Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5
Husein Muhammed
9. HEJMARÊN DIN
Navên hejmarên 1 – 1000 di kurdî, zimanên din yên îranî û piraniya zimanên din yên ewropî de jî peyvên xwemalî ne û bi hezaran salan e ku di wan zimanan de li gor şert û mercên her zimanî cihê xwe girtiye. Berevajî wan, navê hejmarên mezintir û herwiha navê hejmara 0 jî di kurdî û piraniya zimanên din yên dinyayê de bi rêjeyî û nisbî nû ne (ne gelek kevntir ji 1000 salan) û di piraniya zimanan de herwiha peyvên bi eslê xwe biyanî û wergirtî yan ”deynkirî” ne. Sebebê vê ew e ku ne zêde demeke dûr û dirêj e ku li aliyekî behsa hejmarên mezin (bo nimûne ”milyon, milyar”) tê kirin û li aliyê din jî bikaranîna sîstema sifirê (0) di çêkirina hejmarên dehcarî de ne gelek kevn e.
Di vê beşa vekolîna xwe de em ê mijarê li ser sê beşan parve bikin:
- navê hejmara 0 û dîroka wê û dîroka wê
- navê hejmarên mezin: milyon, milyar…
- navê hejmarên nadir: bêwer, lek, korûr…
9.1. Navê(n) hejmara 0
Bi kêmî nêzîkî 4000 heta 5000 salan e ku di zimanên hindûewropî de nav bo hejmarên 1 – 100 û belkî herwiha hejmara 1000 jî hebûne. Lê ne demeke pir dirêj e ku mirovan fehm kiriye ku sîstema 0 bi kar bînin û bi wê hejmaran dehcarî, sedcarî, hezarcarî û hwd. bikin:
- yek/1 û 0 = deh/10
- 10/deh û 0 = sed/100
- 100/sed û 0 = hezar…
Yekem car ev awayê bikêrhatî li Hindistanê hatiye fehmkirin û bikaranîn. Di heman demê de yekem car 0 wek hejmar hatiye hesibandin. Di zimanê zanistî yên wê demê yê Hindistanê de anku di sanskrîtî de navê ”sûnye” li vê hejmarê hatiye kirin ku maneya wê ya bingehîn ”vala, xalî, bêpar, tine” bû.[1]
Paşî misilmanan li Serdema Navîn anku piştî destpêka îslamê ev sîstem ji Hindistanê anî Rojhilata Navîn û navê wek ṣifr صفر li erebî wergerand ku maneya wê jî ya eslî wek ya ”sûnye” ya sanskrîtî ”vala, xalî, bêpar, tine” ye.
Peyva ”sifr, sifir” ne tenê di erebî de heta niha jî li kar e lê ew herwiha bûye navê hejmara 0 bi piraniya zimanên din jî yên misilmanan (bo nimûne kurdî, farisî, tirkî, azerî, swahîlî…)
Lê peyva ”sifr, sifir” tenê bi zimanên misilmanan ve sinordar nemaye. Ew bi rêya latîniya Serdema Navîn wek ”zephirum” derbazî piraniya zimanên serekî yên ewropî jî bûye: spanî ”cero” (bixwînin ”sêro”), inglîzî, îtalî û almanî ”zero”, fransî ”zéro”.[2] Bi rêya zimanên ewropî peyva ”zero” ya ji peyva ”sifr” di sedsala bîstem de gihiştiye heta Japonyayê jî. Wê heta xwe gihandiye zimanê hindî jî anku wê deverê ya ku fikra sîstema vê hejmarê jê derketiye û peyva ”sifr” jî li ber peyveke wê deverê hatiye çêkirin.
Peyva “sifir” vê dawiyê ji zimanên ewropî dîsa li Rojhilata Navîn jî vegeriye: Peyva “şîfre” (hejmar, kod, reqem, parola) niha di kurdî de jî tê bikaranîn. Ew bi rêya tirkî “şifre” ji fransî “chiffre” hatiye lê fransî bi xwe ew ji îtalî “ciffra” û îtalî ew dîsa ji erebî ṣifr صفر wergirtiye.
Di kurdî de peyva serdest û standard ya bi maneya 0 ”sifir” yan ”sifr” e (herdu jî bi S-ya qelew, ص).
Hêjayî gotinê ye ku navê hejmara 0 bi nivîsînê pir dişibe navê du tiştên din: madenê ”sifir, sifr” anku ”mis, paxir, baxir” (bi inglîzî ”copper”, bi tirkî ”bakır”) û ”sifre” anku ”mase, mêze, xwarina danayî” lê S-ya navê hejmara 0 qelew e (ص) wek di peyva ”sed” yan ”se, seg” de û S-ya van peyvên din di kurmancî de zirav e (س) wek di peyva ”ser” yan ”sê”.
Ji ber eslê erebî yê vê peyvê, hin kurdan hewl daye ku navekî din li vê hejmarê bikin. Çend ji peyvên pêşkêşkirî ”nîn, tine, çine, çune, ti, çu, hîç” ne lê ti ji van ne hejmar in. Ti ji wan nehatine qebûlkirin û piraniya reha û mitleq ya kurdan – wek piraniya dinyayê – li ser peyva ”sifir, sifr” ya bi eslê xwe erebî berdewam in û dê berdewam bin.
Li aliyekî din, vê dawiyê navê hejmarên mezin wek ”milyon, milyar, trilyon…” ji zimanên ewropî hatine nav zimanên Rojhilata Navîn û Hindistanê jî. Bi gotineke din, van hemû medeniyetan hem rola wergirtinê û hem jî ya diyarîkirinê di navên hejmaran de hebûye.
9.2. Navên hejmarên mezin
Navên di kurdî de berbelav yên hejmarên ji ”hezar”ê mezintir hemû yan bi piranî di sedsala bîstem de (hinek belkî ne berî sedsala bîst û yekem) ji zimanên ewropî (adeten bi rêya tirkî, erebî yan farisî) ketiye kurdî.
Di piraniya – eger ne hemû – zimanan de navên hejmarên ji hezarê mezintir nû ne û navneteweyî ye û vê dawiyê zimanan ew ji hev (bi piranî ji du-sê zimanên ewropî) wergirtine.
Navê hejmara 1 000 000 bi kurdî adeten wek ”milyon” tê nivîsîn lê dikare herwiha bi forma ”mîlyon” jî di nivîsan de were dîtin. Kêm caran ew li ber tesîra zimanê erebî dikare wek ”milyûn, melyûn” jî were gotin û herwiha bi forma xwe ya pirhejmar ya erebîkirî ”melayîn” (bi milyonan) jî tê bihîstin.
”Milyon” bi rêya fransî yan inglîzî ketiye kurdî û zimanên din yên Rojhilata Navîn. Eslê peyvê bi xwe îtalî ”millione” (bi îtaliya niha ”milione”) ye ku forma mezinkirî (augmentatîv) ji peyva ”mille” (hezar) e. Anku ”milyon” bi eslê xwe maneya ”hezara mezin” yan jî ”hezzzaaar” dide.[3]
Navê hejmara din ya mezin ya berbelav ”milyar” e ku di kurdî de herwiha bi şilkê ”mîlyar, milyard, mîlyard” jî tê dîtin û bihîstin. Ew navê hejmara 1 000 000 000 e. Navê vê hejmarê wek ”milliard” di fransî de li ber modela ”milyon” ya esil-îtalî bi guherandina paşgira ”-ione” ya îtalî bi ”-ard” ya fransî hatiye çêkirin.[4]
Ji bilî ”milyon” û ”milyar”ên berbelav, di kurdî de herwiha bo nimûne ”trilyon” wek navên hejmara 1012 anku 1 000 000 000 000 hatiye qeydkirin:
- ”Yedega gaza Şahdenîz bi 1.2 trîlyon metre sêga tê texmînkirin.”[5]
”Trilyon” wek ”trillion” di fransî de ji ”tri-” (sê) ya latînî yan yûnanî û paşgira di peyva ”mi-lyon”ê hatiye çêkirin û ji fransî belavî zimanên din jî bûye.
Peyva ”bilyon” carinan bi wateya ”milyar” û carinan jî bi maneya ”trilyon” hatiye xebitandin:
- ”Îranê tenê 3 bilyon dolar ji pereyên xwe vegerandiye.”[6]
Peyva ”bilyon” ji latînî ”bis” (dubare, ducarî – wek di ”bi-siklêt” anku ”du-çerxe” de) û paşgira ”-lyon” ya ji peyva ”milyon” hatiye çêkirin.
Di hin nûçeyên aborî de herwiha mirov pêrgî hejmara bi navê ”katrilyon” yan ”katrîlyon” jî tê ku bi maneya hejmara 1015 anku 1 000 000 000 000 000 tê bikaranîn. Ew bi rêya tirkî ji fransî ”quadrillion, quatrillion” hatiye ku ji latînî ”quattuor” (çar) û beşa dawiya ya peyva ”m-ilyon” hatiye çêkirin.
Navê hejmarên mezintir kêm bi kurdî hatine bikaranîn an jî heta niha qet nehatine xebitandin lê eger pêwîst be, dikarin bi hêsanî navên navneteweyî bên wergirtin.[7]
Bikaranîna hejmarên mezin yên ji zimanên ewropî wergirtî li gel hejmarên biçûktir yên xwemalî li gor heman sîstema hejmarsaziya kurdî ye:
- Ew dikarin bi tilhejmarên kurdî bên mezintirkirin: milyonek, du milyon, deh milyar, sed û çil û şeş trilyon…
- Gava ku hejmarên biçûktir li pey wan tên, bi alîkariya peyvika ”û” lê zêde dibin: milyon û sed hezar, çar milyar û pêncsed milyon û dused hezar…
9.3. Hejmarnavên nadir
Berî ku navên hejmarên mezin yên bi eslê xwe ji hin zimanên ewropî (milyon, milyar, trilyon…) peyda û belav bibin, navên hin hejmarên mezin ji Hindistanê belav bûbûn û gihiştibûn Rojhilata Navîn jî. Navê çend hejmarên hindistanî di hin berhemên kurdî de jî tên dîtin:
Bo nimûne, Ismaîl Fettah di kitêba xwe ya rêzimana kurdiya başûrî bi fransî[8] de dibêje ku mirov li cihê navê ”sed hezar” herwiha peyva ”luk / lok” jî dibîne lê ew peyv ”li ba piraniyê winda bûye”.
Di ferhenga kurdî-kurdî ya Celadet Bedirxan de peyva ”kirûr” bi maneya ”jimara 500 000, nîv milyon” hatiye dan.[9]
Ev herdu hejmarnav jî bi eslê xwe ji Hindistanê ne. ”Lok/luk” di rastiyê de ”lak” yan ”lakh” e û – wek ku Fettah jî gotiye – maneya ”sed hezar” dide.[10] Lê berevajî ku Fettah dibêje, ew ne ji devê yan bîra piraniya kurdan winda bûye lê bi ihtimaleke pir mezin ti caran ji aliyê piraniya kurdan ve nehatiye bikaranîn jî. Fettah idia dike ku mirov peyva ”lok” dibihîze lê nabêje ka li kû derê ew di kurdî de tê bihîstin.
Herçi ”kirûr” e, ew jî ji Hindistanê ye û bi hindî û urdûyî bi awayê ”keror” e. Ew wek navê hejmareke sîstema hejmartinê ya hindistanî bi şiklê ”crore” ketiye inglîzî û hin zimanên din jî yên ewropî.
Lê berevajî ku di ferhenga Celadet Bedirxan de tê gotin, ”kiror” ne ”nîv milyon” (500 000) lê ”deh milyon” e (10 000 000).[11] C. Bedirxan ti agahiyên li ser bikaranîna wê nade. Di rastiyê de wek din jî ti delîlên bikaranîna wê di kurdî de nînin.
Ji bilî hejmarên hindî, herwiha navekî taybet di zimanên îranî bi xwe de jî ji hejmara 10 000 anku ”deh hezar” re he(bû)ye:[12]
- farisî: bîver
- pehlewî: bîwer
- avestayî: beêweri…
Lê ji vê hejmarê jî ti şûn û şop di kurdî de naxuye: yan nemaye yan jî ti caran tine bûye jî.
9.4. Wergirtina hejmaran di peyvên din de
Ji bilî navê hejmarên mezin, hin hejmarên din jî (bi taybetî latînî û yûnanî) wek beşek ji hin peyvan yan jî bi xwerûyî hatine wergirtin lê ne wek hejmar lê bi maneyeke din tên bikaranîn:
- ”Kîlo” wek peyveke serbixwe yan jî wek pêşgir bi maneya ”hezar tişt” (kîlogram anku ”hezar gram” yan ”kîlometre” anku ”hezar metre”) bi eslê xwe ji yûnaniya kevn ”xîlioi” anku ”hezar” tê.
- ”Santî-” wek di ”santîmetre” de yan jî wek peyveke serbixwe ”santîm, santîn” ji fransî ”cent” anku ”sed” hatiye.
- Pêşgira ”unî-” di peyvên wek ”unîform, unîter, unîversîte” û hwd. ji latînî ”un-” anku ”yek” tê.
- Pêşgira ”bî-, bi-” wek di peyvên ”bisiklêt, biskiwêt” de ji latînî ”bis” anku ”du, ducarî, dubare” tê.
Navê gelek hejmarên din jî latînî û yûnanî wisa di hin peyvên din de hatine nav zimanê kurdî û belav bûne nav piraniya zimanên nivîskî yên dinyayê.
Dê bidome.
__________________________
TÊBÎNÎ
[1] https://en.wiktionary.org/wiki/%E0%A4%B6%E0%A5%82%E0%A4%A8%E0%A5%8D%E0%A4%AF#Sanskrit
[2] http://etymonline.com/index.php?term=zero&allowed_in_frame=0
[3] http://etymonline.com/index.php?allowed_in_frame=0&search=million
[4] http://etymonline.com/index.php?term=milliard&allowed_in_frame=0
[5] http://rudaw.net/kurmanci/business/16012014
[6] http://orient-news.net/ku/newşshow/109616/0/K%C3%AAr%C3%AE-%C3%8Eran-ten%C3%AA-%C3%AA-bilyon-dolar-ji-perey%C3%AAn-xwe-vegerandiye
[7] Mirov dikare lîsteyeke navên hejmarên mezin li vê derê bibîne: https://en.wikipedia.org/wiki/Nameşof_large_numbers
[8] Ismaïl Kamandar Fattah: Les Dialectes Kurdes Méridionaux, 2001, rûpel 301. Bo peydakirinê bo nimûne: https://www.amazon.com/Dialectes-Kurdes-Meridionaux-Linguistique-Dialectologique/dp/9042909188
[9] Celadet Bedirxan: Ferheng. Avesta 2009, rûpel 184.
[10] https://en.wikipedia.org/wiki/Indian_numbering_system
[11] Heman çavkanî.
[12] https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Iranian/baiwar-
[…] Source: Navên hejmaran û hejmarsazî (6) […]
LikeLike
[…] Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6 […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9, beşa 10, […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9, beşa 10, beşa 11, beşa […]
LikeLike