XALBENDÎ di nivîsîna kurdî de

JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5

__________________________________

Wek pdf vekin û bixwînin.

Mehmet Özer

 Ozer

Me di vê nivîsê de mijara bikaranîna xalbendiyê ya di zaravayê kurmancî de esas girtiye.

Berî ravekirina taybetmendiyên her xalbendikekê, me di sê zaravayên kurdî (kurmancî, kirmancî*[1] û soranî), sê zimanên cînar (tirkî, farisî û erebî) û zimanekî sereke yê ku di Cîhanê de herî zêde tê bikaranîn, îngilizî de navê wan nivîsiye.

Wek tê zanîn bikaranîna nîşaneyên xalbendiyê; bi piranî û bi awayekî berbelav, di zimanên bi tîpên latinî têne nivîsandin de xuya dibe. Ji ber vê sedemê, hinek nişane, sembol û karakter di zarava û zimanên bi tîpên aramî têne nivîsandin de peyda nebûn. Ew ên peydanebûyî jixwe di wan zimanan de bi awayekî berbelav nayên bikaranîn.

Bi nirxandin, rexne, pêşniyar û şîroveya xwe di amadekirina vê nivîsê de keda heval û hogirên li dewerên cuda de dijîn jî heye. Bi taybetî peydakirina berdêla peyvên di zarava û zimanên cuda de…

Ew kes û saziyên ku berî me di heman mijarê de kedeke bêhempa dane û her yek wekî kulîlkeke baxçê zimanê kurdî; pirtûk, kovar û meqaleyên em gihîştinê û me jê sûd girtine jî di rupelên dawî de amadene.

Wek her karî di vê nivîsê de jî lewazî, kêmasî û çewtîyên ku em tênegihîştine jî hene niha.

Em hêvîdarin ku bi nirxandin, rexne, pêşniyar û şîroveya we xwendevanên hêja, em ê nexşandina zimanê xwe bigihînine qonaxeke geştir.

 

XALBENDIK Û XALBENDÎ DI NIVÎSÊ DE                    

 

Wek tê zanîn nivîs, bi şikl û rêbazan nîşandana gotinê ye. Ji bo xwendin û jêfemkirin hêsantir bibe, ragihandina nivîskî sererast bibe, digel tîpên alfabeyê hewcedarî bi hinek nîşaneyan jî heye; ji her yek van re xalbendik tê gotin. Di nivîsê de bikaranîna xalbendikan re jî xalbendî tê gotin.

Xalbendî; rastnivîsandin, rastxwendin û têgihîştina wateya hevokan hêsantir dike. Digel rêbazên rêziman û rastnivîsê, bi saya xalbendiyê, nivîskar; raman û nêrînên xwe pêşkêşî xwendevanan dike.

Di dema xwendinê de jî bi saya nîşaneyên xalbendiyê, ji bo xwendevan; rastxwendin û têgihîştina wateya nivîsê hêsantir dibe. Her wiha cihên bêhnberdan, rawestin û peyvên kirpandinê jî diyar dibin.

Dîroka nivîsê, bi hezaran salên bihurî digihêje nivîsên xêzekî (hieroglyph) û mixî. Ragihandina nivîskî, dema ku bi tîpan dest pê dike, di pey de pêwîstiya xalbendikan jî derdikeve holê. Tîp û xalbendik tev, şeklên peyv û hevokên nivîsandinê ne. Xuya ye ku  afirandina tîp û xalbendikan, di heman demê de nebe jî, li pey hev e.

Di navbera wan de her çi cudahî hebin jî, temamê zimanan ji bo ragihandin û jihev fehmkirinê ne. Di nivîsa bi alfabeya latînî de bikaranîna xalbendikan, ji bo hemî zimanan kêm-zêde wekî hev e. Bi gotineke din nîşaneyên xalbendikî û bikaranîna wan,  rewşeke gerdûnî ye.

 

Di nivîsê de bikaranîna xalbendikan;

bi kurmancî “xalbendî”,

bi kirmancî “nîşanê nuqtayan (zh)”,

bi soranî “xalbendî” (بەندیخاڵ),

bi tirkî “noktalama”,

bi îngilizî “punctuation”,

bi farisî  “nişan guzari” (نشان گذارى),

bi erebî  “terqim” (ترقيم)

tê binavkirin.

 

ÇEND XALBENDIKÊN NIVÎSÊ

 

.                     xal

 

,                     bêhnok

 

                    dabir

 

;                     xalebêhnok

 

:                     xalecot

 

…                   sêxal

 

……                rêzexal

 

!                     baneşan

 

?                    pirsnîşan

 

” “                dunik

 

« »                 koşedunik?

 

´  `             yeknik

 

”                    dubarek

 

^                    kumik

 

/                    dabeş/xwarxêzek

 

\   dabeşa çep

 

( )                  kevanek

 

{ }                  kemberkevanek

 

[ ]                  koşekevanek

 

–                     bendik

 

―                  xêzek (xêzeka axaftinê)

 

binxet            binxet

 

._                   xalxêzek

 

~                    kevanxêzek/tîlde

 

∞                  bêdawînek

 

&                   û (gîhaneka û)

 

%                   sedek

 

‰                  hezarek

 

  • çengel

 

¸                     çengelok (cedilla)

 

*                    stêrk

 

#                    çarxêzek

 

@                  et

 

½                   nîv

 

¼                   çaryek,          (ji çaran yek)

 

¾                   çarsê, (ji çara sê)

 

=                    yeksan

 

≠                    neyeksan

 

+                    zêdek

 

–                     kêmek

 

±                    kêmzêde

 

÷                    dabeş

 

x                    caran                                 

 

√                    reha duyem

 

Ø                   çap

 

>                    mezintir e ji …

 

<                    biçûktir e ji …

 

≤                    ne yeksan be jê mezintir e

 

≥                    ne yeksan be jê biçûktir e 

 

€                    ewro, yûro

 

$                    dolarê amerîkî

 

¥                    yen

 

£                    paûnd           

 

¢                    sent (cent)

 

©                   mafê jibergirtinê

 

®                    mafê tomarkirinê

 

                    mê

 

                   nêr

 

ºC                  radek (paye, derece)

 

¶                    bendek, (pilcrow)

 

0,1, 2, 3, 4, 5, 6, 7, 8, 9       jimarnav

 

1, 3, 46, 576, 3452691        jimare

 

M2        jorenivîs,

 

H2O    jêrenivis,

 

 

Bikaranîna Xalbendikan Di Nivîsê De

 

Di nivîsê de bikaranîna xalbendikan damezirandina hevokê hêsantir dike.

Di nivîsandin û xwendinê de, ji bo rê li tevlihevîyê venebe, xwendin û jêfemkirin hêsantir bibe û lihevxistina hevokan sererast bibe; di xwendinê de cihên rawestin, bêhndan û kirpandinê (accentuate) diyar bibin, pêwîstî bi xalbendiyê heye.

Di hevokê de, cih û cureyê nîşaneyên xalbendikî, li ser wateya nivîsê xwedan bandoreke sereke ne. Bi guherîna cih û cureyê nîşaneyên xalbendikî di heman hevokê de wate jî diguhere.

 

Mînak a: Mamoste Zana spartek da

 

Ev, hevokeke bêxalbendik e.

Dibe ku xwendevan bi çend awayên cuda têbigihêje wateya wê. Bi saya bikaranîna nîşaneyên xalbendikî û bi guherîna cihê wan; ji heman hevokê, wateyên jihevcuda peyda kirin pêkane ye.

 

Mînak b: Mamoste, Zana spartek da.

 

Ev, bû hevokeke ragihandinê.

Bi saya bikaranîna nîşaneya bêhnok û xalê, wateya hevokê diyar bû.

Di vê hevokê de, yê ku agahiyê didinê Mamoste ye, yê ku spartek da Zana ye.

Kirde, Zana ye.

 

Mînak c: Mamoste Zana, spartek da.

 

Ev jî hevokeke ragihandinê ye.

Bi saya guherîna cihê nîşaneya bêhnokê wateya hevokê jî guheriye.

Di vê hevokê de yê ku  spartek da, Mamoste Zana ye. Kirde, Mamoste Zana ye.

 

Mînak d: Mamoste, Zana spartek da?

 

Ev, bû hevokeke pirsyarî.

Bi saya bikaranîna nîşaneya pirsnîşanê, wateya hevokê jî guheriye.

Di vê hevokê de; kesek ji Mamoste dipirse, Zana spartek da? Kirde, Zana ye.

 

Mînak e: Mamoste Zana, spartek da?

 

Ev, jî hevokeke pirsyarî ye.

Bi saya guherîna cihê nîşaneya bêhnokê wateya hevokê jî guheriye.

Di vê hevokê de; kesek ji kesekî dipirse, Mamoste Zana, spartek da? Kirde, Mamoste Zana ye.

 

Mînak ê: Mamoste, Zana spartek da!

 

Ev, bû hevokeke baneşanî.

Bi saya nîşaneya baneşanê, wateya hevokê jî guheriye.

Di vê hevokê de kesek, heyirîna xwe li Zana radigihîne Mamoste. Wekî ku ne dema spartek dayînê ye lê Zana spartek da! Yê ku lê diheyirin Zana ye. Kirde, Zana ye.

 

Mînak f: “Mamoste Zana, spartek da!”

 

Ev jî bû hevokeke baneşanî.

Bi saya guherîna cihê nîşaneya bêhnokê wateya hevokê jî guheriye.

Di vê hevokê de kesek lê diheyire ku Mamoste Zana, spartek da! Yê ku kesek lê diheyire, Mamoste Zana ye. Kirde, Mamoste Zana ye.

 

Di Nivîsê De Cih û Girîngiya Valahiyê:

 

Me peyva valahiyê bi wateya” boşluk”a tirkî û “blank/space caracter”a îngilizî de nivîsiye. Di kurmancî de jê re navber jî tê gotin. Em pirî caran dibêjin ku “Navberekê dayne nav herdu peyvan”. Bi gotineka din, valahî jî karaktereke nivîsê ye.

Di nivîsê de hecmê yek valahiyê bi qasî hecmê yek tîpê ye.

Di nivîsê de rista valahiyê, ji ya nîşaneyên xalbendikan kêmtir nîn e. Ji bo ku tîp, jimarnav, jimare, peyv û hevokên jihev cüda; tevlihev nebin, destpêk û dawîya her yek ji wan diyar bibe, di navbera wan de valahiyek tê danîn.

Di navbera hêmanên hevokan de divê bi qasî hecmê tîpekê valahî hebe ku peyv jihev bên vebijartin û xwendina sererast pêk bê.

Nivîsandin  û xwendineke bêyî nîşaneya valahiyê nabe.

Wek tê zanîn, xwendevan peyvan ne yeko yeko bi tîpan lê bi hev re wek şekilekî dibine. Ji bo ku ev şekilan bi hêsanî jihev bêne vebijartin, hewcedarî bi danîna valahiyê heye.

 

   VALAHÎ

 

Ev karaktera;

bi kurmancî “karaktera valahî”,

bi kirmancî “karaktera vengîye/talîye (m)”

bi soranî  “boşayî” (بۆشایی)

bi tirkî “boşluk karakteri”,

bi îngilizî “blank /space caracter”,

bi farisî  “nîşanê fasilê” (نشان فاصله),

bi erebî  “al-mesafe/elfera’” (المسافة/الفراغ)

tê binavkirin.

 

Di nivîsê de bikaranîna karaktera valahiyê li gorî hinek rêbazan dibe:

 

1- Di navbera peyv û hevokên jihev cuda de tenê yek karaktera valahiyê tê danîn, ji yekê zêdetir an jî kêmtir nabe.

Mînak:

Ya qadirê erd û asîman!

Ez evdekî Te î ji axê, Ahmedê Xanî,

ji cenabê Te î zulcelal lava dikim ku bi destûr û fermana Te, ji îro pê ve her sêsed û sê salan carekê Bekoyê Ewan bi rûyê vê dunyayê bikevit.

Qest û meqseda ji evê lavayê ne ew e ku bêmarîfetiyek bibit, na û bîlekis, belbî jî mebest ew bit ku ev hîkmet mislî lutfeke Yezdanê erş-î ala bibit îbret-î milet.

Hurmetkarê cenabê Te î Mezin,

Ahmedê Xanî,

21ê meha muharremê 1695. *

(Tofan, Hesene Metê, r. 41)

 

*Di mînakên jêgirtî de xalbendî û rastnivîs, ya nivîskaran bixwe ye, me lê guhertin nekiriye.

 

2- Ji peyvê şunde ku xalbendikek hebe valahî nakeve pêşiya xalbendikê lê divê ji xalbendikê şun de teqez yek valahî bê danîn.

 

Mînak:

 

“Tiştên herî şirîn, welat û al in lê welat û al; bê ziman, ker û lal in!”

 

– Serçavan… Fincano!

 Min nizanibû xwediyê min dizane ku ev navê wî ye. Fincan ji destê wî girt, qehwe kir qurtek û got :

– Nimreya lingê te çiqas e?

– Ez nizanim.

(Mêrê Avis, Helîm Yûsiv)

 

3- Di dawîya hevokê de di navbera peyva dawî û xalbendikê de valahî nayê danîn.

 

Mînak:

 

Raweste! Ew çi ye?

 

Zimanê me, rûmeta me ye.

 

“Dujminê bavan; nabe dostê lawan!”

 

4- Eger di paş xalbendikê de peyv an jî hevokek were, ji xalbendikê şûn de valahiyek tê danîn.

 

Mînak:

 

Raweste! Ne be, ez ê vegerim!..

 

Ev çi ye, ma tu yê me rehet bernedî?

 

1, 2, 3, 4, 5, 6, 7, 8, 9 û 0; jimarnav in.

 

 

Muzîk , sewta xwezayê ye; helbest, gotina dil û hestan e.

 

5- Li pêş û paş; peyv, hevok û jimareyên di nava kevan û dunikan de valahî nayê danîn.

 

Mînak:

 

Musade (destûr)                

 

(134)

 

 “feraset”

 

“Cejna Tawisê Melek”       

 

Miletekî dîl ku zimanê xwe winda nekiriye, wekî girtiyekî mifteya zindana wî, bixwe re hilanî ye.”

(1930 K. Alî Bedirxan)

 

.  XAL

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya xalê”,

bi kirmancî “nuqta”

bi soranî  “xal” (خال),

bi tirkî “nokta işareti”,

bi îngilizî “full stop”,

bi farisî  “nuqte” (نقطه),

bi erebî  “nuqte el nihayet” (نقطة النهاية)

tê binavkirin.

 

Di dawiya hevokê de nîşaneya xalê, rawesteke bi qasî nefesekê jî îşaret dike. Divê xwendevan,  di pey nîşaneya xalê de bi qasî nefesekê raweste û şun de xwendinê bidomîne.

Peyva di pey  xalê  de tê, bi tîpa girdek dest pê dike.

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya xalê tê bikaranîn û nayê bikaranîn hene.

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya xalê tê bikaranîn jê hinek ev in:

 

1- Di dawiya her hevokên ragihandinê de nîşaneya xalê tê danîn.

 

Mînak:

 

Îro baran dibare.      

 

Xezal diçe dibistanê.

 

Ez kurd im, bi kurdbûna xwe serbilind im.

 

2- Di paş jimareyên rêzîn de nîşaneya  xalê tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

  1. (sêyemîn)

 

  1. (hevdemîn)

 

  1. (sed û çaremin)

 

Di kurmancî de, ku jimareya rêzîn di hevokê de yek tenê be, ne bi jimare û xal; bi jimare û qertafa  -emîn/ -yêmîn, wek peyvekê nivîsandin tê tercih kirin.

 

Mînak:

 

Di pêşbirkê de Sîdar, di asta 2. û Pelda di asta 3. de bu.

(Bi piranî ev terz nayê tercîh kirin.)

 

Di pêşbirkê de Sîdar, di asta 2’yemîn û Pelda di asta 3’yemîn de bu.

(Bi piranî ev terz tê tercîh kirin.)

 

Hinek nivîskar jî, li paş jimareyên rêzîn de, şuna qertafa -emîn/ -yêmîn; qertafa -em/-yem datînin.

 

Mînak:

 

sêyem           (3.)

 

hevdem          (17.)

 

sed û çarem  (104.)

 

Eger ji yekê zêdetir, jimareyên rêzîn; di heman hevokê de, li pey hev rêzkirî bin, di navbera wan de nîşaneya bêhnokê tê danîn û tene li paş a dawî qertafa -emîn/-yêmîn tê danîn.

 

Mînak:

 

Pirsên 7, 8 û  9’emîn ên ku bersivandî ne.

 

Pirsên 10, 11, 12 û 13’yemîn nebersîvandî ne.

 

3- Di kurtkirina bi tîpên hûrdek de li paş tîpa dawî nîşaneya xalê tê danîn.

Tîpa despêkê ya kurtkirinên têkelî navdêran bi tîpa girdek, yên mayîn bi tîpa hûrdek dibe.

 

Mînak:

 

Dr.     (doxtor)

 

Prof.  (profesör)

 

hwd.  (her wekî din)

 

bnr.    (binerin)

 

  1. 20 (rûpel 20)

 

4- Di hinek nivîsan de ji bo nîşandan û jihev veqetandina saet û xulekan jî nîşaneya xalê tê bikartînin.

 

Mînak:

 

Destpêka civînê di saet 08.30 de ye.

 

Zelal, wê di saet 08.10 de were dibistanê.

 

Bi piranî ev terz nayê tercih kirin.

 

Ji bo nîşandan û jihev veqetandina saet û xulekan, ya guncan, nîşaneya  xalecotê  ye.

 

Mînak:

 

Destpêka civînê saet 08:30 ye.

 

Zelal, wê di saet 08:10’an de were dibistanê.

 

5- Di tarîh avîtinan de, ji bo veqetandina roj, meh û salan, hinek nivîskar nîşaneya xalê  bikartînin.

 

Mînak:

 

Jidayikbûna min, di roja  01.01.1984’an de ye.

Panela, bibîranîna Apê Mûsa, di roja 10.09.2012’yan de ye.

 

Hinek nivîskar jî ji bo heman mexsedê nîşaneyên dine bikartînin.

Me mijara tarîh avîtinê di beşeke din de bi berfirehî û bi mînakan cur be cur rave kiriye.

(Bnr. beşa, Di nivîsê Tarîh Avîtin, r. ).

 

6- Di matematîkê de nîşaneya xalê, wek nîşaneya carandinê tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

2.2= 4

 

3.8= 24

 

7- Ku jimareyek ji penc û zêdetir jimarnavan  pêk hatibe, ji bo ku xwêndina wan hêsantir bibe, ji rastê berve çepê, sêyek sêyek tên pêlandin û di navbera wan de nîşaneya xalê tê danîn.

 

Mînak:

 

34.287

 

453.000.654

 

4.000.000.000

 

Hinek nivîskar jî di heman rewşê de û bi heman mexsedê, ji rastê berve çepê, jimareyê sêyek sêyek dipêllînin û di navbera wan de nîşaneya xalê danaynin û vala dihêlin.

 

Mînak:

 

34 287

 

453 000 654

 

4 000 000 000                    

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya xalê nayê bikaranîn jê hinek ev in:

 

1- Di dawiya sernavê; rojname, kovar, pirtûk, helbest û nivîsan de nîşaneya xalê nayê bikaranîn. Di vê rewşê de hinek nivîskar temamê peyvê bi tîpên girdek dinivîsin. Hinek jî her tîpa di serê peyvê de bi tîpên girdek dinivîsin.

 

Mînak:

 

SIYA DEMA BORÎ

 (FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ)

                     

KESANDINA LÊKERÊN KURMANCÎ

(AYNUR BOZKURT)

 

Azadiya Welat

(rojname)

 

Min Qeyd Rizandin Di Hesreta Te De

(Ehmed Arif)

 

Tewlo (Kovar a pêkenokî û qerfî)

 

2- Di dawiya rêzikên tabela û levheyan de  nîşaneya xalê nayê bikaranîn.

 

Mînak:

 

Kolana Binevşê       

 

Akedemiya Ehmedê Xanî         

 

Dibistana Seretayî Ya Bazîdê               

 

3- Di kurtkirina bi tîpên girdek de, nîşaneya xalê nayê bikaranîn.

Heta salên dawî, di kurtkirina bi tîpên girdek de di paş tîpan de nîşaneya xalê (.) bi kardianîn lê ev rêbaz bi piranî terikandî ye.

 

Mînak:

 

YE                    (Yekîtiya Ewrûpayê)         

 

WKD (Wezareta Karên Derveyîn)

 

DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê)

 

NY     (Neteweyên Yekbûyî)

 

4- Hinek nivîskar di helbest û gotinên stranan de carinan xal û xalbendikên din bikarnaynin.

 

Mînak:

 

Şivanê Kurd

 

Çiya har in

Bineyar in

Bêxedar in

Bêmecal in

Ji bo te birîndar in

Bêhawer in

Sedem te ye em dinalin.

(…)

( Ereb Şemo)

(Feqî Huseyîn Sağniç, Dîroka Wêjeya Kurdî, r. 525)

 

,  BÊHNOK

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya bêhnokê”,

bi kirmancî “vîrgul (n)”,

bi soranî “koma/bend” (کۆما/ به‌ند)

bi tirkî “virgül işareti”,

bi îngilizî “comma”,

bi farisî “virgule” (ویرگول),

bi erebî “al-farîze/al-fasileb” (لفاصلة/الفارزة)

tê binavkirin.

 

Bêhnok, di xwendinê de nîşaneya rawesteke  bi qasî nîv nefesê ye jî. Ji bêhnokê şun de divê valahîyêk bê danîn.

 

Mînak:

 

– Bila serê we, serê me, serê kurdan sax be. Rehma xwedê lê be, Ali Şamîl Paşa, lawê mîrê me yê mezin î gorbehîşt çûye rehmetê, lê ruhê wî yê şad bijî.*

(Ji Bîra Qederê, Mehmed Uzun, r 83)

 

*Di mînakên jêgirtî de xalbendî û rastnivîs, ya nivîskaran bixwe ye, me lê guhertin nekiriye.

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya bêhnokê tê bikaranîn jê hinek ev in:

 

1-  Nîşaneya bêhnokê, di nivîsê de carinan di şûna gihaneka û’ yê de tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

Derzîlok û bûkik û lavlavk û pîvong û sosin; navê hinek kulîlkan e.

 

Derzîlok, bûkik, lavlavk, pîvong û sosin; navê hinek kulîlkan  e.

 

2-  Di rêzkirina peyvên hempeywir de nîşaneya bêhnokê datînin navbera peyvan.

 

Mînak:

 

Qaz, elok, wardek, keleşêr û mirîşk, bi per û bask in lê ne firinde ne, nafirin.

 

 Hinek navên balindeyan ev in: baz,
bersork, beytik, bilbil,  bûm û hwd.

 

3- Di dawiya peyvên denglêkirinê de nîşaneya bêhnokê tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

Hevalê hêja,

 

Birêz Ehmed,

 

Gelî welatiyan,

 

4- Di bersivandina pirsan de, di dawiya peyvên wek belê, na, erê de nîşaneya bêhnokê tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

Belê, ev rast e.

 

Na, tu car nabe.

 

Erê, hûn hatin. 

 

5- Di hevokê de, peyva ku ji bo baldarî tê kirpandin di pey de nîşaneya bêhnokê tê danîn.

 

Mînak:

 

Rûkenê, serkeftin bi dest xist, ji bo Rûkenê, çepikên xurt!

 

Ne ku em bi sere xwe hatin; mamoste, em serbest berdan.

 

Bajarê Agirî, bajarekî Serhedê ye.

 

Ziman, navgîna ragihandinê ye. Ziman, dergûşa hemû afirandinên civakî ye. Ziman, nîşaneya nasnameya hevpar e.

 

6-  Di nivîsandina jimareyên pareyi de; ji bo veqetandina jimareyên komekên wan newekhev (kêmdehî, kêmsedî û kêmhezarî) de nîşaneya bêhnokê tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

5,4 (pênc û ji dehî çar)    

 

4,25 (çar û ji sedî bîst û penc)                 

 

1 DA: 1.975 LT (Yek Dolarê Amerîkî: Yek û ji hezarî nehsed û heftê û pênc lîrayê tirkî ye)

 

7- Di hin hevokên têkel de li pêş kirdeyan de nîşaneya bêhnokê tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

Wê, çi digo ji dil digo, dudevî (riyakarî) nedizanî.

 

Ew, ne kesekî çalak e.

 

8- Di navnîşanên, çavkaniyî (biblografîkî) de nîşaneya bêhnokê  tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

Tan, Samî; Rêzimana Kurmancî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2011

 

Yusif, Helîm; Mêrê Avis, Avesta Basın Yayın, Istanbul, 1993

 

9- Nîşaneya bêhnokê, nayê navbera peyvên dubarekar.

 

Mînak:

 

Darekî xaro maro ye.

 

Mirovekî tewşo mewşo bû.

 

Lûr lûr lûr şivano.

 

10- Di hevokan de li pêş û li paş peyvên gihanekî nîşaneya bêhnokê nayê danîn.

 

Mînak:

 

Ez û tu.

 

Ku jêhatî be çi jin çi mêr!

 

Çawa hat wisa jî çû.

 

Xwest ku li bajêr bimîne lê bele çû gund.

 

Yan were hindur yan ber derî nesekne!

 

11- Di hevokan de li paş peyvên daçekî nîşaneya bêhnokê nayê danîn.

 

Minak:

 

Pirtûkên min li mal in. Birê min wê li dûv min bîne fêrgehê.

 

Ez li ber malê rûniştim. Arî jî hat li kêleka min rûnişt.

 

Li pey mala wan dêrek heye. Ew ligel me heta dêrê hat.

 

Ez di ser pirê re derbas bûm. Nûrî di pêş de dimeşiya.

 

Jinek ji bo serdana lawê xwe çû bajêr.

 

Ehmed ji hêla çepê ve lê xist.

 

Av di bin qeşayê re diherike.

 

Min tu dîtî lê mixabin em ji hev dürbün.

 

Carinan ew tê ba me carinan jî em diçine serdana wan.

 

Hem kor e hem jî kulek!

 

  DABIR

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya dabirê”,

bi kirmancî “apostrof (n)”

bi soranî “wîrgolî serewe” (هوه‌روێرگولی سه‌),

bi tirkî “kesme işareti”,

bi îngilizî “apostrophe”,

bi farisî  “apastrof” (آپاستروف),

bi erebî “elfasîletul ulya” (الفاصلة العليا)

tê binavkirin.

 

Di kurdî de ji nîşaneya dabirê re “jorebêhnok” jî tê gotin.

Nîşaneya dabirê;  bi tîp, jimarnav an peyva beriya xwe ve, tê nivîsandin û jê şun de jî valahî nayê danîn. Bi gotineke din, di herdu aliyên îşareta dabirê de karakê valahiyê nayê danîn.

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya dabirê tê bikaranîn jê hinek ev in:

 

1- Di navbera jimare û tîpên bihev re nivîsandî de nîşaneya dabirê tê danîn.

 

Mînak:

 

Di pêşbirkê de, ez yê 2’yemîn im.

 

34’emîn salvegera jidayikbûna wî, di 25’ê meha gulanê de ye.

 

2- Hinek nivîskar vê nîşaneya dabirê, ji bo nîşandana dengê “eyna (ع) erebî”  bi kar tînin:

 

Mînak:

 

Rûm û ‘Ereb û ‘Ecem di ferman

Meşhûri bi navê Mîrê Bohtan

 

Aba’ê ‘uzam û cedd û walid

Mensûb û muselselê di Xalid

(Mem û Zîn, Ehmedê Xanî

Amadekar H. Şimrexî, r. 55)

 

3- Di kilasîkên kurdî yên helbestkî de, ji bo hevgirtina hejmara kîteyên rêzikan di cihê hinek tîpên dengdêr de nîşaneya dabirê tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

Ya l’gerdana reng ‘ac bibêm

Ya l’kofiya zer tac bibêm

Hindî metha b’dîbac bibêm

Nakim xilas vê qissetê..

Feqiyê Teyran, Jiyan, berhem û Helbestên Wî

  1. Xalid Sadinî, r.372)

 

4- Ku kurtenivîs û qertaf bihev re bin, nîşaneya dabirê dikeve navberê.

 

Mînak:

 

Rêvebirê BDP’ê daxuyanî da.

 

YE’yê xwedan bandor e.

 

Çend endamên NATO’yê hene?              

 

; XALEBÊHNOK

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya xalebêhnokê”,

bi kirmancî “nuqta-vîrgul (n)”,

bi soranî “wêrgûlî xaldar” (وێرگولی خاڵدار),

bi tirkî “noktali virgül işareti”,

bi îngilizî “semicolon”,

bi farisî  “nuqte vîrgule” (نقطه ویرگول),

bi erebî “al-fasile al-menqûte”

(الفاصلة المنقوطة)

tê binavkirin.

 

Di xwendinê de, rawesta di pey nîşaneya  xalebêhnokê, bi qasî nefeseke normal e.

Di hevokê de peyva ji nîşaneya  xalebêhnokê şunde tê bi tîpa hûrdek destpê dike.

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya xalêbêhnokê tê bikaranîn jê hinek ev in:

 

1- Nîşaneya xalebêhnokê, dikeve navbera hevokên bi hev ve girêdayî.

 

Mînak:

 

Nan pir, pîvaz pir; gelo ew çima mir!

 

Elegez birinc be, Erez jî rûn be; heke bergîdan tune be, dîsan dê pûç be!

 

Biharê pez, payîzê rez, zivistanê; ez û ez!

 

2- Di ferhengan de, ji bo veqetandina peyvên wateyek, nîşaneya bêhnokê; ji bo veqetandina peyvên watecuda nîşaneya  xalbêhnokê tê bikaranîn.

 

Minak:

 

Teşe: awa, cure, dirûv; şêwe; terz   

 

Bûjen: madde, materyal; malzeme, amûrîn, kerese

 

3- Jihev veqetandina komepeyvên di heman hevokê de bi  nîşaneya xalebêhnokê dibe.

 

Mînak:

 

Di pola yekem de Azad û Arî; di pola duyem de Nur, Zelal û Agir; di pola sêyem de Zerdeşt, Arî û Zal serkeftî ne.        

 

Buhayê kartol, tivir û gizêra erzan; sêv, porteqal û mandalînaya zêde ye.

 

: XALECOT

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya xalecotê”,

bi kirmancî “di nuqtayî (zh)”

bi soranî “du xal” (خال طه),

bi tirkî: “iki nokta üst üste”,

bi îngilizî “colon”,

bi farisî “do nuqte” (دونقطه),

bi erebî “al nuqtetan” (النقتطان)

tê binavkirin.

 

Di xwendinê de nîşaneya xalecotê, seknekê ya bi qasî nefeseke tam nîşan dide.

Ji nîşaneya xalecotê şunde karakterekî valahiyê tê danîn.

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya xalêcotê tê bikaranîn jê hinek ev in:

 

1- Di dawiya peyv û hevokê de ku peyvên diyarkirin, ravekirin û mînakan hebin; nîşaneya xalecotê tê danîn.

 

Mînak:

 

Gelş: Zîlên ji rêwekan nû derketî re “gelş” tê gotin.

 

Bira: Ji kesê, dê û bav yek û zayend nêr re “bira” tê gotin.

 

Pênc: Jimareya di pey çara tê, ji çara yek zede re “pênc” tê gotin.

 

2- Di nav hevokê de ku nîşaneya xalecotê hebe, peyva di pey de tê, bi tîpa hûrdek dest pê dike.

 

Mînak:

 

Navê çend pincaran rêzdikim: sêbiske, selmask, gezgezk, pûng, cetirî û hwd.       

 

Tiştên ku ziman, dikin ziman evin: alfabe, rêziman, rastnivîs û ferheng.

 

3- Di nivîsê de ku nivîs û gotinên kesên din hebin di paş navên wan de nîşaneya xalecotê tê danîn û peyva di pey de tê, bi tîpa girdek dest pê dike.

 

Mînak:

 

Ehmedê Xanî:

Ez mame di hîkmeta Xwedê da                          

Kurmanc di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm?

Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?

 

Zahirî, gasî kir: “Hevalno, bisekinin, ez ê jî werim.”

                     

4- Li pey nîşaneya xalecotê ku hevokeke serbixwe hebe, bi tîpa girdek destpê dike.

 

Mînak:

 

Hevenav: Navdêrên ku tiştên wekî hev tînin zimên ji wan re hevenav tê gotin.

 

5- Li pey nîşaneya xalecotê ku rêzepeyv werin, peyv bi tîpa hûrdek dest pê dike.

 

Mînak:

 

axaftin: peyivîn, qisekirin, xeberdan, gotûbêj, guftugo, şorkirin …

 

6- Nîşaneya xalecotê di navnîşanên malperên înternetê de jî wek hêmanekî tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

http://www.tzpk.com

 

http://www.enstituyakurdi.org 

 

7- Di nîşandana saet, xulek û çikeyan de nîşaneya xalecotê tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

10:20:30

08:45:15

 

8- Nîşaneya xalecotê di matematîkê de wek nîşaneya dabeşê tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

4:2= 2

 

24:8= 3

 

… SÊXAL

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya sêxalê”,

bi kirmancî “hîrê nuqtayî (zh)”,

bi soranî “sê xal” (ڵخا ێس),

bi tirkî: “üç nokta”,

bi îngilizî “ellipsis”,

bi farisî “sê noqte” (سه نقطه),

bi erebî “selas nuqat” (ثلاث نقاط)

tê binavkirin.

 

Nîşaneya sêxalê di nivîsê de bi piranî di cihê peyv û hevokên nenivîsandî dê tê bikaranîn.

 

Ku di nava hevokê de nîşaneya sêxalê bê danîn divê di serî û dawiyê de valahîyek bê danîn ji ber ku ew di cihê hêmaneke hevokê de  hatiye danîn.

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya sêxalê tê bikaranîn jê hinek ev in:

                     

1- Dema hevok ji ber sedemekê bi dawî nebe, hinek peyv neyên nivîsandin di şûna wan de nîşaneya sêxalê tê danîn.

 

Mînak:

 

Ez dizanim ez ê çi bikim …

 

Ku min zanîngeh bi dawî kir …

 

Naxwazim gilî bikim lê rewşeke …

 

2- Di nava nivîsê de tiştên nenivîsî bi sêxalê tên nişandan.

 

Mînak:

 

Îro yeke bi navê … hat.

 

Ji bajarê … ê çar kes beşdar bûn.

 

3- Nivîs an gotinên ji derekê vergirtî, eger bi temamî neyên nivîsîn; ew yên nenivîsi bi nîşaneya sêxalê tên nîşandan.

 

Mînak:

 

Ziman, bêguman ji bo derbirin, danasîn û binavkirina hemû heyîn û heyberên xwezayê hîm û hêmaneke pir girîng û watedar ya bivênevê ye.

 

Ziman û Wêje, Adar Jiyan, Zend 16, r. 67

 

4- Hinek nivîskar di nivîsan de nîşaneya sêxalê di şûna kurtenivîsa “hwd” de datînîn.

 

Mînak:

 

Di çentê wî de pênûs, jêbir, lênûs … pêdivîyên nivîsandinê hebûn.

 

5- Di gotebêjan de di dewsa bersivên nedayî de nîşaneya sêxalê tê bikaranîn.

 

Mînak:

tu kî yî?

çima deng nadî?

  ditirsim…

Ji kê ditirsî?

 

6- Di nivîsê de peyvên (deredep, nebaş, ne hêjayî gotinê) bi nîşaneya sêxalê tên nişandan.

 

Mînak:

 

Ji te tu … dernakeve!

 

Ew gotênên wî … ne hêjayî gotinê ne.

 

Ez pir bi hêrs bûm, … çi hate zimanê min mê jê re rêzkir.

 

7- Ji bo wate xurtkirinê di pey nîşaneyên baneşan û pirsnîşanê de tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

Di pey derî de dengek hat.

Tu kî yî?…

Ez Elî…

Dibe tu Elo yê Huso yî!…

Belê, ez im…

 

……………………..    RÊZEXAL

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya rêzexalê”,

bi kirmancî “rêzenuqtayî (zh)”,

bi soranî “rêzexal“ (ڕێزخاڵ),

bi tirkî “sıra noktalar”,

bi îngilizî “   ”,

bi farisî  “noqte çîn“ (نقطە چین),

bi erebî “  “ (  )

tê binavkirin.

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya rêzexalê tê bikaranîn jê hinek ev in:

 

1- Di nivîsan de rêzikên nenivîsî bi nîşaneya rêzexalê tên nîşandan.

 

Mînak:

 

Ey Heval Robson

……………………….

Ey heval Pol Robson,

Derdê min û te, ev derdê giran,

Zordestiya ku kete nav cîhan,

Hin mezin, bilind,dehqan, xanedan,

Hin reben, bindest, mane perişan.

……………………….….

Karker û rêncber, cotyar şiyar bûn,

Reben, perişan bi hev re rabûn,

Bi tang û top diçin şer û ceng,

Li her der Qêrîn, li her der Hawar,

Li hawîr bû deng,

Dixwazin azadî, serbestî, wekhevî.

……………………….….

……………………….….

(Cegerxwîn, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Prof. Qanatê Kurdo, r. 201)

 

2- Di ezmûnan de, di nivîsên hînkirinê de; cihên vala mayî, bi nîşaneya rêzexalê tê nîşandan.

 

Mînak:

 

Kovara ……. di sala 1937’an de li Şamê, bi zimanê kurdî, dest bi weşanê kir.

 

Meriv dikare bibêje ku bingeha zimên alfabe, ……………, ……………, …………… e.

 

 

!  BANEŞAN
Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya baneşanê”,

bi kirmancî “înterjeksîyon (n)”,

bi soranî “sersurman” (نسەرسۆڕما),  (sersurman),

bi tirkî “ünlem işareti”,

bi îngilizî “exclamation mark

bi farisî “‘elamtê te’ecob” (بعلامت تعج),

bi erebî “’elame al-ta’ecub” (علامة التعجب)

tê binavkirin.

 

Nîşaneya  baneşanê, di nivêsê de ji bo baldariyê/bal kişandinê tê bikaranîn.

Eger di pey nîşaneya  baneşanê peyveke din bê divê ji baneşanê şun de valahiyek bê danîn.

Di xwendinê de nîşaneya baneşanê rawestekê ya bi qasî nefeseke normal  jî nîşan dide.

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya baneşanê tê bikaranîn jê hinek ev in:

 

1- Di pey peyv û hevokên ku hestekê; bangê, tirsê, hêviyê, şaşwaziyê, nifirê û hwd diyar dikin; di dawiya wan de nîşaneya  baneşanê tê danîn.

 

Mînak:

 

Ax!

 

Eywax!

 

Hewar!

 

Gelî birano!

 

Na lo! Nabe tiştê wisa!      

 

Ev çi bextewariye!

 

Gulê por kûr ê!                  

 

Birevin hurç tê!                 

 

Tû yê mala me wêran bikî!

 

Xwedê misteheqê te bide!

                     

2- Di pey peyv an hevokên hişyariyê de nîşaneya baneşanê tê danîn.

 

Mînak:

 

Hevalno!

 

Guhdarbin!

 

Ji xew ra neçin!

 

3- Ji bo diyarkirina tirane, biçûkxistin û qerfê di pey peyv an hevokên têkildar de baneşan di nava kevanê de tê danîn.

 

Mînak:

 

Pir welatparêz e (!) bi kurdî napeyive.

 

Ev kesê zane (!) tu pirtûkek nexwendiye.

 

Camêr (!) bi xiyanetê temijî ye .

 

Dibêje 100 mêtroyî ez di 2 (!) kêliyan de direvim.

                     

4- Ji bo xurtkirina wateya baneşanî carinan du  (!!), carinan sê (!!!) nîşaneyên baneşanê di pey hev de tê danin.

 

Mînak:

Tu bi aqilî, xuya ye!!

Ez dibêjim, tu bi aqilî!!

Ji meleyê sibehê de erd cot dike.

Erdê kê?

Erdê wan.

Haaa!!!

(Mêrê Avis, Helîm Yûsiv)

 

Heeeeeeeeeey !!!
Lingan patipat  e, mal diheje hêhêêêy !!!
Wey Zerê zer Zerê zer
Zivistan e har û der….

(Marîne Siyabend, Rojnameya Zagros, Ermenistan)

 

? PIRSNÎŞAN

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya  pirsnîşanê”,

bi kirmancî “nîşanê perse (n)”,

bi soranî “Hêmay Pirsyar“ (هێمای پرسیار)

bi tirkî “soru işareti”,

bi îngilizî “question mark”,

bi farisî “’elametê Soal“ (علامت سوال),

bi erebî “’elame al-istifham”

(علامة الاستفهام)

tê binavkirin.

 

Nîşaneya pirsnîşanê, di dawiya hevokên pirsyarî de tê bikaranîn. Carinan bi wateya “bi guman bûn”, “ne mîsogerî”, “ne diyarî” û hwd di nav kevanan de dikeve nav hevokê jî.

Di xwendinê de ji nîşaneya pirsnîşanê şunde rawestinke bi qasî nefeseke normal pêwîst e.

Ku di pey pirsnîşanê de peyvek an hevokek   hebe, divê ji pirsnîşanê şunde valahiyek bê danîn.

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya pirsnîşanê tê bikaranîn jê hinek ev in:

 

1- Di dawiya hevokên pirsyarî de nîşaneya  pirsnîşanê tê danîn.

 

Mînak:

 

Çi ye?

 

Kingê?

 

Ma tu nehatî malê?

 

Tê kingê derkevî betlanê?

 

2- Di pey peyv û jimareyên nemîsoger, nediyar û biguman de nîşaneya pirsnîşanê di nava kevanê de dikeve nava hevokê jî.

 

Mînak:

 

Jidayikbûna wî 1407 (?), mirina wî 1472 ye.

 

Lêkolînên heyî sedsala 16’an (?) destnîşan dikin.

 

Dibêjin mirina wî li bajarê Efrînê (?) ye.

 

3- Di dawiya hevokên ku bersiva xwe di nav xwe de digirin jî nîşaneya  pirsnîşanê tê danîn.

 

Mînak:

 

Ne jixwe berxwedan, jiyan e?

 

Ji mezinan re rêzgirtin, ma ne karekî bi rûmet e?

 

4- Di hinek hevokan de peyvên pirsê hebin lê ew ne hewokên pirsê bin, di dawiya wan de nîşaneya pirsnîşanê nayê danîn.

 

Mînak:

 

Çima çû, ez nizanim.

 

Ew ê çi bêje, ne diyar e.

 

 

Ew ê bike an neke, ez nizanim.

 

Min bi çendan kirî, nayê bi bîra min.

 

5- Carinan di hevokên kumancî de bi derbgotinê jî hevoka pirsyarî çêdibe, di nivîsê de divê di dawiya wan de jî nîşaneya pirsnîşanê bê danîn.

 

Mînak:

 

Navê te?

 

Te dît?

 

Ev pênusa te ye?

 

5- Di nav heman hevokê de, peyv û hevokên pirsyarî, di pey hev de rêzkirî bin; di navbera wan de nîşaneya bêhnokê tê danîn û tenê yek nîşaneya pirsnîşanê tê herî dawiyê.

 

Mînak:

 

Ev hingiv; ji Agirî, ji Qersê yan ji Erzînganê ye?

 

Tu li ku dimeşî; kolanan, sikakan an serê çiyan?

 

6- Nîşaneya pirsnîşanê ku di nava kevanê de tê nişandan, ew wateya tirane û biçûkxistinê dide peyv û hevokên beriya xwe.

 

Mînak:

 

Çi xweşmêr e (?).

 

Camêr,  rast (?) dibêje.

 

Çi mêrxas e (?)

 

7- Ku di hevokê de, nîşaneya pirsnîşanê û nîşaneya baneşanê di pey hev de bên danîn ya di pêş de tê nivîsandin nîşaneya pirsnîşanê  ye.

 

Mînak:

 

– Lê ez bextreşê Xwedê çi bikim, Nûrî?! Riya din ew e ku ez wê bişînim mala bavê wê.

(Çîrokên Hejdeh Salan, Şahînê Bekirê Soreklî, r. 98)

 

Bi lîstikên hijmendî (?!) berevajî kirina rastiyan, gelo karekî baş e?

 

(” “) DUNIK

                     

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya dunikê”,

bi kirmancî “citenênûg (n)”,

bi soranî

bi tirkî “çift tırnak işareti”,

bi îngilizî “duble question mark

bi farisî  “elameti neqli qul“ (علامت نقل‌قول),

bi erebî “’elamet al-iqtibas” (علامة الاقتباس)

tê binavkirin.

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya dunikê tê bikaranîn jê hinek ev in:

 

1- Di nivîsê de, peyv û hevokên jibergirtî, di nava dunikê de tên nişandan.

 

Mînak:

 

Celadet Bedirxanî, nêzî sed sal berê dibêje ku: “Şerma mezin ew e ku meriv nezanê xwendin û nivîsandina zimanê xwe be!”.

 
Xanî, dibêje ku: “Vî wextî herkes mîmarê dîwarê xwe ye”

 

Şêx Seîd digot: “Rojekê wê zaroyên kurdan rabin û pirsyara min bikin.” Ev rastî pey çend salan derket holê

 

2- Ji bo cihêkirinê; tîp, peyv û hevokên cihêreng di nava dunikê de tên nişandan.

 

Mînak:

 

“jin”, “jîn” û “jan” bi tîpa navîn jihev diqetin, herdu tîpên din wekhev in.

 

Peyva “serxwebûn” ji sê kîteyan  pêkhati ye.               

 

Meta min, ji min re digot “berxa min”.

 

3-  Di navnîşanên, çavkaniyî (biblografîkî) de ku çavkanî pirtûkeka serbixwe nebe, meqale be di nava dunikê de tên nişandan.

 

Mînak:

 

Jiyan, Adar; “Ziman û Wêje”, Zend Rêzepirtûk, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Zizistan 2011, Hejmar 15, r. 67-71

 

4- Nîşaneyên; wekî xal, bêhnok, pirsnîşan, baneşan hwd. ku têne dawiya peyv û hevokên di nav dunikan de nîşankirî, divê ew jî di nav dunikan de bimînin.

 

Mînak:

 

Mêvan: “Tu mêvana qebûl dikî?”

 

Mazuwan: “Çawa mêvana qebûl nekim, ma em ne camêr in?!”

 

´ ` YEKNIK

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “yeknik”,

bi kirmancî “nênûg (n)”,

bi soranî “  “ (  ),

bi tirkî “tek tirnak işareti”,

bi îngilizî “single quotation mark

bi farisî

bi erebî “  “ (  )

tê binavkirin.

 

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya yeknikê tê bikaranîn jê hinek ev in:

 

Gotinên di nav gotinan de carinan di nav yeknikan de tê nîşandan.

 

Mînak:

 

Pirsek jî ev bû: “Di nav helbestên Cegerxûn de girîngiya helbesta ´Kî Me Ez` çi ye?”                 

Ew dibêje ku Azadî “ji min re gotiye ´ez ê werim` lê nehatiye.”

 

                     

“ “ DUBAREK

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “dubarek”,

bi kirmancî “nîşaneya dubarek (n)”,

bi soranî “  “ (  ),

bi tirkî “den den işareti”,

bi îngilizî “duble quotation mark

bi farisî  “  “ (  ),

bi erebî “  “ (  )

tê binavkirin.

 

 

Di nivîsên li bin hev rêzkirî de ji bo heman peyv dubare neyê nivîsandin şûna wan peyvan nîşaneya dubarekê  tê danîn.

 

Mînak:

 

Pêşgirên ku navdêran pêk tînin

Navgirên  “          “          “     “

Bergirên  “          “          “     “

 

^ KUMIK

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “kumik”,

bi kirmancî “kumik (n)”,

bi soranî “elamet sekun” (علامت سکون),

bi tirkî “düzeltme işareti”,

bi îngilizî “caret

bi farisî “Elmeti sokon“ (علامت سکون),

bi erebî “elamet elskun (علامة السكون)

tê binavkirin.

 

 

Nîşaneya kumikê, di hinek zimanan de bi wateyên cüda têne bikaranîn.

Celadet Elî Bedirxanî bi saya nîşaneya kumikê di alfabeya kurdî de sê tîpên nû çêkirine.

 

Mînak:

 

Ji “E e” yê Ê ê, ji “I i” yê Î î,

 

ji “U u” yê “Û û” çêkirî ye.

 

/ DABEŞ

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “dabeş”,

bi kirmancî “nîşanê cîyakerdişî (n)”,

bi soranî “dabeş” (دابةش),

bi tirkî “taksim işareti”,

bi îngilizî “slash mark”,

bi farisî  “xetê mowerem“ (خط مورم),

bi erebî  “xet al-mail” (خط المائل)

tê binavkirin.

 

Ji vê nîşaneyê re bi kurmancî “xwarxêzek” jî tê gotin.

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya dabeşê tê bikaranîn jê hinek ev in:

 

1- Nîşaneya dabeşê, di nivîsê de carinan cihê “an”, “yan” û “an jî”yê digire.

 

Mînak:

 

Ewî/ê got.

 

Sax/mirî

 

Rast/nerast

 

2- Nîşaneya dabeşê, di nivîsê de carinan wateya “her”ê digire.

 

Mînak:

 

60km/saet     (di her saetê de 60 km)

 

5 car/ (di her rojê de 5 car)

 

3- Nîşaneya dabeşê, di nivîsê de carinan wateya “dabeş”ê digire.

 

Mînak:

 

3/4                (ji çarê sê)

 

7/25              (ji pîstûpêncê heft)

 

4- Rêzikên helbestê dema li cem hev tên nivîsîn, di navbera rêzikan de nîşaneya dabeşê tê danîn.

 

Mînak:

 

Min hêvî heye ji ehlê halan / Teqbîhi ne kin evan tifalan / Ev mewe eger ne abîdar e / Kurmanci ye ew qeder li kar e / Ev tifle eger ne nazenîn e / Nûbar e bi min qewî şirîn e / Ev mêwe eger ne pir lezîz e / Ev tifle bi min qewî ‘ezîz e

(Ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Amadekar: Huseyn Şemrexî, r: 52-53)

 

Wek li jor jî xuya ye di vî têşeyî de divê li her aliyên dabeşê de valahiyek bê danîn.

 

5- Nîşaneya  dabeşê, di nîşandana dem, serdem û vedoran (perîyot) de tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

10/01/2009

 

Di avrêl/gulanê de

 

Bernameya dorsala 2008/2009’an

 

6- Nîşaneya dabeşê, di navnîşanên înternetê de tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

http://www.ferheng.org/

 

http://www.google.com.tr/

 

\ DABEŞA ÇEP

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya dabeşa çep”,

bi kirmancî “nîşanê cîyakerdişî yo çep (n)”,

bi soranî “   “  (  ),

bi tirkî “ters taksim işareti”,

bi îngilizî “backslash”

bi farisî “     “ (   )

bi erebî “     “ (   )

tê binavkirin.

 

Nîşaneya dabeşa çepê bi piranî di bernameya nivîsbarî ya kompîturê de tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

C:\Dos>MD \Play

 

 

( ) KEVANEK

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “kevanek”,

bi kirmancî “parantez (n)”,

bi soranî “kewan“ (کەوان)

bi tirkî “yay ayraç/parantez”,

bi îngilizî “round brackets/parentheses”,

bi farisî “perantêz“ (پرانتز)

bi erebî “qews“ (قوس)

tê binavkirin.

 

Ji du kevanan pêk tê: kevaneka çepê û kevaneka rastê. Her yek bi sere xwe wek “çepkevanek (“  û “rastkevanek)” tê binavkirin.

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya kevanekê tê bikaranîn jê hinek ev in:

 

1- Di heman hevokê de ku ravekirina hinek peyvan hewce dike, bi piranî di nav kevanekan de tê nivîsîn.

 

Mînak:

 

Alfabe, rêziman (grammer) û ferheng bi hev re zimên ava dikin.

 

Sê kes (ên ji pola 2’yemîn) û çar kes (ên ji pola 3’yemîn) bi temamî heft kes neserkeftî ne.

 

2- Bîçima dirêj ya kurtenivîsan di nav kevanekan de tên ravekirin.

 

Mînak:

 

DYA (Devletên Yekbûyî yên Amerîkayê)

 

YE  (Yekîtiya Evrupayê)

 

3- Carinan di pey tîp an jimareyên rêzîn de kevaneka rastê tê danîn.

 

Mînak:

 

A), B), C), D)

 

1), 2), 3), 4)

 

{ } KEMBERKEVANEK

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya kember kevanek”,

bi kirmancî “Parentezo hewqin (n)”,

bi soranî “   “ (   )

bi tirkî “ayraç”,

bi îngilizî “brackets”,

bi farisî “  “ (    )

bi erebî “  “ (    )

tê binavkirin.

 

Nîşaneya kemberkevanekê, bi piranî ji bo bi hev re nişandana komên peyv, hevok an jî jimareyan tê bikaranîn. Di vegotinên dersan de bi piranî di mijarên matematîk, kîmya, fizîk û hwd. de tê bikaranîn. Di nav nîşaneyên nivîsê de ya ku herî bout guherok e. Goreyî mijaran dirêjaya wê tê guhert in.

 

[ ] KOŞEKEVANEK

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya koşe kevanek”,

bi kirmancî “parentezo goşeyin (n)”,

bi soranî “   “ (   )

bi tirkî “köşeli ayraç”,

bi îngilizî “curly brackets”,

bi soranî “   “ (   )

bi erebî “     “ (   )

tê binavkirin.

 

1- Carinan ku hewce dibe di hevokê de kevan di nav kevanan de tê bikaranîn. Di vê rewşê de kevanek  û koşekevanek  bihevre tê bikaranîn.

Her tim di hundir de kevanek di derve de koşekevanek tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

Mîrata bêjeya kurdî a nivîskî pir dewlemend e. [Di nav mîrata bêjeya kurdî de paya herî bilind a (klasîkan) e].

 

2- Kemberkevanek û koşekevanek bi piranî di matematîk û geometriyê de tên bikaranîn.

 

Mînak:

 

[(2×3)+(9-3). 7 ]=?

 

3- Nîşaneya kevanek, kemberkevanek û koşekevanekê di zimanê bername sazkirina komputiran de jî tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

PHP: function (& $veri ) { for( $i = 0 ; $i < count ( $veri [ 0 ]); $i ++) &n.

 

– BENDIK

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya bendik”,

bi kirmancî “xezika kilme (m)”,

bi soranî “  “ (    ),

bi tirkî “kısa çizgi”,

bi îngilizî “en dash”,

bi farisî “  “ (    ),

bi erebî “  “ (    )

tê binavkirin.

 

Di nivîsê de cihên ku nîşaneya bendikê tê bikaranîn jê hinek ev in:

 

1- Carinan di pey tîp û jimareyên rêzkirinê de nîşaneya bendikê tê danîn:

 

Mînak:

 

a- pêşgir

b- navgir

c- paşgir

 

1- kirde

 2- bireser

 3- lêker

 

2- Di kîtandina peyvê de nîşaneya bendikê datînin navbera kîteyan.

 

Mînak:

 

Sazûmankirin, sa-zû-man-ki-rin

 

Kemberkevanek, kem-ber-ke-va-nek

 

3- Di nivîsê de ku peyvek di dawiya rêzikê de hilneyê, ew peyv tê veqetandin, bendikek tê navbera kîteyan, yên mayî di rêzika jêrîn de tên nivîsandin. Di vê rewşê de bendik wek xêzika kîtebir tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

Çûye dibistana seretayî lê di nîvî de teri-kandiye.

 

Mamoste dersa xwe baş dibe lê ku xwen-dekar guhnedinê jêsûdgirtin nabe.

 

4- Di nav hevokê de peyv û jimareyên têkildar hebin navbera wan de bendikêk tê danîn.

 

Mînak:

 

Kurdî zimanekî Hînd-Ewrupî ye.

 

Du-sê kilo bes e.

 

Ehmedê Xanî (1651-1707)

 

Feqiyê Teyran (1590-1660)

 

5- Di nivîsê de tiştên bi hûrgilî carinan di nava du bendikan de tê nîşandan.

 

Mînak:

 

Çiyayê Agirî, bi bilindahî û heybeta xwe ve -ji Bazîd, Îdir, Erîvan, Naxçivan û Maku yê tê xuya- li ber çavê me bû.

 

6- Di daxuyaniyên rêzimanî de,  di nîşandana paşgir û paşgiran de nîşaneya bendikê tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

-în:  zêrîn, germîn

 

-dar:  sîdar, dengdar

 

bi-                  bikir, bikuj, bivir

 

-ayî                şînayî, keskayî, berdayî

 

-çe                 baxçe, navçe, xalîçe

 

-ik                  berik, kurik, sorik

 

7- Carinan bendik di wateya gihanekî de tê danîn.

 

Mînak:

 

Ferhenga kurdî-tirkî (Ferhenga kurdî û tirkî)

 

Rêya Amed-Mêrdînê (Rêya Amed û êrdînê)

 

8- Di matematîkê de wekî nîşaneya (-) kêmekê tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

4-2=2 (çar kêmek du yeksan du)

 

34-12=22  (sîh û çar kêmek dazdeh yeksan bîst û du)

 

― XÊZEKA AXAFTINÊ

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “xêzika axaftinê”

bi kirmancî “xêzika qiseykerdişî (m)”

bi soranî “  “ (  )

bi tirkî “konuşma çizgisi”

bi îngilizî “em dash”

bi farisî “     “ (     )

bi erebî “     “ (     )

tê binavkirin.

 

Jê re “xêzika axaftinê” û “xêzika dirêj” jî tê gotin. Bi piranî di çîrok û gotebêjan de tê bikaranîn.

1- Di vegotinê de, ji bo diyarkirina axaftina kesan nîşaneya xêzekê tê serê axaftinan.

 

Mînak:

 

Masî got:

 ― Xwe li nezaniyê daneyîne.

Kevcarê got:    

― Ha! Te beq dît tu lewma wisa difikirî?

(Masîreşê Biçûk, Samed Behrengî, Amedekar: Mihemed Ronahî, r: 16)

 

Nîşe: Ku axaftin, di nav dunikan (“ “) de nîşandayî be nîşaneya xêzekê (―) nayê sere gotinê.

 

Mînak:

 

Masî got: “Xwe li nezaniyê daneyîne”.

Kevcarê got: “Ha! Te beq dît tu lewma wisa difikirî?”

(Masîreşê Biçûk, Samed Behrengî, Amedekar: Mihemed Ronahî, r: 16)

 

BINXET

 

Ev nişane;

bi kurmancî “binxet”,

bi kirmancî “binxet”,

bi soranî “   “ (  )

bi tirkî “altı çizili”,

bi îngilizî “underline”

bi farisî “  “ (   )

bi erebî “  “ (   )

tê binavkirin.

 

Ji vê nîşaneyê re “xêzeka binî” jî tê gotin. Ji bo nîşandana girîngî û balkişandinê carinan binê hinek peyv an hevokan tê xetkirin.

Mînak:

Ew ê ku malê xwe winda kiriye tiştek winda kiriye

Ew ê ku rûmeta xwe winda kiriye pir tişt winda kirine

Ew ê ku wêrekiya xwe winda kiriye her tişt winda kiriye

 

._ XALXÊZEK

 

Ev nişane;

bi kurmancî “xalxêzek”,

bi kIrmancî “xezika nuqtayine (m)”,

bi soranî “   “ (  )

bi tirkî “noktalı uzun çizgi”,

bi îngilizî “dot-dush”

bi farisî “  “ (   )

bi erebî “  “ (   )

tê binavkirin.

 

1- Nîşaneya xalxêzekê, carinan di rêzkirina beşên mijaran de, di sere beşan de tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

Hêmanên hevokê:

._ kirde: kirar, peyvên kirarê kar nişan didin.

._ rengdêr: hevalnav, peyvên ku rewşa heyberan diyar dikin.

._ cînavk: peyvên ku li şûna navdêran tên bikaranîn.

._ hoker: peyvên ku rewş û mercên pêkhatina lêkeran nîşan didin.

._ lêker: peyvên ku karê di hevokê de tê kirin nîşan didin.

 

1- Şûna parjimarên nediyarkirî de nîşaneya xalxêzekê tê danîn:

 

Mînak:

 

8._ lira

 

23._ lîra

 

(~) KEVANXÊZIK

 

Ev nişaneya;

bi kurmancî “nîşaneya kevanxêzikê”,

bi kirmancî “nîşanê tîldeyî (n)”,

bi soranî “ “ (  ),

bi tirkî “tilde işareti”,

bi îngilizî “swung dush/tilde”

bi farisî “  “ (   )

bi erebî “  “ (   )

tê binavkirin.

 

1- Nîşaneya xwarxêzekê, bi piranî di ferheng û ansîklopediyan da tê bikaranîn. Di ber “Peyva sereke” nîşaneya kewanxêzikê tê danîn.

 

Mînak:

 

Pispor: nd/rd zanayê pîşeyekî, babetekî, ~ê hîndekariyê, ~ê hesaban, ~ê hunerê

 

2- Di hinek zimanan de bi saya nîşaneya xwarxêzekê hinek tîpên nû/cüda çêkirine.

 

Mînak:

 

Ãã, Õõ, Ĩĩ, Ũũ, Ññ

 

Ev û hineke din yên bi saya wan tîpên nû/cüda tên çêkirin wek nîşaneyên dîakrîtîk (pathognomonic) têne bi navkirin.

Di alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî de bisaya nîşaneyên dîakrîtîk ev tîpên li jêrê hatine çêkirin:

Çç, Êê, Îî, Ûû, Şş,

 

Di alfabeya tirkî ya bi tîpên latînî de bisaya nîşaneyên dîakrîtîk ev tîpana hatine çêkirin:

Çç, Şş, Ğğ, Üü, Öö, â, û, ı, î ve I

 

Ji bo agahiyên zede, binere:

http://en.wikipedia.org/wiki/Diacritic

û

http://tr.wikipedia.org/wiki/Diyakritik_i%C5%9Faretler#.28_.7E_.29_tilde

 

Ji îşaretên dîakrîtîk hinek

(˙) jorexal (superdot)

Ċċ Ġġ Żż I

( . ) subdot (altnokta)

Ḳḳ Ṃṃ Ṛṛ

( ¸ ) cedilla (çengel)

Çç Şş Ļļ Ķķ Ņņ Ţţ Ŗŗ

( ˛ ) çengeloka çep (ogonek)

Ąą Ęę Įį Ųų Ǫǫ

( ° ) helqe (ring)

Åå Ůů

( ˘ ) Kumikê bervajkî (breve)

Ăă Ĕĕ Ĭĭ Ŏŏ Ŭŭ

( ¯ ) jorexêzek (macron)

Āā Ēē Ōō Īī Ūū

(¨) jorecotxal (diaeresis)

Öö Üü Ää Ëë Ïï

Ñ N ya bi tîlde  

( ` ) grave (aksan imi)

Àà Èè Òò Ìì Ùù

( ´ ) nîşaneya tundî (acute accent )

Áá Éé Íí Óó Úú

( ^ ) kumik (circumflex)

Ââ Êê Îî Ôô Ûû Ĵĵ Ŝŝ Ĝĝ Ĉĉ

( ˇ ) kumikê berevajî (caron)

Řř Čč Šš Žž

˝ dunik

Őő Űű

~ kevanxêzek (tilde)

Ãã Õõ Ĩĩ Ũũ Ññ

 

ºC                  RADEK

 

Ev nişane;

bi kurmancî “radek ”,

bi kirmancî “derece”,

bi soranî î (راده)  (rade)

bi tirkî “derece”,

bi îngilizî “degree symbol”

bi farisî “derece” (درجه),

bi erebî “derece” (درجه)

tê binavkirin.

 

∞                   BÊDAWÎNEK

 

Ev nişane;

bi kurmancî “nîşaneya bêdawînekê”,

bi kirmancî “karaktera vengîye (m)”,

bi soranî î “  “ (  )

bi tirkî “boşluk karakteri”,

bi îngilizî “blank/space character”

bi farisî “   “ (  )

bi erebî “   “ (  )

tê binavkirin.

 

&  û 

 

Ev nişane;

bi kurmancî “sembola û”,

bi kirmancî “sembola û (m)”,

bi soranî “remzî û” (و مزیڕه‌)

bi tirkî “ve işareti”,

bi îngilizî “ampersand”

bi farisî “ve”(و),

bi erebî “’elamet-el-waw” (علامة الواو)

tê binavkirin.

 

Ev nîşane, bi heman wateyê carinan li şûna “û”yê tê bikaranîn. Nîşaneya “&” despêke de di zimanê îngilizî de ji bo kurtnivîsîna peyva “and” hatiye bikaranîn. Ji bihevre nivîsandina tîpên “E” û “t”, “Et”ê çêkirine. Bi piranî kesên sêwirîner vê nîşaneyê di dawetiyê û lewheyên reklaman de bikaranîn.

 

Mînak:

 

Evîn & Emîn

 

Zelal & Egît

 

D & G

 

Elektrîk & Elektronîk

 

2- Di zimanê bernamesazkirina komputira de jî ev nîşane tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

PHP: function (& $veri ) { for( $i = 0 ; $i < count ( $veri [ 0 ]); $i ++) &n.

 

(%) SEDEK

Ev nişaneya;
bi kurmancî “nîşaneya sedekê”,

bi kirmancî “nîşanê sedîye (n)”,
bi soranî “rêjey sedî” (رێژەی سەدی),
bi tirkî “yüzde işareti”,
bi îngilizî “percent sign”
bi farisî “   “ (   )
bi erebî “nisbe mîewîye” (نسبة ميئوية)
tê binavkirin.

 

Di nivîsê da jimareyên sedekî bi nîşaneya sedekê (%) tên nivîsandin.

 

Mînak:

 

%10               (Ji sedî deh)

 

%95 (Ji sedî nehwêd û penc)

 

(‰) HEZAREK

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya hezarek”,

bi kirmancî “nîşanê hezarî (n)”,

bi soranî “rêjey hezarî” (رێژەی هەزاری ),

bi tirkî “binde işareti”,

bi îngilizî “permille/per thousand sign”

bi farisî “ “ (  )

bi erebî  “nisbe alfîye”  (نسبة الالفية)

tê binavkirin.

 

Di nivîsê de jimareyên hezarekî bi nîşaneya hezarekê tê nişandan.

 

Mînak:

 

‰10 (Ji hezarî deh)

 

‰95 (Ji hezarî nod û penc)

 

  • ÇENGEL

 

Ev nişaneya;

bi kurmancî “nîşaneya çengelê”,

bi kirmancî “nîşanê gaçikî (n)”,

bi soranî “   “   (  )

bi tirkî “çengel işareti”,

bi îngilizî “section sign”

bi farisî “   “   (  )

bi erebî “   “   (  )

tê binavkirin.

 

Ji çengelê re nîşaneya bendê (paragrafê) jî tê gotin.

Di nîşandana xalên yasa,  peyman, protokol û hwd tê bikaranîn.

 

Mînak:

 

  • 4 (benda çarî)

 

  • 8 (benda heyştî)

 

¸    ÇENGELOK (cedilla)

 

Ev nîşaneya, di zimanên cuda de bi mexsedên cuda bikaranîne.

Di alfebeya kurdî ya bi tîpên latînî de bi lêzêdekirina nîşaneya çengelokê; ji tîpên “S” û “C” yê tîpên “Ş” û “Ç” çêkirine.

 

©   SEMBOLA MAFÊ XWEYÎ

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “sembola mafê xweyî”,

bi kirmancî “nîşanê heqê kopyakerdişî (n)”,

bi soranî “  “ (  )

bi tirkî: “telif hakkı”,

bi îngilizî: “copyright symbol”,

bi farisî: “همه حقوق محفوظ است ”

(hemiyê hoqûq mehfûz est),

bi erebî “ حقوق الطبع محفوظة”

(huqûq -el tab’ mehfûza)

tê binavkirin.

Nîşaneya © yê, ji ber tîpa serî ya peyva Copyright ya îngilizî hatiye girtin.

 

Ev nîşaneya li ser her çi wêne, vîdyo, film û pirtûk hwd. yên berhem û medyayan be; diyar dike ku “her mafê xweyî parastî ye”. Jibergirtin û jêzêdekirin bêdestura xwedyê wan nabe, yanî bi rê ya yasa yê, mafê xwedî yê berhemê parastîye.

 

Mînak:

 

Rêzimana Kurmancî

Samî Tan

ISBN 978-975-6282-54-0

© Enstituya Kurdî Ya Stenbolê

 

Masîreşê Biçûk

Samed Behrengî

Amedekar: Mihemed Ronahî

ISBN 978-975-6282-54-0

© Ji bilî danasînê bêyî destura nivîskêr û weşanxaneyê bi tu awayî nayê kopîkirin.

(Masîreşê Biçûk, Samed Behrengî, Amedekar: Mihemed Ronahî, r. 2)

 

® MARKEYA TOMARKIRÎ

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya markeya tomarkirî”,

bi kirmancî “markaya bazirganîye ya tescîlkerdeye (m)”,

bi soranî “   “ (  )

bi tirkî “tescilli ticaret markası”,

bi îngilizî: “registered trade mark”,

bi farisî “elametê ticariyê sebtşodê”

(علامت تجاری ثبت شد)

bi erebî “’elame tîcarîyê musecele qanûnen”

(علامة تجارية مسجلة قانونً)

tê binavkirin.

 

Vê nîşaneyê datînine ser “malen ticarî yên tescîlkirî”. Ev sembola li ser her çi malê ticarî hebe “tescilkirî bûyîna” wî malî îşaret dike. Bi gotineke din ev sembola li ser her çi malê ticarî hebe, jibergirtin û jêzêdekirina wî qedexe ye.

Nîşaneya ® yê ji ber peyva “registered” ya îngilizî girtine.

 

TM   MARKEYA TICARÎ

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya markeya ticarî”,

bi kirmancî “markaya ticarî (m)”,

bi soranî “   “ (  )

bi tirkî “ticaret markası/alameti farika”,

bi îngilizî “trade mark”,

bi farisî “nişaniyê tîcarîyê sebt şodê”

(نشانه تجاری ثبت شده),

bi erebî “’elame tîcariye xêr musecele”

(علامة تجارية غير مسجل)

tê binavkirin.

 

Vê nîşaneyê datînine ser “malên ticarî”.

Nîşaneya TM’yê, ji ber tîpên serî yên “Trade Mark” a îngilizî girtine. Ev nîşaneya li ser her çi malî be, diyardike ku “ev malekî ticarî ye lê hîna bi tescilkirî nîn e”.

 

@                  A YA BIDÛVIK

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya a ya bidûvik”,

bi kirmancî “nîşanê etî (n)”,

bi soranî “  ” (  )

bi tirkî “kuyruklu a”,

bi îngilizî “at sign”

bi farisî “  ” (  )

bi erebî “  ” (  )

tê binavkirin.

 

@ “et”, sîmgeyeke înternetê ye. Ji alfabeya fransizî tê lê bilêvkirin (telefuz) bi îngilizî ye, wek “et” e.

Ev nîşaneya di navnîşanên înternetê de, e-postayê de tê bikaranîn.

Di tîpdanka (kilavyeya) Q yê de, ku tuşa Q û tuşa alt gr yê bihev re tê tikandin nîşaneya  @ peyda dibe. Di tîpdanka F de, ku tuşa F û tuşa alt gr yê bihev re tê tikandin nîşaneya @ ê peyda dibe. Di tîpdanka numerik de jî ku 64 dinivîsî nîşaneya @ ê peyda dibe.

 

Mînak:

 

bedirxan@hotmail.com

 

bawer@yahoo.com

 

suleyman@gmail.com

 

#                    ÇARXÊZEK

 

Ev nişaneya;
bi kurmancî “nîşaneya çarxêzekê”,

bi kirmancî “çarxêzik (n)”,

bi soranî “  “ (  ),
bi tirkî “kare/diyez işareti”,
bi îngilizî “number sign”
bi farisî “  “ (   )
bi erebî “  “ (   )
tê binavkirin.

 

Ev nîşaneya bi piranî di zimanên Ewrupî wek îngilizî, fransizî, almanî, îtalî di wateyên cihê reng tê bikaranîn. Li ser telefonan û dîpdankan (keyboard) de ketiye piraniyê zimanan. li programên komputeran de jî tê bikaranîn.

 

* STÊRK

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “nîşaneya stêrkê”,

bi kirmancî “astarek (n)”,

bi soranî  “estere” (ئەستێرە),

bi tirkî “yıldız imi”,

bi îngilizî “asterisk”,

bi farisî “sitare” (ستاره),

bi erebî “el-necme” (لنجمة)

tê binavkirin.

 

Nîşaneya “ stêrk”ê navê xwe ji şekle xwe yê wek stêrkê bûnê digire. Nîşaneya stêrkê bi piranî ji bo nîşe nivîsandinan tê bikaranîn. Di dawiya peyv an hevoka ku derheqê de nîşe danîn hewceye nîşaneya stêrkê tê danîn. Şun de di bin heman rûpelî de pêş de nîşaneya stêrkê tê danîn û berdewamê de daxuyanî tê nivîsîn.

 

Mînak:

 

* Şerefname, Şerefxanê Bedlisî, r. 423.

 

** Mêjûyî Edebî Kurdî, r. 189-213, Elaedîn Secadî, Bexda.

 

x² JORENIVÎS

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “jorenivîs”,

bi kirmancî “nîşanê cornuşteyî (n)”,

bi soranî “jornûs” (ژۆرنووس ),

‎bi tirkî “üst simge”,

bi îngilizî “superscript”,

bi farisî “balanivîs” (بالانویس),

bi erebî “murtefe‘ “ (مرتفع)

tê binavkirin.

 

Di hinek nivîsan de ku hewce dike, li jora heman tîp, jimare û peyvan de hinek sembol tên nivîsîn, ji vana re “jorenivîs” tê gotin.

 

Mînak:

 

Germahî 30 0C ye.

 

Baxçeyê malê, wekî 400 mye.

 

5 m3 av, 30 lîra ye.

 

12(5-x+5-x)= 13(-x5+5-x)

 

x JÊRENIVÎS

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “jêrenivîs”,

bi kirmancî “nîşanê cêrnuşteyî”,

bi soranî “jêrnûs”  (ژێرنووس),

bi tirkî “alt simge”,

bi îngilizî “subscript”,

bi farisî  “zîrnivîs” (زیرنویس),

bi erebî “minxefed” (منخفض)

tê binavkirin.

 

Di hinek nivîsan de ku hewce dike, li jêra heman tîp, jimare û peyvan de hinek sembol tên nivîsîn, ji vana re “jorenivîs” tê gotin.

Mînak:

 

Formula avê: H2O ye.

 

H2O2  (Hidrogen peroxide)

    

CA(OH)Calcium hydroxide                    

 

2H2 SO4 + 2NaOH= H2 SO4 +2 H2O

(Kimya, Karekök yayınları, r. 111)

 

1Durkheim, p  249

 

3Durkheim, p  256

 

4Durkheim, p  259

(How To Write And Speak Better r. 459)

 

√  REHA DUYEM

 

Ev nîşaneya;

bi kurmancî “reha duyem”,

bi kirmancî “nîşanê kokkare (n)”,

bi soranî  “rega ducayî” (رەگی دوجایی),

di tirkî: “karekök”,

bi îngilizî “square root”,

bi farisî “rîşê düvem” (ريشه دوم),

bi erebî “elcezr elterbî‘î” (الجذر التربيعي)

tê binavkirin.

 

Di pirtûka Matematîk de wek li jêr binavkirî ye:

“reha çarçik”, “reha ducar”, “reha du”.

(Matematîk, weşana Enstituya Kurdî ya Amedê, r. 78)

“rayê ducar “, “rehê duyem” yê hejmara n ew hejmar e ku dema li xwe were carandin, hingê dibe n,
nîşana wê  e.

 

Mînak:

rehê duyem yê “n”  ye
rehê duyem yê 9’ê 3 ye (= 33)

rehê duyem yê 4’ê 2 ye (= 22)

(http://ku.wiktionary.org/wiki/reh%C3%AA_duyem)

 

Di Xalbendiyê de rewşen awarte jî hene:

 

1- Dema ku nîşaneyên xal, bêhnok, xalecot, dabir, dabeş, yeknik û bendik; dikevine nava jimare, peyv û peyvên hevedudanî de; di pêş û paş van de valahî nayê bikaranîn.

 

Mînak:

 

3/4

 

Saet 05:30

 

Buha 4,50 lîra ye.

 

Pîvana nexşeyê 1:500 e.

 

Ez di riza 3’yemîn de me.

 

Kurdî zimanekî Hind-Ewrupî ye.

 

2- Dabeş (!) û dabir (‘) ne tê de, temamê xalbendikan; bi peyva berî xwe ve bihevre tê nivîsandin, ji xalbendikan şunde valahiyek tê danîn.

a- Ji bilî danîna navbera rêzikên helbestan, yên wek pexşanê di pey hev de nivîsandî di herdu aliyên nîşaneya dabeşê de valahî nayê danîn.

(Ji bo mînakan li beşa dabeşê binere).

 

b- Nîşaneya dabeşê (/) ku datînine navbera rêzikên helbestan, yên wek pexşanê di pey hev de nivîsandî  di herdu aliyên nîşaneya dabeşê de valahîyek tê danîn.

 

Mînak:

 

Kurd in serbilind in / Naxwazin bindestî / Em dixwazin serbestî / Doza me serbestî / Îdî em hestan / Nîne rawestan / Xencer bi destan / Divên Kurdistan.

(Cegerxwîn, ji helbesta Em Azadîxwaz in)

 

c- Nîşaneya dabirê;  bi tîp, jimarnav an peyva beriya xwe ve tê nivîsandin û jê şun de jî valahî nayê danîn.

(Ji bo mînakan li beşa n^îşaneya dabirê binere).

 

4- Hênek nişane û sembol hene ku di nava hevokê de dewsa peyvekê digirin di pêş û paş van de valahî nayê bikaranîn. Ji wan an hinek ev in:

% (sedek), & (û), ‰ (hezarek), Ø (çap), ¾ (çarsê), € (ewro/yûro), $ (dolarê amerîkî), ¥ (yen), £                      (paûnd           ), ¢ (sent), © (mafê jibergirtinê), ® (mafê tomarkirinê), (mê), (nêr) û hwd.

 

ÇAVKANÎ:

Alan, Remezan; Bendname, Avesta Basın Yayın, Istanbul, 2009

Aslanoğlu, Osman; Kolay Farsça, Kent Yayınları, Istanbul, 2008

Balpınar, Zülal – Smith, Michael, English I, Anadolu Üniversitesi Yayınları, Eskişehir, 2004

Balpınar, Zülal – Smith, Michael, English II, Anadolu Üniversitesi Yayınları, Eskişehir, 2004

Bedirxan, Celadet Alî – Lescot, Roger; Kürtçe Gramer, Avesta Basın Yayın, Istanbul, 2009

Behrengî, Samed; Masîreşê Biçûk, Amedekar: Mihemed Ronahî, Weşanên Ronahî, Diyarbakır, 2009

Botî, Kamêran; Ferheng (Kurdî-Kurdî), weşanên Do, Istanbul, 2007

Bozkurt, Aynur; Kesandina Lêkerên Kurmancî, Do Yayınları, Istanbul, 2008

Bulut, Faik; Kürt Dilinin Tarihçesi, Berfîn Yayınları, Istanbul, 2002

Demîrhan, Umîd; Ferhenga Destî Kurdî Bi Kurdî, Weşanên Sewad, Bazîd 2007

Denîz, Hesen Huseyîn; Rênîşanêra Vegotina Kurdî, Doz Yayıncılık, Istanbul, 2008

Dost, Jan; Mîrname, Avesta Basın Yayın, Istanbul, 2008

Ehmedê Xanî; Mem û Zîn, Amedekar Huseyn Şemrexî, Weşanên Nûbihar Stenbol, 2010

Ebdulfettah, Deham; Nav Di Zimanê Kurdîde Kurmanciya Jorîn, Weşanên Spîrêz, Hewler, 2006

Farqînî, Zana; Kürtçe-Türkçe SözlükWeşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2000

Farqînî, Zana; Ferhenga Kurdî- Tirkî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2004

Farqînî, Zana; “Bidestxistina Rayeka Lêkeran” Zend Rêzepirtûk, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Zivistan 2006 r. 42-63

Ferho, Medenî; Rewşa Romana Kurdî, weşanên Do, Istanbul, 2011

Feqiyê Teyran; Jiyan, Berhem û Helbestên Wî, Amadekar M. Xalid Sadinî, Weşanên Nûbihar Stenbol, 2010

Gundî; Di Siya Duriye Da, Wesanen Rewşen, Stenbol, 1992

Guneylî, Hesen; Matematîk, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Stenbol, 2009

Incekan, Abdullah, Ez Kurdî Hîndibim, Weşanên Nûbihar Stenbol, 2009

Ingilizce Dilbilgisi, Fono Yayınları, Istanbul, 1990

Jiyan, Adar; “Girîngiya Xalbendiyê”, Zend Rêzepirtûk, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Havîn 2005, Hejmar 2, r. 21-25

Jiyan, Adar; “Ziman û Wêje”, Zend Rêzepirtûk, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Zizistan 2011, Hejmar 15, r. 67-71

Jiyan, Adar; Ziman û Jiyan, Peri Yayınları, Istanbul, 2008

John Ellison Kahn, Dphil (editör); How To Write And Speak Better, Puplished by The Reader’s Digest, London, 1991

Kitêba Pîroz, werger: Said Alpaslan û Resul Yıldırım, Gerçeğe Doğru Kîtabları, Istanbul, 2008

Kurdo, Prof. Qanadê; Tarîxa Edebiyata Kurdî, weşanên Lîs, Amed, 2009

Metê, Hesenê; Tofan, Avesta Basın Yayın, Istanbul, 2006

Onen, Ronayî, Tan, Samî; Hînker – Asta Sêyemîn, weşanên Enstituya Kurdî Ya Stenbolê, Istanbul, 2009

Tan, Samî; Rêzimana Kurmancî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2011

Uzun Mehmet; Bîra Qederê, Avesta Basın Yayın, Istanbul, 2002

Yusif, Helîm; Mêrê Avis, Avesta Basın Yayın, Istanbul, 1993

Zal, Azad;  Zimanê Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Amed, 2009

Zend Rêzepirtûk, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 16 hejmar, 2005-2011

Zarghamian, Mehdi, Zebanê Farisî, Tehran, 2009

Zerevanî, Arif; Bingehên Rastnivîsandina Kurdiyê (Kurmancî), weşanên Nefel, Stockholm, 1997

 

[1] Me di vê nivîsê de peyva “kirmancî” di wateya zaravayêkî kurdî bi kar aniye ku li hinek deveran de wekî “dimilî”, “kirdî” û  “zazayî” jî tê binavkirin. Bi gotineke din, bi peyva “kirmancî” mexseda me diyarkirina wateya hevbeş ya peyvên“dimilî”, “kirdî” û “zazayî” ye. Ev navê “kirmancî”,  me wek navê hevbeş yê peyvên“dimilî”, “kirdî” û  “zazayî” ji endamekî “Grûba Xebate ya Vateyî” rêzdar Deniz Gündüz girtiye.

Di zaravayê kirmancî de kurtenivîsên li jêr;

zh: pirjimar,

m: maki, zayenda mê,

n: nêr zayenda nêr,

nişan dide.

 

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s