WERGIRTINA PEYVAN JI ZIMANÊN DIN

 

Ji Kovara Kanîzar, hejmar 4

husein

Husein Muhammed

Gava ku axiverên zimanekî tiştekî nû yê li nav qisekerên zimanekî din heyî dibînin, ew dixwazin navekî ji tiştê nû re peyda bikin. Li vê derê mebesta me ji ”tişt” berfireh e: ew ”tişt” dikare tiştekî konkret be, diyardeyek be, ramanek be, heywanek be, riwekek be û hwd.

Di binavkirina tiştê nû de çend rê û rêbaz li ber axiveran heye:

  • ew dikarin navê wî tiştî ji zimanekî ku navê wî tiştî heye wergirin û bi kar bînin.[1]
  • ew dikarin navê wî tiştî li zimanê xwe wergerînin
  • ew dikarin navekî bi dilê xwe li wî tiştî bikin

Binavkirina tiştên di zimanên din de navheyî li gor dilê axiverên zimanê ku hê ti nav ji wî tiştî re nîne diyardeyeke nadir e anku kêm caran axiver navekî bi temamî bi dilê xwe li wî tiştî dikin. Herdu rê û rêbazên din gelek zêdetir li kar in: an navek yekser ji zimanekî din tê wergirtin an jî navê di zimanekî din de heyî li zimanê nû tê wergerandin.

Bo nimûne, Internet û malper du berî ku di nav kurdan de belav bibin û kurd navan ji wan re peyda bikin, ew di nav inglîzîzimanan de belav bûne û di vî zimanî de nav ji wan re hatine çêkirin. Inglîzîzimanan navên ”Internet” (ji inter = navber û net = tor / torr) û ”homepage” (ji home = mal û page = rûpel, rûper, per / perr) li van tiştan kir.

Gava ku ev tiştên têkilî hev di nav kurdan de jî belav bûn, hewcedariya kurdan jî bi navên wan hebû. Di nav kurdîzimanan de peyva ”Internet” wek xwe belav bû anku kurdan ew ji zimanê inglîzî wergirt. Di piraniya zimanên din de jî qedera vê peyvê wek di kurdî de ye: ew yekser ji inglîzî hatiye wergirtin û wisa tê bikaranîn.[2]

Lê peyva têkilî Internetê anku ”homepage” ya inglîzî ne di kurdî de û ne jî di piraniya zimanên din de yekser cih girtiye. Li cihê wergirtina yekser a vê peyvê, hem kurdî û hem jî gelek zimanên din ev peyv ji inglîzî li zimanê xwe wergerandiye. Di zimanê nivîskî yê kurmancî de beramberî ”homepage” ya inglîzî niha bi piranî peyva ”malper(r)” bi kar tê ku peyv bi peyv ji inglîzî hatiye wergerandin.[3]

Wergirtin û wergerandin zêdekirina peyvên zimanekî û berfirehkirina ferhenga wî de anku di peyvsaziya zimanî de roleke giring û bingehîn heye û di rastiyê de herdem hebûye. Di vê nivîsarê beşa li ser peyvsaziya kurdî em ê behsa wergirtinê anku neqilkirina peyvan ji zimanên din bo nav zimanê kurdî bikin. Peyvsazî bi wergerandinê anku çêkirina peyv û têrman di kurdî de li ber peyv û têrmên zimanên din dê mijara beşeke din a vekolîna me ya li ser peyvsaziyê be.

Peyvnasiya mijarê

Di zimannasiyê de mebest ji wergirtinê yan deynkirinê (bi inglîzî borrowing, loan) neqilkirina hin tiştan ji zimanekî bo zimanekî din e. Bo nimûne, kurdî peyva ”kitêb” ji erebî, ”ode” ji tirkî û ”kompûter” ji inglîzî wergirtine.

Di zimannasiyê de gelek caran li cihê peyva ”wergirtin”, gotina ”deynkirin” tê bikaranîn. Lê em peyva ”wergirtin” çêtir dibînin: ”Deynkirin” tê maneya tiştekî ku divê li xwediyê wê were vegerandin. Lê kurdî dê peyva ”kitêb” li erebî, peyva ”ode” li tirkî yan peyva ”kompûter” li inglîzî venegerîne û ev ziman jî ji kurdî napên û daxwaz nakin ku kurdî van peyvan li wan vegerîne.

Loma em ê ji vê diyardeyê anku fenomenê re bibêjin ”wergirtin” û tiştên wisa hatî jî bi peyvên wergirtî (loanword) bi nav bikin.

Di wergirtinê de bi kêmî du ziman hene:

  • zimanê wergir (recipient language): zimanê ku peyva biyanî wergirtiye
  • zimanê jêder (donor language): zimanê ku peyv jê hatiye wergirtin

Bo nimûne, di rewşa peyva ”kitêb” de zimanê wergir kurdî ye û zimanê jêder jî erebî ye.

Ji bilî van, herwiha zimanê navber jî dikare di wergirtinê de hebe. Bo nimûne, peyvên ”qanûn, qelem, xerîte, coxrafya” bi eslê xwe ji yûnanî ne.[4] Lê ew ne yekser ji yûnanî ketine kurdî lê bi rêya erebî hatine nav zimanê me. Loma di rewşa van peyvan de yûnanî zimanê jêder e, erebî zimanê navber e (intermediate language) û kurdî jî zimanê wergir e.

 

Ma wergirtin jî peyvsazî ye?

Mebest ji peyvsaziyê çêkirina peyvên nû ji peyvên heyî ye. Loma eger mirov bi awayekî teng li meseleyê binêre, wergirtina peyvan ji zimanekî din ne peyvsazî ye ji ber ku mirov ti peyvan çênake.

Lê di zimannasiyê de wergirtina peyvan ji zimanekî din jî adeten wek yek ji awayên peyvsaziyê tê hesibandin. Sebebê vê ew e ku bi wergirtinê peyvên nû di zimanê wergir de peyda dibin. Bi awayekî berfireh, peyvsazî her şêweyê zêdekirina peyvên zimanekî ye loma wergirtina hin peyvên nû bo nav zimanekî bi heman awayî di wî zimanî de dibe peyvsazî. Loma li vê derê em jî wergirtinê wek beşeke ji peyvsaziyê dihejmêrin û behs dikin.

 

Peyvên wergirtî ”kurdî” ne yan na?

Gelek kurd hene ku di suhbet û nivîsên xwe de dibêjin ku peyvên – bo nimûne – wek herf, edalet, behr, mekteb / medrese ”ne kurdî” ne ji ber ku ew bi eslê xwe ji erebî ne. Lê beramberên van peyvan di inglîzî de anku letter, justice, maritime (behrî), school jî hemû ji latînî ne lê ti inglîz idia nake ku ev peyv ”ne inglîzî” ne. Li aliyekî din, gelek kurd dê idia bikin ku hevwateyên van peyvan di kurdî de anku tîp / pît, dad, derya, dibistan / qutabxane peyvên ”kurdî” ne tevî ku di rastiyê de ”tîp, pît” ji ji fransî ne, ”dad, derya, dibistan” ji farisî ne û ”qutab-” jî ji erebî ye.

Peyvên wergirtî û di kurdî de cihgirtî ”kurdî” ne eger ew di kurdî de li kar bin û kurd wan di zimanê xwe de bi kar bînin tevî ku ”eslê” wan peyvan ji zimanekî din be jî. Dema ku em behsa peyvên wergirtî yên di kurdî de dikin, mexseda me ew peyv in ku eslê wan ji zimanekî din e lê di axiftin û nivîsîna kurdî de tên bikaranîn.

Dema ku em bibêjin filan peyva wergirtî di kurdî de li kar e, mebesta me ne ew e ku ti hevwateyên wê yên din nînin. Bo nimûne, em behsa ”otomobîl”ê ya ji zimanên ewropî wergirtî dikin tevî ku di kurdî de peyvên din jî hene: seyare (ji erebî), erebe (ji tirkî ji erebî ji îranî), maşîn (ji farisî ji rûsî ji fransî), tirimpêl (di kurdî de dengguherandina ji peyva ”otomobîl”)…

Helbet her kurd kurdî baş nizane. Piraniya kurdên xwande bi zimanekî din hîn bûne. Gelek kurd di jiyana xwe ya rojane de – ji neçarî yan ne – ji zimanê kurdî zêdetir zimanekî din bi kar tînin. Loma gava ku ew bi kurdî diaxivin jî, ew gelek peyvên biyanî dixin axiftina xwe. Bo nimûne, di kurdî de hejmara hene, lê gelek kurdên ji Bakurê Kurdistanê gava ku bi kurdî diaxivin jî, bo nimûne dibêjin ”sala iki bin onbeş” anku ”sala du hezar û pazdeh” (2015).

Gelo bi me ev jî peyvên wergirtî ne?

Diyardeyên wiha di zimannasiyê de bi navê kodguhêzî (code-switching) tên nasîn. Em ê paşî li ser vê meseleyê jî rawestin lê li vê derê armanca me bi ”wergirtin”ê ne ev e.

Mebesta me bi wergirtinê ew bêje û biwêj (words and phrases) in ku bi eslê xwe biyanî ne lê di zimanê me de cihê xwe girtiye, piraniya kurdan wan bi kar tînin an jî bi kêmî ji wan fehm dikin. Mirov dikare meseleyê hinekî sade bike û bibêje ku ew peyvên bi eslê xwe – bo nimûne – erebî ji aliyê zimanê kurdî ve hatine wergirtin, eger kurdên erebînezan jî wan fehm bikin û bi kar bînin. Loma em dikarin bibêjin ku peyvên wek ”kitêb, ders, xêr” yên bi eslê xwe ji erebî, bê guman di kurdî de cihê xwe girtiye ji ber ku ev peyv bi berfirehî ji aliyê kurdên erebînezan ve jî tên fehmkirin û bikaranîn.

Gelek peyvên kurdî di axiftina gelek kurdên Bakur de hene, gelek peyvên farisî di axiftina kurdên Rojhilat de hene û pir peyvên erebî di axiftina kurdên Başûr û Rojava de jî hene. Gelo peyvên wisa ketine kurdî û mirov dikare ji wan re bibêje êdî ew kurdî ne?

Mirov dikare şertekî wisa deyne: eger peyva ji zimanê biyanî li beşên Kurdistanê yên derveyî deshilata wî zimanê biyanî jî li kar bin, hingê wan peyvan bi rastî jî cihê xwe di zimanê kurdî de girtiye. Bo nimûne, peyvên wek ”doşek, koçer, sax, top” bi eslê xwe ji tirkî ne lê ew ji aliyê piraniya kurdîaxivan ve (bi kêmî kurmancîaxivan ve) tên fehmkirin û bikaranîn loma em dikarin bê dudilî bibêjin ku wan peyvan êdî cihê xwe di zimanê me de girtiye û ew êdî ”peyvên kurdî yên bi eslê xwe ji tirkî” ne.

Kurdên Bakur di zimanê xwe yê rojane de herwiha peyvên wek ”oqul, oxrencî, ûçax” (xwandingeh, xwandekar, balafir / firoke) jî bi kar tînin. Gelo ev peyv jî êdî bûne ”peyvên yên bi eslê xwe ji tirkî”.

Nexêr, ew nebûne peyvên kurdî, wan cihê xwe di zimanê kurdî de negirtiye ji ber ku:

  • Tenê kurdên tirkîzan wan fehm dikin û wan bi kar tînin. Kurdên ne ji Tirkiyê van peyvan fehm nakin û wan bi kar jî naînin.
  • Heta kurdên ji Tirkiyê jî van peyvan di nivîsên xwe yên bi kurdî de bi kar naînin.

Bi heman awayî peyvên bi eslê xwe ji erebî, farisî, inglîzî û hwd. jî tenê hingê ketine kurdî û bûne ”peyvên kurdî yên bi eslê xwe ji zimanekî din” gava ku:

  • Kurdên ku zimanê jêder nizanin jî wan peyvan fehm dikin. Bo nimûne, kurdên inglîzînezan jî dizanin ka telefon an kompûter çi ye.
  • Ew peyv di nivîsan de jî tên bikaranîn. Ne şert e ku ew tek peyva bi wê maneyê be. Bo nimûne, ”kitêb” peyveke ”kurdî y abi eslê xwe ji erebî” ye tevî ku di kurdî de ”pirtûk, pertûk” jî wek hevwateya wê heye. Anku hebûna ”pirtûk”ê peyva ”kitêb” nake ”ne-kurdî”.

 

 

Zimanên jêder û yên wergir

Têkiliya her zimanî bi hin zimanên din re heye, her ziman cîranê hin zimanên din e. Hin an hemû axiver her zimanî yek an çend zimanên din jî dizanin û pê diaxivin. Her zimanî hin peyv û gotin ji zimanên din wergirtine û dê her wergire jî. Ti ziman nînin ku peyvên bi eslê xwe ”biyanî” tê de tine bin û ti ziman jî nînin ku ti peyvên wî neçûbin nav ti zimanên din.

Lê dîsa jî rewşa hemû zimanan ne wek hev e. Hin ziman xwedî kêm qisekeran in, hinan jî bi dehan an sedan milyon peyiver hene. Hin ziman hene ku niha yan jî demekê di dîroka xwe de zimanên civakên pêşketî û pêşrew in an pêşrew bûne. Di yek an çend warên teknîkî, kultûrî, dînî yan kar û sinetekê de li pêş cîranên xwe yan jî li pêşiya hemû dinyayê bûne.

Di zimanên wisa de bi sedan an hezaran peyv jî hatine çêkirin û paşî ew peyv li hemû dinyayê yan jî li devereke berfireh belav bûne û ketine gelek zimanan. Lê hin zimanên din ti caran di dîroka xwe de wisa ne pêşeng û pêşewa bûne loma hejmara peyvên ku ji van zimanan ketiye zimanên din pir bisinor e.

Di nav zimanên dinyayê de mirov dikare bi qasî tiliyên yek yan du destan zimanan bide ku di dîroka xwe de tesîreke mezin li ser zimanên din kiriye û bi hezaran peyv dane zimanên din. Bo nimûne:

  • yûnaniya kevn
  • latînî
  • erebî
  • sanskrîtî
  • çînî

Ji her yek ji van zimanan bi hezaran peyv ketine gelek zimanên din. Bo nimûne, hemû zimanên ewropî niha tijî peyvên ji yûnaniya kevn û latînî ne. Eger mirov peyvên ji yûnaniya kevn an ji latînî ji inglîzî biavêje û hewl bide bêyî wan peyvan zimanê inglîzî bi kar bîne, mirov dê wî zimanî bi temamî seqet bike û axiftina bi wî zimanî hema-hema êdî ji aliyê inglîzîzanan ve nayê fehmkirin.

Mirov dikare meseleya peyvên ji erebî yên di farisî, kurdî yan tirkî û çendîn zimanên din ên Rojhilata Navîn û zimanên din ên misilmanan jî wisa şirove bike. Ne tenê peyvên dînî yan îdarî (wek dewlet, hikûmet, welat) lê herwiha hejmareke ne kêm a peyvên sade yên kurdî, farisî û tirkî jî ji erebî ne. Bifikire ku mirov peyvên wek ”belê, dor, heta, mal, sibe” ji kurdî yan jî peyvên wek ”adam, bina, hatta, hayi_r, sabah” (mêr, avahî / xanî, heta, na / nexêr, sibe) ji tirkî biavêje?!

Tesîreke bi heman awayî kûr a sanskrîtî li ser zimanên Başûrê Asyayê û tesîreke çînî ya bi eynî şêweyî jî li ser zimanên Rojhilata Asyayê (bo nimûne japonî û koreyî) heye.

Hin zimanên din jî li devera xwe yan jî li demekî diyar tesîreke mezin li ser zimanên din hebûye û pir peyv dane zimanên din. Li serdema Vejînê anku Renesansê îtalî, paşî fransî û niha jî inglîzî gelek peyvan didin zimanên din. Lê îtalî û fransî ji xwe bermayî û paşhatiyên latînî ne anku peyvên ku ji wan zimanan belav dibin jî bi piranî reh û rîşên wan vedigerin latînî anku ji latînî ne. Inglîzî bi eslê xwe ne ji latînî yan yûnanî peyda bûye lê piraniya peyvên ku niha ji inglîzî li dinyayê belav dibin jî, di inglîzî de li ser bingehê peyvên ji latînî yan yûnaniya kevn hatine çêkirin. Bo nimûne: ”telefon” ji ”telephone” ya inglîzî hatiye hatiye lê ”telephone” bi xwe di inglîzî de li du peyvên yûnaniya kevn ”tele-” (dûr) û ”phon-” (deng, axiftin) hatiye sazkirin.

Hin ziman jî di bêje û biwêjên warekî jiyanê de xurt in û jêderên peyvên wî warî ne. Bo nimûne, hejmareke gelek mezin a peyvên dînê cihûtiyê, filetiyê û îslamê bi eslê xwe ji îbrî anku îbranî ne ku forma wî ya nûjen zimanê resmî yê Israîlê ye. Di heman demê de, hejmareke pir mezin a navên kesan jî ji wî zimanî hatine ji ber ku hem li Ewropayê û hem jî li Rojhilata Navîn, navên piraniya kesan bi eslê xwe navên dînî ne.[5]

Niha li Ewropayê ti ”zimanpaqijkerekî” cidî hewl nade ku zimanê xwe ji latînî yan yûnaniya kevn ”paqij” bike. Di nav tirkan, farisan û kurdan de jî hin hewldanên wisa hebûne. Lê hê jî bi sedan peyvên pir sade jî di van zimanan de mane. Em ê di nivîseke din de bi dirêjahî behsa ”petîperistiyê” (purîzmê, purism) bikin lê dixwazim li vê derê tenê wê bibêjim ku çawa zimanên ewropî nikarîne û ji niha ve jî dê nikaribin xwe ji latînî û yûnanî ”bişon”, wisa zimanên Rojhilata Navîn jî nikarin xwe erebî ”pak” bikin. Ji xwe li Ewropayê ji mêj ve êdî ti hewleke wisa nayên dan, di farisî û tirkî de jî êdî dest ji hewldanên wiha hatiye berdan. Hêvîdar im ku kurd jî êdî xwe ji vê rêya şaş a ”paqijkirina kurdî” berdin û qedir û qîmetî bidin zimanê xwe ”wisa wek ku heye”.

 

Çi tê wergirtin?

Kesên ne-zimannas ”wergirtin”ê wek wergirtina peyvekê yan hin peyvan ji zimanekî bo zimanekî din fehm dikin anku li gor têgihiştina wan wergirtin peyvwergirtin e. Bo nimûne, kurdî peyva ”kitêb” ji erebî, ”ode” ji tirkî û ”kompûter” ji inglîzî wergirtiye.

Ev têgihiştina ne-pisporan ne şaş e. Di rastiyê de merema zimannasan jî bi wergirtinê bi piranî peyvwergirtin e. Lê wergirtin ji peyvwergirtinê berfirehtir e û bi kêmî van diyardeyên din jî dihewîne:

  • biwêjwergirtin: Ziman ne tenê peyvan lê komikên peyvan jî werdigirin. Bo nimûne, gotinên silameleykum[6] ji erebî es-selamu ’eleykum (herfiyen: ”silav li ser we” yan kurdîtir: ”silav li we be”), elhemdilla ji erebî el-hemdu lillahi (hemd / pesn bo Xwedê), bismila ji erebî b-ismi-llahi (bi navê Xwedê), fî sebîli-llah (di rêya Xwedê de, bo xatirê Xwedê).
  • girewergirtin: wergirtina pêşgir an paşgiran. Bo nimûne, kurdî paşpirtika ”-ewî, -awî” ji erebî wergirtiye û wê li gel hin peyvên kurdî bi kar tîne: bêhnewî, xwînawî, jehrewî
  • dengwergirtin: wergirtina hin dengan (foneman, herfan) ji zimanekî din. Bo nimûne, dengê ”eyn” wek li destpêka navên ”Elî, Emer, Arif” di piraniya zimanên hindûewropî de nîne. Bi ihtimaleke pir mezin kurdî ew ji zimanê erebî wergirtiye. Lê êdî ew di kurdî de ne tenê di peyvên erebî de tê bikaranîn lê derbazî hin peyvên bi eslê xwe ne-erebî jî bûye: esman, ewr…[7]
  • watewergirtin: berfirehkirina maneya peyvên xwemalî ber modelên zimanekî din. Bo nimûne, di tirkî de ti peyveke xwerû ya tam bi maneya ”kirîn” (kirrîn, bi inglîzî to buy) ya kurdî peyda nabe. Peyva li kar ”almak” e ku maneya ”kirîn”ê dide lê ew herwiha wateya ”wergirtin, standin / stendin”ê (to take, to hold, to seize) dide. Di kurdî de ”wergirtina / standina / stendina bi pare / pere” adeten bi peyva ”kirîn” tê ifadekirin. Lê di bin tesîra tirkî de, êdî gelek caran mirov li cihê ”kirîn”ê peyva ”standin / stendin” dibihîze û di nivîsan de dibîne.

Di hin nivîsên berê de min behsa hin ji van wergirtina kiriye (wergirtina dengan di nivîsarên xwe yên li ser dengnasiya kurdî de û wergirtina gireyan jî di nivîsara li ser peyvsaziya bi dariştinê de). Hin ji van wergirtinan jî (watewergirtin, biwêjwergirtin) dê paşî bên behskirin.

Li vê derê em ê xwe tenê bi peyvwergirtinê ve sinordar bikin. Anku em ê tenê behsa peyvên wergirtî û çawaniya wan bikin.

Li aliyekî din, gelek caran wergirtina peyvan wek ”wergirtina navên tiştan” tê fehmkirin. Bo nimûne, gava ku tiştekî nû tê çêkirin, hingê navê wî jî dikare pê re bê wergirtin. Bo nimûne: trên, faks, telefon, kompûter.

Ev ne texmîneke şaş e lê bisinor e. Bi rastî jî piraniya peyvên wergirtî navdêr (ism, noun) in lê birrên din jî yên peyvan tên wergirtin an dikarin bên wergirtin.

Birrên peyvan di wergirtinê de:

  • navdêr:
    • navên tiştên nû: Internet, kompûter, telefon, televizyon…
    • navên tiştên biyanî[8]: ananas, pirteqal, mûz, fîl, timsah, hût…
    • navên fikir û ramanên civakî: dewlet, hikûmet, demokrasî, sosyalîzm…
  • rendgêr: bo nimûne ”cahil, hêdî, miskîn” ji erebî, ”sax, genc” ji tirkî yan ”demokratîk, radîkal” ji zimanên ewropî
  • lêker: bo nimûne ”sekinîn, şewitandin, helandin” ji erebî lê bi paşpirtikên kurdî –în yan –andin.
  • hoker û girêder: bo nimûne ”belê, lê, ema, feqet” ji erebî yan ”tim” (herdem) ji tirkî
  • hejmar: bo nimûne ”sifir” ji erebî, ”milyon, milyar, trilyon…” ji zimanên ewropî
  • daçek: ”der” di hin gotinên wek ”derbarê, derhal, peyderdey…” de ji farisî
  • cînav: “qet” ji erebî yan “hiç” (hîç, qet) ya tirkî ji zimanên îranî

 

 

 

Awayên wergirtinan

Wergirtin dikarin li gor çawaniyên xwe wiha bên rêzkirin:

  • wergirtinên kultûrî (cultural borrowing): wergirtina peyvan bi wergirtina tiştên ji qisekerên zimanê werger re nû ne.
  • wergirtinên navxweyî (internal borrowing): wergirtin ji zarava yan devokeke heman zimanî.
  • wergirtinên bingehîn (core borrowing): wergirtina peyvên wisa ku hevwateyên wan ji xwe di zimanê wergir de hene.
  • wergirtinên serpêyî (nonce borrowing): bikaranîna peyvên biyanî yên ku di zimanê wergir de hê cihê xwe negirtine.
  • vewergirtin (reborrowing): wergirtina peyvekê ku bi eslê xwe ji zimanê wergir e lê çûye zimanekî din û zimanê wergir dîsa wê peyvê werdigire (adeten bi şiklê hinekî guherandî).

 

Wergirtinên kultûrî

Mebest ji wergirtinên kultûrî (cultural borrowings) wergirtina navên hin tiştan li gel wan tiştan e. Bo nimûne, gava ku radyo û televizyon li Kurdistanê belav bûne, navên wan ên biyanî jî li gel wan di zimanê kurdî de di nav kurdan de belav bûne.

Mebest ji ”kultûrî” di gotina ”wergirtinên kultûrî” de divê bi berfirehî were fehmkirin û bi kêmî van biwaran dihindirîne anku dihewîne:

  • irf û edet
  • huner û edebiyat
  • cil û libas
  • dîn û diyanet
  • kar û jiyar (meîşet)
  • xwarin û vexwarin
  • cejn û pîrozî
  • teknîk û zanist
  • avaniya (struktura) civakî, hikûmet û birêveberî
  • heywandarî û bikaranîna riwek û nebatan
  • sîstema hînkirin û fêrbûnê
  • xwarin û vexwarin
  • mal û bicihbûn
  • dinya û derdor

Armanca me ne ew e ku em lîsteyeke temam pêşkêş bikin lê tenê diyar bikin ku divê peyva ”kultûrî” li vê derê teng neyê fehmkirin. Em ê li vê derê çend peyvan ji her yekê ji van tiştan bidin û diyar bikin ku bo nimûne kurdî çi wergirtinên kultûrî di van beşan de encam dane anku çi peyvên kultûrî wergirtine.

Bo ku em isbat kirin ku wergirtina peyvan di zimanan de diyardeyeke siriştî û tebîî ye, em ê li gel wergirtinên kurdî, behsa wergirtinan di heman waran de di hin zimanên din de jî bikin. Ji bilî kurdî, em ê bi berfirehî nimûneyan ji inglîzî û tirkî bidin.

Kurdî, tirkî û inglîzî bi çendîn awayan ji hev cuda ne:

  • Kurdî zimanek e ku li çendîn dewletan tê axiftin lê li ti ji wan ne zimanê serdest e û tenê li Iraqê (Başûrê Kurdistanê) statuyeke resmî heye. Çendîn dezgehên zimanî hebin jî, ti ji wan ew qudret û şiyan nîne ku bikaranîna kurdî kontrol bike û biryarên mitleq li ser çawaniya bikaranîna kurdî bide. Kurdî bi çendîn zaravayên cuda û bi kêmî bi du alfabeyên cuda tê nivîsîn.
  • Tirkiya standard (”stembolî”) zimanê resmî yê dewleteke neteweyî ye, zimanê serekî û serdest ê Tirkiyê ye. Wek prensîp, tenê formeke tirkî ya standard heye û çawaniya bikaranîna wî wek prensîp ji aliyê dezgeheke zimannasî ya imtiyazî ve tê diyarkirin.
  • Inglîzî zimanekî navneteweyî ye ku li zêdeyî 20 dewletan zimanê resmî yan jî zimanê serdest e. Wek prensîp inglîziya hemû deverên dinyayê eynî ziman e û ji inglîzîzanên hemû derê re fehmbar e lê dîsa jî çendîn awayên cuda yên axiftin û nivîsîna inglîzî hene ku her yek jê li dereke dinyayê standard de (bo nimûne, peyvên bi maneya ”reng, seferkirin, berevanî/parastin” li Amerîkayê wek color, traveling, defense tên nivîsîn lê li Brîtanyayê awayê rast ê nivîsîna wan wiha ye: colour, travelling, defence). Bi sedan an bi hezaran dezgeh û zanîngehên li ser zimanê inglîzî dixebitin hene lê dîsa jî ti ji wan nikarin biryarên xwe li ser hemû bikaranîna inglîzî ferz bikin.

Li gel van cudahiyên mezin di navbera van her sê zimanan de jî, dîsa jî ti ji her sê zimanan ne bi-xwe-têr in. Wan her sêyan jî gelek peyv ji zimanên din wergirtine û niha jî hê jî bi berdewamî peyvan ji zimanên din werdigirin.

Gelek kurd ji hebûna peyvên bi eslê xwe biyanî di zimanê kurdî de ”şerm” dikin. Hin kes heta dixwazin kurdî ji peyvên biyanî ”paqij” jî bikin. Li vê derê, bi pêşkêşkirina hin nimûneyan ji peyvên biyanî di inglîzî û tirkî de jî, em dixwazin diyar bikin ku peyvên bi eslê xwe biyanî di her zimanî de hene û eger wan cihê xwe di zimanî de girtibe îu xelk wan bi kar bîne, hingê avêtina wan ji zimanî ne tenê ne hewce ye lê dikare ziyaneke mezin bigihîne zimanî jî.

 

Irf û edet

Gelek caran tê gotin ku filan tişt li ba kurdan ”edet” e yan edetên kurdan an mieletekî din wiha ne yan ne wisa ne.

Di rastiyê de kêm ji irf û edetan tenê aidî gel û miletekî ne. Piraniya wan ti sinorên miletan an welatan nas nakin. Piraniya edetên ku di nav kurdan de tên peyrewkirin, di nav miletên din jî yên Rojhilata Navîn de û heta yên dûrtir jî hene.

Bo nimûne, di nav kurdan de zewac heye ku hema-hema di nav her miletî heye. Piraniya welatên Rojhilata Navîn kêm-zêde bi heman awayî li meseleyê dinêrin û heta gelek ji wan wê diyardeyê bi heman navî dinasin ku ”zewac” e. Ev peyv ji erebî ketiye kurdî, farisî û tirkî lê eslê wê ne erebî ye jî. Ew bi rêya aramî ji yûnanî ketiye erebî. Maneya eslê peyvê ”cot” e anku jin û mêr.

Zewac bi merasimekê tê kirin û navê wê di kurdî û zimanên din ên Rojhilatî Navîn ”mehr” an mehrkirin e. Zewac dikare bi şahiyekê bê pîrozkirin ku di kurdî de bi piranî navê ”dawet” an ”de’wet, dehwet” lê tê kirin. Ev peyv bi eslê xwe ji erebî ”de’we” anku ”gazîkirin, vexwandin, mazûmkirin” e.

Eger di zewacê de zarokên nêr anku kur peyda bibin, hingê di nav misilman û cihûyan de ew tên ”sinet”kirin (sunetkirin). Ev jî peyveke wergirtî ye, ji erebî ketiye kurdî, tirkî û hin zimanên din.

Zewac herdem bi xêr û xweşî nadome. Gava ku ew tê bidawîanîn, adeten kurd, ereb û gelek miletên din jî peyva ”telaq” bi kar tînin. Ew jî peyveke wergirtî ye, ji erebî ketiye kurdî û gelek zimanên din.

Tê zanîn ku mal, malbat û xizm û meriv di civaka kurdî de giring in. Lê dîsa jî ji ber têkiliyeke xurt û kûr, çendîn peyvên esil-erebî yên binavkirina kesûkaran ketine kurdî, farisî û tirkî jî. Bi kêmî ev peyv: mal, xal, xalet / xaltî, met, mam, afret, mindal, bi farisî ji bilî van herwiha ’emo- (mam, ap), tirkî ”akraba” (xizm, mirovên kesekî)… Li aliyekî din tirkî peyva ”kadın” (jin) ji îranî ”xatûn” wergirtiye û farisî jî ”daî” (xal) ji tirkî ”dayı” wergirtiye. Herwiha tirkî jî peyva ”hala” ya hevreha ”xalet” ji erebî wergirtiye lê maneya wê guherandiye û kiriye ”met”.

Inglîzî jî çendîn peyvên irf û edetên malbatî ji zimanên din, xaseten ji fransî wergirtine: family (malbat), parents (dêbab), ancestor (babûkal), aunt (xalet, met), uncle (mam, xal), madam (xanim), fiancée (bûk, dezgir), cousin (kuzen, zarokên mam, met, xal an xaletan), nephew (biraza, nêr), niece (biraza, ) û bi dehan peyvên din. Herwiha marriage (zewac), divorce (telaq, cudabûn), heritage / inheritance (mîras) jî hin peyvên din ên têkilî jiyana malbatî ne ku di inglîzî de peyvên wergirtî ne, bi taybetî ji fransî hatine.

Herwiha tê gotin ku şeref, namûs, ihtiram, hurmet, marîfet û hwd. di filan civakê de giring in. Lê ev gotin jî ne tenê aidî miletekî ne. Kurdî ev peyv ji erebî wergirtine lê heman peyv ketine farisî, tirkî, urdûyî û di pratîkê de hemû zimanên misilmanan û hin zimanên derveyî wan jî. Çendî were gotin ku namûs li Rojhilatê heye û li Rojavayê (Ewropayê) peyda nabe jî, dîsa jî peyva ”namûs” bi eslê xwe ji yûnaniya kevn ketiye zimanên Rojhilatê.

Hevwateya namûs û şerefê di piraniya zimanên ewropî de ne ji yûnanî lê ji latînî ”honor” e. Bi inglîzî ”honor, honour”, bi fransî ”honneur” ku jê wek ”onur” ketiye tirkî û heta derbazî nav hin nivîsên kurdî jî bûye.

Helbet peyvên irf û edet bi xwe jî wergirtî ne, herdu ji erebî. Heman peyv ketine zimanên din jî yên misilmanan. Li hevberî wan di inglîzî de ”habit” û ”custom” hene ku ew jî herdu peyvên wergirtî ne, bi rêya fransî ji latînî.

 

Huner û edebiyat

Gava ku em bên peyva ”kultûr” bi maneya ”kultûra bilind” anku huner (senet) û edebiyatê (wêje), hin kes dê li ”muzîka kurdî, stranên kurdî, berhemên bi zimanê kurdî” bifikirin û wan wek tiştekî taybet û xusûsî yê kurdan bibînin. Rast e ku zimanê wan kurdî ye, mijarên wan têkilî jiyana kurdan in. Lê dîsa jî temayên wan cîhanî û gerdûnî ne: di nav her miletî de eşq û evîn, şahî û şînî, dostatî û dijminahî heye û mijarên huner û edebiyatê ne.

Ji aliyê şikil û amûrên xwe ve jî huner û edebiyat berhemên hemû dinyayê ne. Di piraniya zimanan de mirov li muzîkê guhdarî dike û navê wê jî her muzîk e (ev peyv bi eslê xwe ji yûnanî). Berhemên edebî (ev peyv ji erebî ye) dikarin bo nimûne ”şiir” (ji erebî), roman (bi rêya fransî ji latînî) yan novel (dîsa bi rêya fransî ji latînî) bin. Li gor awayê behskirinê ew dikarin komedî, drama yan trajedî bin (her sê peyv ji yûnanî ne). Ew dikarin wek şano (ji yûnanî) li tiyatroyan (ji yûnanî) bên pêşkêşkirin an jî bibin film (ji inglîzî) û li sînemayan (bi rêya fransî ji yûnanî) an jî li ser televizyonan (tele- ji yûnanî, visio ji latînî) bên temaşekirin an seyrkirin (temaşe û herdu ji erebî).

Berê mirovî berhemên edebî ji kitêban (ji erebî) dixwandin û berhemên hunerî jî li ser tabloyan (bi rêya fransî ji latînî) temaşe dikirin. Niha alet û hacetên zewqwergirtina ji wan piralî bûne: dikarin li ser radyoyê yan kompûtera xwe (herdu bi rêya inglîzî ji latînî) yan heta bi telefona (bi rêya inglîzî ji yûnanî) bên dîtin an guhdarîkirin.

Hin zimanan çend peyvên taybet ji van berheman re çêkiribin jî (bo nimûne tirkî ”bilgisayar = kompûter”), dîsa di wan zimanan de jî piraniya van peyvan her bi van navên navneteweyî tên nasîn. Hin zimanan çendîn hewl daye ku hin peyvên xwemalî ji wan çêkin jî (bo nimûne farisî ”rayanê” û erebî ”ḥasib” û ”ḥasûb”, hemû bi maneya ”kompûter”) lê dîsa jî xelk peyva navneteweyî bi kar tînin.

 

Teknîk û zanist

Di beşa ”huner û edebiyat” de me behsa çend amûr û alavên teknîkî kir ku mirov pê zewqê ji van berheman werdigire. Piraniya amûr û alavên nû yên bikêrhatî li piraniya dinyayê belav dibin. Berê carinan sed sal an hezar sal dem vedikêşa heta ku ew berhem ji deverekê digihiştin deverên din, heta berî nîv sedsalê jî gihiştina berhemên teknîkî hêdîka çêdibû. Lê niha ku tiştekî hêja yê teknîkî were îcadkirin, ew di salekê yan mehekê de dikare li hemû dinyayê belav bibe.

Ne tenê amûr lê navên wan jî bi leza bayî belav dibin. Li gel telefon, kompûter, radyo, televizyon ên li jor behskirî, herwiha elektrîk (ji yûnanî), faks (ji latînî), kamera (ji yûnanî), otomobîl[9] (oto- ji yûnanî, mobîl ji latînî) otobûs (yûnanî-latînî) û bi sedan amûrên din ên nû xwedî navên navneteweyî ne.

Taybetiyeke giştî ya peyvên teknîkî ew e ku ew vê dawiyê bi piranî di inglîzî, fransî yan zimanekî din ê ewropî de hatine çêkirin lê ew li ser bingehê hin peyvên yûnaniya kevn an latînî (kêm caran li ser bingehê peyvên ji hin zimanên din) hatine avakirin. Hin caran peyv ji du beşan pêk tê ku yek ji zimanekî ye, yê din ji zimanekî din. Bo nimûne, televizyon ji tele- ya ji yûnanî û -vizyon a ji latînî pêk hatiye. Hêjayî gotinê ye ku gava em dibêjin kamera ji yûnanî ye yan faks ji latînî ye, mebest ne ew e ku ev peyv di latînî yan yûnaniya kevn de bi heman maneya em niha bi kar tînin de dihatin xebitandin. Na, kamera yan faksên niha li Serdema Antîk nedihatin nasîn lê eslê van peyvan ji wan zimanan e.

Herdem hemû peyvên teknolojîk ne di her zimanî de li kar in. Di zimanên Rojhilata Navîn de jî çend navên xwemalî bo çend berhemên teknîkî yên nû hatine çêkirin. Otomobîl di erebî de bi navê ”seyyare” tê nasîn ku wek ”seyare, siyare” ketiye kurdî jî (xaseten li Iraq û Sûriyê). Ew ji rehê erebî s-y-r- (livîn) hatiye çêkirin. Di tirkî de otomobîl bi navê ”araba” tê nasîn ku wek ”erebe” di kurdî de jî belav bûye (bi taybetî li Tirkiyê). Eslê peyvê bi rêya erebî ji zimanên îranî ye. Berê ”erebe, araba” ne bi maneya ”otomobîl” lê bi wateya erebeyên dûv heywanan bû lê zimanê tirkî (û di kurdî de jî li deverên li ber tesîra tirkî) maneya vê peyvên berfireh kiriye yan raguhastiye û daye tiştekî nû.

Hevwateya erebeyê di inglîzî de niha ”car” e ku bi eslê xwe kurtkirina ”automobile car” anku ”erebeya otomobîl” e. Di farisî de heman tişt niha bi navê ”maşîn” tê nasîn ku kurtkirina ”avtomaşîn” ya rûsî ye ku hevreha ”oto-” û ”makîne” ye. Di farisî de herwiha peyva ”xodro” (bi-xwe-liv) jî hatiye çêkirin lê xelk wê bi kar naîne.

Piraniya zimanan navgîna li ser rêyên asinî / hesinî dimeşe bi navê ”trên” dinasin ku bi rêya inglîzî ”train” ji fransî ”train” (rêk, rêçik, xetik) ji latînî tractus (kişandî, xîçandî) ye. Lê erebî navê ”qiṭar” lê kiriye û ev peyv derbazî farisî û kurdî jî (bi kêmî li Iraq, Îran û Sûriyeyê) bûye. Ew jî bi eslê xwe maneya ”sira, rêz, tiştên li dûv hev” tê hem di inglîzî de û hem jî di erebî de peyva kevn maneyeke nû wergirtiye. Di kurdî de carinan navê ”şemendefer” yê qaşo kurdî li vê navgînê tê kirin lê di rastiyê de ev peyv ji fransî ”chemin de fer” (rêya asinî/hesinî) ye.

Erebeyên ku mirov dikare pê bigere û tê de binive / raze / rakeve di piraniya zimanan de bi navê ”karavan” tên nasîn (di gelek zimanan de wek ”van” kurtkirî jî li kar e). Ev nav di inglîzî de li van tirimpêlan hatiye kirin lê eslê peyvê ji Rojhilata Navîn ji peyva ”karwan, kerwan” e ku ne tenê di kurdî de lê di zimanên din de jî li kar e: farisî karvan, tirkî kervan, ermenî karawan, erebî qeyrewan…

Navgîneke (amrazeke) din a nûjen a ku li Rojhilata Navîn bi navên xwemalî tê nasîn navgîna firînê ye ku di kurdiya nivîskî de niha navên wek ”firoke, balafir” lê tên kirin. Di axiftina xelkê de bi kêmî li Başûr û Rojava ew bi navê ”teyare” tê nasîn ku ”ṭaire” ya erebî ye ku ketiye gelek zimanên din jî yên Rojhilata Navîn Û Navenda Asyayê. Ew ji rehê erebî ṭ-y-r- (firîn) e. Di tirkiya osmanî de jî berê ev peyv bi navê ”tayyare” dihat nasîn lê tirkiya niha derbazî bikaranîna peyva ”uçak” (ji uç-mak = firîn) bûye ku wek ”ûçax” ketiye nav axiftina kurdên Bakur jî. Farisî jî ji ”teyyarê” ya berê derbazî bikaranîna peyva ”hevapeyma” (”hewapîv”) bûye.

Ne tenê amûrên teknîkî lê herwiha beş û şaxên zanistî jî bi piranî bi navên xwe yên navneteweyî tên nasîn ku axlebe di inglîzî, fransî yan almanî de li ser peyvên yûnanî yan latînî (kêm caran jî li ser bingehê hin zimanên din) hatine avakirin: arkeolojî, biyolojî, cografya, fîlosofî, matematîk û bi sedan peyvên din jî.

Gelo çima em hin ji van makîneyên nû bi navên navneteweyî dinasin û li hinan jî navên xwemalî bar dikin? Çima kurd, ereb, farisî û tirkî radyo û televizyonê wek hev bi nav dikin lê her yek navekî yan çend navên cuda li firoke û balafiran dikin?

Hejmara navên amûrên teknîkî yên ku bi navên neteweyî (ne navneteweyî) tên nasîn bisinor in. Sebebê binavkirina bi navên neteweyî dikare kêm-zêde tesadifî be. Lê gava ku zimanên serekî yên ewropî heman navî li tiştekî bikin, bi ihtimaleke pir mezin zimanên din jî dê heman navî bi kar bînin. Bo nimûne, sebebê bikaranîna navên neteweyî di binavkirina ”firoke, balafir”an de ew e ku di zimanên ewropî de jî navên neteweyî yên xweser ji vê navgînê re hene: inglîzî ”airplane”, fransî ”avion”, almanî ”Flugzeug”, rûsî ”smolyot” û hwd.

 

Cil û libas

Gelek caran tê gotin k uhin milet bi cil û libasên xwe tên nasîn. Ev rast e lê tenê bi awayekî berteng: cilûbergên cejn û şahiyan ên milet û deverên ji hev cuda dikarin ji hev cuda bin. Lê di jiyana rojane de niha piraniya cilan li seranserî dinyayê wek hev in. Eger li her derê ne wek hev bin jî (bo nimûne li hin deveran jin serê xwe diniximînin an dipoşin lê li hinan na), dîsa jî kêm caran cil û şiklên wan li sinorê welatekî disekinin.

Hin ji navên cilan bi zelalî tê dîtin ku ji zimanên ewropî ketine kurdî, tirkî, farisî û gelek zimanên din jî yên dinyayê, bo nimûne: çakêt, pantolon, palto. Lê di rastiyê de bo nimûne ev peyvên ji mêj ve di kurdî de cih girtî jî bi eslê xwe ji zimanên ewropî (hin caran bi rêya erebî û carinan jî bi rêya rûsî) hatine nav kurdî: saqo, qapût, qemîs, sol, şekal (kurmancî) / kilaş, sapok. Heta kiras û fîstan jî ji zimanên ewropî hatine. Gumlek, cezme / cîzme û kepen ji tirkî ne. Jornavên ”cil, libas” bi xwe ji erebî ne.

Li gor vekolînên navneteweyî[10], navên cil û libasan yek ji biwarên herî zêde ye ku peyvên biyanî pir wergirtine ji ber ku stîla cil û libasan li seranserî dinyayê dikeve ber heman pêl û sîpelan. Tê gotin ku berî sed-dused salan li deverên cuda yên dinyayê xelkê cilên ji hev cuda li xwe dikirin lê niha yekbûneke pir xurt peyda bûye.

 

Dîn û diyanet

Herdu dînên serekî yên hemû dinyayê filetî (mesîhîtî, îsawîtî) û îslam in ku herdu jî li Rojhilata Navîn, di nav gelên samîaxiv (aramî û erebî) de peyda bûne. Van dînan hem gelek bawerî û raman û hem jî gelek kirdar û pratîk bi xwe re belav kirine.

Li gel wan bawerî û pratîkan, herwiha navên wan jî li dinyayê belav bûne. Ev rewş tê zanîn û em ê jî bi kurtî behsa wê bikin. Lê em ê herwiha diyardeyeke kêmbehskirî jî berçav bikin: çawa gelek ji bawerî û pratîkên îslamî ne bi peyvên ji erebî lê bi peyvên îranî hatine binavkirin.

Loma kurdan, farisan, tirkan û bi dehan miletên din ên misilman peyvên wek ”helal, heram, şehde, zekat, xêr, sedeqe, mela, cehnem, feqe, medrese” û bi dehan peyvên din ên têkilî îslamê jî ji erebî wergirtine.

Lê ji ber ku îslam bi xwe jî li ser bingehê dînên berî xwe (filetî û cihûtiyê) peyda bûye, gelek ji peyvên dînî ne di erebî de hatine çêkirin lê ew pêşî ji aramî yan îbrî anku bi rêya filetiyê yan cihûtiyê ketine erebî û paşî jî bi rêya îslamê belav bûne nav miletên misilman ên ne-ereb wek kurd, tirk û farisan. Hin ji peyvên wisa ev in: amîn, decal, fitre, reb, şeytan, erş û bi dehan peyvên din jî.

Bi îslamê re zimanê erebî ne tenê peyv lê herwiha navên kesan jî dane miletên din ên misilman. Niha hin hewlên binavkirina zarokan bi navên xwemalî yan ”neteweyî” (wek ”navên kurdî”) hebin jî, piraniya misilmanên hemû deverên dinyayê bi navên pêxemberan an kesên din ên di îslamê de pîroz hatine binavkirin: Mihemed, Elî, Hesen, Hisên, Ebdulla, Ehmed, Îbrahîm, Îsa, Îsmaîl, Mûsa, Yehya… yan navên jinan: Amîna, Fatma, Hacer, Eyşa, Zeyneb… Gava ku mirov li ferheng û lîsteyên navên kurdî dinêre, adeten mirov van navan di wan de nabîne tevî ku piraniya kurdan bi van navan tên nasîn. Lê ew hin navên ”resen” (eslî) yên kurdî didin ku di rastiyê de hejmareke mezin ji wan formên kurtkirî ji navên erebî ne. Bo nimûne: Mem (ji Mihemed), Zîn (Zeyneb), Reşo (Reşîd)…[11]

Lê dîsa jî gelek ji tiştên bingehîn yên îslamê di kurdî û farisî de ne bi erebî lê bi peyvên îranî tên nasîn. ”Xwedê, pêxember, nivêj/nimêj, rojî, guneh” hin têgeh û konseptên bingehîn yên îslamê ne lê dîsa jî ev peyv ne ji erebî hatine lê di zimanên îranî bi xwe de hatine çêkirin yan jî berî îslamê hebûn. Ev peyv hemû bi eslê xwe îranî ne û di kurdî û farisî de ev peyvên serekî ne, ne hevwateyên wan yên ji erebî ”Ellah, resûl/nebî, selat, sewm, xetîe” ku ji hevwateyên îranî kêmtir tên bikaranîn (bo nimûn ”Ellah, resûl/nebî”) yan jî hema qet di kurdî de nayên bikaranîn (wek mînak ”sewm, xetîe”).

Ev peyvên îranî ne tenê di zimanên îranî de mane lê bi îslamê re derbazî gelek zimanên din jî bûne. Bo nimûne, hin ji van peyvan ketine tirkî, urdûyî, albanî, indonezî û gelek zimanên din jî yên ne-îranî lê yên ku qisekerên wan bûne misilman. Bo nimûne, hin ji van peyvan wiha di tirkî de cih girtiye: namaz (nimêj, nivêj), günah (guneh), peygamber (pêxember), oruç (rojî).

 

Kar û jiyar

Karkirin û awayên peydakirina debara jiyanê anku ”jiyar” (meîşet, bi R, ne bi N anku ”jiyar”, ne ”jiyan”) li hin deveran ji deverên din cuda bin jî, awayên baş yên peydakirina debara jiyanê zû li dinyayê belav dibin û dibin navneteweyî. Ji ber hindê, herwiha navên karan û pîşeyan (meslekan, mihneyan) jî zû ji zimanekî derbazî zimanên din dibin.

Loma hejmareke pir mezin ya navên pîşeyan jî di kurdî û piraniya zimanên din de jî peyvên wergirtî ne. Hin ji van peyvan vê dawiyê hatine, bo nimûne ”doktor, profesor, akademîsyen, rektor…” Gelek wek peyvên ji erebî tên nasîn: ”beqal, etar, beytar, hekîm, cerah, cebar, necar…”

Lê hin ji van xwe li erebî jî nagiririn. Bo nimûne, ”beytar” (hekîmê heywanan) bi rêya erebî ketibe kurdî jî, bi eslê xwe ji yûnaniya kevn e. ”Necar” (hosteyê daran û dartiraşînê) bi rêya erebî ketibe kurdî jî, rehên wî digihin zimanên akadî û sûmerî jî.

 

Xwarin û vexwarin

Gelek milet û welat bi taybetmendiyên xwarin û vexwarinên xwe dixurin û pesnê wan didin yan bi wan pesnê xwe didin. Rast e ku li her derê hin xwarin û vexwarinên xas hene lê di rastiyê de xwarin bi piranî li her derê wek hev in. Hin xwarin yan vexwarin li her derê tine bin jî, dîsa xwarinên yan vexwarinên ku tenê di nav miletekî de yan tenê li welatekî hebin, bi rastî pir kêm in yan qet nînin jî.

Piraniya xwarinên dinyayê ji çend riwekan û berhemên çend heywanên xwedîkirî pêk tê. Di nav riwekan de, danê yekî di ser hemûyan re ye ku ”birinc” e. Eger mirov hinekî li navê vê berhemê bi zimanên cuda vekole, dê bibîne ku di rastiyê de ew di piraniya zimanan de li seranserî dinyayê heman peyv e: kurdî û farisî ”birinc”, tirkî ”pirinç”, ermenî ”brinc”, erebî ”eruzz”, îbrî ”orêz”, yûnanî ”oruza”, portugalî û spanî ”arroz”, rûsî ”rîs”, almanî ”Reis”, fransî ”riz”, îtalî ”riso”, inglîzî ”rice”… Hemû bi eslê xwe ji eynî peyvê ne û ji zimanekî Hindistanê tên.

Berhemeke din ya sereke, ku li şûna birinc tê xwarin, di nav piraniya kurdan de bi navê ”petat, patate, patates” tê nasîn. Lê ji ber ku ev peyv di erebî û tirkî de jî heye, gelek kes ji wan direvin û peyva ”kurdî” ”kartol” dinivîsin. Di rastiyê de ti ji van herdu peyvan ne bi eslê xwe kurdî, ne tirkî û ne jî erebî ne. Peyva ”petat” bi formekê yan yeke din li piraniya dinyayê berbelav e. Bo nimûne: spanî û îtalî ”patata”, portugalî ”batata”, inglîzî ”potato”, holandî ”patat”, filipînî ”patatas”… Ev peyv ji zimanekî Amerîkaya Navîn bi rêya spanî li dinyayê belav bûye.

Hevwateya wê ”kartol” jî di piraniya zimanên Kafkasyayê, Navenda Asyayê û Rojhilata Ewropayê de peyda dibe: azerî ”kartof”, ermenî ”kartofil”, kazaxî ”kartop”, osetî ”kartof”, kirgîzî ”kartöşkö”, tirkmenistanî ”kartoşka”, ozbekî kartoshka, ukraynî ”kartoplya”, romanî ”cartof”, polonî ”kartofel”, latviyayî ”kartupelis”, rûs ”kartofeli” (bi devkî ”kartoşka”)… hemû ji almanî ”Kartoffel”. Ya almanî bi xwe jî ji îtalî ”tartuficolo” ye.

Ne tenê ev xwarinên berbelav lê hin ên kêmtir peyda dibin jî ji zimanekî derbazî yên din bûne. Bo nimûne, ”xox, mişmiş” ji erebî hatine nav kurdî lê ”gûz” ya îranî wek ”cewz” ketiye erebî û jê wek ”ceviz” derbazî tirkî bûye. Tirkan ”bulgur”a xwe ji zimanên îranî wergirtiye lê kurdan jî hevwateya wê ”savar” ji ermenî aniye. Tirkan ”horos” ji zimanên îranî wergirtiye lê ev peyv di kurdî de peyda nabe yan nemaye û peyva ”dîk, dîkil” ya ji erebî li cihê wê di kurmancî de li kar e.

Nimûneyên me dayî bi rastî jî tenê nimûne ne û bi ti awayî peyvên wergirtî di vî warî de ne bi van sinordar in.

 

Dem

Dem li her derê kêm-zêde wek hev tê fehmkirin û pîvan. Em bi salan, bi mehan, bi rojan, bi saetan yan jî bi deqîqe û saniyeyan behsa wî dikin.

Hin ji peyvên têkilî demê xwemalî ne anku di kurdî de peyvên îranî yan jî heta hindûewropî ne. Bo nimûne, peyvên wek “roj, şev, havîn, zivistan” rehên xwe di zimanê me de digihînin proto-hindûewropî anku maka zimanên ewropî. Hin peyv tenê dema zimanên kevn yên îranî diçin, wek mînak “sal”.

Hin peyv jî bi zelalî ji zimanên din hatine wergirtin, bo nimûne “saet, deqîqe, saniye” ji erebî. Navên piraniya mehan bi rêya erebî ji îbrî, aramî yan akadî anku ji zimanên samî hatine wergirtin, bo nimûne “sibat, adar, nîsan, hezîran, tebax/ab, îlon/eylûl, çirî/ tişrîn, kanûn”.

Peyva “hefte, heftî” bi zelalî ji peyva “heft” (7) hatiye dariştin. Ew ne tenê di kurdî û farisî de heye lê jê wek “hafta” ketiye tirkî jî. Destpêka piraniya navên hefteyê bi zelalî ji zimanên îranî ye, bo nimûne “yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem” anku ji navên hejmarên 1 – 5 hatine dariştin. Lê dawiya van peyvan “-şem” (di hin devokan de “şemb, şemî, şembî”) ne ji îranî lê ji îbrî ye. Herwiha di hin devokên kurdî de peyvên wek “sebt” (şemî) û “lehd” (yekşem) hene ku ji erebî ne û di rastiyê de di erebî de jî ji îbrî ne.

Li aliyekî din, çend ji navên rojên hefteyê ji zimanên îranî ketine tirkî: “çarşamba, perşembe”. Herwiha “Pazar” (yekşem) jî ji peyva îranî “bazar” hatiye wergirtin ji ber ku wê rojê bazar dihatin danîn. Herwiha “Pazartesi” (duşem, roja piştî bazarê) bi destpêka xwe ji îranî û dawiya xwe ji tirkî ye. Navên rojên din yên hefteyê di tirkî de “Sali” (sêşem) û “Cuma” (în, cume) ji erebî ne. “Cumartesi” nîverebî-nîvtirkî ye.

Civak û birêvebirin

Awayê birêkxistina civakê û birêvebirina wê li her dera dinyayê ne wek hev e lê gelek wekheviyên bingehîn li seranserî dinyayê hene. Li piraniya cîhanê biçûktirîn yekîneya koma mirovan mal e, paşî tax (mehel) yan gund e, paşî nahî / qeza û bajaran in û taliyê jî welat û dewlet in. Mal bi piranî ji malbatekê (aîleyekê) pêk tên, rûniştvanên heman gundî ji yek yan çend êl û eşîran in yan jî çend gund bi hev re ji heman eşîrê ne, welat jî kêm caran ji gelekî û gelek caran jî ji çend gelan pêk tê. Mal ji aliyê malxwê û kabaniyê ve, gund ji hêla muxtarekî ve, eşîr ji layê axayekî ve, qeza ji aliyê qayimeqamekî ve, bajar ji aliyê şaredar yan waliyekî ve, û welat jî ji hêla serok û hin wezîrên wî ve tê birêvebirin.

Rewş ne tenê li Kurdistanê yan li Rojhilata Navîn lê li gelek deverên din jî yên dinyayê wiha ye yan wiha bû. Ev sîstem jî carekê li hin cihan peyda bûne û jê li deverên din jî belav bûne. Loma gava ku mirov li zimanan jî dinêre, dibîne ku di wan de piraniya peyvên têkilî vê pergala birêvebirinê jî wek hev in û ji heman çavkaniyê hatine wergirtin.

Peyvên vê mijarê di zimanên ewropî de bi piranî ji latînî ne. Bo nimûne, peyvên inglîzî “family” (malbat), “village” (gund), “city” (bajar), “state” (dewlet), “country” (welat), “government” (hikûmet), “president” (serok), “minister” (wezîr), “governor, mayor” (walî), “administration” (îdare, birêveberî)… hemû ji latînî (bi rêya fransî) hatine wergirtin.

Di zimanên Rojhilata Navîn de peyvên vê mijarê bi piranî ji erebî hatine wergirtin. Ew ne tenê di kurdî de lê herwiha di farisî, tirkî, urdûyî, peştûyî û piraniya zimanên din jî yên misilmanan de li kar in (di hin ji van zimanan de yek yan çend lib ji nimûneyên me ne li kar in lê piraniya wan di van hemû zimanan de cih digirin: aîle, muxtar, eşîr, qeza, nahiye, mehel, herêm / menteqe, dewlet, hikûmet, walî, welat/wilayet, îdare, hukim, ceza, siyaset…

Peyvên “civak, civat” bi xwe jî di rastiyê de ji peyva erebî “cema’e(t)” hatine ku di kurdî de jî wek “cemaet” li kar e lê di formên xwe yên “civat, civak” de zêdetir hatiye kurdîkirin.

Hin peyvên vê mijarê jî bi rêya erebî ketiye kurdî û zimanên din yên misilmanan lê erebî bi xwe ew ji zimanên din wergirtine, bo nimûne: “beledî / belediye, qanûn, namûs, iqlîm, lijne…” ji yûnaniya kevn yan bi rêya yûnanî ji latînî.

Lê hemû peyvên vê mijarê ne wergirtî ne yan jî hemû ne ji erebî ne. Bo nimûne, “gund, bajar” peyvên xwemalî ne. “Axa” ne ji erebî lê ji tirkî hatiye wergirtin. Li aliyekî din, tirkî ”şehir” (bajar) ji îranî wergirtiye.

Di vê mijarê de peyva ”wezîr” hêjayî binavkirineke taybet e. Ew niha bi forma xwe ya erebîkirî di kurdî û farisî de li kar e. Lê eslê peyvê bi xwe îranî ye. Ev nimûneyeke ji vewergirtinê ye ku dê li jêrtir were behskirin.

Fikirên civakî û dezgehên civakî yên nû êdî ne herêmî lê cîhanî ne. Loma gelek ji wan êdî ne ji erebî (zimanê serdest yê Rojhilata Navîn) lê yekser ji zimanên ewropî tên: parleman / parlemento, komîte, kongre, kongres, demokrasî, sosyalîzm, radîkalîzm, terorîsm, komunîzm, federal, federasyon…

 

Sîstema hînkirin û fêrbûnê

Kêm caran sîstema hînkirin û fêrbûnê li du welatan bi temamî wek hev e. Lê tevî vê jî, li piraniya welatan mirov gelek ji beşên ku dixwîne wek hev yan nêzîkî hev in. Bo nimûne, miroc hînî xwandina û nivîsînê dibe, fêrî hejmartinê dibe, dielime dîrok û edebiyatê. Navê gelek dersan di piraniya zimanên dinyayê de eynî ne: matematîk, fizîk, cografya, kîmya…

Navên dezgehên xwandinê jî li piraniya dinyayê wek hev in yan jî li her devereke berfireh navekî ji eynî rehî heye. Bo nimûne, cihê ku zarok diçin dersê lê bixwînin teqrîben di hemû zimanên ewropî de bi eslê xwe bi eynî navî tê nasîn lê li gor dengnasiya zimanan piçekê ji hev cuda bûye: inglîzî ”school”, almanî ”Schule”, holandî ”school”, portugalî ”escola”, fransî ”école”, spanî ”escuela”, polonî ”szkoła”, îtalî ”scuola”, rûsî ”шко́ла” (şkola)… hemû ji latînî ”scola”, ya latînî bi xwe ji yûnaniya kevn.

Di nav misilmanan de heta vê dawiyê yek ji herdu yan jî herdu peyvên ”medrese, mekteb” dihatin bikaranîn. Bo nimûne, kurdî, farisî, urdûyî, ”medrese”, kurdî, tirkî, kazaxî, kirgîzî, ozbekî, oyxurî, tacikî, tirkmenistanî, hindî û hejmareke mezin ya zimanên din jî ”mekteb, mektep” bi kar dianî û piraniya wan niha jî vê peyvê dibêjin û dinivîsin.

Mixabin petîperistiya tirkî û di bin tesîra nijadperistiya tirkî de, petîperistiya kurdî jî xwast xwe ji van herdu peyvên di nav gel de li kar bişon. Tirkan peyva ”okul” ya qaşo tirkî ”oku-mak” (xwandin, xwendin) lê di rastiyê de ji têkilkirina ”oku-mak” ya tirkî û ”école” [êkol] ya fransî çêkir. Kurdan qaşo xwe ji peyva biyanî şûşt lê di rastiyê de xwe avêt himêza du peyvên biyanî:

  • Qelemşorên kurmancî ”dibistan” ya ji farisî û ji xelkê re nenas neqil kir cihê ”mekteb, medrese” yên di kurdî de berbelav.
  • Qelemşorên soranî peyva qaşo “kurdiya pak û petî” ya ”qutabxane” darişt lê di rastiyê de ”qutab” ne kurdî ye lê ji erebî ye.
  • Di herdu lehceyan de jî çendîn peyvên din jî ceribandin, wek ”fêrgeh, xwandingeh, xwendegeh, perwerdegeh…” lê ti ji wan jî cihê ”mekteb, medrese” negirtiye.

Vê dawiyê piraniya peyvên vê mijarê ji zimanên ewropî tên. Hem navên dersan, wek “biyolojî, kîmya, fizîk, matematîk, cografya…” û hem jî hin peyvên din, wek “kurs, semînar, kolej, lîse” û hwd.

 

Avahî û bicihbûn

Mal û tiştên nav malê wek prensîp ji destpêka mirovatiyê ve hebûne. Loma mirov dikare texmîn bike ku peyvên têkilî wan di zimanan de dê kevn û xwemalî bin.

Lê di rastiyê de modelên avahiyan, beşên wan û tiştên di wan de heyî bi piranî nûjen in. Berê di nav kurdan de xanî bi piranî ji beşeke tevahî pêk dihat, odeyên rûniştinê, xewê, karkirinê ji hev ne cuda bûn. Cihên şûştinê, xwarinçêkirinê û destavxweşkirinê bi kêmî havînan (lê bi piranî her çar demsalan) li derve bû. Ev ne tenê rewşa kurdan bû: eger mirov çend dehsalan yan sedsalan paşve biçe, li piraniya dinyayê wisa bû.

Anku beşên xanî – bo nimûne medbex, hemam (herdu ji erebî) – yan tiştên tê ve – bo nimûne qenepe (ji fransî), mase / mêze (ji îtalî), sofa (ji inglîzî, ew bi xwe ji erebî) – peyvên wergirtî ne. Heta navê hin tiştên ku mirov texmîn dike her û her hebûne, peyvên wergirtî ne: lihêf û betenî ji erebî, doşek ji tirkî. Fikra parvekirina xanî li ser çend beşan jî bi navê giştî yê beşan ve jî di kurdî de ji tirkî ye (”ode” ji tirkî ”oda”) yan jî ji erebî (”mezel, menzel”).

Di rastiyê de heta peyva ”mal” bi xwe jî ji erebî ye û ketiye cihê ”ke-” ya îranî. Lê ev êdî ne wergirtineke kultûrî lê wergirtineke bingehîn e û li jêrtir behsa wan tê kirin.

Li aliyekî din, tirkî peyva ”duvar” (dîwar) ji zimanên îranî wergirtiye.

 

Jornav (hîpernîm)

Di kurdî de hejmareke mezin ya gulan, giyayan û daran navên xwe yên xwemalî hene. Herwiha çendîn heywanan jî navên xwe yên xwemalî hene. Lê tevî vê jî (bi kêmî heta vê dawiyê) ti navekî hevbeş yê xwemalî ji van heywanan yan jî van gul û giya û daran re tine bû.

Hemû heywanên xwedî navên xwemalî û biyanî bi hev re bi peyva ji erebî wergirtî “heywan” tên/dihatin nasîn. Bi heman awayî hemû gul û giya û dar jî bi hev re bi peyva ji erebî “nebat” dihatin/tên nasîn. Yan hemû heywanên bi perr û baskên yên ku difirin bi navê “teyr” yê ji erebî tên/dihatin nasîn tevî ku gelek ji cûnên teyran navên xwe yên xwemalî hebûn jî.

Vê dawiyê çendîn hewlên afirandina peyvên xwemalî li cihê “heywan, teyr, nebat” hatine dan, bo nimûne:

  • heywan: canewer, giyanewer, ajel (“ajel” di rastiyê de berfirehkirina peyvê ye ji ber ku ew li cihên heyî di nav xelkê de maneya “dewar, sewal” dide, ne maneya hemû heywanan)
  • nebat: riwek, şînkatî, hêşinahî
  • teyr: balinde, firinde

Lê di rastiyê de ti kêmasiyek di kurdî de nîne em van peyvên esil-biyanî yên di nav gel de li kar bidomînin. Eger em li bihêztirîn zimanê dinyayê yê niha anku li inglîzî binêrin, em ê bibînin ku rewş di vê meseleyê de jî tam wek kurdî ye:

Di inglîzî de jî gelek heywan û nebatan navên xwe yên xwemalî hene. Lê di inglîzî de jî ti peyveke xwemalî bi maneya “heywan” yan “nebat” peyda nabe. Bi wê mebestê inglîzî jî “animal” (heywan) û “plant” (nebat) ji latînî wergirtine. Berevajî kurdînivîsan, inglîzînivîs bi van peyvên di zimanê wan de cihgirtî razî ne û serê hevzimanên xwe bi peyvokên çêkirî naêşînin.

Di rastiyê de rewş ne tenê di kurdî û inglîzî de lê di piraniya zimanên din de jî wisa ye. Peyvên xwemalî bi jêrnavan (hîponîman, bi inglîzî hyponym) anku bo tiştên yek bi yek hene lê bo jornavan (hîpernîman, hypernym) wek “heywan, nebat” kêm in û adeten ji çend zimanan (latînî, yûnanî, erebî, sanskrîtî) hatine wergirtin.

Bo nimûne, piraniya zimanên din jî yên ewropî bi maneya “heywan” û “nebat” heman peyva “animal” û “plant” yên ji latînî bi kar tînin:

  • heywan: inglîzî, fransî, spanî, portugalî hemû “animal”, îtalî “animale”… hemû ji latînî “animalis”.
  • nebat: inglîzî û holandî plant, fransî plante, spanî û portugalî planta, îtalî pianta, almanî Pflanze…

Di zimanên misilmanan de jî:

  • heywan: farisî hiyvan, tirkî hayvan, urdûyî heyvan, indonezî hewan, kazaxî xayvan, somalî xayawaano, ozbekî ”hayvon”, azerî heyvan, oygurî ”haywan”, peştûyî ”heyvan”… hemû ji erebî ”ḥeywan”.

 

 

WERGIRTINÊN NAVXWEYÎ

Mebest ji wergirtinên navxweyî (internal borrowing) wergirtina ji zarava yan devokeke heman zimanî ye. Em ê pêşî li ser wergerandina navbera lehceyan bisekinin, paşî li ser wergirtina di navbera devokên kurmancî de.

Ji wergirtinên zaravayî em ê behsa wergirtinên ji soranî yan bi rêya soranî ketî kurmancî wek nimûne bikin. Ji wergirtinên devokî jî em ê bala xwe bidin wergirtinên navbera kurmanciya navendî û kurmanciya rojhilatî.

 

WERGIRTINÊN ZARAVAYÎ: JI SORANÎ BO KURMANCÎ WEK NIMÛNE

Van salên dawiyê têkiliya navbera zarava û devokên kurmancî xurttir bûye. Bi rêya hevnasîna kesan, medyayê û xwandina berhemên bi zarava û devokên din, kurdên ji deverên cuda dest pê kiriye ku peyvên di devoka wan de tine bin jî fehm bikin û heta bi kar jî bînin.

Nivîsîna zimanê kurdî bi zaravaya kurmancî dest pê kiriye[12]. Lê salên 1900 ji ber qedexeya li ser zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê (warê piraniya kurmancîaxivan) û serbestiyeke rêjeyî li Başûrê Kurdistanê, soranî zêdetir derfet û delîvên pêşketinê hebûn. Ji ber ku di dawiya salên 1900 de gelek berhem li ser mijarên cuda bi soranî hatibûn nivîsîn, hin kurmancînivîsan jî xwe spartiye xwandina wan û gelek peyv jî jê wergirtine û paşî ew di nivîsên xwe yên bi kurmancî de jî bi kar anîne. Bi vî awayî gelek peyv ji soranî derbazî kurmancî bûne.

Lê gelo ev peyv çi ne? Ew çawa ji soranî derbazî kurmancî bûne? Sebebên wergirtina wan çi ne? Di kurmancî de çawa tên bikaranîn? Gelo eslê wan peyvan soranî ye yan jî gelo soranî tenê rêya wergirtina wan bûye? Anku gelo ew peyv di soranî bi xwe de hebûn yan hatine çêkirin yan jî soranî bi xwe jî ew ji zimanekê din wergirtine û bi rêya soranî ketine kurmancî jî? Gelo hejmara van peyvan çend e? Heke heta niha hejmara wan peyvan nehatibe diyarkirin, gelo qet mimkin e ku mirov wan bihejmêre?

Di vê meseleyê de divê çend zelalkirinên pêdivî bên kirin.

  • Gava ku em dibêjin ”kurmancî peyv ji soranî wergirtine”, gelo em behsa çi ”kurmancî” dikin?
    1. kurmanciya devkî ya giştî
    2. kurmanciya devkî ya di bin tesîra soranî de
    3. sormancî
    4. kurmanciya nivîskî ya di bin tesîra soranî de
    5. kurmanciya berhemên ji soranî wergerandî
    6. kurmanciya nivîskî ya giştî
  • Gava ku em dibêjin ”kurmancî peyv ji soranî wergirtine”, gelo em behsa çi ”soranî” dikin?
    1. soraniya devkî
    2. soraniya nivîskî
  • Gava ku em dibêjin ”kurmancî peyv ji soranî wergirtine”, gelo mebesta me
    1. tenê ew peyv in ku bi eslê xwe soranî ne?
    2. yan jî her peyv e ku bi rêya soranî ketiye kurmancî?

Li vê derê mebesta me bi peyvên ”kurmanciya devkî ya giştî” ew peyv in ku li hemû yan piraniya deverên kurmancî di nav xelkê ”sade” de hebin. Di kurmanciya wiha de peyvên ji soranî wergirtî ihtimalen qet tine ne. Heke hebin jî, bi tiliyên destan mirov dikare bihejmêre. Bo nimûne, kurmancîaxivên sade yên diyarbekirî, dêrsimî, efrînî, êrîvanî yan xorasanî di mala xwe de, di nav zar û zêçên xwe de ihtimalen yek peyva ji soranî wergirtî jî bi kar naînin. Bi heman awayî di nav soranîaxivên ”sade” yên sineyî, kerkûkî yan seqizî de ihtimalen ti peyvên ji kurmancî wergirtî di mal de nayên bikaranîn. Heke çend peyv hebin jî, hejmara wan pirr bisinor e.

Li deverên ku sinorên kurmancî û soranî digihin hev, tesîra herdu zaravayan li ser hev heye. Bo nimûne, li Başûrê Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê hin bajarok kurmancîaxiv û hin jî soranîaxiv in. Ji ber cîranî û têkiliyên qisekerên herdu zaravayan, tesîra wan li ser heye: hem di kurmanciya wan deveran de şûn û şopên soranî diyar in û hem jî di soraniya wan deveran de tesîra kurmancî berçav e. Ew tesîr ne tenê di peyvnasanî (leksîkal) ye lê herwiha dengnasanî (fonolojîk) û pirtiknasanî (morfolojîk) e jî. Li hin deveran zehmet e mirov bibêje ka ew bi kurmancî yan jî soranî diaxivin. Bi taybetî devoka klasîk ya eşîra sûr­çiyan wisa ye.

Mebest ji ”sormancî” bi ber firehî têkilkirina kurmancî û soranî ye. Hin caran ev bi qest tê kirin: bo nimûne, gava ku kurmancek û soranek li gel hev biaxivin, herdu ji hev fehm bikin lê ti ji herduyan 100 % bi zaravaya yê din neaxive, hingê yek yan herdu dikarin ew bidin ku heta bikarin peyv û rêzimana li gor zaravaya din bi kar bînin daku ji hevberê wan re fehmkirin hêsan be.

”Sormancî” bi piranî demkî ye: kurmancek dikare wê li gel soranekî bi kar bîne lê gava ku bi kurmancekê re biaxive, vegere ”kurmanciya xwe ya normal”. Soranek jî dikare wisa bike.

Lê kurmancên ku li hin deverên soranîaxiv dijîn yan soranên ku li deverên kurmancîaxiv dijîn, dikarin piştî demekê bi rastî jî bibin sormancîaxiv anku hewl bidin bi zaravaya din biaxivin lê dîsa jî tesîra zaravaya wan bi xwe bi berfirehî li ser axiftina wan hebe. Anku dibe ku demekê ew êdî ne zaravaya xwe baş bizanin û ne jî bi temamî hînî zaravaya din bûbin. Yan jî belkî bi temamî hînî zaravaya din bûbin lê êdî zaravaya wan bi xwe bi giranî di bin tesîra zaravaya din de mabe. Bo nimûne, ev rewşa gelek kurmancîaxivên li Hewlêrê yan Silêmaniyê bi cih bûyî ye.

Kurmanciya nivîskî ya di bin tesîra soranî de bi çend awayên cuda berçav dibe. Gelek ji nivîskar û rojnamevanên kurmanc yên devera Behdînan li gel xwandina bi kurmancî (bi taybetî behdînî) û erebî, herwiha xwandevanên berhemên soranî û guhdarên bernameyên soranî ne. Têkiliyên wan yên şexsî jî li gel nivîskar û rojnamevanên soran dikarin hebin. Bi dilxwazî yan jî ji nehişyarî tesîra soranî li ser wan heye. Di haletê baş de ew kurmanciya xwe bi peyv û gotinên soranî berfireh û zengîn dikin. Di halê xirab de kurmanciya wan di bin tesîra soranî de belingaz û perîşan dibe.

Piraniya nûçe, nivîs û hevpeyivînên medyaya bi kurmancî ya Başûrê Kurdistanê wergerandina ji soranî ye anku ew ne yekser bi kurmancî hatine nivîsîn. Hin wergerên baş hene ku berheman wisa werdigerînin ku mirov qet bîra wê nake ku berhem wergerandî ye. Lê di gelek wergeran de şûn û şopa soranî bi awayekê bêserûber di wergerê de diyar e. Bo nimûne, vê dawiyê bûye edet ku di nûçeyên ji soranî wergerandî de mirov gotinên wek ”[kesê mirî] bi xakê spart” bi maneya ”[kesê mirî] bin-ax kir” dibîne.

Kurmanciya nivîskî ya giştî anku ne tenê ya yekser di bin tesîra soranî de jî van 20 – 30 salên dawiyê gelek gotin ji soranî wergirtine û niha ew bûne beşek normal ji kurmanciya nivîskî. Ew bi piranî peyvên kultûrê (bi taybetî medya û çapemeniyê) ne ku berê di kurmancî de tine bûn yan jî li cihê wan hin peyvên erebî yan tirkî yan ewropî dihatin bikaranîn.

Lê di rastiyê de serekaniya kêm peyvan ji wan soranî ye. Eslê wan ji belkî heta 90 % farisî ye. Soranî tenê demek kurt berî kurmancî ew ji farisî wergirtine û bi rêya soranî ew paşî ketine kurmancî jî:

”aheng, amade, araste, asayîş, çalak, daraz, derûn, derya, ferheng, mest, nirx, pesend, peyam, rewş, rexne, saz (kirin), şêwe, şoreş, werziş, umêd, zindî…” û bi dehan – heke ne bi sedan – peyvên din.[13]

Hin peyv jî bi rêya soranî ji hewramî / goranî ketine kurdî: ”wate, wane”.

Lê peyvên ku bi xwe di soranî de hatibin çêkirin û jê derbazî kurmancî bûbin, gelek bisinor in. Gelek ji wan jî wergerên yekser yên ji erebî ne. Bo nimûne ”parêzgeh” ji soranî ”parêzga, parêzge” li ber erebî ”muhafeze” (”cihê parastinê/parastî”).

Li aliyekî din, ne tenê kurmancî peyv ji soranî wergirtine lê herwiha soranî jî ji kurmancî yan bi rêya kurmancî ji zimanekî din wergirtine. Armanca me li vê derê ne vekolîna van peyvan e lê miro dikare serpê çend nimûneyan bide: ”bakur, başûr, civet, evîn, heval, mirov, penceşêr / şêrpence, rojev, govar (kovar)” û paşpirtika ”-van” (wek di peyvên ”nêçîrvan, şervan, rojnamevan”) de tenê çend nimûne ne.  Hêjayî gotinê ye ku ji bilî nûpeyvan anku neolojîzman (govar/kovar, rojev, rojnamevan), du peyvên bingehîn jî (mirov, evîn) di nav van çend nimûneyên me de peyda dibin.

 

WERGIRTINÊN DEVOKÎ

Di hin devokên kurmancî de hin peyv hene ku di devokên din de maneya wan bi hin peyvên din tê îfadekirin. Bo nimûne, mirov dikare lîsteyeke kurt tenê wek nimûne ji kurmanciya rojhilatî (bo nimûne Dihok) û kurmanciya navendî (wek mînak Mêrdîn) bide:

Dihok Mêrdîn
şiyan karîn
li nik, li layê li ba, li aliyê
bo ji bo, ji … re
wisa, wesa wilo
vêca îcar, îca

 

Lê nivîskarên kurmancînivîs yên ji Dihokê tenê bi devoka xwe namînin û yên mêrdînî jî xwe bi devoka xwe ve sinordar nakin. Ew peyvên wek van yên di devoka nivîskar de peyda nebin jî ji devokên din neqil dikin nivîsên xwe. Xaseten gava ku nivîskar naxwazin heman peyvê di nivîsa xwe de dubare bikin, ew dikarin peyvên hevwate yên ji devokên cuda bi kar bînin. Bo nimûne, “li cem, li ba, li nik, li aliyê, li hêla, li rexê…”

Heta demekê ev wergirtin tenê bi nivîskî ye anku bi axiftinê ew kes van peyvan nabêjin, paşî ev peyvên ji devokên din hêdî-hêdî di axiftinên nîv-resmî de derdikevin û taliyê dikarin bibin beşek ji axiftina rojane yan van kesan jî.

 

WERGIRTINÊN BINGEHÎN

Berî ku têkiliyên zimanê kurdî û erebî peyda bibin jî, “dinya” li derdora kurdan hebû, roj bi “sibê” dest pê dikir, dayikên gelek kesan xwişk û bira hebûn ku ji wan kesan re “xal” û “xalet/xaltî” bûn û babên gelek kesan jî xwişk û bira hebûn ku ji wan kesan re “mam” û “met” bûn. Berî heman têkiliya herdu zimanan, bi ihtimaleke mezin li Kurdistanê mirîşk dihatin xwedîkirin û bo cotbûn û zêdebûna wan mirîşkan, nêrên wan jî lazim bûn ku hin kurmanc jê re dibêjin “dîk” û hin jî “dîkil”.

Lê dîsa jî ev peyv hemû ji erebî hatine wergirtin: dinya, sibe, xal, xalet/xaltî, mam, met, dîk/dîkil…

Bi ihtimaleke mezin di nav kurdan de berî têkiliya zimanên kurdî û erebî, hin navên din li cihê van peyvan hebûn. Anku ev peyvên wergirtî ne wergirtinên kultûrî ne ji ber ku ev tişt ji xwe di kurdî de hebûn û bi ihtimaleke mezin hin peyv jî li cihê wan hebûn.

Wergirtina peyvên wisa, ku hevwateyên wan ji xwe di zimanê wergir de hene, di zimannasiyê de bi nave wergirtinên bingehîn (core borrowing) tên nasîn. Navekî din yê vê diyardeyê vepeyvkirin e (releksîkalizasyon, bi inglîzî relexicalisation) anku binavkirina bi peyveke din.

Ev diyarde ne tenê di kurdî de lê di gelek zimanên din de jî peyda dibe.

Helbet berî ku têkiliya zimanî di navbera farisî û erebî de dest pê bike yan têkiliya zimanî ya tirkî-erebî û tirkî-îranî dest pê bike jî, roja van miletan bi sibê dest pê dikir, bi nîvro nîvî dibû û bi êvarê ber bi dawiyê diçû. Lê dîsa jî niha di farisî de jî roj bi “sobh”a (sibe, spêde) ji erebî dest pê dike û bi “zuhr” (nîvro) ya dîsa ji erebî nîvî dibe. Roja tirkî jî bi “sabah” ya ji erebî dest pê dike û bi “akşam” (êvar) ya ji îranî ber bi dawiyê diçe.

Berê jî “dinya” li dor faris û tirkan jî hebû lê niha li dor tirkan jî “dünya” ya ji erebî û li dor farisan jî “donya” ya dîsa ji erebî heye. Faris û tirkan jî wek kurdan gelek ji navên xizm û kesûkarên xwe ji erebî wergirtine tevî ku bêguman berî têkiliyên van zimanan li gel erebî jî ev kesûkar her hebûn:

  • farisî: ‘emo (mam), xalû (xal), xalê (xalet, xaltî)
  • tirkî: hala (met – hevreha “xalet”), adam (zelam, mêr)

Van herdu zimanan ne tenê ji erebî lê ji hev jî peyvên malbatî wergirtine:

  • farisî: daî (xal – ji tirkî “dayı”)
  • tirkî: kadın (jin – ji îranî “xatûn”), koca (mêr – ji îranî “xoce”)

Li aliyekî din, helbet “hewa” li derdora tirk û ereban jî hebûye berî ku têkiliyên wan li gel gelên îranî peyda bibin. Lê dîsa jî erebî peyva “hewa” ji zimanên îranî wergirtiye û bi şiklê erebîkirî ew daye tirkî, swahîlî û gelek zimanên din û heta bi forma erebîkirî li zimanên îranî jî vegerandiye.

Rewş ne tenê li Rojhilata Navîn wiha ye. Bo nimûne, inglîzî jî ”uncle” (mam, xal), ”aunt” (met, xalet), ”cousin” (kuzen, pismam, dotmam, kurxal, keçxal…), ”niece” (keça birayî yan xwişkê), nephew (kurê birayî yan xwişkê) û hejmareke mezin ji peyvên din yên malbatî bi rêya fransî ji latînî ne. Roja inglîzan jî bi ”noon” (nîvro) ya ji latînî nîvî dibe. Hewayê inglîzan jî ”air” dîsa bi rêya fransî ji latînî ye.

Hin ji wergirtinên bingehîn li gel hevwateyên xwemalî dijîn lê hin jî bi temamî hevwateyên xwe yên xwemalî winda dikin. Bo nimûne, li cihê ”xal, xalet/xaltî, met/metik” yên erebî ti peyvên xwemalî di kurmancî de nemane tevî ku bi ihtimaleke mezin berî ku ev peyv ji erebî werin wergirtin, hin peyvên din hebûn. Lê ji ber ku ew di ti nivîsên kurdî de nemane, em nikarin bibêjin ka ew çi ne. Herwiha helbet em nikarin bibêjin ka ew peyvên xwemalî bûn yan ew jî ji zimanekî din hatibûn wergirtin.

Gava ku peyvên xwemalî mabin jî, ew adeten di tenê di hin devokan de mane û di hinan de jî bi temamî cih daye peyva wergirtî. Bo nimûne, di kurmanciya rojhilatî de peyvên xwemalî ”sotin” û  ”spêde” (destpêka rojê) mane lê di kurmanciya navendî de wan bi temamî cih daye peyvên ”şewitîn/şewitandin” û ”sibe, serê sibê” yên ji erebî. Ji van peyva ”şewitîn/şewitandin” qet cih di devokên kurmanciya rojhilatî de di nav xelkê de cih negirtiye. Peyva ”sibe” (wek ”siba, sibahî, suba, subahî”) di devokên rojhilatî de cih girtiye lê tenê bi maneya ”roja piştî îro” (bi inglîzî tomorrow) lê ne bi wateya ”destpêka rojê” (morning). Di kurmanciya navendî de ”sibe” yan varyanteke wê bi van herdu maneyan li kar e.

Vê dawiyê di zimanê kurdî yê nivîskî de vepeyvkirineke (releksîkalizasyon, relexicalization) bi awayekî din serdest e: peyvên ji erebî yên cihê xwe girtî bi peyvên bi texmînî xwemalî lê di rastî de wergirtinên ji hin zimanên din (xaseten ji farisî) tên veguhastin. Kurteya zimanê jêder li pey peyvê hatiye nivîsîn (E = erebî, F = farisî, FR = fransî, R = rûsî, T = tirkî)

  • dinya à cîhan (F)
  • behr à derya (F)
  • mekteb, medrese à dibistan (F)
  • qanûn (bi eslê xwe yûnanî ye) à zagon (R), yasa (T)
  • zengîn (bi xwe peyveke îranî ye) à dewlemend (dewle- E, -mend F)
  • heq à maf (E)
  • xerîte (bi eslê xwe yûnanî ye) à nexşe (E-F)

Bi dehan nimûneyên din jî yên wiha hene ku em di nivîsareke din de behs dikin.

 

 

 

VEWERGIRTIN

Vewergirtin (reborrowing) tê maneya wê ku peyvek ji zimanekî (yan ji malbateke zimanî) çûye zimanekî din lê paşî dîsa li zimanê jêder (yan li zimanekî ji malbata zimanên jêder) vegeriye.

Bo nimûne, bi berfirehî tê zanîn ku peyva “wezîr” ji erebî ketiye kurdî û farisî. Lê di rastiyê de erebî ew peyv ji zimanekî îranî (ihtimalen pehlewî) wergirtiye, lê paşî ew peyv bi şiklê xwe yê erebî li zimanên îranî (bo nimûne kurdî û farisî) vegeriye. Em dikarin tarîxa wergirtina vê peyvê wiha diyar bikin:

  • zimanekî îranî (ihtimalen pehlewî) “viçîr, guzîr” à erebî “wezîr” à hin zimanên îranî (bo nimûne kurdî) “wezîr” (farisî “vezîr”)

Di rastiyê de hejmareke peyvên wisa di kurdî û farisî de hene ku pêşî ji zimanekî îranî (adeten ji pehlewî) ketine erebî û paşî ji erebî li kurdî û farisî vegerîne. Li vê derê em ê lîsteyeke netemam pêşkêş bikin:

îranî (pehlewî) à erebî à îranî (kurdî)
pisteq festeq fisteq, fistiq
dên dîn à dîn (diyanet)
zendîk zendîq zendîq
xendek xendek xendeq, xendek
viçîr wezîr wezîr

 

Adeten peyva îranî ya çûyî nav erebî, bi şiklê xwe yê erebîkirî hem li kurdî û hem jî li farisî vegeriye. Lê carinan kurdî û carinan jî farisî forma îranî parastiye lê zimanê din forma erebîkirî wergirtiye. Bo nimûne, em dikarin navê du berhemên daran bidin:

  • farisî eslê peyva îranî “pistê, piste” (pehlewî “pistek”) parastiye lê kurdî forma erebîkirî “fisteq, fistiq” li cihê wê vewergirtiye
  • kurdî eslê peyva îranî “gûz” (pehlewî “gewz”) parastiye lê farisî forma erebîkirî “cewz” li cihê wê bi şiklê “cûz” vewergirtiye.

Vewergirtin ne tenê di navbera zimanên îranî û erebî de peyda dibe. Bo nimûne, inglîzî peyva îranî “karwan, kerwan” wergirtiye û peyva “caravan, van” (karavan, mala seyar, mala seferî, otomobîlên ku mirov dikare tê de bijî û xew bike) jê çêkiriye. Paşî jî heman peyva di inglîzî de çêkiriye ketiye kurdî jî. Mirov dikare wiha vê vewergirtinê pêşkêş bike:

  • zimanekî îranî “karwan, karvan” à inglîzî “caravan” à zimanekî îranî (kurdî) “karavan”

Hin caran heta zimanan peyvên xwe yên hevwate heçku bi hev veguhastibin. Bo nimûne, di piraniya zimanên Rojhilata Navîn de fêkiyek/mêweyek heye ku bi navê “pirteqal, purteqal” (kurdî), “porteqal” (farisî), “portakal” (tirkî), “burteqal”, “burtuqal” (erebî) tê nasîn. Ev peyv ji navê welatekî Ewropayê anku ji navê “Portugal” hatiye. Lê tiştê ecêb ew e ku di gelek zimanên ewropî de ev fêkî bi peyveke rojhilatî anku bi “narinc”ê tê nasîn: spanî “naranja”, portugalî “laranja”, îtalî “arancia”, fransî û inglîzî “orange”…

 

 

WERGIRTINÊN SERPÊ

Mebest ji wergirtinên serpê (bi inglîzî nonce borrowing): bikaranîna bêje yan biwêjên biyanî di nav zimanekî de ne bêyî ku wan peyvên biyanî di wî zimanî de cihê xwe girtibe anku “rûniştibe”. Peyva “serpê” li vê derê ji gotina “li ser pê” anku “ji piyan ve”, ne “rûniştî”, ne “cihê xwe girtî”.

Wergirtinên serpê ji aliyê kesên duziman (bilingual) ve tên bikaranîn. Şertê navbera “wergirtinên asayî” (normal) û “wergirtinên serpê” ew e ku “wergirtinên asayî” ji aliyê kesên yekziman ve jî tên bikaranîn lê “wergirtinên serpê” tenê ji aliyê kesên duziman ve tên bikaranîn.

Bo nimûne, peyvên “ode” û “son” herdu ji tirkî ne. Peyva “ode” di kurdî de “wergirtineke asayî” ye ji ber ku kurdên tirkînezan jî (li derveyî Bakurê Kurdistanê jî) vê peyvê bi kar tînin. Peyda “son” (dawî, dûmahî, xilasî) jî di axiftina gelek kurdan de li kar e lê dîsa jî ew wergirtineke serpê ye ji ber ku tenê ji aliyê kurdên tirkîzan ve tê bikaranîn.

Diyardeyeke din ya giştî di nav kurdan de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ew e ku di nav axiftina kurdî de gelek kes hejmaran bi tirkî dibêjin. Bo nimûne: “Em sala iki bin onbeş (2015) li wir bûn.”

Wergirtinên serpê ji ber çend sebeban tên kirin. Di rewşa kurdî de li gor giringiya xwe mirov dikare wan sebeban wiha rêz bike:

  • qiseker zêdetir şarezayê zimanekî din e, rojane wî bi kar tîne û nizane ka filan peyv bi kurdî çi ye
  • qiseker hevwateya peyva biyanî bi kurdî dizane lê ya biyanî hêsantir tê bîrê
  • qiseker texmîn dike ku guhdar dê baştir peyva biyanî fehm bike
  • ti peyveke hevwate yan jî ti peyveke hevtesîr ya xwemalî nayê dîtin yan di wê gave de nayê bîra qisekerî
  • qiseker dixwaze bi zanetî peyvên biyanî bi kar bîne yan daku atmosfereke biyanî biafirîne yan jî diyar bike ku zimanekî din jî dizane.

 

 

ÇI BIRRÊN PEYVAN TÊN WERGIRTIN?

Heta niha me hema-hema tenê navdêr wek nimûne ji wergirtinan dane. Rast e ku navdêr di nav peyvên wergirtî de piranî ne lê bi ti awayî ne tenê ne.

Yek ji sebebên piraniya navdêran di nav peyvên wergirtî de ew e ku piraniya peyvan wek din jî ji xwe navdêr in. Lê di kurdî û gelek zimanên din de jî peyvên ji hemû birran dikarin bên wergirtin.

Li jor me hejmareke pir mezin ji navdêrên wergirtî pêşkêş kiriye. Li jêr em ê ji her birra din ya peyvan hin nimûneyan bidin.

 

Rengdêr

Hejmareke mezin ji rengdêrên kurdî û – bo nimûne – farisî, tirkî û inglîzî jî bi eslê xwe biyanî ne. Bo nimûne ”cahil, hêdî, miskîn” ji erebî, ”sax, genc” ji tirkî yan ”demokratîk, radîkal” ji zimanên ewropî hatine wergirtin.

Rengdêrên wergirtî jî wek rengdêran bi giştî jî di kurdî de komeke vekirî ye anku rengdêrên nû – hem yên xwemalî û hem jî yên wergirtî – dikarin zêde bibin. Carinan hin peyv bi eslê xwe ne rengdêr in lê gava ku ketine kurdî, bûne rengdêr. Bo nimûne, peyva ”xirab” di kurdî de maneya ”nebaş” dide anku rengdêr e. Lê eslê wê yê erebî ”xerab” di erebî de ne rengdêr lê navdêr e û maneya ”kavil” dide.

 

Lêker

Ti peyvên biyanî nikarin yekser wek lêker bêyî guherîn derbazî kurdî bibin. Lê ev nayê wê maneyê k uhin ji lêkerên kurdî ne bi eslê xwe biyanî bin.

Her lêkera kurmancî bi forma xwe ya ferhengî bi paşgira “-in” yan ”-n” bi dawî dibe. Di di beşa lêkersaziya bi dariştinê de li ser çêkirina lêkeran ji rehên samî hatiye vekolîn. Lêkerên wergirtî di kurdî de bi zerûrî hewceyî paşpirtikên lêkersaz in (adeten –andin / -în). Bo nimûne:

  • sekinîn, sekinandin (ji rehê ’’s-k-n-’’ yê erebî ku herwiha di peyvên wek ”sakin, sekn, me-sken, mi-skîn” de jî heye)
  • şewitîn, şewitandin (ji rehê “ş-w-t-“ yê erebî ku herwiha di peyva “şewat” de jî heye)
  • xebitîn, xebitandin (ji rehê ”x-b-t-” yê aramî ku herwiha di peyva ”xebat” de jî heye)

Lê awayekî din yê hê jî bibertir yê lêkerên bi eslê xwe biyanî di kurdî de bi rêyeke wisa çêdibe ku peyv wek navdêr yan rengdêr ji zimanekî din dikevin kurdî û bi alîkariya “lêkerên sivik” yên kurdî (adeten “kirin” yan “bûn”) dibin lêkerên biwêjî. Bo nimûne:

  • “analîz” ji zimanekî ewropî à kurdî “analîz kirin”
  • “çap” bi rêya farisî ji hindî à kurdî “çap kirin” (teb’ kirin, weşandin)

 

Hoker û girêder

Hejmareke ne kêm ya hoker û girêderên kurdî jî bi eslê xwe biyanî û – bo nimûne – farisî, tirkî û inglîzî jî bi eslê xwe biyanî ne. Bo nimûne, hin peyvên sade yên wek ”belê, feqet, lê(kin, lakin), ema, teqrîben, zêde” bi eslê xwe ji erebî ne. Piraniya wan û gelekên din ji erebî ketine farisî û tirkî jî.

Heta peyva tirkî ”hayır” (na, ne) ya tirkî jî wergirtineke ihtiramî ji peyva erebî ”xeyr” (xêr) e. Heman peyv bi maneya ”xêr” wek navdêr jî ketiye tirkî. Di rastiyê de heman peyv ketiye kurdî jî û li gel peyva kurdî ”ne-” peyveke durehî (hîbrîd, hybrid) ”nexêr” çêkiriye ku formeke ihtiramî ya li cihê ”na, ne” ye.

Tirkî peyva ”eğer” (eger, heke) ji zimanên îranî wergirtiye. Lê hin devokên kurdî jî ”-se” ya tirkî ya hev-erka (hevwezîfeya) ”eger”ê îcar ji tirkî wergirtiye (li jêrtir li beşa gireyên wergirtî binêrin).

 

ÇI PEYV KÊM TÊN WERGIRTIN?

Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku ti birrên peyvan nînin ku nikaribin bên wergirtin. Lê dîsa jî hin birrên peyvan pir kêm tên wergirtin. Lê dîsa jî hin birrên peyvan hene ku pirr kêm tên wergirtin. Ew adeten birrên girtî ne ku hema-hema qet peyvên nû lê zêde nabin û peyvên kevn jî kêm caran jê dikevin.

 

Cînav

Mirov dikare reh û rîşên piraniya cînavên (zemîr, pronoun) kurdî bigihîne makezimanê proto-hindûewropî. Anku ji hingê ve ev peyv di kurdî de hebûne tevî ku helbet pir guherîne jî lê bi ti peyvên din nehatine veguhastin.

Anku hem di kurdî de û hem jî di piraniya zimanên din de cînav adeten peyvên xwemalî ne. Lê ev jî nayê wê maneyê ku cînav qet nikarin werin wergirtin yan cînavên wergirtî peyda nabin.

Di rastiyê de cînavê “qet” bi eslê xwe erebî hatiye wergirtin. Li aliyekî din, hevwateya vî cînavî bi eslê xwe di zimanên îranî “hîç” e ku wek “hiç” ketiye tirkî jî. Anku ne tenê di kurdî de lê di zimanên din de jî wergirtina cînavan mimkin e tevî ku ne diyardeyeke berbelav e jî.

Hin cînavên hin zimanên ne lêzim jî wek hev in. Bo nimûne, kurdî “min”, azerî û gelek zimanên din yên tirkîkî/tûranî “men” (bi tirkiya resmî ya Tirkiyê “ben”), fînlandî “minä”. Ji ber ku kurdî, azerî û fînlandî her yek ji malbateke cuda ya zimanî ye, wisa dixuye heçku ev peyv hevreh anku ji eynî rehî bin û hin zimanan ev ji hev girtibe. Lê li gor zimannasiya dîrokî, ev tenê tesadifî ye û mirov nikare isbat bike ku ev peyv ji zimanekî ketiye zimanên din.

 

Daçek

Daçek jî kêm tên wergirtin. Lê dîsa di nav wan de jî istisna û awarte hene.

Bo nimûne, daçeka kurmancî ”(li/ji) cem”[14] (li nik, li ba, li dev) ji erebî “cenb” e. Hevwateya wê ya zazakî “het” ya zazakî ji ermenî hatiye wergirtin. Herwiha mimkin e ku “(le) merr” (bo, bo xatirê, ji ber) ya soranî jî ji ermenî “hamar” hatibe wergirtin lê ev bi esehî nayê zanîn û dikare hevreha “(ji/li) ber” ya kurdî be lê bi ihtimaleke biçûk.

Daçeka kurdî “miqabilî” (beramberî, hevberî filan tiştî yan filan kesî) ji erebî hatiye wergirtin. Daçeka “navbeyn, navbên” (navber) ji “nav” ya xwemalî û “beyn” ya erebî pêk tê.

Di zimanên îranî de bi piranî pêşdaçek (preposition) hene û di zimanên tirkîkî/tûranî de jî halên rêzimanî (grammatical case) ku dişibin paşdaçekên (postposition). Lê di kurdî de (xaseten di kurmancî de) hem pêşdaçek û hem jî paşdaçek peyda dibin. Paşdaçeka kurmancî “da, de” hevdeng û hevwateya tirkî “-da, -de” ye. Bo nimûne:

  • kurdî: “di defterê de
  • tirkî: “defterde

Bi esehî nayê zanîn lê mimkin e ku ji mêj ve ev paşpirtik ji tirkî ketibe kurdî. Lê ew ne tenê di kurmancî de li Bakurê Kurdistanê lê heta di soranî de jî wek “-da, -a” peyda dibe. Loma hê zêdetir vekolîne pêwîst in heta ku mirov bigihe qenaeteke xurt li ser vê mijarê.

Hin caran jî hin daçek bi tesadifî wek hev in. Bo nimûne, ji aliyê etîmolojî ve mirov dikare bi esehî bibêje ku pêşdaçeka “bi” ya kurmancî û “bi” ya erebî ne hevreh in anku ne kurdî ew ji erebî wergirtiye û ne jî erebî ji kurdî wergirtiye tevî ku ew hevwate û hev-erk in. Herwiha ji aliyê etîmolojî ve “bi” ya kurdî û “by” ya inglîzî jî ne hevreh in tevî ku ew jî hevwate û heverk in.

 

Hejmar

Hejmar di zimanan de hin peyvên bingehîn in loma adeten ew peyvên pir kevn yê zimanî ne û xwemalî ne. Lê ew jî ne bi temamî ji wergirtinê “rizgar” in.

Bo nimûne, bi berfirehî tê zanîn ku “sifir” ya kurdî û farisî û “sıfır” ya tirkî ji erebî ne. Di rastiyê de “sifir” ya erebî ketiye gelek zimanên ewropî jî û “zero” ya inglîzî jî bi rêyeke dûr ya di ser çend zimanan re dîsa ji heman peyva erebî ye. Sebebê vê ew e ku berê hejmara sifir û bi taybetî jî dehcarîkirina hejmaran bi zêdekirina 0-ekê li wan nedihat nasîn loma ti peyvên xwemalî jî jê re tine bûn.

Li aliyekî din, vê dawiyê hejmarên mezin ji zimanên ewropî ketine zimanên Rojhilata Navîn. Bo nimûn, peyvên “milyon, milyar, trilyon, katriyon…” ji zimanên ewropî êdî di kurdî, farisî, tirkî, erebî û gelek zimanên din jî yên dinyayê de cih girtine.

Heta li gel hejmarên sade yên 1 – 20, 30, 40, 50, 60, 70, 80, 90, 100 jî, eger mirov li kurmancî, soranî, zazakî û farisî binêre, mirov dê bibîne ku ev hejmar di kurmancî û soranî de pir ji zazakî zêdetir dişibin farisî tevî ku bi awayekî giştî bêguman e ku kurmancî û soranî wek din ji farisî zêdetir nêzîkî zazakî ne. Kerem bikin, em li van hejmaran di van ziman û zaravayan de binêrin:

 

 

kurmancî soranî farisî zazakî
yek yek yek yew
du di
hîrê
çar çwar çihar çar
pênc pênc penc panc
şeş şeş şeş, şîş şeş
heft hewt heft hewt
heşt, heyşt heşt heşt heşt, heyşt
neh no noh new
deh de des deh
yazde(h) yanze yazdeh yewendes
diwazde(h) dwanze devazdeh diwês
sêzde(h) syanze sîzdeh hîrês
çarde(h) çwarde çardeh çarês
pazde(h) panze panzdeh, pûnzdeh pancês
şazde(h) şanze şazdeh, şûnzeh şiyês
hevde(h), hivde(h) hevde hivdeh hewtês
hejde(h), hijde hejde hijdeh heştês
nozde(h) nozde nozdeh newês
bîst bîst bîst yek
sî, sih hîris
çil, çel çil çihl çewres
pêncî penca penca pancas
şêst şest şes şeştî
heftê hefta hefta hewta
heştê heşta heşta heştay
not, nod not neved neway
sed sed sed sey

 

Sebebê van cudahiyên giring di navbera kurmancî û zazakî de (û bi piranî wekheviya di navbera kurmancî, soranî û farisî de) bi taybetî di hejmarên 11 – 20 û herwiha di hejmarên 30, 40, 50, 100 de ew e ku di rastiyê de hemû hejmarên kurmancî, soranî û farisî ji pehlewî ne lê hejmarên zazakî bi piranî yan bi temamî xwemalî ne.

Wergirtina hin peyvên wiha bingehîn wek hejmaran û bicihkirina wan li şûna peyvên xwemalî belkî bi hin kesan xerîb be. Lê mirov dikare tenê li bikaranîna hejmarên tirkî di axiftina niha ya gelek kurdên Bakur de bifikire û dê tê bigihe ku wegirtina hejmarên sade jî ne tiştekî nedîtî ye û loma idiaya me ya ku dibêje hemû hejmarên sade yên kurdî û farisî ji pehlewî ne, ne gotineke xerîb e. Herwiha mirov dikare li bikaranîna peyva “zero” ya inglîzî di axiftina kurdî, farisî, erebî de bifikire.

Herwiha wergirtina hejmaran ne tiştekî xerîb e ji ber ku hejmar di bazarê de tên bikaranîn û hemû bajarên Kurdistanê heta vê dawiyê jî pirziman bûn.

 

 

Endamên leşî

 

Endamên leşî (laşî) anku beşên ne birreke rêzimanî ya peyvan e (wek navdêr, rengdêr, hoker, daçek, hejmarnav…) lê komeke peyvên heman mijarê ye. Gelek caran tê gotin ku navên beşên leşî nayên wergirtin yan pir kêm tên wergirtin. Rast e ku di kurdî de jî, gelek ji navên endamên leşî peyvên xwemalî ne, bo nimûne “ser, çav, guh, ziman, dest, pê…”

Lê dîsa di nav endamên leşî de jî peyvên wergirtî hem di kurdî û hem jî di zimanên din de peyda dibin. Bo nimûne, peyva “til, tilî” (bi inglîzî finger) ne peyveke xwemalî/îranî ye lê ihtimalen ji aramî ye. Peyva “kef” (“kef”a destan, palm) û peyva “mêlak” (liver) ji erebî ne. Herwiha “qelb” jî ji erebî ye û ji bilî kurdî ketiye farisî û tirkî jî lê bi temamî peyva îranî “dil” yan hevwateya wê ya tirkî “yürek” ji rewacê nexistine.

Peyva “kezeb” (cerg, ceger) ji aramî yan ji erebî ketiye kurdî. Li aliyekî din, hevwateya wê di tirkî de ”ciğer” ji zimanên îranî hatiye wergirtin.

Heta peyvên bi maneya hemû leşî yên wek “beden, cesed, cism, wicûd” bi xwe jî ji erebî ketine kurdî, farisî û tirkî.

 

 

 

 

 

_________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Çavkaniya me ya zanistî Loanwords in the World’s Languages – A Comparative Handbook (Peyvên wergirtî di zimanên dinyayê de: destnameyeke berhevder) ya bi serperiştiya Martin Haspelmath û Uri Tadmor e: http://www.degruyter.com/view/product/41172 Di vê kitêbê de behsa peyvên wergirtî di kurdî yan ti zimanekî din ê Rojhilata Navîn de nayê kirin lê dîsa jî awa û prensîpên wergirtinê bi nimûneyên bi dehan zimanên din baş tên nasîn û mirov dikare heman awa û prensîpan di kurdî û zimanên din ên Rojhilata Navîn de jî bibîne. Kevntirîn lêkolîna wergirtina peyvan di zimanê kurdî de ji sedsala 19an e: nivîsareke 10-rûpelî ya zimannasê alman a bi fransî Note sur les mots étrangers en Kurde (Têbînî li ser peyvên biyanî di kurdî de): http://www.kurdipedia.org/?q=2014041615084775847&lng=21. Berhemeke berfirehtir û nûtir (ji sala 1999) bawernameya doktorayê ya Cafer Hesenpûr a bi inglîzî A Study of European, Persian, and Arabic Loans in Standard Sorani (Vekolînek li ser wergirtinên ewropî, farisî û erebî di soraniya standard de) ye: https://www.academia.edu/6976730/A_Study_of_European_Persian_and_ArabiçLoanşin_Standard_Sorani.  Herwiha mirov nivîsareke Michael Chyet A Preliminary List of Aramaic Loanwords in Kurdish (Lîsteyeke destpêkî ya peyvên ji aramî wergirtî di kurdî de) bide. Chyet herwiha nivîsarek li ser rêzimana kurdî û aramî li hev jî nivîsiye: Neo-Aramaic and Kurdish: an interdisciplinary consideration of their influence on each other (Aramiya nû û kurdî: rengvedaneke pirzanistî derbarê tesîrkirina wan li hev), kovara Israel Oriental Studies 15 (1995) rûpel 219-252. Herwiha dixwazim navê nivîsareke li ser lêanîna peyvên wergirtî di zazakî de ya bi inglîzî Loan Adaptation in Zazaki ya Mary Ann Walter bikim: http://faculty.wcas.northwestern.edu/~maw962/docs/zazaki-mitwpl.pdf. Herwiha çendîn ferhengên etîmolojî hene ku behsa jêderên peyvên kurdî dikin. Lê tevî van hemûyan jî, ez ne haydar im ku ti kurdî de ti lêkolîneke giştgir (komprehensîv) li ser wergirtina peyvan ji zimanên din hatibe kirin. Her nivîseke behskirî beşekê vedikole. Ferhengên etîmolojî çavkaniyên peyvên kurdî didin lê ew tenê lîste ne, tê de behsa dîrok û rewş û sebebên wergirtinê bi zelalî nayê kirin. Herwiha kêm ji van berheman bi kurdî ne û bo xwandevanên kurdî berdest in. Ev vekolîna me hewl nade etîmolojiya her peyvê bide lê tê dikoşe ku awa û sebebên wergirtinên diyar bike û herwiha raxe ber çavan ku çawa peyvên wergirtî diguherin. Ji bilî peyvan, em ê hewl bidin herwiha pirtikên rêzimanî jî rave bikin. Di hin beşên din ên peyvsaziyê de em ê herwiha behsa peyvsaziya li ber modelên zimanên din (wergerandina yekser) û herwiha jî qala lihevanîna dengî-wateyî (phono-semantic matching) bikin.

[2] Ji bilî awayê ”Internet”, herwiha ev peyv di kurdî de bi çendîn şêweyên din jî yên nivîsînê tê dîtin: ”Înternet, Întêrnêt, Intêrnêt…” Hem di kurdî û hem jî di gelek zimanên din jî, ji bilî wergirtina peyva ”Internet” ji inglîzî, herwiha çendîn hewlên wergerandina wê jî hatine dan. Di kurdî de bo nimûne peyvên ”tor(r)” û ”komtor(r)” hatine pêşniyazkirin û di hin nivîsan de hatine bikaranîn. Lê ne di kurdî de û ne jî di piraniya zimanên din de ti peyv dijberî peyva wergirtî ”Internet” bi ser ketine.

[3] Di soranî de jî piştî çendîn ceribandinan (bo nimûne ”wêbpeyc” ji inglîzî ”webpage” yan ”wêbsayt” ji inglîzî ”website”), mal_per_ (ماڵپه‌ڕ) vê dawiyê bûye peyva serekî ya bi vê maneyê. Tarîxiyen ew pêşî ji inglîzî li kurmancî hatiye wergerandin û paşî li ber modela kurmancî di soranî de jî hatiye çêkirin.

[4] Li vê derê cih nîne ku em her peyva wek nimûne dayî bi kûrahî etîmolojiya wê diyar bikin. Etîmolojiya hemû nimûneyên kurdî dikare di Wîkîferhengê de hebe: https://ku.wiktionary.org. Etîmolojiya peyvên inglîzî dikare di gelek ferhengan werin dîtin, li ser Internetê bo nimûne: http://etymonline.com/. Etîmolojiya peyvên tirkî dikare bo mînak li vê derê bin: www.nisanyansozluk.com. Etîmolojiya peyvên farisî dikare bo nimûne li vê derê were dîtin: http://www.parsi.wiki/

[5] Navnasî anku onosmatîk: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/12/navnasi-anku-onosmatik/

[6] Ev gotin bi çendîn awayên ji hev cuda di devê kurdan de û di nivîsan de jî cih digirin: selamueleykum, silameleykum, siramelêk…

[7] Bo ”eyn”ê binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/10/07/eyn-%D8%B9-di-kurdi-de/

[8] Mebest ji ”tiştên biyanî” li vê derê bo nimûne ew heywan û nebat in ku ji dereke din tên an li devereke din hene, bo nimûne: ananas, pirteqal, mûz yan hût, timsah, jagwar û hwd. hemû di kurdî de peyvên wergirtî ji ber ku ew li Kurdistanê peyda nabin an berhemên ji derve hatî ne.

 

[9] Tirimpêl, turumbêl, tombêl jî bi eslê xwe formên ”xirabkirî” yên ji peyva ”otomobîl” in.

[10] Binêrin: Loanwords in the World’s Languages A Comparative Handbook (Peyvên wergirtî di zimanên dinyayê de: destnameyeke berhevder) ya bi serperiştiya Martin Haspelmath û Uri Tadmor e: http://www.degruyter.com/view/product/41172

[11] Bo vekolîneke li ser navên taybet di kurdî de binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/12/navnasi-anku-onosmatik/

[12] Bi zaravaya lurî berî kurmancî hatiye nivîsîn. Lê berevajî ku hin kurd idia dikin, ji aliyê zimannasî ve lurî ne beşek ji zimanê kurdî ye. Ew ne farisî ye jî. Lê heke mirov ji aliyê zimannasî ve lê binêre, lurî û farisî ji lurî û kurdî zêdetir nêzîkî hev in.

[13] Binêre bo nimûne: Jafar Hasanpoor: A Study of European, Persian, and Arabic Loans in Standard Sorani (Lêkolînek li ser peyvên wergirtî ji zimanên ewropî, farisî û erebî di soraniya standard de). http://www.scribd.com/doc/61598245

[14] ”Cem” tenê di kurmanciya navendî, rojavayî û bakurî de heye, di kurmanciya rojhilatî de û di lehceyên din yên kurdî de peyda nabe.

Advertisements

One thought on “WERGIRTINA PEYVAN JI ZIMANÊN DIN

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s