EYN (ع) DI KURDΠDE

Husein Muhammed

Muhammed_08-09-01_001_väri-iso-682x1024

Dengê ”eyn” bi alfabeya erebî û kurdî-erebî bi herfa ع tê diyarkirin. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de (IPA) nîşana wê ʕ ye.

Mebesta me ew konsonant e (ew herfa “bêdeng” e) ku li serê navê Elî yan Emer heye. Anku ne “e” ya wan navan lê dengê ku hê berî wê E-yê heye lê di alfabeya latînî û kurdî-latînî de nîne.

Eger mirov peyvên “ez, erzan, eziyet, Ehmed, Emîn” (koma 1) bide ber peyvên “esman, erd, egîd, Emer, Elî” (koma 2), mirov dibîne ku dengê destpêkê yê peyvên koma 1 û koma 2 ne wek hev in. Sebeb ew e ku li destpêka peyvên koma 2 dengê “eyn” heye.

Hin caran bo zelalkirinê peyvên koma 2 wiha tên nivîsîn: ‘esman, ‘erd, ‘egîd, ‘Emer, ‘Elî. Anku dengê “eyn” bi nîşana ‘ tê diyarkirin.

Navê dengnasî yê ”eyn”ê ”xişokê qirrikî yê bilerz” (bi inglîzî ”voiced pharyngeal fricative”) e. Mebest bi ”qirrikî” cihê derxistina wî dengî ye: banê zimanî li paşiya qirrikê tê dan daku ew deng bê derxistin. Mexsed ji ”xişok” jî awayê derxistina wî dengî ye: di dema derxistina wî dengî de buhirka dengî wisa tê tengkirin ku xişîn dikeve qirrikê. Merem ji ”bilerz” jî ew e ku di dema derxistina wî dengî de perdeyên dengî dilerizin anku direcifin.

Bi gelek kurdan wisa tê ku ev dengekî erebî ye û bi eslê xwe ji zimanê kurdî re biyanî ye.

DI PEYVÊN ESIL-EREBÎ DE

Rast e ku piraniya peyvên ku ew deng tê de heye ji erebî hatine. Me çend ji wan li jor rêz kirine jî: ”Elî, Emer”. Mirov dikare lîsteyê gelek dirêj bike. Bo bi hêsanî dîtina wî dengî, em ê wî li vê derê bi nîşana ’ diyar bikin:

1) Li destpêka peyvê: ’alem, ’eyd / ’îd, ’emel, ’eynî, ’eleqe, ’ilm, ’edil, ’ereb, ’ezîz, ’işq/ ’eşq…”

2) Li nava peyvê: se’et me’ne, mu’elim, te’lîm, te’b (> te’ibandin, te’ibîn), qena’et…

3) Li dawiya peyvê: qani’, memnû’, new’, şari’, tabi’…

Di van peyvan de piraniya kurdan ew deng wek di erebî de parastiye. Lê herdem ew deng di peyva esil-erebî de nayê parastin.

AVÊTIN JI PEYVÊN ESIL-EREBÎ

Di hin peyvên esil-erebî de ”eyn” di erebî de heye lê di kurdî de ew ji peyvê hatiye avêtin. Peyva kurdî ”alif” (êm, giyayê ku bo xwarinê hatiye dirûn û mirov dide heywanên xwedîkirî) ji erebî ji peyva ’elef tê ku tê de ”eyn” heye. Lê di kurdî de ”eyn” li destpêka wê peyvê nemaye. Yan jî ”eyn + e” bi hev re bûne ”a”.

Qedera peyva ’eqil (hiş, zihn) ya erebî jî di kurdî de wisa ye. Di nav xelkê de ew peyv bi awayê ”aqil” berbelav e. Dîsa ”eyn” nemaye yan jî ”eyn + e” bûye ”a”.

Lê tiştê ecêb ew e ku ’aqil di erebî de maneya ”biaqil” dide. Vê dawiyê kurdên erebîzan peyva ”aqil” bi wateya ”biaqil, hişyar, hişmend, bizihn” bi kar tînin û bo peyva ”hiş, zihn” li peyva ’eqil ya ”eslî” vegerîne.

Lê hê jî di kurdî de bi serdestî ”aqil” hiş û zihn e û ”biaqil” jî ”hişyar, hişmend, bizihn” e.

”Eyn” ne tenê ji destpêka peyvê, lê ji her derê hin caran tê avêtin. ”Maqûl” ya kurdî ji ”me’qûl” ya erebî ye ku eslen ew jî ji peyva ’eqil e anku hevreha ”aqil” ya bi kurdî ye. Dîsa ”tam” (çêj, lezet) kurdî ji ”ṭe’m” ya erebî ye ku di hin devokên kurmancî de hê jî wek “te’m” tê gotin û hevreha peyva “te’am” e ku di kurdî de “eyn” parastiye.

Ji hin peyvan jî du yan zêdetir varyant hene ku di yekê (hinan) de ”eyn” hatiye parastin û ji yên din hatine avêtin. Bo nimûne peyva erebî عشق bi çar awayan tê gotin ku di duyan de eyn hatiye parastin û ji duyan jî hatiye avêtin: ’eşq, ’işq, eşq, işq.

 DI PEYVÊN NE-ESIL-EREBÎ DE

Li jor me peyva ”esman” wek nimûne daye ku ”eyn” li destpêka wê heye. Lê wê peyvê ti têkilî bi zimanê erebî ve nîne. Ew peyveke hindûewropî ye anku ji maka zimanê kurdî û gelek zimanên din yên îranî, hindistanî û ewropî ve wek mîrat bo zimanê me maye. Lê dîsa jî di kurmancî de ”eyn” di wê de heye.

Peyveke têkilî esmanî jî kelîmeya ”ewr” e. Li destpêka wê jî ”eyn” heye tevî ku ti eleqeya wê jî bi erebî ve nîne.

Eyn ne tenê li destpêka çend peyvên kurdî heye. Di eynî demê de ew di nava hin peyvên devokî de jî peyda dibe: ”me’r” (mar), ”çe’v” (çav), ”be’îv” (bahîv, behîv) – ti ji wan bi eslê xwe ne ji erebî ne.

Bi marjinalî ”eyn” heta li dawiya peyvê jî heye: gaziyên ”be’!, we’!” (beh!, weh!) yên nîşana ecêbgirtîbûnê yan matmanê.

Di kurmancî de di peyva ”egîd” de bêguman ”eyn” heye. Eslê peyvê dibe ku erebî be (bi erebiya standard ’eqîd – bi erebiya Mezopotamyayê Q dibe G). Lê mimkin e ku ew ji tirkî ”yiğit” jî be. Adeten Y ji destpêka peyvên ji tirkî wergirtî dikeve (yaprak > aprax/îprex, yol > ol). Wisa be, kurdî pêşî Y ya li destpêkê ya ji xwe re xerîb avêtiye û paşî ”eyn” lê bar kiriye. Ev ê wê biselmîne ku di kurmancî ”eyn” li destpêkê heta ji Y jî giringtir e.

ZÊDEKIRIN LI PEYVÊN ESIL-EREBÎ

Kurmancî di meseleya ”eyn”ê de bi peyvên ji erebî wergirtî û çend libên xwemalî namîne. Ew di hejmareke peyvan de kurdî ”eyn”ê li hin peyvên esil-erebî jî bar dike ku eslen ”eyn” tê de tine bû.

Peyva ”erd” û pirhejmariya wê ”erazî” di eslê xwe yê erebî de ti ”eyn” nînin. Lê li seranserî ”Kurmancistanê” dengê ”eyn”ê li wan hatiye barkirin.

Kitêba pîroz ya misilmanan bi erebî bi awayê dukiteyî wek ”Qur-an” tê gotin. Lê piraniya kurmancan wê wek ”Qur-’an” bi ”eyn”ê dibêjin.

Dîsa di peyva erebî cur-et e de jî ”eyn” nîne lê di kurdî de bi piranî lê tê zêdekirin û ew wek ”cur-’et” tê gotin. Peyvên wiha gelek û mişe ne.

Piraniya kurdan navên ”Ce’fer, Me’sûm” wek ”Cehfer, Mehsûm” dibêjin anku ”eyn”ê dikin H (ya wek di navê Hesen de) lê li aliyekî din li hin deveran (bo nimûne li Hewlêrê) navê Ehmed wek E’med tê guherandin. Dîsa li Hewlêrê peyva erebî ya bi maneya ”rawestgeh, îstgeh, stasyon” anku ”mehedde” (H wek Hesen, D emfatîk / qelew) wek ”me’ed” tê gotin anku H dibe ”eyn”.

EM ÇI BIKIN?

Wek encam mirov digihe wê qenaetê ku ”eyn” dengek e ku bêguman di kurdî de heye. Baweriyeke beraqil e ku mirov bibêje ku ew ji tesîra erebî yan jî zimanekî din yê samî hatiye. Di piraniya zimanên samî de ew peyda dibe lê di zimanên ji malbatên din de peydabûna wî kêmtir û pelatetir e.

Lê serekaniya ”eyn”ê çi be jî, ew niha di kurdî de heye. Ew ne yek ji berbelavtirîn û mişetirîn dengên kurdî ye. Lê ne dengekî wisa ye ku mirov bi temamî ji bîr bike jî.

Bi qenaeta min ne hewce ye ku mirov wî dengî di nivîsên ”normal” de diyar bike heke tirsa xelettêgihiştinê nebe. Peyvên wisa yên ku nenivîsîna ”eyn”ê bikare di hevokê de bibe sebebê xeletfehmkirin yekcar kêm in. Çend cotên mînîmal (minimal pairs) anku peyvên wisa ku tê de heke ”eyn” neyê nivîsîn maneyên cuda didin tên bîra mirovî: ar (ard, toza genimî) / ’ar (şerm), emel (hêvî – tenê bi erebmancî ye) / ’emel (kar, şol)…

Lê li cihê pêdivî, bo nimûne di diyarkirina dengê peyvan de di ferhengan de mirov dikare bi hêsanî nîşana ’ binivîse.

4 thoughts on “EYN (ع) DI KURDΠDE

Leave a comment