Hejmar û hejmarsazî (beşa 13)

Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7beşa 8beşa 9, beşa 10, beşa 11beşa 12

Husein Muhammed

husein muhammed

15. DENGNASIYA HEJMARAN

Di dengnasiya hejmaran de bi kêmî ev her sê tişt giring in: peydabûna dengan di hejmaran de, guherîna dengên hejmaran û kirpandina anku girankirina kîteyên hejmaran.

Ji bilî navên hejmarên ”sifir, milyon, milyar” û navên hejmarên mezintir (û herwiha hejmara rêzî ”ewil” û varyantên wê), hemû hejmarên din yên di zimanê kurdî de bi eslê xwe xwemalî û ji rehên hindûewropî û/yan îranî ne. Loma dengnasiya wan hejmaran jî wek prensîp divê li gor dengnasiya giştî ya zimanê kurdî be. Lê dîsa jî hejmarnav bi dengnasiya xwe hin taybetmendiyên din hene ku di birrên din yên peyvan de yan peyda nabin yan jî nadir in. Em ê behsa van taybetmendiyên dengnasiya hejmarnavan di beşa ”15.1. Peydabûna dengan di hejmaran de” bidin.

Di jêrbeşa ”15.2. Guherîna dengên hejmaran” de em ê li xusûsiyetên giştî yên guherîna dengên hejmaran binêrin, bi taybetî gava ku hejmarên pêkhatî ji hejmarên sade tên çêkirin.

Di jêrbeşa dawiyê ya vê beşê de anku di ”15.3. Kirpandina hejmaran” de em ê berê xwe bidinê ka di kurdî de kîjan kîteya yan hejmarê tê kirpandin an girankirin û ka kirpandina hejmaran li gel birrên din yên peyvan hevgir e yan jî nakok e.

 

15.1. Peydabûna dengan di hejmaran de

Li pêştir li ber her navê her hejmarê bi dirêjahî hatiye behskirin ka ew peyv çawa tê nivîsîn û gotin. Loma li vê derê em ê yek bi yek ji

Ji ber ku piraniya hejmarnavên kurdî xwemalî ne û pir ji mêj ve ye ku di zimanê me de tên bikaranîn, mirov texmîn dike ku ew dê di gor qeyd û bendên giştî yên dengên kurdî bin. Ev bi piranî rast e. Lê eger mirov hinekî kûrtir lê binêre, dê bi hêsanî bibîne ku hejmareke ne kêm ya diyarde û fenomenên dengnasî di hejmarnavan de hene ku di dengnasiya kurdî ya giştî de nadir û heta xerîb in jî.

Ji hejmarnavên xwerû, bi kêmî di van hejmaran de ji aliyê dengnasiya zimanê kurdî de hin tiştên ecêb hene:

  • yek, du, heft, sed

Herwiha di hemû varyantên navê hejmara 90 de jî (not, nod, newet, newed, nehwêt, nehwêd, nehwêrt…) li gor şertên giştî yên dengnasiya kurdî tiştên seyr û sosret hene.

Kerem bikin em yek bi yek li van hejmaran binêrin û cudahiyên wan yên ji dengnasiya giştî ya kurdî diyar bikin.

 

Yek

Navê hejmara ”yek” yek ji kêm peyvên kurdî ye ku bi dengê Y dest pê dike.

Ne tenê Y li destpêka peyvên xwemalî yên kurdî nadir e lê kurdî adeten kurdî dengê Y ji peyvên esil-biyanî jî diavêje. Loma di kurmancî de ”Yûsif, Ye’qûb” yên ji erebî wergirtî[1] bûne ”Ûsiv, Aqob” û peyvên tirkî yên wek ”yaprak, yol, yürüyüş” bûne ”aprax/îprek, ol, êriş”[2].

Di zimanên kevn yên îranî de dengê Y hinekî li destpêkê peyda dibû lê ew adeten di zimanên îranî yên nû de bûye C yan J. Loma bo nimûne ”yesne-” ya avestayî niha di farisî de ”ceşn” û di kurdî de ”cejn” e. Peyva ”yehûd” ya ji berê ve ji zimanên samî ketî zimanên îranî êdî di kurdî de bûye ”cihû”.[3]

Herçi çend peyvên xwemalî yên bi Y dest pê dikin in, bo nimûne ”yar” û ”yarî”, tarîxiyen li destpêka wan ”e-” hebû ku paşî jê ketiye. Bo nimûne pehlewî ”eyar” lê kurdî û farisî ”yar”.

Eger em ji aliyê dîrokî ve li peyva ”yek” binêrin, bi eslê xwe dengê Y li destpêka wê tine bû. Bo nimûne, avestayî ”eêwe”, sanskrîtî ”êke”, latînî ”unus”, inglîzî ”one”, rûsî ”odîn”…

Niha di piraniya devokên kurdî de û herwiha di farisî de jî Y li destpêka vê peyvê heye. Lê di kurdî de jî li hin deveran Y li destpêka wê peyda nabe. Bo nimûne, di kurmanciya rojhilatî de forma serdest ”êk” e. Di zazakî de di hin devokan wek ”jew, jû” tê gotin (li şûna forma ”yew” ya hin devokên din yên zazakî). Anku Y-ya vê peyva zazakî wek Y-yên din yên destpêkê di zimanên îranî de bûye C/J.

Anku dengê Y li destpêka peyva ”yek” gelek ecêb e. Di peyvên din de Y yan ji destpêkê ketiye yan jî guheriye lê di ”yek”ê de ew li peyvê zêde bûye! Sebebê zêdebûna wê li navê hejmara 1 nayê zanîn.

 

Du

Peyva ”du” (2) yek ji kêm peyvan e ku dengê U li dawiya wê peyda dibe. Peyvên din ”tu” ya cînavê duyem yê yekhejmar û peyvika ”tu/çu” (hîç) e lê ev peyv jî di axiftinê de gelek caran dibin ”ti/çi”.

Di soranî de navê hejmara 2 adeten wek ”dû” tê gotin û nivîsîn. Dengê Û ji dengê U zêdetir li dawiya peyvan peyda dibe, bo nimûne ”bû, çû, dû(v), gû, kû (li kû?), mû, rû, sû (sûn, hesûn), şû (şû kirin), tû (dara tûyê)”.

Lê navê hejmara 2 di kurmancî de zêdetir bi dengê U ye û standard jî wisa tê nivîsîn. Dengê sekunder yê hejmara 2 di kurmancî de ”di” ye. Lê ne ”u” û ne jî ”i” bi berfirehî nayên dawiya peyvan – dengê ”i” hinekî ji dengê ”u” zêdetir ji ber ku ew di daçekên ”bi, di, ji, li” de peyda dibe.

 

Heft

Dengê H wek di navên Hesen û Hisên de (bi alfabeya erebî ح) bi texmîna hin kesan dengekî erebî ye ku di peyvên kurdî yên xwemalî de peyda nabe. Lê hemû kurmancîaxiv û soranîaxiv[4] vî dengî di navê hejmara ”heft” (7) de dibêjin. Bi gotineke din, navê hejmara ”heft” bi H-ya wek di navê Hesenî de tê gotin, ne wek H-ya di peyva ”heval” de[5] tevî ku ”heft” peyveke esil-kurdî ye û ti têkiliya wê bi erebî ve nîne (di erebî de navê hejmara 7 ”seb’e” ye).

Di kurmanciya navendî de gelek peyvên din jî yên xwemalî anku xwerû kurdî bi H-ya wek di navê Hesenî de tên gotin, bo nimûne ”hemû, hezar, hirç, heyşt / heşt”. Lê di kurmanciya rojhilatî û soranî de ev hemû bi H-ya wek ”heval” tên bilêvkirin û tenê ”heft” bi H-ya wek di navê Hesenî de tê gotin.

Kurmancî û soranî bi piranî H-ya wek di navê Hesenî de di peyvên ji erebî wergirtî de diparêzin, bo nimûne ”hîle, helal, heram, hewz, hefs” lê di peyvên xwemalî de di kurmanciya rojhilatî û di soranî de tenê di peyva ”heft” de H-ya Hesenî heye.

Ev ji aliyê dengnasî ve tiştekî ecêb e ji ber ku di eslê navê hejmara 7 de H-ya wek di navê Hesenî tine bû û wek din jî di zimanên îranî û zimanên hindûewropî de ev deng nadir an nedîtî ye. Tişta hê jî ecêb ew e ku peyvên ji ”heft”ê çêkirî yên wek ”hefte/heftî (7 roj), heftê (70), heftsed (700)” bi heman H-ya wek ”heft” (H-ya Hesenî) ne lê ”hevde/hivde” (17) di kurmanciya rojhilatî de dîsa bûye H-ya wek di peyva ”heval” de.

 

Sed

Navê hejmara ”sed” bi awayan ji aliyê dengnasî ve ecêb e. S-ya wê di nav zarên kurdî de qet nebe di kurmancî û soranî de bi S-ya qelew e (bi alfabeya erebî ص) wek ”se(g)” anku ”kûçik”. Di farisî de niha ew bi S-ya zirav tê gotin lê ji awayê nivîsîna wê (صد) diyar e ku demekê ew di farisî de jî bi S-ya qelew dihat gotin.

S-ya qelew di kurdî de di gelek peyvên din de jî heye, bo nimûne ”sal, sar, sond” lê adeten ew tenê li berî vokalên A, O peyda dibe û li pêş vokala E di peyvên xwemalî de hema-hema nedîtî ye, ji bilî peyva ”sed” bi xwe û herwiha peyva ”se(g)” anku ”kûçik”.

Tiştê din yê ji aliyê dengnasî ve ecêb di peyva ”sed” de D-ya li dawiya wê ye. Adeten di kurdî de di peyvên xwemalî de D ji pey vokalan ketiye. Loma bo nimûne di farisî de mirov dibêje ”bad, bûd” lê di kurmancî û soranî de ”ba, bû” û di zazakî de ”va, bî”.

Di nav peyvên xwemalî yên kurdî de ti peyveke din nabînim ku D li pey vokalê nabe ji bilî peyva ”sed”. Di rastiyê de di zazakî de D di vê peyvê de nîne û loma mirov bi wî zarî dibêje ”se” (pirhejmar ”sey”). Lê kurmancî û soranî forma ”sed” ya D li dawiyê bi kar tînin ku li gor dengnasiya giştî ya kurdî ecêb e. Sebebê parastina D li dawiya peyva ”sed” (yan jî vegerandina D-ya ji dawiya wê ketî) mimkin e ku bi mebesta rêgirtina li ber şaşkirina hejmara 100 li gel hejmarên 3 û 30 be çunkî eger 100 ”se” bûya, dê di axiftin û bihîstinê de şaşbihîstina wê li gel ”sê” û ”sî” hêsan bûya. Yan jî mimkin e – û belkî ihtimal e – jî ku kurmancî û soranî bi çavkirina li farisî forma ”sed” parastibe yan jî forma ”sed” dîsa li cihê ”se” bi cih kiribe.

 

15.2. DENGGUHERÎN DI HEJMARSAZIYA KURDÎ DE

Gava ku navên hin hejmarên mezintir ji hejmarên biçûktir tê çêkirin, hin guherînên dengî di hejmaran de peyda dibin. Bo nimûne, li van hejmaran binêrin:

  • heft / hevde, hivde / hef(t)sed, hef(t)sid
  • heşt / hejde, hijde / heş(t)sed, heş(t)sid
  • pênc / pên(c)sed, pênc(c)sid
  • deh / çarde(h)

Guherînên dengî yên navbera hejmarên 1 – 9 û hejmarên 11 – 19 li gel nasandina hejmarên 11 – 19 yek bi yek hatine behskirin û sebebên wan dengguherînan yên dîrokî li wê derê hatine pêşkêşkirin.

Ji bilî sebebên dîrokî yên cudahiyên van dengan, wek din dengguherîn li gor dengnasiya giştî ya zimanê kurdî ne.

 

Sivikbûna koma konsonantî

Yek dengguherînên serekî ketina yek ji sê konsonantan e gava ku ew tên ber hev. Loma “heft + sed” di gotinê de dibe “hefsed” anku T ji komkonsonantên FTS dikeve. Herwiha “heşt + sed” dibe di axiftinê de dibe “heşsed” anku T ji koma ŞTS dikeve. Herwiha “pênc + sed” di gotinê de dibe “pênsed” anku C ji koma NCS dikeve.

Ev diyarde ne tenê di hejmaran de lê herwiha di birrên din jî yên peyvan de diyar dibe. Bo nimûne:

  • dest + -mal à destmal à desmal
  • dest + -pêk à destpêk à despêk
  • pênc + şem à pêncşem à pênşem (herwiha à pêşem)

 

Dengguherîn ji ber tesîra lerzê

Guherîna din ya giştî veguhastina dengên bilerz F / Ş bi hevberên wan yên bilerz V / J ye ji ber peyva li pey tê ku “-deh” e anku bi dengê D dest pê dike ku ew jî wek V / J dengekî bilerz e:

  • heft + deh à *heftdeh à *hefdeh à hevdeh
  • heşt + deh à *heştdeh à *heşdeh à hejdeh

 

Ketina H ji dawiya hejmarnavan

Ketina yan peydabûna dengê H di gelek zimanên din de jî di hin peyvan de ne sabit e. Ew dikare ji peyvên heyî bikeve yan li peyvên ku berê tê de tine bû zêde bibe. Di soranî de ew qet li dawiya peyvê nemaye. Di kurmancî de ew wek prensîp li her dera peyvê peyda dibe. Lê ew dikare di hin peyvên ji eynî rehî de hebe û zerûrî be û din yên din yên dîsa ji heman rehî de peyda nebe.

Bo nimûne, piraniya kurmancîaxivan hejmara 10 bi navê ”deh” dinasin ku H tê de heye. Di kurmancî de herwiha li dawiya navên hejmarên 11 – 19 li piraniya deverên kurmancîaxiv peyva “deh” heye (yazdeh, diwazdeh, sêzdeh, çardeh…) lê piraniya kurmancîaxivan wê bêyî H-ya dawiyê dibêjin (yazde, diwazde, sêzde, çarde…)

 

Guherîna E bi I

Tarîxiyen piraniya E-yên peyvên hindûewropî yan îranî di kurmancî de (û bi rêjeyeke mezin lê ne bi qasî kurmancî herwiha di soranî de jî lê ne di zazakî yan farisî de) bûne I. Loma bo nimûne zazakî “keredene, berdene, merdene, wesar” û farisî “kerden, borden, morden, behar” lê soranî “kirdin, birdin, mirdin, behar” û kurmancî “kirin, birin, mirin, bihar”.[6]

Guherîna E bi I di kurmancî de bihêz e lê tiştê ecêb ew e ku em vê dengguherînê li gel navên hejmarên 1 – 9 nabînin. Loma em dibêjin “yek, şeş, heft, heşt, neh”, ne “*yik, *şiş, *hift, *hişt, *nih”. Anku dengnasiya hejmarnavên 1 – 9 li gor dengnasiya giştî ya kurmancî hinekî surprîz e.

Lê gava ku em li hejmarên mezintir binêrin, em dikarin bi hêsanî bibînin ku li hinek deveran hewl tê da ku di hejmaran de jî E bikin I. Bo nimûne:

  • “hivde(h)” li şûna “hevde(h)” (di peyva “heft” de E heye lê di “hivde” de bûye I)
  • “hijde(h)” li şûna “hejde(h)” (di peyva “heşt” de E heye lê di “hijde” de bûye I)

Hemû kurmancîaxiv navê hejmara 100 ya serbixwe wek “sed” anku bi dengê E dibêjin. Lê gava ku behsa ji yekê sêdetir sedan tê kirin, hinek dever (lê ne hemû) dengê E di peyva “sed” de bi I vediguhêzin:

  • “dusid” li şûna “dused”
  • “sêsid” li cihê “sêsed”
  • “nehsid” ji dêlva “nehsed”

 

15.3. Kirpandin di hejmarnavan de

Di dengnasiyê de mebest ji kirp an kirpandinê (bi inglîzî “stress”) ew e ku kîteyek an beşek ji peyvê ji kîteyên din girantir an xurttir tê gotin. Li gor qeyd û benda giştî kîteya dawiyê ya navdêr, rengdêr û lêkerên (lê ne hokerên) neçemandî û bêravek tê kirpandin anku girankirin an xurtkirin.[7] Bo nimûne (kîteya kirpandî hatiye qelew hatiye nivîsîn):

  • navdêr: havîn, zivistan, welat
  • rengdêr: mezin, biçûk, qelew
  • lêker: kirin, gotin

Eger peyv yekkîteyî be, hingê ew kîte tê kirpandin anku hemû peyv kirpandî ye.

Di meseleya kirpandin û girankirina dengî de hejmarnav bi piranî (bo istisnayan li jêrtir binêrin) jî wek navdêr, rengdêr û lêkerên neçemandî û bêravek in anku kirpandina li dawiya peyva neçemandî û bêravek e.

 

Kirpa hejmarên bingehîn

Ji ber ku hemû navên hejmarên 1 – 9 yekkîteyî ne, ew nav bi tevahiya xwe ve kirpandî anku xurtkirî tên gotin. Anku:

  • yek, du, sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh

Ji hejmarên mezintir jî ev yekkîteyî ne:

  • deh, bîst, sî/sih, çil, şêst, not, sed

Piraniya hejmarên din yên kurdî dukîteyî yan dirêjtir in.

Navên hejmarên 11 – 19 di kurmancî de xwedî du desteyên ji hev cuda ne lê navên herdu destan jî bi piranî dukîteyî ne û kîteya dawiyê (anku kîteya duyem) kirpandî an girankirî ye (di nimûneyan de beşa kirpandî hatiye qelewkirin):

  • desteya yekem (kurmanciya rojhilatî û kurmanciya navendî): yaz-de, sêz-de, çar-de, paz-de, şaz-de, hev-de, hej-de, noz-de[8]
  • desteya duyem (kurmanciya rojavayî): dew-yek, dew-du, dew-, dew-çar, dew-pênc, dew-şeş, dew-heft, dew-heşt, dew-ne(h)

Di desteya yekem de navê hejmara 12 wek “di-waz-de(h), du-waz-de(h), di-wanz-de(h)” tê nivîsîn anku wek ku sêkîteyî be. Lê di rastiyê de “diwaz- / duwaz- / diwanz- / duwanz-“ wek “dwaz- / dwanz-“ anku wek yekkîteyî tên gotin.

Hejmarên desteya duyem gelek caran di zimanê nivîskî de bi awayê “de-hû-yek-, de-hû-du, de-hû-sê…” tê nivîsîn heçku sêkîteyî bin lê di axiftinê de tenê dukîteyî ne û wek “dew-yek, dew-du, dew-sê…” tên gotin. Lê di vê desteyê de navê hejmarên 12 û 13 herwiha varyantên “dew-di-du” û “dew-si-” jî hene ku bi rastî jî sêkîteyî ne û kîteya sêyem jê kirpandî ye.

Ji dehhejmaran navên hejmarên 50, 70, 80 dukîteyî ne:

  • pên-, hef-, heş

Navê hejmara 90 bi formên xwe yên serdest “not, nod” yekkîteyî ye lê di hin devokan de bi van forman e dukîteyî ne û kîteya wan ya duyem/dawiyê kirpandî ye:

  • nehwed / nehwet / nehwêt / nehwêd / nehwêrt

Navê hejmarên sedhejmarên 200 – 900 dukîteyî ne û dîsa kîteya duyem

  • dused, sêsed, çarsed

Navê hejmarên 1 000, 1 000 000 û 1 000 000 000 dukîteyî ne û dîsa kîteya duyem/dawiyê kirpandî ye:

  • he-zar, mil-yon, mil-yar

Herwiha “bil-yon” û “tril-yon” jî dukîteyî ne lê “kat-ril-yon” û hin hejmarên mezintir sêkîteyî yan dirêjtir in. Lê dîsa jî kîteya dawiyê kirpandî ye.

Navê hejmara 0 carinan wek “sifr” û carinan jî wek “sifir” tê nivîsîn. Ji aliyê dengnasî ve ew “sifr” anku yekkîteyî ye. Eger ew wek dukîteyî were hesibandin, hingê kîteya yekem kirpandî ye anku “sifir”. Ev ne li gor dengnasiya hejmarên kurdî ye û loma çêtir e ku mirov wê wek yekkîteyî bihesibîne û wek “sifr” binivîse.

 

Kirpa hejmarên rêzî

Kirp an giraniya peyvê di hejmarên rêzî de ne li ser paşgira “-em, -emîn, -a(n), -ê” lê li ser kîteya dawiyê ya wê hejmara bingehîn e ku hejmara rêzî jê hatiye dariştin:

  • yekem, yekemîn, ye
  • duyem, duyemîn, duyan / diduyan, du
  • dehem, dehemîn, dehan, de
  • bîstem, bîstemîn, bîstan, bîs

Di vê diyardeyê de paşgirên sazkirina hejmarên rêzî ji wek paşgirên çemandin û ravekkirinê ne, ne wek paşgirên peyvsaz in.[9]

 

Hejmarên hevnivîs lê ne hevkirp

Peyvên “heftê” û “heştê” hem navên hejmarên bingehîn yên 70 û 80 ne û hem jî formên çemandî yên hejmarên 7 û 8 in û herwiha di kurmanciya rojhilatî de navên hejmarên rêzî yên 7 û 8 in:

  • Heftê kes li wê derê bûn. (70 kes)
  • Destê min li heftê ket. (Li hejmara 7).
  • Ew di pêşbirkê de bû yê heftê. (yê heftem – piştî şeşên din)

Lê gava ku mebest hejmarên 70 û 80 be, hingê giraniya peyvê li ser kîteya dawiyê ye:

  • hef, heş (wek pên, newet/nehwêt…)

Lê gava ku mebest ji “heftê” û “heştê” hejmarên rêzî yên 7 û 8 an jî formeke çemandî ji hejmarên 7 û 8 be, hingê kîteya yekem kirpandî ye ji ber ku paşgirên çemandin û girêdanê nekirpandî ne û giranî li ser kîteya dawiyê ya beşa neçemandî ya peyvê ye:

  • heftê, heştê (wek “yekê, duyê, yê, çarê, pêncê…”)

 

__________________________

TÊBÎNÎ

[1] Erebî bi xwe jî ew ji îbrî/îbranî wergirtine.

[2] Di soranî de herwiha ”yavaş, yonca” yên tirkî jî bûne ”hêwaş, wênce” (hêdî, nefel).

[3] Ketina D ji paş vokalan di kurdî de diyardeyeke giştî ye, bo nimûne farisî ”bad, bûd” lê kurdî ”ba, bû”.

[4] Lê ne zazakîaxiv û farisîaxiv.

[5] Bi alfabeya kurdî-erebî mirov navê vê hejmarê wek حه‌فت dinivîse (H-ya wek ”Hesen”), ne wek هه‌فت (H-ya wek ”heval”).

[6] Di soranî de guherîna E bi I ne hindî kurmancî bihêz e loma daçekên soranî E parastiye “be, de, le” lê kurmancî E di wan de jî kiriye I “bi, di, li, ji” – hevreha “ji” ya kurmancî di soranî de nemaye.

[7] Bo giranî û kirpê di dengnasiya kurdî de bi berfirehî binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/04/girani-di-dengnasiya-kurdi-de/

[8] Li vê derê me tenê varyanteke navên nav hejmaran daye lê ji aliyê kirpandinê ve varyantên din jî (bo nimûne “yazdeh, yanzde, yanzdeh” yan “yanze” ya soranî) bi eynî awayî ne anku dukîteyî ne û kîteyam dawiyê/duyem kirpandî anku girankirî ye.

[9] Bo paşgirên peyvsaz, binêrin: https://zimannas.files.wordpress.com/2016/08/peyvsazi-kiteb1.pdf

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s