Husein Muhammed
Di dengnasiya kurdî de T / t nîşana dengê ”seknî-pidûyî-bêlerz” e. Mebest ji ”seknî” ew e ku di dema derketina wî dengî de hewa pêşî bi temamî tê sekinandin anku rawestandin berî ku tê berdan. Merem ji ”pidûyî” ew e ku di dema derketina vî dengî de ziman bi pidûyan dikeve. Mexsed ji ”bêlerz” ew e ku di dema gotina T de perdeyên dengî di gewriyê de nalerizin.
Di alfabeya kurdî-erebî de û herwiha piraniya zimanên erebînivîs de ev deng bi herfa ت tê diyarkirin. Di alfabeya kurdî-krîlî û piraniya zimanên krîlînivîs de ev deng bi herfa Т (gir) û т (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) de jî ev deng bi herfa [t] tê nivîsîn.
Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_alveolar_plosive.ogg
Peydabûna T di peyvan de
Li gor lêkolînên me yên berî niha[1], rêjeya herfa T di nivîsên kurmancî de 2,6 % e. Di nav konsonantan de T herfa heştem mişe ye: N, R, D, K, W, Y û herwiha vokalên E, I, A, E, Û di nivîsan de jê zêdetir peyda dibin.
Di ku kurdî de T dikare li destpêk, nav û dawiya peyvan peyda bibe:
- destpêk: tarî, teng, tifek, tîr, tov, tûrik…
- nav: bijartin, xeter, kompûter…
- dawî: hat, dest, text, qet, hût…
Li destpêka peyvê T bi rêjeyeke normal peyda dibe. T-ya nav û dawiya peyvan di peyvên xwemalî de adeten di lêkeran de peyda dibe nîşana rehê demên borî ye[2]:
- got, nekuşt, girtiye, neşûştibû, gihiştin…
Wek ku tê dîtin, ev hemû nimûne di demên berê de ne yan jî formên rader/mesder/infinitîv in (gihiştin). Lê eger em li demên niha yan bên binêrin, em ê bibînin ku T tê de nîne:
- dibêjim, nekujin, bigire, naşon, bigihin…
Herfek û du fonem: T-ya bipif û T-ya bêpif
Herfa T di kurmancî û zazakî de du dengên ji hev cuda û serbixwe pêk tîne. Yek ji wan T-ya bipif e (req e, bihilm e, hilmdar e, bi inglîzî ”aspirated”.) Ew bo nimûne di van peyvan de heye:
- talan, tebeşîr, têr, tifek …
Mebest ji ”bipif” ev e: heke dengek bipif be, hingê pifek yan hilmek yan bayekî xurt ji devî dertê. Mirov dikare bi wê pifê yan wî bayî bihese heke perrekê / kaxezekê nêzîkî devê xwe bigire yan jî devê xwe nêzîkî mûmekê bike û peyva ”talan” bibêje. Hingê ew perr dê biheje ji ber ku T di peyva ”talan” de bipif e. Lê heke mirov bi heman awayî peyva ”(ez) têm” bibêje, ew perr dê neheje ji ber ku T di peyva ”têm” de bêpif e.
Awayekî din yê realîzebûna dengê T bêpif e (nerm e, bêhilm e, bi inglîzî ”unaspirated”). Ew awayê T bo nimûne di van peyvan de heye:
- te, tîr, tûrik…
Di kurmancî û zazakî de pifdarî herfa T dike du fonem anku du dengên serbixwe. Sebebê vê ew e ku eger mirov T-ya bipif wek T-ya bêpif bibêje, maneya peyvê dikare biguhere:
T-ya bipif (req) | T-ya bêpif (nerm) | ||
ta | (taser, tagerm) | ta | (ben, dezî) |
tu | (hîç) | tu | (cînavê 2yem yê yekhejmar) |
Di peyvên xwemalî de T li nav û dawiya peyvê bêpif anku nerm e:
- dest, hat, girtin, bijartibû…
Di peyvên esil-biyanî de jî ew adeten bêpif anku nerm e:
- kompûter (ji inglîzî), xeter (ji erebî), siyaset (ji erebî)…
Lê ew dikare herwiha bipif anku req jî be:
- met (ji erebî), xalet/xaltî (ji erebî), hotêl/otêl (ji inglîzî/fransî)
Wek ku tê dîtin, pifdarî (hebûna yan nebûna pifê) di herfê de di peyvên esil-biyanî de nikare were pêşbînîkirin:
- di ”met”a ji erebî de T bipif anku req e lê di ”siyaset”a dîsa ji erebî de bêpif anku nerm e.
- di ”hotêl”a ji inglîzî de T bipif e lê di ”kompûter”a dîsa ji inglîzî de bêpif anku nerm e.
Di peyvên ji zimanên ewropî de li destpêkê axlebe T bipif anku req e:
- tank, televizyon, tayre (xirxal, çerx, teker)
Lê di çend peyvên ji zimanên ewropî de jî T bêpif e yan jî dikare bêpif yan bipif be:
- tîp (ji fransî ”type”)
Hêjayî gotinê ye ku di soranî, farisî, tirkî û inglîzî de T bipif e loma piraniya peyvên van dehsalên dawiyê ketine kurdî, tê de li destpêkê T bipif anku req e. Di fransî de T bêpif e loma bo nimûne peyva ”tîp” bi forma xwe ya bi T-ya bêpif di kurdî de cih girtiye lê ji tesîra tirkî ew dikare bi T-ya bipif jî were gotin.
Di erebî de ت herdem T-ya bipif e. Lê di erebî de herwiha ط heye ku T-ya bêpif e. Di peyvên ji erebî de ت pifa xwe di kurdî de jî axlebe – lê ne herdem – diparêze. ط jî bêpifiya xwe di kurdî de diparêze. Di heman demê de ط qelew e (bo T-ya qelew li jêrtir binêrin) jî û carinan lê ne herdem qelewiya xwe jî diparêze. Li dawiya peyvan T di erebî de adeten ة e ku tenê hingê tê bilêvkirin eger bi peyva pey xwe ve were girêdan. Di kurdî de ة dikare bibe T-ya bipif (wek ”met, xalet/xaltî”) lê dikare bibe T-ya bêpif jî, wek ”siyaset, qenaet, hedayet”…
Alofonên din: T-ya zirav û T-ya qelew
Ji bilî pifdariyê, kurmancî û zazakî herwiha bi awayekî din jî T-yan ji hev cuda dikin. T dikare zirav be yan jî qelew be:
- T-ya zirav: te, tîr, tûrik, tê de…
- T-ya qelew: tav, teng, tov…
T-ya bêpif berî O herdem qelew e (tov, top, tolik), berî Ê, Î, Û zirav e (tê de, tîr, tûrik), berî A bi piranî qelew e (tav, tazî) lê berî E, I carinan zirav e (te, tivir) lê carinan jî qelew e (teng, tirs). Bi gotineke din, qelewî yan ziraviya T-ya bêpif bi piranî nikare were payîn û pêşbînîkirin.
Cudakirina awayên zirav û qelew bi taybetî di T-ya bêpif de heye. Bi piranî tenê T-ya bêpif / nerm dikare qelew be. T-ya bipif/req bi piranî zirav e:
- talan, tebeşîr, têr, tifek … (hemû bipif û zirav in)
Lê di çend peyvan de T-ya req dikare di heman demê de qelew jî be:
- ”tep” (derbeya bi kefa destan) bi T-ya bipif ya qelew e
Di peyvên biyanî de T-ya bipif ya berî O di kurdî de dibe T-ya bêpif ya qelew:
- ”top” (ji tirkî bi T-ya bipif lê di kurdî de bûye T-ya bêpif ya qelew)
Lê di peyvên xwemalî de P-ya req li berî O jî zirav e:
- tol
Di peyvên esil-biyanî de jî T dikare berî O jî pifa xwe biparêze lê hingê jî ne qelew e:
- toz (ji tirkî ”toz” ji tirkiya kevn ”tog”, hevreha ”togusun” ya mongolî)
Ziravîtî û qelewîtiya T di kurdî de ne taybetiyeke fonemîk e. Anku guherandina T-ya qelew bi T-ya zirav yan T-ya zirav bi T-ya qelew nikare maneya ti peyvan biguherîne. Anku T-ya zirav û T-ya qelew ne du fonem in lê tenê du alofon in: du awayên derketina heman dengî ne lê ne awayên wateguhor in.
Peydabûna dîrokî ya dengê T û ketina wê
Dengê T di hemû lehceyên kurdî û zimanên cîranên wî de (aramî, erebî, ermenî, farisî, tirkî) de peyda dibe. Ev deng herwiha di maka zimanên hindûewropî de anku di proto-hindûewropî de jî hebû. Bo nimûne
kurmancî | bide ber… | bide ber… | proto-hindûewropî |
tav | farisî: tab (tav) | latînî: tepeo (germ kirin) | *tep- (germ kirin) |
teng | sanskrîtî: tenekti | inglîzî: tight [tayt] | *tenk- |
tirs | farisî: ters | latînî: terrora | *tres |
heft | avestayî: hepte- | yûnanî: hêpta | *septm- |
T-ya proto-hindûewropî li destpêka peyvên kurdî baş hatiye parastin. Ew herwiha li dawî û nava peyvan jî hatiye parastin eger berî wê konsonantek (adeten F, S, Ş yan X) hebin:
- heft, dest, heşt, text
Di çend peyvan de T-ya niha bi eslê xwe ji ye:
- kurmancî ”tarî”, soranî û farisî ”tarîk”, inglîzî ”dark” ji proto-hindûewropî *”dʰerg-“
- ”têm, tînim” ji ”di-êm, di-înim” (bide ber ”di-kim, di-bim”)
- Di hin devokan de (bi taybetî di behdînî de) daçeka ”di” (tê de) û paşpirtika lêkeran ya berdewamiyê ”di-” herdem dibe t’: ez-it’kim (ez dikim), t’wê kitêbê da (di wê kitêbê da).
- Paşpirtika pirhejmariyê ”-êt, -yêt” ya kurmanciya rojhilatî, tarîxiyen ji ”ên + di”: ”kitêbêt wî” (kitêbên [di] wî).
Ketina T ya dîrokî
Lê wek din T-ya nav û dawiya peyvên xwerû pêşî bûye D û paşî bi temamî ketiye yan jî bûye Y yan H:
avestayî | pehlewî | farisî | zazakî | kurmancî |
vate- | vat | bad | va | ba |
– | apat | abad | – | ava |
– | bût | bûd | bî | bû (ji ”bûn”) |
zamat-er | damad | damad | zama | zava |
brat-er | brat-, brad-er | berad-er | berad-er | bira |
mat-er | mad-er, mat-e | mad-er | may | ma-k |
Lê T-ya nîşana rehên borî yên lêkeran hatiye parastin:
kurmancî | farisî |
gotin | goften |
kuştin | koşten |
dîtin | dîden |
girtin | giriften |
Lê carinan ev T jî dikare bikeve:
- go (got), dî (dît)
Lê mirov dikare bi dilekî rehet bibêje ku ji bilî lêkeran û ji bilî pey konsonantên F, S, Ş, X, eger T di peyveke xwerû de li nav yan dawiyê peyda bibe[3], bi ihtimaleke gelek mezin ew peyv bi eslê xwe biyanî ye:
- qet, met, xalet/xaltî, rehet, xeter (ji erebî)
- çete (ji tirkî)
- hotêl, kompûter (ji inglîzî)
Di soranî de û xaseten di kurdiya başûrî[4] de T ji pey S dikeve:
- des (dest)
- sendin (standin, stendin)
- hesare (stêr, histêrk)
Di kurmancî de jî T hingê dikeve, gava ku konsonantek tê pey cotkonsonantên ST:
- destpêk (dest+pê+k) à despêk
- *destmal (dest + malîn – -în) à desmal
Guherîna li gel dengên din
Wek ku li jortir hatiye gotin, T li nav û dawiya peyvê tarîxiyen bûye D, H yan Y yan jî bi temamî ketiye. Bi marjînalî T dikare herwiha li gel hin dengên din jî, xaseten bi Ç re biguhere:
- li gel Ç: pate / paçe,
- têşt / çêşt (taştê)
- tu/ti vs. çu/çi (hîç)
Guherîna T/Ç bi taybetî di devoka şêxbizinî (ku devokeke kurdiya başûrî ye lê li niha li rojava Tirkiyê tê axiftin) de biguhere:
- taşandin û taşîn – çaşandin û çaşîn (hîn bûn/kirin, fêr bûn/kirin, elimandin, elimîn)
Guherîna T bi Ş?
Di hin lêkeran de di rehê demên borî û forma rader de T heye lê di rehê demên niha û bên de Ş heye:
rader | rehê demên borî (nimûne) | rehê demên niha û bên |
firotin | –firot– (firot, ne-firot-in, firot-iye…) | –firoş– (di-firoş-im, na-firoşî, bi-firoş-in…) |
dotin | –dot– (dot, ne-dot-in, dot-ibû) | –doş– (di-doş-im, na-doş-e, bi-doş-in…) |
Mirov dibêje heçku T dibe Ş (eger mirov rehê demên borî wek bingeh bihesibîne) yan jî Ş dibe T (eger mirov rehê demên niha û bên wek serekanî bihejmêre. Lê di rastiyê de tarîxiyen mesele ne guherîna Ş/T ye.
Di rastiyê de T-ya van peyvan nîsa_ana demên borî ye.[5] Herçi Ş ye, ew yan jî dengekî din di dîrokê de li cihê wî hebû:
kurmancî | soranî | farisî |
firotin | firoştin | forûxten |
dotin | doşan | doxten |
Di rastiyê de di hin devokên kurmancî de jî peyva ”dotin” hê wek ”duhtin” maye anku H berî T heye. Wek ku tê dîtin, di farisî de X heye. Lê ji xwe li gelek cihên din jî hevberî H ya kurdî di farisî de X heye:
- kurmancî: hirç, hişk
- farisî:xers, xoşk
Di gelek peyvên din de jî herfa berî T ketiye:
- kurmancî avêtin, soranî hawîştin, kurdiya başûrî aştin / oyştin, zazakî eştene…
- kurmancî: gotin, cot, farisî goften, coft…
- piraniya devokên kurmancî mizgeft, şkeft, hin devok mizget, şket…
Welhasil: niha Ş û T-yên van peyvan wisa dixuyin ku bi hev diguherin. Lê tarîxiyen li vir mesele ne guherîna bi hev e: Ş yan dengê li şûna wê ji berî T ketiye.
__________________________
TÊBÎNÎ
[1] https://zimannas.wordpress.com/2015/07/04/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de/
[2] Bo T û D wek nîşana demên borî, binêrin: http://www.kulturname.com/?p=10246
[3] Di rastiyê de T-ya li nav yan dawiya lêkeran jî (hat, ketin, gotiye, nesotibû…) ne di peyvên xwerû de ne lê di rehên wan yên demên borî û forma infinitîv de hene. Di rehên demên niha û bên de nînin. Di hin lêkeran de di rehê demên niha û bên de jî heye (wek ”di-şewit-e, bi-qetîn-in” lê ev lêker bi eslê xwe ji erebî ne. Herwiha di paşpirtika berhevdanê ya rengdêran de ”-tir, -tirîn” de T heye (çêtir, çêtirîn) lê ew jî ne peyvên xwerû ne.
[4] Kurdiya başûrî: feylî, kelhurî, kirmaşanî.
[5] Binêrin: T û D wek nîşana demên borî: https://zimannas.wordpress.com/2015/11/15/t-u-d-wek-nisana-demen-bori/
[…] Dengê T: https://zimannas.wordpress.com/2016/01/08/denge-t-peydabun-u-ketina-wi/ […]
LikeLike