Kurterêberiya ferhengsaziyê

 

JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5

husein muhammed

ARMANCA FERHENGÊ ÇI YE Û FERHENG BO KÊ YE?

Her ferhengek li gor armanca xwe zanyariyên kêm yan zêde vedihewîne. Ferhengên ku bo zarokan bin, yên bo mezinên ”sade” bin yan jî bo zimannas û pisporên zimanî bin yan jî bo hînberên biyanî bin, nabe ku wek hev bin.

Berî ku mirov biryarê li ser berfirehiya ferhengê û zanyariyên tê de bên vehewandin bifikire, divê mirov biryarê bide ka ew ferheng bo kê ye, kî dê wê bi kar bîne: zarok, mezin, kurd, biyanî, pispor…

FERHENG YEKZIMANÎ (KURDÎ-KURDÎ) YAN DUZIMANÎ/PIRRZIMANÎ YE?

Di ferhengên duzimanî yan pirzimanî de bi piranî tenê wateya peyvê bi zimanên din tê dan û carinan nimûneyên bikaranîna peyvê jî hene. Kêm caran etîmolojî û tiştên wisa tên rêzkirin.

Di ferhengên yekzimanî de axlebe zêdetir zanyarî hene.

 

RÊZKIRINA ZANYARIYAN LI GOR GIRINGIYA WAN

Divê ku di ferhengê de li ber her peyveka serekî, zanyariyên li ser wê li gor giringiya zanyariyan bên rêzkirin. Piraniya bikarîneran awayê gotina peyvê û wateya/me’neya wê dixwazin loma divê ew herdu zanyarî li destpêkê bin. Ji ber ku awayê gotinê kurttir e, ew dikare berî her tiştî be. Piştî wê cinsê navdêran (mê/nêr) yan jî rehê lêkeran yê demên niha (û heke ne adetî be, yê demên borî jî). Paşî mirov dikare îdyom û pendên têkilî wê peyvê rêz bike. Paşî cudahiyên wê peyvê li gor devok û deveran. Piştî wê jî dijwateya wê (heke hebe), peyvên têkilî wê û peyvên giring bo berhevdanê/berawirdkirinê li gel peyva serekî. Li dawiyê jî mirov dikare etîmolojiya peyvê (ji kû hatiye) diyar bike û herwiha peyvên ku ji wê peyvê hatine sazkirin rêz bike.

 

AWAYÊ GOTINA PEYVAN

Gelek giring e ku awayên deqîq yên gotinê baş bên diyarkirin. Ne alfabeya kurdî-latînî û ne jî ya kurdî-erebî (di rastiyê de ti alfabeyên ti zimanî) bi temamî hemû dengên wî zimanî diyar nakin. Loma pêdivî ye ku mirov hem şiklê normal yê peyvê binivîse û hem jî li ber wî awayê bi zebit yê gotina peyvê diyar bike.

Di kurmancî de van herfan ji yekê zêdetir deng hene:

  • P: 3 deng: 1) req wek ”pare”, 2) nerm û zirav wek ”pênc” 3) nerm û qelew wek ”pez”
  • S: 2 deng: 1) zirav wek ”ser” û 2) qelew wek ”sed”
  • T: 4 deng 1) nerm û zirav wek ”tîr”, 2) nerm û qelew wek ”teng”, 3) req û zirav wek ”têr” û 4) req û qelew wek ”tep” (lêdana bi kefa destî)
  • Ç: 2 deng 1) req wek ”çar” û 2) nerm wek ”çav”
  • K: 2 deng 1) req wek ”kengî” û 2) nerm wek ”kî”
  • R: 2 deng 1) wek ر (ser) û 2) wek ڕ (mer)
  • H: 2 deng 1) wek ”heval” û 2) ”heft”
  • X: 2 deng 1) wek ”ax” û 2) ”axa” (serokeşîr)
  • Z: 2 deng 1) zirav wek ”zan” û 2) qelew wek ”zanîn”
  • l: 2 DENG 1) zirav wek ”lêv” û 2) qelew wek ”lep”

Divê ku nîşanên cuda bo diyarkirina van dengan di ferhengê de bên bikaranîn daku xwandevan wan xelet nexwînin.

Kêmasiya serekî ya alfabeya kurdî-erebî nebûna dengê ”i” ye. Bo nimûne, peyva ”kirdin” ya soranî wek ”krdn” têt nivîsîn. Lê heke xwandevan ne nasê wê peyvê bit, nizanit ka dê wê wek ”kiridin, kiridn, kridin, kridin… Di alfabeya kurdî-erebî de jî gelek ji van dengan ji hev nayên cudakirin. Lê nivîsîna peyva serekî bi herdu alfabeyan dê xwandina wê ya rast hêsantir bike.

 

NIMÛNE

Li vê derê ez ê çend nimûneyan bidim daku bişêm merema xwe bo xwandevanên hêja zelal bikim. Li gel her peyveke serekî hemû zanyariyên di ferhengê de pêwîst nehatine rêzkirin lê min tenê hez kiriye bi tiştên dixwazim bibêjim, bi nimûneyan diyar bikim.

Loma tiştên ku min li ser nimûneyekê gotibin, êdî min li ser nimûneyên dûv wê de dubare nekirin. Bo nimûne, gelek ji gotinên li ser peyva ”zivistan”ê gotî, dikarin li ser peyva ”heval” jî dubare bibin lê min dubare nekirine.

zivistan[1] زڤستان[2]  [ẓivișṭan ظڤصطان][3] m[4] her sê heyvên / mehên sar yên salê, feslê salê yê sar[5]. Zivistanan hewa sar e. Zivistana çûyî qet berf nebarî [6]. tg[7]: qûtê zivistanê, zivistanên sar… p/gp/jw[8]…  hw[9]: jivistan (Farqîn), vistan (Sêrt), zivtan (Mêrdîn), zistan (Urmiye), hm[10]:dm[11]: havîn, bb[12]: bihar, payiz, hr[13] S[14] zistan, H[15] zimsan, Z[16] zimistan, F[17] زمستان (zimistan), P[18] zemistan, AV[19] zimo-, R[20] зима[21] (zîma), YK[22] χεῖμα (xêîma)… ji PHE[23], wg[24]: E[25] شتاء, T kış, ING winter.

gotin گۆتن [gotin گۆتن][26] tp[27] (dn[28]: -bêj-, -bê-, db[29]: -got-, -go-) 1)[30] behs kirin, anîn ziman, bi alîkariya zimanû peyamek derbirin: Di nivîsê de tê gotin ku[31]2) aşkere kirin, xuya kirin, diyar kirin: razê ji kesî re nebêje. 3) ferman dan, emir kir: Wê got: du kîloyên şekirê bîne. 4) texmîn kirin, bawer kirin: Ez dibêjim ku ew êdî nayê. 5) peyamek giring ragihandin: Bi saetan diaxive lê tiştekî nabêje…

heval m/n[32] hogir, dost, destebira, birader, hevrê, kesa/ê ku mirov nas dike û têkiliyên baş li gel hene. dm: dijmin, neyar

niha نها [niha نها] vê gavê, vî demî, vî zemanî, hw: nihe, niho, noke…, zd[33]: S êsta, KR[34] îse, Z nika…

kirdin S (dn: -ke-) kirin[35]

niho bnr niha[36]

reîs[37], reyis ڕه‌ئیس، ڕه‌یس serok, serek, serkirde, ji E رئيس (reîs) ji رأس (reis: ser), hr[38] aramî ܪܝܫܐ (rêşa), akadî rêşu, îbrî ראש (roş).

qonax m merhele… ji T konak (xane, seray, xaneyên li ser rêyan[39]) ji kon-mak (bi cih bûn, war danîn), têkilî koy-mak (danîn, bi cih kirin), hr kon/kûn[40] (xîvet, çadir, xîme)

spî I n rengê wek rengê befrê/berfê, dw: reş, tk[41]: sîs, çûrr, kever, çal, bb[42]: sor, zer, kesk…

spî II candarek hûrik, bn[43] spih

___________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Awayê ku peyv pê di zimanê kurdî de bi alfabeya kurdî-latînî di nivîsên normal de tê nivîsîn.

[2] Awayê ku peyv pê di zimanê kurdî de bi alfabeya kurdî-erebî di nivîsên normal de tê nivîsîn

[3] Awayê gotina peyvê di devê xelkê de.

[4] Cinsê/zayenda peyvê: m=mê, n=nêr

[5] Ravekirin û şirovekirina peyva serekî bi awayekî hêsan bo fehmkirina peyvê. Ne li gel hindê me ku mirov bo nimûne bo peyva ”av” gelek şiroveyên dûr û dirêj bike.

[6] Nim: nimûneyên bikaranîna peyvê di hevokan de. Bi van nimûneyan mirov dikare awayên çemandî/tewandî yên peyva serekî bide (bo nimûne: zivistanê, zivistana, zivistanên, zivistanek, zivistanekê…)

[7] têgihên giştî, (îdyom, fraz)

[8] Pend yan gotinên pêşiyan yên ku peyva serekî tê de heye yan jî hevokek /risteyek ji wêjeya/edebiyata li gel navê nivîskarî û berhemê, belkî berperrî/rûpelî jî

[9] hw= Herwiha/herwisa: di bin vî navî de peyvên kurmancî yên ji eynî rehî lê li gor devok û deveran piçekê ji peyva serekî cuda li gel diyarkirina devera bikaranîna wan.

[10] hm= hevme’na/hevwate: peyvên ku ne ji eynî rehî ne lê maneya wan eynî ye: bo nimûne, heke peyva serekî ”qelem” bit, hingê hm: ”pênûs”.

[11] dm: dijwate: peyva ku bi maneya xwe dijî peyva serekî ye.

[12] bb: bide ber

[13] hr (hevreh): etîmolojî û rehê peyvê yan berhevdana peyvê li gel zaravayên dî yên kurdî yan zimanên din yên îranî li dûv armanc û berfirehiya ferhengê.

[14] S: soranî

[15] H: hewramî

[16] Z: zazakî

[17] F: farisî

[18] P: pehlewî

[19] AV: avestayî

[20] R: rûsî

[21] Peyv bi alfabeya wî zimanî – heke mimkin be – lê di nav kevanan de bi alfabeya latînî/erebî jî

[22] YK: yûnaniya kevn

[23] PHE: proto-hindûewropî

[24] wg: werger(andin) bi çend zimanên bo bikarîneran giring

[25] E: erebî, T: tirkî, ING: inglîzî.

[26] Nivîsîna awayê peyvê wek [gotin] anku bi T-ya sade wek nîşana wê ku T nerm û zirav e (wek di peyvên ”tu, te, tivir, tîr, tû” de), ne req e (wek di peyva ”telîs, têr, têrr” de) û ne jî qelew e (wek di peyvên ”tarî, teng, tolk” de). Mirov dişêt T-ya qelew bo nimûne bi ”ṭ” (T û nuqteyek li binî) û ya req jî bo nimûne bi ”ṫ” (T û nuqteyek li serî)  diyar bikit.

[27] tp:(Lêkera) têper

[28] Rehê(n) demên niha û bên

[29] rehê(n) demên borî

[30] Jihevveqetandina me’nayên cuda lê têkil yên eynî peyvê

[31] Hevokên/rsiteyên nimûne bi rênivîsîna xwehr yan bi rengekî dî ji ravekirina cuda.

[32] Li gor cinsê wê kesê yan wî kesî peyv dişêt mê yan jî nêr bit.

[33] zd: zaravayên dî yên kurdî

[34] KR: kelhurî, kirmaşanî

[35] Peyvên bi zaravayên din jî dikarin hebin lê mirov dikare berê xwandevanî ji wan bide peyva serekî bi zaravayê serekî yê ferhengê (kurmancî)

[36] bn= binêre. Mirov wisa berê xwandevanî didit peyva serekî ya ku ji aliyê piraniya kurmancan ve tê bikaranîn yan jî di zimanê nivîskî de serdest e. Wisa hewce nake ku mirov eynî tiştên li ber peyva ”niha” gotî dîsa li ber peyva ”niho” jî bibêjit û ferhengê zêde dirêj bikit.

[37] Vehewandina peyvên esil-biyanî bi şertê ku ew di zimanê nivîskî yê kurdî de li kar bin yan hatibin bikaranîn yan jî di nav xelkê de peyda bibe. Lê sinordanînek bo vê pêdivî ye. Ez bi xwe sinorekî wiha maqûl dibînim: peyvên erebî dikarin di ferhengê de bên bikaranîn heke ne tenê kurdên Iraq û Sûriyê wan bi kar bînin, peyvên farisî jî heke ew di kurdî de li derveyî kurdên Îranê jî li kar bin û peyvên tirkî jî wisa. Loma bo nimûne peyvên ji erebî ”fehm, daxil, xezal” bila di ferhengê de cih bigirin lê ne peyvên wek ”şari’” (شارع) ji ber ku ew di nav kurdên bakurî û rojhilatî de nîne. Heke sinordanîneke wisa nebe, ferheng dê bi peyvên biyanî tijî be.

[38] hr: hevreh, ji eynî rehî

[39] Diyarkirina maneya peyvê bi zimanê jêder heke maneya wê ji ya bi zimanê kurdî cuda be.

[40] Diyar dike ku peyva kurdî ”kon, kûn” ya bi maneya ”çadir, xîvet” jî ji eynî peyvê ye. Wisa xwandevan dişêt rehên ”kon, kûn” û ”qonax” pêk ve girê bidit.

[41] tk = têkilî: Peyvên têkilî peyva serekî

[42] bb = bide ber (peyvên bo berhevdanê/berawirdkirinê)

[43] bn: binêre, berê xwe bide

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s