Dengê V – peydabûn û guherîna wê

 

Husein Muhammed

V

Di dengnasiya kurdî de herfa V / v nîşana dengê ”lêvî-didanî ya xişok/nezivok ya bilerz ”. Mebest ji ”lêvî-didanî” ew e ku di dema gotina vî dengî de didanên (diranên) jorîn dikevin ser lêva jêrîn. Merem ji ”xişok” ew e ku di dema gotina vî dengî de hewa di buhirkeke teng ya devî re derdikeve û ji ber vê tengaviyê xişînek derdikeve. Mexsed ji ”bilerz” jî ew e ku di dema derketina vî dengî de perdeyên dengî yên di gewriyê de dilerizin.

Ev deng di alfabeya kurdî-erebî de bi herfa ڤ tê nivîsîn ku dişibe herfa ف (F) lê li şûna nuqteyeke F-yê sê nuqte li ser V-ya alfabeya kurdî-erebî hene. Di farisî de ev deng bi herfa و tê nivîsîn ku di alfabeya kurdî-erebî û herwiha alfabeya zimanê erebî de nîşana dengê W ye. Dengê V di erebiya standard de nîne û loma ti herf jî bo wî dengî nehatine diyarkirin. Eger di peyv yan navên esil-biyanî de ev deng hebe, di erebî de adeten li cihê wê herfa F tê nivîsîn.

Di alfabeya kurdî-krîlî de, wek di piraniya zimanên krîlînivîs de, ev deng bi herfa В (gir) û в (hûr) dihat nivîsîn ku ji dengê V yê alfabeya latînî zêdetir dişibin herfa B ya alfabeya latînî. Di hin zimanên navend û rojhilata Ewropayê de (bo nimûne almanî, holendî, polonî) ev deng bi herfa W tê nivîsîn û di wan zimanan de herfa V zêdetir nîşana dengê F yê kurdî ye.

Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî ev deng bi herfa [v] tê nivîsîn. Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_labiodental_fricative.ogg

 

Peydabûna V di peyvan de

Dengê D di gelek zimanan de heye lê di hemûyan de peyda nabe. Ew di erebiya standard de tine ye. Di peyvên xwemalî yên soranî de hema-hema peyda nabe: tenê di peyva ”hevde” (17) û hin du-sê peyvên onomatopoetîk (zarvekirina dengan) de tê bihîstin. Lê berevajî erebî, soranî herfa V di peyvên esil-biyanî de yan jî di peyvên ji kurmancî yan bi rêya kurmancî wergirtî de dinivîse (bo nimûne ”dever, evîn, govar, mirov…”)

Di kurmancî de V dikare li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:

  • li destpêkê: van, vebûn, vê, vir, vî…
  • li navê: bivir, dever, evîn, êvar, revandin…
  • li dawiyê: av, çav, dev, ev, sêv, şev…

Li gor lêkolînên me yên berî niha, rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de 1,7 % e.[1] Ev tê wê maneyê ku piçekê ji nîvê zêdetir herfan ji wê mişetir in û piçekê ji nîvê kêmtir herf jî ji V kêmtir peyda dibe.

Di kurmancî de dengê V li nav û dawiya peyvan bi berfirehî peyda dibe. Lê li destpêka peyvan ew kêm tê dîtin. Lê formên çemandî yên cînavê ”ev” (vê, vî, van, vir) û herwiha pêşlêkera ”ve-” (vebûn, vekirin, vexwarin…) rêjeya V li destpêkê jî zêde dike.

 

Peydabûn dîrokî ya dengê V li van û dawiya peyvên

Piraniya V-ya li nav yan dawiya peyvên xwemalî tarîxiyen bi piranî bi rêya B ji P peyda bûye:

kurmancî av ava sêv şev
farisî ab abad sîb şeb
pehlewî ap apad, apat sêb şep
avestayî ap -pa- xşepen
sanskrîtî ap sevi ksep-
proto-hindûewropî *hep- *peh- ksep-

 

 

Heta niha jî di hin peyvan de B-ya yan P-ya nav yan dawiya peyvê di gelek devokan de dibe V:

  • bab à bav (bide ber tirkî “baba”, gelek zimanên ewropî ”papa”)
  • ebd à evd (ji erebî ‘ebd)
  • kitêb à kitêv (ji erebî kitab)

Heman guherîn di aramî û îbrî de û herwiha di gelek zimanên ewropî de jî çêbûye.

Çavkaniyeke din ya berbelav ya peydabûna V li pey vokalekê yan di navbera du vokalan de dengê M ye:

kurmancî nav gav nivêj / nimêj çav
zazakî nam gam nimac çim
farisî nam gam nemaz çeşm
pehlewî nam gam nemaz çeşme
avestayî namen- gamen- nemeh- xşepen
sanskrîtî namen- gacchati names ksep-
proto-hindûewropî *nomn- *gʷem *ném- ksep-

 

M heta di hin peyvên ji erebî de bûye V: ”silav” ji erebî “selam”. Herwiha di devokan de jî M/V hin caran bi hev diguherin: “gom / gov”, “nimêj / nivêj”. Dîsa cînava “ev” hevberî “îm-“ ya farisî ye.

Hin caran jî V ya kurmancî hevberî H ya farisî ye: kurmancî “kevn, kulav” û farisî “kohen / kohnê, kolah”. Lê di vê meseleyê de ya kurmancî “eslîtir” e û ya farisî guheriye.

Dengê V, ku bilerz e, herwiha dikare ji T peyda bibe eger herfeke bilerz were pey T-ya bêlerz:

  • heft + deh à hevde(h), hivde(h)

Windabûna dîrokî ya V ji destpêka peyvan

Di kurmancî, soranî û farisî de di peyvên xwemalî de niha dengê B li destpêka gelek peyvan heye. Ev deng di hin peyvan de orijînal e anku di zimanên kevn yên îranî û herwiha di proto-hindûewropî û di gelek zimanên din yên hindûewropî de jî ev peyv her bi dengê B dest pê dikin. Bo nimûne, peyvên ”ben(d), berz / bilind, bira, bin, birin, bir(r)în, bûn” hin ji van peyvan in.

Lê niha di kurmancî, soranî û farisî de gelek peyvên xwemalî bi B dest pê dikin lê rewşa wan ne herdem wiha bûye. Piraniya wan di zimanên kevn û navîn yên îranî de û herwiha di piraniya zimanên din yên hindûewropî de jî li cihê V-ya kurdî û farisî, li destpêka wan peyvan dengê V heye. Ew deng paşî di kurmancî, soranî û farisî de guheriye. Lê ew deng di zazakî de wek xwe maye, di hewramî de û di piraniya devokên kurdiya başûrî de jî bûne W:

kurmancî ba baran beran bihar bûk
farisî bad baran berrê behar beyû
zazakî va / vay varan vosn / vons vesar veyve
pehlewî vat varan- veran vehar veyû-
avestayî vate- varan- virşnî vehere- ved-
sanskrîtî vate- úraṇa veser vedhû-
latînî ventus urinor[2] vervēx vēr vadis, vas[3]

 

Wek ku me li jor diyar kiriye, guherîna B bi V diyardeyeke berbelav e ku di gelek zimanan de peyda dibe. Ew fenomen di zimannasiyê de bi navê ”betasîzm” (bi inglîzî ”betacism”) tê nasîn. Lê guherîna V bi B diyardeyeke gelek nadir e ku di zimanên hindûewropî de bi awayekî berfireh tenê di kurdî û farisî de tê dîtin. Lê mirov dikare çend nimûneyên kêm ji hin zimanên din jî bide:

  • latînî vervex à frensî brebis (mih, mî)
  • latînî veteranus à romanî bătrân (pîr, pîremêr)

Berevajî destpêkê, wisa dixuye ku li nava peyvê V di kurdî de ti caran nebûye B. Bi gotineke din, qedera B/V li destpêka peyvan bi temamî dijberî nav û dawiya peyvan bûye:

  • li destpêkê hem B wek xwe maye û hem jî V bûye B.
  • li nav û dawiyê hem V wek xwe maye û hem jî B bûye V.

 

Dîsa peydabûna V li destpêka peyvan

Tevî guherîna V-ya destpêka peyvan bi B, dîsa jî niha di kurdî de gelek peyv hene ku bi V dest pê dikin:

  • van, vê, vir, vî…

Madem ku V li destpêka peyvê adeten bûye B, gelo çima V li destpêka van peyvan maye?

Di rastiyê de V di van peyvan de berê ne li destpêkê bû lê li nava van peyvan bû. Berê li destpêka van peyvan dengê E hebû:

  • ”evan” ji ”ev-an” (wek ”kitêb-an”)
  • evê ß ev-ê (wek “kitêb-ê”)
  • evî ß ev-î (wek “[wî] beran-î”)
  • vir ß ev der / evê derê
  • vira ß ev-an der-an

Niha jî formên wek “evan, evê, evî” di kurmancî de hene lê formên serdest ew in ku “e” ji destpêka peyvê ketiye: “van, vê, vî”.

Ketina dengê E ji destpêka peyvan diyardeyeke giştî ya zimanên îranî ye: di zimanên kevn û navîn de (bo nimûne avestayî û pehlewî) “e” li destpêka gelek peyvan hebû ku ji zimanên îranî yên nû (bo nimûne kurdî û farisî) ketiye.

kurmancî farisî pehlewî
jêr zîr ezêr
jor zeber ecwer
wêran vîran evêran
yar yar eyar

 

Hin ji peyvên niha bi V dest pê dikin jî, bi eslê xwe biyanî ne. Hin ji van vê dawiyê ketine kurdî û eslê wan yê biyanî ji her kesî re diyar e: “vîze, vîrûs, vîtrîn, vajîna, vodka, Viyena, Viyetnam…”

Lê hin peyvên kevnar jî belkî bi eslê xwe biyanî. Bo nimûne, “vala / vale” (xalî, ne tijî / tije, ne dagirtî) ya kurmancî di ziman û zaravayên din yên îranî de peyda nabe. Bi esehî nayê zanîn lê ew dikare ji erebî “faric” be. Guherîna L/R bi hev di kurdî de diyardeyeke berbelav e. Herwiha ketina C/G/D ji dawiya peyvê fenomeneke meşhûr e: “rewa” ji “rewag / rewac”. Yan jî “vala, vale” dikare ji ermenî “parap, barab” be ku dîsa ji dengekî din guherîbin V, ne eslen V be. Bo ketina B/P ji dawiya peyvê, mirov dikare bide ber “xerab, xirab” à “xera, xira”.

Dîsa peyva “vir(r)” (derew, gotinên nerast) ya devokên kurmanciya navendî û rojhilatî ne di zimanên din yên îranî de, ne di zaravayên din yên kurdî de û heta ne di devokên kurmanciya rojhilatî de jî peyda nabe. Etîmolojiya wê nayê zanîn lê yek ji rehên mimkin dikare “kufir” ya erebî be û bi rêya “küfür” (dijûn, sixêf, xeber) ya tirkî ketibe kurdî.

Li destpêka piraniya peyvên kurmancî yên ku bi V dest pê dikin pêşlêkera (preverb) “ve-“ heye: “vebûn, vekirin, vegirtin, vexwarin, vedan, veman…”

Ev pêşlêkera “ve-“ jî bi vî awayê xwe di ti zimanên din yên îranî de peyda nabe û heta di zaravayên din yên kurdî de jî nayê dîtin. Di soranî de ew ne wek pêşlêker lê wek paşlêker bi forma “-ewe” li kar e: “kirdin-ewe (vekirin), xwardin-ewe (vexwarin)”.

Eslê vê pêşlêkera kurmancî yan paşlêkera soranî daçeka ”ve” (bi soranî “ewe”) ye, wek di peyvên “ji malê ve, pêşve, paşve”…

Ev peyvik bi eslê maneya “jê dûr, jêvebûyî, jêqutbûyî, jêvekirî, veder, varê, jê dûr” dide. V-ya wê jî bi eslê xwe P bû, paşî bi bûye B û taliyê di kurmancî de bûye V (ve) û di soranî de jî gihiştiye forma W (ewe).

 

ziman peyv wate û/yan bikaranîn
bi wî zimanî
kurmancî ve pêşlêker yan paşdaçek[4]
soranî ewe paşlêker yan paşdaçek
avestayî epe (apa) jê, jê vekirî, jê dûr
sanskrîtî epe (apa) jê, jê vekirî, jê dûr
yûnaniya kevn apú, apó ji, ji ber
latînî ab ji (herwiha pêşpirtik)
almanî ab pêşpirtik, ji
inglîziya kevn af, æf, of ji
inglîziya nû of, off ji, jê, jê dûr
holendî af, ave- ji
danmarkî, norwecî, swêdî av ji

 

Maneya eslê peyvê anku wateya ”ji, jê” hê jî şopa xwe di peyvên kurdî de ”vebûn, vekirin” de hinekî parastiye ji ber ku maneya wan kêm-zêde ”jê (ve)bûn, jê (ve)kirin” e: gava ku, bo nimûne, derî / dergeh vedibe yan tê vekirin, hingê derî ”ji qilfê xwe yan ji dîwarê xwe dibe yan ji wan tê kirin”. Herwiha maneya eslî di peyvên wek ”veman” (jê man, jê dûr man, li dûr man, li dûv man) de jî diyar e.

Lê paşî hem di kurdî de û hem jî bo nimûne di latînî û almanî de mane û meydana bikaranîna vê daçekê berfireh bûye. Loma gotinên wek ”vexwarin, vegirtin, veşûstin…” ji maneya daçeka ”ji, jê” dûr ketine. Vê dawiyê jî bi taybetî wateya ”dubare, dîsa” di kurdî de li vê pêşlêkerê hatiye siwarkirin.

 

 

 

 

[1] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de. http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_index.asp?MemberNr=33

[2] Bi maneya ”bin-av kirin”.

[3] Bi maneya ”ehd, soz, qewl, peyman”, ji eynî rehî ”wed” (zewicîn / zewicandin, soza zewacê) ya inglîzî.

[4] Bi kurmanciya rojhilatî ”-ve, -eve” wek paşlêker jî tê bikaranîn: ”hatineve” (dîsa hatin, vegerîn), hevreha soranî ”hatinewe”.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s