Dengê W – peydabûn û guherîna wî

Husein Muhammed

W

Di dengnasiya kurdî de W nîşana dengê ”dulêvî-tengav” e. Mebest ji ”du-lêvî” (bilabial) ew e ku di dema gotina vî dengî de herdu lêv nêzîkî hev dibin û dû re ji hev vedibin. Mebest ji ”tengav” jî ew e ku di dema derketina vî dengî de rêya dengî tê tengkirin lê bi temamî nayê girtin. Ev deng nîv-vokal e ji ber ku buhirka dengî bi temamî nayê girtin. Lê ew ne vokaleke temam e jî ji ber ku nikare wek navika kîteyê be anku bêyî ti vokalên din kîteyeke serbixwe pêk bîne.

Ev deng bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) jî wek [w] tê nivîsîn. Bi hin zimanên din jî (bo nimûne bi inglîzî) ev deng wek W tê nivîsîn. Lê di gelek zimanên ewropî de ev deng peyda nabe û W di hin ji wan zimanan de (bo nimûne almanî) bo diyarkirina dengê V yê kurdî tê nivîsîn.

Di kurdiya bi alfabeya erebî de û di zimanê erebî de ev deng bi herfa و tê nivîsîn. Heman herf wek vokal jî tê bikaranîn û di kurdî de hingê dengê U û di erebî de jî dengê Û dide. Di farisî de ev herf wek konsonant dengê V û wek vokal jî dengê Û û carinan jî dengê O dide. Di alfabeya kurdî-erebî de bo nivîsîna dengê Û ew herf ducarî tê nivîsîn (وو). Di alfabeya kurdî-krîlî de jî ev deng bi herfên Ԝ / ԝ dihat nivîsîn.

Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_labio-velar_approximant.ogg

 

Peydabûna dengê W di peyvan de

Dengê W di kurdî de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:

  • destpêk: war, we, wê, wir, wî…
  • nav: awir, bawî, ewr, gewr…
  • dawî: ew, dew, kew, mêw…

Li gor lêkolînên me yên berî niha, rêjeya herfa W di nivîsên kurmancî de 3,3 % e.[1] Ev tê wê maneyê ku 10 herf ji W zêdetir û 20 herf jî jê kêmtir di nivîsên kurmancî de peyda dibin. Lê dema ku mirov li ferhengan dinêre, mirov dibîne ku hejmara peyvên bi W dest pê dikin pir kêm e. Herwiha W di kurmancî de li nav yan dawiya peyvan kêm heye. Sebebê rêjeya mezin ya W di nivîsên kurmancî de ew e ku W di cînavê “ew” de û di peyvên ji wî cînavî çêkirî de heye. Ew cînav û formên wî yên çemandî jî yek ji bikarînayîtirîn peyvên kurmancî ye:

  • ew, wê, wî, wan, wir…

 

Dengê W di soranî de

Min nedîtiye ku lêkolîn li ser rêjeya herfan di nivîsên soranî de hatibin kirin. Lê dîsa jî mirov dikare bi esehî bibêje ku rêjeya W di nivîsên soranî de bi ihtimaleke gelek mezin ji rêjeya W di kurmancî de jî zêdetir e. Sebebê vê ew e ku li cihê V ya kurmancî di soranî de bi amî W heye:

kurmancî soranî
av aw
bav, bab bawk, bab
çav çaw
nav naw
şev şew

 

Lê V-ya kurmancî ne herdem di soranî de W ye, carinan M ye:

  • kurmancî: ev, dev
  • soranî: em, dem

Li aliyekî li hevberî F ya kurmancî jî, bi taybetî berî T, di soranî de W heye:

kurmancî soranî
heft hewt
şkeft eşkewt
mizgeft mizgewt

 

Herwiha W di soranî de gelek caran li cihê H ya kurmancî heye:

kurmancî soranî
hirç wirç
hişk wişk
zuha, ziwa ziwa
hinda, winda win

 

Di soranî de W – di komika “-wê-” de – dikare cihê O yan Û ya kurmancî jî bigire:

kurmancî soranî
kor kwêr
(li, ji) kû (le) kwê (we)

 

Peydabûna dîrokî ya dengê W

Di peyvên xwemalî de dengê W yê nav yan dawiya peyvê gelek caran ji B ya zimanên kevn yên îranî yan jî proto-hindûewropî peyda bûye (ewr, kew) lê ew dikare bi eslê xwe jî W / Û bûbe (de, derew).

kurmancî ewr dew derew, direw
farisî ebr doẍ dorûẍ
pehlewî ebr dos (d-w-s) drûz
avestayî ebre- dewç- drewc-
sanskrîtî ebre-
latînî imber
yûnaniya kevn ombros

 

Wek din W bi piranî di peyvên esil-biyanî de, xaseten di peyvên ji erebî wergirtî de peyda dibe. Çend nimûne ji erebî:

li destpêkê li navê
wawik dewlet
welat dewam
wijdan dews

 

Herwiha hin peyvên bi W jî ji tirkî hatine wergirtin:

  • dewar, werdek (ordek), wexer (oxir)

 

Guherîna W li destpêkê

Dengê W yan V li destpêka peyvên xwemalî bi awayekî giştî di kurdî û farisî de bûye B, carinan jî bûye G:

kurmancî farisî hewramî pehlewî avestayî
ba bad wa vat vate-
baran baran waran varan vara-
berf, befr berf wewre vefr vefre-
beraz goraz weraz veraz veraze-

 

Ev diyardeyeke giştî ya kurmancî, soranî û farisî ye. Anku W li destpêka peyvên xwemalî de di van ziman û zaravayan de herdem bûye B yan W. Tek awarte û istisnaya vê qeydê pêşlêkera kurdî “wer-“ e:

  • wergirtin, wergerandin, werbûn, werkirin

Di farisî de ev pêşlêker jî ”ber-” e anku di wê de jî W/V ya kevnar bûye B.

Lê gelo çima dîsa jî W di hin peyvên xwemalî de li destpêka peyvê peyda dibe, bo nimûne:

  • war, we, wêran, wî,

 

Dîsa peydabûna W li destpêka peyvan

Me li jortir gotiye ku W/V yên kevnar di peyvên xwemalî de di kurmancî, soranî û farisî de bûye B yan G. Lê dîsa jî hin peyvên bi W dest pê dikin di kurdî de hene.

  • wan, wek, wê, winda…

Gelo ev çawa wiha mimkin e?

Sebebê serekî yê hebûna W li destpêka peyvên xwemalî ketina dengekî ji destpêka wan peyvan e. Bi piranî ew dengê ketî “e” ye:

  • “wê” ji “ewê” (ji “ew+ê” wek “kitêbê” ji “kitêb+ê”)
  • “wî” ji “ewî” (ji “ew+î” wek “[wî] mêrî” ji “mêr+î”)
  • “wan” ji “ewan” (ji “ew+an” wek “kitêban” ji “kitêb+an”)
  • “wek” ji “we+ku” ji “wesa/wisa + ku”, “wisa” ji “ew+sa”
  • “wir” ji “wê derê” ji “ewê derê”
  • “wêran” jî bi ketina “e” ji destpêkê, bide ber pehlewî “evêran”
  • “war” bi ketina “e-“ yan “he-“ ji destpêkê, bide ber soranî “hewar”
  • “we” (forma çemandî ji cînavê “hûn”) bi ketina “e-“ yan “he-“, bide ber kurmanciya rojhilatî “hewe”
  • “wiqa, wiqas” ji “ewqas” ji “ew+qas”

 

Hin caran jî W ji encama guherîna H ye:

  • winda / wenda – hinda

 

W herwiha dikare ji D peyda bibe. Bo nimûne nîşana dema bê:

  • ”wê” (kurmanciya navendî) – ”dê” (kurmanciya rojhilatî) – ”do” (zazakî):
    • ”tu wê bikî” (kurm. navendî) – ”tu dê [bi]kî” (kurm. rojhilatî)

 

________________________________________________
TÊBÎNÎ

[1] https://zimannas.wordpress.com/2015/07/04/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de/

Leave a comment