Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9, beşa 10, beşa 11
14. BILÊVKIRINA FORMÛLAYÊN MATEMATÎKÊ
Mebesta me ji bilêvkirin an bêjkirina anku telefizkirina formûlayên matematîkê li vê derê ew e ka di zêdekirin (+), kêmkirin (-), carkirin (x) û parvekirinê (÷ yan /) de hejmarên kurdî û peyvên li gel wan çawa tên gotin.
Çendîn awayên cuda di nav xelkê de bo gotina van formûlayan hene û herwiha gelek pêşiyazên cuda yên binavkirina nîşanên matematîkê, bo nimûne +, -, x û ÷ û herwiha bo bilêvkirina van formûlayan hatine kirin. Li jêr em ê her yekê ji van bi kurtî bidin nasîn û têbîniyan berê xwandevanên xwe bidin gotûbêjên dirêjtir li ser van meseleyan.
14.1. Zêdekirin
Piraniya – eger ne tevahiya – kurmancîaxivan bi devkî formûlaya bi + bi peyva ”û” dibêje. Li cihê nîşana wekhevî yan yeksaniyê (=) jî çend peyvên cuda tên bikaranîn ku hinek ji wan ev in (nimûneya me ”2 + 3 = 5”):
- du û sê dibin pênc
- du û sê dikin pênc
- du û sê dibe pênc
- du û sê dike pênc
Çendîn awayên ”zanistî” bo cihê vî awayê gotinê bigirin hatine pêşniyazkirin[1] lê ti lihevkirinek di navbera pêşniyazkerên wan de nîne. Ev awayê jorîn yê devkî ji hemûyan zêdetir tê bikaranîn, ji hemû siviktir û hêsantir e û hêjayî bikaranînê ye.
Lê hejî gotinê ye k uhin formên din jî yên devkî yên kêmtir bikarînayî hene, bo nimûne:
- duyan li sêyan zêde bikî, dibe/dibin pênc
- duyan danî ser sêyan, dike/dikin pênc
14.2. Kêmkirin
Awayê herî berbelav yê bilêvkirina nîşana – di formûlayên matematîkê de bi kurmancî de bi peyva ”kêm” e. Wek di zêdekirinê de jî, li cihê nîşana wekheviyê (=) dîsa peyvên wek ”dibe, dike, dibin, dikin” tên gotin. Bo nimûne: 5 – 2 = 3.
- pênc kêm du dibe sê
- pênc kêm du dike sê
- pênc kêm du dibin sê
- pênc kêm du dikin sê
Dîsa gelek varyantên kêmtir tên bikaranîn jî di zimanê devkî de hene, wek nimûne:
- duyan ji pêncan kêm bikî, dibe sê
- duyan ji pêncan bixwî/rakî/biavêjî, dike sê
Herwiha çendîn awayên ”zanistî” di vê meseleyê de jî hatine pêşniyazkirin[2] awayê jorîn yê devkî ji hemûyan zêdetir tê bikaranîn, ji hemû siviktir û hêsantir e û hêjayî bikaranînê ye.
14.3. Carkirin
Bilêvkirina nîşana x di formûlayên matematîkê de di piraniya – eger ne tevahiya – kurmancî de bi peyva ”caran” (bi devkî ”cara”) ye. Bo nimûne 2 x 3 = 6:
- du caran sê dibe şeş
- du caran sê dike şeş
Carinan li cihê peyva ”caran”, forma wê ya neçemandî ”car” tê xebitandin (di soranî de jî ew neçemandî di van formûlayan de tê bikaranîn):
- du car sê dibe/dike şeş
14.4. Parvekirin
Nîşana parvekirinê (lêkvekirinê, dabeşkirinê) anku ÷ yan / li gor devokan bi çend awayên ji hev cuda tê bilêvkirin. Di kurmanciya navendî de ew bi piranî bi lêkera ”parve kirin”, di kurmanciya rojhilatî de bi lêkera ”lêkve kirin” e û di soranî de jî bi piranî wek ”dabeş kirdin” e ku wek ”dabeş kirin” ketiye kurmanciya nivîskî jî.
Hejmarnav dikarin bi pirhejmarî bên bikaranîn, wek:
- şeşan li duyan parve bikî, dibe/dike sê
- şeşan li duyan lêkve bikî, dibe/dike sê
- şeşan li duyan dabeş bikî, dibe/dike sê
Yan jî hejmarnav dikarin bi yekhejmar bên çemandin:
- şeşê li duyê parve bikî, dibe/dike sê
- şeşê li duyê lêkve bikî, dibe/dike sê
- şeşê li duyê dabeş bikî, dibe/dike sê
Di bilêvkirina formûlaya parvekirinê de jî hin varyantên ji van yên li jor diyarkirî piçekê cuda jî hene yan hatine pêşniyazkirin[3], bo nimûne:
- şeşê li duyê par bikî
- şeşan li ser duyan lêkve bikî
_________________________
TÊBÎNÎ
[1] Bo suhbeteke dûr û dirêj di navbera çendîn kesan de, binêrin koma ”Zimanê Kurdî” li ser Facebookê: https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/search/?query=Ji%20qenciya%20xwe%20v%C3%AA%20hesab%C3%AA%20bi%20peyvan%2Fgotinan%20biniv%C3%AEsin%3A%202%20%2B%203%20%3D%205
[2] Bo varyantên devokî û pêşniyazên çêkirî, dîsa binêrin koma ”Zimanê Kurdî”: https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/search/?query=Spas%20bo%20bersiv%C3%AAn%20we%20li%20ser%20pirs%C3%AAn%20p%C3%AA%C5%9Ftir.%20Niha%20j%C3%AE%20kerem%20bikin%20v%C3%AA%20hesab%C3%AA%20bi%20peyvan%2Fgotinan%20bib%C3%AAjin%3A
[3] Binêrin bo nimûne: https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/search/?query=D%C3%AEsa%20gelek%20spas%20bo%20bersivdana%20pirs%C3%AAn%20p%C3%AA%C5%9Ftir.%20Niha%20kerem%20bikin%20v%C3%AA%20hesab%C3%AA%20j%C3%AE%20bi%20peyvan%2Fgotinan%20bib%C3%AAjin
[…] Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9, beşa 10, beşa 11, beşa 12 […]
LikeLike