Navên hejmaran û hejmarsazî (5)

Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3beşa 4

hejmar5

Husein Muhammed

 

7. SEDHEJMAR

 

7.1. Hejmara 100

Navê hejmara 100 di kurmancî, soranî, kurdiya başûrî û hewramî de sed e lê carinan D-ya li dawiya wê dikare wek T were bihîstin. Di zazakî de se ye anku bêyî D-ya dawiyê ye. Di hemû lehceyên kurdî de ew bi S-ya qelew (ص) tê gotin.

Hevrehên peyva ”sed” di hemû zimanên îranî û di zimanên hindûewropî yên Hindistanê de dişibin ”sed”ê: farisî û pehlewî ”sed”, avestayî ”sete-”, sanskrîtî ”sete-”, hindî û urdûyî ”sew”. Di zimanên balto-slavî de jî ew hê dişibe ”sed”a kurdî: rûsî û piraniya zimanên din yên slavî ”sto”, latviyayî ”simts”, lîtwanî ”šimtas”.

Di zimanên romî yên niha de jî adeten wek kurdî bi dengê S dest pê dike: fransî ”cent” (bixwînin [sant, san]), spanî ”ciento, cien” (bixwînin: siyênto, siyên), portugalî ”cem” (bixwînin: sêm) lê îtalî ”cento” (bixwînin: çênto).

Ev peyvên zimanên romî ji latînî ”centum” peyda bûne ku wek ”kêntûm” dihat gotin. Bi eslê xwe di makezimanê hindûewropî de di navê vê hejmarê de ne S lê K dengê destpêkê bû ku di zimanên îranî-hindî de di vê peyvê û gelek peyvên din de jî adeten bûye S.

Maka peyva ”sed” û hevrehên wê di zimanên din jî yên hindûewropî de 100 bi proto-hindûewropî *ḱm̥tóm yan *dḱm̥tóm bû ku ji peyva *déḱm̥ (deh, 10) hatiye çêkirin. Piştî gelek guherînên mezin, peyvên wisa pir ji hev cuda lê hevwate yên wek ”sed” ya kurdî û ”hundred” ya inglîzî jî jê peyda bûne (K-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe S û di zimanên germenî de, ku inglîzî jî jê ye, dibe H).[1]

Hêjayî gotinê ye ku navê hejmara 100 hê ji mêj ve ji zimanên hindûîranî (bo nimûne ji sanskrîtî yan avestayî) derbazî zimanên uralî bûye:

  • estonî: sada
  • fînlandî: sata
  • mecarî/hungarî: száz (bixwînin: saz)

 

7.2. Sedhejmarên din

Navên sedhejmarên mezintir anku 200 – 900 ji navê tilhejmarên beramber û peyva ”sed” tên çêkirin:

  • dused, sêsed, çarsed, pêncsed, şeşsed, heftsed, heştsed, nehsed

Hêjayî gotinê ye ku peyvika ”û” – ku wek din dikeve navbera gelek hejmaran – di çêkirina sedhejmaran de nayê bikaranîn:

  • 300: sêsed (ne ”sê û sed” – ”sê û sed” dibe du hejmarên ji hev serbixwe anku ”3 û 100”).

Di gotina bi devkî de komên 3-konsonantî tên sivikkirin û konsonanta navîn tê avêtin:

  • pêncsed > pênsed
  • heftsed > hefsed
  • heştsed > heşsed

Herwiha Ş-ya berî S di navê hejmara 600 de jî adeten nayê gotin yan jî dibe S:

  • şeşsed > şesed, şessed

Di hin devokan de (bi taybetî di kurmanciya navendî de lê ne di kurmanciya rojhilatî de) peyva ”sed” wek paşgira sedhejmaran dikare bibe ”-sid”:

  • dusid, sêsid, çarsid…

Ji bilî E-ya peyva ”sed”, herwiha E-ya hejmarên ”heft” û ”heşt” jî dikare di gotina sedhejmaran de bibe I:

  • hifsed, hifsid
  • hişsed, hişsid

Di kurdî de sedhejmarên 200 – 900 li gor qeyd û bendên giştî yên ”tilhejmar + -sed / -sid” tên çêkirin û formên kevnar yên hindûewropî nemane.

Di gelek zimanên din jî yên hindûewropî de rewş niha wisa ye lê di hin zimanan de hê jî navekî taybet bo hejmara 200 heye, bo nimûne farisî ”divîst” û rûsî ”dvêstî” lê kurdî ”dused”, fransî ”deux cents” û inglîzî ”two hundred”. Anku di kurdî, farisî û inglîzî de navê hejmara 200 yekser ji navê hejmarên 2 û 100 tê çêkirin (di fransî de S-ya pirhejmariyê jî li peyva ”cent” anku ”sed” hatiye zêdekirin) lê di rûsî û farisî de navekî taybet bo hejmara 200 heye ku ne yekser ji navê hejmarên 2 û 100 hatiye çêkirin.

Di farisî û rûsî de heta navekî kevnar yê bo hejmara 300 jî heye: rûsî ”trîsta”, farisî ”tîrist”[2] lê ev peyv êdî di farisî de nayê bikaranîn û wê cih daye ”sîsed” ya dîsa li gor qalibê ”tilhejmar + sed”.

Tevî navên taybet bo hejmarên 200 – 300 (di rûsî de herwiha 400) jî, dîsa farisî û rûsî jî bo çêkirina navên sedhejmarên mezintir dîsa formûla ”tilhejmar + 100” bi kar tînin.

 

7.3. Sedhejmar li gel dehhejmar û/yan tilhejmaran

Gava ku hejmara ”sed” yan jî sedhejmareke din (dused, sêsed, çarsed…) li gel dehhejmar û tilhejmaran yan jî yekê ji van herduyan tê bikaranîn, di kurdî de pêşî sedhejmar, paşî dehhejmar û li dawiyê jî tilhejmar tê. Di kurdî de ”û” dikeve navbera her yekê ji van desteyên hejmaran:

  • 101: sed û yek
  • 110: sed û deh
  • 120: sed û bîst
  • 222: dused û bîst û du

Eger hejmarên dehgir li gel sedhejmaran werin bikaranîn, hingê ”û” dikeve navbera sedhejmar û dehgiran lê di dehgiran bi xwe de ”û” nayê bikaranîn:

  • 214: dused û çarde(h) (ne ”*çarsed û çar û deh”)

Lê devokên ku hejmarên 11 – 19 bi awayê ”deh + tilhejmar” bin av dikin, hingê jî ”û” bi kar tînin:

  • 111: sed û deh û yek [sed û dewyek]
  • 214: dused û deh û çar [çarsed û dewçar]

Di hin zimanan de hevbera ”û” di van rewşan de qet nayê bikaranîn. Bo nimûne:

  • tirkî: 212: iki yüz yirmi dört (peyv bi peyv: ”du sed bîst çar”)

Di hin zimanan de hevbera ”û” di navbera hin desteyan de tê bikaranîn lê ne di navbera hemûyan de. Bo nimûne:

  • inglîzî: 214 two hundred and twenty-four (peyv bi peyv: ”du sed û bîst-çar)

Di hin zimanan de peyvrêza desteyên hejmaran ji ya kurdî hinekî cuda ye. Bo nimûne, di erebî de jî wek di kurdî de sedhejmar berî dehhejmar û tilhejmaran tê lê – berevajî kurdî – di erebî de tilhejmar berî dehhejmarê tê:

  • kurdî: 125 sed û bîst û pênc (sedhejmar û dehhejmar û tilhejmar)
  • erebî: 125 mîe we xemse we ’işrûn (peyv bi peyv: ”sed û pênc û bîst” anku ”sedhejmar û tilhejmar û dehhejmar”)

 

Dê bidome.

_____________________

TÊBÎNÎ

[1] https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/%E1%B8%B1m%CC%A5t%C3%B3m

[2] http://parsi.wiki/dehkhodaworddetail-838b0008bf3546b6af2ec8e3d3c0cefd-fa.html

Advertisements

8 thoughts on “Navên hejmaran û hejmarsazî (5)

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s