Navên hejmaran û hejmarsazî (1)

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 8

___________________________

hejmar

Husein Muhammed

 

  1. MIJAR Û PEYVNASIYA WÊ

 

Peyva ”hejmar”[1] û hevwateyên wê ”reqem”[2] û ”nimre”[3] dikarin hem maneya nîşanên hejmaran (bo nimûne 1, 2, 10, 123, 40 006, ½, 10 %…) û hem jî wateya navên hejmaran (bo nimûne ”yek, du, bîstûheft, sed hezar, çarêk”) bidin.[4]

Bo jihevcudakirina nîşanên hejmaran – ku zêdetir aidî matematîkê ne – û navên hejmaran – ku pirtir têkilî zimannasiyê ne – di zimannasiyê de bi maneya ”navên hejmaran” peyva hejmarnav yan varyanta wê jimarnav di zimannasî û rêzimannivîsîna kurmancî de li kar e. Di zimannasiya navneteweyî de, bo nimûne di inglîzî de, hejmar û hejmarnav bi peyvên ”number” (hejmar) û ”numeral” (hejmarnav) ji hev tên cudakirin.

Lê bo xatirê dirêjnekirinê, em ê di vê vekolîna xwe de peyva ”hejmar” bi mebesta ”hejmarnav, navê/navên hejmaran” bi kar bînin.

Hejmar li ser du beşên mezin tên parvekirin:

  • hejmarên bingehîn yan hejmarnavên bingehîn (cardinal numbers/numerals): bo nimûne ”yek, sed, bîstûpênc…”
  • hejmarên rêzî yan hejmarnavên rêzî (ordinal numbers/numerals): bo nimûne ”yekem, sedem, bîstûpêncem…”

Hejmar dikarin herwiha li gor komên mezinahiya xwe jî bên parvekirin:

  • tilhejmar yan tiljimar (bi inglîzî ”digits”): navê hejmarên 1 heta 9
  • dehgir (inglîzî ”teens”): navê hejmarên 11 – 10
  • dehhejmar yan dehjimar (inglîzî ”decads”) navê hejmarên 10, 20, 30 heta 90
  • sedhejmar yan sedjimar: navê hejmarên 100, 200, 300 heta 900
  • hezarhejmar yan hezarjimar: navê hejmarên 1000, 2000, 3000…

Ev parvekirina hejmaran di zimannasiyê de giring e ji ber ku di hin zimanan de bo nimûne hejmarên 11 – 19 navên serbixwe hene lê di hin zimanan de jî ew ji navê peyva ”deh” û navê hejmara duyem ya wê rêzehejmarê pêk tên. Bo nimûne, mirov dikare li vê derê hejmara ”11” bi tirkî û inglîzî bide:

  • tirkî ”on bir” ji ”on” (deh) û ”bir” (yek)
  • inglîzî ”eleven” ne ji ”ten” (deh) û ”one” (yek)

Tevî ku inglîzî ”eleven” ji ”ten” û ”one” çênake jî, lê ew jî wek tirkî ”21” bi ”twenty” (bîst) û ”one” (yek) ava dike.

Em ê dû re bibînin ka kurdî sîstemên çawa di avakirina rêzehejmaran de dixebitîne.

 

  1. EV VEKOLÎN Û YÊN BERÎ WÊ

Navên hejmaran hinek ji peyvên herî bingehîn û giring yên zimanî ne. Ji kitêbên pêşîn yên li ser ziman û rêzimana kurdî ve hema-hema di her kitêbên rêzimana giştî ya kurdî de behsa hejmarên kurdî jî tê kirin. Di yekem rêzimannameya naskirî ya kurdî de, ku bi îtalî ji aliyê Maurizio Garzoni ve sala hatiye nivîsîn û yekem car sala 1787 hatiye çapkirin, yekser piştî dengnasiyê hejmarên kurdî tên rêzkirin.[5] Di duyem rêzimana kurdî ya naskirî de, ku ji aliyê Samuel A. Rhea ve bi inglîzî hatiye nivîsîn û sala 1869 hatiye çapkirin[6], bi heman awayî hejmar li destpêka berhemê tên behskirin.

Di piraniya rêzimannameyên bi kurdî bi xwe de jî bi heman awayî hejmar giring tên hesibandin û tên behskirin. Peyva hejmarnav bi şiklê jmarnav ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatiye afirandin. C. Bedirxan herwiha behsa cins û çemandina hejmaran jî bi kurtî di kitêba xwe Bingehên Gramera Kurdmancî de kiriye.

Di çend nivîsar an beşên hin kitêban de ji aliyê rastnivîsînê ve behsa hejmaran hatiye kirin.[7]

Lê dîsa jî navên kurdî, hejmarsaziya (avakirina navên hejmaran) û bikaranîna hejmarnavan û çemandin û ravekirina wan li gor rêzimana kurdî têr nehatine vekolîn û ew li gel zimanên lêzim û cîran nehatine berhevdan.

Ev vekolîn dê bi destnîşankirina wekhevî û cudahiyên hejmarnavan li gel birrên din yên peyvan (bi taybetî li gel navdêran, lê herwiha bi rengdêr û cînavan re jî) dest pê bike.

Paşî vekolîn dê etîmolojiya hejmarên bingehîn (tilhejmar, dehgir, dehhejmar û hejmarên mezintir yên xwedî navên taybet wek ”sed, hezar, milyon, milyar” û herwiha ”sifir” jî) diyar bike. Diyarkirina etîmolojiya hejmarnavên kurdî dê bi berhevdana hejmarên kurdî li gor devok û zarên kurdî, zimanên din yên îranî û hindûewropî were pêkanîn.

Mijareke din ya serekî ya vê vekolînê hejmarsazî anku çêkirina navên hejmarên mezintir (bo nimûne 14, 72, 104, 231…) ji hejmarên biçûktir (0 – 9) e. Em ê hem behsa hejmarsaziya kurmancî bikin û hem jî wê li gel zar û zimanên lêzim û cîran bidin ber hev.[8]

Dûv re em ê behsa bikaranîna hejmaran, cinsê wan yê rêzimanî, çemandina wan û ravekirina wan bikin. Paşî jî em ê berê xwe bidin bikaranîna hejmarnavan wek birrên din yên peyvan, xaseten wek navdêran lê herwiha wek rengdêr û cînavan jî.

 

  1. HEJMARNAV – BIRREKE SERBIXWE YA PEYVAN AN JÎ BEŞEK JI NAVDÊRAN?

Gelo hejmarnav anku navên hejmaran ji aliyê rêzimanî ve bi rastî birreke serbixwe yan peyvan e yan jî tenê beşek ji navdêran e?

Wek ku ji peyva ”hejmarnav” jî diyar e, ji xwe ew navên hin tiştan in wek çawa ku navdêr jî navên tiştan, kesan, bûyeran û diyardeyan in. Herwiha hejmarnav jî dikarin wek navdêran li gor cins û hejmara rêzimanî biçemin:

  • yek > yekê (bidin ber ”kitêb à kitêbê”)
  • deh > dehan (bidin ber ”kitêb à kitêban”)

Lê dîsa jî hejmarnav bi çend awayên bingehîn ji navdêran cuda ne:

Naveroka navdêran bi awayekî giştî serbixwe ye lê ya hejmaran rêjeyî ye. Gava ku em dibêjin ”kitêb” an ”sêv” an ”muzîk”, her kes kêm-zêde fehm dike ka mesele çi ye, lê eger em bibêjin ”2” yan ”11” yan ”1000301”, tenê wisa mirov bêyî kontekstê fehm nake ka çi ye, divê em bibêjin ”2 filan tişt”, ”11 bêvan tişt” û hwd.

Di komikên navdêrî (noun phrase) de du yan çend navdêr adeten bi ravekê (izafeyê) bi hev ve tên girêdan û di kurdî de adeten raveber berî ravekerê tê. Raveber ravekê digire û raveker jî paşgira çemandinê. Bo nimûne:

  • keç > keç-a Fatma-yê
  • welat > welat-ê kurdan

Hejmar jî di komikên navdêrî de raveker in lê ew nakevin dûv lê dikevin berî ravebera xwe[9] û di halê xwerû yê komika navdêrî de ti ji herduyan naçemin:

  • du keç
  • bîst welat

Ji aliyê peyvsaziyê ve hem navdêr û hem jî hejmarnav dikarin bibin rengdêr lê bi piranî bi paşgirên ji hev cuda:

  • hejmarnav bi paşgirên ”-em” (bn. ”dehem”), ”-an” (”dehan”), ”-ê” (”dehê”)
  • navdêr bi hejmareke mezin ya paşgiran, bo nimûne: bi-, bê-, -î, -în, -dar, -mend…[10]

Ji aliyê ravekirinê ve li aliyekî hejmarnav dişibin rengdêran ji ber ku herdu di komikên navdêrî de navdêran rave dikin:

  • du kitêb
  • kitêba kevn

Wek ku tê dîtin, rengdêr di kurdî de adeten dikevin dûv navdêran anku raveber berî ravekerê tê (”kitêba kevn”, ne ”*kevn kitêb” wek di hin zimanên din de, bo nimûne inglîzî ”old book” yan tirkî ”eski kitap”). Lê hejmara raveker berî navdêra raveber tê (”du kitêb”, ne ”*kitêb du” – di vê meseleyê de inglîzî û tirkî jî wek kurdî ne: ”two books”, ”iki kitap”).

Hejmarên rêzî jî dikarim wek rengdêran bikevin dûv navdêra raveber:

  • kitêba duyem (bb. kitêba kevn)

Lê berevajî rengdêran, ew dikarin berî navdêra raveber jî werin bikaranîn:

  • duyem kitêb (lê ne ”*kevn kitêb”)

Rengdêr jî dikarin carinan bikevin berî navdêra raveber lê hingê ew wek peyveke xweser û bi hev ve tên hesibandin, ne wek du peyvên yek raveber û yek jî raveker:

  • kevnekitêb (wek peyveke bi hev ve, ne ”kevne kitêb” wek du peyvan an komikeke peyvan)
  • xweşmirov (wek peyveke xweser, ne ”xweş mirov” wek du peyvan an komikeke peyvan)

Li aliyekî din, mirov dikare hejmarnavan ji aliyê peyvrêzî û bêravekiya wan ve bide ber cînavan jî. Bo nimûne:

  • ew kes – du kes
  • çend kitêb – pênc kitêb

Di haletên wiha de cînavên kesî û yên destnîşankirinê jî li gel navdêra raveber diçemin:

  • ew kes à wan kesan
  • ev kitêb à vê kitêbê

Lê hejmar di rewşên wiha de bi navdêrê re naçemin:

  • du kes à du kesan (ne ”*duyan kesan”)
  • bîst kitêb à bîst kitêban (ne ”*bîstan kitêban”)

Di vê reftara xwe de ew dişibin cînavên ne-kesî û yên ne-destnîşankirinê, bo nimûne cînavên nediyar:

  • çend kitêb à çend kitêban (ne ”*çendan kitêban”)
  • bîst kitêb à bîst kitêban (ne ”*bîstan kitêban”)

Lê wek di hin rewşên peyhevdanê (juxtaposition) de hejmarnav jî li berî navdêran dikarin biçemin:

  • bi dehan kitêban

Lê ev çemîn ji navdêran li pey wan serbixwe ye û hejmarnav dikare çemandî be heta eger navdêr neçemandî jî be:

  • Bi sedan kes hatin wir. (Ne ”*bi sedan kesan hatin wir”)

Ji aliyê çemandinê ve jî hejmarnav ji cînavan cuda ne ji ber ku çemandina hejmaran li gor qeyd û bendên giştî yên navdêran û rêzikî yan rêbazî ye lê çemîna cînavan – bi taybetî cînavên kesî – awarte û istisnayî ye. Bo nimûne:

  • yek à yekê (bb. ez à min)
  • bîst à bîstan (bb. em à me)
  • deh à dehan (bb. ew à wan)

Ji aliyê peyvsaziyê ve hejmarnav pir çalak in û hejmarên nû bi hêsanî ji wan tên çêkirin û herwiha ew bi hin qeydên giştî dibin hejmarên rêzî yan rengdêr jî lê cînav di peyvsaziyê de qels in û kêm peyvên nû ji wan tên dariştin an pêkanîn.

 

Dê bidome.

_____________________

TÊBÎNÎ

[1] Li gor devok û zaravayên din yên kurmancî herwiha ”hijmar, jimare, hûmar, amar, şimare, şumare”. Forma ”jimare” zêdetir di soranî de, varyantên ”hûmar, amar” di zazakî de tên xebitandin. Formên bi Ş (şumare, şimare) ji farisî hatine wergirtin an di bin tesîra farisî de ji J bûne Ş.

[2] Herwiha carinan bi formên ”raqam, reqam, raqem”. Ji erebî hatiye wergirtin.

[3] Herwiha ”nimare, numre, numera, numero”. Ji zimanên ewropî hatine wergirtin.

[4] Ji bilî van herdu maneyan, peyva ”hejmar” herwiha wateya ”hejmara rêzimanî” jî dide ku jornavê ”yekhejmarî” (bi inglîzî ”singular”), ”pirhejmarî” (plural), ”cothejmarî” (dual) û ”kêmhejmar, hinhejmarî” (paucal) jî dide.

[5] Bo nasandineke li ser vê kitêbê, binêrin vê hejmara Kanîzarê.

[6] Binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2016/06/03/rezimaneke-kurdi-ji-sala-1869/

[7] Bo nimûne binêrin: http://www.amidakurd.net/qunciknivis/rast%C3%AE_%C3%BB_tastniv%C3%AEsa_hejmaran

[8] Çavkaniya me ya serekî ya hejmarnav û hejmarsaziyê di zimanên hindûewropî de Gvozdanovic, Jadranka (1991), Indo-European Numerals, Walter de Gruyter, ISBN 3-11-011322-8 e. Ji bilî zimanên hindûewropî, em ê li cihên pêdivî herwiha behsa hejmar û hejmarsaziya erebî û tirkî jî bikin û wekhevî û cudahiyên wan li gel hejmarsaziya kurdî bidin ber hev.

[9] Awarteya serekî ji vê ”yek” ya wek paşgira ”-ek, -yek” e, bo nimûne: welat-ek, rojname-yek.

[10] Bo peyvsaziyê, binêrin kovara Kanîzar hejmarên 1 – 4: https://zimannas.wordpress.com/category/peyvsazi/

12 thoughts on “Navên hejmaran û hejmarsazî (1)

Leave a comment