“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (4)

(Beşên pêştir: beşa 1, beşa 2, beşa 3)

 

Reber4

Husein Muhammed

 

4) GUHNEDANA FELSEFEYA ZIMANÎ

Yek ji mijarên serekî ew e ku di Rêberê de daxwaz tê kirin ku dest ji paşdaçekên ”de, re” (wek ”di kitêbê de” û ”di vê derê re”) were berdan û li cihê wan paşdaçekên ”da, ra” bên bikaranîn (wek ”di kitêbê da” û ”di vê derê re”).

Berovajî daxwazkirina guherandina ”de, re” yên nivîskî bi ”da, ra”, di Rêberê de dawa nayê kirin ku paşdaçeka ”ve” bibe ”va”.

Danerên Rêberê wê idia dikin ku ew vê guherînê dixwazin çunkî di zimanê devkî de piraniya xelkê awayên ”da, ra” bi kar tîne, ne awayên ”de, re”.

”Piraniya xelkê” wek sebeb bo bijartina filan an bêvan awayê peyv an gotinê bo zimanê nivîskî wek prensîp tiştekî baş e. Lê wek argumenteke ji aliyê amadekarên Rêberê ve ew tiştekî ecêb û xerîb e ji ber ku di piraniya mijarên din de wan qet guh nedaye wê yekê ka piraniya xelkê çi dibêje.

Lê dîsa jî em ê li jêr bibînin ku idiaya wan ya ”piraniyê” çawa ne bêguman û ne bêpirsgirêk e.

Herwiha hinek sebebên hevahengî û hevkêşî yên zimanî hene ku her çar pêşdaçekên bingehîn yên kurmancî di dîrokê de ji formên cuda-cuda anîne û kirine hevşêwe bi qalibê:

  • konsonantek + i (bi, di, ji, li)

Heman prose niha dimeşe û dike her sê paşdaçekên bingehîn yên kurmancî bike hevşêwe bi qalibê:

  • konsonantek + e (”de, re, ve” – yan konsonantek + a anku ”da, ra, va”)

Ev diyarde û fenomen di zimannasiyê de bi navê analojî (inglîzî analogy) tê nasîn ku di kurmancî de xurt e û em ê li jêr di gelek peyvan de bibînin.

Mixabin amadekarên Rêberê yan hay ji vê proseyê nîne yan jî bi qest dixwazin dijî wê taybetiya kurmancî şer bikin.

 

Varyantên paşdaçekan di kurmancî de

Wek ku tê zanîn, hem awayên ”de, re, ve” û hem jî yên ”da, ra, va” di devokên kurmancî de hene. Hinek devok wan hemûyan bi E wek ”de, re, ve” dibêjin, hinek hemûyan bi A wek “da, ra, va” û hinek jî wek tevlihev wek ”da, ra, ve”.

Ji bilî formên bi E û A, bi taybetî di devokên kurmanciya navendî û rojavayî de herwiha formên kurtkirî yên wek di, ri / ’r, vi / ’v jî peyda dibin. Bo nimûne:

  • di mala me-di
  • ji me ri, ji me’r (ji me re)
  • ji niha pê-vi, ji niha pê’v (ji niha pê ve)

Ji van hemû forman ev nêzîkî 90 sal e ku bi piraniyeke mutleq û reha di kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî de formên ”de, re, ve” tên nivîsîn.

Danerên Rêberê di mijara tercîhkirina paşdaçekan de xwe dispêrin idiaya ”piraniya kurmancîaxivan” tevî ku di mijara rehên lêkera ”hatin” de wan bi temamî piraniya kurmancîaxivan piştguh kiriye.

Amadekarên Rêberê idiaya xwe ya derbarê ku piranî formên ”da, ra” bi kar tîne wek tiştekî bêguman pêşkêş dikein û dawa dikin ku em di vê mijarê de li zimanê devkî yê piraniyê vegerin tevî ku di ”hatin”ê de li jor û di meseleya tewangê de – li jêr binêrin – ti pûte û giringiyê bi piraniyê nadin.

Di praktîkê de bi rastî hemû formên li jor rêzkirî tên bikaranîn. Helbet ti statîstîkên bikaranînê nehatine amadekirin û idia tenê idia ye.

Ji bilî kurmanciya rojhilatî, formên wek ”ji me’r” bi rastî jî di zimanê devkî de beramberî formên ”ji me re” yan ”ji me ra” serdest in. Gelo eger em bi rastî jî bixwazin ku li zimanê devkî vegerin û wî wek rêbaz ji xwe re bigirin û zimanê nivîskî yê heyî (ku daçekên ”de, re, ve” niha beşeke bingehîn ya ji wî ne) hilweşînin û ji nû ve ava bikin, çima em formên wek ”ji me’r” qebûl nekin?

Lê heta eger em texmîn bikin ku idiaya ”piranî formên da, ra bi kar tîne” rast be jî, dîsa jî mijarên din hene ku di meseleya paşdaçekên ”da, ra” de ji aliyê danerên Rêberê ve hatine piştguhkirin.

Yek ji mijarên giring hevahengiya peyvên peywendîdar e amadekarên Rêberê bîr nebiriyê yan jî bi temamî paşguh kiriye.

Bo ku em baş fehm bikin ka ev hevahengî çi ye, kerem bikin em li şikl û dirûvên daçekên kurmancî binêrin.

 

Hevahengî di pêşdaçek û paşdaçekên kurmancî de

Di kurmancî de ev pêşdaçekên bingehîn hene:

  • bi, bo, di, ji, li

Daçeka ”bo” bi çendîn awayan ji yên din cuda ye:

  • Ew bi kêmî xwedî van formên devokî ye: bona, boy, ji bo, ji bona, ji boy…
  • ”Bo” tenê di kurmanciya rojhilatî de bi tenê tê bikaranîn, li deverên din bi piranî wek gel ”ji bo” yan jî bi formên wek ”bona, boy”
  • ”Bo” û varyantên wê li gel paşdaçekan nayên bikaranîn

Gava ku em daçeka ”bo” ya ji daçekên din cuda bidin aliyekî, ev daçekên bingehîn dimînin:

  • bi, di, ji, li

Wek ku tê dîtin, ev daçek bi şikl û dirûvên xwe gelek dişibin hev:

  • her yek ji wan yekkîteyî ye (yekheceyî ye)
  • her yek ji wan ji du dengan/herfan pêk hatiye
  • dengê/herfa yekem ya her yekê ji wan konsonantek e
  • li dawiya her yekê ji wan dengê “i” heye ku di kurdî de diyardeyeke nadir e ji ber ku pir kêm peyvên kurdî bi herfa ”i” bi dawî dibin.

Ne tiştekî tesadifî ye ku ev peyv dişibin hev çunkî her çar jî daçek in. Tevî ku wate û erkê wan ji hev cuda be jî, awayê kar û xebata wan wek hev e. Loma tiştekî tebîî û siriştî ye ku ew bi şiklê xwe jî bişibin hev.

Lê eger em li dîroka zimanî binêrin, em ê bibînin ku herdem ne wiha bûye. Di dîrokê de her yek ji wan bi awayekî cuda bû lê niha hatine û wan hemûyan şiklên şibî hev girtine. Bo dîtina vê guherîna dîrokî, kerem bikin em li vir hevrehên her yekê ji wan daçekan di hinek zimanên lêzim de pêşkêş bikin:

Tablo: hevrehên pêşdaçekên bingehîn yên kurmancî

 

kurmancî bi[1] di ji li
soranî be de[2] le
kurdiya başûrî we, be de[3] je, ej[4] le
hewramî we, be ce ne
zazakî be, ebe, ebi (de[5])
farisî ba, be/bê der, ender ez
pehlewî ped ender ez
hexamenişî peti ender[6] heç ena
avestayî peiti- heç[7] [8]

 

Wek ku tê dîtin, di zimanên îranî yên kevn de şikl û dirûvên van daçekan gelek ji hev cuda bûn lê kurmancî ew hemû bi şiklê wan kirine wek hev: bi, di, ji, li.

Ev diyardeya wekhevkirinê di zimannasiyê de bi navê analojî (bi inglîzî analogy) tê nasîn. Heman diyarde herwiha bûye sebebê wê yekê jî ku bo nimûne ev peyvên têkildar her yek ji şiklekî cuda yê dîrokî guheriye û nêzîkî hevbera xwe ya din bûye heta ku hevahengî di navbera wan de çêbûye û di kurdî de ew wiha dişibin hev[9]:

  • ban, bin
  • bi, di, ji, li
  • jêr, jor
  • pêş, paş
  • neh, deh
  • heft, heşt

Lê eger em wergerên van peyvan bi hin zimanên din bidin, em ê bibînin ku her ziman ne xwedî heman hevahengiyê ye[10]:

kurmancî inglîzî tirkî
ban, bin roof, floor çatı, taban
bi, di, ji, li by, in, from, at ile, -da/-de, -dan/-den, -da/-den
heft, heşt seven, eight yedi, sekiz
jêr, jor down, up aşağı, yukarı
pêş, paş forth, back ileri, geri
neh, deh nine, ten dokuz, on

 

Her kes bi hêsanî dibîne ku bi analojiyê hevahengiyeke xweş û delal di kurmancî heye ku di inglîzî û tirkî de nayê dîtin. Ew wiha xurt heta di soranî û zazakî de jî wek di kurmancî de peyda nabe.[11] Bo nimûne di soranî û zazakî de peyvên ”neh, deh” ne wek kurmacî hevaheng in:

  • kurmancî ”neh, deh”, soranî ”no, de”, zazakî “newe, des”
  • kurmancî “bi …, di … , ji …, li …”, zazakî “bi…, … de, … ra, … de”

Paşdaçeka ”ve, va” hevrehên xwe heta makezimanê proto-hindûewropî hene: soranî -ewe, avestayî epe, hexamenişî epe, sanskrîtî epe, yûnaniya kevn epû, latînî ab, swêdî av, inglîzî of.[12]

Lê ji bilî kurmancî û soranî, di van zimanên din de ew ne paşdaçek lê pêşdaçek e. Di kurdî de jî ew wek pêşlêker jî bi awayê ”ve-” heye (vekirin, vexwarin, vebûn…)

Paşgira ”re/ra” jî di hinek zimanên din jî yên îranî û heta di zimanên slavî de jî heye lê erk û fonsiyona wê ji ya kurmancî cuda ye: kurdiya başûrî ”era” (bo, jê re), zazakî ”ra” (bi wateya ”ji”) û ”rê” (bi wateya ”bo, jê re), farisî ”ra” (bo çêkirina forma berkar/objekt), pehlewî ”ray”, hexamenişî ”radiy”, rûsî û gelek zimanên din yên silavî ”radî” (bi wateya ”bo, ji bo, ji ber, bo xatirê – bidin ber ”era” ya kurdiya başûrî).

Di soranî de paşdaçeka ”ra, re” pir kêm tê bikaranîn û di devoka Silêmaniyê ya bingehê soraniya nivîskî de di pratîkê de peyda nabe. Di zazakî de hevwateya ”re” ya kurmancî ”rê” ye, ne ”ra” ye (”ra” hevwateya ”ji” ya kurmancî ye).

Di soranî de beramberî paşdadaçeka “de, da” ya kurmancî du awa tên dîtin: -da, -a. Di soraniya Silêmaniyê de, ku bingehê soraniya nivîskî ye, ev paşdaçek ne wek ”da” lê wek ”-a” ye û piraniya nivîskaran wê wisa bi dawiya peyva berî wê ve dizeliqînin:

  • le kitêb-a (di kitêbê de)

Di soranî de ti biryareke nihaî li ser bijartina forma standard nehatiye dan lê forma ku di nivîsan de pirtir tê dîtin “-a” ye, ne “-da”. Loma mirov nikare bibêje “bo xatirê nêzîkbûna zaravayên kurdî bila kurmancî jî wek soranî forma “da” hilbijêre” ji ber ku soranî bi xwe di vê mijarê de bêbiryar e.

Di zazakî de ev paşdaçek ”de” ye anku wek kurmanciya nivîskî ya heyî ye. Berovajî nimûneya soranî, mirov dikare lê bifikire ku bo xatirê nêzîkbûna zaravayên kurdî bila kurmancî jî wek zazakî forma “de” hilbijêre.

Etîmolojiya paşdaçeka ”de, da” bi esehî nayê zanîn. Bi ihtimaleke gelek biçûk ew ji pêşdaçeka îraniya kevn *enter e. Lê ihtimala vê gelek biçûk e ji ber ku ew di heman demê de çavkaniya pêşdaçeka ”di” û hokera ”hindir” e.

Ji bilî kurmancî, zazakî û soranî, paşdaçeka ”de, da” di zimanên din yên îranî de nayê bikaranîn. Texmînên herî xurt yên etîmolojîkî berê mirovî didin hevwateyên wan yên tirkî ”de, da”. Anku bi ihtimaleke xurt ”de, da” yên paşdaçek ji tirkî ketine kurdî. Eger wisa be, ev wergirtin helbet ne vê dawiyê lê bi sedsalan e ku çêbûye. Ew ji bilî kurmancî û zazakî herwiha belav bûye soranî jî lê di soranî de bikaranîna wê kêm caran zerûrî ye.

Ji ber ku kurdî di bingeh de zimanekî pêşdaçekî û tirkî jî zimanekî paşdaçekî ye, ihtimala wergirtina berovajî anku ji kurdî bo tirkî gelek kêm e bi taybetî ji ber ku ”-de, -da” di zimanên din jî yên tirkîkî/tûranî de li kar e li deverên wisa ku ti têkilî bi kurdî ve nîne.

Di tirkî de ev paşdaçek bi çar awayên ji hev cuda tê: -da, -de, -ta, -te. Ev varyant ne li gor devokan diguherin lê hemû di zimanê standard de hene û bijartina wan li gor peyva berî wan tê diyarkirin.

Wek çawa ku hevahengî û hevkêşiyek di navbera pêşdaçekên ”bi, di, ji, li” de di kurmancî de peyda bûye, wisa hevahengiyek di navbera paşdaçekan de li ber sazbûnê ye. Ev ji wê yekê diyar e ku hinek devokan her sê paşdaçek kirine ”de, re, ve” û hinek devokan jî ew her sê kirine ”da, ra, va”.

Guherîna ”ra” û belkî ”da”[13] belkî ji ”sivikbûnê” be. Lê guherîna ”ve” bi ”va” tenê dikare bi analojiyê anku hewldana peydakirina hevahengî û hevkêşiyê di navbera paşdaçekan de were şirovekirin.

Zimanê nivîskî yê niha rê ji wê re xweş dike ku hevahengiya paşdaçekan kamil bibe û her sê wek hev bibin ”de, re, ve”.

Wek prensîp mirov dikare formên ”de, re, ve” yan ”da, ra, va” bo zimanê nivîskî hilbijêre. Lê bi serhişkî ”parastina” du ji wan bi A (da, ra) û israrkirina li ser ”ve” (dijî ”va”) şerekî Donkîşotî yê dijî aşê ahengiya kurmancî ye.

Tevî ku wek prensîp mirov dikare ”da, ra, va” yan ”de, re, ve” bo zimanê nivîskî hilbijêre jî (lê ne desteyeke tevlihev ya ”da, ra, ve” ku danerên Rêberê wê bi serhişkî diparêzin), dîsa jî hilbijartina desteya ”de, re, ve” ji ”da, ra, va” meqbûltir e:

  • Devokên ku desteya ”de, re, ve” bi kar tînin ji yên ”da, ra, va” diemilînin zêdetir in.
  • Desteya ”de, re, ve” ji xwe ev nêzîkî 90 sal in ku di zêdeyî 90 % berhemên bi kurmanciya latînî de tên bikaranîn.
  • Peyva ”da” ji xwe bi çend wateyên din jî tê bikaranîn: 1) dema borî ji lêkera ”dan, dayîn”, 2) forma kurtkirî/devkî ji ”daku” û 3) di hin devokan de bi wateya ”dayik”.[14] Loma çêtir e ku em erkê paşdaçekiyê daneynin ser pişta vê rebenê.
  • Herwiha “ra” û “va” jî xwedî hinek wateyên din in jî: ra = reh, kok; va = ev, eva han.

 

Beşa 5

 

________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Hêjayî gotinê ye ku hevwateya ”bi” ya kurmancî di inglîzî de “by” (bixwîne: bay) ji aliyê etîmolojiyê ve ne ji eynî rehî ye.

[2] Tenê bi soraniya mukriyanî, di soraniya silêmanî de peyda nabe.

[3] Pêşdaçeka “de” tenê di hin devokên kurdiya başûrî de peyda dibe, di piraniya devokên başûrî de li cihê wê “le” li kar e.

[4] Tenê di çend devokên başûrî de “je, ej” li kar in, bi piranî “le” bi vê maneyê jî bi kar tînin.

[5] Di zazakî de “de” tenê wek paşdaçek tê bikaranîn û guman li ser heye ka ew hevreha ”di” ya kurmancî yan jî di rastiyê de hevreha paşdaçekên ”de/da” yên kurmancî ye.

[6] Di heman demê de hevreha hindir, hundir ya kurmanciya navendî ye jî ku di kurmanciya rojhilatî de peyda nabe.

[7] Bi maneya “li pey, li dûv”.

[8] Tevî ku ev daçek di avestayî de nayê dîtin jî, ew dîsa jî gelek kevn e û – berevajî hin daçekên din yên kurdî – hevrehên wê di gelek zimanên din jî yên hindûewropî de tê dîtin. Bi gelek zimanan ew bi forma ”in” (bo nimûne latînî û inglîzî) yan jî ”en” e (wek mînak bi yûnanî).

[9] Bo etîmolojiya peyvên behskirî û çawaniya guherîna wan heta gihiştina hevahengiya xwe ya niha, binêrin: https://ku.wiktionary.org/

[10] Helbet zimanên din jî di hin mijarên din de hevahengiya xwe heye lê ya ku em li vir behs dikin hevahengiyeke kurdî ye ku bi analojiyê peyda bûye û taybetmendiyeke giring ya zimanê me ye.

[11] Helbet soranî û zazakî jî dîsa di hin warên din de hevahengiyên xurt hene.

[12] https://ku.wiktionary.org/wiki/ve#Ji

[13] Bi esehî nayê zanîn ka forma orijînal ”da” yan ”de” ye.

[14] Bo nimûne li Behdînan û Hekariyan ”da” hem forma neçemandî/tewandî ya bi wateya ”dayik, dê” ye û hem jî forma ravekî ya bi wateya ”diya, dayika” ye: ”da mi(n) = diya min, dayika min”.

4 thoughts on ““Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (4)

Leave a comment