Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7
Husein Muhammed
10.7. Hejmara rêzî 1. bi navên din
Di kurdî de hemû hejmarên bingehîn dikarin li gor qeydên giştî bibin hejmarên rêzî bi zêdekirina yek ji paşgirên sazkirina hejmarên rêzî ”-em(în), -a(n), -ê”.
Piraniya zimanan de bo çêkirina hejmarên rêzî ji hejmarên bingehîn yek an çend paşgir hene. Bo nimûne, di inglîzî de bo wê mebestê paşgira ”-th”, di almanî de ”-te” û di tirkî de paşgirên ”-inci, -üncü” hene:
- inglîzî: four (çar) > fourth (çarem), seven (heft) > seventh (heftem)
- almanî: vier (çar) > vierte (çarem), fünf (pênc) > fünfte (pêncem)
- tirkî: bir (yek) > birinci (yekem), üç (sê) > üçüncü (sêyem)
Lê di hin zimanan de yek an çend hejmarên pêşîn (1 – 3) ne li gor vê qeyd û benda giştî ne. Bo nimûne, mirov nikare di inglîzî de ji hejmara ”one” (yek) û hejmara ”two” (du) bi alîkariya paşgira ”-th” çêke loma tiştekî wiha di inglîzî de peyda nabe:
- one > *oneth
- two > *twoth
Di almanî de mimkin e ku mirov hejmara ”zwei” (du) bi paşgira sazkirina hejmarên rêzî anku di almanî ”-te” bike ”zweite” (duyem) lê di almanî de jî ne mimkin e ku mirov ”ein” (yek) bi alîkariya paşgira ”-te” bike ”*einte” anku peyveke wiha di almanî de nîne.
Loma di inglîzî de bo hejmarên ”yekem” (bi inglîzî ”first”) û ”duyem” (second) hin peyvên taybet hene ne ji peyvên ”one” (yek) û ”two” (second) hatine çêkirin. Di almanî de jî bi maneya ”yekem” peyva ”erste” heye ku ne yekser ji peyva ”ein” (yek) hatiye avakirin.
Tevî ku di kurdî de mirov dikare van hejmarên pêşiyê jî bi alîkariya paşgirên sazkirina hejmarên rêzî ji hejmarên bingehîn çêke (yek > yekem, yekemîn, yekê…), dîsa di kurdî de çend navên din jî bo hejmara 1. ya rêzî hene ku ne ji peyva ”yek” hatine çêkirin.
Pêşîn / pêşî / pêşiyê
Peyva ”pêşîn”, ”pêşiyê” yan ”pêşî” bi berfirehî di kurmancî de li hejmara rêzî ”yekem, yekemîn, yekê” tê xebitandin:
- çiriya pêşîn / pêşî / pêşiyê
- Ew yê pêşîn / pêşiyê bû ku ew kar kir.
- Kitêba wê ya pêşîn / pêşî / pêşiyê berî 20 salan derket.
Dijwateyên peyva ”pêşîn / pêşî / pêşiyê” jî peyvên ”paşîn / paşî / paşiyê” ne. Bo nimûne:
- çiriya paşîn / paşiyê / paşî
- Ew yê paşîn / paşiyê bû ku ew kar kir.
- Kitêba wê ya paşîn piştî mirina wê derket.
Herwiha peyvên ”dawî, dawîn, dawiyê” jî wek dijwateyên ”pêşîn, pêşiyê / pêşî” tên xebitandin, bi taybetî di kurmanciya navendî de. Di kurmanciya rojhilatî de peyvên ”dûmahî, dûmahiyê, dûmahîkê”
Ewil, ewilî, ewilîn
Peyva ”ewil” û varyantên wê ”ewilî, ewilîn” jî di kurdî de – bi taybetî di zimanê devkî de lê gelek caran di nivîsînê de jî – bi wateya ”yekem, pêşîn” tê xebitandin. Ew ji erebî ”ewwel” hatiye wergirtin û ji bilî kurdî, herwiha di farisî de jî bi awayên ”evvel, evvelîn” hem di axiftinê û hem jî di nivîsînê de tê bikaranîn.
Di axfitina kurdî, bi taybetî ya kurmancî de, li destpêka vê peyvê adeten dengê ”eyn”ê (ع) heye wek di navê ”Elî, Emer, Arif” de tevî ku di zimanê erebî de di peyva ”ewwel” de ev deng li destpêkê nîne. Anku ev dengê ku gelek kes wek dengekî erebî û ji zimanê kurdî re xerîb dibînin, di kurdî de li vê peyva erebî hatiye zêdekirin tevî ku ew deng di zimanê erebî de di vê peyvê de peyda nabe.[1]
Dijwateyên peyvên ”ewil, ewilî, ewilîn” jî peyvên ”axir, axirî, axirîn” ku erebî ”axer” ku ji bilî kurdî, herwiha ketiye farisî jî. Li Bakurê Kurdistanê di axiftina kurdî de vê dawiyê bi giranî peyva ”son, sonê” ya ji tirkî cihê ”axir” ya ji erebî girtiye.
Herwiha peyvên ”talî, taliyê” jî carinan wek dijwateyên ”ewil, ewilî, ewilîn” tên xebitandin. ”Talî” jî wek ”ewil” û ”axir”ê ji erebî hatiye wergirtin.
Hêjayî gotinê ye ku peyva “second” (duyem) ya inglîzî jî bi eslê xwe ne inglîzî ye lê ji latînî hatiye wergirtin.
Berahiyê / berahîkê
Peyvên ”berahiyê, berahîkê” jî bi maneya ”yekem, pêşîn” li kar in. Ew bi taybetî di kurmanciya rojhilatî de tê gotin. Ew bi forma ”berayî” herwiha li hin derên soranî jî hene. Ew ji peyva ”ber” (pêş, pêşî) û paşgira ”-ahî” (wek ”ron-ahî, bilind-ahî”) pêk hatiye.
- Ew bû yê berahiyê.
- Kitêba min ya berahîkê.
Dijwateya ”berahiyê, berahîkê” peyvên ”dûmahî, dûmahîk, dûmahiyê, dûmahîkê” ne ku ew jî bi taybetî di kurmanciya rojhilatî de tên gotin.
Dê bidome.
_____________________
TÊBÎNÎ
[1] Bo zêdebûn û kêmbûna dengê ”eyn”ê di kurdî de, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/10/07/eyn-%D8%B9-di-kurdi-de/
[…] Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8. […]
LikeLike
[…] Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9 […]
LikeLike
[…] Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9 […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9, beşa 10, […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7, beşa 8, beşa 9, beşa 10, beşa 11, beşa […]
LikeLike