“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (5)

(Beşên pêştir: beşa 1beşa 2beşa 3, beşa 4)

Reber5

Husein Muhammed

 

5) PIRSGIRÊKA “HÎPERTEWANDINÊ”

 

Kerem bikin hinekî li van nimûneyan bifikirin:

  • Komxebata Kurmancî
  • Mem û Zîna Ehmedê Xanî
  • Li ser rê
  • Avê vebixwe!
  • Li Behdînanê, li Botanê

Bi ihtimaleke mezin ev awayê çemandin û tewandinê bi te xerîb e û tu dê bibêjî ku di devoka te de tiştekî wisa nîne. Bi rastî di vê meseleyê de tu ne bi tenê yî.  Bi ihtimaleke mezin zêdeyî 90 % ji kurmancîaxivan – belkî heta 100 % – dê bibêjin ku ev awayê çemandinê di devoka wan de nîne.

Lê dîsa jî ev hemû awayên çemandinê di Rêberê de hatine ferzkirin! Ji amadekarên Rêberê re ne xem û xeyal e ku teqrîben ti kurmancîaxiv di rastiyê de van gotinan wiha naçemînin. Tiştê ku ji wan re giring e ew e ku wan li cem xwe hinek qeyd û bendên sihrewî û efsaneyî dîtine û divê hemû kurmancîaxiv bidin pey rê û rêbazên wan.

Di rastiyê de ev hemû ferzkirin ji kêmasiyên danerên Rêberê bi xwe tê ji ber ku ew ketine ber hîperkorektiyê: Ew bi şaşî yan ji qest hinek qeyd û bendan ji hedê wan zêdetir bi kar tînin û ew bi xwe dibin sebebê xirabbûna zimanî.

Kerem bikin em li her yekê ji van nimûneyên li jor binêrin û bibînin ku çima ew şaş in û çima piraniya kurmancîaxivan, ku van awayan bi kar naînin, ji Rêberê rasttir diaxivin an dinivîsin.

 

Çima ”bixwe” lê ne ”vebixwe”?

Baş tê zanîn ku di raweya fermanî (imperatîv) û raweya subjunktîv (bilanî, şertanî…) û herwiha di raweya pêşkerî (indîkatîv) ya dema bêt de lêker bi piranî pêşgira ”bi-” werdigirin:

  • raweya fermanî: bike, bixwe!
  • raweya subjunktîv: (eger/ku ez) bikim, bixwim,
  • dema bêt ya raweya pêşkerî: hûn ê bikin

Lê ev qeyd û bend ne giştgir e. Bo nimûne, gava ku pêşlêkerek (preverbek anku ba-, ber-, da-, hil-, ra-, ve-, wer-) bi lêkerê ve hebe, hingê pêşgira ”bi-” nayê bikaranîn. Bo nimûne:

  • vexwe (ne *vebixwe yan *bivexwe)
  • hilgirin (ne *hilbigirin an *bihilgirin)
  • ez ê rakim (ne *rabikim an *birakim)
  • ku ew vegere (ne *vebigere yan *bivegere)

Ev rêbazeke kurmanciya giştî ye û mirov dikare bibêje ku nêzîkî 100 % kurmancîaxivan wiha diaxivin û herwiha heta nêzîkî 100 % wiha dinivîsin jî. Tenê 1-2 % belkî ji ber sebebên hîperkorektiyê pêşgira -bi- hevdem li gel pêşlêkeran bi kar tînin.

Tevî vê rastiyê jî, bi texmîna amadekarên Rêberê formên ”rast” wek ”vebixwe, hilbigire, rabikim, vebigere” ne.

Pirsgirêka mezin ne ew e ku ew texmîna wan şaş e lê kêşeya mezin ew e ku dixwazin vê texmîna xwe ya şaş li ser hemû bikarîneran ferz bikin!

 

Çima ”li ser mase” lê ne ”li ser rê”?

Qeyd û bendeke giştî ya kurmancî ye ku di rewşa çemandî/tewandî ya yekhejmar de navdêrên mê paşgira ”-ê” werdigirin:

  • li malê, ji dikanê, di kitêbê de

Gava ku li dawiya navdêrê vokalek hebe, Y dikeve navbera wê û Ê-ya paşgira çemandinê:

  • dinya > li dinya-y-ê
  • pencere > bi pencere-y-ê ve (kurtkirî: bi pencerê ve)

Lê gava ku li dawiya navdêrê bi xwe Ê hebe, êdî Ê-ya paşgira çemandinê lê zêde nabe yan jî herdu Ê bi hev ve dihelin:

  • rê > li ser rê
  • dê (dayik) > ji dê re (ji dayikê re)

Dîsa ev jî qaydekî giştî yê kurmancî ye û di pratîkê de hemû kurmanc wisa herdu Ê-yan bi hev ve dihelînin an yekê ji wan bi kar naînin.

Lê berovajî vê qeyda diyar û yekdengiya di devokên kurmancî de, danerên Rêberê bi vê qeydê nerazî ne loma ew formên wek van ferz dikin ku di kurmancî de di pratîkê de peyda nabin:

  • rê > li ser rêyê
  • dê > ji dêyê re

 

Meseleya çemandina navdêrên nêr

Di kurmancî de navdêrên nêr di rewşa çemandî ya yekhejmar de li gor devokan bi sê-çar awayên ji hev cuda peyda dibin. Bo nimûne:

  • kurmanciya rojhilatî: pezê şivanî (bi zêdekirina paşgira -î li navdêrê nêr)
  • piraniya devokên kurmanciya navendî û rojavayî: pezê şivên (veguhastina A/E ya peyvê bi Ê eger di peyvê de A/E hebe)
  • hinek devokên kurmanciya rojavayî û navendî: pezê şivîn (veguhastina A/E ya peyvê bi Î eger di peyvê de A/E hebe)
  • carinan û bi taybetî di nivîsan de wek kompromîsekê di navbera formên cuda yên devokan de: pezê şivan (neguherandina peyva ”şivan”)

Amadekarên Rêberê biryar daye ku forma devokên kurmanciya rojhilatî (”pezê şivanî”) bi kar bînin tevî ku bi zelalî ew ne forma serdest ya piraniya kurmancîaxivan e. Qisekerên devokên kurmanciya navendî û kurmanciya rojavayî yên ku awayê ”pezê şivên” bi kar tînin bi texmîneke xurt gelek ji qisekerên kurmanciya rojhilatî zêdetir in.

Wek saziş û kompromîseke navbera hemû devokan mirov dikare herwiha forma ”pezê şivan” jî bi kar bîne. Ew di heman demê de nêzîkî forma soranî ye jî ku peyva neçemandî dixebitîne. Lê amadekarên Rêberê biryara xwe daye ku di vê mijarê de li dûv rêbaza kurmanciya rojhilatî biçin.

Lê heta eger mirov biryara wan qebûl bike jî, dîsa ew di hîperkorektiyê de ji hedê vê qeyd û bendê ya kurmanciya rojhilatî jî derketine:

Rast e ku kurmanciya rojhilatî paşgira ”-î” dide pey navdêrên nêr yên yekhejmar:

  • Ehmed > mala Ehmedî

Lê eger ji xwe -î li dawiya navdêrê nêr hebe, kurmanciya rojhilatî jî î-yeke din lê zêde nake:

  • Elî > mala Elî (ne *”mala Elî-yî” yan ”mala Eliyî”)

Lê dîsa jî amadekarên Rêberê formên wek ”mala Elî” û ”Mem û Zîna Ehmedî Xanî” ferz dikin.

 

Çima ”li Kurdistanê” lê ne ”li Behdînanê” û ”li Botanê”?

Wek ku tê zanîn, piraniya navên taybet yên cografî di kurmancî de mê ne:

  • Kurdistan, Swêd, Dihok, Parîs, Çîn…

Ew di rewşa çemandî de paşgira -ê werdigirin. Bo nimûne:

  • li Swêdê, ji Çînê, heta Bidlîsê

Lê hinek herêm û deverên Kurdistanê hene ku paşgira -an li dawiya wan heye:

  • Behdînan, Botan, Mukriyan (derdorên Mihabadê)

Ev navên cografî hem di rewşa xwe ya neçemandî de û hem jî di rewşa çemandî de wek “Behdînan, Botan, Mukriyan” tên bikaranîn. Bo nimûne:

  • Neçemandî: Behdînan/Botan/Mukriyan xweş e (wek: Kurdistan xweş e.)
  • Çemandî: li Behdînan, ji Botan, heta Mukriyan (bidin ber: li/ji/heta Kurdistanê)

Sebeb ew e ku ev navên herêman ji xwe çemandî ne:

  • behdîn (xelkê herêma Behdînan) > Behdînan (warê behdînan – bidin ber ”behdînî = kurmanciya kesên behdîn”)
  • mukrî (xelkê devera Mukriyan) > Mukriyan (warê mukriyan – bidin ber ”mukrî = soraniya kesên mukrî”)

”Bot” wek peyv tine be yan nemabe jî, “botî” bi wateya devoka wan kesan û tiştên din yên aidî wan li kar e. Botan jî dîsa bi eslê xwe ”warê botan” e.

Sebebê neçemandina peyvên wek “Behdînan, Botan” bi awayê ”*Behdînanê, Botanê” ew e ku ew peyv ji xwe çemandî ne.

Wek ku tê zanîn çemandina dubare di kurmancî de ne mimkin e. Bo nimûne:

  • Ez li malê me. > Ev mala min e (Di hevoka duyem de ”ez” bûye ”min” ji ber ku ”ez” neçemandî ye.)
  • Birayê min li malê ye. > Ev mala birayê min e. (Di hevoka duyem de jî ”birayê min” wek hevoka yekem maye ji ber ku ”min” ji xwe çemandî ye û êdî dubare nayê çemandin.)

Lê tevî vê qeyd û benda ron û zelal jî, bi ferz û fermanên Rêberê be, divê em dest ji awayên wek ”ji Behdînan” û ”li Botan” berdin û wan wek ”ji Behdînanê” û ”li Botanê” binivîsin.

 

Hîperkorektî heta ji sernavê Rêberê jî diyar e!

Li ser bergê pêşîn yê ”Rêbera Rastnivîsînê” yekser piştî navê kitêbê ”Komxebata Kurmancî” hatiye nivîsîn.

Zêdeyî sî salan e ku komek bi navê ”Civîna Kurmancî” (ne ”Civîna Kurmancî”) dicive û mijarên zarê kurmancî gotûbêj dike. Lê danerên Rêberê bi forma ”Komxebata Kurmancî” razî nebûye û li ser navê qaşo rasttirbûnê navê xwe kiriye ”Komxebata Kurmancî”.

Ne xem û xeyala amadekarên Rêberê ye ka çima piraniya kurmancîaxivan wiha nabêjin. Ya ji wan re giring ew dixuye ku hindî mirov peyvan zêdetir biçemîne, çêtir e!

Gelo çima bi rastî jî divê wek gel mirov bibêje ”Komxebata Kurmancî” û ne wek amadekarên Rêberê ”Komxebata Kurmancî”.

Danerên Rêberê bikaranîna peyvên ”kurdî” û ”kurmancî” ne tenê di navê koma xwe de lê di rewşên din de jî wiha dinivîsin û nivîsa wan ferz dikin:

  • di kurmancîyê/kurdîyê da
  • ew kurdîyê/kurmancîyê baş dizane
  • rêzimana kurmancîyê

Ew wiha dikin û ferz dikin tevî ku baş haydar in ku piraniya – yan tevahiya – kurmacîaxivan peyvên ”kurdî” û ”kurmancî” wiha naçemînin. Lê li şûna ku danerên Rêberê lê bifikirin ka çima kurd wisa naçemînin, ew bi nêrîna xwe rast in û hemû xelk şaş dike. Loma divê xelk dev ji ya xwe berde û bide dûv gotina wan.

Ev tiştekî gelek ecêb e ji ber ku amadekarên Rêberê hem hay jê heye ku kurmancîaxiv wisa nabêjin û hem zimanên din jî hevwateyên van peyvan naçemînin. Bo nimûne (ji ber ku piraniya amadekarên Rêberê inglîzî, swêdî[1] û tirkî dizanin, em ê bidin ber van zimanan):

  • kurmancî: rêzimana kurdî
  • inglîzî: Kurdish grammar (ne ”*Kurdish’s grammar”)
  • swêdî: Kurdiska grammatik (ne ”*Kurdiskans grammatik”)
  • tirkî: Kürtçe dilbilgisi (ne ”*Kürtçenin dilbilgisi”)

Eger danerên Rêberê hinekî li van fikirîbûna, divê ew pê hesiyabûma ku ”kurdî, Kurdish, kurdiska, Kürtçe” di haletên wiha de di rastiyê de ne navdêr in lê rengdêr in. Loma em dibêjin:

  • rojnameyên kurdî, televizyonên kurdî, siyaseta kurdî, doza kurdî, rêzimana kurdî, bi kurdî…

Di rastiyê de ”rêzimana kurdî” yan ”rêzimana kurmancî” kurtkirina ”rêzimana zimanê kurdî” yan ”rêzimana zarê kurmancî” ye.

Yek ji amadekarên Rêberê, Deham Ebdulfettah, bi xwe jî dizane ku awayê ”Komxebata Kurmancîyê” şaş e û divê ”Komxebata Kurmancî” bûya. Ew dibêje ku wî amadekarên din yên Rêberê ji vê şaşiya wan haydar kiribûn jî lê dîsa jî serdestan guh nedaye gotina wî û ev şaşî heta di navê komê de û li bergê pêşîn yê Rêbera ”rastnivîsîn”ê jî kiriye![2]

 

Beşa 6

____________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Ji amadekaran Behrûz Şûcaî, Malmisanij, Mehmûd Lewendî, Mistefa Aydogan, Newzad Hirorî û Remzî Kerîm li Swêdê dijîn/jiyane. Piraniya amadekarên kitêbê ji Bakurê Kurdistanê/Tirkiyê ne.

[2] Deham Ebdulfettahê endamê ”komxebat”ê hejmareke rexneyên din jî li Rêberê dike: http://portal.netewe.com/daxuyaniyek-di-derbare-rebera-rastnivisine-da/

 

6 thoughts on ““Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (5)

  1. Merheba mamoste. Te mijara tewandina lêkerên pêkhatî pir xweş rave kiriye. Dest xweş. Gelo ji bo lêkerên hevedudanî yên çend-peyvî (wek dev jê berdan, lê xistin, têkilî danîn û wd.) jî qaîdeyeke gişgtir heye di heman formên tewandinê de? Bala min kişandiye bikaranîna “bi-“yê di lêkerên wek vanan de gelekî îzafî û guhêrbar e. Li gor devokan jî li gor lêkeran jî cudatî hene. Bawer im di nav zimannasan de jî fikrê cihê hene. Ji niha de spas. Silav û serkeftin.

    Like

    • Hêja Berevajî,

      Li vir du mijar hene:
      – lêkerên bipêşkêr (yên ku pêşlêkerên da-, ber-, da-, hil-, ra-, rû-, ve-, wer- digirin
      – lêkerên frazî: lêkerên pirpeyvî (dupeyvî yan zêdetir).

      Gava ku pêşlêker hebe, pêşgira bi- nayê bikaranîn: berde (ne *berbide), wergerîne (ne *werbigerîne)

      Di tewandina lêkerên frazî de hinek tevlihevî heye. Di zimanê nivîskî de wek qaydeyeke gelemper lêkerên frazî pêşgira “bi-” digirin beşa lêker:
      – dest pê bike (bi devkî bi piranî: dest pê ke)
      – lê bixe (bi devkî bi piranî: lê xe)

      “Têkilî danîn” hem lêkereke frazî ye û hem jî “danîn” lêkereke bipêşlêker e (da-nîn < da-niyan). Loma bi- nakeve pêş "dane, deyne" (ne *bidane, bideyne).

      Silavên germ.

      Like

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s