bo nimûne, divê mirov diyar bike ku peyva ”teng” bi T-ya qelew û bêpif tê gotin.

Mixabin heta niha tenê di çend ferhengan de têkoşîn diyarkirina dengê peyvan hatiye dan. Yek ji wan ferhengan ya zimannasê amerîkî-cihû Michael L. Chyet ya kurmancî-inglîzî[5] ye û ya din jî ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî (kurmancî û soranî) ya etîmologê rûsî Ruslan Çabolov[6] e. Ji bilî wan, herwiha Mûsa Anterê rehmetî jî di ferhenga xwe ya kurdî-tirkî[7] de cih daye cudakirina pifdarî û bêpifiyê. Lê wî ev cudahî tenê ji herfa K re kiriye: K-ya bêpif wek K û K-ya bipif jî wek KH nivîsiye. Lê ti cudahî li Ç, P Û T yên bipif û yên bêpif nekiriye.

Chyet û Çabolov du zimannasên mezin û zîrek in. Ew helbet ji dengnasiya zimanan baş fehm dikin. Ew karê xwe bi sexbêrî û dîqet dikin. Mirov dikare texmîn bike ku tiştê ew dinivîsin rast û durist e. Bi piranî wisa ye jî: em maneyên peyvan, referansên wan, etîmolojiya wan gelek baş pêşkêş dikin. Lê mixabin di meseleya cudakirina dengên bipif û bêpif de ew gelek-gelek xeletiyan dikin.

Bo nimûne, Chyet apostrofê li gel K, P û T wek nîşana pifdariyê anku dengên bipif bi kar tîne. Lê bi Ç re ew apostrofê wek nîşana bêpifiyê dinivîse! Heta heke mirov vê bijartina seyr qebûl bike jî, ew dîsa jî li gor van qeyd û bendan peyvan xelet dinivîse. Bo nimûne, ew dinivîse ”ç’are” lê ”çareser” tevî ku herdu ji eynî rehî ne û hevdeng in. Bi heman awayî ”ç’ep” lê ”çeperast, çepgir”.

Ew ”çel” (çil, 40) û ”çel” (kevir) wek hev dinivîse li gel ku ”çel” ya bi maneya ”40” bi Ç-ya bipif û ”çel”ê bi wateya ”kevir” bi Ç-ya bêpif e. Chyet p’ wek nîşana P-ya bipif dinivîse lê dîsa jî van û gelek peyvên din yên bi P-ya bipif bi P-ya bêapostrof dinivîse: ”peyam, peyale, peyman, peywendî, peywir…” Ew t’ wek nîşana T-ya bipif dinivîse lê dîsa jî van û hin peyvên din yên bi P-ya bipif bi P-ya bêapostrof dinivîse: ”taloq, tabûr, tazî/taziye, tepeser…” Li aliyekî din, peyvên bêpif (lê qelew) bi xeletî wek ”t’eraştin, t’erazî, t’ebax, t’eref” dinivîse.

Çabolov jî di ferhenga xwe de hewl dide ku cudahiyên van dengan diyar bike. Ew herfa Ĉ bo dengê Ç-ya bêpif bi kar tîne, wek ”çav, çerm, çem” û herfa Č jî bo dengê Ç-ya bipif dixebitîne, wek ”çar, çi, çend”. K, P û T-ya bê nîşan ew li cihê K, P û T-yên bêpif dinivîse û bo diyarkirina pifdariyê jî ew apostrofekê dide ser K, P, T anku wan wek Ḱ, Ṕ û Ṫ dinivîse. Heta wî peyvên bi van herdu cûnên dengan ji hev cuda jî kirine anku, bo nimûne peyvên bi K û Ḱ ne di nav hev re lê pêşî hemû peyyên bi K û paşî jî hemû yên bi Ḱ dane.

Lê wek Chyet, Çabolov jî di ferhenga xwe de bê hejmar xeletiyan di nivîsîna Ç, K, P û T-yên bipif û bêpif de dike. Bo nimûne, Ç, K, P û T di soranî de li destpêkê herdem bipif in anku diviyabû li gor rastnivîsîna Çabolovî ew bi Č, Ḱ, Ṕ û Ṫ hatibûna nivîsîn. Lê wî bi xwe hemû peyvên soranî bi Ĉ, K, P û T nivîsîne. Lê hevberên wan yên kurmancî yên bipif bi piranî bi Č, Ḱ, Ṕ û Ṫ nivîsîne. Di peyvên kurmancî de jî ew di nav Ḱ de gelek peyvan bi K dinivîse tevî ku li gor rastnivîsîna wî bijartî diviyabû bi Ḱ bûna: ”kelek, kenîşte, kereste, kerewiz (”kerefs” ya kurmancî nedaye)…

Helbet xeletiyên ku van herdu ferhengvanan kirine ne tenê hingê kirine ku Ç, K, P yan T li destpêka peyvê heye. Bi taybetî jî hingê ew xeletî hatiye kiriye gava ku Ç, K, P yan T di nava peyvê de be. Bo nimûne, li gor awayê nivîsîna xwe rast dinivîse ”mak’er, mek’t’eb, mek’an”. Li gor heman lojîkê, diviyabû mirov binivîse ”mak’îne, sek’inîn/sek’inandin, şik’ayet/şik’yat, şik’il” ji ber ku ew bi K-ya bipif in û Chyetî di piraniya ferhenga xwe de K’ wek nîşana wî dengî bi kar aniye. Lê ev peyvên nimûne – û helbet bi sedan yên din jî – wî bi xwe wek ”makîne, sekinîn/sekinandin, şikyat, şikil” nivîsîne. Carinan heta ji du peyvên hevreh (ji eynî rehî) jî ew carekê K û cara din jî K’ dinivîse- Bo nimûne, dinivîse ”melek” xelet dinivîse (ya rast li gor nivîsîna wî dê melek’ bûya) lê li gor nivîsîna xwe rast dinivîse ”milyak’et”.

Xeletîkirin ne tenê bi ”jibîrkirin”a apostrofê mane. Gelek caran jî apostrof li hin cihan heye ku diviyabû tine bûya. Bo nimûne, peyvên ”pê, pêk, pêçan” diviyabû li gor nivîsîna Chyetî bijartî bêapostrof bûna ji ber ku P, Ç û K-yên wan bêpif in. Lê ew bi xeletî dinivîse: ”p’ê, p’êç’an/p’êç’an, p’êk”.

Çabolov jî heman xeletiyan dike. Ew dinivîse ”melek” tevî ku li gor nivîsîna wî diviyabû ”meleḱ” bûya lê peyva ”melkemot” (melekê mewtê, melekê mirinê) ya ji eynî rehî li gor nivîsîna xwe rast wek ”melḱemot” dinivîse. Peyvên ”hukim, hikûmet” li gor nivîsîna xwe rast wek ”ḥuḱim, ḥiḱumet” dane lê peyva ji eynî rehî ”mehkûm” wek ”meḥkum” nivîsiye tevî ku li gor nivîsîna wî divê ”meḥḱum/meḥkûm” bûya. Wî herwiha ”kû” (li kû, li kîjan derê) ya kurmancî ya bi K-ya bêpif bi xeletî wek ”ḱû” nivîsiye lê hevwateya wê ya soranî ”kwê” ya bipif bi xeletî wek ”kwê” nivîsiye, heçku bêpif be.

Tis_tê balkês_ jî li cem van kesên behskirî ew e ku ew dixwazin ku em pifdarî û bêpifiya dengên Ç, K, P û T di nivîsan de diyar bikin. Lê di heman demê de ew di nivîs û ferhengên xwe de qet guh nadin yan pirr bê sîstematîkî guh didin cudahiya navbera dengên zirav û qelew (P-ya zirav wek ”pênc” û qelew wek ”pez”; T-ya zirav wek ”te” û qelew wek ”teng”; Z-ya zirav wek ”zan, zayîn” û qelew wek ”zanîn, zivistan”; S-ya zirav wek ”ser” û qelew wek ”sed”…)

Mebest bi eşkerekirina kêmasiyên van herdu ferhengvan û zimannasên mezin ne galtekirina bi xebata wan e. Dixwazim bi van nimûneyan diyar bikim ku cudakirina van dengan û rastnivîsîna wan çendî dijwar e – heta bo zimannasên haydar û zîrek jî. Vêca mirov dê çawa bikare vê doz û daxwazê ji bikarînerên sade yên zimanê kurdî bike – ku piraniya wan rojekê jî bi resmî zimanê kurdî li xwandingehekê nexwandiye.

Zêdekirina hin herfên din jî li alfabeya kurdî dê bi ti awayî xizmeta zimanê me neke. Heta heke ew rê li ber xeletfehmkirina çend peyvan bigire jî, ew dê nivîsîna bi kurdî gelek dijwartir bike û xeletiyên nivîsînê yekcar zêde bike.

Lê dîsa jî di ferhengên ayindeyî de divê em hem awayê nivîsîna peyvên serekî diyar bikin û hem jî awayê gotina wan diyar bikin. Çawa ku inglîz bo nimûne dinivîsin ”bear” (hirç) lê wê wek [bêr] dibêjin û vê rastiyê di ferhengan de diyar dikin, wisa divê di ferhengên kurdî de jî awayê gotina peyvê bê diyarkirin. Bo nimûne, peyva ”zivistan” bi kurmancî bi Z, S û T yên qelew tê gotin. Loma mirov dikare di ferhengan de li ber peyva ”zivistan”, awayê gotina wê [ẓivișṭan] binivîsin. Yan jî dengên cuda yên peyva ”pênc” (P-ya bêpif), ”perde” (P-ya bipif) û ”pez” (P-ya qelew û Z-ya qelew) wiha diyar bikin:

  • pênc [pênc]
  • perde [ṕerde]
  • pez [ṗez]

Lê divê ev awayê nivîsînê bo ferhengan bimîne, ne di nivîsên sade yên kitêb, rojname û malperan de hebe daku xwandin û nivîsîn dijwar nebe. Lê heke kesek nizane ka gelo P-ya peyva ”pez” bipif e, bêpif e yan qelew e, ew diyar wê zanînê ji ferhengan wergire. Lê 99 % ji kurmancîzanan bêyî ti nuqte yan apostrofan jî li ser wê peyvê, dizanin ku P-ya ”pez”ê qelew e. Loma ew ne hewceyî wê nuqteyê ne û xwandin û nivîsîna wê nabe ku li ber wan were dijwarkirin.

[1] http://www.amidakurd.net/qunciknivis/pisgir%C3%AAk%C3%AAn_zim%C3%AAn_%C3%A7awa_div%C3%AA_%C3%A7_areser_bibin Herwiha: http://www.amidakurd.net/qunciknivis/d%C3%AEsa_li_ser_pirsa_alfab%C3%AA

[2] http://www.amidakurd.net/qunciknivis/l%C3%AA_k_a_%C3%AAd%C3%AE_r_ast%C3%AE_li_k_u_ma

[3] http://www.amidakurd.net/qunciknivis/awir_ek_ji_derva_p%C3%AAvajoy%C3%AAn_r_ojhilata_nav%C3%AEn_%C3%BB_pirsgir%C3%AAka_k_urd%C3%AE_bi_%C3%A7_av%C3%AA_zanyar%C3%AA_r_%C3%BBs

[4] http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_index.asp?MemberNr=33

[5] http://yalepress.yale.edu/yupbooks/book.asp?isbn=0300091524

[6] Руслан Лазаревич Цаболов: Этимологический словарь курдского языка: [в 2 т.] — М.: Восточная литература РАН, 2001—2010.

[7] Mûsa Anter: Ferhenga Khurdî-Tirkî. Yeni Metbaa 1967.

Advertisements

2 thoughts on “DIYARKIRINA DENGÊN CUDA YÊN Ç, K, P, T

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s