Dengê O – peydabûn û guherîna wî

Husein Muhammed

O.png

Herfa O / o di kurdî de nîşana vokala nîv-bilind ya paşî ya gilor e, bi gotineke din vokala nîv-girtî ya paşî ya girovir e. Mebest ji ”nîv-bilind” yan ”nîv-girtî” ew e ku di dema çêbûna vî dengî de ziman li nêzîkî bilindahiya devî ye lê ne bi temamî bi banê devî ye. Mexseda ”paşî” ew e ku ziman di dema peydabûna vî dengî de li paşiya devî ye (ne li pêşiya devî ye). Merem bi ”gilovir, gilor” jî ew e ku lêv têên gilor- anku girovirkirin û têên pêşve, ne pehn in û li cihê xwe yê asayî namînin. Herwiha ev vokal di kurdî de dirêj e.

Bi alfabeya kurdî-erebî de ev deng bi herfa ۆ (li destpêkê ئۆ) tê nivîsîn. Di erebiya standard de ev deng nîne lê di neqilkirina peyvên biyanî de ev deng bi herfa و (û/w) tê nivîsîn. Di farisî de li cihê O ya peyvên kurdî bi piranî Û ku bi و tê nivîsîn. Di farisî O-yeke ji ya kurdî kurttir heye ku nayê nivîsîn yan jî bi zemmeyê (herfa و  ya jornivîs û hûrik li ser konsonantan) tê nivîsîn. Tarîxiyen ev O-ya farisî ne hevreha O-ya kurdî ye lê hevreha U ya kurdî ye. Bo nimûne, di farisî de peyva kurd wek kord tê gotin lê O-ya wê ji O-ya peyvên kurdî kurttir e.

Bi alfabeya kurdî-krîlî ev deng wek O (gir) o (hûr) dihat nivîsîn.

 

Ev deng bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) bi nîşana [o] tê diyarkirin. Bo ku mirov diyar bike ku ev deng dirêj e û ne kurt e, mirov dikare di IPA-kirina kurdî de wê wek [o:] binivîse. Lê ji ber ku ev deng di kurdî de herdem dirêj e, ev cudakirin ne zerûrî ye.

Mirov dikare li vê derê guhdariya vî dengî bike:

http://en.wikipedia.org/wiki/File:Close-mid_back_rounded_vowel.ogg

 

Vokalên serekî di kurmanciya giştî de

vokal

  pêşîn navendî paşîn
girtî î i, u û
nîvî ê   o
vekirî e   a

 

 

Peydabûna dengê O di peyvan de

Dengê O di kurdî de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:

  • li destpêkê: ode, oxir, ofîs…
  • li navê: gore, hol, morîk…
  • li dawiyê: gelo, hevalo, Heso…

Li gor lêkolînên me yên berî niha, rêjeya herfa O di nivîsên kurmancî de 0,95 % ye.[1] Ev rêje wê dike nadirtirîn vokal anku ew ji hemû vokalên din kêmtir di nivîsên kurmancî de peyda dibe. Ji konsonantan jî tenê pênc lib (F, Q, C, Ç, P) ji wê kêmtir di nivîsên kurmancî de tên dîtin.

Ji bilî çend peyvên gazîkirinê (wek oh, of, ox, oy), li destpêka peyvên xwemalî (îranî, hindûewropî) ew di kurmancî de peyda nabe.[2]  Ji ber ku ev deng di zimanê erebî de jî nîne, ew di peyvên kurmancî yên esil-erebî de jî li destpêkê nayê dîtin. Di nav peyvên xwemalî de O li dawiya peyvê jî hema-hema nayê dîtin. Çend nimûneyên awarte û istisna ku piraniya wan jî hin varyantên xwe yên din hene (varyant di nav kevanokan de): bo (bona, boyî), co (cok, cuhik), ço (çîv), do (duh, duhî), go (got), ho (wiha, hosa), jo (ji bo), ko (ku; kuh, kut) lo, no (na, ne), ro (robar, rûbar; roj), xo (xwe)…

Dengê O li dawiya peyvê bi piranî bi forma vokatîv (gazîkirinê) ya peyvên nêr û peyvên pirhejmar peyda dibe

– hevalo!

– gelo!

– Ehmedo!

– zarokino!

Li nava peyvên xwemalî O bi rêjeyeke mezintir peyda dibe û mirov dikare gelek nimûneyan bide. Lê gelek ji van peyvan jî di rastiyê de bi eslê xwe biyanî ne (li jêrtir binêrin).

Peyvên bi O dest pê dikin, yên ku ji mêj ve di kurdî de peyda dibin, bi piranî ji tirkî ne:

  • ode, ordek, oxir, ordî…

Peyva ol ya ku vê dawiyê medyaya kurdî gelek bi maneya dîn, diyanet bi kar tîne ji tirkî yol (rê) e û pêşî bi maneya terîqet (ji erebî terîq = rê) hatiye biemilandin û taliyê maneya wê hatiye berfirehkirin û wateya dîn, diyanet lê hatiye barkirin.

Lê heta di peyvên ji tirkî hatî de jî hewleke rêgirtina li ber peydabûna O li destpêka peyvan heye. Peyva ode di gelek devokan de bûye hode û di hinan de jî bûye wede. Ordek li piraniya deveran bûye werdek. Oxir li Behdînan bûye wexer.

Vê dawiyê gelek peyv ji zimanên ewropî (xaseten bi forma xwe ya fransî bi rêya tirkî) ketine kurdî û O tê de heye:

  • otonomî, otomobîl, ofîs, otomatîk, otêl[3]

Lê heta di peyvên esil-ewropî de jî di kurmancî hin caran rê li ber O-yê hatiye girtin. Bo nimûne, peyva otomobîl pêşî bûye tomobîl, paşî tumubîl û di navberekê de jî R lê zêde bûye û di encamê de forma tirimpêl jê peyda bûye![4]

 

Çêbûna dengê O ji dengên din

Dengê O di kurmancî, soranî, zazakî û hewramî de heye. Di kurdiya başûrî de li cihê wê adeten wek farisî Û heye.

Dengê O yê zimanên îraniya navîn (pehlewî, pertî) di kurmancî de bi piranî wek O ye. Berevajî kurmancî, di farisî de ew adeten bûye Û:

kurmancî pehlewî farisî
roj roc rûz
co, cok coy, yoy cû, cûy

 

Lê dîsa jî dengê O yê kurmancî gelek caran ji encama dengekî din e. Mirov dikare van guherînan li ser sê beşan parve bike:

  • guherîna dîrokî
  • guherîn li gor devokan
  • guherîn ji ber çemandinê

 

Peydabûna dîrokî ya dengê O

Dengê O yê kurmancî gelek caran ji EW e. Bo nimûne:

kurmancî ji erebî
dor dewr
xox xewx
lome lewme
tobe tewbe

 

Di navbera kurdî û zimanên kevn û navîn yên îranî de jî –EW- yan –AW bûye O:

 

kurmancî bide ber
roj îraniya kevn *rewç- (avestayî: reoç)
go-lik[5] îraniya kevn *gaw-
go-şt ji îraniya kevn *gaw-tenu (leşê gayan)

 

Li hêleke din, kurmancî –EW-/-WE- parastiye lê hin ziman û zaravayên dine w guherandiye:

– kurmancî xweş, soranî xoş, farisî xûş

– kurmancî û soranî ew, farisî û zazakî o

Tarîxiyen carinan dengê O di kurmancî de ji –UF- / -UV- jî peyda bûye:

kurmancî bide ber
gotin farisî: guften (> goften)[6]
cot farisî: cuft (> coft)

 

Komdengên –IW- yan –IWA- jî dikarin bibin O:

conega ji ciwan-e-ga

dozde(h) ji diwazdeh/duwazdeh ji *duazdeh

Di hin devokan de jî –IW- ketiye:

  • canega
  • dazde(h)
  • herwiha can bi maneya ciwan

Dengê tirkî Ö û herwiha ew deng ji zimanên ewropî di kurdî de adeten dibe O:

  • tirkî ördek à kurdî ordek (paşî herwiha werdek)
  • tirkî kötü à kurdiya devkî kotî (xirab)
  • tirkî köprü à kurdiya devkî koprî (pir, rêya di ser avê re)
  • fransî coiffeur [kwaför] à tirkî kuaför à kuafor, kwafor, kiwafor (porsaza jinan)

Lê di hin nimûneyan de Ö dikare bibe Ê jî:

  • fransî chauffeur [şoför] à tirkî şoför à kurdî şofêr

 

Peydabûna devokî ya dengê O

Dengê O herwiha gelek caran ji encama dengên UH, UHI, UHU, UHE ye:

Bi O bi dengekî din
do (roja berî îro) duh, duhî
don (rûn, bez) ji erebî: duhun
dotin bi devokî: duhtin
do(t) duh(t)mam
borandin, borîn buhirandin, buhirîn
guherandin/guhartin, guherîn (kurmancî) gorrandin, gorran (soranî)
mor, muhir, muhr, mihr ji erebî: muhir

 

Di hin peyvan de O ya kurmanciya giştî û nivîskî wek Û tê dîtin. Li hin deveran, ew wek Û-yên din heta dibe Î jî

Heta hin caran O ya kurmanciya giştî jî di dihokî de dibe Î (di zaxoyî de ew dibe Ü):

kurmanciya giştî zaxoyî dihokî
kon[7] kün / kwîn kîn[8]
rovî[9] rüvî / rwîvî rîvî
kovî[10] küvî / kwîvî kîvî

 

 

Guherîna ji ber çemandinê

Li jor behsa peydabûna O wek paşpirtika forma vokatîv (gazîkirinê) hatiye kirin. Ew di peyvên xwemalî de giringtirîn awayê peydabûna dengê O ye.

Herwiha di kurmancî de O wek encama çemandina lêkerekê jî peyda dibe. Peyva bi maneya bi avê paqij kirin di kurmancî de li gor devokan dikare şûştin, şuştin, şüştin / şwîştin, şîştin. Lê di hemû devokên kurmancî de rehê wê yê dema niha –şo- ye anku bi O ye. Herwiha peyva dotin jî bi gelek devokan duhtin e lê dîsa jî bi wan devokan jî rehê dema niha yê wê lêkerê –doş- e anku bi O ye.

 

_______________________

Têbînî

[1] https://zimannas.wordpress.com/2015/07/04/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de/

[2] Mirov hin caran peyva umêd bi forma farismancî omêd dibîne lê forma wê ya serdest di kurmancî de umêd e û herhal di kurmancî peyva serdest bi wê maneyê hevreha wê ya xwerû-kurmancî hêvî ye û umêd wergirtineke ji farisî ye. Herwiha navê esil-erebî عمر di kurdî de gelek caran bi awayê Omer tê dîtin. Lê di kurmancî de ji berê ve ew Emer hebûye û herwiha formên Umer, Imer jî jî hene. Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku forma Omer ji tesîra farisî yan tirkî ye.

[3] Li gel forma hotêl, herwiha di hin devokan de bûye ûtêl / ütêl.

[4] Mimkin e ku sebebê zêdebûna R li vê peyvê onomatopoesî anku zarîvekirina dengê otomobîlan (tirrrrrrrrr…) be.

[5] -lik paşpirtikeke biçûkkirinê ye.

[6] Vê dawiyê U-ya wan di farisî de jî bûye O.

[7] Ji tirkî kon-mak (bi cih bûn, war danîn)

[8] Bi K-ya nerm / bêpif ji ”kîn” ya bi wateya “kerb” tê cudakirin.

[9] Bide ber farisî robah, pehlewî robas.

[10] Bide ber farisî kohî (çiyayî, kovî), zazakî ko (çiya).

Leave a comment