Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9
Husein Muhammed
12. HEJMARNAV DI DIYARKIRINA DEMAN DE
Yek ji mijarên ku hejmar gelek tê de tên bikaranîn diyarkirina deman e: sal, meh, hefte, roj, saet û hwd. Li vê derê em ê hewl bidin awayên bikaranîna hejmaran di mijara diyarkirina deman de pêşkêş bikin.
12.1. Hejmar di diyarkirina salan de
Di kurdî de çend peyvên taybet ji salên nêzîk re hene: ”îsal” (ev sal; vê salê), par (sala berî vê, sala borî, sala çûyî), pêrar (du sal berî vê, du sal berî niha, sala berî par), sala bê(t) / were (sala piştî vê).
Wek din, diyarkirina salan bi alîkariya hejmaran e. Bo nimûne:
- pênc sal berî niha
- piştî deh salan
- sala 1995 / 1995an / 1995ê
- salên 60an / 60ê
- sedsala bîstem(în) / bîstan / bîstê
Wek ku tê dîtin, hejmar dikare bikeve berî peyva ”sal” (”pênc sal berî niha”, ”piştî deh salan”) yan jî piştî peyva ”sal” (sala 1995…).
Gava ku hejmar bikeve berî peyva ”sal”, hejmar bi xwe di rewşa neçemandî û bêravek de ye anku xwerû ye (”pênc sal berî niha”, ”piştî deh salan”). Lê peyva sal dikare xwerû be (”pênc sal berî niha”) yan jî çemandî be (”piştî deh salan”).
Eger peyva ”sal” bikeve berî hejmarnavekê, ew bi raveka xwe ya yekhejmar ”-a” yan jî ya pirhejmar ”-ên” bi hejmarê ve tê girêdan:
- sala 1995 / 1995an / 1995ê
- salên 1980yan
Eger mebest tenê salek be, wek ” sala 1995 / 1995an / 1995ê”, ew dikare li gor devokan biguhere. Kurmanciya navendî paşgira ”-(y)an” (bi devkî ”-(y)a” dide dûv hejmara salê:
- sala 2010an (du hezar û dehan)
- sala 1993yan (hezar û neh sed û sêyan / sisiyan)
Kurmanciya rojhilatî di navên salên kit de ne paşgira ”-(y)an” lê ya ”-(y)ê” dixebitîne:
Paşgirên ”-(y)an” û ”-(y)ê” di nivîsînê de bi çend awayên ji hev cuda tên dîtin, wek:
- sala 2010an / 2010ê
- sala 2010’an / 2010’ê
- sala 2010-an / 2010-ê
Em formên bêxalbend anku wek ”sala 2010an / 2010ê” pêşniyaz dikin ji ber ku ti erkê ’ yan – li vê derê di navbera van hejmaran û paşgirên wan de nîne anku ew ne zerûrî ne û tenê xwandin û nivîsînê dirêjtir û girantir dikin.
Ji bilî van herdu forman, herwiha formeke din jî di herdu komdevokên kurmancî de peyda dibe ku hejmar tê de bêyî paşgir tên bikaranîn:
- Sala 2010 (sala du hezar û deh) em çûn wê derê.
- Sala 1995 (sala hezar û neh sed û not û pênc) ew li vê derê bûn.
Dîsa di meseleyan salên ji yekê zêdetir de jî kurmanciya navendî paşgira ”-(y)an” û kurmanciya rojhilatî jî paşgira ”-(y)ê” bi kar tîne:
- navendî: salên 1960an / 60an (salên hezar û neh sed û şêstan / salên şêstan)
- rojhilatî: salên 1960ê (salên hizar û neh sed û şêstê / salên şêstê)
Wek ku me li jortir jî çend caran gotiye, ev paşgirên ”-an” û ”-ê” yên bi hejmarnavan ve ne paşgirên çemandin û tewandinê ne lê paşgirên dariştinê ne ku hejmarên rêzî ji hejmarên bingehîn saz dikin. Loma kurmanciya navendî li gel salekê jî (bo nimûne ”sala 2005an”) û komeke salan jî (bo nimûne ”salên 60an”) her heman paşgira ”-an” bi kar tîne û kurmanciya rojhilatî jî li gel salekê jî (bo nimûne ”sala 2005ê”) û komeke salan jî (wek mînak ”salên 60ê”) dîsa heman paşgira ”-ê” dixebitîne.
Li gel peyvên nûçêkirî ”dehsal, sedsal, hezarsal” yan jî formên wan yên bi rêya soranî ji farisî deynkirî ”dehe, sede, hezare” (bi inglîzî ”decade, century, millennium”) yan hevwateyên wan yên ji erebî wergirtî ”qirn[3], esr” dîsa di kurmanciya navendî de ”-an” û di kurmanciya rojhilatî de jî ”-ê” mimkin e:
- navendî: sedsala bîstan, esra bîstan, qirnê / qirna bîstan
- rojhilatî: sedsala bîstê, qirnê / qirna bîstê
Lê ji bilî van herdu forman, di zimanê nivîskî de herwiha forma bi paşgira ”-em / -emîn” ya sazkirina hejmarên rêzî ji hejmarên bingehîn jî mimkin e:
- sedsala bîstem(în), esra bîstem(în), qirnê / qirna bîstem(în)
Bikaranîna paşgirên ”-em / -emîn” herwiha li gel peyva ”sala” hingê jî mimkin e gava ku mirov behsa hejmartina salên bûyerekê dike:
- sala çarem min xwandina xwe xilas kir (formên din: salan çaran / çarê)
Lê bikaranîna van paşgirên ”-em / -emîn” li gel peyva ”sala / salên” ne mimkin e eger mebest ji salên salnameyê bin anku formên wiha nînin yan şaş in:
- *sala 1995em
- *salên 1960em
12.2. Hejmar di diyarkirina mehan / heyvan de
Mehên (heyvên, hîvên, mangên) salê dikarin bi navên mehan an jî hejmarên mehan bên diyarkirin.
Di kurdî de çend desteyên cuda yên navên mehan li kar in lê meseleya ”rastiya wan” yan ”şaşiyên wan” dûr û dirêj e û li vê derê ne mijara me ye. Li vê derê bes e em bibêjin ku mirov dikare bibêje ku, bo nimûne, mehên biharê dikarin bi navên ”adar, nîsan, gulan” ji hev bên cudakirin.
Awayekî din yê cudakirina mehên biharê bi hejmaran e:
- adar: meha sêyem(în), meha sêya(n), meha sisiya(n), heyva sêyê, heyva sê-ê, heyva sê
- nîsan: meha çarem(în), meha çaran, heyva çarê
- gulan: meha pêncem(în), meha pênca(n), heyva pêncê
Ji van formên bi paşgirên ”-em(în)” (sêyem / sêyemîn, çarem / çaremîn, pêncem / pêncemîn) tenê di zimanê nivîskî de hene û ji paşgira ji soranî wergirtî yan jî bi rêya soranî ji farisî wergirtî ”-em(în)” hatine çêkirin.
Formên bi paşgira ”-an / -a” yan ”-yan / -ya” di zimanê nivîskî de jî hene û eslê wan devokên kurmanciya navendî ye. Formên bi ”-ê / -yê” jî aidî kurmanciya rojhilatî ne û hin caran di zimanê nivîskî de jî tên dîtin lê ne bi qasî formên kurmanciya navendî.
12.3. Hejmar di diyarkirina rojên mehê de
Di kurdî û piraniya zimanên din de jî rojên mehê tenê bi hejmaran tên diyarkirin û ji rojên mehan re ti navên taybet nînin (bidin ber navên rojên hefteyan li jêrtir). Her meha salê ya salnameya zayînî / mîladî ji 28 – 31 rojan pêk tê û bi hejmaran tê diyarkirin.
Di kurdî de navê hejmara rojê berî navê mehê tê. Di kurmancî de hejmara rojê bi raveka ”-î” yan jî ”-ê” bi hejmara mehê yan navê mehê ve tê girêdan. Navê mehê di kurmancî de bi paşgira ”-ê” diçeme:
- 21î adarê (bîst û yekî adarê) / 21ê adarê (bîst û yekê adarê)
- 5î gulanê (pêncî gulanê) / 5ê gulanê (pêncî gulanê)
Eger li şûna navê mehê, hejmara mehê were xebitandin, hingê hejmara mehê xwerû dimîne anku naçeme:
- 21î 3 yan 21î sê (bîst û yekî sê) / 21ê 3 yan 21ê 3 (bîst û yekê sê)
Lê eger di navbera wan de peyva ”meh / heyv / hîv / mang” hebe, hingê hejmara mehê dikare li gor devokan bi çend awayên ji hev cuda be:
- xwerû: 10î meha 4 (dehî meha çar)
- bi paşgira -a(n): 10î meha çara(n) – bi taybetî di kurmanciya navendî de
- bi paşgira -ê: 10î heyva çarê – xaseten di kurmanciya rojhilatî de
- bi paşgira -em(în): 10î meha çarem(în) – tenê bi nivîskî
12.4. Hejmar di diyarkirina rojên hefteyê de
Peyva ”hefte” yan ”heftî” bi xwe ji hejmara ”heft” peyda bûne.[4] Ne tenê hefte lê piraniya navên rojên hefteyê jî ji hejmaran peyda bûne:
- yek-şem, du-şem, sê-şem, car_-şem, pênc-şem
Ji bilî navên rojên hefteyê, rojên hefteyê dikarin herwiha bi hejmaran jî bên diyarkirin, bo nimûne:
- roja çaran ya wê hefteyê
- roja şeşan a hefteya çaran
Nimûneyên li jor ji kurmanciya navendî ne û hevberên wan di kurmanciya rojhilatî de wiha ne:
- roja çarê ya wê heftiyê
- roja şeşê ya heftiya çarê
Di zimanê nivîskî de ew dikarin herwiha bi vî awayî jî bên gotin:
- roja çarem(în) ya wê hefteyê
- roja şeşem(în) ya hefteya çarem(în)
Yan jî bi peyvrêziyeke din:
- çarem(în) roja wê hefteyê
- şeşem(în) roja çarem(în) hefteyê
12.5. Hejmar di diyarkirina demên saetê de
Di şevûrojekê de 24 saet hene. Ti navên taybet ji saetên şevûrojê re di kurdî de (û piraniya zimanên din de jî) nînin loma diyarkirina wan bi hejmarnavan e. Gava ku mirov bixwaze bibêje ka saet çend e yan çend bû, hingê ew bi hejmarên neçemandî tên diyarkirin:
- Saet du ye.
- Saet şeş bû.
- Saet hê nebûye çar.
Eger mirov bixwaze bibêje ku filan tişt li bêvan saetê qewimiye yan dê biqewime, hingê mimkin e ku ew bi forma xwerû were bikaranîn:
- Em saet çar hatin.
Lê herwiha mimkin e ku ew di kurmanciya rojhilatî de bi paşgira ”-ê” û di kurmanciya navendî de jî bi paşgira ”-an” (bi devkî ”-a”) were xebitandin:
- rojhilatî: Em seet çarê hatin.
- navendî: Em saet çara(n) hatin.
Hin caran mirov mirov daçeka ”li” yan jî dordaçeka ”di … de” li gel wan dibîne lê bi taybetî ”di … de” li vê derê ji kurdî zêdetir ji tesîra paşgira rewşa tê de ”-da, -de, -ta, -te” ya tirkî ye:
- Em li saet çarê hatin.
- Em di saet çaran de hatin. (bidin ber tirkî: biz saat dörtte geldik)
Lê paşgira ”-em(în)” ya vê dawiyê ji soranî wergirtî yan jî bi rêya soranî ji farisî wergirtî belavî vê nebûye û di soranî û farisî bi xwe de jî bo diyarkirina saetan nayê bikaranîn.
Beşên zêdetir ji saeta temam bi alîkariya peyvika ”û” tên diyarkirin:
- Saet çar û deh e (yan: Saet çar û deh deqe/deqîqe/xulek e)
- Saet pênc û çarêkek e (yan: Saet pênc û pazde deqe/deqîqe/xulek ye)
- Saet sê û nîv e
Beşên ji saetekê kêmtir lê ji nîv saetê zêdetir dikarin bi du awayan bên gotin:
Yan wek nîv saetê û beşên ji nîv saetê kêmtir anku bi alîkariya peyvika ”û”. Bo nimûne:
- Saet du û çil e (yan: Saet du û çil deqe/deqîqe/xulek e)
- Saet şeş û pêncî û çar e (yan: Saet du û pêncî û çar deqe/deqîqe/xulek e)
Yan jî (bi zêdetir bi giştî) bi diyarkirina beşa ji saeta were kêmtir. Ew bi piranî bi peyvika ”kêm” tê diyarkirin:
- 2:45: Saet sê kêm çarêkek e
- 2:40: Saet sê kêm bîst e
- 4:55 Saet pênc kêm pênc e
Ji bilî vî awayê serdest, herwiha awayekî din bi taybetî li Bakurê Kurdistanê heye ku kêm-zêde wergera formula tirkî ye:
- 4:50 Ji pênca(n) re 10 heye (yan: Ji pêncan re 10 deqe/deqîqe/xulek heye) – bidin ber tirkî ”beşe 10 dakika var”
Ji bilî lêkera ”heye”, herwiha lêkerên ”maye”, ”divê”, ”kêm e” jî li hin deran tên bikaranîn. Bo nimûne dîsa 4:50:
- Ji pênca(n) re 10 (deqe/deqîqe/xulek) maye
- Ji pênca(n) re 10 (deqe/deqîqe/xulek) divê
- Ji pênca(n) re 10 (deqe/deqîqe/xulek) kêm e
Peyva serdest û xwemalî ya bi maneya ”15 deqe/deqîqe/xulek” gotina ”çarêk” (li hin deveran ”çarîk”) anku ”yek ji çarê/çaran” e.[5] Lê li hin deveran herwiha peyva ji erebî wergirtî rib’ / rub’ jî tê xebitandin.
Bo ku mirov diyar bike ku filan tişt di bêvan saet û deqeyê de qewimiye yan dê biqewime, herdu komdevokên kurmanciya navendî û rojhilatî dikarin van heman formên neçemandî anku xwerû jî bi kar bînin:
- Bername dê saet deh û pênc (deqe) dest pê bike
- Bernameyê saet deh û pênc (deqe) dest pê kir
Lê herdu komdevok dikarin hejmara dawiyê yan jî navdêra li pey hejmara dawiyê biçemînin, devokên navendî bi paşgira ”-a(n)”, devokên rojhilatî bi paşgira ”-ê”:
Navendî:
- Bername dê saet deh û pêncan (yan: pênc deqeyan) dest pê bike
- Bernameyê saet deh û pêncan (yan: pênc deqeyan) dest pê kir
Rojhilatî:
- Bername dê saet deh û pêncê (yan: pênc deqeyê) dest pê bike
- Bernameyê saet deh û pêncê (yan: pênc deqeyê) dest pê kir
Gava ku mirov behsa vekişîna / xayandina demê bike û di demê de nîv saet hebe, hingê hejmara saetan dikeve berî peyva ”saet” lê peyva ”nîv” dikeve dûv wê:
- du saet û nîv (ne ”*du û nîv saet” – bidin ber tirkî ”iki buçuk saat” yan inglîzî ”two and a half hours” – lê di inglîzî de forma ”two hours and a half” ya nêzîktirî forma kurdî jî li kar e.)
12.6. Çend caran?
Di hin zimanan de li şûna peyvên kurdî ”carekê, du caran, sê caran” û hin ”carên din” yên destpêkî navên xwe yên taybet hene ku ne ji peyva bi nameya ”car” û hejmara wê carê hatine çêkirin.
Bo nimûne, di inglîzî ”once” tê maneya ”carekê”, ”twice” dibe ”du caran” û ”thrice” wateya ”sê caran” dide. ”Once” bi zelalî têkilî peyva ”one” (yek), ”twice” hevreha peyva ”two” (du) û ”thrice” jî eleqedarî peyva ”three” (sê) ye lê di ti ji van gotinan de peyva inglîzî ya bi wateya ”car” ya kurdî anku ”time” nehatiye bikaranîn.
Di zimanên kevn yên îranî de jî peyvên wisa hebûn. Bo nimûne, bi avestayî avestayî peyva ”hekirit” wateya ”carekê”, ”biş” maneya ”du caran” û ”thriş” jî raman ”sê caran” dida.
Di kurdî û zimanên din yên îranî yên niha de peyvên wiha serbixwe nemane. Li cihê wan hejmarên bingehîn li gel peyva ”car” yan hevwateyeke wê ya din, bo nimûne di farisî de ”bar”, tê bikaranîn. Ev ”bar”a farisî ya bi wateya ”car” di kurdî de jî bo nimûne di peyva ”dubare” de cih girtiye.
Tek peyva ku mirov dikare texmîn bike ya bi maneya ”du caran” yan ”cara duyem” peyva ”dîsa(n)” e. Lê ew jî ji hejmara ”du” zêdetir têkilî peyva ”(ya/yê/yên) dî/din” e.
Dê bidome.
_________________
TÊBÎNÎ
[1] Di kurmanciya rojhilatî de navê hejmara 1000 ”hizar” e, ne wek kurmanciya navendî ”hezar”.
[2] Di kurmanciya rojhilatî de dengê Y yê kelijandinê di axiftinê de adeten nayê bihîstin loma bi devkî mirov forma çemandî ya peyva ”sê” nabêje ”sêyê” lê ”sê-ê” yan jî tenê ”sê”.
[3] ”Qirn” ji erebî ketiye kurdî û farisî lê erebî bi xwe jî ew ji yûnaniya kevn ”xronos” wergirtiye.
[4] Peyva ”hefte, heftî” di farisiya niha de ”heftê”, di farisiya kevntir de jî ”hefte” bû. ”Hafta” ya tirkî ji zimanên îranî hatiye wergirtin.
[5] Hevwateya wê ya tirkî ”çeyrek” ji zimanên îranî hatiye wergirtin.
[…] binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9, beşa 10, […]
LikeLike
[…] Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9, beşa 10 […]
LikeLike
[…] binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9, beşa 10, beşa 11, beşa […]
LikeLike