Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 5
Rojhilatnasê fransî Roger Lescot (1914 – 1975) di nav kurdan de herî zêde bi kitêba xwe ya rêzimana kurmancî ya li gel Celadet Bedirxanî nivîsî Grammaire kurde: dialecte kurmandji tê nasîn. Heman kitêb li çendîn zimanên din jî hatiye wergerandin, di nav de bi erebî, farisî û tirkî jî.
Lê Lescot çendîn xebatên din jî yên giranbiha li ser zimanê kurdî kirine. Hê li salên 1940î wî hejmareke berhfireh ya çîrok, gotinên mezinan, stran, metelok û dastanên kurmancî berhev kirine û kurdiya wan û wergera wan ya fransî bi hev re çap kirine.
Lescot yekem kurdnasê ewropî ye ku di vekolînên xwe yên li ser ziman û edebiyata kurdî de alfabeya Hawarê ya latînî bi kar aniye tevî ku – texmînen ji ber sebebên teknîkî – li cihê ^ ya li ser Ê, Î, Û, wî adeten ` nivîsiye jî. Rojhilatnasên berî wî di transkrîpsiyona berhemên kurdî de rastnivîsînên cuda-cuda bi kar anîne ku mirov nikare bibêje biserketî bûne.
Lescot sê dehsal li Kurdistanê û di nav kurdên li welatên din yên li Rojhilata Navîn de borandin daku baş hînî kurdî û edebiyata wan ya devkî bibe. Wî di salên 1930î de dastana Memê Alan ji çendîn dengbêjên navdar qeyd kir. Di kitêbeke xwe de ew hem wê dastanê bi temamî neqil dike ser kaxezê, hem wê werdigerîne fransî û hem jî di pêşgotineke bihagiran de cudahiyên versiyonên dastana Memê Alan û herwiha yên wê dastanê û şahesera Ehmedê Xanî Mem û Zînê jî dide ber hev.
Yek ji bideskeftiyên wî yên herî mezin ew bû ku wî sala 1945ê li Parîsê Instîtuya Vekolînên Kurdî wek beşek ji Fêrgeha Neteweyî ya Zimanên Jîndar yên Rojhilatê (Ecole Nationale des Langues Orientales Vivantes) damezrand û heta demekê wî bi xwe jî serperiştiya wê kir.
Çendîn kitêbên Lescot li ser kurdan, zimanê kurdî û edebiyata kurdî hatine weşandin. Li jêr em ê çend liban ji wan rêz bikin û herwiha hin ji wan diyarî xwandevanên Kanîzarê û bloga Zimannas bikin:
- Enquête sur les yezidis de Syrie et du Djebel Sindjar (Vekolîn li ser êzidiyên Sûriyê û Çiyayê Şingalê) Beyrouth. Imprimerie catholique / Paris, Leroux, 1938.
- Textes Kurdes – première partie – contes, proverbes, énigmes (Tekstên kurdî – beşa yekem – çîrok, gotinên pêşiyan û tiştanok). Libraire Orientaliste, Paris 1940. https://zimannas.wordpress.com/2016/03/04/teksten-kurdi-bi-kurdi-u-fransi/
- Textes Kurdes – deuxième partie – Mamè Alan (Tekstên Kurdî – beşa duyem – Memê Alan). Institut Français de Damas, Beyrût 1942. Bixwîne: https://zimannas.wordpress.com/2016/03/04/dastana-meme-alan-bi-kurdi-u-fransi/
- Littérature Kurde (Edebiyata Kurdî) di ensîklopediya Encyclopédie de la Pléiade: Histories des Litteratures de, Gallimard, Paris 1977.
- Grammaire kurde: dialecte kurmandji. (Rêzimana kurdî – zaravaya kurmancî) A. Maisonneuve, Paris 1970. Bi hevkarî li gel Celadet Bedirxan. Bixwînin: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/27/c-bedirxan-u-r-lescot-rezimana-kurdi-bi-fransi/
- Anthologie de la poésie populaire kurde (Antolojiya helbestvaniya gelêrî ya kurdî). Stock, Paris 1980. Li gel Gérard Chaliand.
Çîrokên kurdî bixwînin.
Memê Alan bi kurdî û fransî bixwînin.
[…] Roger Lescot: Memê Alan bi kurdî û fransî […]
LikeLike