“Ferhenga Zanistên Civakî” ya Abdullah Kıran

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 5

________________________________

Husein Muhammed

Ferhenga Zanistên Civakî ya doçent doktor Abdullah Kıran ferhengeke tirkî-inglîzî-kurdî ya peyvên taybet yên zanistên civakî (civaknasî, siyaset, birêveberî û hwd.) ye. Ferheng ji nêzîkî 400 rûpelan pêk tê û sala 2014 ji nav Weşanên Nûbiharê derketiye.

Destpêka ferhengê li gor rêzbendiya peyvên tirkî ye. Li pey her peyva serekî ya tirkî di kevanan de hevbera wê ya inglîzî hatiye danîn. Li pey wan jî, hem hevbera kurdî û hem jî şirove- û ravekirina peyvê bi kurmancî hatine nivîsîn.

FZC

Abdullah Kıran niha serokê beşa kurdî li Zanîngeha Alparslan ya Mûşê ye. Belkî navê wî ji piraniya xwandevanên kurmancî re nenas an kêmnas be lê ew ji mêj ve di nivîsîna bi kurdî de çalak e. Sebebê kêmnasiya navê wî ew e ku wî berê bi çend bernavan dinivîsî, bi taybetî bi bernavê Felat Dilgeş wek sernivîserê kovara Gulistan.

”Ferhenga Zanistên Civakî” yek ji çendîn ferhengên şaxên zanistî ye ku vê dawiyê li Bakurê Kurdistanê yan Tirkiyê hatine çapkirin. Hinên din bo nimûne ”Ferhenga Astrofizîk û Erdnîgariyê” (kurmancî-tirkî-fransî-almanî-inglîzî) ya Abdurrahman Önen, ”Ferhenga Termên Matematîkê” (kurmancî-tirkî-inglîzî-almanî-fransî) ya mamosteyên matematîkê Dilawer Zeraq û Mem Wenda (herdu jî bernav in), ”Ferhenga Termên Kîmyewî” (kurdî-tirkî-inglîzî) ya doçent doktor Îlhan Uzun û ”Ferhenga Termên Fenî” (kurmancî-tirkî-inglîzî) ya profesor doktor Bahattin Gümgüm in.

Derketina van ferhengan û herwiha çendîn kovarên elektronîkî yan çapî yên şaxên cuda-cuda yên zanistî vê dawiyê hêviyekê peyda dikin ku kurmancî di merheleyeke veguhezînê de ye: Kurmancî heta berî çend dehsalan bi giştî zimanekî devkî bû, di salên 1980 – 2000 de bû zimanê edebî û siyasî-nûçeyî û niha bi lezeke nedîtî rehên xwe berdide nav zanistên siriştî û civakî jî.

Bo pêşketina kurdî di warên cor bi cor yên zanistî de ferheng dikarin bi erkekî giring rabin û bibin xwedî roleke çaresaz. Ji ber ku nivîserên mijarên zanistên cor bi cor nikarin hemû zimannas û peyvsaz bin, giring e ku kesên ku hem şarezayî warekî zanistî ne û hem jî di ziman û zimannasiyê de jêhatî ne, bi ferheng û rêbernameyan rêya pisporên zanistên din lê ne-zimannas xweş bikin daku bikarin di warên zanistî de binivîsin û dersan bidin.

Ferhengsazên me yên ferhengên zanistî zanistî ji ber van sebeban bi karekî pir giring rabûne. Divê karê wan were pesinandin lê di heman demê de bi awayekî objektîv bên nirxandin daku hem hêjahiyên karê wan werin dîtin û hem ew ji kêmasiyên xwe bên agadarkirin daku çapên nû yên ferhengên wan zêdetir bikemilin. Herwiha xwandevan ji berhemên wan bên haydarkirin daku hem wan peyda bikin û sûdê jê wergirin û herwiha ev nirxandin bi kêrî wan kesan jî bên ku biniyet in ku bi xwe jî hin ferhengên taybet (yên warekî taybet yê zanistê yan jiyanê) saz bikin.

”Ferhenga Zanistên Civakî” civakî dê bi taybetî bi kêrî wan kesan were ku karê wergerandinê ji tirkî li kurmancî dikin. Ev ne mijareke biçûk e ji ber ku piraniya tiştên ku niha bi kurmancî tên nivîsîn wergerên ji tirkî ne. Niha ne mimkin e û ne beraqilane ye jî ku mirov wek hin kurdan biqîre û bibêje ”hew ji tirkî wergerînin, wergerandina ji tirkî mala kurmancî wêran dike”.

Wergerandina ji ti zimanî mala ti zimanî ”wêran” nake lê wergerandina ji her zimanî dikare yan xanîkê kurdî biherifîne yan jî li cihê wî qesreke berz û şikodar ava bike. Her zimanê nivîskî ji zimanên din jî werdigerîne û pir jî werdigerîne. Ya giring çawanî û kalîteya wergerandinê ye. Ti werger jî bêyî kêmasiyan nabe. Lê divê ferheng û rêbernameyên wergerandinê hebin daku wergêr û yên ku dixwazin bibin wergêr hînî wergerandina baş bikin.

Ji ber ku di gelek warên zanistî de bi kurdî hê demeke dirêj berhem nehatine nivîsîn, gelek caran ferhengsazên ferhengên zanistî neçar in ku bi xwe hin peyvan çêkin. Bi taybetî, bo nimûne di zanistên siriştî (natural sciences) de anku di fizîk, kîmya, stêrnasî û hwd. de bi kurdî hema-hema ti berhem tine ne.

Di rewşên wiha de yan mirov dê peyvên di zimanên din de heyî bi kar bîne yan jî hewl bide hin peyvan li ser bingehê peyvên heyî yên kurdî ji wan re çêke. Şaxên zanistî jî di warê bikaranîna têrman de ji hev cuda ne: zanistên siriştî (matematîk, fizîk, kîmya…) bi piranî peyvên navneteweyî bi kar tînin. Loma bo nimûne di Ferhenga Termên Matematîkê û Ferhenga Termên Kîmyewî de peyvên “kurdî” yên wan ferhengan bi piraniyeke mitleq heman peyvên navneteweyî ne ku bi qalibê kurdî hatine pêşkêşkirin.

Di nav zanistên civakî (bo nimûne aborî, siyasetnasî, civaknasî) de zêdetir peyvên xwemalî tên bikaranîn lê dîsa ev warên zanistî jî bi ti awayî ne tenê bi peyvên xwemalî yan “neteweyî” ve sinordar in lê gelek peyvên navneteweyî jî tê de li kar in.

Di salên 1970 – 1980 de çendîn ferhengên warên cuda yên zanistî bi soranî jî hatine çapkirin. Cudahiya wan ya li gel ferhengên niha yên kurmancî ew e ku bi awayekî pir dijwar petîperist in. Di wan de hatiye hewldan ku bi zor û kotekî ji her peyvê re peyveke kurdî were çêkirin. Sebebê vê ew  ku ew bi piranî (eger ne hemû) wergerên ferhengên zanistî yên erebî ne. Di erebî de petîperistî xurt e û hewl tê dan ku ji her peyva biyanî re bi kotekî peyveke xwemalî were dîtin yan çêkirin. Lê ferhengên zanistî yên kurmancî bi piranî (eger ne hemû) wergerên ferhengên tirkî ne. Di tirkî de niha êdî petîperistî ne wisa xurt e û bikaranîna peyvên biyanî tiştekî asayî ye.

Petîperistiya ferhengên zanistî yên soranî bûye sebebê wê ku piraniya peyvên wan ne ti caran berî wan ferhengan û ne jî ti caran piştî wan ferhengan li derveyî ferhengan nehatine bikaranîn tevî ku hin ji wan peyvan derbazî bikaranîna kitêb û nivîsan û heta hin jê derbazî devê xelkê jî bûne. Di kurmancî de bi piranî rêyeke nermtir hatiye bijartin: hem peyvên ewropî û hem jî yên bi eslê xwe ji erebî di ferhengên zanistî de jî tên bikaranîn. Mirov dikare bi awayekî giştî bibêje ku ferhengên zanistî yên kurmancî zêdetir nêzîkî rastî û realîteya zimanê heyî ne û hêvî ye ku ev rêbaza nerm di ferhengên bên de jî wek bingeh be û ferhengên kurmancî xwe nedin ser rêya şaş ya petîperistiya hişk.

Abdullah Kıran jî di pêşgotina xwe de dibêje ku li ber ferhengsazên ferhengên zanistî yên kurdî du rêbaz hene: 1) bikaranîna peyvên biyanî û 2) çêkirina peyvên nû di kurdî de. Ew herwiha qebûl dike ku mirov nikare herdem yekê ji van herduyan bibijêre lê divê li gor hewcehî û bikêrhatinê feyde ji herduyan werdigire. Ew herwiha dibêje ku çêkirina peyvên nû ne karekî hêsan e.

Rast e ku ev herdu rêbaz di ferhengsaziyê de hene lê mixabin Kıran rêbaza ji wan herduyan jî giringtir ji bîr kiriye: divê ferhengsaz berî qebûlkirina peyvên biyanî yan çêkirina peyvên nû di kurdî de, lê vekole ka peyvên bi wê maneyê di kurdî de hene yan nînin. Di hin warên zanistî de (bo nimûne di kîmya, fizîk, stêrnasiyê yan hesabgiriyê de) bi rastî jî gelek peyv ji kurdî kêm in. Lê ferhenga Kıranî li ser zanistên civakî ye û di vî warî de – eger ne kafî be jî – gelek nivîs û berhem bi kurdî hatine nivîsîn. Herwiha gelek ji peyvên van zanistan di ferhengên giştî yên tirkî-kurdî, inglîzî-kurdî û hwd. de hene. Xweşbextane, tevî ku Kıran di pêşgotina xwe de behsa lêgerîna xwe ya li peyv û têrmên heyî nake jî, hem ji ferhenga wî û hem jî ji lîsteya çavkaniyên wî diyar e ku wî kelk û mifa ji berhemên heyî wergirtiye.

Kıran di pêşgotina xwe de jî eşkere dike ku wî li cihê hin peyvên heyî jî peyvên nû çêkirine. Bo nimûne, ew bi peyvên di zimannasî û rêzimannivîsîna kurmancî de cihgirtî yên wek “kirde, bireser, lêker” (fail, mef’ûl, fiil – subject, object, verb) nerazî ye loma li cihê wan peyvên “barbir, bar, bargir” çêkirine yan bi kar anîne. Ew hewl dide bibêje ku peyvên heyî şaş yan bêkêr in lê yên wî maqûltir in.

Ew van peyvan wek nimûne ji peyvsaziya xwe ya biserketî dide lê di rastiyê de ew me ji nav heriyê diavêje nav avzêmê. Erê peyvên “kirde, bireser, lêker” ji aliyê peyvsaziyê ne zêde biserketî ne lê ew niha berbelav in û haydarên rêzimana kurmancî dizanin ka mebest ji wan çi ye. Herçi “barbir, bar, bargir” in, ew ne cihê xwe digirin û ne jî ji aliyê peyvsaziyê ve biserketî ne.

Kerem bikin em li hevokên 1) “ez te dibînim” û ”ez li cihê xwe mam û neliviyam” binêrin. Li gor peyvsaziya Kıranî “ez” di van herdu hevokan “barbir” e lê di van hevokan de ez qet ti tiştî hilnagirim û qet nabin ti derê jî. Herwiha “te” di hevoka 1 de bi gotina Kıranî “bar” e ku “ez” (“barbir”) im “dibim” (bi gotina Kıranî “bargir”). Di hevoka yekem de “dibînim” û di hevoka 2 de jî “mam” û “neliviyam” li gor gotina Kıranî “bargir” in lê ti ji van peyvan ti têkilî bi barî ve, bi birinê ve, bi veguhastin û neqilkirinê ve nînin.

Ne tenê “barbir, bar, bargir” nikarim maneya “fail, mef’ûl, fiil” bidin lê “barbir” yekser ji aliyê rêzimanî ve şaş e jî. Di kurdî de navdêrên biker (noun agents) anku peyvên ku maneya “kesa/ê ku tiştekî dike yan tiştek e” didin ji navdêrekî (carinan ji rengdêrekî yan hokerekî) û ji rehê dema niha yê lêkerekê pêk tên. Bo nimûne, “stran-bêj”. Li gel hin lêkerên reh-kurt ne rehê dema niha yê nûjen lê rehê kevnar tê bikaranîn ku ji reh + -er pêk tê: kar-k-er, nan-xw-er, rê-b-er, peyam-b-er / pêxem-b-er. Li gor heman qalibî, divê “bar-b-er” bûya, ne “bar-bir”. “-bir-“ rehê demên berê yê lêkera “birin”ê ye (bo nimûne “min bir”). Çawa ku mirov li gel peyva “stran” rehê dema borî yê lêkera “gotin” –got- bi kar naîne û ji stranbêjan re nabêje “*strangot”, wisa barber jî ne “*barbir” in.

Kıran herwiha hewl daye çendîn peyvên din jî yên heyî ji nû ve saz bike bi heman hêceta ku “yên heyî baş nehatine sazkirin”. Lê peyvên heyî û li kar yên heta “nebaş-çêkirî” jî ji peyvsaziya bi keyfiyeta şexsî çêtir in. Baştir e ku peyvsazên kurdî hewl bidin peyvan ji wan tiştan re çêkin ku bi rastî jî di kurdî de ti nav jê re nînin, ne rabin li gor keyfa dilê xwe peyvên heyî biguherînin.

Hêjahiyeke giring ya Ferhenga Zanistên Civakî ew e ku ew ne tenê têrman werdigerîne lê herwiha bi kurtî rave û şirove dike ka maneya wan çi ye. Ji bilî rêzbendiya ferhengê li gor peyvên tirkî, herwiha indeksa têrmên kurdî jî hatiye dan. Dê bikêr bûya ku fihrista peyvên inglîzî tê de bûya daku mirovî bikariya li gor peyva inglîzî jî lê bigeriya. Lê mixabin wisa nehatiye kirin loma feydewergirtina ji vê ferhengê di wergerandina ji inglîzî de dê pir bisinor be yan heta nemimkin be.

Advertisements

One thought on ““Ferhenga Zanistên Civakî” ya Abdullah Kıran

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s