Navên hejmaran û hejmarsazî (2)

Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1

________________

tilhejmar

4. TILHEJMARÊN KURDÎ: VARYANT Û ETÎMOLOJIYA WAN

Tilhejmar (tiljimar) an bi navê xwe yê din ”hejmarên yeke” anku 1 – 9 di kurdî û piraniya zimanên din jî yên hindûewropî de pir kevnar in û reh û rîşên wan digihin makezimanê proto-hindûewropî. Ew di piraniya zimanan de peyvên xwerû ne anku ne ji ti peyvên din hatine çêkirin.[1]

Bi gotineke din, hevrehên navên hejmarên 1 – 9 yên kurdî di hemû lehceyên kurdî de, di piraniya zimanên îranî de û di piraniya zimanên hindûewropî de jî di zimanên ji Hindistanê heta Bakur-Rojavaya Ewropayê de peyda dibin.

Bo diyarkirina etîmolojiya navên tilhejmarên 1 – 9 yên kurdî, em ê tabloyeke navên van hejmaran bi zarên kurdî û zimanên din yên hindûewropî pêşkêş bikin. Em ê li destpêka tabloyê formên standard an serdest yên kurmancî, dûv re yên lehceyên din yên kurdî (soranî, başûrî, hewramî, zazakî), paşî ji zimanên îranî yên niha navên van hejmaran bi farisî, pey re ji zimanên îranî yên navîn bi pehlewî û ji zimanên îranî yên kevn jî bi avestayî bidin. Piştî zarên kurdî û zimanên îranî, em ê berê xwe bidin şaxên din yên zimanên hindûewropî û ji van zimanan nimûneyan bidin: sanskrîtî, hindî, rûsî, yûnanî, latînî, îtalî, spanî, fransî, inglîzî û almanî. Em ê isbat bikin ku navên hejmarên 1 – 9 bi hemû van zimanan bi eslê xwe yek in lê bi demê re ji hev cuda bûne û dûr ketine lê dîsa jî yekîtiya eslê piraniya wan berçav e.

  1 2 3 4 5 6 7 8 9
kurmancî, standard yek du çar pênc şeş heft heşt neh
kurmancî, varyant êk, yêk di, dû, dudu[2] sisê çiwar pênç heyşt
soranî yek çwar, çar pênc, penc şeş hewt, heft heşt no
kurdiya başûrî yek dü, di, du sê, si çwar penc şeş heft heşt, heyşt
hewramî yek diwê yerê çwar penc şiş hewt heşt no
zazakî yew[3] di, didi hîrê çar, çihar, çehar panc şeş hewt heşt new
farisî yek do çehar, çar penc şêş, şîş heft heşt noh
pehlewî yek do çehar penc şeş heft heşt noh
avestayî eêwe- duwe thrayo çethvaro pence xşuweş hepte eşte newe
sanskrîtî êkem dvê trîni çetvarî pençe şet septe eşte neve
hindî êk do tîn çar panç çat sat ath new
rûsî odin dva trî çêtîrê pyat şêsti sêmi vosêmi dêvyati
yûnanî êna dhuo trîa têththera pênte êsî êpta, êfta oktû ennêa
latînî ūnus duo trēs quattuor quīn-que sex septem octō novem
îtalî uno due tre quattro cinque sei sette otto nove
spanî uno dos tres cuatro cinco seis siete ocho nueve
fransî un deux trois quatre cinq six sept huit neuf
inglîzî one two three four five six seven eight nine
almanî ein zwei drei vier fünf sechs sieben acht neun
 
Hemû ji proto-hindûewropî[4] oi-no-[5] d(u)wo- trei- kʷetwor-[6] penkʷe s(w)eḱs septm̥[7] oḱtō newn̥

Niha jî kerem bikin çend gotinan li ser her navê(n) tilhejmareke kurdî 1 – 9.

Yek

Navê hejmara 1 di piraniya devokên kurmancî, soranî û kurdiya başûrî û hewramî de ”yek” e. Di kurmanciya rojhilatî de ew bi piranî ”êk” yan ”yek” e. Wek paşgir ew di kurmancî de ”-ek, -yek” (bo nimûne ”kitêb-ek, rojname-yek”), di soranî de ”-ek, -yek” yan ”-êk, -yêk”. Di zazakî de varyantên bi K wek navê navê serbixwe yê hejmara 1 peyda nabe lê forma standard ”yew” û varyantên wê jî ”jew, jû, zû…” ne. Lê di zazakî de jî forma bi K wek paşgira ”-êk, -yêk” li kar e.

Ji zimanên kevn yên îranî û zimanên din yên hindûewropî diyar e ku dengê destpêkê Y paşî li peyvê zêde bûye. Dengê K di navê vê hejmarê yê gelek zimanên hindî-îranî de hene lê di zimanên din yên hindûewropî de peyda nabe û herwiha di gelek zar û zimanên îranî de jî tine ye (bo nimûne peşûtî ”yew” û zazakî ”yew, jew, jû, zû…” ku di tiyên wan de K nîne.

Wek din jî navê vê hejmarê yê hindî-îranî bi dengên xwe ji navên vê hejmarê yên bi zimanên din dûr bûye ji ber ku di zimanên din de bi piranî dengê N heye ku di formên hindî-îranî de peyda nabe. Kîteya pêşîn ya navê vê hejmarê di proto-hindûewropî de *oi- bû ku di piraniya zimanên hindûewropî de bûye u- yan o- lê di zimanên hindî-îranî de veguheriye ”ew-”, ”ye-” yan ”ê-”.

Du

Navê hejmara 2 di kurmancî de bi piranî wek ”du”, kêm caran jî wek ”di” yan ”dû” tê nivîsîn. Ji bilî van, di kurmanciya navendî û rojavayî de formeke dubarekirî ya heman peyvê wek ”dudu” yan jî bi formeke wê ya wek ”dido, didu, dudo” bi serbixweyî anku ne wek pêşdiyarker (ne navdêrek bi wê re) tê xebitandin. Heman peyva dubarekirî di hejmara ”3” de jî li kar e (binêrin jêrtir). Ev diyarde ne di kurmanciya rojhilatî de û ne jî di soranî de peyda nabe.

Di soranî de navê hejmara 2 ”dû” ye ku kêm caran wek ”du” (bi ”waw”ekê) jî tê nivîsîn. Di kurdiya başûrî de heman hejmar li gor devokan bi formên ”dü, di, du” tê bihîstin. Di zazakî de ew bi awayê ”di” ye – li hin deran ”didi” jî wek di kurmanciya navendî û rojavayî de li kar e. Di hewramî de ev hejmar bi şiklê ”diwê” yan ”dwê” ye.

Hevrehîtiya navên hejmara 2 di zimanên hindûewropî de bi ihtimaleke mezin ji navên hemû hejmarên din baştir berçav û diyar e. Di piraniya mitleq ya zimanên hindûewropî de navê vê hejmarê bi dengê D dest pê dike û herwiha dengek ji U, Û, O yan W tê de heye. Di zimanên germenî de D-ya wê bûye T (bo nimûne inglîzî ”two”, swêdî ”två”) û ji heman malbatê di almanî de bûye Z jî (zwei) lê dîsa jî hevrehîtiya wan diyar e.

Navê hejmara 3 di hemû devokên kurmancî û soranî de ”sê” ye. Di kurmanciya navendî û rojavayî de herwiha forma ”sisê” jî di bikaranîna serbixwe de li kar e. Di kurdiya başûrî de jî forma serdest ”sê” ye lê varyanta ”si” jî peyda dibe.

Navê hejmara 3 di hewramî (yerê) û zazakî (hîrê) de ji navê wê yê kurmancî, soranî û herwiha farisî û pehlewî ”sê” jî dûr dixuyin. Li aliyekî din, forma hewramî ”yerê” û bi taybetî jî forma zazakî ”hîrê” zêdetir dişibin navên vê hejmarê yên bi piraniya zimanên din yên hindûewropî, bo nimûne avestayî ”thrayo” yan inglîzî ”three”. Wek mînak, di van zimanan de jî R di peyvê de heye lê di peyva ”sê” de peyda nabe. Sebeb ew e ku T-ya vê peyvê hê li serdema zimanên kevn yên îranî (bo nimûne avestayî) bûbû ”th-” anku S-ya navdidanî yan jî S-ya ”fis” wek di inglîzî de jî di navê vê hejmarê de ”three” yan jî di erebî de di navê heman hejmarê de ”thelathe”. Dûv re di kurmancî, soranî, farisî û pehlewî de ev deng bûye S-ya ”normal”. Herçi zazakî ye, wê S-ya navdidanî kiriye H wek çawa ku hemû zimanên îranî S-ya peyva *septm (7) ya proto-hindûewropî kiriye H-ya peyva ”heft” yan S-ya *sem- ya proto-hindûewropî kiriye H-ya ”hem, heman, hev, hemû…” Hewramî taliyê H jî xistiye û Y li cihê wê daniye.

Hewramî û zazakî R-ya vê hejmarê jî parastiye, berevajî kurmancî, soranî, farisî û pehlewî.

Çar

Navê hejmara 4 di piraniya zimanên îranî, hindî û slavî de dişibe navê vê hejmarê yê kurmancî tevî ku baş tê dîtin ku di kurmancî de bi zelalî kurttir û sadetir bûye: kurmancî ”çar”, soranî û kurdiya başûrî ”çiwar, çwar”, zazakî ”çar, çihar”, farisî ”çehar, çar”, pehlewî ”çehar”, avestayî ”çethvaro”, sanskrîtî ”çetvari”, rûsî ”çêtîrê”, ukraynî ”çotiri”, polonî ”cztery”. Herwiha di zimanê ermenî û zimanên keltî de jî hê dişibe ya kurdî: ermenî ”çorş”, skotî ”ceithir”, îrlandî ”ceathair” (di van zimanan de C wek Ç-ya kurdî tê gotin, ne wek C-ya kurdî).

Lê gava ku mirov li zimanên romansî (zimanên ji latînî peyda bûyî) dinêre, dibîne ku dengê destpêkê ne Ç lê K ye (Q di van zimanan de wek K-ya kurdî tê gotin, ne wek Q-ya me): latînî ”quattuor”, îtalî ”quattro”, portugalî ”quatro”, spanî ”cuatro” (bixwîne [kwatro]).

Di eslê peyva proto-hindûewropî jî di rastiyê de li destpêkê K hebû ku di gelek zimanan de bûye Ç. Ev diyardeyeke berbelav ya dengnasî ye ku K-ya proto-hindûewropî di hin şaxên zimanên hindûewropî de (bi taybetî di zimanên hindûîranî û balto-slavî de) dibe Ç yan S.

Lê gava ku mirov li zimanên germenî dinêre, dibîne ku dengê destpêkê yê navê vê hejmarê ne Ç û ne jî K lê F ye: bo nimûne inglîzî ”four”, swêdî ”fyra”, almanî ”vier” (bixwîne [fîr]). Sebebê peydabûna dengê F li destpêka navê hejmara 4 di zimanên germenî de navê hejmara 5 e ku zimanên germenî bi F ye: bo nimûne almanî ”fünf”, swêdî ”femma”, inglîzî ”five”.[8]

Pênc

Navê hejmara 5 di hemû devokên kurmancî de ”pênc” e.[9] Di soranî de ew wek ”pênc” û ”penc” peyda dibe, di zazakî de ”panc” e. Di piraniya zimanên din yên îranî de vokala wê E ye/bû: farisî, pehlewî, partî, belûçî ”penc” lê peştûyî ”pindze”, osetî ”fonç”. Di avestayî de ”peṇçe” bû, di sansksrîtî de peñcen”, bi hindî ”pam̐ç” e. Wek ku tê dîtin, ti guman ji hevrehîtiya wan di nav zimanên hindûîranî de nîne. Di yûnanî de jî bi şiklê xwe yê ”pênte” pir nêzîkî van zimanan e.

Eger mirov li rûsî binêre, dibîne ku navê vê hejmarê bi şiklê ”pyati” ji kurdî dûr ketiye û heta belkî mirov bikeve ber şik û gumana hevrehiya wan jî. Lê eger em li hin zimanên din yên balto-slavî binêrin, em ê bibînin ku di hin zimanan de formên navbera wan hene ku dikarin bi guherînên hêdî-hêdî têkiliya peyva kurdî û ya rûsî biselmînin: lîtwanî ”penki” (bixwîne ”pênkî”), latviyayî ”pieci” (bixwînin ”piyêçî”), polonî ”pięć”, belarûsî ”pyaçi”, rûsî ”pyati”.

Eger em berê xwe bidin rojavatir û li zimanên germenî binêrin, em ê bibînin ku navê hejmara 5 ne bi P lê bi F dest pê dike: almanî ”fünf”, swêdî, danmarkî û norwecî ”fem”, holendî ”vijf” (bixwînin ”feyf”), inglîzî ”five” (bixwînin ”fayv”). Lê wek ku me hê di nav malbata îranî de di zimanê osetî de dît, P dikare bibe F (”fonç”). Wek din jî pevguherîna F/P diyardeyeke berbelav ya dengnasî ye.

Cudahiya din ya serekî di zimanên germenî de peydabûna F yan V li dawiya peyvê ye ku di zimanên îranî de C/Ç heye. Ew ji sebebê guherîna dengê dawiyê bi dengekî wek dengê destpêkê ye. Ev diyarde di zimannasiyê de bi navê asîmîlasyonê anku wekhevkirinê tê nasîn. Hê deqîqtir, ev ”asîmîlasyona pêşvero” ye anku dengekî pêştir tesîrê li dengekî li dûv xwe dike.

Bo diyardeyeke ya asîmîlasyonê lê ber bi paşve anku ”asîmîlasyona paşvero” yanî guherîna dengê destpêkê bi dengê dawiyê di navê heman hejmarê de di zimanên romî de diyar e: latînî ”quīnque” (bixwînin ”kînkê”) ku ew jî wek ”pênc”a kurdî ji ”*pénkʷe” ya proto-hindûewropî ye lê K-ya destpêka kîteya duyem P-ya destpêka kîteya yekem jî kiriye K.

Paşî heman peyv di zimanên niha yên romî de dîsa ketiye ber dîsîmîlasyonê anku ferqbûnê û di zimanên niha yên romî de dengê destpêkê êdî ne K ye lê venegeriye P-ya eslî jî lê bûye Ç yan S: îtalî ”cinque” (bixwîne ”çînkwê”), spanî ”cinco” (bixwîne ”sinko”), portugalî ”cinco” (bixwînin ”sinku”), fransî ”cinque” (bixwînin ”senk”).

Şeş

Navê hejmara 6 di hemû zarên kurdî de û herwiha di piraniya zimanên din jî yên îranî de ”şeş” e lê di kêm ji wan de vokala E bi A (tacikî) yan jî bi Î (farisiya devkî) guheriye. Di pehlewî de jî navê vê hejmarê ”şeş” bû, di avestayî de ”xşveş”, di sanskrîtî de ”ṣeṣ”, hindî ”çheh”.

Di zimanên balto-slavî de jî navê vê hejmarê hê niha jî pir dişibe navê wê yê kurdî: lîtwanî ”šеšì”, latviyayî ”sеšì”, rûsî ”şêsti”, bulgarî ”şêst”, çekî ”šеst” û hwd.

Navê vê hejmarê yê bi zimanên germenî hinekî ji navê wê yê kurdî dûr ketibe jî, dîsa hevrehiya wan diyar e: danmarkî û norwecî ”seks”, swêdî ”sex” (bixwînin ”sêks”), almanî ”sechs” (bixwînin ”sêks”), holendî ”zes”, inglîzî ”six” (bixwînin ”siks”) û hwd.

Dîsa di zimanên romî de jî hê hevrehiya wan li gel peyva kurdî berçav e: latînî ”sex” (bixwînin ”sêks”), spanî û portugalî ”seis”, fransî ”six” (bixwînin ”sîs” yan ”sî”), îtalî ”sei”.

Di yûnanî de navê vê hejmarê ”hêks” û di ermenî de jî ”vêç” bi dengê xwe ji ”şeş” ya kurdî pir dûr ketine lê dîsa jî ew jî hevrehên ”şeş”ê ne û vedigerin rehê ”*swéḱs” yê makezimanê proto-hindûewropî.

Li aliyekî din, herwiha navê vê hejmarê yê bi zimanên samî jî dişibe navê wê yê bi zimanên hindûewropî. Em çend nimûneyan ji zimanên samî bidin: îbrî/îbranî ”şêş”, aramî ”şita”, erebî ”sitte”, amharî ”sidst” … lê wekheviya wan li gel yên hindûewropî ihtimalen tesedifî ji ber ku hejmarên din yên sade ne wek hev yan nêzîkî hev in. Li aliyê din, şibîna “6” ya hindûewropî li gel sekiz (heşt) ya tirkî û zimanên din yên tûranî bi zelalî tesadifî ye.

Heft

Navê hejmara 7 di hemû piraniya devokên kurmancî de ”heft” e lê di hin devokên sinorî yên navbera kurmancî û soranî de dikare wek ”hewt” jî were bihîstin.[10] Di kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) de jî ew bi awayê ”heft” e, di soranî de li hin deveran ”heft” e lê bi piranî ”hewt” e, di zazakî de bi piranî ”hewt”, carinan jî ”hot” e.

Tiştekî ecêb yê dengnasî di vê peyvê de H-ya wê ye ku ne wek H-ya di peyvên wek ”her, heval, hatin, havîn” lê wek H-ya di navên Hesen û Hisên de ye. Ev deng di vê peyvê de di hemû lehceyên serekî yên kurdî de wiha ye tevî ku di piraniya zar û devokên kurdî de dengê H di peyvên xwemalî de yan peyda nabe yan jî pir nadir e.[11]

Di zimanên din jî yên îranî de navê vê hejmarê wiha ye/bû: farisî, pehlewî û partî ”heft”, belûçî ”hept”, avestayî ”hepte-”. Herwiha di yûnanî de jî ”hêpta” ye.

Wek din li derveyî zimanên îranî, dengê destpêkê ne H lê S ye: sanskrîtî ”septan”, latînî ”septem”, lîtwanî ”septyni”… Diyardeyeke giştî ya dengnasiya dîrokî ya zimanên îranî ye ku S-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe H. Bo nimûne: inglîzî ”same” lê kurdî ”hem, heman, hev”, inglîzî ”summer” lê kurdî ”havîn”.

Ji hin zimanan P/F ketiye: hindî ”sat”, spanî ”siete”. Di fransî de P di nivîsînê de maye lê êdî nayê gotin: sept (bixwînin ”sêt”).

Di inglîzî de P/F bûye V (seven), di almanî de bûye B (sieben). Di rûsî de PT ketiye û wek ”sêmi” maye. Di ermenî de ji berê ve S ketiye: bi ermeniya kevn navê vê hejmarê ”êawtn”, niha ”yot”.

Navê vê hejmarê bi zimanên hindûewropî herwiha pirr dişibe ya zimanên samî jî: erebî ”seb’e”, maltayî ”sebgħa”, aramî ”şeb’a”, îbrî ”şeva” lê nêzîkiya wan ihtimalen tenê tesadifî ye (lê herwiha binêrin hejmara ”şeş” li jortir ku ew jî di zimanên hindûewropî û yên samî de dişibin hev.)

Heşt

Navê hejmara 8 di piraniya devokên kurmancî de ”heşt” e lê li gelek deveran jî bi awayê ”heyşt” e. Di kurmanciya rojhilatî de û herwiha di zimanê nivîskî de forma serdest ”heşt” lê di kurmanciya navendî de û herwiha hin caran di nivîsînê de jî forma ”heyşt” li kar e.

Di kurmanciya rojhilatî de dengê destpêkê wê wek H-ya di peyva ”heval” de ye lê di kurmanciya navendî de ew deng wek H-ya di peyva ”heft” yan di navê ”Hesen” de ye.

Di soranî de forma serdest û ”heşt” e (bi H-ya wek di peyva ”heval” de), di kurdiya başûrî de li hin deveran ”heşt” û li hinan jî ”heyşt”. Bi zazakî û hewramî jî ”heşt” e.

Ji nav zimanên din jî yên îranî yên niha bi farisî û belûçî jî ”heşt” e, bi osetî ”est” û bi peştûyî jî ”eti”. Di avestayî û sanskrîtî de ”eşte” bû. H-ya niha li destpêka navê hejmara 8 ji tesîra H-ya di peyva ”heft” de ye: bi analojiyê anku wekhevbûnê H li navê hejmara 8 jî zêde bûye.

Di hevrehên wê yên bi zimanên din jî yên ewropî de bi piranî H nîne: almanî ”acht” (bixwînin ”axt”), inglîzî ”eight” (bixwînin ”êyt”), swêdî ”åtta” (bixwînin ”otta”), yûnanî ”okto”, latînî ”octo” (bixwînin ”okto), îtalî ”otto”, spanî ”ocho” (bixwînin ”oço”). Fransî wek ”huit” bi H dinivîse lê bêyî H wek ”wît” dibêje. Di ermenî de bûye ”uyt”.

Di nav zimanên balto-slavî de, di şaxê baltî de hê pir nêzîkî formên bi zimanên îranî maye: lîtwanî ”aštuoni”, latviyayî ”astoņi”. Lê di zimanên slavî de ji formên îranî dûr ketiye: rûsî ”vosêmi”, polonî ”osiem”. Lê di wan de jî hê dengê S maye ku hevberî dengê Ş yê zimanên îranî ye di vê peyvê de. O-ya wê jî wek ya gelek zimanên din yên hindûewropî ye ku di zimanên îranî de bûye E.

Neh

Navê hejmara 9 di tevahiya kurmancî de ”neh” e lê li hin deveran H-ya dawiyê dikare neyê gotin. Hin caran ew dikare wek ”nih” jî were gotin.

Di zazakî de navê vê hejmarê ”new”, di soranî de ”no” û di kurdiya başûrî de jî li deveran ”nüe” û li hinan jî ”nû” ye û li çend deveran jî ”nih”.

Di nav zimanên din yên îranî de navê vê hejmarê wiha ye/bû: farisî ”noh”, pehlewî ”no”, avestayî û hexamenişî ”neve-”. Di sanskrîtî de jî ”neve” bû, di hindî de ”new” e.

Di piraniya şaxên din jî yên hindûewropî de navên vê hejmarê hê jî gelek nêzîkî formên wê yên îranî maye. Di nav zimanên germenî de bi almanî ”neun”, bi swêdî ”nio”, bi inglîzî ”nine” (bixwînin ”nayn”). Di yûnanî de ”ênnêa” ye. Di zimanên romî de wiha ye: latînî ”novem”, îtalî û portugalî ”nove”, spanî ”nueve”, fransî ”neuf” (bixwînin ”nöf”).

Wek ji zimanên din diyar e, H li dawiya peyvê nîne û di kurmancî û farisî de ew diyardeyeke nû ye. H-ya wê bi ihtimaleke mezin ji H-ya ”deh”ê ye bi analojiyê anku wekhevbûnê. Lê wek din jî di zimanên îranî de H û V dikarin bikevin cihên hev, bo nimûne farisî ”kohî, kohen” lê kurmancî ”kovî, kevn”.

Di zimanên balto-slavî de jî tesîra navê hejmara 10 li ser navê hejmara 9 bûye lê ne li dawiyê lê li destpêkê. Ji ber ku li destpêka navê hejmara 10 de di zimanên hindûewropî de D heye, di zimanên balto-slavî de D li destpêka navê hejmara 9 jî cih ji dengê N standiye: lîtwanî ”devyni”, çekî ”devět”, rûsî ”dêvyati” û hwd.

 

Deh

Navê hejmara 10 di piraniya devokên kurmancî de ”deh” e lê li hin deveran bêyî H-ya dawiyê anku wek ”de” tê gotin. Herwiha wek paşgir di hejmarên 11 – 19 de li piraniya deveran wek ”-de” anku bêyî H-ya dawiyê tê gotin tevî ku li heman deverê wek navê hejmara 10 bi awayî ”deh” jî be.

Di soranî ”de” e, di kurdiya başûrî de li gor deveran dikare ”dye”, ”de” yan ”deh” be. Di farisî de jî wek di kurmancî de ”deh” e lê wek paşgira navên hejmarên 11 – 19 di farisî de jî di zimanê devkî dikare bêyî H-ya dawiyê were bikaranîn. Di pehlewî de jî ”deh” bû.

Di zazakî de ”des” e, di avestayî û sanskrîtî de ”dese-” û di rûsî de ”dêsyati” û ermenî de jî ”tas” e. Bo guherîna dengên H û S bi hev, bidin ber kurmancî ”masî, asin/hesin” lê farisî ”mahî, ahen”.

Di zimanên din yên hindûewropî de: yûnanî ”dêka”, latînî ”decem” (bixwînin ”dêkêm”), portugalî ”dez”, spanî ”diez”, îtalî ”dieci”, fransî ”dix” (bixwînin ”dîs”), inglîzî ”ten”, almanî ”zehn”, swêdî ”tio”.

Eslê peyvê di makezimanê proto-hindûewropî de wek *déḱm̥ hatiye veavakirin. Hatiye pêşniyazkirin eslê wê jî *de-ḱm̥t be ku ji maneya ”du dest” anku ”tiliyên du destan” bide.[12]

[1] Navê hejmara 0 ne wiha ye, bi eslê xwe di piraniya zimanan de peyveke wergirtî yan çêkiriye û bi nisbî nû ye (1000 – 2000 salî ye). Em ê dû bi hûrgilî behsa wê û sebebên cudahiya wê bikin. Di hin zimanan de navê hin ji hejmarên 1 – 9 jî dikarin çêkirî bin. Bo nimûne, di zimanê fînlandî de – ku ne zimanekî hindûewropî ye – navê hejmarên 9 (yhdeksän) û 8 (kahdeksan) bi eslê xwe ji ”yhde-deksän” (yek [ji] dehê [kêm]) û ”kahde-deksan” (du [ji] dehê [kêm]) in. ”Yhde-” û ”kahde-” rehê peyvên ”yksi” (1) û ”kaksi” (2) yên xwemalî ne, ”deksa-/deksä-” (10) ji zimanekî hindûewropî ye (bidin ber kurmancî ”deh”, zazakî ”des”, yûnanî ”dêka”, sanskrîtî ”deksa-”…) Wek hejmareke serbixwe ”deksa-/deksä-” di fînlandî de peyda nabe û navê hejmara 10 ”kymmenen” e.

 

Dê bidome.

_______________

TÊBÎNÎ

[2] Herwiha bi şiklê ”dido, didu, dudo…”

[3] Li jor devokan herwiha ”jew, jû, zû…”

[4] Binêrin bo nimûne: https://en.wikipedia.org/wiki/Proto-Indo-European_numerals

[5] Dengê *O yê proto-hindûewropî di zimanên îranî de adeten dibe E

[6] Dengê *K yê proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe S, Ş yan Ç.

[7] Dengê *S yê proto-hindûewropî di zimanên îranî de adeten dibe H.

[8] Bo tesîra navên hejmaran li hev di kurdî de, li jêrtir li navê hejmarên 8 û 9 binêrin.

[9] Ew carinan wek ”pênç” anku bi Ç tê nivîsîn lê ev awayê nivîsînê di kurmancî de ji tesîra nivîsîna tirkî ye ji ber ku tirkî C li dawiya peyvan adeten dike Ç.

[10] Carinan wek ”hevt” jî di nivîsînê de tê dîtin lê ev tenê şaşiyeke nivîsînê ye, di rastiyê di ti devokên kurdî de dengê V û T li pey hev di axiftinê de nayê.

[11] Istisna û awarteyiyek ji vê kurmanciya navendî ye ku di gelek peyvên din jî yên xwemalî de li cihê H-ya wek di peyva ”hatin” de, H-ya wek di navê Hesen de dixebitîne: hemû, hirç, hezar… ku di devokên din de bi H-ya wek di peyva ”hatin” de tên gotin.

[12] https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/d%C3%A9%E1%B8%B1m%CC%A5

11 thoughts on “Navên hejmaran û hejmarsazî (2)

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s