Husein Muhammed

Me di nivîseke berî niha de behsa dengrêziyê di peyvan de û di nivîseka dî de jî qala peyvrêziyê kiriye. Di nivîsara li ser dengrêziyê de me awayê rêzkirin û rêzbûna dengan (herfan) di peyvan de kiriye û rêzbûnên mimkin, yên berbelav, yên kêm û yên nemimkin berçav kirine. Di vekolîna li ser peyvrêziyê de me diyar kiriye ka peyv di hevokên kurdî de çawa dikevin pey hev û çi rêzbûnên wan mimkin, berbelav, kêm û nemimkin in.Di vê nivîsarê de em ê bala xwe bidin ser pirtikrêziyê (morfotaksî, morfotaktîk, bi inglîzî ”morphotactics”) anku rêza pirtikên rêzimanî di peyvê de. Bo nimûne, gelo li gor çi qeyd û bendan, peyva ”vekirin” dibe ”ve-ne-di-kir-in”? Yan çawa peyva ”çare” dibe ”bê-çare-tî” Yan jî çawa peyva ”şekir” dibe ”têr-şekir-î”?Pirtik li gor cihê xwePirtikên (afîksên, qertafên, bi inglîzî affix) kurdî dikarin li ser sê beşan bên parvekirin:
– pêşpirtik (pêşgir, prefîks, paşqertaf, inglîzî: prefix)
– paşpirtik (paşgir, sufîks, ing: suffix)
– navpirtik (navgir, infîks, infix)
Pêşpirtik pirtikên wisan in ku tên berî peyva xwerû yan rehê peyvê yan jî peyva ku ji xwe hin pirtikên din pê ve hene:
– bê-av (pêşpirtik + peyva xwerû)
– ne-got (pêşpirtik + rehê dema borî ji lêkera ”gotin”)
– ne-xweş-î (pêşpirtik + peyva xwerû + paşpirtik)
– ne-di-got (pêşpirtik + pêşpirtik + rehê dema borî ji lêkera ”gotin”)
Paşpirtik pirtikên wisan in ku dikevin dawiya peyva xwerû yan rehê peyvê yan jî peyva ku ji xwe hin pirtikên din pê ve hene:
– av-î (peyva xwerû + paşpirtik)
– got-ibû (rehê dema borî ji lêkera ”gotin” + paşpirtik)
– bê-av-î (pêşpirtik + peyva xwerû + paşpirtik)
– ne-got-ibû (pêşpirtik + rehê dema borî ji lêkera ”gotin” + paşpirtik)
Navpirtik pirtikên wisan in ku dikevin navbera pêşpirtikekê û peyva xwerû yan jî pêşpirtikekê û rehê peyvê:
– çê-kirin > çê-NE-kirin
– ve-xwe > ve-NE-xwe
– negot > ne-DI-got
– kurt + çîrok > kurt-E-çîrok
Pirtikên çemîner û yên peyvsaz
Mirov dikare pirtikan li gor erk û wezîfeyên wan jî li ser du pişkên mezin parve bike. Hin pirtik çemîner in (inflectional) û hin jî peyvsaz in (derivational).
Pirtikên çemîner bo nimûne rewş, hejmar, cinsê peyvê diyar dikin lê peyvên nû jê çênakin. Bo nimûne:
– sêv > sêvê, sêvek, sêvan, sêva min
– kirin > dikim, nake, bike, dikir
Di van nimûneyan de maneya bingehîn (”sêv” yan ”kirin”) her dimîne. Anku pirtikan peyvên nû ji ”kirin”ê çênekirine, tenê hin nuans û rewşên cuda bi pirtikan diyar kirine. Herwiha birra peyvê jî nehatiye guherandin, ”sêv” navdêr e û di haletê ”sêvê, sêvek, sêvan” de jî her navdêr e.
Herçi pirtikên peyvsaz in, ew peyvên nû çêdikin. Bo nimûne, ”bê-” di peyva ”bêxwê” de yan ”-dar” di peyva ”birîndar” de pirtikên peyvsaz in. Ew ne tenê formên çemandî ji ”xwê” û ”birîn” in lê bi maneya xwe jî ji wan cuda ne: ”bêxwê” ne ”xwê” ye lê ”xwarinek e ku ti xwê di nav de nîne”; ”birîndar” ne ”birîn” e lê ”kesek e ku yek yan çend birîn li leşî hene”. Berevajî pirtikên çemîner, pirtikên peyvsaz dikarin herwiha birra peyvê jî biguherînin: ”xwê” navdêr e lê ”bêxwê” rengdêr e.
Pirtik bi navdêran ve
Navdêr (substantîv, nav, ism) dikarin bi taybetî paşpirtikan, lê herwiha pêşpirtikan jî werdigirin. Bi paşpirtikan di kurmancî de mirov dikare hejmar, cins yan diyariyê/nediyariyê yan jî biçûkiya navdêrê eşkere bike:
– sêv-an
– heval-a min, heval-ê min
– heval-ek
– keç > keç-ik
Bi paşpirtikan mirov dikare herwiha navdêran bike rengdêr:
– av > av-î
– reng > reng-în
– wate > wate-dar
Di heman demê de navdêr dikare çend paşpirtikan wergire (heta çar paşpirtikan li pey hev):
– birîn > birîn-dar > birîn-dar-î > birîn-dar-î-yek > birîn-dar-î-yek-ê
Navdêr herwiha dikarin bi berfirehî pêşpirtikan jî wergirin:
– bê-mal
– bi-mal
– pêş-gotin
– paş-pirtik
– têr-xwê
– kêm-xwê
– ne-mirov
Hemû pêşpirtikên kurmancî di heman demê de peyvikên serbixwe ne jî (bê-, bi-, ne-, pêş-…) Pêşpirtik bi piranî navdêran dikin rengdêr: bêmal, kêmxwê, nemirov… Lê gelek navdêr bi xwe jî ji navdêran hatine çêkirin: pêşgotin, dermal…
Tenê pêşpirtikek bi tenê dikare di eynî demê de bikeve pêşiya navdêrekê. Lê pêşpirtik û paşpirtik dikarin di heman demê de li gel navdêran hebin (di heman demê de paşpirtik dikarin ji yekê zêdetir jî bin lê ev kêm peyda dibe):
– bê-mal-î
– bê-nav-dar-î
Navpirtik li gel navdêran peyda nabin.
Pirtik li gel rengdêran
Rengdêr (sifet, adjektîv) dikarin paşpirtik yan pêşpirtikan wergirin lê neşên pêşpirtikan bigirin. Bi paşpirtikan mirov dikare ji rengdêran navdêran yan hokeran (adverb, zerf) çêke.
Hin ji paşpirtikên ku dikarin rengdêran bikin navdêr ”-î, -îtî-, -tî, -ahî-” ne.
– azad > azadî
– xwedî > xwedîtî
– ron > ronahî
– bira > birayetî
Lê piştî ku rengdêr wiha dibin navdêr, ew dikarin pêşpirtikan jî wergirin
– bê-xwedî-tî
Herwiha paşpirtik bo çêkirina pileyên berhevdanê li gel rengdêran tên bikaranîn.
– baş > baş-tir > baştirîn / baş-tir-în (”Baştirîn” dikare wek xwedî yek yan du pêşpirtikan bê hesibandin.)
Herwiha dijberên rengdêran jî bi pêşpirtika ”ne-” bên çêkirin: ”nexweş, nebaş…”
Sê pirtikên cuda hene ku pê rengdêr dibin hoker: ”-ane / -yane” (azadane, serfirazane), ”-ka” (hêdîka, zûka, dûrka) û ”-ê” ku li gor hin devokan ”-î” ye (piçekê/piçekî, gelekê / gelekî, hindekê/hinekî”).
Hoker pirtikan wernagirin
Hoker ne pêşpirtikan, ne paşpirtikan û ne jî navpirtikan wernagirin.
Hejmar
Hejmar dikarin paşpirtikên yekhejmariyê, pirhejmariyê û rêzîtiyê wergirin:
– Yekhejmar: ”yekê” (çemandî, mê), ”yekî” (çemandî, nêr) ”yeka/yeke baş” (girêdayî, mê), ”yekê/yekî baş” (girêdayî, nêr)
– Pirhejmar: ”çaran” (çemandî), ”çarên baş” (girêdayî)
– Rêzî: ”yekem, pêncem”, ”ya/yê yekê”, ”yên şeşê/şeşan”
Hejmar pêşpirtik yan navpirtikan wernagirin.
Pirtik û cînav
Bi gelemperî ti pirtikan wernagirin. Tarîxiyen hin ji cînavan bi paşpirtikan hatine çêkirin: ”ew > ewê > wê; ew > ewî > wî; ew > ewan > wan”.
Bi hin wateyên taybet carinan bi pirtikan cînav dibin navdêr:
– ez > ezîtî (ego, egoîzm)
– tu > bê-tu-yî (”Bêtuyî ne ti jiyan e.” – ”Heke tu nebî, jiyana min bêwate ye.”)
Pirtik bi lêkeran re
Lêker (verb, fiil) ji hemû birrên din yên peyvan zêdetir û piralîtir pirtikan werdigirin. Ew hem paşpirtikan, pêşpirtikan û hem jî navpirtikan werdigirin:
– Pêşpirtik: ”DI-got, NE-kir, BI-xwe
– Paşpirtik: çû-M, çû-BÛN, çû-YE
– Navpirtik: ve-NE-xwe, ne-DI-got, ra-NA-kin
Bi pirtikan mirov dikare deman, fermanê, bilanî, berdewamiyê, fermaniyê, bilaniyê, neyînîtiyê û kesî li lêkeran zêde bike:
– Dem yan berdewamî: DI-bêj, DI-got
– Fermanî: BI-ke
– Bilanî: BI-kim
– Neyînîtî: NA-kim, NE-kir
– Kes: dik-IM, dik-Î, dik-E, dik-IN
Lêker dikarin di heman demê de ji yekê zêdetir pirtikan jî wergirin:
– Pêşpirtik: NE-DI-got, VE-NE-ke
– Paşpirtik: çû-BÛ-M
– pêşpirtik û paşpirtik: BI-ç-IM, NE-k-E
Bi maksîmalî heta du paşpirtik û du pêşpirtik yan sê pêşpirtik û paşpirtikek dikarin di eynî demê de li gel lêkerê bin:
– VE-NE-xwar-(i)-BÛ-N
– VE-NE-DI-xwar-IN
Heke ”-i-” ya ”venexwar-i-bûn”ê jî wek pirtik bê hesibandin, hingê heta du pêşpirtik û sê paşpirtik jî dikarin bi hev re eynî rehê lêkerê bigirin.
Rêza pirtikan
Me heta niha behsa wê kiriye ka kîjan birên peyvan dikarin kîjan pirtikan wergirin. Lê gelo heke di eynî peyvê de ji yekê zêdetir pirtik hebin, cihê wan çi ye, kîjan dikevin pêş rehê peyvê, kîjan paş wê û kîjan jî dibin navpirtik?
Li vir em ê qeydên giştî yên pirtikrêziyê pêşkêş bikin:
Rêza paşpirtikan
1) Paşpirtikên peyvsaz berî paşpirtikên çemîner tên:
- birîn-dar-an (”-dar” peyvsaz e, ”-an” çemîner e)
- xirabiyek < xirab-î-yek (”-î” peyvsaz e, ”-yek” çemîner e)
2) Pirtika nediyar ”-ek, -yek” berî pirtikên rewşê yan hejmarê tê:
- birîn-ek-ê
- xirab-ek-î
3) Pirtika demî berî ya kesî tê:
- çû-bû-m, çû-bû-yî (”-bû-” pirtika demî ye, ”-m- / -yî” pirtikên kesî ne)
Rêza pêşpirtikan
1) Pêşpirtikên peyvsaz berî paşpirtikên çemîner tên:
- ve-di-xwe (”ve-” peyvsaz e, ”di-” çemînera demî ye)
- wer-ne-girt (”wer-” peyvsaz e, ”ne-” çemînera neyînîker e)
2) Pêşpirtika neyînîker berî ya berdewamiyê tê:
- ne-di-xwar (”ne-” neyînîker e, ”di-” nîşana berdewamiyê ye)
- ve-ne-di-xwar (”ve-” peyvsaz e, ”ne-” neyînîker e, ”di-” pirtika berdewamiyê ye)
Lê di hin devokan de û bi taybetî bi devkî pêşpirtika peyvsaz yekser bi rehê peyvê ve dimîne û pêşpirtikên çemîner berî wê tên: ”di-ve-xwar, ne-ve-xwar, ne-di-ve-xwar / ne-ve-di-xwar”.
Bala xwe bidinê ku pêşpirtika neyînîker ”ne-, na-” gelek caran pêşpirtika demê ”di-” yan ya bilaniyê yan fermaniyê ”bi-” radike:
– ”kir > ne-kir” lê ”di-kin > na-di-kin > na-kin” û ”bi-ke > ne-bi-ke > ne-ke”
Pêşpirtika ”bi-” ya fermanî / bilanî herdem ji ber ”ne-” ya neyînî radibe lê ”di-” ya demî herdem tenê di dema niha de radibe, di dema borî ya berdewam de ranabe:
– di-kin > na-di-kin > na-kin (dema niha)
– di-kir > ne-di-kir > ne-di-kir (dema borî ya berdewam)
Di mijara pirtikan de hêjayî bibîranînê ye ku eynî pirtik dikare di heman demê de çend erk û wezîfeyan bi cih bîne:
– sêva min
Di vê nimûneyê de pirtika ”a” di heman demê de nîşana yekhejmariyê ye (”sêva min”, ne ”sêvên min”), delîla meyîtiyê ye (”sêva min”, ne ”*sêvê min”), belgeya diyariyê ye (”sêva min”, ne ”sêveka/sêveke min”) û îşareta xwedîtiyê ye (”sêva min”, ne bo nimûne ”sêv bo min”, ”sêv ji min”…).
Husein Muhammed