Dengê U – windabûn û guherîna wî

Husein Muhammed

U

Herfa U / u di kurdî de nîşana vokala ber-bilind ya ber-paşîn ya gilor e, bi gotineke din vokala ber-girtî ya ber-paşî ya girovir e. Mebest ji ”ber-bilind” yan ”ber-girtî” ew e ku di dema çêbûna vî dengî de ziman li nêzîkî bilindahiya devî ye lê ne bi temamî bi banê devî ye. Mexseda ”ber-paşîn” ew e ku ziman di dema peydabûna vî dengî de li nêzîkî paşiya devî ye lê ne bi temamî li aşiyê ye. Merem bi ”gilovir, gilor” jî ew e ku lêv tên gilor- anku girovirkirin û tên pêşve, ne pehn in û li cihê xwe yê asayî namînin. Ev vokal di kurdî de kurt e.

Bi alfabeya kurdî-erebî de ev deng bi herfa و (li destpêkê ئو) tê nivîsîn. Di erebiya standard de ev deng heye lê di nivîsînê de li nav û dawiya peyvê adeten nayê nivîsîn ji ber ku di wî zimanî de axlebe vokalên kurt di nivîsên normal de nayên diyarkirin. Lê ew dikare bi hereketa zemmeyê were diyarkirin ku herfikeke jornivîs ya wek و ye lê hûriktir e û li raserî konsonanta berî wî dengî tê danîn. Di farisî de jî ev deng adeten nayê nivîsîn lê carinan bo rêgirtina li ber xeletfehmkirinê ew wek erebî bi zemmeyê tê diyarkirin. Niha di farisiya tehranî de – lê ne di deriya Efxanistanê yan tacikî de – dengê U bûye O lê ji O-ya kurdî kurttir. Loma bo nimûne peyva kurd bi farisî bi awayê kord tê gotin.

Herfa kurdî U û ya tirkî U ne hevdeng in. Ji aliyê cihê derketinê ve û herwiha ji aliyê dirêjahiya xwe ve jî, U-ya tirkî ji U-ya kurdî zêdetir dişibe Û-ya kurdî lê bi temamî ne wek wê ye jî. Di neqilkirina ji peyvên erebî de U di tirkî de bi piranî li wan cihan heye ku di kurdî de Û heye. Li cihê ku di kurdî de U heye, di tirkî de adeten (lê ne herdem) Ü heye:

  • kurdî qanûn, tirkî kanun
  • kurdî mumkin, tirkî mümkün

Bi alfabeya kurdî-krîlî ev deng wek Ӧ (gir) û ӧ (hûr) dihat nivîsîn.

Ev deng bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) bi nîşana [ʊ] tê diyarkirin. Herçi [u] ye, ew di sîstema IPAyê de nîşsana dengê wek Û ya kurdî ye.

Mirov dikare li vê derê guhdariya vî dengî bike:

http://en.wikipedia.org/wiki/File:Near-close_near-back_rounded_vowel.ogg

 

 

Vokalên serekî di kurmanciya giştî de

 

  pêşîn navendî paşîn
girtî î i, u û
nîvî ê   o
vekirî e   a

 

 

Peydabûna dengê U di peyvan de

Dengê O di kurdî de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:

  • li destpêkê: umêd, umet, Urdin…
  • li navê: guh, kurd, quling…
  • li dawiyê: du, ku, tu…

Li gor lêkolînên me yên berî niha, rêjeya herfa Ê di nivîsên kurmancî de 1,3 % ye.[1] Di nav vokalan de tenê O ji wê kêmtir peyda dibe.

Li destpêka peyvên xwemalî (îranî, hindûewropî) ew di kurmancî de peyda nabe.[2] Li dawiyê jî ew tenê di çend peyvan de heye: du, ku, tu û herwiha di hin devokan de çu (ti, hîç).

Li nava peyvên xwemalî U zêdetir peyda dibe. Di peyvên ku U li nav yan dawiyê heyî de jî adeten forma bi U tenê varyant yan alternatîveke formeke din ya bê U ye. Bi piranî forma bê U di nivîsîna kurmancî de serdest û standard e. Mebest ji “serdest” li vê derê ew e ku ew form ji formên din yên nivîsîna heman peyvê zêdetir di nivîsan de tê dîtin. Merem ji “standard” jî ew e ku piraniya nivîser û zimannasan wê formê beramber formên din tercîh û pêşniyaz dikin. Di tabloyê de forma serdest û standard hatiye qelewkirin:

peyvên bi U li navê yan dawiyê forma/formên heman peyvê bê U
awur awir
bulbul bilbil
cuhû cihû
dukan dikan
fulan filan
huner hiner
nuha niha
tu ti
zuha ziha, ziwa

 

Wek ku ji van nimûneyan diyar dibe, di piraniya wan de ne forma bi U lê ya bi I serdest in. Istisnaa van ya diyar peyva huner e. Lê em hemû baş dizanin ku ev peyv di kurmancî de pir nû ye, li sedsala bîstem bi rêya soranî ji farisî ketiye kurmanciya nivîskî. Di rastiyê de forma wê ya xwerû-kurmancî hinêr e ku hê jî di hin devokan de tê bihîstin. Lê maneya hinêrê piçekê ji ya hunerê cuda[3] ye. Huner bi inglîzî art e, hinêr prowess, adroitness, dexerity, vigor/vigour e anku hêz, şiyan, taqet, zever, zîrekî, xurtî ye.

Ji peyvên tu, ti (hem bi maneya “you” ya inglîzî û hem jî bi wateya “any” ya heman zimanî) di kurmanciya nivîskî de forma tu serdest e lê di axiftina bi piraniya devokên kurmancî mirov ihtimalen zêdetir ti dibihîze. Hin nivîskar jî – ez bi xwe jî di nav de – forma tu bi maneya kesê duyem (inglîzî “you”, tirkî “sen”, erebî “ente”, farisî “tû”) û forma ti jî bi wateya çu, hîç (inglîzî “any”, tirkî “hiç”, erebî “eyy”, farisî “hîç”) dinivîsin.

Lê U di hemû haletan de nikare bibe U. Eger em U-a pey G, K, Q, X biguherînin, maneya peyvê dikare biguhere yan jî peyveke tineyî ya bêwate jê derkeve.

Anku gelek caran U dikare cihê xwe bide I. Tenê piştî G, K, Q, X dengê U nikare herdem bi I biguhere:

– “kul” û “kil” du peyvên ji hev cuda ne

– “guh” û “gih” (geh) ne hevwate ne

– “qumar” nikare bibe “qimar”

– “Kurdistan” nabe “*Kirdistan”

– piraniya kurdan li cihê “kurd” nabêjin “kird”[4]

– “xulam” heye lê “*xilam” peya be

Lê “ku-“ ya hin devokan jî carinan di devokên din de “ki-“ ye: “kirmanc, kirm” di kurmanciya rojhilatî de beramberî “kurm, kurmanc” di devokên kurmanciya navendî de.

Bo nivîseke me ya taybet li ser guherîna U bi I, kerem bikin binêrin:

http://www.kulturname.com/?p=9833

Çêbûna dengê U ji dengên din

Dengê U di kurmancî, soranî, zazakî û hewramî de heye. Di farisî de jî hebû lê di farisiya nû ya tehranî de bûye O ya piçekê ji O-ya kurdî kurttir.

Dengê U yê zimanên îraniya navîn (pehlewî, pertî) di kurmancî de hin caran wek U maye:

kurmancî pehlewî sogdî
guh guş nguş

Lê dîsa jî dengê U yê kurmancî gelek caran ji encama dengekî din e. Mirov dikare van guherînan li ser sê beşan parve bike:

  • guherîna dîrokî
  • guherîn li gor devokan
  • guherîn ji ber çemandinê

 

Peydabûna dîrokî ya dengê U

Piraniya peyvên ku U tê de heye lê U-ya wan dikare bi dengekî din (xaseten I) biguhere, ji erebî yan bi rêya erebî ji zimanekî din ketine kurdî:

– dukan (dikan)

– bulbul (bilbil)

– bum (bim)

Lê U nemaze li pey G, K, Q, X di peyvên xwemalî de jî heye û di van rewşan de ew bi I naguhere (yan eger biguhere, maneya peyvê dikare biguhere):

– guh, gul, gund…

– kuncî, kun, kul…

– xurt, xurme, xurandin…

– qul, quz, qunc…

Anku U-ya xwemalî bi piranî tê parastin lê ya ji erebî bi I tê guherandin. Lê U-ya ji erebî jî li pey K, Q, X tê parastin (di erebî de G nîne loma peyvên bi wê ji erebî neketine kurdî jî):

– kufir (ne *kifr)

– qumar (ne *qimar)

– xulam (ne *xilam)

Dengê “gu-“ yê kurdî û “go-“ yê bi piranî ji dengê “vi-, ve-“ yên îraniya navîn û kevn e ku niha jî di zazakî û hewramî de wek “vi-“ maye:

kurmancî farisî pehlewî zazakî hewramî avestayî
gul gol gil vil vil veridhe-
gur(g) gorg gurg verg werg vehrke-

 

Lê carinan jî U-ya “gu-“ ji guherîna –EW- yan –AW- bi U ye:

– “guhan” ji “gew-, gaw-“ (ga, manga)

Peyvên bi “ku-“ û “qu-“ kêm caran hevrehên xwe di zimanên kevn yên îranî de hene. Wisa diyar e ku piraniya wan ji zimanên din ketine zimanên îranî lê etîmolojiya gelekan ji wan ne diyar e.

 

Peydabûna devokî ya dengê U

Dengê U di carinan di kurmanciya navendî de li cihê I ya kurmanciya rojhilatî heye:

kurmanciya navendî kurmanciya rojhilatî
kurm kirm
kurmanc, kurmancî kirmanc, kirmancî

 

Gelek caran –UH-, -UHI-, -UHU-, -UHE- û O li gor devokan (xaseten di navbera kurmancî û soranî de) bi hev diguherin

kurmanciya navendî kurmanciya rojhilatî soranî
buhirîn borîn burdin
guher(r)în guhor(r)în gor(r)an
cuhik, cihuk, cok, co co

 

 

Guherîna ji ber çemandinê

Tenê kêm caran tesîra çemandinê li ser guherîna dengê U heye.

Lê peyva bi maneya bi avê paqij kirin di kurmancî de li gor devokan dikare şûştin, şuştin, şüştin / şwîştin, şîştin. Lê di hemû devokên kurmancî de rehê wê yê dema niha –şo- ye anku bi O ye. Herwiha peyva dotin jî bi gelek devokan duhtin e lê dîsa jî bi wan devokan jî rehê dema niha yê wê lêkerê –doş- e anku bi O ye.

 

—————–

TÊBÎNÎ

[1] http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_index.asp?MemberNr=33

[2] Ji nimûneyên li jor, umet ji erebî ye, umêd wergirtineke ji farisî ye u hevreha hêvî ya kurmancî ye, Urdin bi rêya erebî ji îbranî ye. Di nivîsan de mirov peyvên wek umir (jî, temen, hîn) û Umer (Emer, navekî mêran e) dibîne lê ew ne bi dengekî vokalîk (U) lê bi dengekî konsonantîk (eyn) dest pê dikin.

[3] Me nivîsiye cuda, ne cida. Di rastiyê de jî cuda ji cida serdesttir e. Lê ev peyva kurmanciya rojhilatî di rastiyê de wergirtineke ji farisî ye ji ber ku D di peyvên xwerû-kurmancî de di navbera du vokalan de peyda nabe. Bo nimûne, beramberî badem ya farisî di kurmancî bahîv/behîv heye. Formên kurdî yên vê peyvê cihê (kurmanciya navendî) û ciya (soranî û zazakî) ne lê cuda ya esil-farisî ev demeke dirêj e ku di kurdî de li kar e.

[4] ”Kird” di zazakî de maneya ”zaza” dide lê helbet ew û ”kurd” peyvên hevreh in. Di soranî de ”kird” maneya ”kir” dide (ji ”kirdin = kirin”).

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s