Husein Muhammed
Ev her sê deng di kurdî û zimanên din de pirr nêzîkî hev in. Awayê derxistina wan ”seknî” ye, bi inglîzî ”stop”, bi gelek zimanên din ”klusîl” e. Mebest ji ”seknîtiyê” ew e ku di buhirka dengî de livîna hewayî pêşî tê rawestandin û paşî tavilê rê tê dan ku ew hewa bi carekê derkeve, bipeqe.
Cihê derxistina K, G û Q banziman e anku banê zimanî ye, cihê navîn yê zimanî ye, ne serziman anku pêşziman e û ne jî rehziman e anku paşiya zimanî ye. Cudahiya K û G ji Q ew e ku cihê ku banê zimanî di derxistina K û G de li banê devî dikeve piçekê ji cihê Q li pêştir e. Cudahiya K li gel G ew e ku di derxistina G de perdeyên dengî dilerizin, di derxistina K de na.
Di alfabeya kurdî-erebî de K wek ک, G wek گ û Q wek ق tên nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de wek [k], [g] û [q] in.
Mirov dikare li vê derê guhê xwe bide her yek ji van sê dengan:
– K: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_velar_plosive.ogg
– G: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_velar_stop.ogg
– Q: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_uvular_plosive.ogg
K, G û Q her sê jî fonem in, dengên serbixwe û wateguhor in[1]: Heke mirov wan bi hev biguherîne, maneya peyvê dikare biguhere:
– K/G: kul/gul, ka/ga, kerr/gerr…
– K/Q: kul/qul, kîr/qîr, ket/qet…
– G/Q: genc/qenc, gul/qul, gelî/qelî…