Husein Muhammed
Di dengnasiya kurdî de Z / z dengê ”pidûyî-xişok/vizok yê bilerz” e. Mebest ji ”pidûyî” ew e ku di dema gotina vî dengî de ziman bi pidûyan dikeve. Merem ji ”xişok” ew e ku hewa di dema gotina vî dengî de di buhirkeke wisa teng re derbas dibe ku xişînek pê re derdikeve. Mexsed ji ”bilerz” ew e ku derketina vî dengî dibe sebebê lerizîna perdeyên dengî yên di gewriyê de.
Ev deng di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) de jî bi nîşana [z] tê diyarkirin. Di kurdî-erebî û di zimanên din jî yên erebînivîs de ev deng bi herfa ز tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-krîlî de, wek di zimanên din yên krîlînivîs de jî, ev deng bi herfa З (gir) yan з (hûr) dihat nivîsîn.
Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_alveolar_sibilant.ogg
Peydabûna Z di peyvê de
Dengê Z dikare di kurdî de li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:
- destpêk: zanîn, zer, zêr(r), ziyan, zîrek, zor, zuha, zû…
- nav: azad, bizin, cezwe, dizîn, kezî, nizm…
- dawî: baz, diz, ez, hez, mîz, mûz, rez…
Li gor lêkolînên me yên berî niha, rêjeya herfa Z di peyvên kurmancî de 1,2 % e. Tenê herfên Ş, O, P, Ç, C, Q, F ji wê kêmtir peyda dibin. Lê berevajî hin herfên din, mirov nikare bibêje ku herfa Z li destpêk, nav yan dawiya peyvê pirr kêm peyda dibe. Ew li her dera peyvan bi rêjeyeke normal tê dîtin.
Herfek û du fonem
Herfa Z di kurmancî de bo nivîsîna du foneman anku de dengên serbixwe tê bikaranîn. Mirov dikare ji van dengan re Z-ya zirav û Z-ya qelew bibêje.
Z-ya zirav bo nimûne di van peyvan de heye:
- zarok, zer, zêr, zincîr, zîrek, zû
Z-ya qelew jî bo nimûne di van peyvan de heye:
- zanîn, zerf, zivistan, zor, zuha…
Di alfabeya kurdî-erebî de, hin caran lê tenê kêm caran Z-ya qelew bi herfa ظ ji Z-ya zirav (ز) tê cudakirin. Lê bi piranî herdu jî bi ز tên nivîsîn.
Di rastiyê de Z-ya qelew ya kurdî û ظ ya erebî ne hevdeng in. Di gotina Z-ya qelew ya kurdî de ziman bi pidûyan dikeve lê di ظ ya erebî de ziman pêşvetir tê û digihe navbera didanan anku dengekî didanî ye. Z-ya qelew ya kurdî forma qelew ya ”zeyn”a (ز) ya erebî ye lê ظ ya erebî forma qelew ya ”zal” (ذ) ya erebî ye.
Di kurmancî de Z-ya zirav û Z-ya qelew her yek fonemek e anku dengekî serbixwe ye ji ber ku veguhastina yekê ji wan bi ya din dikare di hin peyvan de maneya peyvê biguherîne:
- bez (bi Z-ya zirav): rûnê / donê heywanan
- bez (bi Z-ya qelew): bezîn, bazdan, revîn, zû meşîn
- zana (bi Z-ya qelew): şareza, pispor, zanyar, alim, xwanda, xwandewar, têgihiştî
- zana çêlekê (bi Z-ya zirav): zayîna çêlekê, beranîna golikan
Cudahiya van herdu Z-yan divê ji demekî gelek dûr ve hebûbe. Z-ya zirav di farisî de jî bi awayekî giştî her Z ye:
- kurmancî: zer, zêr(r), zincîr, zû…
- farisî: zerd, zer, zincîr, zûd…
Lê Z-ya qelew gelek caran di farisî de D ye:
- kurmancî: zana, zanîn, zava…
- farisî: dana, danişten, damad…
Peydabûn û windabûna Z
Niha di kurdî û hemû cîranên wê (farisî, erebî, tirkî, azerî, aramî, ermenî) de dengê Z peyda dibe. Lê herdem ne wisa bûye. Di tirkî de peyvên bi Z dest pê dikin hemû bi eslê xwe biyanî ne lê li nav û xaseten li dawiya peyvê Z di peyvên xwemalî de jî peyda dibe: ”biz” (em), ”yüz” (sed).
Niha di hemû zimanên îranî de Z hem di peyvên xwemalî û hem jî yên esil-biyanî de peyda dibe. Lê di proto-hindûewropî de ev deng tine bû. Z-ya peyvên xwemalî bi eslê xwe ”ǵʰ” bû ku hê jî di gelek zimanên hindûewropî de wek xwe maye lê di zimanên îranî de guheriye û bûye Z yan J:
- kurmancî: zer
- soranî: zerd
- farisî: zer
- avestavî: zeyrî
Lê
- almanî: Gelb
- latînî: galbus
- inglîziya kevn: geolu >inglîziya nû: yellow
Z (sor) û lêzimên wê (şîn)
CIH >
AWA |
du-lêvî | lêvî-didanî | pidûyî | paş-pidûyî | ban-devî | paş–devî | ser-gewrî | zima-nokî | qirrikî |
BÊVILÎ | m | n | |||||||
SEKNÎ – bêlerz – bilerz |
p b |
t d |
k g |
q |
ʔ [1] |
||||
XIŞOKÊN VIZOK – bêlerz – bilerz |
s z |
ş |
x |
||||||
XIŞOKÊN NEVIZOK – bêlerz – bilerz |
f |
ç c |
h |
||||||
JENOK | r | ||||||||
TENGAV | w | l | y |
Adeten L-ya proto-hindûewropî (almanî ”Gelb”, latînî ”galbus”) jî di zimanên îranî de bûye R. Heman guherîna G à Z / J di zimanên din jî yên ”satemî” de (bo nimûne di zimanên balto-slavî de) peyda bûye lê L wek xwe maye, nebûye R:
- lîtwanî: žel̃vas (zer)
- rûsî: zoltîy (zer)
Hin caran jî Z ji dengekî din peyda bûye, bi taybetî ji S:
- kurmancî: zik
- soranî: sik
- farisî: şikem
- kurmancî: zengîn
- farisî: sengîn[2]
Li aliyekî din, hevberî Z-ya farisî di kurdî de gelek caran J heye:
- kurmancî: jiyan, roj, bijartin
- farisî: zindegî, rûz, gozîden[3]
Di rehê dema niha ya gelek lêkerên kurdî de Z heye lê di bin tesîra T-ya bêlerz de ya nîşana demên borî, Z-ya bilerz jî vediguhere hevbera xwe ya bêlerz anku dibe S:
- di-lîz-in à lîs-t-in
- di-mîz-e à mîs-t-in
- ve-di-guhêz-im à ve-guhas-t-in
Qedera ز, ذ, ظ, ض yên erebî di kurdî de
Di erebî de çar deng hene ku nêzîkî Z-ya kurdî ne:
- (zeyn) bi temamî hevdenga Z-ya kurdî ya zirav e. Ev deng di kurdî de jî wek orijinal xwe ya erebî dimîne:
- ”zeytûn” ji erebî زيتون
- ذ (zal) anku Z-ya didanî ya zirav yan Z-ya ”fis” (ð) ku hevdenga ”th” ya inglîzî di peyvên wek ”they, there, then” de ye. Di kurdî de ev deng jî dibe Z-ya zirav:
- ”zat” (xwe, kes, şexs) ji erebî ذات
- ظ (za) anku Z-ya didanî ya qelew anku Z-ya “fis û qelew”. Di kurdî de dibe Z-ya qelew (lê ne didanî / fis) yan jî zirav:
- “zalim” (Z-ya qelew) ji erebî ظالم
- “zirav” (Z-ya zirav) ji erebî ظريف
- ض (dad) anku D-ya qelew. Di kurdî de dibe Z-ya zirav yan jî qelew:
- “remezan” (Z-ya zirav) ji erebî رمضان
- “zemîr” (Z-ya qelew) ji erebî ضمير
________________________________
TÊBÎNÎ
[1] ʔ bi IPAyê de nîşana dengekî ye ku di zimanên Rojhilata Navîn de bi navê ”eyn” tê nasîn û di alfabeya erebî û kurdî-erebî de bi herfa ع tê nivîsîn. Ew bo nimûne li destpêka peyvên wek ”Elî, Emer, Arif, esman, erd, ecem” û li nava peyvê bo nimûne pi kelîmeya ”saet” de heye. Di alfabeya kurdî-latînî û wek din jî bi alfabeyên latînî gelek caran ew bi apostrofê (’) tê diyarkirin: ’Elî, ’Emer, ’Arif, ’erd, ’esman, sa’et…
[2] ”Sengîn” ji ”seng” (kevir, ber) + ”-în” anku ”kevirîn, berîn” à ”kevirên bihagiran” à ”bihagiran” à ”zengîn”. Bo guherîna maneyê di navbera ”kevirîn” û ”zengîn” de bide ber peyva kurmancî ”giran” (qurs, bo rakirinê zehmet) à ”giran” (bo kirrînê zehmet anku ”bihagiran”).
[3] Hevberî B ya kurdî di farisî de hin caran G heye: kurmancî ”beraz, birsî/birçî” hevberî farisî ”goraz, gorosnê”. Sebebê zêdebûna R li peyva ”bijartin” ya kurmancî û ”bijardin” ya soranî nayê zanîn. Di zimanên din yên îranî yên kevn û nû de, wek di farisî de jî, R di peyvê de nîne: belûçî ”gicineg”, pehlewî ”viçîten”, parsî ”wicid”, avestayî ”vi-çay-, vi-kay-”, sanskrîtî ”vi-çay”…