Navên hejmaran û hejmarsazî (3)

Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2

dehgir

Husein Muhammed

5. HEJMARÊN DEHGIR

Navên hejmarên dehgir anku 11 – 19 di kurmancî û zazakî de bi du desteyên serekî peyda dibin.

Di desteya kevnar, standard û – bi kêmî di kurmancî de – serdest de navê hejmarê ji formeke navê tilhejmarê li destpêkê formeke navê hejmara 10 jî li dûv wê ava bûye. Bo nimûne:

  • desteya tilhejmar + -deh: 14 = çardeh (çar-deh, 4 + 10)

Desteya duyem ji formeke navê hejmara 10 li destpêkê, peyvika ”û” li navê û navê tilhejmarê jî li dawiyê ava bûye:

  • desteya deh + tilhejmar: 14: dehûçar (deh-û-çar, 10 + û + 4)

5.1. Desteya deh + tilhejmar

Desteya deh + tilhejmar ji navê hejmara 10 li destpêkê, peyvika ”û” li navê û navê tilhejmarê jî li dawiyê pêk tê.

Di eslê xwe de navê hejmarên 11 – 19 li gor vê desteyê wiha ye:

Hejmarên 11 – 19 li gor desteya deh + -û- + tilhejmar (bi nivîskî)
11 dehûyek
12 dehûdu[1]
13 dehûsê[2]
14 dehûçar
15 dehûpênc
16 dehûşeş
17 dehûheft
18 dehûheşt
19 dehûneh

Lê di pratîkê de di piraniya devokên kurmanciya rojavayî de formên wisa li kar in ku tê de H-ya peyva ”deh” ketiye[3] û peyvika Û li pey vokala peyva ”de-” bûye W û encameke wiha jê derketiye:

Hejmarên 11 – 19 li gor desteya deh + -û- + tilhejmar (devokên kurmanciya rojavayî)
11 dewyek
12 dewdu[4]
13 dewsê[5]
14 dewçar
15 dewpênc
16 dewşeş
17 dewheft
18 dewheşt
19 dewneh[6]

Desteya deh + tilhejmar di kurmanciya rojavayî de li kar e. Ew herwiha di zazakî de, bi taybetî jî di zazakiya bakurî anku li Dêrsimê û derdorên wê serdest e yan jî niha êdî tekane alternatîv e.

Hejmarên 11 – 19 li gor desteya deh + -û- + tilhejmar (bi zazakiya nivîskî)
11 desûyek
12 desûdi
13 desûhîrê
14 desûçar
15 desûpanc
16 desûşeş
17 desûhewt
18 desûheşt
19 desûnew

Ji aliyê dîrokî ve desteya deh + tilhejmar ji desteya tilhejmar + deh nûtir e. Di piraniya reha û mitleq ya zimanên îranî de navê hejmarên 11 – 19 bi desteya navê tilhejmar + deh e (li jêrtir binêrin).

Desteya deh + tilhejmar dikare ji ber tesîra tirkî be ji ber ku di tirkî de jî navê hejmarên 11 – 19 bi navê ”deh” (bi tirkî ”on”) + navê tilhejmarê tê avakirin, bo nimûne:

  • 11: onbir (ji ”on = deh” + ”bir = yek)
  • 14: ondört (ji ”on = deh” + ”dört”)

Lê hêjayî gotinê ye ku di tirkî de hevwateya peyvika ”û” ya kurdî (bi tirkî ”ve”) di navbera ”deh”ê û tilhejmarê de nîne. Loma qalibê kurdî û yê tirkî li vê derê ne bi temamî wek hev in:

  • qalibê kurmanciya rojhilatî: deh + û + tilhejmar
  • qalibê tirkî: on (deh) + tilhejmar

Qalibê hejmarên 11 – 19 yên kurmanciya rojavayî di rastiyê de wek qalibê hejmarên mezintir yên kurdiya giştî, bidin ber hev:

  • dehûçar (deh-û-çar)
  • bîstûçar (bîst-û-çar)
  • heftêûçar (heftê-û-çar)

Di rastiyê de di zimanên kevn yên îranî de hemû hejmarên 11 – 99 bi qalibê tilhejmar + dehhejmar bûn. Bo nimûne:

  • avestayî: 25 pença-ce-vîseyti (peyv bi peyv: pênc-û-bîst)

Qalibên wiha hê jî di hin zimanên hindûewropî de hene. Bo nimûne:

  • almanî: 25 fünfundzwanzig < fünf und zwanzig (peyv bi peyv: pênc-û-bîst)
  • peştûyî: 25 pincê wîşt (pênc-bîst)

Piraniya zimanên hindûewropî di hejmarên ji bîstê mezintir de dest jî vî qalibî berdaye û dehhejmarê li berî tilhejmarê rêz dikin. Bo nimûne navê hejmara 25 bi hin zimanên din (wergera peyv-bi-peyv di kevanokan de):

  • inglîzî: twenty-five (bîst-pênc)
  • fransî: vingt cinque (bîst pênc)
  • rûsî: dvadçati pyati (bîst pênc)

Li derveyî zimanên hindûewropî, bo nimûne di erebî de jî peyvrêziya hejmarên 11 – 99 wek di almanî de ye:

  • 25: xemse we ‘işrûn (pênc û bîst)

5.2. Desteya tilhejmar + 10

Tevî ku di piraniya zimanên hindûewropî de peyvrêziya navên hejmarên 21 – 99 ji formûlaya ”tilhejmar + dehhejmar” veguheriye qalibê ”dehhejmar + tilhejmar”, dîsa jî di navê hejmarên 11 – 19 de bi piranî formûlaya ”tilhejmar + deh” hatiye parastin. Di vê sîstemê de navê hejmara biçûktir berî navê hejmara 10 tê.

Kerem bikin em li navê hejmarên 11 – 19 bi kurmancî binêrin û paşî wan li gel formên zar û zimanên din yên lêzim bidin ber hev û behsa çêbûna wan bikin:

Hejmar Forma serekî Formên din Bidin ber[7]
11 yazde(h) yande(h) ”yek-deh”
12 diwazde(h) dozde(h), dazde(h), diwanzde(h), donzde(h), danzde(h) ”du-deh”
13 sêzde(h) ”sê-deh”
14 çarde(h) ”çar-deh”
15 pazde(h) panzde(h) ”pênc-deh”
16 şazde(h) şanzde(h) ”şeş-deh”
17 hevde(h) hivde(h) ”heft-deh”
18 hejde(h) hijde(h), hîjde(h) ”heşt-deh”
19 nozde(h) ”neh-deh”

Çawaniya çêbûna vê desteya hejmaran baş ji navê hejmara 14 ”çar-deh” baş diyar dibe. Wek din, di navê hemû hejmarên din yên 11 – 19 de guherîn peyda bûye anku ne yekser ji tilhejmara xwerû û ji peyva ”deh” peyda bûne.

Sebebên guherînê yek jê ew e ku gava ev hejmar di zimanî de ji navê tilhejmaran û navê hejmara 10 peyda bûne, navê hejmarên 1 – 9 bi xwe ne wek niha bûn. Sebaba duyem jî ew e ku piştî hingê gelek guherîn jî hem di navên hejmarên 1 – 10 de û hem jî di navên hejmarên 11 – 19 de peyda bûye.

Kerem bikin em pêşî navên van hejmaran li gel navên wan yên bi zar û zimanên din yên lêzim re bidin ber hev. Bo ku cihê wan bike, em ê hejmarên 11 – 15 di tabloyekê de û 11 – 19 jî di xişteyeke din de pêşkêş bikin. Bo dirêjnekirina meseleyê, ji her zar û zimanî tenê forma serdest di tabloyê de hatiye dan. Varyantên devokî yên kurmancî li tabloya jortir de ne. Varyantên zarên din yên kurdî di jêrenotan de ne.

Hejmarên 11 – 15 li gor formûlaya ”tilhejmar + 10”
zar/ziman 11 12 13 14 15
kurmancî yazde(h) diwazde(h) sêzde(h) çarde(h) pazde(h)
soranî[8] yanze dwanze siyanze çwarde panze
kurdiya başûrî[9] yanze dwanze sêzde çwarde panze
hewramî yanze dwanze sênze çwarde panze
farisî yazde(h) dwazde(h) sîzde(h) çeharde(h) panzde(h)
pehlewî yazdeh dwazdeh sîzdeh çehardeh panzdeh
zazakî[10] yewendes duwês hîrês çarês pancês
avestayî eêwendese dwendese thrîdese çethrudese pençedese
sanskrîtî êkadese dvadese treyodese çeturdese pançedese
rûsî[11] odinnadçati dvênadçati trinadçati çêtirnadçati pyatnadçati
yûnanî[12] êndêka dhodêka trîskaydêka
latînî undecim duodecim tredecim quattuordecim quindecim
fransî onze douze treize quatorze quinze
inglîzî[13] thirteen fourteen fifteen
almanî[14] dreizehn vierzehn fünfzehn
Hejmarên 16 – 19 li gor formûlaya ”tilhejmar + 10”
zar/ziman 16 17 18 19
kurmancî şazde(h) hevde(h) hejde(h) nozde(h)
soranî[15] şanze hevde hejde nozde
kurdiya başûrî şanze hevde hejde nûzde
hewramî şanze hewde hejde noze
farisî şanzde(h) hifde(h) hijde(h) nûzde(h)
pehlewî şazdeh heftdeh heştdeh nozdeh
zazakî[16] şîyês hewtês heştês newês
avestayî xşûeşdese heptedese eştedese newedese
sanskrîtî sodedese septedese eştedese nevedese
latînî[17] sēdecim septendecim
fransî[18] seize
inglîzî sixteen seventeen eighteen nineteen
almanî sechzehn siebzehn achtzehn neunzehn

5.3. Varyant û taybetmendiyên giştî yên 11 – 19

Navên hejmarên 11 – 19 yên desteya ”tilhejmar + 10” bi çendîn varyantan bi taybetî di kurmancî de lê herwiha bi rêjeyeke belkî hinekî kêmtir di zarên din jî yên kurdî de û heta di zimanên din yên îranî de jî peyda dibin.

Li vê derê em ê van taybetmendiyên varyantan rêz bikin:

Cudahiyên dengan di navbera 1 – 9 û 11 – 19 de

Hejmarên 11 – 19 bi eslê xwe ji navên hejmarên 1 – 9 + navê hejmara 10 hatine çêkirin û dişibin wan. Lê dîsa jî çendîn cudahî di navbera wan de hene:

1 û 11: Di navê hejmara 1 anku ”yek” (yan ”êk”) de E û K hene ku di navê hejmara 11 (yazde[h]) de peyda nabin. Li aliyekî din, di hejmara 11 de dengên A û Z hene ku di ”yek”ê yan ”êk”ê de nînin.

Herwiha di navê 11 de N jî mimkin e (ya-n-zdeh) ku di navê hejmara 1 de ne gengaz e.

Di zazakî de di navê hejmara 11 de navgira –en- heye ku navê hejmara 1 de peyda nabe.

 

2 û 12: Di navê hejmara 12 anku ”diwazde[h]” de A û Z hene ku di navê hejmara ”du” de peyda nabin. Di navê 12 de herwiha N jî dikare hebe (diwa-n-zdeh) ku di navê 2 de peyda nabe. Hejmara 12 bi dengê –iw- (carinan ”-uw-” yan jî tenê ”-w-”) tê nivîsîn û hejmara 2 bi dengê U lê bi eslê xwe ew eynî deng in.

3 û 13: Herdu dengên navê hejmara 13 bi kurmancî wek dengên hejmara 3 ne. Lê di navê hejmara 13 de dengê Z jî heye ku di navê hejmara 3 de peyda nabe. Herwiha di soranî, başûrî, hewramî û farisî de destpêka navê hejmara 13 ”siyanz-” e ku hem N û Z tê de hene ku di navê hejmara 3 de tine ne. Herwiha li cihê vokala Ê ya navê hejmara 3, di navê hejmara 13 de dengên -iya- hene. Di zazakî de di navê hejmara 13 (hîrês) de Ê-ya navê hejmara 3 (hîrê) û Ê-ya paşgira ”-ês” bi hev re bûne tenê Ê-yek.

4 û 14: Di navê hejmara 14 de hemû dengên navê hejmara 4 wek xwe hatine parastin, tenê paşgira ”-de” yan ”-deh” lê hatiye pêvekirin bêyî zêdekirina ti dengekî din (bo nimûne Z yan N). Di lehceyên din yên kurdî de jî rewş wisa ye, bo nimûne: çwar > çwar-de, zazakî çar > çarês.

5 û 15: Di navbera navên hejmara 5 û hejmara 15 de çend cudahî hene. Vokala navê hejmara 5 di kurmancî de Ê (pênc) û di soranî de Ê yan E (pênc, penc) ye lê li cihê wê di navê hejmara 15 de di herdu lehceyan de A heye. Lê di zazakî de di navê herdu hejmaran de A heye: 5 panc, 15 pancês.

Di hemû kurmancî, soranî, başûrî û hewramî de û herwiha di farisî de jî di navê hejmara 5 de dengê C (bi kurmancî ”pênc”, soranî ”pênc, penc”, farisî ”penc”) lê li cihê wê di navê hejmara 15 de Z hene: kurmancî ”pazde(h)”, soranî ”panze” û farisî ”panzdeh”. Lê di zazakî de herdu bi C ne: 5 panc, 15 pancês.

Herwiha di navê hejmara 5 de di hemû lehceyên kurdî de dengê N heye lê di navê hejmara 15 de di piraniya devokên kurmancî û di hin devokên soranî û başûrî de N nîne: 5 pênc, 15 pazde(h).

6 û 16: Di hemû lehceyên kurdî navê hejmara 6 ”şeş” e anku vokala wê E ye. Di farisî de jî berê ”şeş” bû lê niha bi devkî bûye ”şîş”. Lê di navê hejmara 16 (şazde[h], şanzde[h], şanze…) de li cihê E-ya navê hejmara 6 ne E lê A ye (ji bilî zazakî ku vokala navê 16 ”-î” ye).

Herwiha li hevberî dengê Ş yê dawiya navê hejmara 6, di navê hejmara 16 de ne Ş lê Z heye: şazde[h], şanzde[h], şanze… Dîsa zazakî ji lehceyên din yên kurdî û herwiha ji zimanê farisî jî di vê meseleyê de cuda ye: bi zazakî 16 ”şîyês” e.

7 û 17: Di navê hejmara 7 de dengê T heye ku di navê hejmara 17 de peyda nabe. Herwiha di navê hejmara 7 de dengê F heye (di soranî, zazakî û hewramî de W) ku li cihê wê di navê hejmara 17 de dengê V li kar e. Vokala navê hejmara 7 di hemû lehceyên kurdî de E ye (heft) lê di navê hejmara 17 de di hin devokan de I ye (hivde[h]).

Cudahiyeke din jî awayê gotina herfa H ya van herdu hejmaran e: Di hemû kurmancî, zazakî, soranî û hewramî de û herwiha di piraniya devokên kurdiya başûrî de jî H-ya hejmara 7 wek H-ya di navê Hesen yan Hisên de ye (bi alfabeya kurdî-erebî heft = حه‌فت). Lê H-ya navê hejmara 17 di gelek ji van lehce û devokan de jî ne H-ya wek di peyva ”heval” de ye (bi alfabeya kurdî-erebî hevde = هه‌ڤده‌).

8 û 18: Di navê hejmara 18 de T heye ku di navê hejmara 18 de peyda nabe. Herwiha li cihê Ş-ya di navê hejmara 8 de, di navê hejmara 18 de J li kar e. Vokala herdu hejmaran di gelek devokan de eynî E ye (heşt, hejde) lê di hinan de li cihê E yan EY-a navê hejmara 8 (heşt, heyşt), di navê hejmara 18 de I (hijde) heye.

9 û 19: Navê hejmarên 9 (neh) û 19 (nozde[h]) di kurmancî de bi çendîn awayan ji hev cuda ne. Ne E-ya navê hejmara 9 û ne jî H-ya wê di navê hejmara 19 de peyda nabin. Li aliyekî din, di navê hejmara 19 de O û Z hene ku ti ji wan di navê hejmara 9 de ne li kar in.

Niha jî em ê yek bi yek sebebê varyantên di hejmarên 11 – 19 de û herwiha herwiha sebebên cudahiyên navbera hejmarên 1 – 9 li aliyekî û hevberên wan 11 – 19 li aliyê din bikin.

Bi paşgira –deh yan -de

Hemû hejmarên 11 – 19 dikarin di kurmanciya nivîskî de bi paşgira –deh an –de peyda dibin:

  • yazdeh, diwazdeh, sêzdeh, çardeh, pazdeh, şazdeh, hevdeh, hejdeh, nozdeh
  • yazde, diwazde, sêzde, çarde, pazde, şazde, hevde, hejde, nozde

Li gor devokan di kurmanciya rojhilatî de tenê forma bi ”-de” (ne bi ”-deh”) li kar e. Di kurmanciya navendî de li hin deveran forma ”-deh” heye lê dîsa di piraniya devokên navendî de jî varyantên bi paşgira ”-de” tên gotin. Di kurmanciya rojavayî de bi piranî tenê formên wek ”dewyek, dewdu, dewsê…” (deh û yek, deh û du, deh û sê) tên xebitandin.

Di soranî de tenê varyantên bi paşgira ”-de” hene ji ber ku navê xwerû yê hejmara 10 bi xwe jî di soranî bêyî H tê bikaranîn. Di kurdiya başûrî û di hewramî de jî forma serdest an tekane, desteya bi paşgira ”-de” ye. Di zazakî de li gel navê hejmara 11 paşgira ”-des” (11 = yewendes) yan jî paşgira –ês (12 duwês, 13 hîrês, 14 çarês…) tê xebitandin gava ku desteya ”des û yew, des û di, des û sê…” neyê emilandin.

Di farisî de di zimanê nivîskî de formên bi paşgira ”-deh” standard in lê di zimanê devkî de ”-de” dîsa serdesttir e.

Li gel yan bêyî dengê N

Di navê hejmarên 11, 12, 15 û 16 de di hin devokên de dengê N heye lê di hinan de nîne:

  • yazde(h), diwazde(h), pazde(h), şazde(h)
  • yanzde(h), diwanzde(h), panzde(h), şanzde(h)

Di kurmancî de adeten formên bêyî N û di soranî de jî formên bi N zêdetir tên bikaranîn. Di soranî de herwiha mimkin e ku di navê hejmara 13 de jî N hebe lê haya me jê nîne ku tiştekî wisa di ti devokeke kurmancî de hebe:

  • kurmancî: sêzde(h)
  • soranî: siyanze, sênze, sêzde

Gelo kîjan ji herdu forman orijînaltir û kîjan jî nûtir e?

Bersiveke yekcarî nikare were dan ji ber ku tarîxiyen N di hin ji van hejmaran de hebû lê di hemûyan de tine bû. Lê hin devokan ew li van hemûyan zêde kiriye û hinan jî ew ji hemûyan avêtiye.

Dengê N di navê hejmarên 11 û 15 de orijînal e. Bo dîtina vê rastiyê, kerem bikin em li navê van hejmaran bi çend zimanan binêrin:

  • 11: zazakî ”yewendes”, avestayî ”eêwendese”, yûnanî êndêka”, latînî ”undecim”, fransî ”onze”, rûsî odînnadçati…
  • 15: bidin ber navê hejmara 5 anku ”pênc” ku N tê de heye. Herwiha bidin ber navê 15 bi hin zar û zimanên din: zazakî ”pancês”, avestayî ”pençedese”, sanskrîtî ”pençadese”, latînî ”quindecim”, fransî ”quinze”, almanî ”fünfzehn”…

Lê berevajî wan, gava ku mirov li navên hejmarên 12, 13 û 16 yên bi zimanên din dinêre, bi zelalî dibîne ku N di piraniya wan de li nava peyvê nîne:

  • 12: zazakî ”duwês”, sanskrîtî ”dvadese”, yûnanî ”dhodêka”, latînî ”duodecim”, fransî ”douze”…
  • 13: zazakî ”hîrês”, avestayî ”thrîdese”, sanskrîtî ”treyodese”, yûnanî ”trîskaydêka”, latînî ”tredecim”, fransî ”treize”…
  • 16: zazakî ”şîyês”, avestayî ”xşûeşdese”, sanskrîtî ”sodese”, latînî ”sēdecim”, fransî ”seize”…

Lê zêdebûna N li navê hejmarên 12, 13 û 16 de ne tenê di kurdî de lê xaseten di farisî de peyda bûye. Wek ku ji navê hejmara 12 bi avestayî anku ji ”dwendese” diyar e, N hê ji serdema avestayî ve dest bi belavbûna di hin hejmaran de kiriye.

Di farisî de jî navê gelek ji hejmarên 11 – 19 bi çendîn varyantan peyda dibin lê di farisî de N adeten di navê hejmarên 11, 12, 13, 15 û 16 de tê nivîsîn. Di soranî de jî bi piranî wisa tê kirin.

Lê di rastiyê de N-ya navên 12, 13 ji tesîra N-ya di navê 11 de bûye û N-ya di navê 16 de jî ji tesîra N-ya di navê 15 de ye.

Lê gelo çima N di piraniya devokên kurmancî de kurmancî de heta ji cihê bi xwe lê heyî jî anku ji navê hejmarên 11 û 15 jî ketiye?

Helbet mimkin e ku ev diyarde dikare ji ber sivikbûna dengan be:

  • yande(h) > yazde(h)
  • panzde(h) > pazde.

Lê eger em li peyvên ”yek” û ”pênc” (bi piraniya zimanên îranî ”penc” yan ”penç-”) li aliyekî û peyvên ”yazde(h)” û ”pazde(h)” li aliyekî din binêrin, em ê bibînin ku di navê hejmarên 11 û 15 de dengê A heye lê di navê hejmarên 1 û 5 de E yan Ê heye. Sebebê guherîna E-ya tilhejmaran (1, 5) bi A-ya dehgiran (11, 15) bi ihtimaleke mezin bi bişaftina anku helîna E û N ye. Bi gotineke din, E û N bi hev re bûne A ji ber ku N dengekî bêvilî ye û dikare vokala berî xwe bike bêvilî. Di pratîkê de ev bo nimûne dibe sebebê wê yekê ku dengê E nêzîkî dengê A dibe û dikare bi demê re bi temamî bibe A.[19]

Di zazakî û avestayî de, ku E-ya di navên hejmara 11 de ne A ye, N jî hatiye parastin:

  • zazakî: yewendes
  • avestayî: eêwendese

Bi heman awayî dengê E yê hejmara 6 di navê hejmara 16 de bûye A:

  • şeş > şazde(h)

Bi heman egerê mirov dikare herwiha navê hejmara 12 jî di kurdî (ji bilî zazakî) û farisî de şirove bike. Navê vê hejmarê bi kurmancî ”diwazde(h)” e (li gel varyantên ”diwanzde(h), dozde(h), dazde(h)”) anku tê de A heye.

Em dizanin ku ”diw-” wek ”du” (2) ye, Z wek Z-ya di gelek hejmarên din jî yên dehgir de ye (yazdeh, sêzdeh, pazdeh, şazdeh) lê gelo A ji kû hatiye nav ”diwazdeh”ê?

Eger em li navê heman hejmarê bi avestayî ”dwendese” yan sanskrîtî ”dvedese binêrin, em ê bibînin ku li cihê A-ya kurdî û farisî, di wan de E heye: dwe-, dve-. Peyva kurdî ”diwazdeh” jî destpêka xwe ji navê hejmara 2 digire ji serdemekê ku hê E di navê vê hejmarê de hebû anku ew ”dwe-/due-” bû. Lê dîsa E li gel N bûye A wek çawa ku EN di navê hejmara 11 de jî bûye A.

Wek encam, di rastiyê de diviya ku N li nava ti ji hejmarên 11 – 19 tine bûya ji ber ku N-ya di navê 11 û 15 de heyî jî li gel dengê E heliyaye û bi hev re bûne A. Lê berî ku E bi N re bibişive û bi hev re bibin A, N di hin zar û zimanên îranî de belav bûye nav yek yan çend hejmarên din jî yên ku tê de bi eslê xwe N tine bû (bo nimûne avestayî *dwedese > dwedese).

Dengê Z di hejmarên dehgir de

Di navê hejmarên 11, 12, 13, 15, 16 û 19 de di zarên kurdî (ji bilî zazakî), farisî, belûçî û pehlewî û hin zimanên din jî yên niha û yên navîn yên îranî de dengê Z dikeve sinorê navbera navê tilhejmarê û paşgira ”-de(h)”. Bi kurmancî bo nimûne:

  • yazdeh, diwazdeh, sêzdeh, pazdeh, şazdeh, nozdeh.

Lê di navê dehgirên 14, 17 û 18 Z peyda nabe:

  • çardeh, hevdeh, hejdeh

Lê ev Z ne di zimanên îranî yên kevn de di navê van hejmaran de heye û ne jî di piraniya zimanên din yên hindûewropî de di navê van hejmaran de. Loma divê mirov bipirse, gelo ev Z ji kû hatiye û çawa niha peyda bûye?

Wek ku tê zanîn, Z di navê hejmarên 15 û 16 de jî heye. Hêsan e mirov fehm bike ku Z di peyvên ”paz-deh/panz-deh” de varyanteke dengê C di peyva ”pênc” de be ji ber ku dengê C û yê Z ne gelek ji hev dûr in. Herwiha hêsan e mirov fehm bike ku Z-ya di peyva ”şazdeh” de jî varyanteke dengê Ş yê li dawiya peyva ”şeş” be ji ber ku dengên Z û Ş jî nêzîk in.

Lê gelo Z-ya navê hejmarên 11, 12 û 13 ji kû hatiye ji ber ku li dawiya navên hejmarên 1, 2 û 3 ti dengekî nêzîkî Z peyda nabe ku bi Z guherîbe? Mirov nikare bibêje ku belkî serdemekê Z yan dengekî di yê nêzîkî wî di navên hejmarên 1, 2 û 3 de hebûbe ji ber ku di zimanên kevn yên îranî de (bo nimûne di avestayî de) ti dengekî wisa di van hejmaran de tine bû û di zimanên din jî yên kevnar yên hindûewropî de dengekî wisa di van hejmaran de peyda nabe.[20]

Di rastiyê de Z-ya hejmarên 11, 12 û 13 bi nisbî nû ye. Bi esehî sebebê peydabûna wê nayê zanîn lê ihtimalen ew ji navên hejmarên 15 û 16 belavî navên hejmarên 11, 12 û 13 jî bûbe. Lê li aliyekî din, ev heman Z li navên hejmarên 14, 17 û 18 zêde nebûye tevî ku 14 û 17 ji 11, 12, 13 zêdetir nêzîkî 15 û 16 ne.

Li gel an bêyî dengê D

Di tevahiya kurmancî de di navê hemû hejmarên 11 – 19 de dengê D li destpêka beşa duyem heye. Beşa duyem dikare ”-deh” an jî ”-de” be lê her D tê de di kurmancî de heye.

Dengê D herwiha di farisiya nivîskî, pehlewî, avestayî, sanskrîtî û gelek zimanên din jî yên hindûewropî de li kar e. Paşgira ”-deh /-de” ji navê hejmara 10 anku ”deh” e û dengê D tê de orijînal e.

Lê rewşa hemû zarên din yên serekî yên kurdî cuda ye.

Di soranî de bi di piraniyan devokan de û herwiha bi awayekî giştî di zimanê nivîskî de jî D di navê hejmarên 11, 12, 13, 15 û 16 nayê bikaranîn:

  • yanze, dwanze, siyanze, panze, şanze

Lê di soranî de jî D di navê hejmarên 14, 17, 18 û adeten di navê hejmara 19 de jî li kar e:

  • çwarde, hevde, hejde, nozde

Di kurdiya başûrî û hewramî de rewş bi piranî wek di soranî de ye.

Di zazakî de navê hejmara 10 ”des” e. Ew bi şiklekî neguherandî di navê hejmara 11 de li kar e:

  • yewen-des

Lê di navê hejmarên 12 – 19 de D di nemaye:

  • duwês, hîrês, çarês, pancês, şîyês, hewtês, heştês, newês

Tarîxiyen ”-des” di zazakî de bûye ”*-yes” û taliyê jî bûye ”-ês”.

Dengê D ne tenê ji zimanên îranî beşa duyem ya navên hejmarên 11 – 19 ketiye. Bo nimûne, di zimanên romî de jî D-ya di peyva ”-decim” ya latînî de nemaye: Bo nimûne:

  • latînî ”duodecim” û îtalî ”dodici” lê spanî ”doce”, fransî ”douze”, portugalî ”doze”.

Sivikbûna dengan di 11 – 19 de

Wek ku li jor diyar bûye, navê hejmarên 11 – 19 di bingeh de ji navê hejmarên 1 – 9 û paşgira ”-de(h)” pêk hatine lê çendîn guherîn tê de peyda bûne. Yek ji van guherînan jî sivikbûna dengan e, bi taybetî sivikbûna komên konsonantî lê herwiha dîftongên ”-ew-” û ”-ey-” jî. Lê herwiha hin dengên tek jî ketine.

Di piraniya devokan de paşgira ”-deh” bûye ”-de”:

  • çar + deh à çarde

Dengê T di navê hejmarên 17 û 18 de ji komdengên -FTD- û -ŞTD- ketiye:

  • heft + -de(h) à *heftdeh à hevde(h)
  • heşt + -deh à *heştdeh à hejde(h) / hijde(h)

Komdengên -EY- di peyva devokî ”heyşt” de di navê hejmara 18 de bûye I yan Î:

  • heyşt + deh à *heyştdeh à hijde(h) / hîjde(h)

Guherîna dengê E bi I

Di navê hejmarên 17 û 18 de di hin devokan de dengê E yê navê hejmarên 7 û 8 bûye I:

  • heft à hivde
  • heşt à hijde

Guherîna E bi I diyardeyeke giştî ya kurmancî ye. Bo nimûne farisî ”kerden” û zazakî ”kerdene” lê kurmancî ”kirin” û soranî ”kirdin”. Guherîna E bi I dikare herwiha wek awayekî kurtbûnê yan sivikbûnê were hesibandin ji ber ku dengê E hinekî ji I dirêjtir an girantir e.

Lerzdarbûna dengên bêlerz

Di navê hejmara 7 de dengê F heye ku di navê hejmara beramberî wî dengê V heye. Di navê hejmara 8 de jî dengê Ş heye lê beramberî wî di navê hejmara 18 de J li kar e.

  • heft à hevde (ne *hefde)
  • heşt à hejde (ne *heşde)

Sebebê van guherînan dengê D yê bilerz anku lerzdar e. Ji ku D dengekî bilerz e, ew herwiha dengên berê xwe dike bilerz. Loma F bûye V û Ş jî bûye J.[21]

Yek ji tiştên balkêş ew e ku heta di soranî û hewramî de jî di navê hejmara 17 de V heye (hevde) tevî ku di navê hejmara 7 de di hewramî û piraniya devokên soranî de ne F lê W li kar e (hewt). Tarîxiyen navê hejmara 17 di van devokan de ne ji forma ”hewt” lê ji serdemekê ye ku navê hejmara 7 di wan lehceyan de jî ”heft” bû.

Di navê hejmara 16 (şazde[h]) de jî dengê Ş yê bêlerz yê dawiya navê hejmara 6 bûye Z ku dengekê bilerz e. Lê bi ne mimkin e mirov bi esehî biryarê bide ka Ş-ya dawiya ”şeş”ê bûye Z yan jî di bi awayekî din li wê hejmarê zêde bûye (bidin ber ”sê > sê-z-de[h]”) û ew Z bûye sebebê ketina Ş-ya dawiya ”şêş”ê di peyva ”şazde[h]” de.

Eger ji ber lerzê bûya, adeten Ş dê bûba J (*şajde[h]) lê ev form ne di kurdî û ne jî di ti zimanên din yên îranî de peyda nabe. Di zarên kurdî de bi awayên ”şazde(h), şanzde(h), şanze” (ji bilî zazakî ku tê de ”şîyês” e) û di farisî de jî ”şanzdeh” e (bi devkî ”şanzê”).

______________________

TÊBÎNÎ

[1] Herwiha ”dehûdudu, dehûdido, dehûdudo…”

[2] Herwiha ”dehûsisê”.

[3] Bo ketina H-ya dawiya ”deh”ê herwiha li desteya ”tilhejmar + deh” li jêrtir binêrin.

[4] Herwiha ”dewdudu, dewdido, dewdudo…”

[5] Herwiha ”dewsisê”.

[6] Herwiha ”dewne”.

[7] Peyvên di van malikan de wek navên hejmarên 11 – 19 li ti deverê nayên bikaranîn. Ev tenê bo fehmkirina peydabûna navên ”yazdeh, diwazdeh, sêzdeh…” hatine nivîsîn.

[8] Varyantên din yên soranî wiha ne: 11 yazde, 12 dwanzde, 13 sêzde/sênze, 14 çarde, 15 pazde/pandze.

[9] Guhartoyên din yên kurdiya başûrî wiha ne: 11 yazde, 13 sênze/zyade, 14 çorde.

[10] Di piraniya devokên zazakî de niha desteya ”deh + -û- + tilhejmar” li kar e (li jortir binêrin). Ji desteya ”tilhejmar + des” mirov dikare van varyantên devokî bide: 11 yondes/zûyes, 12 duwês/duyês, 15 poncês. Di tabloyê de me zazakî nêzîkî avestayî daniye ji ber ku di meseleya hejmaran de zazakî formên kevnar yên nêzîkî avestayî parastine.

[11] Hejmarên 11 – 19 di rûsî û zimanên din yên slavî de bi formûlaya ”tilhejmar + na (li ser) + formeke navê hejmara 10” pêk tên.

[12] Mebesta me li vê derê yûnaniya kevn e. Yûnaniya kevn di binavkirina hejmarên 11 – 13 de (yûnanî 11 – 12) wek kurdî sîstema ”tilhejmar + deh” bi kar tîne lê di hejmarên 14 – 19 de pergala ”deh + tilhejmar” dixebitîne loma me malikên 14 – 15 li vê derê vala hiştine ji ber ku peyvên yûnanî yên binavkirina van hejmaran ne li gor vê desteya kurdî ne û ji wan re ne hevreh in.

[13] Navê hejmarên 11 û 12 (eleven, twelve) di inglîzî de ne li gor vê sîstemê hatine avakirin û loma nikarin li gel navên wan yên kurdî werin berhevdan lê ji navê 13 û pê ve bi heman avaniya kurdî ne.

[14] Navê hejmarên 11 û 12 (elf, zwölf) di almanî de ne li gor vê sîstemê hatine avakirin û loma nikarin li gel navên wan yên kurdî werin berhevdan lê ji navê 13 û pê ve bi heman avaniya kurdî ne.

[15] Varyantên din yên soranî wiha ne: 16 şanzde/şazde, 17 hivde, 18 hijde/hîjde.

[16] Ji bilî desteya ”des + û + tilhejmar”, varyantên din yên desteya ”tilhejmar + 10” di zazakî de wiha ne: 16 sêyês, 17 hotês.

[17] Latînî navê hejmarên 18 û 19 ne li gor formûlaya ”tilhejmar + 10” lê bi awayê ”du ji bîst” (duodēvīgintī < duo dē vīgintī) û ”yek ji bîst” (ūndēvīgintī < ūnus dē vīgintī) bi kar dianîn.

[18] Fransî ji hejmara 17 û pê ve derbazî sîstema ”10 + tilhejmar” dibe, bo nimûne 17 = dix-sept (”deh-heft”), 18 = dix-huit (”deh-heşt”), 19 = dix-neuf (”deh-neh”).

[19] Sebebê A-ya di peyva ”panc” (pênc) ya zazakî de ihtimalen tesîreke paşvero (paşvekî) ya navê hejmara ”pancês” (pazdeh) e. Eger mirov li navê hejmara 5 bi zar û zimanên din binêre, mirov dê bi hêsanî bibîne ku dengê A di ”panc”ê de tiştekî bi rêjeyî nû ye.

[20] Di fransî û gelek zimanên din yên ji latînî peyda bûyî (zimanên romî) de dengê Z di navê hin hejmarên 11 – 19 de peyda dibe, bo nimûne fransî: ”11 onze, 12 douze, 13 treize” lê Z-ya van zimanan ne hevreha Z-ya di hejmarên zimanên îranî de ye. Z-ya zimanên romî kurttirina peyva latînî ”decim” (10) e. Anku di zimanên romî de Z li cihê navê hejmara 10 tê bikaranîn lê di zimanên îranî de Z hevdem li gel paşgira ”-de(h)” tê xebitandin. Herwiha di almanî de jî di navê hejmarên 13 – 19 de paşgira ”-zehn” heye lê ev Z jî ne hevreha Z-ya di dehgirên kurdî de ye lê veguherîna ji peyva ”zehn” (10, deh) e.

[21] Binêrin: Tesîra lerzê li ser guherîna dengan: https://zimannas.wordpress.com/2016/01/08/tesira-lerze-li-ser-guherina-dengan/

10 thoughts on “Navên hejmaran û hejmarsazî (3)

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s