Reva ji stêng û zirkêtkan

Husein Muhammed

Run-away

Min hê ji mêj ve dûrbîna xwe avêtibû û pêlavên min ên şekal ji piyên min bûbûn lê ez her dibezîm û direvîm. Her dibezîm û direvîm lê min qet li pey xwe nedinerî. Tenê vizîna stêng û zirkêtkan delîla wê yekê bû ku min xwe ji destê wan xelas nekiriye û azadiya min hê li dûr e…

Ez her dibezim, bi besta kevirên spî ve hildikevim, di nav tiraşan re tê dikoşim ku meşa xwe bidomînim û di heman demê de pêyê min yê rastê dikeve ser hêkên di hêlîna sûskê de. Ev bi roj û mehan e ku ez li hêlînên kew û sûskan digerim lê niha çend libên hêkan di bin pêyên min ve dizirviçin. Lê niha hêk-mêk nikarin min rabiwestînin; niha artêşa mêşên arayî êrîş aniye ser min û tenê rev di destên min de heye, rev lê belkî ne jêxilasbûn!

Hawirdor li vir pir guherbar e. Carinan pêyên min bi keviran dikevin û lê dihilingivin. Dem tine ye ku zêde lê bifikirim lê ez pê dihesim ku xwîneka germ ji du-sê tiliyên min tê lê ev tiliyên din jî selixîne. Min çend caran destên xwe dane ber xwe û bi ser wan de ketime loma niha janeka giran jê difire lê ez newêrim li wan jî binerim. Lê baş dizanim ku enîşka destê rastê şkestiye loma nikarim li gor dilê xwe wî destî bilivînim. Lê me got ku hawirdor guherbar bû. Reva min ne tenê li nav bestan an tiraşan ne. Carinan tozeka deşteka bêav û li ber rojê qelî û gurmijeka sehrayan xwe di serçavên min werdike, carinan li çemekê boş û bihêz herikbar derbas dibim. Carinan jî bi qasî çend saniyeyan di herî yan jî avzêlekê re asê dibim û qet bawer nakim ku jê sereder bibim lê di heman demê de bazdana min li çiyayekê hişk û rût didome yan jî ez di axeka ziwa û tozîn de ta gewriyê dadikevim jêr erdê…

Dîsa li ser tat û latan direvim. Lingên min qerimîne, gep û alekên min ji ber pêvedana mêşên arayî perçivîne, çavên min ji tirsan sor bûne, lêvên min ji tînan ziwa bûne û şeqîne… lê mêşên malwêran û belakir dev ji min bernadin! Rêyek li ber min nemaye, ez êdî naxwazim û nikarim birevim jî lê reva min ne di destên min de ye, ez êdî bêser tev digerim… Lê di heman demê de hawirdor ji min re nas e û pir ditirsim ku li ser lêva zinarekê qinc û rizdeyî me lê pêhesîn û tirsa min êdî dereng e: ez ji zinarî dikevim lê bi rê ve ez dibînim ku Gerika Mamlo, gerikeka kûr ya avê li gundê zaroktiya min, li binê rizdeyê ye û ez dikevimê.

Ez noqî bin ava kûr û hênik dibim û li vê kel û gurmija havînê kêlîkekê di bin ve dimînim. Dû re herdu destên xwe li kevirekî li ber lêva gerikê dişidînim ji bo ku pê ve ji gerika biçûk lê kûr derbikevim… Lê di heman demê de ji xewê vediceniqim û pê dihesim ku min bi tundî bi herdu destan balguhê xwe givaştiye.

Xwe bi vî alî û wî alî de diqelizînim û dizanim ku ez di nav nivînên ji serî ta binî şipîşil de me. Hê li ser wê baweriyê me ku min xwe aniha di Gerika Mamlo de noqandiye lê paşî bêhn dikim binkefşê xwe û bawer dikim ku dibe hemû ev reva min rast be lê avjenîna di gerikê de na!

2/2001

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s