Ferhengeke soranî-kurmancî-tirkî

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 8

__________________________

ekici

Husein Muhammed

Ferhenga soranî-kurmancî-tirkî ya Abdullah Ekici ferhengeke yekalî ye ku peyvên soranî rêz kirine û ew pêşî li kurmancî û paşî jî li tirkî wergerandine.

Ev berhem bi hecma ferhengên destan an ferhengên berîkan e û ji nêzîkî 340 rûpelan pêk hatiye. Di ferhengê de serpeyvên soranî li gor alfabeya kurdî-latînî hatine rêzkirin lê li ber wan serpeyv herwiha bi alfabeya kurdî-erebî jî hatine pêşkêşkirin. Wateyên wan yên kurmancî (û yên tirkî) tenê bi alfabeya kurdî-latînî hatine dan. Herwiha nimûne û hevokên soranî jî tenê bi alfabeya latînî ne.

Hejmara serpeyvên ferhengê nehatiye diyarkirin lê texmînen 4000 – 5000 serpeyvên soranî li gel wergerên wan yên kurmancî û tirkî di ferhengê de cih digirin.

Ekici dide diyarkirin ku armanca wî bi vê ferhengê ew e ku peyvên herî zêde tên bikaranîn bide daku têgihiştina nivîsên soranî – bi taybetî tekstên medyayî – werin fehmkirin. Ew dibêje ku wî peyvên ferhenga xwe ji nûçe, nivîs û kitêbên bi soranî wergirtine lê di heman demê de li dawiya kitêba xwe herwiha hin çavkaniyên ferhengî jî dide, bo nimûne Ferhengî Resen ya soranî-kurmancî ya Mihemed Salih Pêndroyî û Ferhenga Soranî-Kurmancî ya Husein Muhammed.[1]

Ekici ferhenga xwe ya soranî-kurmancî-tirkî bi awayekî bo bikaranînê hêsan dariştiye. Peyvên soranî tenê bi kurtî li kurmancî û tirkî hatine wergerandin. Lê hin caran wisa kurt ku li beramberî peyva soranî bi kurmancî jî heman peyv hatiye nivîsîn. Helbet di herdu zaran de bo heman maneyê gelek caran jî eynî peyv heye. Lê tenê dana heman peyvê wek wateya eynî peyvê nikare ti alîkariya xwandevanan bike. Bo nimûne, kesê ku li peyva ”dar” an ”mişk” binêre, dê li ber wê bi kurmancî jî heman ”dar, mişk” bibîne anku ti alîkarî di haletên wiha de ji bikarînera/ê ferhengê re nayê kirin (belkî ji bilî wergerên wan yên tirkî).

Ferhenga Ekici di warê rastnivîsînê de ne xirab e: kêmasiyên şaşnivîsînê yan ”kêmasiyên çapê” kêm in. Ekici alfabeya kurdî-erebî jî baş bi kar aniye. Lê di ferhengeke wiha de, ku bo destpêker û hînberan e, divê bi awayekî dengnasiya soranî bi alfabeya kurdî-latînî hê deqîqtir û bidîqettir hatiba pêşkêşkirin.

Bo nimûne, cudahiya L-ya zirav (ل) û L-ya qelew (ڵ) di soranî de gelek giring in û Ekici jî bi alfabeya kurdî-erebî wan baş ji hev cuda dike lê di alfabeya kurdî-latînî de herduyan bi heman L dinivîse.

Di kurmancî de cudahiya wan ne wisa giring e loma di alfabeya kurdî-latînî de tenê L-yek heye. Lê soranî nikare tenê bi L-yekê îdare bike. Di ferheng û berhemên din yên heyî yên soranî yên bi alfabeya latînî de hê ji mêj ve çend çare ji vê meseleyê re hatine dîtin. Bo nimûne, Şefîq Qezaz di ferhenga xwe ya bi navê Şarezor ya soranî-inglîzî de û Husein Muhammed jî di ferhenga xwe ya behskirî de li cihê L-ya qelew L-yeke binxetkirî – l – bi kar tînin. Çareyeke din jî bikaranîna L-ya bibertirk e – Ł – ku bo nimûne Wîkîferheng dixebitîne.[2]

Herwiha R-ya sist û R-ya şidandî – ku di alfabeya kurdî-erebî de bi du herfên hinekî ji hev cuda tên nivîsîn – bi heman R-yê neqlî alfabeya kurdî-latînî hatine kirin. Li şûna K-ya kurdî-erebî û farisî ک Ekici di ferhenga xwe de ك ya zimanê erebî bi kar aniye.[3]

Ekici bi xwe jî heta li ser bergê paşîn yê ferhenga xwe jî itiraf dike ku di ferhenga wî de dê kêmasî hebin. Bi rastî jî hene:

Bo nimûne, ew li aliyekî dibêje ku di ferhengê de tenê peyvên soranî yên berbelav û giştî dide lê gelek peyvên kêm tên bikaranînê jî hene. Hin peyv ji ferhengên soranî hatine neqilkirin ku di rastiyê de qet di soranî de ne li kar in jî. Bo nimûne, peyva kurmancî ”heyv” di hin ferhengên soranî de cih digire lê li ti dera soranî ew nayê bikaranîn û nakeve nivîsên soranî jî û li cihê wê peyva ”mang” li kar e ku hem wateya ”heyv, hîv” (goga li esmanan) û hem jî maneya ”meh, 30 roj” jî dide.

Yan bo nimûne, li bin herfa O hejmara peyvên esil-tirkî hene (ocax, ode, oxir, oyîn…) ku hema-hema qet di soranî de nayên bikaranîn.

Maneya hejmareke peyvan şaş hatiye diyarkirin. Bo nimûne, peyva ”hejmûn” bi kurmancî ”bandor, tesîr” û bi tirkî jî ”tesir” hatiye nivîsîn lê ”hejmûn” formeke xirabkirî ji peyva ewropî ”hejemonî, hegemonî, hegemonya” anku ”hukimranî, serdestî” ye.

Tevî kêmasiyan jî – ji xwe ti ferheng ne bêkêmasî ne – Ekici ferhengeke delal ya bo bikaranînê hêsan diyarî kitêbxaneya kurdî kiriye. Ti şik û guman jê nîne ku gelek kurdîhezên zaryar (evîndarên zar û zaravayan) dê kêf û kêr jê wergirin.

___________

TÊBÎNÎ

[1] Ev yekem ferhenga soranî-kurmancî ye ku ji sala 2001 heta niha tê amadekirin û li ser Internetê peyda dibe û ji aliyê danerê wê ve hê jî tê berfirehkirin: https://ku.wiktionary.org/wiki/P%C3%AAvek:soran%C3%AE-kurmanc%C3%AE

[2] Binêrin bo nimûne: https://ku.wiktionary.org/wiki/di%C5%82

[3] Ev dikare ji bêimkaniya programên kompûterê be. Heman şaşî di hin ferhengên din de jî heye, bo nimûne di ferhenga Michael Chyet ya kurmancî-inglîzî de ku serpeyvan ji bilî alfabeya kursî-latînî, herwiha bi alfabeya kurdî-erebî jî dide.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s