Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8.
_____________________________
Husein Muhammed
- ÇEMANDIN Û RAVEKIRINA HEJMARNAVAN
Navên hejmarên bingehîn di kurdî û gelek zimanên din de jî ji aliyê bikaranîna xwe ve ji hemû birên peyvan zêdetir dişibin navdêran û wek wan diçemin / ditewin.
Bo nimûne, di kurdî de hem navdêran û hem jî hejmarnavan bi zelalî formên xwe yên yekhejmar û pirhejmar hene. Wek mînak:
Navdêr | Hejmarnav | ||
Yekhejmar[1] | Pirhejmar[2] | Yekhejmar[3] | Pirhejmar[4] |
çav | çavan | çar | çaran |
pîvaz | pîvazan | pênc | pêncan |
sêv | sêvan | şeş | şeşan |
dest | destan | deh | dehan |
ser | seran | sed | sedan |
11.1. Pirhejmariya hejmarnavan
Di tevahiya kurmancî de sazkirina formên pirhejmar yên hejmarnavan jî wek yên navdêran e:
Hejmarnavên pirhejmar bi forma xwe ya neçemandî wek navdêrên pirhejmar jî bi forma xwe ya neçemandî bêyî ti paşgir in:
- Heval hatin. (heval = navdêr)
- Heft hatin. (heft = hejmarnav)
Hejmarên pirhejmar bi forma xwe ya çemandî anku tewandî wek navdêrên pirhejmar jî bi forma xwe ya çemandî paşgira ”-an” werdigire:
- çar-an
- pênc-an
- deh-an
- bîst-an
- sed-an
- hezar-an
- milyon-an
Eger hejmar bi forma xwe ya xwerû bi vokalekê bi dawî were, hingê paşgir ”-yan” e:
- du-yan
- sê-yan
- si-yan (sî + yan)
- pênciyan
- heftêyan
- heştêyan
Di zimanê devkî de N-ya dawiyê dikeve:
- çara, şeşa, deha, bîsta, seda, hezara…
- sêya, duya, heftêya…
Di hin devokan de Ê-Y dibe IY
- sêya(n) > siya(n)
- heftêya(n) > heftiya(n)
- heştêya(n) > heştiya(n)
Di hin devokan de Y-ya paşgira ”-yan”ê jî nayê gotin:
- duyan > duya > dua (> duwa / diwa)
- sêyan > sêya > sêa
- heftêyan > heftêya > heftêa
Forma pirhejmar ya çemandî ya hejmarnavan hingê tê bikaranîn gava ku hejmarnav li cihê navdêrên pirhejmar yên çemandî bên xebitandin. Loma bo nimûne:
- Hevalan şîv dixwar. (heval = navdêr)
- Heftan şîv dixwar. (heftan = hejmarnav)
Lê gava ku hejmarnav berî navdêrên pirhejmar yên çemandî bên bikaranîn, hingê ne forma çemandî lê forma xwerû ya hejmaran tê emilandin:
- Heft hevalan şîv dixwar. (ne ”*heftan hevalan şîv dixwar” yan ”*heftan heval şîv dixwar.”)
Di kurdî de di halê pirhejmar yê navdêran û hejmarnavan jî bêcins e anku di rewşa pirhejmariyê de nêr û mê ji hev nayên cudakirin. Paşgira herdu cinsan ya pirhejmariya çemandî di kurmancî de ”-(y)an” (bi devkî ”-(y)a”) ye:
- Jin-an şîv dixwar > heft jin-an şîv di-xwar > heft-an şîv dixwar.
- Mêr-an şîv dixwar > heft mêr-an şîv dixwar > heft-an şîv dixwar.
Ji aliyê ravek û ravekirinê ve jî hejmarnav wek navdêran in. Di rewşa pirhejmar de ew jî wek navdêran di kurmanciya nivîskî de bi paşgira ”-(y)ên”[5] bi ravekerên xwe ve tên girêdan:
- çav-ên şîn (çav = navdêr)
- çar-ên şîn (çar = hejmarnav)
Ji bilî peyva ”yek” û ya ”sifr”, hejmarên din yên temam ji tebîetê xwe ve pirhejmar in. Bo nimûne, ”du, sê, deh, pêncî û çar, sed, hezar, milyon…” ji xwe ji yekê zêdetir in anku bi hêsanî pirhejmar in û wek pirhejmar tên bikaranîn. Lê heta hejmarên ”yek” û ”sifr” jî dikarin wek pirhejmar bên bikaranîn gava ku behsa çend ”yek”an yan jî çend ”sifran” tê kirin:
- Ez ê deh yekan binivîsim. (deh hejmar ”yek”)
- Her şeş sifrên li pey milyonê (1 000 000)
11.2. Cinsê hejmarnavan û yekhejmariya çemandî ya hejmarnavan[6]
Wek ku me li jor diyar kiriye, hemû hejmar dikarin di kurdî de bi formên xwe yên pirhejmar yên çemandî û neçemandî bên bikaranîn. Lê hemû hejmarnav dikarin di kurdî de herwiha wek yekhejmar jî bên xebitandin. Bo nimûne:
- sed-ek
- hezar-ek
- milyon-ek
Di rewşa neçemandî ya hejmarnavan de, wek di rewşa neçemandî yan navdêran de jî, di kurmancî de cinsê peyvan nediyar e. Bo nimûne, ji van peyvan bi xwe diyar nabe ka cinsê wan mê ye yan nêr e eger mirov cinsê wan nizane:
- navdêr: çav, gul, heval
- hejmarnav: deh, sed, hezar
Lê eger mirov van peyvan biçemîne yan jî rave bike, hingê cinsê wan diyar dibe.
Bo nimûne, peyva ”çav” wiha tê bikaranîn:
- wî çavî, çavê min (ji van formên çemandî û ravekirî diyar dibe ku peyva ”çav” nêr e ji ber ku ew wek peyva ”wî mêrî” û ”mêrê min” tê emilandin)
Peyva me ya duyem, ”gul” jî wiha tê îstîmalkirin:
- ”wê gulê, gula min” (ji van formên çemandî û ravekirî diyar dibe ku peyva ”gul” mê ye ji ber ku ew wek peyva ”wê jinê” û ”jina min” tê xebitandin)
Herçi peyva me ya sêyem anku ”heval” e, ew dikare bi van herdu awayan be:
- ”wê hevalê, hevala min” (anku mê, wek ”wê jinê, jina min”)
- ”wî hevalî, hevalê min” (anku nêr, wek ”wî mêrî, mêrê min”)
Bi gotineke din, di kurmancî de ji aliyê cinsî ve sê birrên navdêran hene:
- birrek herdem mê ye, bo nimûne ”gul”
- birrek herdem nêr e, bo nimûne ”çav”
- birrek ducinsî ye anku dikare mê yan jî nêr be û cinsê wê li gor kesa/ê yan heywana/ê amaje (referans) tê kirin diguhere, bo nimûne ”heval”
Lê madem ku ji aliyê cinsî ve sê birrên wiha yên navdêran hene, gelo cinsê rêzimanî yê hejmaran çi û çawa ye?
Ji ber ku piraniya hejmarnavan ji ekseriyeta rewşan de bi pirhejmarî tên bikaranîn, pirsa cinsê rêzimanî yê hejmaran kêm caran derdikeve pêş mirovî. Lê wek ku me li jor jî got, hemû hejmarên kurdî dikarin bi yekhejmarî jî biçemin û bên ravekirin û di çemandin û ravekirina wan ya bi yekhejmarî de, di kurmancî de bi zerûrî divê cinsê wan yê rêzimanî were diyarkirin.
Bo bersivdana vê pirsê, mirov dikare bi nimûneyan nêzîkî meseleyê bibe:
Hejmara ”yek” bi tebîetê xwe yekhejmar e. Tevî ku ew dikare wek pirhejmar jî were xebitandin (li jortir binêrin), ew bi piranî wek yekhejmar bê emilandin:
- Yek dibêje. (Wek ”heval dibêje”. ”Yek” neçemandî ye û jê ne diyar e ka kesa/ê ku dibêje jin e yan jî mêr e.)
- Yekê got. (Wek ”jinik-ê got”. ”Yek-ê” çemandî ye û jê diyar e ku mebest ji ”yekê” jinek/keçek e.)
- Yekî got. (Wek ”mêrik-î got”. ”Yek-î” çemandî ye û jê diyar e ku mebest ji ”yekî” mêrek/kurek e.
Ji nimûneyên me diyar dibe ku peyva ”yek” ji aliyê cinsê xwe yê rêzimanî ve ducinsî ye û cinsê ku tê bikaranîn li gor amaje û referansa cinsê kesa/ê yan heywana/ê mebest jê ye.
Hejmara din ya bi tebîî yekhejmar ”sifr” e. Bo cinsê rêzimanî yê vê peyvê, kerem bikin li vê nimûneyê binêrin:
- Hewa sar bûye û ketiye bin sifrê. (bin sifrê = kêmtir ji 0 derece celsius)
Ji nimûneya me diyar dibe ku peyva ”sifr” wek mê be hatiye xebitandin, bidin ber ”bin jinê”, ne wek nêr be, bidin ber ”bin mêrî”.
Gelo çima peyva ”sifr” wek mê lê ne wek nêr hatiye bikaranîn?
Sebeb ew e ku peyva ”sifr” di nimûneya me de li cihê ”sifr derece” hatiye emilandin. Ji ber ku ”derece” (yan hevwateya wê ya zimanê nivîskî ”pile”) di kurmancî de mê ye, cihê wê neqlî peyva ”sifr” bûye:
- ketiye bin sifr dereceyê > ketiye bin sifrê.
Mirov dikare bi heman awayî behsa hejmarên din jî bike:
- hejmara pênc ya li ser dîwarî nivîsandî > pênca li ser dîwarî nivîsandî
Peyva ”pênc” li vê derê wek peyveke mê hatiye ravekirin ji ber ku peyva cinsê rêzimanî yê peyva ”hejmar” mê ye.
Hejmarên ”deh, bîst, pêncî, sed, hezar” wek yekhejmar çemandî yan ravekirî bi taybetî di behskirina pareyên banknotî / kaxezî de tên kirin.
Li hin deveran ev hejmar wiha tên bikaranîn:
- dehê min, bîstê min, pênciyê min, sedê min, hezarê min
Li hin deveran jî wiha:
- deha min, bîsta min, pênciya min, seda min, hezara min
Ji ber van awayên ji hev cuda, hin caran hatiye texmînkirin ku di kurmanciya navendî de (desteya jortir) hejmarnav nêr in lê di kurmanciya rojhilatî de (desteya jêrtir) hejmarnav mê ne.
Rast e ku di nav komdevokan de ev awayên ji hev cuda hene. Lê sebeb ne cinsê rêzimanî yê hejmarnavan bi xwe lê cinsê rêzimanî yê peyvên ”banknot” yan ”kaxiz / kaxid” yên di van komdevokan de ye. Di kurmanciya navendî de bi piranî peyvên ”banknot, kaxez” nêr in anku mirov wiha dibêje:
- banknotê min, kaxezê min
Loma di kurmanciya navendî de mirov herwiha dibêje:
- dehê min, sedê min, hezarê min…
Di kurmanciya rojhilatî de peyvên ”banknot, kaxez/kaxed” mê ne anku mirov wiha dibêje:
- banknota min, kaxeza min
Loma mirov di kurmanciya rojhilatî de herwiha dibêje:
- deha min, seda min, hezara min…
Anku cinsê li hejmarnavê barkirî ji tesîra wê peyvê ye ku amaje û mexsed jê ye, ne cinsekî sabit yê hejmarnavê bi xwe ye.
Lê bi taybetî jî belkî xwandevanên hêja yên qisekerên kurmanciya rojhilatî bipirsin: Madem ku cinsê hejmarnavê herdem li gor navdêra cinsê rêzimanî yê navdêra meqsed e, çima mirov li cihê formên wek ”kesê çaran hat, barê pêncan hat” yên kurmanciya navendî, di kurmanciya rojhilatî de formên wek ”kesê çarê hat, barê pêncê hat” dibîne ku ”kesê” û ”barê” nêr in lê peyvên ”çarê” û ”pêncê” wek ku mê bin hatine çemandin?
Lê li vê derê peyvên ”çarê, pêncê” ne formên çemandî ji hejmarên bingehîn ”çar, pênc” in lê ew hejmarên rêzî yên bi wateya ”çarem, pêncem” in. Eger ew formên çemandî ji hejmarên ”çar, pênc” bûna, ew dê di kurmanciya navendî de jî wisa bûna lê wek ku em dizanin, di kurmanciya navendî de ew bi awayê ”kesê çaran, barê pêncan” in. Di kurmanciya navendî de jî ”çaran, pêncan” li vê derê ne formên çemandî ji hejmarên bingehîn ”çar, pênc” in lê hejmarên rêzî ne.
Bo ku em baş diyar bikin ku ”çarê, pêncê” di ”kesê çarê, barê pêncê” de bi rastî jî hejmarên rêzî ne, em dikarin wan li hin zimanên din jî wergerînin:
- kurmanciya rojhilatî: kesê çarê, barê pêncê
- kurmanciya navendî: kesê çara(n), barê pênca(n)
- kurmanciya nivîskî: kesê ca_rem(în), barê pêncem(în)
- soranî: kesî çwarem(în), barî pêncem(în)
- inglîzî: fourth person, fifth load
- tirkî: dördüncü kişi, beşinci yük
Anku li vê derê jî mesele ne ew e ku hejmarnav bi xwe bi awayekî sabit di kurmanciya rojhilatî de mê bin lê mesele li vê derê ew e ku di kurmanciya rojhilatî de hejmarên rêzî bi paşgira ”-ê” tên çêkirin.
Li aliyekî din, hin kes dê bipirsim: Madem ku hejmarnav bi xwe ne nêr bin, çima em dibêjin ”bîstê mehê, çarê gulanê, dehê sibatê” û hwd. wek ku ew nêr bin tevî ku peyva meqsed anku ”roj” bi xwe mê ye?
Berî bersivdana vê pirsê divê were bibîranîn ku forma serdesttir ji ”bîstê mehê, çarê gulanê, dehê sibatê” û hwd. anku awayê bi paşgira ”-ê”, awayê ”bîstî gulanê, çarî gulanê, dehî sibatê” û hwd. anku awayê bi paşgira ”-î” ye.
Li vê derê jî mesele ne ew e ku ”-ê” raveka nêrîtiyê be lê ”-ê” yan jî hê serdesttir ”-î” li vê derê daçek e. Bo fehmkirina vê rastiyê, kerem bikin em li van nimûneyan binêrin:
- nêzîk-î min e, nêzîk-ê min e
- dûr-î min e, dûr-ê min e
- êrişî me kir, êrişê me kir
- temaşe-yî televizyonê dikin, temaşe-yê televizyonê dikin
Li vê derê paşgirên ”-î” yan ”-ê” ne ravek ku peyva raveber bi peyva raveker ve girê bidin lê ew daçekek in ku kêm-zêde hevwateya daçeka ”li” (carinan jî daçeka ”ji”) ye. Kerem bikin em nimûneyên li jor bi awayekî din bibêjin:
- li nêzîk min e, li min nêzîk e
- ji min dûr e
- êriş li me kir
- li televizyonê temaşe kir
Wek çawa ku mirov ”-î / -ê” di nimûneyên li jor de ne ravek lê daçek e, wisa ”-î / -ê” di nimûneyên wek ”bîstî / bîstê mehê, çarî / çarê gulanê, dehî / dehê sibatê” û hwd. de daçek e, heçku mirov bibêje ”roja deh li wê mehê, roja çar li meha gulanê, roja deh li meha sibatê” û hwd.
Kurt û kurmancî: Gengeşe û duberiyên ”hejmarnav nêr in” û ”hejmarnav mê ne” bêwate ne ji ber ku hejmarnav ducinsî ne û cinsê wan di bikaranînê li gor navdêra ku meqsed jê ye lê tê barkirin.
[1] Forma xwerû/neçemandî ya yekhejmar.
[2] Forma çemandî ya pirhejmar.
[3] Forma xwerû ya yekhejmar.
[4] Forma çemandî ya pirhejmar.
[5] Di hin devokan de ev paşgir bi awayê ”-(y)êt, -(y)êd, -(y)ê” ye: çarêt şîn, çavêd şîn, çarê şîn”.
[6] Heta niha li ser cinsê rêzimanî yê hejmaran û çemandin û ravekirina hejmarnavên kurmancî kêm hatiye nivîsîn. Yek ji kesên pêşîn yên li ser mijarê nivîsandî Celadet Bedirxan e ku idia dike cinsê hejmaran nêr e. Kesekî din ku li ser mijarê nivîsiye Arif Zêrevan e ku – berevajî – C. Bedirxanî – dibêje ku cinsê rêzimanî yê hejmarnavan mê ye. (http://www.nefel.com/epirtuk/pdf/arif_zerevan_bingehen_rastnivisandine_02.pdf?NR:60) Li pey Arif Zêrevanî, îcar Zana Farqînî dest avêtiye mijarê û vegeriye ser texmîna Celadet Bedirxanî. (http://www.amidakurd.net/qunciknivis/zayend-tewanga-jimarnavan 6/2007) e. Mixabin Farqînî di mijarên hejmarnavan tevlihevkirin e: ravekirina/tewanga hejmaran û daçek. Bo nimûne, ew gotinên wek ”Îroj yekê gulanê ye” wek isbata wê pêşkêş dike ku hejmarnav nêr in. Lê di rastiyê de di ”yekê gulanê” yan jî hê rasttir ”yekî gulan” de ”yekê/yekî” ne forma ravekirî ya peyva ”yek” e lê ”yekî gulanê” yan ”yekê gulan”ê kurtkirina daçekî ji forma ”yek li gulanê” ye wek çawa ku ”nêzîkî min” û ”nêzîkê min” jî kurtkirinên forma ”nêzîk li min” yan ”li min nêzîk” in. Farqînî herwiha formên kurmanciya rojhilatî (behdînî) yên wek ”sala 1996ê” wek isbata wê yekê pêşkêş dike ku hejmarnav di kurmanciya rojhilatî de mê ne. Lê paşgira ”-ê” di kurmanciya rojhilatî de sazkera hejmarên rêzî ye wek çawa ku di kurmanciya navendî de paşgira ”-an” (bi devkî ”-a”) jî sazkera hejmarên rêzî ye. ”Sala 1996ê” ya kurmanciya rojhilatî û ”sala 1996an” ya kurmanciya navendî di rastiyê de ji aliyê rêzimanî ve maneya ”sala 1996em” dide (bi inglîzî heçku mirov bibêje ”1996th year” yan jî heçku mirov bi tirkî bibêje ”1996’ncı yıl”). Wek ku em ê li jêr aşkere bikin, bi qenaeta me, van her sê kesan hinek rast û hinek jî şaş kiriye. Berevajî wan alîgirên mêyîtî yan nêrîtiya hejmarnavan, em ê hewl bidin isbat bikin ku hejmarnav bi xwe ne mê yan nêr in lê cinsê wan li gor amaje û referansa wan diyar dibe. Bi gotineke din, hejmarnav nêr tên bikaranîn gava ku navdêrê ew qest jê dikin nêr e û mê tên xebitandin gava ku navdêrê meqsed jê mê be.
[…] Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9 […]
LikeLike
[…] Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9 […]
LikeLike
[…] pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9, beşa 10, […]
LikeLike
[…] pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9, beşa 10, beşa 11, beşa […]
LikeLike