Daçek di kurdî de

JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5

husein muhammed
Husein Muhammed

(Wek pdf vekin û bixwînin)

 

Di tarîka şeva hicran çiraxek sîfet im ya Reb
Ji ser heta piyan ar e, bi carek vêketim ya Reb

Nema min sebr û aramek ji ber jana evîna dil
Evîn behr e belê tenha di ber pêlan ketim ya Reb

Ji dilber dûr ketim lewra bela ser daye can û dil
Temaşa nakî ey zalim kî ez bêtaqet im ya Reb

Meger pirsê li min nakî belê tim tê xiyala min
Şev û rojan bi nalîn im bi ah û hesret im ya Reb

Şev û rojan bi kovan im bi bilbil re dilovan im

Hevalê xuncê baxan im, ji gul ez dûr ketim ya Reb

Di gel bilbil dinalim ez, zirav im wek hilal im ez
Şikestî rengê dal im ez, di halê hirqet im ya Reb

Di kûra ‘eşqê borî me, yeqîn ez pîrê torî me
Di ”lailma” derûrî me, di qeyda hicret im ya Reb

Meger ez Rustemê kurd im, firaqê ez nexweş kerdim
Cegerxwîn im siyahçerd im di kunca xelwet im ya Reb

Cegerxwîn: Şeva hicran[1]

 

  1. MIJAR Û PEYVNASIYA WÊ

Daçek (adpozisyon, bi inglîzî adposition) birreke peyvan (word class) ya rêzimanî ye ku têkiliyên cihî yan demî diyar dike yan jî hin erkên wateyî nîşan dike.

Daçek li gel navdêran, cînavan, rengdêran, hokeran yan jî komikên navdêrî tên bikaranîn. Ji van gotinên bi daçekan re tên bikaranîn di rêzimanê re temamker (complement) yan jî berkara daçekî (object of the preposition) tê gotin. Daçek û temamker bi hev re dibin komika daçekî (adpositional phrase).

Di kurdî de daçk dikarin pêşdaçek (prepositon), paşdaçek (postposition) yan jî dordaçek (circumposition) bin.

Pêşdaçek (preposition) dikevin berî temamkerên xwe (daçek di nimûneyan de hatine qelewkirin):

  • li malê
  • bi kêran
  • ji Kurdistanê
  • bo me kurdan
  • ji kû?
  • heta niha
  • bi xwandin û nivîsînê

Dordaçek (circumposition) ji du yan zêdetir beşan pêk tên ku bi kêmî beşeke wê li pêş û beşek î li paş temamkerê ye:

  • di kitêbê de
  • ji min re
  • bi hevalên xwe re
  • ji wê rojê ve
  • ber bi malê ve
  • ji sala 1994 şûn de

Paşdaçek (postposition) ew daçek in ku dikevin pey temamkera xwe:

  • kû ve, kû de, pişt re, dû re

Paşdaçekan bêyî pêşdaçekan di kurmanciya nivîskî de diyardeyeke nadir e. Anku gava ku mirov paşdacekan di kurmancî de bi kar tîne, di zimanê nivîskî û di devokên rojhilatî û navendî de adeten pêşdaçekan jî pê re dibêje yan dinivîse anku wan bi hev re dike dordaçek.

Lê li deverên herî bakur û rojava yên kurmancîaxiv de, paşdaçek bi berfirehî li cihê dordaçekan yan jî heta carinan li cihê pêşdaçekan jî tên bikaranîn. Bo nimûne:

standard, rojhilatî, navendî rojavayî, bakurî[2]
di kitêbe de[3] kitêbê de
ji min re[4] mi[n] ra, mi[n] re
li mal(ê) mal(ê) de, mal(ê) da
ji zû ve/de zû de, zû da

Ji aliyê peydabûna xwe ve daçek dikarin xwerû anku sade bin anku ne ji du yan zêdetir beşan pêk hatibin (bo nimûne pêşdaçekên “bi, di, ji, li, heta” yan paşdaçekên “de, re, ve”) yan jî pêkhatî anku komdaçek bin anku ji du yan zêdetir beşan pêk hatibin (bo nimûne “li ser, ber bi, ji bo”).

Daçek dikarin komikgir bin anku bikevin gel komikeke peyvan: bo nimûne “li, ji, heta” ku dikarin di komikên wek “li Kurdistanê, ji mala me, heta dikana taxê” de bên bikaranîn. Yan jî daçek dikarin serbixwe bin, bo nimûne “pê, jê re, tê de” ku nakevin gel ti peyvên din daku komikên daçekî pêk bînin yan jî bi xwe komikeke daçekî pêk tînin.

Peyva “daçek” di rêzimannivîsîna kurmancî de bi berfirehî bi vê maneyê li kar e.[5] Lê hin caran ew bi maneya hemû pêşgir û paşgir û peyvikên din jî yên biçûk hatiye bikaranîn.[6] Lê bi serdestî “daçek” di kurmancî de bi wateya “adpozisyon”, xaseten “prepozisyon” hatiye bikaranîn û li vê derê jî bikaranîna me ya peyvê dê di wî warî de be. Bi qasî ku tê zanîn, peyva “daçek” yekem car ji aliyê Celadet Bedirxan ve di Hawarê de hatiye bikaranîn û wisa diyar e ku peyv ji aliyê wî ve hatiye dariştin.

Bi esehî etîmolojiya peyva “daçek” jî nayê zanîn tevî ku bêguman e ku ew nûpeyveke çêkirî anku neolojîzmek e. Texmînen ew ji peyvên “dan” û “çek” hatiye sazkirin. “Çek” li vê derê ne (tenê) maneya “sîleh” dide lê wateya “çil, alet, amûr” jî dide (wek di hin devokên kurmancî de, bi taybetî li Mêrdînê). “Çek” dikare herwiha forma palatalîzekirî ji peyva “tek” (tevî, li gel, pê re) be anku “dan pê re, dan gel” ji ber ku mirov daçekan dide gel hin birrên din yên peyvan, wan bi tenê bi kar naîne. Bo ketina N ji “dan”ê, bidin ber “daxuyanî” ji “dan-xuyanî”.

Di soranî de ti peyveke baş-cihê-xwe-girtî ya bi maneya “daçek” peyda nabe. Hin caran gotina “amrazî danepał” yan “amrazî xistinepał” (amûra dan palê, amraza dan pê re), gelek caran jî peyva inglîzî “preposition” bi wayê “prîpozîşin” di rêzimanên bi soranî de tê bikaranîn.[7] Herçi rêzimannivîsîna bi zazakî ye, bi piranî wek tirkî peyva “edat” ya esil-erebî bi kar tîne.[8] Di kurdiya başûrî de peyva “gerdnîş” bi maneya “daçek” hatiye bikaranîn.[9]

 

  1. EV VEKOLÎN Û YÊN BERÎ WÊ

Daçek di kurdî de yek ji birrên bingehîn yên peyvan in (li gel navdêr, lêker, rengdêr, hoker û cînavan). Loma di piraniya kitêbên rêzimanê de cih ji daçekan re jî hatiye dan. Lê dîsa jî cihê ku di rêzimannameyên kurdî de ji daçekan re tê dan, beramberî cihê ku ji birrên din yên peyvan re (xaseten ji lêker û navdêran re) tê terxankirin, pir kurt û kêm e. Sebebê vê ew e ku rêzimannivîsîna kurdî bi piranî li ser çemandin û ravekirinê ye û daçek nayên çemandin û bi piranî bi ravekê (izafeyê) nayê girêdan jî.

Heta niha ne bi kurmancî û ne jî bi ti lehceyên din jî yên kurdî ti vekolîneke berfireh li ser daçekan nehatiye kirin. Herwiha, ti berhevdaneke berfireh di navbera daçekên lehceyên cuda yên kurdî de yan jî di navbera daçekan de di kurdî û di zimanên din de nehatine kirin.[10]

Di rastiyê de ne tenê di kurdî de lê heta di zimanên din de jî vekolînên berfireh li ser daçekan kêm in. Sebeb ihtimalen ew e ku daçek bi piranî “rût” in: bêpêşgir û bêpaşgir in, bêcins û bêhejmar in – mirov dikare bibêje ku hinekî “bêkes” in. Belkî rêzimnas ji ber rûtiya wan ti tiştekî hêjayî vekolînê tê de his nakin.

Lê daçek ji aliyê şiklê xwe ve sade û rût bin jî, ji hêla bikaranîn û wate û watedana xwe ve gelek giring û bingehîn in. Herwiha tesîra wan li ser peyvên berî yan piştî wan heye. Lê bo vekolîna wan, divê mirov ji daçekan bi xwe zêdetir li derdorên wan binêre daku giringî û rola wan fehm bike. Lê mixabin ji gelek rêzimannivîsan re hêsantir e ku bi carekê tenê li peyvekê binêrin loma ti tiştên hêjayî vekolînê di daçekên “rût” de nabînin.

Armanca vê vekolînê ew e ku bi awayekî zimannasî û sîstematîkî lê bi şêweyekî bo xwandinê hêsan û fehmbar daçekên kurdî bide nasîn. Em ê daçek û cûreyên wan binasînin. Em ê daçekên bingehîn yên kurmancî, lehceyên din yên kurdî û zimanên din yên lêzim bidin ber hev û diyar bikin ka daçekên niha yên kurdî ji kû tên. Daçek bi xwe di kurdî de naçemin lê peyvên bi xwe re diçemînin – em ê diyar bikin ka ev çemandin çawa ye û sinorên wê çi ne. Em behsa daçekên bi zerûrî ravekdar (bi ravek, bi izafe), yên bi dilxwazî ravekdar û yên bi mecbûrî bêravek bikin.

Yek ji taybetmendiyên giring yên kurdî (xaseten kurmanciya nivîskî) hebûna mişe û zehf ya dordaçekan (circumposition) e. Em ê diyar bikin ka ew çi ne, çawa çêbûne û çima tiştekî wisa di kurdî de berbelav e.

 

 

 

 

  1. ERKÊN DAÇEKAN

Daçek di kurdî de bi taybetî lêmangeha tiştan, jêdera wan û bereka wan diyar dikin. Mebest ji “lêmangeh” li vê derê ew cih e ku tiştek lê ye, “jêder” ew cih e tiştek jê tê yan jê peyda dibe. Mebest ji “berek” jî ew cih e ku tişek ber bi wî ve diçe yan tê birin:

  • lêmangeh (position):
    • ew li Kurdistanê bû.
    • di rojnameyê de hatiye nivîsîn ku…
  • jêder (source): Ez ji malê
    • Ew ji Afrîkayê
  • berek (direction):
    • Ew ber bi me ve
    • Ez ê ji te re bînim.

Erka din ya serekî ya daçekan diyarkirina têkiliya gotinên demî ne:

  • di du hefteyan de
  • bi rojekê
  • heta sibê
  • ji niha pê ve

Li jêrtir em ê hem li bikaranîna daçekan li gel gotinên cihî û hem jî li gel yên demî vegerin.

 

  1. DAÇEK LI GEL BIRRÊN DIN

Daçek adeten ne tenê lê li gel hin birrên din yên peyvan tê bikaranîn. Di gelek zimanan de adeten daçek tenê di komikekê de bi navdêr yan cînavan re tên xebitandin. Di kurdî de jî bi piranî wisa ye.

Lê di rastiyê de daçek di kurdî de dikarin hemû birrên din jî yên peyvan wergirin. Li vê derê em ê bibînim ku daçek dikarin ne tenê her carê bi peyveke ji birrekê ve lê heta çend peyvên her yek ji birrekê jî komikan pêk bînin.

Li vê derê em ê bi çend nimûneyan bikarhatina daçekan li gel her birreke din a peyvan destnîşan bikin.

 

Daçek + navdêr

Daçek bi berfirehî li gel navdêran komikên daçekî çêdikin. Hem pêşdaçek, hem paşdaçek û hem jî dordaçek di kurdî de dikarin li gel navdêran peyda bibin. Bo nimûne:

  • pêşdaçek û navdêr: bi tirimpêlê, ji dikanê, heta malê
  • dordaçek û navdêr: di kitêbê de, ber bi sinor ve, di Helebê re
  • paşdaçek û navdêr (tenê devokî): malê de (standard: li malê)

 

Daçek + cînav

Daçek herwiha bi berfirehî bi cînavan re komikan çêdikin. Dîsa hem pêşdaçek, hem paşdaçek û hem jî dordaçek di kurdî de dikarin li gel cînavan peyda bibin. Bo nimûne:

  • pêşdaçek û cînav: bi te, ji wan, li we
  • dordaçek û cînav: ji min re, ber bi wî ve, li ba wê
  • paşdaçek û cînav (tenê devokî): mi ra (standard: ji min re)

Ji bilî van, daçek û cînav (bi taybetî cînavên kesê sêyem) bi hev ve dihelin jî:

  • jê (ji wê/wî/wan
  • pê ve (bi wê/wî/wan ve)
  • tê de (di wê/wî/wan de)

 

Daçek û hoker

Daçek û hoker jî bi berfirehî bi hev re komikan çêdikin. Bo nimûne:

  • pêşdaçek û hoker: ji jêr, heta jor, ber bi pêş
  • dordaçek û hoker: ji niha ve, di paş re
  • paşdaçek û hoker: paş ve, pêş ve

 

Daçek û rengdêr

Ne bi qasî navdêr, cînav û hokeran bi berfirehî lê dîsa rengdêr jî bi daçekan re komikên daçekî pêk tînin. Bo nimûne:

  • pêşdaçek û rengdêr: bi tenê, ji dûr
  • dordaçek û rengdêr: ji nêzîk ve

 

Daçek û lêker?

Daçeka “-e” ya bi maneya “ber bi … ve” bi lêkeran vet ê nivîsîn:

  • hat-e malê (ber bi malê ve hat, heta malê hat, bo malê hat)
  • diçim-e wê derê

Di nivîsînê de ev “-e” bi piraniyeke mutleq di kurmancî û soranî de bi lêkera berî xwe vet ê nivîsîn. Ji ber erk û fonskiyona xwe, ew bi çend lêkerên livînê yan livandinê yan jî raguhastinê (neqilkirinê) re tê bikaranîn, bo nimûne: çûn, hatin, birin, dan…

Lê ji aliyê hevoknasî ve ev daçeka “-e” ne ji komika lêkera pê ve lê ser bi peyva li dûv wê ve ye:

  • [hat][e malê]

Anku “e” li gel peyva “malê” komikeke daçekî pêk tîne, wek:

  • [heta malê] [hat]
  • [ber bi malê ve] [hat]

Lê [e malê] tenê bi pêşrewiya lêkera berî xwe mimkin e û daçeka “e” bêyî lêkera berî xwe peyda nabe.

 

Daçek li gel komikan

Daçek dikarin ne tenê di heman demê de li gel peyveke ji birreke din werin bikaranîn lê ew dikarin di heman demê de li gel çendîn peyvên ji birrên cuda komikan pêk bînin. Li vê derê em ê tenê çend nimûneyan bidin:

  • pêşdaçek + navdêr + cînav: li mala me
  • pêşdaçek + navdêr + rengdêr: ji bajarekî mezin
  • pêşdaçek + navdêr + cînav + rengdêr: ji bajarê me yê mezin
  • pêşdaçek + navdêr + cînav + hoker + rengdêr: li bajarê me yê hinekî mezin
  • pêşdaçek + tevoka têkildar (relative clause): li karê ku ew dike
  • dordaçek + navdêr + cînav: di kitêba wê de
  • dordaçek + navdêr + rengdêr: di kitêba mezin de
  • dordaçek + navdêr + cînav + rengdêr: di kitêba wê ya mezin de
  • dordaçek + navdêr + cînav + hoker + rengdêr: di kitêba wê ya pir mezin de
  • dordaçek + tevoka têkildar: di kitêba ku ew dixwînim de
  • hoker + paşdaçek: pêş-ve, paş-ve, vir-de, wir-de

 

 

  1. DAÇEK Û TEWANG

Di kurmancî de di zimanê ji herdu halên navdêr û cînavan, li gor rêbaza giştî halê çemandî anku tewandî bi daçekan re tê bikaranîn:

  • li Kurdistanê (ne “li Kurdistan”)
  • bo min (ne ”*bo ez”)
  • bi kerekî
  • ji kurdan re

Ev qeyd û bendeke giştî ye lê divê were gotin ku çendîn haletên awarte û istisnayî jê hene ku em ê li jêr rê bikin.

Halê çemandî bi xwe ne herdem ji halê neçemandî cuda ye anku herdu eynî ne:

  • welat (neçemandî) – welat (çemandî, di hin devokan de “welatî”, di hinên din de “welêt”):
    • ji welat/welatî/welêt

Piraniya navên deveran, yên ku bi forma xwe ya xwerû anku neçemandî bi vokalekê bi dawî tên, di nav piraniya kurmancîaxivan de forma wan ya çemandî jî her eynî form e:

  • neçemandî: Almanya, Qamişlo, Zaxo
  • çemandî: Almanya, Qamişlo, Zaxo (li gel formên wek “Almanyayê, Qamişloyê, Zaxoyê”)
    • li Almanya/Qamişlo/Zaxo (li gel formên wek “li Almanyayê/Qamişloyê/Zaxoyê”)

Di biwêjan de adeten navdêrên beşeke bingehîn ji biwêjê naçemînin. Bo nimûne:

  • bi kar anîn (ne ”*bi karî anîn”)
  • ji hal çûn (ne ”*ji halî çûn”)

Lê eger navdêr ne beşek bingehîn yê biwêjê be anku bikare bi peyveke din biguhere, hingê ew diçeme:

  • dest pê kirin: dest bi xwandinê kirin, dest bi dest bi nivîsînê kirin (ne *dest bi nivîsîn/xwandin kirin”)

Navdêrên hokerkirî yan daçekkirî yan li gel daçekan dikarin neçemin yan jî du formên wan yên çemandî û neçemandî li gel daçekan li kar in lê maneya wan ne eynî ye:

  • li serî/binî (li beşa jorîn/jêrîn)
  • li ser/bin (kurtkirina bo nimûne ”li ser/bin maseyê)

Rengdêrên kurmancî hal û hejmaran tine ne loma forma bi daçekan re tê bikaranîn jî xwerû ye:

  • ”dûr” à ”ji dûr” (bidin ber ”dikan à ji dikanê/dikanan” ji ber ku “dikan” navdêr e û forma wê ya çemandî ya yekhejmar yan pirhejmar bi daçekan re tê bikaranîn lê ”dûr” rengdêr e û tenê wek xwe dimîne)

Hokerên jî bêyî hal û hejmar in loma bi daçekan re jî nayên çemandin:

  • ji niha ve, ber bi jêr ve

Lê çend hoker ji aliyê bikaranîna xwe ve dikarin bibin navdêr jî û wisa werin çemandin jî:

  • jêr à li jêrê (li beşa jêrîn)
  • jor à li jorê (li beşa jorîn)

Navdêr di kurmancî de bi dubareyî naçemin. Loma eger navdêr yan cînav ji xwe ji ber ravekê hatibe çemandin, ew êdî ducarî naçeme:

  • “Kurdistan à li Kurdistan-ê” à lê “Başûrê Kurdistanê à li Başûrê Kurdistanê” (ne “*li Başûrê Kurdistanê-ê
  • “ew à mala ew-ê à mala wê” lê ”mala wê à ji mala wê” (ne ”*mala wê-ê”)

Heta hin navdêên mê jî dikarin neçemandî jî bên bikaranîn û pir tên bikaranîn jî:

  • li mal = li malê

Navê gelek deverên Kurdistanê bi eslê xwe pirhejmarên çemandî ne û êdî ew dubare nayên çemandin:

  • li Botan/Behdînan/Mukriyan/Serhedan (pir kêm bi awayê: li Botanê/Behdînanê/Mukriyanê, qet ne ”*li Serhedanê”)

Gelek caran navê deverên din jî neçemandî tê dîtin:

  • li Kurdistan

Ev nimûne di zimanê normal de nerêzimanî (li gor rêzimanê nerast) tê hesibandin. Lê bikaranîna vî awayî di helbestan de mimkin e.

Herçi birrên ji bilî navdêr û cînavan in, ew di bin tesîra daçekan de naçemin:

  • rengdêr: nêzîk à ji nêzîk ve
  • hoker: niha à heta niha

 

  1. DAÇEK Û RAVEK[11]

Di rêzimana kurdî de mebest ji “ravek”ê paşgirek e ku dikeve dûv peyva pêştir û wê bi peyva li pey wê ve girê dide. Di kurmancî de ev paşgir li gor ne herdem eynî paşgir e lê li gor cinsê mê (-a, -ya), nêr (-ê, -yê) û pirhejmar (-ên, -yên[12]) in:

  • kitêba Hesenî
  • destê wê
  • sêvên sor

Peyva yekem herdem navdêr e yan jî rengdêr yan lêkerên navdêrkirî ne. Peyva duye dikare navdêr, cînav, rengdêr, rengdêreke navdêrkirî yan lêkereke navdêrkirî be. Peyva duyem raveker e û peyva yekem jî raveber e anku peyva duyem peyva yekem rave dike, şirove dike, deqîqtir dike û hwd. Bi gotineke din, peyva duyem behsa çawanî, xwediya/ê yan bikaranîna ya peyva yekem dike. Bo nimûne:

  • navdêr + navdêr: kitêba Fatê
  • navdêr + cînav: kitêba
  • navdêr + rengdêr: kitêba xweş
  • navdêr + lêkereke navdêrkirî: kitêba xwandinê
  • navdêr + rengdêreke navdêrkirî: kitêba mezinê (bo nimûne xwişka mezin)

Carinan ravek dikare cînav jî be:

  • ezê/eza/ezî reben
  • tuyê hêja

 

Gelo ravek li gel daçekan jî heye anku gelo pêşdaçek bi peyva berî xwe ve yan jî paşdaçek bi peyva piştî xwe ve bi ravekê tên girêdan?

Pêşdaçekên bingehîn “bi, di, ji” bi bi ravekê bi peyva pey xwe ve nayên girêdan:

  • bi kêran (ne “*bi-ya kêran” yan ”*bi-yê kêran”)
  • ji malê (ne “ji-ya malê” yan ”*ji-yê malê”)
  • di rojnameyekê de (ne ”di-ya rojnameyekê de” yan “*di-yê rojnameyekê de”)

Helbet gotinên wek ”bi ya min”, ”bi ya nû”, “bi ya malê” yan ”bi yê min, bi yê nû, bi yê malê” yan jî ”bi yên min, bi yên nû, bi yên malê” hene lê li vir ravek ne aîdî daçekê ye lê li şûna peyvekê navdêrekî hatiye bikaranîn ku di gotinê de hatiye jêxistin:

  • bi ya min = bi gotina min
  • bi yê nû = bi bivirê nû
  • bi ya malê = bi pencereya malê

Bi heman awayî gotinên wek “ji ya min”, “di ya min de” û hwd. jî hene. Lê li vir “ya, yê, yên” tenê şûngirên hin navdêran in, ew ne girêdekên navbera daçek û berkarên wan in.

Heta piraniya daçekên pêkhatî, yên ku beşeke wan ji navdêran pêk hatiye jî, adeten bêyî ravekê tên bikaranîn:

  • li ser xanî (ne “li serê xanî”)
  • li bin erdê (ne ”li binê erdê”)

Lê carinan ravek jî tê bikaranîn:

  • li tenişta xanî
  • li kêleka dikanê
  • ji serê mehê ve

Lê mirov carinan heman peyvê hem bi ravekê re û hem jî bêyî ravekê dibîne:

  • li serê çiya
  • li ser xanî
  • berî te, beriya te
  • li nav bajaran, li nava bajaran

Gelo mesele çi ye û em ê çawa bizanin ka kengî kîjan awa tê bikaranîn? Eger herdu awa jî rast bin, gelo wateya wan eynî ye? Gelo di vê meseleyê de ti cudahî di navbera lehceyan de hene?

 

  • Daçekên bi zerûrî bêyî ravek

Wek ku me li jor got, daçekên bingehîn “bi, di, ji” û herwiha daçeka “li” – gava ku xwerû tên bikaranîn – ravekê nagirin û nikarin bigirin jî:[13]

  • bi tirimpêlê
  • di xew çû
  • ji Kurdistanê
  • li gundan

Ew herwiha wek beşek ji dordaçekan jî bi zerûrî bêyî ravek tên bikaranîn:

  • bi dîwaran ve
  • di kitêbê de
  • ji niha ve

Herwiha bi hin daçekên aloz anku pêkhatî re jî bikaranîna ravekê ne mimkin e:

  • li gel wan (ne *li gelê wan” yan “li gela wan”)

 

  • Bi dilxwazî bi ravekê re

Li gel daçekên pêkhatî, yên ku beşa wan ya duyem bi eslê xwe navdêr be, bi piranî bikaranîna ravekê mimkin e:

  • çû serê çiya
  • ji tenişta malê
  • heta pişta gundî
  • li dora taxê zivirîn
  • ji aliyê wî ve hatiye nivîsîn

Lê heman peyv dikarin bêyî ravek jî werin bikaranîn loma em dibêjin ku ew bi dilxwazî bi ravekê re ne:

  • çû ser xanî
  • ji tenişt malê
  • heta pişt gundî
  • li dor taxê zivirîn
  • ji alî wî ve hatiye nivîsîn

Piraniya daçekên pêkhatî wiha bi dilxwazî dikarin bi ravekê re bên bikaranîn lê bikaranîna wan bi ravekê re ne zerûrî ne. Lê wek ku me li jor dît, peyva “gel” di daçeka “li gel” de nikare ravekê bigire tevî ku eslê peyva “gel” navdêr e jî – lê “li gel” niha êdî wek daçek tê hesibandin û peyva “gel” bi wateya xwe ya eslî anku “kom, grûp” êdî nayê bikaranîn yan jî pir bisinor bûye û tenê maneya “koma etnîkî/zimanî” dide.

Ji bilî daçekên ku beşeke wan bi zelalî navdêr e, hin navdêrên din jî dikarin ravekê bigirin lê bikaranîna ravekê bi wan re ne zerûrî ye:

  • li gor à li gora
  • ji bo -à ji bona[14]

Ji bilî van formên bi ravekê, herwiha ji van daçekan varyantên bi daçeka –î/-yî jî hene:

  • li gorî wî
  • ji boyî wê

 

  • Hin caran zerûrî

Bi hin daçekên pêkhatî re jî bikaranîna ravekê zerûrî ye. Bo nimûne:

  • bi xêra/saya wan (ne “*bi xêr/say wan”)
  • bi xatirê/xatira[15] we (ne “*bi xatir we”)
  • derheqê meselê[16]
  • derbareyê/derbarê me (ne “*derbare me” yan “*derbar me”)

Hin ji van daçekan, ji bilî bi raveka –ê/-a, dikarin herwiha bi–î/-yî re jî bên bikaranîn:

  • derbareyî me

Li vê derê di rastiyê de di “derbare-yî” de “-yî” ne daçek e (wek “dij-î, temaşe-yî TV kir) lê raveka soranî ye ku hevberî ravekên kurmancî –a û –ê ye, wek:

  • kiçî min (keça min)
  • kurî min (kurê min)

Hin caran hin daçekên pêkhatî wisa pir bi ravekê re tên bikaranîn ku mirov dibêje qey bikaranîna ravekê bi wan re zerûrî ye. Bo nimûne:

  • ji aliyê kê ve hatiye nivîsîn?
  • bi destê dijminan hat kuştin

Lê heta daçekên wiha jî carinan bi awayê bêyî ravek tên dîtin:

  • ji alî hêzên amerîkî ve[17] (li şûna “ji aliyê hêzên amerîkî ve)
  • Ji alî din ve[18]

Carinan mirov herdu awayên bikaranînê heta di heman nivîsa heman nivîserî de jî dibîne:

  • ”ji aliyê xwe ve” û ”ji alî olî û netewî ve”[19]
  • ”bi aliyê xwe ve” û ”bi alî xwe ve”[20]

Wisa dixuye ku, çiqas bikaranîna daçekekê zêdetir dibe û zêdetir bi awayekî ji maneyên konkret yên peyvên pêkîner dûr dikeve, wisa bikaranîna ravekê jî yan dikeve yan jî dibe bi dilxwazî.

 

  • Cudahiyên devokî

Bikaranîna daçekên bi ravekan re yan jî bêyî ravekan di kurmanciya nivîskî de bi herdu awayan were dîtin jî, li gor hin devokan carinan tenê yek ji wan mimkin e. Bo nimûne, mirov di nivîsên kurmancî de van herdu varyantan dibîne:

  • ”li nav bajaran” û ”li nava bajaran”
  • ”berî wan” û ”beriya wan”

Ji van yên bêyî ravek (“li nav bajaran, berî wan”) formên kurmanciya rojhilatî ne û formên bi ravekê re jî (“li nava bajaran, beriya wan”) varyantên kurmanciya navendî ne. Eger mirov teng bi devokî lê binêre, awayê “berî wan” di kurmanciya navendî de û forma “beriya wan” jî di devokên kurmanciya rojhilatî de ne mimkin in yan şaş in.

Di kurmanciya nivîskî de herdu awa tên dîtin ji ber ku nivîskarên kurmancî hin qisekerên kurmanciya rojhilatî û hin jî peyiverên kurmanciya navendî ne (û hin jî axiverên hin devokên din in) û herwiha ji ber ku ti nivîskar tenê xwe bi devoka xwe ve sinordar nakin û sûd û kelkê ji awayên devok, zarava û heta zimanên din jî werdigirin.

 

  • Cudahiyên bergehî û wateyî

Li gel hin peyvan tenê formên bê ravek yên daçekên pêkhatî bi serdestî li kar in. Bo nimûne, di kurmancî de em adeten dibêjin “kitêb li ser maseyê/masê/mêzê” ye lê em nabêjin “kitêb li serê maseyê/masê/mêzê” ye. Di rastiyê de awayê “kitêb li serê maseyê ye” jî mimkin e lê hin maneya wê ne tam wek ya “kitêb li ser maseyê ye” ye:

“Li ser maseyê” tê maneya ku kitêb ser cihê bilind yê maseyê ye û mase wê radigire û loma kitêb nakeve xwarê. Lê “li serê maseyê” maneya tiştekî wek “li rexekî/aliyekî” maseyê dide.

Nimûneyeke din: Eger bibêjin ku filan tişt “li ser çiya ye”, mebesta me ew e ku ew tişt bi rastî li gupika anku nuqteya herî bilind ya çiyayekî ye. Lê eger em bibêjin filan tişt “li serê çiya ye”, mebesta me ew e ku ew li devereke çiyayî ye lê ne illeh li gupika/lûtkeya çiyayekî ye.

Nimûneyeke din: Di hin devokên kurmancî de “heyv” hem maneya “gerestêrka şevê” (bi inglîzî “moon”) û hem jî wateya “meh, teqrîben 30 roj” dide (bi inglîzî “month”).[21] Wek prensîp, mirov dikare daçeka pêkhatî “li ser” hem bi ravekê re û hem jî bêyî ravekê bi peyva “heyv” re bi kar bîne. Bo nimûne:

  • Em ê (li)[22] serê heyvê hev bibînin.
  • Em ê li ser heyvê hev bibînin.

Hevoka yekem maneya “em ê li destpêka heyvê/mehê hev bibînin” dide û gotineke normal e û behsa rewşeke ne xerîb dike. Lê “em ê li ser heyvê hev bibînin” wê maneyê dide ku qaşo em ê biçin ser gerestêrka bi navê “heyv” li wê derê hev bibînin.

Di devokên ku “heyv”ê tenê bi maneya gerestêrka esmanî û “meh”ê jî bi maneya “30 roj” bi kar tînin de, bikaranîna daçeka “li ser tenê bi ravekê re mimkin e:

  • Em ê li serê mehê hev bibînin.
  • *Em ê li ser mehê hev bibînin.[23]

 

  1. DAÇEKÊN BINGEHÎN
    • Pêşdaçekên bingehîn

Pêşdaçekên bingehîn di kurmancî de ev: bi, di, ji, li, bo. Di tabloya li jêr de em ê hevrehên wê di ziman û zaravayên lêzim de pêşkêş bikin. Hêjayî bibîranînê ye ku di van ziman û zaravayan de ev daçekên hevreh ne herdem hevwate ne. Anku tevî ku ew ji eynî rehî ne, mane û bikaranîna wan ne herdem wek hev e.

 

kurmancî bi[24] di ji li
soranî be de[25] le
kurdiya başûrî we, be de[26] je, ej[27] le
hewramî we, be ce ne
zazakî be, ebe, ebi de[28]
farisî ba, be/bê der, ender ez
pehlewî ped ender ez
hexamenişî peti ender[29] heç ena
avestayî peiti- heç[30] [31]

 

Di tabloyê me de daçeka “bo” nehatiye dan. Ew bi şiklê bû tenê di kurmancî û soranî de peyda dibe.[32] Mirov dibêje qey hevrehên wê di zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî de peyda nabe. Lê bi intihimaleke mezin ew wiha peyda bûye:

  • bo < berew, berwe < ber be, ber bi

Ew herwiha texmînen hevreha “berayi” ya farisî û “ro” ya zazakî ye.

Anku ji aliyê dîrokî ve “bo” ne daçekekî sade û xwerû ya yekpar e lê niha êdî ew daçekeke sade tê dîtin û loma me jî ew li vir wek daçekeke sade hesibandiye û rêz kiriye.

 

Pêşdaçekên bingehîn di devokên kurmancî de

standard rojhilatî[33] navendî rojavayî[34]
bi -p, -b, -f, -v, -ip, -ib, -iv bi, b’ bi, b’
di -t, -d, -it, -id di, d’ (di, de, da)
ji -ş, -j, -iş, -ij ji, j’ (je, ja)
li -l, -il, l’ l, l’ li, le

 

BI

Erk û peywira bingehîn ya daçeka “bi” diyarkirina amûr, alet û hacetan e. Mirov bi wê diyar dike ka çi bi çi tê kirin anku çi bo kirina çi tê xebitandin.

  • bi kêran li hev dan
  • bi tirimpêlê hat
  • bi kurdî
  • bi baweriya te

Maneya bingehîn ya vê daçekê bi piranî (lê bi ti awayî ne herdem) di van zimanan de bi van daçekan tê diyarkirin:

  • inglîzî “by”, erebî “bi”, farisî “bi”, tirkî “ile, -la, -le”

Hêjayî gotinê ye ku tevî wekheviya vê daçekê di kurdî, erebî û inglîzî de, ew dîsa jî ji aliyê etîmolojî ve ne ji eynî rehî ne (li jêrtir binêrin) lê peyva kurdî û farisî hevreh in.

 

JI

Erkê serekî yê vê daçekê ew e diyar bike ka cihê derketina yan jêhatina tiştekî yan kesekî çi ye:

  • ji malê
  • ji wî alî ve

Beramberî daçeka ji di hin zimanan de bi piranî ev daçek yan (di rewşa tirkî de) ev halê rêzimanî li kar in:

  • inglîzî “from”, erebî “min”, farisî “ez”, tirkî “-dan, -den”

 

LI

Ev daçek cihê mana, sekinîna, peydabûna kesekî yan tiştekî diyar dike:

  • li malê
  • li wê derê
  • li Kurdistanê

Di kurmanciya standard de “li” tenê bi maneya cihê ku tiştek lê ye diyar dike lê ne tiştê ku tiştek tê de ye. Loma em dibêjin “li Kurdistanê” lê em bi kurmanciya giştî nabêjin “*li kitêbê” yan “*xwarin li qazanê ye” lê “di kitêbê de” yan “xwarin di qazanê de ye”.

Ev cihê vê daçekê bi çend zimanên din bi piranî ev peyvik li kar in:

  • inglîzî “in, at”, erebî fî, farisî “der”, tirkî “-da, -de”.

 

DI

Ev daçek bi piranî ne tenê lê li gel paşdaçeka ”de” (yan “da”) re tê bikaranîn. Ew maneya “filan tişt di bêvan tiştî de” diyar dike:

  • di pirtûkê de
  • di çanteyê wê de

Di hin zimanan de beramberî “di … de” ev awa hene:

  • inglîzî “in”, erebî “fî”, farisî “der”, tirkî “-da, -de”

Wek ku tê dîtin, hevberên “di … de” û “li” di van zimanan de eynî ne. Lê di kurmancî de “di … de” û “li” bi erk û peywirên xwe bi piranî nikarin li cihê hev bên bikaranîn.

Cudahiya “di … de” ji daçeka “li” ew e ku di kurmanciya standard û giştî de forma “di … de” ne bi cihan re lê bi tiştan re tê bikaranîn. Loma adeten mirov dibêje “li Kurdistanê”, ne “di Kurdistanê de” tevî ku di bin tesîra hin zimanên din de mirov carinan vê formê jî dibîne.[35]

 

  • Pêşdaçekên serbixwe

Bikaranîna daçekên bingehîn bi serbixweyî anku bêyî birrên din yên peyvan bi wan ve girêdayî bin jî mimkin e. Lê hingê ne formên “bi, di, ji, li” lê awayên “pê, tê, jê, lê” tên xebitandin. Hingê Ê-ya di wan de maneya “wê / wî / wan” dide. Bo nimûne:

  • bi wê / wî / wan à pê
  • di wê / wî / wan à tê
  • ji wê / wî / wan à jê
  • li wê / wî / wan à lê

Ji aliyê wateyê ve formên bi Ê maneya “wê / wî / wan” bidin jî, ji hêla hevoknasî ve ew ne tenê cihê cînavan digirin lê dikarin cihê navdêran jî bigirin:

  • bi avê à pê
  • li bajarî à lê
  • di kitêban de à tê de

Ji aliyê guherîna dengî ve, ji hemûyan I dikeve û Ê lê zêde dibe. Ji aliyê lerzê ve, B û D yên bilerz di “bi, di” de dibin P û T yên bêlerz. Lê J-ya bilerz di “ji” de wek xwe dimîne û nabe hevbera xwe ya bêlerz Ş (ji > jê, ne *şê).

Di lehceyên din jî yên kurdî de ev desteya duyem ya daçekan jî heye. Cudahiya serekî di navbera kurmancî û soranî de di vê mijarê de ew e ku di kurmancî de ev desteya daçekan bi rastî jî serbixwe tê bikaranîn anku ti tiştek bi wan ve nayê girêdan lê di soranî de desteya cînavên pêvekirî (zeliqandî, bi soranî likaw) bi wan re tê bikaranîn.[36] Hingê ew li cihê navdêrên xwerû + navdêr/cînav yên kurmancî tên şuxilandin. Bo nimûne:

soranî kurmancî
pê-m bi min
lê-t li te
tê-y-da di wê / wî de
pê-tan bi we
lê-man li me; ji me
bo-yan bo wan, ji wan re, jê re

 

 

CUDAHIYÊN ZARAVAYÎ Û DEVOKÎ DI BIKARANÎNA PÊŞDAÇEKÊN BINGEHÎN DE

Di soranî de bikaranîna “be”, di kurdiya başûrî û hewramî de bikaranîna “we” û di zazakî de xebitandina “bi”[37] bi piranî wek di kurmancî de ye. Anku mirov dikare bibêje ku ev daçek di hemû lehceyên kurdî de di bingeh de hevreh û hevwate ye.

Daçeka “li” wek “le” di soranî û kurdiya başûrî de û herwiha wek “ne” di hewramî de jî li kar e. Di zazakî de ti şûn û şopa wê ne diyar e. Di piraniya devokên soranî û kurdiya başûrî de ew hem bi erkê “li” ya kurmancî û hem jî bi erkê “di … de” yan û heta bi rola “ji” ya kurmancî jî radibe.

Gava ku ew li şûna “ji” ya kurmancî tê bikaranîn, di soranî de ew adeten (lê ne herdem) li gel paşdaçeka “-we, -ewe” tê bikaranîn:

  • le małewe (li malê)[38]

Li cihê “di … de” ya kurmancî, di soranî de pêşdaçeka “le” adeten wek dordaçek li gel “-da/-a” tê xebitandin:

  • “le çante-da”[39]
  • “le kitêb-a” (di kitêbê/kitêbekê/kitêban de)

Lê carinan heman dordaçek di soranî de li cihê “li” ya kurmancî jî tê bikaranîn:

  • le bazar-a (li bazarê)

Li aliyekî din, hevrehên “ji” ya kurmancî yan di lehceyên din de qet peyda nabin (soranî, zazakî) yan jî tenê di çend devokên berteng yên hin lehceyan de li kar in (kurdiya başûrî). Ji bilî kurmancî, hevreha wê tenê di hewramî de bi awayê “ci, ce” berbelav e. Wek ku li jor hat gotin, di soranî de li cihê wê dordaçeka “le …-ewe” yan jî tenê pêşdaçeka “le” li kar e.

Heta di hin devokên kurmancî yên nêzîkî soranî de jî “ji” peyda nabe û li cihê wê jî “li” yan dordaçeka “li …(e)ve/(e)we”:

  • ez li malê ve hatim (ez ji malê hatim)

Lê ev diyarde ne tenê ji tesîra soranî ya li ser van devokên kurmancî ye. Bi heman awayî di hin devokên kurmanciya rojhilatî de jî (bo nimûne li Semsûrê / Adiyamanê) jî li cihê “ji” jî daçeka “li” tê bikaranîn.[40]

Li aliyekî din, hevreha “ji” ya kurmancî di hewramî de “ce” ye ku ne tenê bi maneya “ji” lê herwiha bi wateya “li” ya kurmancî jî tê bikaranîn.

Di zazakî de li cihê pêşdaçeka “ji” ya kurmancî paşdaçeka “ra” û li cihê “li” ya kurmancî jî paşdaçeka “de” tê bikaranîn:

  • Seywan bi eslê xwu Mahabad ra yo la nika Diyarbekir de ciwîyeno.[41] (Seywan bi eslê xwe ji Mehabadê ye lê niha li Diyarbekirê dijî – kurmancîkirin ji min, H.M.)

Daçeka “di” di kurmanciya rojhilatî û navendî de berbelav e. Ew di soraniya mukriyanî de jî bi forma “de” li kar e. Di soraniya Silêmaniyê de – ku tesîreke bingehîn li ser soraniya nivîskî heye – pêşdaçeka “de” peyda nabe loma “de” di soraniya nivîskî de bi awayekî berbelav nayê dîtin. Di kurdiya başûrî de ew di çend devokan de peyda dibe, carinan bi maneya “li” lê hin caran jî bi wateya “ji” ya kurmancî.

Di zazakî de pêşdaçeka “di / de” peyda nabe lê ew wek paşdaçeka “de” li kar e. Di kurmanciya rojavayî û serhedî de jî ew wek pêşdaçek kêm li kar e (yan qet nayê bikaranîn) lê wek paşdaçek bi forma “de” yan “da” bi berbelavî tê bikaranîn û gelek caran cihê “li” ya kurmanciya rojhilatî û navendî jî digire.

 

 

  • Paşdaçekên bingehîn

Di kurmancî de sê paşdaçekên sade hene. Di zimanê nivîskî de ew bi piranî wek “de, re, ve” lê hin caran jî wek “da, ra, va” tên nivîsîn. Di piraniya devokan de formên serdest “da, ra, ve” ne, di hin devokan de – lê ne di piraniya wan de – jî li cihê “ve” forma “va” li kar e. Di vê vekolînê de em ê di nimûneyan de formên “de, re, ve” yên di zimanê nivîskî de serdest bi kar bînin lê em ji hebûna “da, ra, va” jî haydar in û herwiha ji nîqaşa li ser rastnivîsîna wan jî agadar in.

 

Paşdaçekên kurmancî û hevrehên wan

kurmancî de, da re, ra ve, va
soranî -da, -a -ra -ewe
kurdiya başûrî era … -ew, -we
hewramî -ere -ewe, -o
zazakî de, di, der … ra, rê o
farisî der ra, rû, -o

 

Maneya paşdaçekan bi piranî bi pêşdaçekên li gel wan dordaçekan pêk tînin ve girêdayî ye û li gor pêşdaçekê diguher lê herwiha maneya pêşdaçekê jî diguherîne. Hin caran di rêzimannameyên kurdî de tê gotin ku paşdaçek wateya pêşdaçekê “xurt” dikin. Lê ev ne rast e. Bo nimûne:

  • “ji min re” ne xurtkirina “ji min” e lê maneya van herduyan bi temamî berevajî hev e.

 

Paşdaçekên bingehîn di devokên kurmancî de

standard[42] rojhilatî navendî rojavayî
de da da, de de, da
re ra ra, re re, ra
ve ve va, ve ve, va

 

 

  • Dordaçekên bingehîn

Ji pêşdaçekên sade û paşdaçekên sade ev desteyên dordaçekan di kurmancî de peyda dibin:

  de re ve
bi bi … de bi … re bi … ve
di di … de di … re di … ve
ji ji … de ji … re ji … ve

 

Hin ji van di hemû yan piraniya devokên kurmancî de bi berfirehî li kar in (bo nimûne “di … de” yan bi varyanta xwe ya “di … da”). Hin jî tenê di hin devokan de tên bikaranîn (wek mînak “di … ve”).

Li vê derê em ê bikaranîna her yekê ji wan bi nimûneyan diyar bikin û herwiha wateya wan ya bingehîn û berbelaviya wan di devokên kurmancî de rêz bikin. Rêzkirina me dê li dûv berbelavî û mişetiya wan be.

 

bi … de, pê de (bi inglîzî downwards along)

Dordaçeka “bi … de” yan varyanta wê “bi … da” yan jî bi forma xwe ya serbixwe “pê de” (pê da) liva ber bi pêş û jêr de diyar dike:

  • bi avê de çû (ket ber avê û avê ew bi xwe re ber bi jêr de bir)
  • pê de çû xwend (ji serê/destpêka nivîsekê ber bi binê/dawiya wê de xwand)

Di pratîkê de gelek caran bikaranîna “bi … de” li gel “bi … ve” (li jêrtir binêrin) tên têkilkirin yan li cihê hev tên bikaranîn.

 

bi … re, pê re (with)

Dordaçeka “bi … re” yan “bi … ra”, bi forma xwe ya serbixwe “pê re, pê ra” di kurmanciya navendî de bi maneya “li gel, tevî” tê bikaranîn:

  • Ew bi min re ye (ew li gel min e, ew tevî min e)
  • Em bi hev re

Dordaçeka “bi … re” di kurmanciya rojhilatî de nayê bikaranîn û li cihê wê “li gel, di gel” li kar in. Di kurmanciya rojavayî de jî “bi … re” yan peyda nabe yan jî kêm li kar e. Li cihê wê daçeka “tevî” heye.

 

bi … ve, pê ve (on, stuck/attached to)

Dordaçeka “bi … ve” (di hin devokan de “bi … va”), bi forma xwe ya serbixwe “pê ve” (carinan “pê va”) maneya wê dide ku tiştek bi tiştekî ve yan bi cihekî ve hatiye zeliqandin, lûsandin yan asêkirin:

  • tablo bi dîwarî ve bû

Dordaçeka “bi … ve” herwiha liva rastgehî / edil ya ber bi pêş ve diyar dike:

  • bi rê ve çû

Di bikaranînê de hin caran “bi … de”, “bi … ve” û heta “bi … re” jî tên tevlihevkirin. Di hin devokan de tenê yek yan du ji wan hene û yên din nayên bikaranîn.

 

di … de, tê de (bi inglîzî in, inside)

Dordaçeka “di … de” yan varyanta wê “di … da” yan jî bi forma serbixwe “tê de” (tê da) berbelavtirîn dordaçeka kurmancî ye. Ew maneya hindirê yan nava tiştekî kûr yan sergirtî dide ku tiştek tê de ye:

  • xwarin di qazanê de dikele
  • di avê de nexeniqe
  • di kitêbê de gelek wêne hebûn

Ev daçek adeten cihê sabit yê tiştekî diyar dike, ne livîna ji wî yan jî ber bi wî ve. Lê carinan ew di livîna ber bi hindirê yan nava tiştekî jî tê xebitandin:

  • ket di avê de (ket avê, ket nav avê)

Bi taybetî di kurmanciya navendî de ew di heman demê de carinan li gel peyva “hindir” (yan varyanteke wê wek “hundir, hindur…”) tê bikaranîn:

  • di hindirê xanî de

 

di … re, tê re (bi inglîzî through, via)

Dordaçeka “di … re” yan varyanta wê “di … ra” yan jî bi forma xwe ya serbixwe “tê re” (tê ra) jî di hemû yan piraniya devokên kurmancî de peyda dibe. Ew maneya derbazbûna yan derbazkirina di nav cihekî yan tiştekî re dide:

  • Em ji Dihokê di Zaxo re çûn Cizîrê
  • Dezî di kuna/qula derziyê re kir

 

di … ve, tê ve (inglîzî in, inside)

Dordaçeka “di … ve” (di … va), bi forma xwe ya serbixwe “tê ve” (tê va) maneya cihê tiştekî di cihekî sergirtî de lê ne di tiştekî biçûk yan teng ve dide.

  • di odeyê ve
  • di xanî ve

Lê ne bo nimûne “*di kitêbê ve” yan ”*di qazanê ve”.

Bikaranîna dordaçeka “di … ve” û varyantên wê bi devokên kurmanciya rojhilatî û hin devokên sersinorî yên navbera kurmanciya rojhilatî û kurmanciya navendî ve girêdayî ye. Di piraniya devokên kurmanciya navendî de li cihê wê jî dordaçeka “di … de” û guhartoyên wê tên bikaranîn.

 

ji … de, jê de (bi inglîzî downwards from)

Dordaçeka “ji … de” yan “ji … da”, bi forma xwe ya serbixwe “jê de” yan “jê da” maneya livîna ber bi xwarê yan jêr de yan jî ji cihekî bilindtir ber bi cihekî nizmtir de:

  • ji çiya de hat (ji serê çiya ber bi binê çiya de hat)

Cudahiya wê ya bingehîn ji dordaçeka “bi … de” ew e ku “bi … de” tê maneya “li gel tiştekî bi jêr de livîn” lê “ji … de” maneya hevrêtî û bihevrelivînê nade, tenê maneya livîna ber bi jêr de diyar dike.

Di kurmanciya navendî û rojavayî de gelek caran “ji … de” li cihê “ji … ve” tê bikaranîn anku livîna ji cihekî ve bêyî ku liv illeh ber bi jêr de be. Bo nimûne:

  • ji aliyê me wî de hatiye nivîsîn (rasttir: ji aliyê wî ve)

 

ji … re (bi inglîzî for, to)

Dordaçeka “ji … re” yan “ji … ra”, bi forma xwe ya serbixwe “jê re” yan “jê ra” bi berfirehî di kurmanciya navendî de bi maneya “bo, ji bo” tê bikaranîn. Di kurmanciya rojhilatî de ew qet peyda nabe û li cihê wê yan “bo” (di kêm devokan de “jo”) yan jî daçeka paşlêker “-e” tê xebitandin:

kurmanciya navendî kurmanciya rojhilatî
diyariyek ji te re diyariyek bo te
ji min re got gote min

 

 

ji ve, jê ve (inglîzî from the direction of)

Dordaçeka “ji … ve” (di kêm devokan de “ji … va”), bi forma xwe ya serbixwe “jê ve” (yan “jê va”) maneya aliyê ku tiştek jê tê dide. Liv dikare li rastgehê be yan jî ber bi jor ve be lê ne ber bi jêr de (di diyarkirina liva ber bi jêr de hingê “ji … de” forma bikêrhatî ye):

  • ji malê ve (ji malê yan ji aliyê ku malê lê ye)

Dordaçeka “ji … ve” yan varyanteke wê hem di kurmanciya rojhilatî û hem jî di kurmanciya navendî de peyda dibe lê bikaranîna wê zêdetir di kurmanciya rojhilatî de sîstematîkî ve; kurmanciya navendî gelek caran “ji … de” yan varyanteke wê li cihê “ji … ve” jî bi kar tîne.

 

Dordaçek ji pêşdaçekên “bo” û “li”?

Di kurmanciya giştî de dordaçek tenê bi alîkariya pêşdaçekên “bi, di, ji” tên çêkirin û pêşdaçekên “bo, li” di beşdarî sazkirina dordaçekan nabin. Bi gotineke din, dordaçekên wek “bo … de, bo … re, bo … ve” yan “li … de, li … re, li … ve” di piraniya devokên kurmancî de peyda nabin.

Bi qasî ku em haydar in, dordaçekên “*bo … de, bo … ve” bi rastî jî qet di kurmancî de peyda nabin. Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de bi kêmî carekê dordaçeka “bo … re” (bi forma “ji bo … ra”) bi kar aniye:

Bextê me ji bo me ra bibit yar

Carek bibitin ji xwabê hişyar[43]

Ne diyar e ka ev form bi rastî carekê di kurmancî de hebûye yan jî Xanî ew bi armanca temamkirina qafiyê ji ba xwe ve çêkiriye yan pêşdaçeka pêkhatî “ji bo” û dordaçeka “ji … ra” têkil kirine û dordaçeka “ji bo … ra” jê saz kiriye. Tişta diyar ew e ku niha di kurmancî de dordaçeka “bo … re” yan “ji bo … re” peyda nabe.

Dordaçeka li … de yan hê jî zêdetir bi varyanta xwe ya li … da di hin devokên kurmanciya rojhilatî yên nêzîkî soranî de li şûna “di … de” (di … da) ya kurmanciya giştî tê bikaranîn:

  • li kitêbê da[44]

Heman dordaçek di soranî de jî bi awayê “le …-da” yan jî bi forma xwe ya sivikkirî “le …-a” li kar e:

  • le kitêb-da, le kitêb-a

Di heman devokên kurmancî de li cihê jêderî “ji” jî herwiha daçeka cihî “li” tê bikaranîn. Loma ji daçeka “li” jî dordaçeka “li … ve” bi maneya “ji … ve” û dordaçeka “li … da” bi wateya “ji … de” jî di van devokan de li kar in:

  • li malê ve hat (ji malê ve hat)
  • li çiyay da hate xarê (ji çiyayî de hat xwarê)

Di soranî de herwiha dordaçeka “le …-ewe” heye ku hem li cihê dordaçeka “ji … ve” û hem jî li cihê daçeka xwerû “ji” jî yên kurmancî tê emilandin.

 

 

  • Tesîra analojiyê li ser şikilgirtina daçekên kurdî yên bingehîn

Di zimannasiyê de, bi taybetî di dengnasiyê de, mebest ji analojiyê anku wekhevkirinê ew e ku hin peyvên bi maneya xwe yan jî karê xwe wek hev, nêzîkî hev dibin. Ev nêzîkbûna wan hin caran dijî qeyd û bendên giştî yên dengnasî ye. Anku eger mirov li gor qeyd û bendên giştî yên dengnasî biçe, hingê guherînên ku di wan çêbûne nikarin li gor rêbazên guherîna dengan bên şirovekirin yan jî li gor rêbazên dîroka dengan awarte û istisna ne.

Pêşdaçekên bingehîn yên kurmancî bi, di, ji, li pir dişibin hev:

  • di her yekê ji wan de du herf yan deng hene
  • li dawiya her yekê ji wan dengê “i” peyda dibe

Di soranî de li cihê “i” ya kurmancî “e” di van daçekan de heye. Lê dîsa jî ew heman deng di hemûyan de dubare dibe[45]:

  • be, de, le

Formên serbixwe (yên ku navdêr li pey nînin) yên van daçekên kurmancî û soranî jî dîsa pir dişibin hev. Bi kurmancî:

  • jê, lê, pê, tê

Lê eger em li etîmolojî û tarîxa van daçekên kurmancî û soranî binêrin, em ê bibînin ku di eslê xwe de ev daçek ne wiha mîna hev bûn.[46]

kurmancî bi[47] di ji li
soranî be de[48] le
hewramî we ce ne
farisî ba, be/bê der, ender ez
pehlewî ped ender ez
hexamenişî peti ender[49] heç ena
avestayî peiti- heç[50] [51]

 

Dema ku mirov van daçekên kurdî (di nimûneyên me de kurmancî, soranî û hewramî[52]) dide ber hevrehên wan yên bi zimanên din yên îranî, mirov dibîne ku di kurdî de ew pirr dişibin hev: tenê dengê destpêkê cuda ye. Lê gava ku mirov li heman peyvan bi zimanên din yên îranî dinêre, mirov dibîne ku ew bi dengên xwe ne wisa nêzîkî hev in. Guherîna van peyvan û nêzîkbûna wan di kurdî de li gor qeyd û bendên giştî yên dengnasiyê ne mimkin e ku werin şirovekirin. Bo nimûne, di ti peyvên din de “ender” nabe “di”. Guherîna van daçekan û qalibgirtina wan ya niha di kurdî de tenê bi alîkariya analojiyê gengaz û pêkan e anku mimkin e. Bi, di, ji, li nêzîk hev bûne ji ber ku ew ji aliyê rêzimanî ve bi heman erk û wezîfeyê radibin (hemû daçek in û hemû tên pêşiya navdêran) tevî ku maneya wan ji hev cuda ye jî.

Lê pêşdaçeka bo (ji bo, ji bona, ji boyî) wisa neguheriye. Wek ku li jor jî hatiye gotin, analojî tiştekî nepayî ye: dikare biqewime lê dibe ku çênebe jî. Yek ji sebebên serekî ku çima dengê O di pêşdaçeka “bo” de wek di paşdaçekên din de nebûye “i” (di soranî de jî nebûye “e”) ihtimalen ew e ku hingê ew dê bi pêşdaçeka “bi” re bûbûya yek. Kurdî xwastiye rê li ber vê yekbûna du daçekan bigire. Lê li aliyekî din, hevrehên daçekên farisî ba (pê re) û be/bê (bi) jî herdu di kurdî de bûne yek (bi kurmancî bi, bi soranî be).

Sebebekî din jî dikare ew be ku bo di rastiyê de di kurdî de ne bi qasî “bi, di, ji, li” pêşdaçekeke serekî û bingehîn e. Di kurmanciya navendî û rojavayî de ew wek daçekeke bi serê xwe nayê xebitandin. Ew di van komdevokan de herdem bi ji re ye: ji bo (li gel alternatîvên devokî ji bona, ji boy, ji boyî). Di kurmanciya rojhilatî de û herwiha di soranî de jî bo bi tena serê xwe li şûna “ji bo” ya kurmanciya navendî û herwiha bi maneya “jê re, ji … re” ya kurmanciya navendî jî li kar e. Lê wisa diyar e ku di soranî de jî bi kêmî di hin devokan de demekê ew bi forma “le bo” jî hebûye ji ber ku di soraniya Hewlêrê de wê şiklê “lo” (kurtkirina “le bo”) wergirtiye. Di hin devokên kurmancî de jî “ji bo” wek “jo” tê kurtkirin.[53]

Ne hindî pêşdaçekan be jî, tesîra analojiyê di kurdî de herwiha li ser paşdaçekan jî diyar e. Di kurmanciya nivîskî de ev her sê paşdaçek serdest in:[54]

  • de (wek “tê de, di … de”)
  • re (wek “tê re, di … re, pê re, bi … re, jê re, ji … re”)
  • ve (wek “pê ve, di … ve, jê ve, ji … ve, di … ve[55]”)

Wek ku tê dîtin, vê carê jî ew bi du awayan wek hev in:

  • di her yekê ji wan de tenê du deng/herf hene
  • li dawiya hemûyan dengê “e” heye

Lê gava ku mirov li tarîxa van paşdaçekan dinêre, mirov dibîne ku her yek ji wan ji peyveke cuda hatiye û nêzîk hev bûne:[56]

kurmancî de / da re / ra ve / va
soranî da / -a ra[57] -ewe
farisî der[58], ender ra[59]
pehlewî ender ray[60]
hexamenişî ender radi[61] epe
avestayî epe

 

Em bi zelalî dibînin ku paşdaçekên me ji şiklên cuda û dûrî hev hatine û nêzîk bûne heta ku dawiyê ferqkirina wan tenê bi xêra dengekî / herfekê ye. Bi kurtî: tesîr û karîgeriya analojiyê li ser daçekan diyar e.

 

 

  1. DAÇEK JI NAVDÊR Û HOKERAN

Hejmara daçekên bingehîn di kurdî û zimanên din yên îranî de bisinor e. Ji bilî wan, hejmareke daçekên din jî hene ku bi eslê xwe ji navdêr in. Di hin rewşan de ew wek navdêr û bi hemû taybetmendiyên navdêran tên bikaranîn lê carinan jî ew bi wek daçekan tev digerin û dixebitin.

Gelek ji wan – lê ne hemû – bi eslê xwe navên beşên leşî ne. Bo nimûne:

peyv bikaranîn wek navdêr bikaranîn wek daçek
ser serê min danî ser maseyê
ber berê xwe da min ket ber avê
kêlek kêleka min têşe were rûne kêleka min
tenişt tenişta min têşe were rûne tenişta min
bin binê behrê ket bin avê
pey, pê piyên min ket pey wê
dû, dûv dûva wê da dû(v) wê
pişt pişta wî dixure çû pişt xanî
pêş da pêş me û bi rê ket
paş çûn paş yên din
dev[62] devê wî çû dev wî
nik[63] çû nik wê
ba[64] were ba min
gel[65] gelê kurd hat gel me

 

Ev daçekên bi eslê xwe navdêr hem bêyî daçekên bingehîn tên bikaranîn (wek di nimûneyên li jor de) û hem jî bi taybetî bi daçekên bingehîn re û bi wan re daçekên aloz anku pêkhatî saz dikin (li jêrtir li beşa ”daçekên aloz” binêrin)

 

  1. DAÇEKÊN WERGIRTÎ

Daçek hin peyvên bingehîn yên zimanî ne loma piraniya wan ji mêj ve di zimanî de hene û piraniya wan ji ber heman sebebê herwiha xwemalî ne, wek mîras ji zemanên kevn yên zimanî mane. Lê dîsa jî di kurdî û di gelek zimanên din de jî hejmareke ne kêm ya daçekan bi eslê xwe biyanî ne.

Kurdî hin daçek bi kêmî ji erebî, farisî, tirkî û ermenî wergirtine. Herwiha di kurdî de hin daçekên durehî hene anku du beşên wan ji du rehên cuda ne. Carinan beşek xwemalî û yek biyanî ye lê carinan jî herdu beş jî bi eslê xwe biyanî ne lê her beşek jê ji zimanekî cuda ye.

Li vê derê emê hewl bidin daçekên wergirtî li gor zimanên jêder wan rêz bikin.

 

Ji erebî

Çawa ku kurdî herî zêde peyvên biyanî ji erebî wergirtine, wisa piraniya daçekên wergirtî jî di kurdî de bi eslê xwe ji erebî ne. Mirov dikare hin wan wiha rêz bike:

daçek wateya wê bi inglîzî berbelaviya wê di kurdî de
dor around di piraniya devokên kurdî de
heta, hetanî, heya, heyanî until yek yan çend formên wê di hemû lehceyên kurdî de
cem at one’s place, with kurmanciya navendî û rojavayî lê ne rojhilatî
xeyrî, xeynî, xêrî, xênî apart from yek yan zêdetir varyant di hemû devokên kurmancî de
(ji) bilî apart from kurmanciya rojhilatî û geh-geh kurmanciya navendî
miqabilî opposite to hemû kurdî
zidî against hemû kurdî
ruxmî, rexmî despite, in spite of hem di zimanê nivîskî û hem jî bi taybetî di axiftinê de nadir e
badê after di zazakî de

 

Hêjayî gotinê ku lîsteya li jor ne temam e lê mirov nikare bibêje ku lîste gelek ji vê dirêjtir e jî: daçekên ji erebî wergirtî ne tenê du-sê lib in lê ne lîsteyeke bêsinor û vekirî ye jî.

 

Ji tirkî

Daçeka esil-tirkî ya berbelav di kurdiya nivîskî de ”(li) gorî” û varyantên wê ne: li gor, li gora, angorî, anegorî. Bi şêweyê ”be gwêrey…” ew herwiha ketiye soranî jî.

Dîsa “(ji/li) orta…” (li nava…) jî ji tirkî ye û ji bilî zazakî wek “ortê de, wertê da…” ketiye zazakî jî. Di kurmancî de li her derê neyê bikaranîn jî, ne tenê li Bakurê Kurdistanê bisinorkirî ye lê gihiştiye nav kurdên Sovyeta Berê jî û di berhemên wan yên nivîskî de jî tê dîtin.

Daçeka “qarşiyê…” (dijî, zidî) hem ketiye devokên kurmancî û hem jî yên zazakî. Ew carinan di nivîsînê de jî di berhemên kurdî de tê dîtin.

Daçeka “(le) ara-da” (li holê, li meydanê) ya soranî jî bi eslê xwe ji tirkî, azerî yan tirkmenî ye lê ew di kurmancî de nayê bikaranîn yan pir kêm tê bikaranîn.

 

Ji farisî

Ji ber nêzîkiya kurdî û farisî, herdem ne mimkin e mirov bibêje ka daçekek (yan peyveke din) di wan de hevpar e ji ber ku wek mîras ji herduyan re maye yan jî ji ber ku yekî ji wan ji ya din wergirtiye. Lê dîsa jî çend daçek hene ku guman jê nîne ku vê dawiyê ji farisî ketine kurdî.

Pêşdaçeka “der” di farisî de hevwateya dordaçeka “di … de, tê de” ya kurmancî ye. Ew hem serbixwe û hem jî wek beşek ji çend daçekên pêkhatî vê dawiyê ketiye kurdî (adeten pêşî soranî û paşî yekser yan jî bi rêya soranî cihek ji xwe re di kurmancî de jî peyda kiriye):

  • derbare, derbarê, derbareyî…

Carinan “derbare” herwiha bi pêşdaçeka “di”, bi paşdaçeka “de” yan jî bi dordaçeka “di … de” ya xwemalî ya kurmancî re jî tê dîtin û bihîstin:

  • di derbarê…
  • derbarê … de
  • di derbarê … de

Daçeka “der” ya farisî herwiha wek daçekeke serbixwe jî di gotinên wek “sed der sed” (100 %, sed ji sed, sed li ser sedê…) û “pey der pey” (li pey hev, li dûv hev) de tê dîtin. Ew herwiha gelek caran di helbestên kurdî de (xaseten di klasîkan de) li cihê “di … de” yan “di … ve” yên kurmancî de hatiye bikaranîn.[66]

Herwiha daçeka “(bi) say(a)…” (bi xêra, ji dewleyî serê…), bi soranî “le sayey…” jî ji farisî ye. Ew bi piranî tenê di zimanê nivîskî de tê bikaranîn.

 

Ji ermenî

Bi kêmî daçeka “het” ya zazakî bi eslê xwe ji ermenî ye. Di ermenî de ew pasdaçek e, di zazakî de hem wek paşdaçek û hem jî wek pêşdaçek li kar e:

  • ma het (li ba me, li cem me)
  • hetê ma de (li aliyê me, li hêla me)

 

Durehî

Çend daçekên pêkhatî yên kurdî bi eslê xwe durehî ne anku beşên wan ji zimanên cuda ne. Carinan beşek xwemalî û yek biyanî ye. Adeten beşa biyanî ji erebî ye. Bo nimûne:

  • ji bilî (“ji” ji kurdî, “bilî” ji erebî)
  • dewrûber / dorûber (“dewr / dor” ji erebî, “ber” ji kurdî)
  • navbeyn, mabeyn, navbên, mabên (“nav-“ yan “ma-“ ji kurdî/îranî, “beyn / bên” ji erebî)
  • ji xeynî/xeynî/xêrî/xêynî (“ji” ji kurdî, yên din ji erebî)
  • xêncî (“xên < xeyr” ji erebî û “-cî < ji” ji kurdî)
  • li gorî (“li” ji kurdî, “gorî” ji tirkî “göre”)

Wek ku tê dîtin, carinan beşa xwemalî li destpêkê ye lê carinan jî beşa biyanî.

Carinan herdu beş jî bi eslê xwe biyanî ne lê her beşek jê ji zimanekî cuda ye. Bo nimûne:

  • derheq (“der” ji farisî, “heq” ji erebî – peyv bi xwe di farisî de hatiye pêkanîn û jê derbazî kurdî bûye)

Ev nimûneya dawiyê anku “derheq” dikare di kurdî de xwerû were bikaranîn lê adeten ew bi alîkariya raveka “-ê” (“derheqê filan tiştî”) de tê bikaranîn. Herwiha pêşdaçeka “di”, paşdaçeka “de” û “dordaçeka “di … de” jî dikarin bi wê re werin xebitandin:

  • derheq wan çi got?
  • derheqê wan çi got?
  • di derheqê wan çi got?
  • derheqê wan de çi got?
  • di derheqê wan de çi got?

 

Gelo daçekên xwerû jî pir-rehî ne?

Gelo têkiliya daçekên kurdî li gel daçekên zimanên cîran çi ye? Wekhevîtiya çendîn daçekên kurdî, erebî û tirkî mirovî mat û ecêbgirtî dike.

Di kurdî û erebî de “bi” hevwate û teqrîben hevdeng in (i-ya peyva kurdî piçekê ji ya peyva erebî kurttir e). Paşdaçekên kurmancî û zazakî “de, da” (wek “tê de, tê da”) hevdeng û hevwateyên “-de, -da”) yên tirkî ne.

Heta paşdaçeka kurdî “re, ra” (bo nimûne di dordaçeka “pê re, pê ra” anku “li gel”) de jî dişibe “ile” (pê re, li gel) ya tirkî eger em bînin bîra xwe ku di kurdî de L/R dikarin bi hev biguherin û herwiha di zimanên îranî yên nû de vokalên kurt ji destpêka peyvên du- yan pirkîteyî neketine.

Dîsa “li” ya kurmancî û hevwateya wê ya soranî “le” pir dişibin “-le, -la” yên tirkî lê ji aliyê wateyî ve jê cuda ne: “-le, -la” ya tirkî bi piranî hevwateya “bi” ya kurmancî ye. Heman “li” ya kurmancî û “le” ya soranî heta ji aliyê dengî ve û ji hêla wateyî ve jî nêzîkî ‘ela (li ser) ya erebî ne.

Gelo ev daçek ne hevreh in anku ne ji eynî rehî ne? Gelo zimanekî ew ji yê din wergirtine?

Adeten dijwar e ku mirov bibêje ka peyvên kurt yên yekkîteyî bi rastî hevreh in yan jî bi tesadifî wek hev in. Di rewşa daçekên kurdî de hevrehên wan di zimanên din jî yên îranî yên nû, navîn û kevn de peyda dibin loma mirov dikare teqrîben bi esehî bibêje ku kurdî ew ne ji erebî yan tirkî wergirtine.

Li aliyê din, mirov dikare bi heman esehîtiyê bibêje ku erebî û tirkî jî ew ne ji kurdî wergirtine ji ber ku di zimanên lêzimî wan de jî herehên van daçekan peyda dibin. Bi gotineke din, wekhevîtiya van daçekan di kurdî û zimanên cîran de bi eslê xwe divê tesadifî be.

Lê tevî ku eslê wan ji hev cuda be jî, dîsa ji ber hebûna daçekên (teqrîben) hevdeng yên (teqrîben) hevwate bi ihtimaleke mezin pozisyona van daçekan di kurdî de xurt kiriye. Bo nimûne, paşdaçeka “de, da” di kurmancî û bi taybetî jî di zazakî de cihekî gelek xurt heye ji ber ku kurmancî û xaseten jî zazakî ji aliyê cografî û tesîrî ve nêzîkî tirkî ne. Pozisyona hevwateya vê paşdaçekê ya soranî “-da, -a” di soranî de ne wisa bihêz e. Di kurdiya başûrî de û di farisî de ew qet wek paşdaçek peyda nabe û wek pêşdaçek bi şiklê “de” tenê di hin devokên kurdiya başûrî de maye û di farisî de jî tenê wek pêşdaçek (lê ne wek paşdaçek) bi şiklê “der” maye.[67]

 

  1. DAÇEKÊN ALOZ

Mebest ji daçekên aloz (complex adpositions) ew daçek in ku ji daçeke bingehîn û yek yan çend peyvên din pêk tên. Daçekên aloz dikarin li ser sê beşan bên parvekirin:

  • pêşdaçekên aloz
  • paşdaçekên aloz
  • dordaçekên aloz

 

10.1 PÊŞDAÇEKÊN ALOZ

Di kurdî de pêşdaçekên aloz (complex prepositions) adeten ji daçeke bingehîn û peyveke din pêk tên. Bo nimûne:

  • li ser, ji bin, bi xêra…

Wek ku tê dîtin, beşa yekem adeten da_cekeke bingehîn e û beşa duyem peyvek e ku bi eslê xwe navdêr (ism, noun) e.

Lê hin pêşdaçekên aloz hene ku tê de daçeka bingehîn ne li destpêkê lê li dawiyê ye. Di kurmanciya giştî de ev nimûne ber belav e:

  • ber bi…

Ji soranî mirov dikare van nimûneyan bide:

  • dij be (dijî), sebaret be (derbarê, derheqê)

Ji kurmanciya devokî mirov dikare herwiha vê jî lê zêde bike:

  • xêncî (ji “xên < xeyn < xeyr” + “ji”)

 

10.2. PAŞDAÇEKÊN ALOZ

Paşdaçekên aloz dikarin ji paşdaçekeke bingehîn û peyveke din pêk bên. Paşdaçeka bingehîn li dawiyê ye û peyva din berî wê tê. Wek paşdaçekan bi giştî jî, bikaranîna paşdaçekên aloz jî bêyî pêşdaçekan di kurmanciya giştî û nivîskî de nadir e lê di gelek devokan de peyda dibe:

  • niha şûn-de / şûn-ve / şûn-da / şûn-va (ji niha pê ve)

Paşdaçekên aloz dikarin herwiha ji daçekeke serbixwe (jê, lê, pê, tê) û paşdaçeke bingehîn pêk bên. Bo nimûne:

  • niha pê ve

 

10.3. DORDAÇEKÊN ALOZ

Hin dordaçekên aloz dikarin ji pêşdaçekeke aloz û paşdaçekeke bingehîn pêk hatine. Bo nimûne:

  • ber bi … ve: ber bi malê ve çû, ber bi bajarî ve.
  • di ser … re: pir di ser avê re derbaz dibin, balafir di ser serê me re firîn.

Hin dordaçekên aloz jî ji pêşdaçekeke bingehîn + daçekeke serbixwe û paşdaçekeke bingehîn pêk bên. Bo nimûne:

  • ji … pê ve: ji îro pê ve, ji niha pê ve.

Herwiha dordaçekên aloz dikarin ji pêşdaçekeke bingehîn + paşdaçekeke nebingehîn + paşdaçekeke bingehîn jî pêk hatibin:

  • ji … şûn de: ji niha şûn de, ji hingê şûn de

 

 

  1. KOMIKÊN DAÇEKÎ

Li jor hatiye diyarkirin ka daçek dikarin li gel kîjan birrên peyvan peyda bibin. Di komikên daçekî de ne tenê birreke din lê di heman demê de çendîn bir bi hev e di eynî demê de jî peyda bibin. Bo diyarkirina imkanên berfirehbûna komikên daçekî, mirov dikare nimûneyeke wiha bide ku tê de dordaçeka “di … de” tê de ji hev vedikişe û peyv dikarin di navbera wan de zêde bibin:

  • di kitêbê de
  • di kitêbekê de
  • di kitêba min de
  • di kitêbeke min de
  • di kitêba min a mezin de
  • di kitêbeke min a mezin de
  • di vê kitêba min a mezin de
  • di vê kitêba min a mezin a li ser maseyê de
  • di vê kitêba min a mezin a li ser maseyê ya bi kurdî de
  • di vê kitêba min a mezin a bi kurdî ya ku min daniye ser maseyê de

Di heman hevokê de du yan zêdetir komikên daçekî dikarin li pey hev jî peyda bibin. Bo nimûne.

  • “ji îro heta sibê” ku ji du komikên pêşdaçekî pêk hatiye
    • ji îro
    • heta sibê
  • “li jor di beşa … de” ku ji komikeke pêşdaçekî û komikeke dordaçekî pêk hatiye:
    • pêşdaçek: “li jor”
    • dordaçek: “di beşa … de”
  • “ji vir pêş-ve” ku ji komikeke pêşdaçekî û komikeke paşdaçekî pêk hatiye
    • pêşdaçek: “ji vir”
    • paşdaçek: pêş-ve

Komikeke daçekî dikare di komikeke din a daçekî de be. Bo nimûne:

  • “di rojnameya li ser maseyê de” ku tê de komika “li ser maseyê” di komika daçekî ya “di rojanmeyê de” ye

Hin caran bi teorîkî mimkin e ku di komikên di hev de heman dordaçek li pey hev dubare bibe:

  • di rojnameya [di destê min de] de

Lê di rewşên wiha de heman paşdaçek di pratîkê de nayê dubarekirin loma bo nimûne:

  • di rojnameya … de + di destê min de à di rojnameya di destê min de (ne “*di rojnameya di destê min de de”)

Anku tenê de-yek tê bikaranîn.

Eger paşdaçek ne eynî bin, herdu dikarin li pey hev peyda bibin. Bo nimûne:

  • di kitêba … de + bi min re à di kitêba bi min re de

 

 

  1. DAÇEK Û PEYVRÊZÎ

Di hevokên daçekdar de adeten komika daçekî li pey kirdeyê û berî lêkerê tê:

  • Ez li malê bûm.

Eger hokereke demkî jî di hevokê de hebe, hingê ew adeten dikeve navbera kirdeyê û komika daçekî:

  • Ez hingê li malê bûm.

Eger di hevokê de berkara / biresera yekser hebe, ew dikare berî yan jî piştî komika daçekî be:

  • Ez şîvê li malê dixwim.
  • Ez li malê şîvê

Li gor peyvrêziya kurmancî, adeten raveber berî ravekerê tê:

  • kitêba kevn (“kitêb” raveber e anku tê ravekirin û “kevn” jî raveker e anku diyar dike ka kitêb çawa ye)
  • birayê min (“bira” raveber anku tê şirovekirin û “-yê min” jî raveker e anku diyar dike ka bira yê kê ye)

Di peyvrêziya kurmancî ya eslî de komikên daçekî yên raveker jî li pey peyva yan komika raveber tên. Bo nimûne:

  • kurd di dîrokê de
  • Kurdistan piştî cenga cîhanî ya yekem
  • daçek di kurdî de
  • kitêba li ser maseyê
  • ava zelal ji kaniya çiyayên welatê me
  • teqîneke bihêz li Enqerê

Mirov dikare van gotinan wiha bisinifîne:

raveber raveker
kurd di dîrokê de
Kurdistan piştî cenga cîhanî ya yekem
daçek di kurdî de
kitêb -a li ser maseyê
ava zelal ji kaniya çiyayên welatê me
teqîneke bihêz li Enqerê

 

Di piraniya zimanên din de jî (bo nimûne, erebî, farisî, inglîzî û fransî de) peyvrêziya komikên daçekî wek vê peyvrêziya resen ya kurdî ye anku peyva raveber li destpêkê ye û komika daçekî ya raveker li pey wê tê. Bo zelalkirina vê meseleyê em dikarin çend ji nimûneyên li jor li inglîzî wergerînin:

  • Kurds in history
  • Kurdistan after the First World War
  • adpositions in Kurdish
  • the book on the table (the book = kitêb, on = li ser, the table = mase)

Lê di tirkî de peyvrêzî berovajî vê ye. Eger em ji hevoka “kitêba li ser maseyê” dest pê bikin û hewl bidin wê li tirkî wergerînin, awayê herî mihtemel yê wergerandinê dê ev be:

  • masa üstündeki kitap (masa = mase / mêze, üstündeki = ya li ser, kitap = kitêb)

Wek ku tê dîtin, peyva “kitêb” (bi tirkî “kitap”) ji destpêka gotinê çûye dawiya wê û peyva “mase” (tirkî “masa”) ji dawiya gotinê hatiye destpêka wê. Ne tenê di vê hevokê de, li di nimûneyên din de jî peyvrêziya tirkî berovajî ya kurdî (û herwiha ya inglîzî, erebî, farisî, fransî û gelek zimanên din e).

  • Tarihta Kürtler (peyv bi peyv “di dîrokê de kurd” – bi kurdî “kurd di dîrokê de”)
  • Birinci Dünya Savaşından sonra Kürdistan (li gor qalibê tirkî “Piştî cenga cîhanî ya yekem Kurdistan” – bi kurdî “Kurdistan piştî cenga cîhanî ya yekem”)
  • Kürtçede ilgeç (li gor qalibê tirkî “di kurdî de daçek” – bi kurdî “daçek di kurdî de”)

Behskirina peyvrêziya tirkî û çend zimanên din li vê derê bi nisbî bi berfirehî ji ber wê ye ku ev peyvrêziya tirkî van salên dawiyê bi hêzeke mezin derbazî kurdî jî dibe. Ev tesîr wisa xurt e ku ne tenê di “tirkmancî” de, di devê kurdên kurdîkêmzan de lê heta di rêzimannameyên kurdî de cihê xwe qayim kiriye û dike ku peyvrêziya eslî ya kurmancî hilweşîne.

Kerem bikin em li naveroka “Rêzimana Kurmancî”[68] ya Samî Tan binêrin ku ji aliyê gelek kesan ve niha wek berhemeke otorîter ya rêzimana kurmancî tê hesibandin:

Samî Tan Li ber peyvrêziya tirkî Eslê peyvrêziyê bi kurdî
Ji aliyê binyad ve kurdî Köken tarafından Kürtçe Kurdî ji aliyê binyatê ve
Ji aliyê teşe û dirûv ve kurdî Biçim tarafından Kürtçe Kurdî ji aliyê teşe û dirûvê ve
Di kurdî de qertaf Kürtçede ek(ler) Qertaf di kurdî de
Di kurmancî de bêjeyên nû û bêjesazî Kurmancçada yeni sözcükler ve sözcük yapımı Bêjeyên nû û bêjesazî di kurmancî de
Ji aliyê sazbûnê ve cureyên bêjeyan Yapım tarafından sözcük çeşitleri Cureyên bêjeyan ji aliyê sazbûnê ve
Di peyvan de kirpandin Kelimelerde vurgu Kirpandin di peyvan de

 

Heta tenê di lîsteya naverokê de ne tenê ev lê careke din jî bi qasî van komikên li gor peyvrêziya tirkî hene. Lê dîsa jî ev awa bi rastî vê dawiyê ji tirkî hatiye neqilkirin. Ne ew berê di kurmancî û zazakî de hebû û ne jî ev awa niha di gelek zimanên din de (bo nimûne inglîzî, fransî, farisî, erebî, soranî… de peyda dibe).

 

  1. RASTNIVÎSÎNA DAÇEKAN

Du mijarên serekî di rastnivîsîna daçekan di kurmancî de hene:

  • nivîsîna paşdaçekên bingehîn wek ”de, re, ve” yan “da, ra, va”
  • nivîsîna paşdaçekan bi peyva berî wan ve yan jî jê cuda

 

  • Paşdaçek wek “de, re, ve” yan “da, ra, va” bên nivîsîn?

Li jor hatiye behskirin ku formên “da, ra” (lê ne “va”) di zimanê piraniya devokan de formên serdest in lê dîsa jî formên “de, re, ve” di nivîsînê de zal in tevî ku formên “da, ra, va” jî hê jî di nivîsînê de li kar in. Tevî serdestiya formên “da, ra” di devokan de hevberî “de, re” jî, dîsa nivîserê vê vekolînê jî formên bi E (anku “de, re, ve”) tercîh û pêşniyaz dike:

  • Di kurmanciya nivîskî de formên “de, re, ve” serdest in, ne “da, ra, va”
  • Di piraniya devokan de jî forma “ve” serdest e, ne forma “va”
  • Di zazakî de ev paşdaçek bi formên “de” û “ra” ne lê ji aliyê peydabûnê ve “de” ji “ra” zêdetir di pratîkê de peyda dibe loma mirov dikare bibêje ku “de” ji “ra” giringtir e.
  • Di soranî de “da” û bi devokî herwiha “ra” jî hene lê hem “ra” di hemû devokan de nîne û hem jî “da” gelek caran dibe “-a” loma ew nikarin ji formên kurmancî re baş bibin rêber
  • Ji aliyê etîmolojî ve forma “de” eslîtir e ji ber ku ji peyva “de-r” e ku hê jî di zazakî de li gel formên “de, di” û di farisî de jî wek tek alternatîva vê peyvê maye.
  • Forma “ve” di piraniya kurmancî de serdest e, di soranî de bi awayê “-ewe” û di kurdiya başûrî de jî bi awayên “-ewe, -we, -ew” peyda dibe ku di hemûyan de E heye, ne A.

 

  • Veqetandin an zeliqandina daçekan?

Vê dawiyê di nivîsîna kurmancî ya bi alfabeya latînî de lihevkirineke hema-hema tevayî peyda bûye ku daçek ji peyva piştî xwe û berî xwe cuda tê nivîsîn[69]. Bo nimûne:

  • li Ewropayê
  • di rojnameyê de
  • ji niha ve
  • bi me re

Lê ev lihevkirin ne bi temamî ye û ne jî herdem hebûye. Mirov dikare lihevkirin yan lihevnekirina di warê nivîsîna cuda yan girêdayî li ser çend mijaran parve bike:

  • nivîsîna pêşdaçekan
  • nivîsîna paşdaçekan
  • nivîsîna dordaçekên serbixwe

Herwiha mirov dikare lihev(ne)kirina di warê nivîsîna cuda yan girêdayî de ji du aliyan ve nêzîkî mijarê bibe:

  • lihevnekirinên dîrokî
  • lihevnekirinên niha

 

  • Veqetandina pêşdaçekan

Wek prensîp, ne niha û ne jî berê ti lihevnekirineke cidî di nivîsîna pêşdaçekan de ji navdêr, rengdêr[70] û hokerên pey wan de tine bûye[71]:

  • bi tirimpêlê (ne ”*bitirimpêlê”)
  • di defterê de (ne ”*didefterê de” yan ”*didefterêde”)
  • ji wan (ne “*jiwan”)
  • li nêzîk (ne “*linêzîk”)
  • heta niha (ne “*hetaniha”)

Lê hinek lihevnekirin di nivîsîna beşên daçekên aloz bi hev re de yan jî ji hev cuda de peyda dibe:

  • li ser / liser
  • ji ber / jiber
  • li gel / ligel, di gel / digel

Awayê serdest yê piraniya van peyvan şêweyê ji hev cuda ye: “li ser, ji ber”, ne “liser, liber”. Ev awayekî beaqil, maqûl û lojîk e ji ber ku “ser” û “ber” jî bi eslê xwe navdêr in: çawa ku em dinivîsin “li malê” yan “ji kitêbê”, wisa rast e ku em binivîsin “li ser, ji ber” jî.

Hin kes idia dikin ku gotinên wek ”li ser, ji ber” maneyên cuda wergirtine, bûne biwêjên serbixwe û divê bi hev re bên nivîsîn. Lê rastnivîsîn nikare bi hêsanî li gor watenasiyê (manenasiyê, semantîkê) were eyarkirin ji ber ku watenasî ne herdem xwedî sinorên zelal e. Rast e ku “li ser” yan “ji ber” hin erkên ji peyvên xwerû “li” û “ser” yan “ji” û “ber” wergirtine lê li aliyekî hin ji wê wateya bingehîn parastiye û li aliyekî din ji xwe peyvên “li, ser, ji, ber” her yekê çend wateyên taybet yên ji wateya xwe bingehîn wergirtine.

Di kurmancî de nivîsîna her beşa daçekên aloz ji yên din cuda pratîkeke serdest e û baştir e ku wisa bimîne. Di vî warî de rastnivîsîna kurmancî gelek ji ya soranî zêdetir standard bûye. Di soranî de lihevnekirineke berçav di vî warî de heye. Pratîka serdest ew e ku daçekên aloz bi hev ve tên nivîsîn lê ti lihevkirineke berçav peyda nebûye. Wek din jî, di soranî de nivîsîna bi hev re yan ji hev cuda gelek caran ne li ser bingehê taybetmendiyên kurdî lê li gor hevwateyên wan peyvan di hin zimanên din de (adeten erebî yan inglîzî) bi hev re yan ji hev cuda tên nivîsîn.

Bo nimûne, hevwateya “li ser” ya kurmancî di soranî de jî ji du peyvên “le” û “ser” pêk tê. Lê ji ber ku di erebî de û di inglîzî de hevwateya vê daçekê yekpeyvî ye, bi erebî ‘ela û bi inglîzî on, li ber modela wan di soranî de jî gelek caran ev daçek wek “leser” tê nivîsîn.

Lê cudahiya “leser” ji ‘ela û on ew e ku ‘ela û on nikarin zêdetir bên parvekirin ji ber ku ew bi rastî jî tenê ji peyvekê pêk hatine. Nivîsîna “le ser” bi wateyê “leser” herwiha bêmentiqî û nelojîkiyê peyda dike ji ber ku peyva ji du peyvan pêkhatî bi hev re tê nivîsîn “leser” lê peyva dîsa ji du peyvan pêkhatî “le mał” (li malê) adeten wek “lemał” nayê nivîsîn.

Di erebî de jî piraniya pêşdaçekan ji peyva pey xwe cuda tên nivîsîn:

  • min Kurdistan (ji Kurdistanê)
  • fî Kurdistan (li Kurdistan)

Lê daçeka “bi-“ (hevwateya “bi” ya kurmancî) di rastnivîsîna erebî de bi peyva piştî xwe ve tê nivîsîn:

  • bisseyare (bi tirimpêlê)

Berê tesîra vê girêdana daçeka erebî herwiha li ser nivîsîna hevwateyên wê bi kurdî û farisî (bi farisî “bi”, bi soranî “be”) jî hebû lê kêm bûye. Dîsa jî ew gelek caran di soranî û di kurmanciya bi alfabeya erebî de tê dîtin.

“Bi-“ niha jî di gelek waran de di kurmancî de wek pêşgir heye û hem navdêran digire û dike û rengdêr û hem jî li gel lêkeran peyda dibe:

  • bihêz, binamûs, binanûxwê (dilsoz, ne nankor)…
  • bike, bidin, biçim, bipêjî…

Di soranî de li gel navdêran di vê rewşê de “be-“ heye ku hevdenga daçeka soranî “be” (bi kurmancî “bi”) ye: behêz, benamûs. Li gel lêkeran di vê rewşê de di soranî de wek di kurmancî de “bi-“ li kar e, ne “be-“. Lê ev di kurmancî û soranî de pêşgir in (prefîks in), ne pêşdaçek in (ne prepozisyon in) loma bi peyva pey xwe ve tên girêdan.[72]

 

  • Nivîsîna pêşdaçekên berî cînavan

Wek qeydeke giştî, pêşdaçek ji cînavên pey xwe jî cuda tên nivîsîn:

  • bi te (ne *bite)
  • ji min (ne *jimin)
  • di wê de, di wî de (ne “*diwê de, *diwî de” yan “*diwêde, *diwîde”)
  • li we (ne *liwe)
  • ji me (ne *jime)
  • li wan (ne *liwan)

Li ser van di pratîkê de ti lihevnekirineke cidî nîne. Lê hinek lihevnekirin di nivîsîna pêşdaçekan li gel cînavên “xwe” û “hev” (li gel varyantên “hevdu, hevûdu, hevdin, hevûdin”) heye.

Du nimûne ji “xwe”:

  • bi xwe, bixwe
  • ji xwe, jixwe (bi taybetî gava ku bi maneya “actually” ya inglîzî yan “zaten, artık” yên tirkî tê bikaranîn)

Li vê derê mirov dikare bi hêsanî formên ji hev cuda “bi xwe, ji xwe” pêşniyaz bike ji ber ku her yek ji wan ji du peyvên serbixwe pêk tê û ji aliyê avanî û struktura zimanî ve ti cudahiya “bi xwe, ji xwe” ji “bi min, ji min” yan “bi wê, ji wê” nîne. Bi taybetî jî nivîsîna “bi xwe” wek “bixwe” dikare tevliheviyê peyda bike ji ber ku “bixwe” forma fermanî ji lêkera “xwarin” e.

 

  • Daçek-cînavên jev, pev, tev, jêk, pêk, têk, lêk

Daçekên “bi, di, ji” û heta carinan daçeka “li” jî li gel cînavê “hev” tên kurtkirin û wiha tên nivîsîn:

  • jev (ji hev), pev (bi hev), tev (di hev), lev (li hev)

Adeten ev awa wek formên ne-standard yan nîv-standard tên dîtin û di nivîsînê de kêm tên bikaranîn. Lê di çend biwêjan anku îdyoman de wan bi temamî cihê xwe girtiye û carinan heta tek alternatîv in jî:

  • “pevçûn” (bi maneya “lihevdan, lihevxistin, şerkirin”) ku bi awayê ”bihevçûn” hema-hema qet peyda nabe.

Hevwateyên “jev, pev, tev, lev” di kurmaciya rojhilatî de bi awayê “jêk, pêk, têk, lêk” in ku ji “ji yek/êk, bi yek/êk, di yek/êk, li yek/êk” pêk hatine[73]. Di soranî de jî ew bi awayên “pêk, têk, lêk” (“lêk” di soranî de cihê “jêk” ya kurmancî jî digire). Hem di kurmanciya rojhilatî û hem jî di soranî de ew formên standard in û di nivîsînê de jî tên bikaranîn. Ew di çend biwêjan de di kurmanciya giştî de jî tên bikaranîn:

  • pêkanîn, pêkhatin, têkçûn…

 

 

  • Daçek di lêkerên biwêjî de

Di kurdî de hejmareke pir mezin ya lêkerên biwêjî heye ku tê ji du yan zêdetir peyvan pêk hatine. Li gor rastnivîsîna serdest ya kurmancî, her beşek ji wan serbixwe tê bikaranîn gava ku ew wek lêker tên bikaranî. Bo nimûne:

  • mezin bûn, hez kirin, dest pê kirin, bi kar anîn: Ew mezin bûne. Ez hez dikim te bibînim. Min dest bi xwandinê kir. Gelo te ew bi kar aniye?

Lê gava ku ew wek navdêr an rengdêr bên xebitandin, hingê hemû beş bi hev ve tên nivîsîn:

  • nimûne ji bikaranîna wek navdêr: mezinbûna wê, hezkirineke bihêz, destpêkirina xwandinê, bikaranîna kompûterê…
  • nimûne ji bikaranîna wek rengdêr: ya mezinbûyî, stranbêjeke hezkirî, kursa destpêkirî, kompûtereke bikarînayî…

Di Bikaranîna wek lêker de, daçek jî ji beşên din yên peyvê cuda tên nivîsîn. Bo nimûne_

  • bi kar anîn, bi cih kirin, bi nav kirin, ji dest çûn (ne “*bikar anîn, bicih kirin, binav kirin, birêve birin” û ne jî “*bi karanîn, bi cihkirin, bi navkirin, bi rê vebirin”)
  • lê dan, pê ketin, tê xistin (ne “*lêdan, pêketin”, “tê xistin”)
  • dev jê berdan, ser jê kirin
  • bi rê ve birin (ne “*birê ve birin” yan “bi rêve birin” yan “bi rê vebirin” yan “birêve birin”)

Lê wek navdêr û rengdêr, ew jî li gel hemû beşên din yên biwêjê bi hev re tên nivîsîn:

  • wek navdêrkirî: bikaranîn, bicihkirin, binavkirin, birêveçûn, jidestçûn, devjêberdan, serjêkirin, lêdan, pêketin, têxistin…
  • wek navdêrên biker: bikaranîner, bicihker, binavker, birêveber, devjêberder, serjêker…
  • wek rengdêrkirî: bikarînayî, bicihkirî, binavkirî, birêvebirî, jidestçûyî, devjêberdayî, serjêkirî, lêdayî, pêketî, têxistî, serjêkirî, devjêberdayî…

 

 

  • Veqetandin û girêdana paşdaçekan

Eger di veqetandina pêşdaçekan ji peyva pey wan ve de lihevkirineke hema-temam hebe jî, di veqetandin an zeliqandina (bihevvekirina) paşdaçekan de mesele pir aloztir e.

Ti caran hemû paşdaçekên kurdî ji her peyva berî xwe ve nehatine veqetandin. Anku hin paşdaçek bi peyva pêş xwe ve tên nivîsîn. Lê lihevnekirin li ser wê ya ka kîjan û kengî paşdaçek bi peyva beriya xwe ve zeliqandî û kîjan û kengî jî ji peyva berî xwe veqetandî bên bikaranîn.

Di tarîxa nivîsîna kurmancî de mirov dikare bibêje ku tendensa giştî ji zeliqandinê ber bi veqetandinê ye:

  • Di kurdiya bi alfabeya erebî – ku klasîkên kurdî û yekem kovar û rojnameyên kurmancî pê hatine nivîsîn de – paşdaçekên /de, ra/re, va/ve” adeten bi peyva berî xwe ve dihatin nivîsîn. Ev awayê nivîsînê di soranî de hê jî serdest e: hevreha “ve / va” ya kurmancî anku “-ewe” ya soranî bi zerûrî bi peyva berî xwe ve tê nivîsîn û qet jê cuda nayê nivîsîn. Paşdaçeka “da” (hevreha “de, da” yên kurmancî) bi piranî – lê ne herdem – bi peyva berî xwe ve girêdan. Varyanta wê ya sivikkirî “-a” bi zerûrî bi peyva berî xwe ve tê nivîsîn û veqetandina wê ne mimkin e.
  • Di kurmanciya berî çend dehsalan li Bakurê Kurdistanê dihat nivîsîn de, li ber modela halên rêzimanî (grammatical cases) yên tirkî paşdaçek adeten bi peyva berî xwe ve dihatin zeliqandin: “di kitêbêda/kitêbêde” (bidin ber tirkî “kitapta” ji “kitap-ta”).
  • Di kurdiya bi alfabeya krîlî de li ber modela halên rêzimanî yên rûsî, paşdaçekên kurdî jî bi peyva berî xwe ve dihatin girêdan.
  • Herwiha tesîra zimanê devkî jî dikare li ser bijartina awayê zeliqandinê hevberî veqetandinê dikare hebe ji ber ku di axiftinê de gelek caran daçek tên kurtkirin, xaseten bi cînavan re: bo nimûne “ji mer, bi mir” (ji me re, bi min re).

Lê dîsa jî niha di kurmancî (û ekola Vateyê ya zazakî jî lê ne zazakînivîsên ku zazakî beşek ji zimanê kurdî nahesibînin) veqetandin û cudanivîsîna paşdaçekan ji navdêr, rengdêr, cînav, hejmaran (lê ne herdem ji hokeran – li jêrtir binêrin) serdest e:

  • di kitêbê de (ne “di kitêbêde”)
  • ji nêzîk ve (ne “ji nêzîkve”)
  • ji wan re (ne ”ji wanre”)

Ev awa ne tenê serdest e lê herwiha hêjayî pesindanê ye jî ji ber ku ew hem ji aliyê rêzimanî ve bi mentiqî û lojîkî peyvên ji birrên cuda ji hev cuda dike û hem jî rê li ber dirêjbûna peyvan û dijwarbûna xwandin û zehmetbûna fehmkirina wan digire.

Çûna li pey tirkî yan rûsî – wek ku berê dihat kirin – ji binî ve şaş e ji ber ku di rûsî û tirkî de mesele ne daçek in lê halên rêzimanî ne. Çawa ku di kurdî de jî mirov paşgirên çemandinê bi peyvê ve girê dide (bo nimûne: kitêb-ê / kitêb-an), halên rêzimanî yên rûsî û tirkî jî wek wan in. Di tirkî û rûsî de ew halên rêzimanî dikarin hevwateyên hin paşdaçekên kurdî bin lê hin caran ew hevwateyên pêşdaçekên kurdî ne jî lê em hingê pêşdaçekan jî bi peyva serekî ve girê nadin. Bo nimûne:

  • tirkî: kitaptan (kitap-tan, peyv bi peyv: kitêb-ji)
  • bi kurmancî: ji kitêbê

Di tirkî de jî paşdaçekên rastîn bi peyva berî xwe ve nayên girêdan. Bo nimûne (di nimûneyan de paşdaçek bi xwehrî hatine nivîsîn:

  • sizin için (“bo we, ji bo we”, peyv bi peyv: “we bo, we ji bo”)
  • masanın üstünde (”li ser maseyê”, peyv bi peyv: “maseyê li ser”)

Loma gotinên wek “bila mîna tirkî be, hêsantir e” jî pere nakin ji ber ku tirkî bi xwe jî paşdaçek bi peyvê ve girê nade. Yên ku tirkî bi peyvê ve girê dide, halên rêzimanî ne. Cudahiya kurdî û tirkî di vî warî de ew e ku kurdî gelek tiştan bi daçekan îfade dike ku tirkî bi halên rêzimanî diyar dike.

Lê bi çendîn hokeran re adeten paşdaçek tên zeliqandin:

  • pêşve, paşve, pêşde, paşde (kêmtir bi awayê: pêş ve, paş ve,
  • pişt à piştre (kêmtir “pişt re” lê bidin ber “di piştê re, di pişta xanî re”)
  • dûvre, dûre, dûvra, dûra (herwiha “dûv re, dû re, dûv ra, dû ra”)
  • virve / virde, wirve / wirde (kêmtir: vir ve, vir de, wir ve, wir de)

Herwiha li gel çend cînavên ne-kesî re jî paşgir tên girêdan:

  • çira, çire, çima (ji ber çi, bo çi, ji bo çi, sebeb çi ye ku), ne “çi ra, çi re, çi ma, çime”
  • lewre, lewra, lewma, loma, ne “lew re, lew ma, lo ma”

 

  • Nivîsîna daçekên aloz

Beşên cuda yên pêşdaçekên pêkhatî her yek cuda tê nivîsîn:

  • ji bo, ji ber, ji nav… (ne “jibo, jiber, jinav…)
  • li ser, li dor, li ber, li nav, li gel, li gor… (ne “liser, lidor, liber, linav, ligor…”)
  • di nav … re, di ber … re, di ser … re (ne “dinav … re, diber … re, diser … re”)
  • bi nav, bi ser, bi ber… (ne “binav, biser, biber…#)
  • ber bi … ve (ne “berbi … ve”)

Di çend daçekên ji farisî wergirtî de pêşdaçeka “der-“ li gel beşa din tê nivîsîn ji ber ku “der-“ wek daçek bi maneya “di … de” wek peyveke serbixwe di kurdî de peyda nabe:

  • derheqê, derbarê… (kêm caran “der heqê, der barê”)

Dordaçekên bi awayê pêşdaçek-cînav + paşdaçek carinan bi hev ve nivîsandî tên dîtin, wek “têde, pêre, jêre”. Lê awayê serdest yê rastnivîsîna wan nivîsîna ji hev cuda ye:

  • tê de, tê re, tê ve
  • jê ve, jê re, jê de
  • pê re, pê de, pê ve

Lê hind dordaçekên wiha paşgira “-tir” werdigirin û hingê hemû bi hev ve tê nivîsîn:

  • pê ve à pêvetir (ne “pê vetir” yan “pê ve tir”)

Herwiha li gel cînava “wê” jî:

  • wê ve / wê de à wêvetir / wêdetir

 

 

  1. DAÇEK Û GIRANÎ

Pêşdaçek û paşdaçekên bingehîn bêyî giranî (kirp, stress) in. Bo nimûne (kîteyên kirpandî/giran hatine qelewkirin):

  • li ma
  • pêşve

Herwiha dordaçekên ji pêşdaçekek û paşdaçekekê pêkhatî de jî bê giranî ne:

  • di kibê de

Di dordaçekên ji pêşdaçekeke serbixwe û paşdaçekeke bingehîn pêkhatî de pêşdaçeka serbixwe girankirî ye anku kirpandî ye:

  • ve, de, re

Di paşdaçekên pêkhatî anku aloz de, daçeka ne-bingehîn girankirî ye:

  • ji ber, ji bo, ji nav
  • li dor, li ber, li ser
  • di nav de, di ber re, di navberê de…

Di komika bi daçeka aloz ya girankirî de, giraniya pêşîn (serekî, prîmer, primary) li ser berkara daçekê ye (di nimûneyan de qelewkirî) û giraniya duyîn (duyem, seknder, secondary) li ser beşa girankirî ya daçekê ye (di nimûneyan de xwehrkirî):

  • li ser malperekê
  • ji nav wan
  • li kêleka gun

 

  1. KURDÎ WEK ZIMANEKÎ SERSINOR

Yek ji taybetmendiyên herî kurdî, bi taybetî kurmancî û ji devokên kurmancî jî nemaze kurmanciya nivîskî û devokên kurmanciya navendî – ku heta kêm hatiye behskirin yan qet nehatiye qalkirin –ew e ku bi awayekî pir berfireh dordaçekan bi kar tîne. Di vê beşa vekolîna xwe de em ê hewl bidin diyar bikin ka ev xusûsiyet çi ye, çawa ye û çima wisa ye.

Helbet di gelek zimanan de hin dordaçek hene. Bo nimûne, li vê mînaka inglîzî binêrin:

  • from now on (ji niha pêve, ji niha şûnde)

Wek ku tê dîtin, di inglîzî de jî bi dordaçek peyda dibin. Lê cudahiya kurdî û inglîzî yan kurdî û gelek zimanên din ew e ku di zimanên din de dordaçek xwedî roleke marjinal, parawêz û bisinor in lê di kurdî de (xaseten di kurmanciya navendî û nivîskî de) dordaçeke beşeke serekî û pir berbelav di nav daçekan de digêrin. Bo nimûne, li cihê her yek ji van van pêşdaçekên bingehîn yên inglîzî di kurdî de dordaçek hene:

inglîzî: pêşdaçek kurdî (kurmanciya navendî): dordaçek
in … (in the book) di … de (di kitêbê de)
for … (for you) ji … re (ji te re)
with … (with us) bi … re (bi me re)
via … (via Kurdistan) di … re (di Kurdistanê re)
on … (on the wall) bi … ve (bi dîwar/dîwêr/dîwarî ve)

 

Bikaranîna dordaçekên wiha giran û qurs bi merema diyarkirina têkiliyên bingehîn (daçekên bi wateyên bingehîn) wek “tê de, jê re, pê re” di nav zimanên dinyayê de diyardeyeke nadir, ecêb û heta belkî xerîb e jî. Di piraniya zimanan de pêşdaçek an paşdaçek an halên rêzimanî (ku dişibin paşdaçekan) serdest in lê ne wek kurdî herdu di heman demê de.

Ji zimanên cîranên kurdî, di erebî û farisî de pêşdaçek bi temamî zal in û hema-hema paşdaçek peyda nabin. Di ermenî de hem pêşdaçek û hem jî paşdaçek (lê ne wek kurdî dordaçek) peyda dibin lê paşdaçek bi zelalî zal in. Di tirkî de pêşdaçek qet peyda nabin: hemû diyarkirina têkiliyê bi paşdaçekan û xaseten jî bi halên rêzimanî yên paşgir tê encamdan.

Eger em li tevahiya zimanên îranî binêrin, em ê bibînin ku li hem li sinorê rojava yê zimanên îranî anku di kurdî de û hem jî li sinorê rojhilat yê zimanên îranî, di peştûyî de dordaçek bi berfirehî tên bikaranîn. Ji ber ku têkiliya cografî ya kurdî û peştûyî kêm e yan tine ye û ji ber ku wek din jî kurdî û peştûyî di nav zimanên îranî de ne zêde nêzîkî hev in, ne mimkin e ku van sedsalên dawiyê yekê ji wan ev diyarde ji yê din wergirtibe.

Lê madem ku li herdu nuqteyên ji hev dûr yên erdnigariya zimanên îranî ev diyarde peyda dibe, pirsek peyda dibe: gelo dordaçek taybetmendiyeke kevnar ya zimanên îranî ye ku di van herdu zimanên sersinor de maye lê di zimanê din yê mezin yê navendê anku ji farisî ketiye?

Eger em tenê li kurdî, peştûyî û farisî binêrin, bi rastî jî ew qenaet dê li ba mirovî xurt bibe. Lê eger em bergeha vekolîna xwe firehtir bikin û li dîrok û cografyayê binêrin, em ê bibînin ku di rastiyê de serdestiya dordaçekan di zimanên îranî de ne diyardeyeke tev-îranî ya qedîm bû lê bi ihtimaleke pir mezin di van hezarsalên borî de peydab bûye.

Ji aliyê dîrokî û tarîxî ve: ne di zimanên kevn (avestayî, hexamenişî) û ne jî yên navîn (pehlewî, partî, sogdî) de dordaçekan ti roleke giring tine bûye. Anku zaliya dordaçekan diyardeyeke paşî-peydabûyî ye.

Lê madem ku dordaçek di îraniya kevn û navîn de tine bûn û di zimanê farisî yê ji aliyê cografî ve di navbera kurdî û peştûyî de jî peyda nabin, gelo çawa heman tişt ji nişkê ve bi heman awayî di du zimanên îranî yên ji hev dûr û bêyî ti têkiliya bi hev re peyda bûye?

Bo fehmkirina diyardeya dordaçekan di kurdî û peştûyî de, ne bes e ku mirov tenê li zimanên îranî binêre. Divê mirov bergehê hê jî firehtir bike û li rewşa zimanên cîran yên ne-îranî binêre.

Hem kurdî û hem jî peştûyî ji aliyê cografî ve zimanên sersinor in: li başûr û rojhilata devera peştûyîaxiv zimanên ne-îranî hene. Li rojava, bakur û başûrê devera kurdîaxiv jî zimanên ne-îranî hene. Li başûrê devera peştûyîaxiv zimanên hindûarî (zimanên indoewropî yên Hindistanê) hene ku tê de paşdaçek serdest in. Li bakurê deverên kurdîaxiv heta destpêka sedsala bîstem ermenî berbelav bû ku tê de paşdaçek serdest in. Niha li rojava bakurê deverên kurdîaxiv tirkî serdest e ku dîsa di wê de jî paşdaçek û halên rêzimanî yên mîna paşdaçekan serdest in.

Bi qenaeta min, peydabûna serdestiya dordaçekan di kurdî û peştûyî de ji kêşmekêş û hevrikiya navbera pêsdaçekiya zimanên îranî û paşdaçekiya zimanên cîran in. Ti ji herduyan bi temamî nikariye di kurdî yan peştûyî de bi ser bikeve loma hem pêşdaçek mane û hem jî paşdaçek lê zêde bûne û wek encam dordaçek berbelav bûne. Berbelavbûna paşdaçek û dordaçekan di van zimanan de illeh wê maneyê nade ku pasdaçek bi xwe ji zimanên cîran hatibin wergirtin. Tenê cihê bikaranîna wan jî dikare ji zimanên cîran hatibe wergirtin. Di zimannasiyê de diyardeyeke berbelav û bernas e ku zimanên cîran tesîreke berçav li ser peyvrêziya hev heye: dora peyvan di zimanekî de dikare biguhere û bibe mîna dora peyvan di zimanekî cîran de bêyî ku illeh zimanê berguher ji zimanê tesîrker gelek peyv wergirtibin.

Di kurdî de rêje û nisbeta pêşdaçek, paşdaçek û dordaçekan di hemû lehce, devok û deveran ne eynî ye:

  • Di kurdiya başûrî de ank di devokên feylî, kelhurî, kirmaşanî de paşdaçek pir kêm tên bikaranîn, tenê paşdaçeka “-ewe, -ew, -we” (hevreha paşdaçeka “ve” ya kurmancî). Di zimanên nêzîkî wan devokan anku wek farisî û erebî hema-hema paşdaçek qet peyda nabin.
  • Di soranî de bikaranîna paşdaçekan ji kurdiya başûrî zêdetir e lê ji kurmancî kêmtir e.
  • Di kurmanciya rojhilatî de (bo nimûne Behdînan û Hekariyan) jî her sê paşdaçekên bingehîn yên kurmanciya giştî “de, re, ve” (di piraniya devokên kurmanciya rojhilatî de bi awayên “da, ra, ve”) hene lê dîsa jî bikaranîna wan ji pêşdaçekan kêmtir e.
  • Di kurmanciya navendî de (bo nimûne Mêrdîn, Qamişlo, Şingal) hê jî bikaranîna pêşdaçekan hinekî ji ya paşdaçekan zêdetir e lê rêjeya bikaranîna paşdaçekan jî nêzîkî wê dibe. Kurmanciya ji hemû devokên kurmancî, lehceyên din yên kurdî û zimanên cîran zêdetir pêşdaçek û paşdaçekan bi hev re anku dordaçekan bi kar tîne. Ji ber rola giring ya kurmanciya navendî di kurmanciya nivîskî de, dordaçekan di kurmanciya nivîskî de jî roleke bingehîn heye.
  • Di kurmanciya rojavayî (ji Diyarbekirê rojavatir) û ya bakurî (Serhedê) de rola pêşdaçekan kêmtir dibe û bikaranîna paşdaçekan zal e (ji ber tesîra zimanên nêzîk anku tirkî û ermenî ku di herduyan de jî paşdaçek – di tirkî de herwiha halên rêzimanî yên paşgirî yên mîna paşdaçekan – zal in.)

Mirov dikare bi tabloyeke wiha rêjeya texmînî ya bikaranîna pêşdaçek û paşdaçekan pêşkêş bike. Her dordaçek wek pêşdaçekek û paşdaçekek hatiye hesibandin.

ziman, zarava yan devok pêşdaçek paşdaçek
erebî 100 % 0 %
farisî 100 % 0 %
kurdiya başûrî 90 % 10 %
soranî 80 % 20 %
kurmanciya rojhilatî 70 % 30 %
kurmanciya navendî 60 % 40 %
kurmanciya rojavayî û bakurî 20 – 30 % 70 – 80 %
zazakî 10 – 20 % 80 – 90 %
ermenî 10 % 90 %
tirkî, azerî 0 % 100 %

 

Mirov dikare vê rastiyê bi çend nimûneyan destnîşan bike:

ziman yan lehce nimûne nimûne nimûne nimûne
erebî me’e … li … bidûne … ḍidd …
farisî ba … berayê … bî … zid …
kurdiya başûrî wegerd … we … bî/bê … dij we…
soranî legeł … bo … bê … dij be …
kurmanciya rojhilatî li gel … bo … bê … dijî …
kurmanciya navendî bi … ra/re ji … ra/re, ji bo … bê/bêyî … dijî …
kurmanciya rojavayî û bakurî  … ra … ra bê … dijî/qarşiyê[74]
zazakî bi … a … rê bê … duştê / qarşiyê…
ermenî … hêt … hamar aranç … … dêm
tirkî … ile, …le/la …a …-siz …a karşı

 

 

  1. PÊŞDAÇEKKIRINA PAŞDAÇEKÊN WERGIRTÎ

Lehceyên kurdî hin paşdaçek ji tirkî û ermenî wergirtine û kirine pêşdaçek. Bo nimûne, di tirkî de “göre” paşdaçek e lê ew ketiye kurdî û di kurdî de bûye pêşdaçek:

  • tirkî: ona göre (peyv bi peyv: wê/wî li gor)
  • kurmancî: li gor wê/wî
  • soranî: be gwêrey ew (peyv bi peyv: bi gora wê/wî)

Zazakî paşdaçeka ermenî “hêt” wergirtiye û hem wek paşdaçek parastiye û hem jî kiriye pêşdaçek. Bo nimûne, di ermenî û zazakî de mirov wiha dibêje “li gel me” yan “bi me re”:

  • ermenî: mêz hêt (peyv bi peyv: me li.gel)
  • zazakî: ma het (peyv bi peyv: me li.ba) à hetê ma (”aliyê me, rexê me”)

Dîsa paşdaçeka tirkî ”karşı” (dijî, zidî) wek ”qarşî, qarşiyê” ketiye hem zazakî û hem jî hin devokên kurmancî (bi taybetî kurmanciya rojavayî û bakurî) lê cihê wê ji paşdaçekiyê neqil bûye pêşdaçekiyê. Bo nimûne, gotina ”dijî me” di tirkî û lehceyên kurdî de bidin ber hev:

  • tirkî: bize karşı (peyv bi peyv: me dijî)
  • zazakî: qarşiyê ma[75] (peyv bi peyv: dijî me)
  • kurmanciya bakurî û rojavayî: qarşiyê me[76] (peyv bi peyv: dijî me)

Hem di “hetê ma” û hem jî di “qarşiyê ma/me” de hem di zazakî û hem jî di kurmancî de daçek bi raveka xwemalî “-ê” bi komika xwe ve (di nimûneyên me de “ma/me” de) hatiye girêdan

Hêjayî gotinê ye ku “qarşî, qarşiyê” ne vê dawiyê ketiye kurmancî û zazakî lê demeke dirêj e ku di kurdî de cih girtiye. Ev rastî hem ji stranên folklorî û hem jî ji axiftina kurdên Ermenistanê diyar e.[77]

 

  1. DAÇEKÊN DÎROKÎ?

Çend paşgir hene ku ji aliyê wateya xwe pir dişibin. Bo nimûne:

  • ma: çima, loma/lewma/lema, hema (bidin ber: çi-ra, bo çi, ji ber çi, ji ber wê, bo wê)
  • lo: çilo ( = çawa) (bidin ber ”bi wî awayî”)
  • sa: wisa, hosa / usa, kusa ( = çawa) (bidin ber “bi çi awayî, bi vî awayî, bi çi awayî)
  • -to: çito (çawa, bi çi awayî), weto (wisa, bi wî awayî)

Ji van serekaniya “-ma” ne diyar e. ”-sa” ne daçek e lê peyveke îranî ya bi şiklê “san, sen” ya bi maneya “wek, mîna” ye. “-lo” kurtkirina “-lon” e ku ji peyva “lewn” (reng, awa) ya bi eslê xwe ji erebî ye. “-to” ji peyva “tor, tewr” (awa, şêwe, terz) e û ew jî ne daçek e.

Bi gotineke din, berevajî “-ra, -re” yên di peyvên wek “çi-ra, çi-re” de, paşgirên “-lo, -sa, -to” bi eslê xwe ne daçek in. “-ma” mimkin e ku bi eslê xwe daçek be lê bi esehî nayê zanîn.

  1. DAÇEKA VEŞARTÎ

Carinan ji aliyê hevoksazî ve mirov dizane ku têkiliyeke wisa heye ku adeten bi daçekan tê diyarkirin lê dîsa jî ti daçek di hevokê de nehatine bikaranîn. Di kurmancî de xaseten di rewşa livîna yan livandin ber bi cihekî ve yan heta cihekî de bi piranî ti daçek nayên bikaranîn:

  • Ew hat/çû malê.

Kerem bikin em hevoka li jor bidin ber hevokên daçekdar yên wek:

  • Ew ji malê hat/çû.
  • Ew li malê

Ji van herdu hevokên dawiyê wisa dixuye, heçku daçek ji hevoka ”Ew hat/çû malê” kêm be. Herwiha rast e ku li cihê ”ew çû malê” yan ”ew hat malê” mirov dikare wiha jî bibêje:

  • Ew ber bi malê ve çû/hat.
  • Ew heta malê çû/hat.

Di zazakî û farisî de di vê rewşê de daçeka “bi” tê bikaranîn:

  • zazakî: O ame/şi bi keye.
  • farisî: Û amed/reft bi xanê.

Di soranî de jî daçeka “bo” gelek caran bi vê meremê tê bikaranîn:

  • Ew hat/çû bo mał.

Di kurmanciya rojhilatî de jî carinan “bo” bi heman awayî tê xebitandin:

  • Ew hat/çû bo malê.

Di kurmanciya rojavayî de jî bikaranîna ”bi” di vî haletî de mimkin e:

  • Ew bi malê çû/hat.

Herwiha bikaranîna daçeka paşlêkerî jî di gelek devokên kurmancî de di vê zerûfê de mimkin e:

  • Ew hat-e malê.
  • Ew çû-ye malê.

Lê piraniya kurmancîaxivan di vê rewşê de ti daçekan bi kar naînin û vî qalibî diemilînin:

  • Ew çû/hat malê.

Hevokên di kurmancî de berbelav in û ti şaşî tê de nînin. Mirov dikare bibêje ku daçek di wan de “veşartî” ye. Heman diyarde bo nimûne di inglîzî de jî heye. Bo nimûne:

  • He went/came home. (Ew çû/hat malê.)

Adeten daçeka ku di inglîzî de liva ber bi cihekî ve diyar dike “to” ye, wek:

  • He went/came to London. (Ew çû/hat Londonê.)

Dîsa li vê hevokê binêrin:

  • He gave her a gift. (Wî diyariyek da wê.)

Dîsa ti daçek nehatine bikaranîn. Heman tişt dikare bi alîkariya daçekekê jî were gotin:

  • He gave a gift to (Wî diyariyek da bi/bo wê. Wî diyariyek jire da.)

Eger em herdu hevokên inglîzî bidin ber hev, em ê bibînin ku gotinên “her” (wê) û “a gift” (diyariyek) di hevokan de cihên xwe bi hev veguhastin e: di hevoka yekem de “her” berî “a gift” e lê di hevoka duyem de rewş berevajî bûye.

Heman tişt di kurdî de jî tê dîtin:

  • Ew ji malê çû.
  • Ew çû malê.

Wek ku tê dîtin, cihê peyvên ”malê” û ”çû” bi hev diguherin.

Adeten di kurdî de lêker (di herdu nimûneyên me yên vê dawiyê de ”çû”) li dawiya hevokê ye. Lê di ”ew çû malê” de ne wisa ye. Sebeb ew e ku li şûna bikaranîna daçekan, nemana daçekê bi guherandina peyvrêziya hevokê anku rêz û siraya peyvan di hevokê de hatiye qerebû- û tezmînkirin.

Bi gotineke din, gava ku di kurmancî de liva ber bi cihekî yan tiştekî ve hebe lê daçek di hevokê de neyê bikaranîn, hingê ne lêker lê hokera neyekser (cihê yan tiştê ku armanca livê ye) dikeve dawiya hevokê. Loma bi me hevoka “ew çû malê” rêzimanî û rast e lê ”ew malê çû” bi heman maneyê di kurmanciya giştî de ne mimkin e.

 

  1. KURTBÛNA DAÇEKAN

Di axiftinê de daçekên kurmancî gelek caran kurt dibin. Kurtbûn li gor devokan diguhere.

Di kurmanciya navendî û rojavayî de gelek caran ji paşdaçekên bingehîn tenê consonant dimîne û E/A dikeve:

  • nimûne ji kurtbûna paşdaçekan: ji me’r, jê’r (ji me re, jê re)

Di kurmanciya rojhilatî de di rastiyê de dengê “i” hema-hema qet li pey daçekên bingehîn “di, ji, li” nayê bilêvkirin. Ew yan wek “j / ş, l, b/p/v/f, d/t” bi peyva piştî xwe ve tên girêdan yan jî bi awayê “-j / -ş, -l, -b/-p/-v/-f, -d/-t” (li pey vokalan) yan jî “-ij / -iş, -il, -ib/-ip/-iv/-if, -id/-it” (li dûv konsonantan) tên gotin:

  • ş’malê (ji male), p’te (bi te), ez-iş malê hatim (ez ji malê hatim)

Di soranî de jî E-ya daçekên bingehîn dikare ji pey hokeran were kurtkirin:

  • le + êre (li + vir) à lêre (li vir)
  • le ewê (li + wir) à lewê (li wir)

Lê ev kurtkirin li gel navdêran ne mimkin e:

  • le + Êran (li + Îran) à le Êran (li Îranê), ne ”*l’Êran”
  • le + Ełmanya (li + Almanya) à le Ełmanya (li Almanyayê), ne ”*l’Ełmanya”

Di soranî de herwiha dengê D dikare ji paşdaçeka “da” (de, da) were xistin:

  • le + kitêb + da (di + kitêb + de) à “le kitêbda” yan “le kitêba”

Sebebên serekî yên kurtkirina daçekên bingehîn bêgiraniya wan (tinebûna giraniya / kirpandina dengî di wan de) û herwiha bernasiya wan e anku ew tên nasîn û hêsanî tên fehmkirin tevî ku ew bi zelalî neyên artîkulekirin jî.

 

  1. KETINA DAÇEKAN

Daçek ne tenê dikarin bên kurtkirin an sivikkirin lê ew herwiha gelek caran dikevin jî yan tên avêtin jî. Mirov dikare çendîn awayên ketina yan avêtina daçekan destnîşan bike:

  • bikarneanîna pêşdaçekan di gelek devokan de (xaseten kurmanciya rojavayî û bakurî:
    • mi ra (“bi min re” yan “ji min re”)
    • ”mal de” (”di malê de, di mal de, li malê”)
    • ez [ji] malê hatim
    • ez [li] malê bûm
  • livîna ber bi cihekî ve dikare bêyî daçeka paşlêkerî “-e” jî were bikaranîn:
    • ew hat[e] malê.
  • xistina ji biwêjan:
    • biserke(f)tin à serke(f)tin
    • birêvebirin à rêvebirin
    • xaseten gava ku lêker dibin navdêr(ên biker): bi rê ve birin à [bi]rêveber, bi ser ke(f)tin à Serkeft
  • xistina paşdaçekan di helbestan de
    • Bo nimûne, di helbesta “Şeva Hicran” ya li destpêka vekolîna me de, paşdaçek li gelek cihên wisa nehatine bikaranîn ku di zimanê normal de divê hebûna. Bo zelalkirina meselê, em dikarin çend rêzikan ji helbestê li vê derê dubare bikin û bi paşdaçekan […] “temam” bikin:

Di tarîka şeva hicran [de] çiraxek sîfet im ya Reb

Şikestî rengê dal im ez, di halê hirqet [de] im ya Reb

Di kûra ‘eşqê [re] borî me, yeqîn ez pîrê torî me
Di ”lailma” der
ûrî [de] me, di qeyda hicret [de] im ya Reb


Cegerxw
în im siyahçerd im di kunca xelwet [de] im ya Reb

 

  1. DAÇEK JI LÊKERAN

Çend lêker jî bi erkê paşdaçekan dikarin bên bikaranîn:

  • ji par were (“ji par ve”, “ji par heta niha”)
  • ji îro bigire heta sibê (ji îro ve heta sibê)

 

  1. DAÇEK Û KOMIKÊN DEMÎ

Heta niha me di piraniya nimûneyên xwe de daçek di komikên cihî û amûrî de bi kar anîne:

  • di kitêbê de
  • li Kurdistanê
  • ji malê
  • bi kêrê

Lê daçek bi berfirehî herwiha bi bêje û biwêjên demî re jî tên bikaranîn. Bo nimûne:

  • heta sibê
  • ji niha ve
  • roj bi roj
  • ji sala 1980 ve (ji hingê heta niha – û belkî ji niha pê ve jî)
  • ji sala 1950 heta 1970
  • di du salan de

Lê hokerên demî adeten bê daçeka “di … de” yan “li …” tên bikaranîn:

  • îro (ne “*di îro de” û ne “*li îro”)
  • par (ne “*di par de” yan “*li par”)
  • pêr (ne “*di pêr de” yan “*li par”)

Lê diyarkirina dema “livok” (ji, heta, ji … ve) de, daçek li gel hokerên demî jî tên bikaranîn:

  • ji îro ve
  • ji pêrar heta niha
  • ji kengî ve?

Bi navên rojên hefteyê û navên mehan re û li gel navên demsalan û hejmarên salan jî adeten daçeka “di … de” nayê bikaranîn [beşên di kevankên kujîdar de ne hewce ne]:

  • ez ê [roja] duşemê biçim (adeten ne ”di [roja] duşemê de” yan “li [roja] duşemê”)
  • [meha] hezîranê havîn dest pê dike (adeten ne “di [meha] hezîranê de” yan “li [meha] hezîranê”)
  • biharê kulîlk vedidin (adeten ne “li biharê” û bi taybetî jî ne “*di biharê de”)
  • ez [sala] 1980 ji hatime dinyayê (adeten ne “di [sala] 1980 de” yan ”li [sala] 1980”)

Bikaranîna “di … de” yan “li …” di rewşên wiha de bi hokerên demî re mimkin û gengaz e lê ne zerûrî û hewce ye. Bo rêgirtina li ber giranbûna avaniya hevokê û nivîsê bi giştî, çêtir e ku ”di … de” û ”li …” di vê rewşê de neyên bikaranîn.

 

  1. PAŞDAÇEKÊN –E Û –Î

Yek ji mijarên rêzimana kurdî ku pir kêm li ser hatiye nivîsîn yan hema-hema qet nehatine vekolîn, paşdaçekên –e û –î ne. Kerem bikin em pêşî di çend nimûneyan de li wan binêrin û paşî her yekê ji wan şirove bikin:

  • ew hate malê, wan gote min, ez ê biçime bajarî
  • nîşanî min da, nêzîkî min bû, berî te hatin, ne dijî hev in.

Paşdaçekên –e û –î temamkerên hev in: -e li pey lêkeran tê bikaranîn, -î li peyv birrên din yên peyvan: navdêr, rengdêr, cînavan, hoker, daçek.

 

  • PAŞDAÇEKA -E

Pasdaçeka –E li gel hin peyvên liv û hereketê tê bikaranîn û maneya “ber bi filan tiştî/kesî ve” yan “bo, ji bo, jê re” dide:

  • hate malê (ber bi malê ve hat, heta malê hat)
  • gote min
  • hinek avê bidine wê (ji wê re, bo wê)

Tarîxiyen paşdaçeka –e hevreha pêşdaçeka ”bi” (tarîxiyen û di lehceyên din de “be, we, ve, -ev/-ef, -ew”) û paşdaçeka “ve” ye:

Bo nimûne:

  • kurmancî: bidine min, bidin bi min[78]
  • soranî: bîden be min

Bikaranîna paşdaçeka –e di kurmancî de ne zerûrî ye anku ew dikare bikeve:

  • hate malê = hat malê
  • bidine min = bidin min

Gelek caran paşdaçeka –e û li gel herfa –e ya di paşgirên demên borî yên dûdar de têkil dibe yan dikeve ser hev:

  • dema borî ya sade: hatin, da à hatin(e) malê, da(ye) min
  • dema borî ya dûdar: hatine, daye à hatine malê, daye min

 

  • PAŞDAÇEKA -Î

Paşdaçeka –î dikare li pey navdêran, rengdêran, hokeran û daçekan were bikaranîn. Bo nimûne:

  • li peyv navdêran: bangî wan kir, êrişî me nekin, nîşanî wê da
  • li pey rengdêran: hat nêzîkî min, hûn dûrî wan in
  • li pey cînavan: hindî wan, (bi) qasî van
  • li pey hokeran: zêde du saetan
  • li pey daçeka: li dijî wan, tevî me (bi me re, li gel me)

Eger em nimûneyên li jor em bi hin awayên din bibêjin, em dikarin bibînin ku paşdaçeka –î cihê çendîn pêşdaçekên ji hev cuda digire:

  • bangî min kir = bang li min kir
  • hat nêzîkî min = li min nêzîk bû, ber bi min ve nêzîk bû
  • dûrî wan in = ji wan dûr in
  • zêdeyî du saetan = ji du saetan zêdetir
  • dijî wan = (soranî) dij be ewan

Hin caran li cihê –î, varyanta –ê tê bikaranîn:

  • bangê me kir, nêzîkê wan, zêdeyê bîst kesan

Anku –î carinan cihê daçeka “li”, hin caran cihê “ji”, geh-geh cihê “bi” (bi soranî “be”) digire û heta dikare cihê hin daçekên pêkhatî yan aloz yên wek “ber bi … ve” jî bigire.

Berevajî paşdaçeka “–e”, paşdaçeka “-î” di kurdî de axlebe zerûrî ye. Mirov nikare wê ji peyvê biavêje û hevokê wek berê bidomîne. Lê mirov dikare paşdaçeka “-î” bi hin paşdaçekên wek “li, ji, bi…” li gor devokê veguhêze. Alternatîva bikêrhatî li gor peyvên din diguhere. Bo nimûne:

  • bangî wî kir à bang li wî kir
  • dûrî wî ye à ji wî dûr e

Hin caran mirov hevokên wek “bang min kir” bibîne jî, bi piranî ew wek “bangî min kir” yan jî “bang li min kir” in.

Carinan paşdaçeka –î di heman demê de li gel pêşdaçekeke hevwate tê bikaranîn:

  • li dijî wan = dijî wan
  • li beramberî mala me = beramberî mala me

Mirov dikare bibêje ku bikaranîna awayê “li dijî wan” totolojî (tautology) anku dubarekirina ne hewce ye. Loma em dikarin awayê “dijî wan” pêşniyaz û tercîh bikin.

Paşdaçeka –î bi hin peyvan ve zeliqiye û peyvên ferhengîbûyî anku leksîkalîze jê çêkirine:

  • berî (ber+î – bidin ber soranî “ber le …” yan kurdiya başûrî “ber je, wer je”)
  • pêşî (pêş+î)
  • paşî (paş+î)

Ji aliyê etîmolojî ve çavkaniya paşdaçeka –î ne bi temamî zelal e. Ihtimalen ew ji pêşdaçeka “li” ye. Bo ketina vokala pêşîn bidin ber paşdaçeka –e ji “be” (bi). Ji xwe paşdaçeka –î bi piranî li cihê pêşdaçeka “li” tê bikaranîn jî.
Lê ji ber ku paşdaçeka –î gelek caran maneya “ji” û hin caran ya “bi” jî dide, mimkin e ku ev kî xwedî çend rehên etîmolojîk be anku hem “li” (tarîxiyen “le, ne”) bûbe “î” û hem jî bo nimûne “ji” (tarîxiyen “je, ej”).

Dê bidome.

______________________

TÊBÎNÎ

[1] Heman helbest ji aliyê hunermend Xelîl Xemgîn ve bi deng hatiye navdarkirin lê di versiyona dengî de çendîn guhartin hatine kirin ku ya giringtirîn guherandina “ya Reb” bi gotina “wey lê” ye: https://www.youtube.com/watch?v=54x_b9GsGHQ. Heman helbestê herwiha navê xwe daye bernameyeke helbestan bi pêşkêşkeriya Ehmed Huseynî di Ronahî TV de.

[2] Li vir mebest ji ”rojavayî, bakurî” deverên kurmancîaxiv yên herî bakur û rojava ne, mexsed ne hemû Bakurê Kurdistanê yan hemû Rojavayê Kurdistanê ye.

[3] Li cihê paşdaçekên ”de, re” yên zimanê nivîskî adeten di devokan de “da, ra” hene. Li cihê paşdaçeka “ve” ya zimanê nivîskî jî di hin devokan “va” heye lê di piraniya devokan de jî “ve” li kar e.

[4] Devokên rojhilatî li cihê ”ji … re, ji … ra” adeten pêşdaçeka “bo” bi kar tînin.

[5] Binêrin bo nimûne: Îbrahîm Seydo Aydogan: Rêzimanên Kurdî û Termînolojiya Wan: http://www.kurdigeh.com/rwdx/sitepdf/Ib.Seydo-terminoloji.pdf

[6] Bo nimûne Selîm Biçûk di kitêba xwe ”Rêzimana Kurdî – Kurmancî” de peyva “daçek” bi vê maneya berfireh dinivîse: http://www.bicuk.de/reziman1.htm#1.2.3.7_Daçek

[7] Bo nimûne: http://yageyziman.com/Renusi_Kurdi.htm#%D9%BE%D8%B1%DB%8C%D9%BE%DB%86%D8%B2%DB%8C%D8%B4%DB%86%D9%86_(preposition)

[8] Binêrin bo nimûne: https://zimannas.wordpress.com/2016/03/16/edat-zazaki-de/

[9] https://zimannas.wordpress.com/2015/10/08/gerdnis1-le-kurdi-kirmasani/

[10] Di çend kitêbên rêzimanê de yên bi ravekirina lehceyeke kurdî bi lehceyeke din (bo nimûne kitêba Roşan Lezgîn ya rêzimana zazakî bi kurmancî) yan kitêbên berhevdana lehceyên kurdî (bo nimûne rêzenivîsên Seîd Veroj li ser berhevdana kurmancî û zazakî) lê ev jî tenê kurt in û bi piralî li meseleyê nanêrin.

[11] Bo bikaranîna ravekê (izafeyê) yan bikarneanîna wê li gel daçekan di farisî de, binêrin bo nimûne: Marina Rantseva: Persian Preposition Classes: http://septentrio.uit.no/index.php/nordlyd/article/view/75/71

[12] Di hin devokan de –êt, -êd, -yêt, -yêd, -ê, -yê.

[13] Bo daçeka ”bo, ji bo, ji boyî, ji bona” li jêrtir di nivîsê de binêrin.

[14] Dengê N di “ji bo-n-a” de herfa rêgirtina li ber hiyatusê ye. Bo hiyatusê û rêgirtina li ber wê, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2016/02/22/hiyatus-u-regirtina-li-ber-we-di-dengnasiya-kurdi-de/

[15] Awayê “bi xatirê we” bi kurmanciya navendî û varyanta “bi xatira we” jî forma kurmanciya rojhilatî ye. Anku di kurmanciya navendî de “xatir” nêr e lê di kurmanciya rojhilatî de mê ye. Lê li vê derê ya giring: herdu komdevok jî peyva “xatir” di daçekê de bi ravekê bi peyva pey wê ve girê didin û bikaranîna “xatir”ê bêyî ravekê ne mimkin e.

[16] Herwiha “derheqê meselê de” û “di derheqê meselê de”

[17] http://krd.sputniknews.com/kurdistan/20150709/338529.html

[18] https://muradciwan.wordpress.com/2013/11/12/serdana-barzani-a-irane/

[19] Herdu nimûne ji vê nivîsarê ne: http://www.rojevakurd.com/cend-gotin-li-ser-qirkirna-ermenyan/

[20] Herdu nimûne ji: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/261220151

[21] Bidin ber tirkî ”ay” ku hem wateya ”heyv” (gerestêrka şevê) û hem jî maneya “meh” (30 roj) dide.

[22] Bikaranîna “li” li vê derê ne zerûrî ye û gelek caran nayê bikaranîn jî.

[23] Di zimannasiyê de * li pêş peyvekê yan hevokekê tê maneya wê ku ew awa peyda nabe yan jî nerêzimanî ye anku çewt e.

[24] Hêjayî gotinê ye ku hevwateya ”bi” ya kurmancî di inglîzî de “by” (bixwîne: bay) lê ji aliyê etîmolojiyê ve ew ne ji eynî rehî ne. Mirov dikare etîmolojiya “bi” ya kurdî tenê heta îraniya kevn bigihîne, ji wê dûrtir etîmolojiya peyvê ne diyar e. Di makezimanê proto-hindûewropî de li cihê pêşdaçekên niha, halên navdêran dihatin bikaranîn anku dawiya navdêran bi awayên cuda dihat çemandin/tewandin (wek tirkiya niha). Loma piraniya pêşdaçekên niha yên zimanên hindûewropî bo nimûne di navbera kurdî û inglîzî yan kurdî û rûsî de ne ji eynî rehî ne.

[25] Tenê bi soraniya mukriyanî, di soraniya silêmanî de peyda nabe.

[26] Pêşdaçeka “de” tenê di hin devokên kurdiya başûrî de peyda dibe, di piraniya devokên başûrî de li cihê wê “le” li kar e.

[27] Tenê di çend devokên başûrî de “je, ej” li kar in, bi piranî “le” bi vê maneyê jî bi kar tînin.

[28] Di zazakî de “de” tenê wek paşdaçek tê bikaranîn.

[29] Di heman demê de hevreha hindir, hundir ya kurmanciya navendî ye jî ku di kurmanciya rojhilatî de peyda nabe.

[30] Bi maneya “li pey, li dûv”.

[31] Tevî ku ev daçek di avestayî de nayê dîtin jî, ew dîsa jî gelek kevn e û – berevajî hin daçekên din yên kurdî – hevrehên wê di gelek zimanên din jî yên hindûewropî de tê dîtin. Bi gelek zimanan ew bi forma ”in” (bo nimûne latînî û inglîzî) yan jî ”en” e (wek mînak bi yûnanî).

[32] Di kurmanciya rojhilatî û di soranî de wek ”bo”, di kurmanciya navendî û rojavayî de tenê bi daçeka ”ji” re wek ”ji bo” (ji bona, ji boy, ji boyî).

[33] Di axiftina kurmanciya rojhilatî (navendên wê DIhok û Hekarî) pêşdaçek bi piranî bi peyva berî xwe ve dizeliqin: bo nimûne ”ez ê-l malê bim” (ez ê li malê bim), ”mi-p kêrê birî” (min bi kêrê birî). Xusûsiyeta din ya pêşdaçekên kurmanciya rojavayî ew e ku di wan de konsonantên bilerz (B, D, J) dibin bêlerz (P/F, T, Ş).

[34] Bikaranîna pêşdaçekan (xaseten pêşdaçeka ”di” yan varyantên wê) di kurmanciya rojavayî de nadir e.

[35] Binêrin hin lînkên vê derê: https://www.google.fi/webhp?sourceid=chrome-instant&ion=1&espv=2&ie=UTF-8#q=%22di+kurdistan%C3%AA+de%22

[36] Bo vê desteya daçekan û girêdana wan bi cînavan ve, binêrin bo nimûne Pollet Samvelian: What Sorani Kurdish Absolute Prepositions Tell Us about Cliticization: http://web.stanford.edu/group/cslipublications/cslipublications/TLS/TLS9-2005/TLS9_Samvelian_Pollet.pdf

[37] Varyantên din yên vê daçekê di zazakî de: varyantên din: be, ebe, ebi, eve: https://zimannas.wordpress.com/2016/03/16/edat-zazaki-de/

[38] Di kurmancî de jî forma ”ji malê ve” anku wek dordaçek peyda dibe.

[39] Di nivîsîna soranî ya bi alfabeya latînî de paşdaçek adeten bi peyva berî xwe ve tên zeliqandin.

[40] Bo vê agahiyê spasdarî kek Ali Baran im.

[41] http://www.zazaki.net/yazdir/haber/wesanxaney-rosna-ra-hrna-kitab-1970.htm

[42] Bi nivîskî hin kes formên bi A bi kar tînin: da, ra, va.

[43] Bi kurmanciya niha “Bextê me ji me re bibe yar, carekê ew ji xewê bibe hişyar.” Binêrin bo nimûne: https://kurdistanamin.wordpress.com/62/

[44] Kêm be jî, carinan dordaçeka “li … da” bi nivîskî jê tê dîtin. Yek ji kesên ku wê bi sîstematîkî li şûna “di … de” û heta li cihê daçeka xwerû “li” jî bi kar tîne, nivîskar Perwîz Cîhanî ye. Bo nimûne: “Ez pir şad im ku vê gavê li xizmeta heweyên rêzdar da me… Lê muxabin li vê tîpguhêzîyê da bi dehan û sedan şaşîyên zeq ketine nav deqa berhemên seydayî da… li gelek cîyan da qafîye têkdane…“ Ji: http://www.avestakurd.net/arshiv/V1/author_article_detail.php?article_id=811

 

[45] Di soranî de *”je” (hevwateya ”ji” ya kurmancî) peyda nabe û herwiha ”de” (“di”) jî tenê di soraniya Mukriyan de heye, ew di soraniya Silêmaniyê de – ku tesîreke mezin li ser soraniya nivîskî heye – peyda nabe. Loma mirov di nivîsên soranî de ji van her çar daçekan axlebe tenê “be, le” dibîne. Li cihê “ji” ya kurmancî, di soranî de pêşdaçeka “le” li gel paşdaçeka “-ewe” tê bikaranîn: le mał-ewe (ji malê, ji malê ve).

[46] Eger malik vala be, axlebe ji wê ye ku hevreha vê daçeka kurdî di wî zimanî yan wî zaravayî de nehatiye qeydkirin yan jî bi kêmî haya min jê nîne.

[47] Hêjayî gotinê ye ku hevwateya ”bi” ya kurmancî di inglîzî de “by” (bixwîne: bay) lê ji aliyê etîmolojiyê ve ew ne ji eynî rehî ne. Mirov dikare etîmolojiya “bi” ya kurdî tenê heta îraniya kevn bigihîne, ji wê dûrtir etîmolojiya peyvê ne diyar e. Di makezimanê proto-hindûewropî de li cihê pêşdaçekên niha, halên navdêran dihatin bikaranîn anku dawiya navdêran bi awayên cuda dihat çemandin/tewandin (wek tirkiya niha). Loma piraniya pêşdaçekên niha yên zimanên hindûewropî bo nimûne di navbera kurdî û inglîzî yan kurdî û rûsî de ne ji eynî rehî ne.

[48] Tenê bi soraniya mukriyanî, di soraniya silêmanî de peyda nabe.

[49] Di heman demê de hevreha hindir, hundir ya kurmanciya navendî ye jî ku di kurmanciya rojhilatî de peyda nabe.

[50] Bi maneya “li pey, li dûv”.

[51] Tevî ku ev daçek di avestayî de nayê dîtin jî, ew dîsa jî gelek kevn e û – berevajî hin daçekên din yên kurdî – hevrehên wê di gelek zimanên din jî yên hindûewropî de tê dîtin. Bi gelek zimanan ew bi forma ”in” (bo nimûne latînî û inglîzî) yan jî ”en” e (wek mînak bi yûnanî).

[52] Nimûne ji zazakî li vê derê nehatine rêzkirin ji ber ku zazakî li cihê pêşdaçekên kurmancî axlebe paşdaçekan bi kar tîne. Li gor qenaeta min, ev ji tesîra ermenî ye û vê dawiyê jî ev tendens li ber tesîra tirkî hatiye xurtkirin.

[53] ”Jo” bo nimûne di nav eşîra Çonikiyan de ku ser bi eşîra Sindiyan e û li Zaxoyê dijîn li kar e. Lê zêdetir ev form ji devê pîrejin û pîremêrên wan tê bihîstin – di devê xortan de ”bo”, ya li derdorê berbelavtir, serdest e.

[54] Berevajî kurmanciya nivîskî, di piraniya devokan de formên “da, ra, ve” serdest in. Di hin devokan de jî li cihê “ve” forma “va” heye. Lê di rewşa devokan de jî dîsa yan her sê yan jî bi kêmî du ji van daçekan bi du awayan wek hev in: di her yekê de du deng hene û di hemûyan de yan jî di du ji wan de “a” li dawiya peyvê heye.

[55] Ji bilî kurmanciya rojhilatî, di devokên din yên kurmancî de ”tê ve, di … ve” yan nadir e yan jî hema qet peyda nabe.

[56] Eger malik vala be, bi ihtimaleke mezin hevreha vê peyva kurmancî di wî zimanî de nehatiye qeydkirin. Bi ihtimaleke biçûktir mimkin e ku ew hatibe qeydkirin lê haya min jê tine be.

[57] Di soraniya mukriyanî de heye, di ya Silêmaniyê de peyda nabe yan nadir e.

[58] Di farisî de ne paşdaçek e lê pêşdaçek e (wek “di” ya kurmancî yan “de” ya soraniya mukriyanî).

[59] Wezîfe û maneya vê paşdaçekê ji ya kurdî cuda ye lê eslê peyvê eynî ye.

[60] Di pehlewî de “ray” maneya “jê re, ji bo, bo” dide. Bide ber “era” (bo, ji bo, jê re) ya kurdiya başûrî.

[61] Maneya ”radi” di hexamenişî de ”ji ber, ji bo, seba, sera, ji sebebê ku” ye.

[62] Wek daçek ”dev” maneya ”cem, nik, ba, rex, alî, hêl” dide.

[63] Wek daçek ”nik” maneya ”cem, ba, rex, alî, hêl” dide. Ji aliyê etîmolojî ve “nik” ihtimalen ji peyva “nêzîk” hatiye kurtkirin anku eslê wê ne navdêr lê rengdêr e.

[64] Wek daçek ”ba” ne ji peyva “ba” (hewa) ye lê hevreha “ba” (pê re, li gel) ya farisî ye yan jî ji erebî “bal” (alî, rex, hêl) e.

[65] Maneya eslî ya peyva “gel” kom e anku çend kesên yan tiştên bi hev re.

[66] Bo nimûne Cigerxwîn di helbesta xwe “Ji ber derdê ewan” (1945) de wiha dibêje: “Her yek bi hezar rengî dixwin vî miletê dîl / Lê ew bi xwe der bircên belek, xan û sera ne.”

[67] Bo ketina R ji dawiya peyvan di kurdî de, bidin ber “îcar > îca” yan “vê carê > vêca”.

[68] Dikare li vê derê were barkirin û dîtin: http://zanin.ir/795.html

[69] Ji bilî rewşên ku hemû peyvên biwêjekê anku îdyomekê bi hev ve tên nivîsîn, bo nimûne “bikaranîna kompûterê”, “lihevkirina wan”, “destkerên xwandina kurdî” û hwd.

[70] Wek awarteyekê mirov dikare peyva “tenê” bide ku hin kes li gel daçeka “bi” wê bi hev ve wek “bitenê” dinivîsin lê forma serdest û pêşniyazkirî “bi tenê” ye anku daçek û rengdêr ji hev cuda tên nivîsîn.

[71] Bo bikaranîna daçekan li gel cînavan û herwiha di lêkerên biwêjî de, li jêrtir binêrin.

[72] Di çend berheman de pêşgirên lêkeran “bi-“ û “di-“ jî jê cuda hatine nivîsîn. Bo nimûne “di bêjim, bi kin” li cihê “dibêjim, bikin” yên standard. Belkî giringtirîn berhema li gor vî awayê nivîsînê Ferhenga Kamêran e (çapa Dihokê, 2006, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2016/03/26/ferhenga-kameran-kurdi-kurdi/) e. Lê ev awayê nivîsînê nadir e û roj bi roj jî kêmtir dibe.

[73] Di piraniya devokên kurmanciya rojhilatî de navê hejmara 1 “êk” yan “yêk” e.

[74] Ji paşdaçeka tirkî ”karşı” hatiye wergirtin û bûye pêşdaçek. Binêrin beşa “Pêşdaçekkirina paşdaçekên wergirtî”.

[75] Nimûneyek ji bikaranîna peyva “qarşiyê” di zazakî de: “Ma şenê vacê ke Amerîka qarşiyê Iraq de teniya menda.” (Em dişên/dikarin bibêjin ku Amerîka dijî Iraqê bi tenê ma.” – kurmancîkirina min. HM)” http://165725.forumromanum.com/member/forum/forum.php?action=std_show&entryid=1048958279&USER=user_165725&threadid=2

[76] Bo nimûneyekê ji bikaranîna peyva ”qarşiyê” di folklora kurdî de, binêrin kitêba li ser Filîtê Quto bi amadekariya Salihê Kevirbirî: “Metran Îsa ji wî zemanî heya vî zemanî, nav û dengê xwe deranî / Metran Îsa li qarşiyê Waliyê Wanê / di bin dêra Axtermanê hêja şerek danî”. https://books.google.fi/books?id=CR8CAwAAQBAJ&pg=PT19&lpg=PT19&dq=qar%C5%9Fiy%C3%AA+xwe&source=bl&ots=ThUI5gM321&sig=qb0xQIp29_0HL6r48-B-Wa_VJr4&hl=fi&sa=X&ved=0ahUKEwidzfPcy-LKAhXBGCwKHSw4D_wQ6AEIHDAA#v=onepage&q=qar%C5%9Fiy%C3%AA%20xwe&f=false

[77] Binêrin bo nimûne: http://www.tirsik.net/index.php?mijarid=938&d=cpk

[78] Bi devokî herwiha bo nimûne: bidin-ev min, bidin-ef min, bidin-iv/bidin-if min.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s