Husein Muhammed
Di dengnasiya kurdî de Ş / ş nîşana dengê ”paşpidûyî-xişok-vizok yê bêlerz” e. Mebest ji ”paşpidûyî” ew e ku di dema gotina vî dengî de ziman bi paşiya pidûyan dikeve. Mebest ji ”xişok-vizok” ew e ku pêşî deng bi temamî tê rawestandin û paşî hêdîka tê vekirin û lom xişînek ji hewayê dengî derdikeve. Qezda ”bêlerz” ew e ku di dema derketina vî dengî de perdeyên dengî di gewriyê de nalerizin.
Ji bilî kurdî, herwiha tirkî û romanî jî Ş / ş bo nivîsîna vî dengî bi kar tînin. Piraniya zimanên Rojhilata Ewropayê herfên Š / š bo nivîsîna heman dengî dixebitînin. Hin ziman jî vî dengî bi cotherfên SH (bo nimûne inglîzî), CH (fransî) yan jî koma 3-herfî SCH (almanî) dinivîsin. Zimanên Nîvgiravê Îberyayê (portugalî, spanî, katalanî, baskî…) vî dengî gelek caran bi herfa X dinivîsin.
Ev deng di alfabeya kurdî-erebî de û di zimanên din jî yên erebînivîs de bi herfa ش tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-krîlî de – wek di zimanên din jî yên krîlînivîs de – ev deng bi herfên Ш (gir) ш (hûr) dihat/tê diyarkirin.
Li gor alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) jî ev deng bi herfa [ʃ] tê diyarkirin. Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_palato-alveolar_sibilant.ogg
Peydabûna Ş di peyvan de
Dengê Ş di kurdî de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvan peyda bibe:
- destpêk: şal, şerm, şêr, şîrîn, şor, şuxl, şûm…
- nav: aştî, beşer, deşt, eşq, kuştin, mişk…
- dawî: aş, baş, meş, kaş, reş…
Li gor lêkolînên me[1], rêjeya herfa Ş di nivîsên kurmancî de 1,0 % e. Tenê şeş herfên din (o, p, ç, c, f, q) ji Ş kêmtir peyda dibin, herfên din hemû di nivîsên kurmancî de ji Ş mişetir in.
Peydabûna dîrokî ya dengê Ş
Niha dengê Ş di hemû lehceyên serekî yên kurdî de û hemû cîranên kurdî de (aramî, azerî, erebî, ermenî, farisî, tirkî) peyda dibe. Ş herwiha di zimanên îranî yên kevn (avestayî, hemanişî) û navîn (pehlewî, partî) de jî hebû. Heman deng di piraniya lê ne hemû zimanên din jî yên hindûewropî de heye.
Lê dengê Ş di maka zimanên hindûewropî de tine bû. Dengê Ş yê di peyvên xwemalî (hindûewropî) de bi piranî ji KS-, KW-, KY- yan jî SW-, SY-, Gʰ- hatiye:
kurmancî | proto-hindûewropî | bide ber… |
şev | * ksep | sanskrîtî: ksep- |
şeş | *sweks-[2] | latînî: sex |
şûjin | *syuh-, *swi- (dirûn, dirûtin) | sanskrîtî: sivyeti (dirûn) |
şandin | *kyeu-[3] (çûn) | yûnanî: sêwo (ajotin) |
heşt | *oktow- | latînî: octo |
-doş-[4] | *dʰewgʰ- (beranîn, berhem dan) | sanskrîtî: dogh (şîr) |
Gelek ji peyvên bi Ş bi eslê xwe biyanî ne:
- ji erebî: şer, şaşik, şehîd, eşq…
- ji tirkî: şaş, doşek, qişle…
- ji sanskrîtî: şekir, tebeşîr…
- ji fransî: şampanya, paraşût…
Lê çavkaniya Ş-ya hin peyvên xwemalî dikare dengekî din jî be. Dengê Ş dikare ji J peyda bibe: gava ku dengekî bêlerz bikeve dûv J-ya bilerz, hingê ew dengê bêlerz J-ya bilerz jî dike Ş ji ber ku Ş hevbera bêlerz ya J-ya bilerz e:
- di-kuj-in / nekuj-e à kuşt-in / ne-kuştiye
- di-birêj-im / bibirêjin à biraşt, biraştibû
Carinan Ş û Ç bi hev diguherin.
- kurmancî: çûn çûyîn
- zazakî: şiyayen
- hewramî: şiyay
Di kurmancî de jî hevreha vê peyvê anku ”şandin, şiyandin” (hinartin, bi rê kirin, rewane kirin) bi Ş ye.
Herwiha:
- çelqandin / çelqîn vs. şilqandin / şilqîn
Gelek caran Ç di bin tesîra erebî de bûye Ş ji ber ku Ç di erebiya standard de nîne:
- sanskrîtî çetur-enge à pehlewî çetreng à erebî şe ṭrenc à kurdî û farisî şetrenc
Dengê Ş herwiha dikare li gel S biguhere:
kurmanciya navendî | kurmanciya rojhilatî |
pisîk | pişîk |
teşt | test (amana mezin) |
Herwiha ev guherîna S/Ş di navbera kurmancî û zazakî de jî di hin peyvan de heye:
- kurmancî rast
- zazakî raşt
Guherîna Ş bi S û S bi Ş xaseten di zazakiya Dêrsimê de diyardeyeke berbelav e:
- şima à sima
- Hisên à Wişên
Ş ji T?
Di hin lêkeran de di rehê demên borî û forma rader de T heye lê di rehê demên niha û bên de Ş heye:
rader | rehê demên borî (nimûne) | rehê demên niha û bên |
firotin | –firot– (firot, ne-firot-in, firot-iye…) | –firoş– (di-firoş-im, na-firoşî, bi-firoş-in…) |
dotin | –dot– (dot, ne-dot-in, dot-ibû) | –doş– (di-doş-im, na-doş-e, bi-doş-in…) |
Mirov dibêje heçku T dibe Ş (eger mirov rehê demên borî wek bingeh bihesibîne) yan jî Ş dibe T (eger mirov rehê demên niha û bên wek serekanî bihejmêre. Lê di rastiyê de tarîxiyen mesele ne guherîna Ş/T ye.
Di rastiyê de T-ya van peyvan nîşana demên borî ye.[5] Herçi Ş ye, ew yan jî dengekî din di dîrokê de li cihê wî hebû:
kurmancî | soranî | farisî |
firotin | firoştin | forûxten |
dotin | doşan | doxten |
Di rastiyê de di hin devokên kurmancî de jî peyva ”dotin” hê wek ”duhtin” maye anku H berî T heye. Wek ku tê dîtin, di farisî de X heye. Lê ji xwe li gelek cihên din jî hevberî H ya kurdî di farisî de X heye:
- kurmancî: hirç, hişk
- farisî:xers, xoşk
Di gelek peyvên din de jî herfa berî T ketiye:
- kurmancî avêtin, soranî hawîştin, kurdiya başûrî aştin / oyştin, zazakî eştene…
- kurmancî: gotin, cot, farisî goften, coft…
- piraniya devokên kurmancî mizgeft, şkeft, hin devok mizget, şket…
Welhasil: niha Ş û T-yên van peyvan wisa dixuyin ku bi hev diguherin. Lê tarîxiyen li vir mesele ne guherîna bi hev e: Ş yan dengê li şûna wê ji berî T ketiye.
Guherîna Ş bi dengên din
Dengê Ş di kurmancî de gelek caran bi H guheriye. Bi taybetî jî ev guherîn berî dengê N yan M tê. Bo nimûne: têhnî / tihnî (à tî) anku ”hewceyî avê/vexwarinê”, ”çav, çehv” û ”heyv, hîv”.
kurmancî | tihnî, têhnî (à tî) | çav ß çehv | heyv, hîv |
zazakî | teyşan | çim | aşmî |
farisî | tişnê | çeşm | – |
pehlewî | tîşn | çeşme | eyişm[6] |
parsî | tişnig | ç’ş’m | – |
avestayî | terşne | çeşmen | – |
sanskrîtî | tirşne | çekşuş | – |
Dengê Ş di peyvên vê dawiyê ji farisî wergirtî de li berî N dibe J:
kurdî | cejn | bejn |
farisî | ceşn | beşn |
pehlewî | ceşn | beşn |
avestayî | yesne-[7] | berişnu |
Dengê Ş carinan dibe S jî:
kurmanciya navendî | pisîk |
kurmanciya rojhilatî | pişîk |
soranî | pişîle |
belûçî | pişî |
farisî | pîşî |
______________________________
Têbînî
[1] Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî: de: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/04/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de/
[2] Bala xwe bidinê ku çawa hem SW-ya destpêkê û hem jî KS ya dawiyê bûye Ş.
[3] Heman peyva proto-hindûewropî herwiha serekaniya peyva ”çûn, çûyîn” ya kurmancî ye jî ku hevreh û hevwateya zazakî ”şiyayen” û hewramî ”şiyay” e û herwiha hevreha lê ne hevwateya ”şoden” (bûn tiştek, bi inglîzî ”become”) ya farisî ye. Bi demê re maneya peyva farisî ji ”çûn”ê bûye ”bûn tiştek”.
[4] Rehê dema niha yê lêkera ”dotin, duhtin” (ez di-doş-im, ew na-doş-in, bi-doş-e!)
[5] Binêrin: T û D wek nîşana demên borî: http://www.kulturname.com/?p=10246
[6] Di kurmancî de dengê M dibe V û dengê Ş li nava peyvê dibe H yan winda dibe. Li destpêka peyvên bi vokalan dest pê dikin jî, di kurmancî de meylek heye ku H lê zêde bibe: kurmancî hesp lê soranî esp, farisî esb, pehlewî esp, zazakî espe-, sanskrîtî eşve-…
[7] Dengê Y yê îraniya kevn bi taybetî li destpêka peyvê di îraniya nû de dibe C. Binêrin: Dengê C – peydabûn û guherîna wî: http://www.kulturname.com/?p=10631